12 augusti 2008

Kûçikê Ergenekonê û "xiyarên" El.Qaîde yê

Dozger di teftîşa hefsê da çû ket qawişa Dogu Perînçek û dest pê kir ji hemû girtiyan sûcên wan pirsî..
Yekî got:
-Weleh tu sûcê min tuneye, ez jî nizanim ez ji bo çi li vir im…
Yekî got:
-Bi şaşî ez hatime tewqîfkirin…
Yekî goti:
-Yekî bêbextî li min kir, loma ez li vir im…

Çavên dozger ji nişka ve di quncikê qawişê da bi kûçikekî ket. Dozger matmayî ma û bi heyreteke mezin ji kûçik jî eynî pirs kir, got kuro tu çima li vir î ?
Kûçik hustuyê xwe xwar kir û bi dengekî melûl got:

-Şev nîvê şevê bû, çend pûlis hatin. Gotin, gurê ku navê wî di destana Eregenekonê da derbas dibe tu yî ? Min herçiqas got ez ne gur im, kûçik im jî pere nekir…
Dozger keniya û got:
-Zêde ferq nake, hûn pismamê hev in


El-Qaîdeyê li hember “Xiyaran” jî herb îlan kir!
Xiyar tenê rehet mabûn, lê wa ye El-Qaîdeyê bela xwe di wan jî daye. Fermanek li hember xiyaran jî derxistine, gotine ji nuha û pê va divê destên jinên ereb bi “xiyaran” nebe.

Xêr û guneh li hustuyê malpera ”Netkurdê û MŞO” be, li gor ku wan nivîsîye, dibêjin El-Qaîdeyê, li herêmên di bin kontrola xwe da kirîna “xiyaran” li jinan qedexe kiriye. Li gor El-Qaîdeyê, ji ber ku xiyar “nêr” e û dişibe hin “tiştan” û loma jî dikane dilê jinan xera bike û hin tiştên bêexlaqî bîne bîra wan, loma jî divê jin destên xwe nedin xiyaran.

Bi qasî ku meriv fêm dike, ev “fetwa” tenê di heqê kirîna “xiyaran” da ye, lê di heqê xwarina wan da hîn tu fetwa nedane, dibe ku di rojên pêş da xwarina “xiyaran” jî li feqîrên jinên ereb qedexe bikin.

Law Xwedê meriv ji bêtarên giran û ji aqilê ereban bisitirîne!

Kî bîra xwe û meriv rabe bela xwe di xiyarên feqîr bide?

Ecêba giran...

Xwendevanekî bi navê Xêro Brahîm, xebera Netkurdê şirove kiriye û bi meraqdariyeke mezin gotiye gelo “Bacanê reş jî qedexe ye? Bacan, bacan!”Di xeberê da li ser qedexekirina bacanan qala tu fetwa û qedexekirinê nayê kirin. Lê li gor baweriya min divê bacan jî werin qedexekirin. Ji ber ku bacan jî “nêr” e(hûn rastiyê dixwazin min ji gotina nêr tiştek fêm nekir E nizanim qesta meleyê ev fetwa daye çi ye?) û ji alî şikil û şemala xwe ve jî ji “xiyaran” hîn tahlûketir e.

Bi hêviya ku gelek fêkî û sebzeyên din jî li rebenên jinan qedexe nekin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE