26 augusti 2008

Bersîva rexneya hevalekî

Hevalekî min nas dike do di bin nivîsa min ya bi navê ”Darên me çandin fêkî didin” da komentareke pir balkêş kiriye.
Di komentara xwe ya kin û manîdar da bi hêrs ji min ra gotiye:
”Şerme bi rasti ku tu peznê Heyder didî. Ew tiştê ku Heyder û jina xwe bo te digotin te çi zû ji bîr kir malxerab.”
Hevalê min ê ezîz ez bi ”pesindayina” Heyder îtham kirime, lê negotiye min çi gotiye û bi çi hawî pesnê wî daye?
Piştî ku min ev rexne xwend, ez careke din li nivîsê vegeriyam, min carek du carên din jî nivîs xwend.
Min ji xwe ra got, dibe ku ya ”bêhemdî2 ya jî bi ”heneke” min hin tişt gotibin û ev gotinên min jî ji bal hin hevalan ve wek ”pesindayinê” hatibin fêmkirin.
Min nivîs bi dîqet xwend, di nivîsê da li du ciyan navê Heyder derbas dibe.
Di destpêkê nivîsê da min gotiye, ”Do êvarî ez û xanim em çûn bajarê Vesterasê, daweta lawê Heyder Diljen.”
Di dereke din da jî min gotiye, ”Bi saya tarîfa Heyder û zîrekiya Paşa Ûzûn me ciyê dawetê pir rehet dît.”
Nuha ”pesindayin” di kudera van gotinên min da heye?
Li derekê min gotiye ”daweta lawê Heyder”, li dera din jî min gotiye, ”bi saya tarîfa Heyder me rê rehet dît.”
Ma divê min negota ”daweta lawê Heyder”?
Nabe min negota, ji ber ku bi rastî jî zava lawê wî bû.
Ez nizanim, divê min bigota lawê kê?
Û ya din jî, bi rastî jî wî rê tarîf kir û li ser tarîfa wî, me ciyê dawetê pir rehet dît.
Wekî din, di tu dereke nivîsê da ne bi başî û ne jî bi xerabî navê Heyder û xanima wî derbas nabe.
Yanî îdîaya ”pesindayina” min ne rast e, tiştekî wiha tuneye.
Diayar e hevelê rexnegir ji Heyder pir aciz e, dema di nivîsê da navê Heyder biber çavê wî ketiye ev yek wek ”pesindayinê” xwendiye.
Ya jî nikane qebûl bike ku meriv navê Heyder jî bigre ser zimanê xwe.
Li alî din rast e, du caran Heyder li ciyê rehetiyê û him jî di ber xelkê da dilê min hîşt. Demakê em bi hevûdu ra nepeyivîn. Lê dû ra heval ketin ortê û em li hev hatin.
Di viya da tu tiştekî ku ez ji ber ”şerm bikim” tuneye.
Bi baweriya min ”şerm” ew e ku Heyder ez venexwendima daweta lawê xwe ya jî ez neçûmayê.
Û li alî din min û Heyder mêr jî ji hev nekuştiye ku em heta roja mirinê bi hev ra nepeyivin û dijminatiya hevûdu bikin.
Di jiyanê da yekcarnan dilê meriv û hin dost hevalan ji hev dimîne. Dema bûyer diqewime miheqeq yek bêtir neheq e, lê ev nayê wê maneyê ku her kesê ku dilê meriv jê ma ya jî li ser meriv neheq bû, merivê heta mirinê pê ra nepeyive.
Ne ez û Heyder tenê, ez dizanim dilê gelek hevalên me yên din jî ji hev mane, li hev xistine, serê hev şikandine, gotinên pir giran ji hev ra kirine û gelek tiştên din.
Lê îro dîsa hemû bi hev ra dipeyivin, gelekên wan hîn jî hevalên hev yên herî nêz in û her roj li malên hev in.
Ez numûneyeke din bidim.
Ma YNK-ê û PDK-ê heta salên 90-î bi hezaran însan ji hev nekuştin?
Bêguman kuştin.
Lê îro dijminatiya hev nakin, dost û mitefiqên hev yên herî nêz in.
Ma ev şaş e?
Ma Talabanî û Mesûd Barzanî, gotinên ji yên Heyder girantir ji hev ra nekirine?
Bêguman kirine.
Lê îro ji herkesî bêtir dostên hev in.
Ma ji bo Talabanî û Mesûd ev ”şerm e”?
Ez naxwazim zêde dirêj bikim, lê nimûneyên wiha pir in.
Bi baweriya min heger meriv bikanibe bi tolerans û ”efûkar” be tiştekî baş e, ji meriv kêm nabe.
Lê ev yek nayê wê maneyê ku divê meriv bûyeran ji bîr bike.
Hin dîtinên Heyder ez ne pê ra me û dema ciyê wê tê ez eşkere jî dibêjim.
Lê li alî din dixwaze bira Heyder ji min hez bike ya neke, ev yek divê nebe sebeb ku ez aliyên wî yên baş nebêjim, înkar bikim.
Heyder merivekî kurdperwer e, welatparêz e, xebatkar e û ji bo gelê xwe jî heta gelek xebatên baş kirye.
Dema ez pê ra nedipeyivîm jî min ev tişt digotin û nuha jî dibêjim.
Bi baweriya min hevalê rexne li min girtiye jî divê van aliyên Heyder înkar neke, divê xeyda wî nebe înkara tiştên rast.

2 kommentarer:

  1. Merheba hevalê min ê hêja Zinar!

    Ev "heval"ê ku ev rêz li ser nivîsa te ya li ser daweta kurê me nivîsîne, ku navê xwe eşkere bikira belkî hêjayî bersivê bû. Lê kesên ku xwe wek "anonîm" diyar dikin,ne baweriya wan ni wan bixwe heye û ne jî bi fikrên wan. Loma ne hêjayî bersivdanê ne. Kî çi zane ku wezîfa wan ne prowakatorî be? Serê xwe bi mirovên weha re neêşîne.

    Bi silavên dilşadî

    SvaraRadera
  2. Lînka nivîsa min a li ser dawetê:
    http://haydardiljen.blogspot.com/

    Lînka wêneyên dawetê:
    http://www.siverek.info/dawet-080823/index.htm

    SvaraRadera

PARVE BIKE