02 augusti 2008

"Dewleta kûr" dixwaze qetlîama xwe têxe hustuyê PKK-ê

Wezîrê hundur yê Tirkiyê Beşîr Atalay, vê êvarê li Stenbolê di civîneke çapemeniyê da îdîa kir ku hemû gumanbarên qetlîama Gungorena Stenbolê hatine girtin û hemû jî ”endamên rêxistineke parvekar” in.

Yanî yên hatine girtin endamên PKK-ê ne.
Min nuha bala xwe da çend rojnameyên tirkan, wan jî tavilê bi pûntoyên mezin manşêt avêtine û gotine ”qatilê zarokan PKK derket, terorîstên qetlîamê PKK-yî derketin.”

Li gor îdîaya Atalay, 10 gumanbar, ”failên bûyerê û alîkarê wan jî di nav da” hatine girtin û teslîmî edaletê bûne.

Dozger, ji girtiyan 2 kes berdane û 8 kes jî bi daxwaza tewqîfkirinê şandiye dadgehê.

Wek tê zanîn di 17-ê meha temûzê da li Stenbolê li taxa Gongorenê di netîceya teqîna bombeyekê da 17 kesan ku hemû jî kurd bûn jiyana xwe ji dest dabûn û 154 kes jî birîndar bûbûn.

Wek hergav, piştî teqînê hin berpirsiyarên dewletê û beşek ji çapemeniya tirk bi israr bûyer xistibûn hustuyê PKK-ê.

Lê PKK-ê tavilê ev îdîa red kiribû û gotibû ku tu têkiliyeke wan bi bûyerê ra tuneye û hebe tunebe bûyer karê ”dewleta kûr” û Ergenekonê ye.

Lê li gel vê redkirina PKK-ê jî, dewletê û çapemeniya tirk tim xwest bûyerê bi hawakî têxin hustiyê PKK-ê û ”dewleta kûr” derxin paqijiyê.

Atalay di civînê de got di destê wan de delîl û tespîtên mezin hene ku ev bûyer ji alî PKK-ê ve hatiye kirin. Lê negot tespîtên di destê wan da çi ne?

Beşîr Atalay, di civîna çapemeniyê da got:

”Di destê me da tespîtên kesin û delîlên xurt hene ku cî ji teredutê ra nahêlin.
Bûyer eşkere bûye û fail hatine girtin. Yên alîkarî kirine û yên fiîlî tevî bûyerê bûne hatine girtin.”

Helbet ev îdîa pûlis û wezîrê hundur e, girtî hîn derneketine ber dadgehê û îfadeyên wan nayê zanîn.

Loma jä divê meriv bi şik li gotinên Atalay binêre.Ji ber ku bûyer hîn teze ye loma jî PKK-ê hîn tu beyan nedaye.

Lê heger bi rastî PKK-ê kiribe jî ”dewleta kûr" û çeteyên Erenekonê li pişt bûyerê ne, bi emrê wan hatiye kirin.

Heger îdîa rast be, wê demê di nava PKK-ê da ”baskekî Ergenekonê" heye û vî "baskî" ev bûyer li ser navê PKK-ê kirye.

Wekî din tu îzaheke viya tuneye.

Divbê PKK di zûtirîn wexta beyanekê derxe û bibêje ku, heger yên kiribin endamên me bin jî bi emrê we kirine.

Dema viya neke, maneya xwe bi rastî jî wan kiriye û înkara pêşî jî vir bûye.

Çimkî rêxistineke netewî bûyereke wiha nake, kurdan û xelkê sivîl yên bêguneh nekuje û dinyayê nake neyarê xwe û gelê xwe.

Bi hêviya ku îdîayên dewletê derew derkevin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE