24 augusti 2008

Darên me çandin fêkî didin

Do êvarî ez û xanim em çûn bajarê Vesterasê, daweta lawê Heyder Diljen, Arjen û Jiyanê.Mala Paşa Ûzûn ava be, camêr hevalekî qedirşînas e, nehîşt kalekî wek min têkeve serê riyan û perîşan bibe, xerxûta xwe ya ji min jî bi emertir kişand ber deriyê me.
Min û jinikê, me weke mîr û xaniman di erebê da cî li xwe xweş kir û em ketin rê.
Bi rê da me feqîrekî din jî (Remzî Kerîm) ku ew jî weke min bêehliyet û bêerebe ye rakir û me berê xwe da Vesterasa xopan.
Bi saya tarîfa Heyder û zîrekiya Paşa Ûzûn, me ciyê dawetê pir rehet dît.
Dawet li kêleke dêra Asûriyan bû, ez bawer dikim saloneke dêrê bû.
Saloneke fireh, ferah û gelkî xweş bû.
Wek her carê, vê carê jî gelek dost û hevalên ku serê salan bû me hevûdu nedîtibû, li wir me hevûdu dît.
Em çûn lep û ruyên hev, me li hal û demên hev pirsî.
Çîrok û gazinên ku meriv di her şîn û dawetê da dibihîze, di vê dawetê da jî dubare bûn...
Hinekê wan pişt ketibû ber.
Hinekê wan qalçe ketibû ber.
Henikê wan romatîzmayê malik lê viratandibû.
Hinekê wan jî dil pê ra bêbextî kirbû. Axirê mala tixtoran ava be, bi saya guherandina ciyê çend tamaran bêbextiya dil pûç kiribûn.
Yanî her yekî ji dereke xwe gazinek dikir.
Min bala xwe dayê, ew xortên 20-30 sal berê wek "şêr û pilangan" ku bi şûran nedihatin xwar ketine çi halî...
Porê li serê hemûyan bûye hirî
Heryek berçavkeke tu dibê mercek li ber çavan e.
Qey ruh şîrîn e, bala min kişand, bêyî min û 2-3 kesên din, herkesî dev ji cixarê berda bû.
Dema min ev tirsonekî dît, min ji xwe ra got, bira mirin hebûya kalî û pîrî tunebûya...
Di salên 80 û 90-î da di rojên wiha da dema em dihatin ba hev em hemû xort bûn, gelekên me hîn azib bûn, hîn nebûbûn benê hebanê. Me ji hevdu ra qala xebata li welêt û ya li derva dikir.
Lê do li Vesterasê, bi dilşadiyeke mezin min dît ku heryek ji wan xortên salên 80-î keç û xortên wek şêr û şepalan li kêlek wan bû, herkes bûbû dê û bavê şêr û şepalan.
Di destpêka salên 80 û 90-î da dema swêdiyekî di rojnameyekê da bi başî hema bi çend gotinan jî qala kurdan bikira em ji kêfan bi hewa diketin.
Lê dema bi xerabî jî dikirin me nikanîbû bersîva wan bida. Di nava kurdan ez bawer dikim tenê îmkana rahmetiyê Mahmûd Baksî hebû, medyaya swêd yek carnan cî didan dîtinên wî.
Lê îro ne wiha ye. Îro, bi dehan keç û xortên me di jiyana Swêd yakulturî, civakî, siyasî û edebî da, di çapemeniya Swêd da xwedî gotin û giranî ne.
Dema bi yek gotinê jî neheqî li kurdan tê kirin, roja din bi dehan keç û xortên kurd wek şêr û şepelan di sajt û rojnameyên herî mezin da di mistewayekî pir bilin da tavilê bersîvên wan didin.
Yanî zarokên me, wek me ne bêçare ne, gelkî jîr û jêhatî ne.
Çendakî berê kitêbeke(Kurdsitan, landet som icke är/Kurdistan, welatê ku tuneye) konsolosê Swêd yê Stenbolê Îngmar Karlsson derket. Li gor rexnegirên kurd û swêdî, kitêb propagandeya dewleta tirk e û tije şaşî û falsîfîkasyon e.
