28 augusti 2008

Serekerkanê tirk kurdên başûr wek dijminê sereke îlan kir

Nizanim çima lê îşev ez xwe pir westiyayî û bêmecal his dikim. Ji bo ku hinekî ruh bi min da were, piştî şîvê min çû dûşek girt.
Lê pere nekir, wek erebeya ku bi rê da ji nişka ve îstop bike û
neşuxule, min kir nekir ruh bi min da nehat.
Ez nuha ne tenê xwe bêxew û westiyayî his dikim, îşev bîna min jî pir teng e. Li mal kesê min bela xwe tê neda nema.
Xwedê kir ku zarok hîn qedrê min digrin û bîna jinikê jî fireye. Ne xwe min îşev bi silametî derbas nedikir.
Li Kurdistanê dema bîna meriv teng dibû, meriv dikanîbû derketa der, biçûya bi çend hevalan ra çend qedeh mey bi ser xwe da kira û bîstekê ji xem û xeyalan dûr keta. Lê li vî welatê malxerab ev îmkan jî tuneye. Meriv hevsiyê mala xwe ye…
Bi vê bîntengiyê û hestên tevlihev min kompîtora xwe vekir.
Ji bo ku li meylên xwe binêrim.
Ji xwe qet ji dilê min nedihat ku tiştekî binivîsim. Ez xwe nas dikim, di haletên wiha da, dema ku kul û keser û xemgînî weke ewrekî reş xwe bera ser dilê min didin ez pir hêrs û reşbîn dibim, dilê min radibe pêdarê û tenê hesret û xemgîniyê belav dike. Gotin xwes li hev nayên.
Berî ku ez kompîtorê bigrim, min bi lez û bez çavên xwe li hin malperên tirkan gerand. Ji şansê min yê xerab ra axaftina serekerkanê tirk yê nuh Îlker Başbug bala min kişand. Piştî ku min wiha di ser ra xwend, êdî min nikanîbû xwe ragirta, pir kin be jî divê ez çend gotinan li ser bibêjim.
Başbug, di axaftina xwe ya teslîmgirtina wezîfeyê da dibêje ewê jî wek Buyukanit, li hember kurdan û bi taybetî jî li hember Kurdistana Federe şerê xwe bidomîne.
Başbûg, li ser Îraqê û Kurdistanê gotuye:
-Bûyerên heta nuha li Îraqê hatine meydanê îstîqrar û ewlekariya Tirkîyê alaqedar dikin û ewê bike.
-Loma jî divê Tirkîyê bi dîqeteke mezin rewşa Îraqê bişopîne û yekbûna dewleta Îraqê biparêze.
-Di vî warî da divê di nabêna dezgehên dewletê da yekîtî hebe.
-Hedefa siyasî ya yekemîn divê yekîtiya axa Îraqê were parstin.
-Heger Îraq perçe bibe zirara herî mezin ewê Tirkiye bibîne.
-Hebûna ”diyardeya” bakur(qest Kurdistana Federe ye. Ev retorîk îşareta dijminatiyê ye) rastiyeke din e. Ev ”diyardeya” li bakur divê zirarê nede yekîtiya dewleta Îraqê.
-Divê statuyeke taybet ji bo Kerkûkê were dayin.
-Di bingeha tevgera seperatîst da milîyetçîtiya irqî heye.
-Ev dîtin hebûna netewe dewletê ji xwe ra dike hedef.
-Dema nasnameyên jêr ciyê nasnameyên jor bigrin(yanî dema kurd wek kurd werin webûlkirin) ewê Tirkiye rûbirûyî kaosekê bibe. Û ji bo civata tirk ev xerabiya herî mezin e.
Wek tê dîtin, dewleta tirk di rojên pêş da jî heta ku mimkûn be ewê bela xwe ji kurdên başûr veneke. Ji bo dewleta tirk, hebûna Kurdistana Federe ji şerê kurdên Tirkiyê gelkî girîngtir û tahlûketir e.
Di mesela Kerkûkê da, ji bo ku Kerkûk bi Kurdistanê va neyê girêdan çi xerabî ji destên tirkan were ewê bikin.
Dewleta tirk li hember kurdên bakur jî ewê şer ranewetîne û tu mafî nede. Heta hin mafên nuha hene jî ewê hêdî hêdî rakin.
Û ji bo vê yekê jî di rojên pêş da li hmber DTP-ê û miletê kurd şîdet û terorê ewê gelkî zêde bikin.
Di vî warî da, yanî di şerê li hember kurdan da artêş û hukûmet hemfikir in. Ji bo şerê li hember kurdan artêş çi bixwaze AKP ewê li dij dernekeve û wan daxwazên artêşê bicî bîne.
Min got belkî îşev ez ji xwe ra zû rakevim û qala siyasetê nekim, lê Xwedê ji Başbûgê mahcir û koknediyar ra nehêle, dîsa ez bêxew hîştim.
Ez hêvî dikim ku ev dewleta zalim ewê bela xwe ji ber nigê xwe bibîne.

1 kommentar:

  1. Rojbaş Birez Zinare Xemo!
    Wek kurdeke welat parez, ez bi kurdistana başur gelek serbilindim u kefxweşim.Kurdistana başur, xwe bi iraqi/araba dayiye qabul kirin.Le em kurde bakur ji hindikayive duwazdeh miljonin u heji me xwe bi dewleta tirk nedaye qabul kirin.Hata ku kurd bi zimane tirka bi axivin eme di vi halidebin.Xwede zimane kurdi bi kurda şerinke.Silav u rez

    SvaraRadera

PARVE BIKE