15 augusti 2008

Xwedê meriv ji buhtanên xelkê bisitirîne

Ez tim dibêjim, Xwedê meriv ji bêtarên giran û ji buhtanên kurdan bisitirîne.

Ez bi xwe ji bêtarên giran û ji buhtanên kurdan pir ditirsim. Loma jî heta ji min tê hevza xwe dikim.

Lê ji şansê min ê xerab ra ez çi dikim jî têr nake, bêtarek giran û buhtaneke mezin li ku hebe tê min dibîne.

Ji van bêtarên giran û buhtana mezin yek jî ya Yaşar Karadogan e.

Do dostekî got, Yaşar Karadogan di nivîsa xwe ya di malpera Rizgariyê da qala min jî kiriye.

Yê min bi xwe heger ne li ser tiştekî pir girîng be ez meqaleyên kurdan yên bi tirkî naxwînim. Loma jî min ew nivêsa Yaşar Karadogan jî nexwendibû. Û heger wî camêrî ji min ra negota minê qet nexwenda jî.

Min nivîs nuha xwend û ji xwe ra matmayî mam.

Yaşar Karadogan di nivîsa xwe ya di malpera Rizgarî da dibêje, di rojnameya Armancê da min nivîsek bi navê ”Hahoo, van dizan bigrin" nivîsîye. Û di wê nivîsê da min gotiye, ”Mehmet Uzun, Kemal Burkay û Mehmet Bayrak di berhemên xwe da serî li întîhalê dane,” yanî ji berhemên xelkê dizîne.

Dema min ev rêz xwendin ez ji xwe ra matmayî mam û min careke din jî dît ku hin kes çawa dikanin bi hawakî bêbingeh û bêmesûliyet buhtanan li xelkê bikin.

Diyar e hin paşgotinî û derewên derûdoran bi ber guhê Karadogan ketiye û camêr rabûye hema bi lez û bez çend çîrokên bêbinake li hev aniye û ez jî kirime şirîkê van derewên xwe yên bêbingeh.

Yek, ne di Armancê da û ne jî li dereke din min tu carî li ser Mehmet Uzun, Kemal Bûrkay û Mehmet Bayrak nivîseke wek Karadogan îdîa dike nenivîsîye û negotiye ku ”Mehmet Uzun, Kemal Burkay, û Mehmet Bayrak di berhemên xwe da serî li întîhalê dane.”Ev îdîa derew û buhtaneke mezin e.

Dudu, min ne di Armancê da, di Berbangê da nivîsek li ser romana "Tu" nivîsîye. Lê di wê nivîsa xwe da ez tenê li ser naverok û zimanê Mehmet Uzun rawestiyame, bi yek gotinê jî min negotiye Mehmet Uzun ”întîhal” kirye. Çimkî mesela "întîhalê" gelkî dû ra, piştî bi du salekê ya jî du salan derket ortê.

Sisê, raste e di Armancê da li ser li ser ”întîhalên” di romana ”Tu” da nivîseke derketiya, lê ew ne ya min e, ji dûr û nêzîk da tu têkilyeke min pê ra tuneye.

Dema ez wiha dibêjim ev nayê wê maneyê ku ez dibêjim di romana "Tu" da tu "întîhal" tunene. Li gor baweriya min ne romana ”Tu” tenê, di hemû berhemên Uzun da ”întîhal” pir in, lê ev yek tiştekî din e û min tu carî nenivîsîye.

Çar, rast e, di Armancê da bi sernivîsa ”Hahoo, van dizan bigrin”, min çend nivîs nivîsîn. Lê di wan nivîsên min da bira îdîaya ”întîhalê” li wir bimîne, bi yek gotinê jî navê Mehmet Uzun, Kemal Burkay û Mehmet Bayrak derbas nabe.

Yaşar Karadogan, gelek tiştên ji hev cihê wek gêrmiya gavanan tevhev kiriye û wek rastiyê firotiye xwendevanan.

Ji bo îdîayên wiha divê meriv hîn cidî û hîn bi mesûliyet be.

Herçî Kemal Burkay û Mehmet Bayrak e, ez bawer nakim ku ew tenezulî tiştekî wiha bikin û jixwe hewcedariya wan jî ji tiştekî wiha ra tuneye. Divê Karadogan jî ev yek texmîn bikira. Ya jî divê bi kêmanî ev yek bi e-mailekê ji min bipirsiya.

Divê meriv îdîayên wiha cidî, bê çavkanî û bê bingeh li ser navê xelkê navêje ortê. Ji bo kesên qala wan hatiye kirin jî gelkî ne xweş e.

Karadogan, bêyî ku bi çavên serê xwe nivîsê bibîne, li gor derewên xelkê ev buhtan li min û li wan hersê kesan kiriye û helbet eyb kiriye.

Loma jî divê Karadogan, di nivîseke din da vê şaşiya xwe rast bike û ji Mehmet Uzun, Mehmet Bayrak û Kemal Burkay jî uzrê xwe bixwaze.

1 kommentar:

  1. Kek Zinar ez baverim edi vaxte tu dev ji Mehmet Uzun berdi.Dibe ku gotinen te rast be,le Mehmet Uzun nema dikare bersiva te bide.

    SvaraRadera

PARVE BIKE