Bi dehan keç û xortên kurd di rojnameya swêd ya herî mezin(Expressen) û gelek sajtên wek Beyan.net, Vivakurdistan û di gelek sajtên rojnameyên swêdiyan da debateke pir baş û hêja meşandin.
Beyan, sajteke xortên kurdan ya bi swêdî ye. Ji her çar perçeyên Kurdistanê keç û xortên kurd tê da dinivîsin. Lawê min Serhat jî di redaksiyona Beyanê daye.
Ez dikanim bi serbilindî bibêjim ku zarokên me zora Ingam Karlsson û piştgirên wî birin, Karlsson newêrîbû xwe bida ber debateke vekirî.
Ku Ingamar Karlsson yek ji giregirê ekspertê Swêd yê Rojhilata Navî, tirk û kurda ye. Lê ji ber zarokên me reviya.
Di destpêkê da ez gelkî ditirsiyam ku di xebata me ya swêd da berdewamiyek çênebe, zarokên me nedin ser şopa me.
Lê min do bi çavên serê xwe dît ku ew tirsa min ne di cî da bûye, zarokên me di civata swêd da, di her warî da ji me pir pêşdatir in.
Û ne tenê ji me pêşdatir û di civata swêd da xwedî gotin in, wan ji gelê xwe ra gelek dost jî qezenc kirine. Di dawetê da min bala xwe dayê bi saya serê wan bi dehan siyasetmedar, parlamenter, hunermend û întellektuelên swêdî jî di nava me da bûn.
Ji bo tevgera kurd ya netewî ev yek jî qezenceke mezin e.
Û bi vê yekê jî wek şexs ez gelkî kêfxweş û serbilind im.
Lawê min Serhatê 20 salî, îro di çapemeniya swêd da dikane dengê xwe bilind bike, dikane bi întellektuelê swêdî yê herî mezin ra têkeve minaqeşeyê û dikevê jî. Ev yek ji bo min xewneke bû. Lê şikir îro ev xewna min biçûk be jî birast geriya.
Dijmin dema em kurd ji welatê me bidûr xistin, dema bavê Arjen ji Diyarbekrê û bavê Jiyanê jî ji Kerkûkî mecbûrî sirgûniyê kirin, hesab û baweriya wan ew bû ku emê biqedin, emê bihelin.
Lê dîrokê nîşan da ku hesabê wan şaş bûye.
Do li Vesterasê, bi zewaca Arjen û Jiyana delal ra me nîşanî dijmin da ku em naqedin, em nahelin.
Û ne tenê em naqedin, li sigûniyê me “sînorên” dijmin yên sunî ji nabêna xwe rakirye, em kurdên herçar perçeyên Kurdistanê bêtir nêzî hev bûne, bêtir ji hev fêm dikin.
Dijminên me bi darê zorê sînor danînne nabêna Diyarbekir û Kerkûkê. Bi zewaca Jiyan û Arjen ra me ev sînorên wan careke din rakir, me Diyarbekir û Kerkûk hinekî din jî nêzî hev kir.
Yekkirina wan jî pir ne dûr e.

2 kommentarer:

  1. serme bi rasti ku tu peznê Heyder didi. Ew tistê ku Heyder û jina xwe bo te digotin te ci zu jibir kir malxerab.

    SvaraRadera
  2. Ev "heval"ê ku ev rêz li ser nivîsa te ya li ser daweta kurê me nivîsîne, navê xwe jî eskere bikira belkî hêjayê bersivê bû. Lê kesên ku xwe wek "anonîm" diyar dikin, baweriya wan ne wan bixwe heye ne jî bi fikrên wan. Loma ne hêjayî bersivdanê ne. Serê xwe bi mirovên weha re neêşîne hevalê min ê hêja Zinarê Xamo.
    Bi silavên dilEv "heval"ê ku ev rêz li ser nivîsa te ya li ser daweta kurê me nivîsîne, navê xwe jî eskere bikira belkî hêjayê bersivê bû. Lê kesên ku xwe wek "anonîm" diyar dikin, baweriya wan ne wan bixwe heye ne jî bi fikrên wan. Loma ne hêjayî bersivdanê ne. Serê xwe bi mirovên weha re neêşîne hevalê min ê hêja Zinarê Xamo.
    Bi silavên dilşadî

    SvaraRadera

PARVE BIKE