03 augusti 2008

Kurd di şerê man û nemanê da ne

Li Îraqê li ser diyakirina sînorên Kurdistanê di nabêna kurd û ereban da şerekî mezin, şerekî man û nemanê didome.

Biryar ew bû ku Parlamentoya Iraqê îro li ser yasaya hilbijartina civatên parêzgehan rûniştineke awarte pêk bîne. Lê ji ber kêmbûna hejmara parlameteran civîn pêk nehat. Diyar e aliyan hîn li hev nekiriye.


Di 22-ê meha borî da di Parlamentoya Îraqê da hin grûbên ereb bêyî beşdarbûna Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li ser hilbijartinên parêzgehan qanûnek(madeya 24-ê) derxistin. Li gor vê qanûnê Parlamentoya Îraqê dikene Meclîsa wîlayeta Kerkûkê fesih bike.

Kurd bi xurtî li dijî vê komploya hin grûbên ereb derketin û ev zorbatiya ereban red kirin. Kurd, vê madeyê li dijî destûrê dibînin û loma jî dixwazin ev made(madeya 24-ê)were guhertin.

Piştî vê biryara Parlamentoya Îraqê ya neqûnî, Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê jî di 31-ê temûzê da civiya û biryara vegera ser Kurdistanê girt.

Bi madeya 24-ê erebên şoevenîst û beesî, bi alîkariya Tirkiyê û hin grûpên tirkmen dixwazin Kerkûkê û hin herêmên din ji kurdan bistînin.

Tirkiye jî bi xurtî alîkariya ereban dike û naxwaze Kerkûk têkeve destê kurdan. Wezareta der ya Tirkiyê bi beyaneke sert biryara Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê û şêla kurdan rexne kir û ji kurdan xwest ku ew vê gava xwe paş da bigrin.


Şer li ser vê ye, li ser wendakirna beşekî axa Kurdistanê ye.

Dema kurd madeya 24-ê qebûl bikin maneya xwe ew e ku ew dev ji Kerkûkê, Dîyalayê, Şengalê, Xaneqînê û Mûsilê berdidin.

Berham Salih îro di derbarê madeya 24-ê da got, ”pêwîst e madeya 24-ê rabe. Çimkî ew li dijî destûrê ye û loma jî ne mimkûn e ku ji alî Hevpeymaniya Kurdistanê ve were qebûlkirin.”

Şer hîn berdewam e. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi telefonê bi Bush ra peyivîye û şêla kurdan careke din dubare kiriye. Lê ji derva da baş nayê zanîn ku di vî warî da şêla Emerîka çi ye û pişgiriya kê dike?

Li gor nûçeya Pûkmedîa, Celal Talabanî do êvarî ”ji bo kontrola bijîşkî” çûye Emerîkayê.

Wek hertim kurd îro jî bê pişt û bê dostên ji dil in. Dijmin ji çaralî da wek gurên har êrîşê dibin ser wan.

Lê ew jî ji her demê bêtir baş li ber xwe didin û siayseteke baş dimeşînin. Di vî şerî da hêza kurdan ya herî mezin bêguman hevkarî û yekîtiya wan e, heta ku ev yekîtî hebe kesê nikanibe zora wan bibe.

2 kommentarer:

  1. kerkuk bi alem quleme ereba u tirka bi temami nebe ji, ji deste kurda derket. ezim be sjer u kuwet nisjandan eme deveren dine en kurdistane ji bidin dest.. lazime ji ana de sjere hebun u nebun e lazime em bikin..

    SvaraRadera
  2. Biji kek Zinar.Nivisek li ci bu.Naci

    SvaraRadera

PARVE BIKE