31 augusti 2008

Aqûbet li serê tirkan be

Medeniyet û însaniyetî çiqasî baş e. Serokwezîrê Îtalyayê Berlusconî piştî 65 salan piştî îşxalê ji gelê Lîbyayê lêborîn(uzur) xwest û pê ra peymaneke dostanî û hevkariyê îmze kir.

Aqûbet li serê tirkan be.

Bi xêr û xweşî me kurdan jî rojeke wiha bidîta.

Belê, serokwezîrê Îtalyayê Silvio Berlusconî, do dema ew û Muammer Qeddafî li Bengaziyê hatin ba hev, soz da ku ewê dewleta wî ji bo îşxala Îtalya ya Lîbyayê ya di nabîna salên 1911-1943-an da 5 mîlyar dolarî tezmînatê bidin Lîbyayê.

Sîlvîo Berlusconî ji bo serdanekê çû Lîbyayê. Ew û Muammer Qeddafî li Bengaziyê derketin ber çapemeniyê. Berlusconî li wir got, di dema îşxalê da Îtalyayê gelek neheqî li gelê Lîbyayê kiriye û ji bo vê neheqiyê jî ew li ser navê dewleta xwe ji gelê lîbyayê him lêborînê dixwaze û him jî ewê 5 milyar dolar tezmînata dagîrkeriyê bidin Lîbyayê.

Ev 5 milyar dolarên ku Îtalya ewê bide Lîbyayê, ewê di avahiyên bingehîn û ji bo paqikirina mayinên ku artêşa Îtalyayê li Lîbyayê bicîhkiribûn û ji bo kesên ku biteqîna van mayinan seqet bûbûn were xerckirin.

Ev ne cara pêşîye ku miletên medenî, ji milet û kesên ku neheqî li wan kirine lêborînê dixwazin.

Berê jî Emerîka ji Wîetnamê, Japonyayê ji Çînî, Almanyayê ji Îsraîlê, fransiz û îngilîzan jî ji hin miletên din lêborîn xwestine.

Lê heta nuha min qet nebihîstiye ku tirkan ji tu miletî û dewletê lêborîn xwestibe.

Li gel ku zulma osmaniyan li Balkanan, li Kafkasan, li Afrîka û li Asyayê li miletên din kirine sed qatî ji yên van dewletên din zêdetir û mezintir e. Berî her tiştî osmanî 500 salî li Balkanan mane û zulm li hemû miletan kirine.

Li ereban jî eynî zulm kirne.

Hema Lîbya bi xwe nimûneyeke pir balkêş e.

Bala xwe bidinê, Îtalya ji bo ku Lîbya 32 salan di bin destê wan da maye îro bi hawakî medenî lêborînê dixwaze, tazmînata zulma xwe didin.

Lê Lîbya ne 32 salan, tam 400 salî di bin îşxala osmaniyan da ma. Di wan 400 salan da wan ji Îtalyayê kêmtir zulm li gelê lîbyayê nekir. Lê îro serokwezîrê Îtalyayê ji gelê lîbyayê lêborînê dixwaze, tirk naxwazin.

Naxwazin ji ber ku ew ne miletekî medenî, mezin, xwedî kultur û seqafet in. Bi gotina wan, tirk miletekî “dewşîrme” ye, yanî heryek ji derekê ye, kes nizane bezê guhên wan ji ku ye.

Loma jî însanên wiha, miletên wiha ne xwedî esalet, ne xwedî kok û medeniyet in, nikanin mezinayiyê bikin, nikanin çewtî û neheqiyên xwe qebûl bikin, nikanin ji kesî lêborînê bixwazin.

Milet û însanên wiha ne bi nefsbiçûkî û însaniyeta xwe, ji wê zêdetir bi zul û zora xwe, bi teror û qetlîamên xwe kêfxweş û serbilind in, pesnê xwe bi van kirinên xwe yên ne baş didin.

Lê însanê bi kultur, medenî û demokrat dema bi neheqî û zulma pêşiyên xwe bihese qebûl dike, ji bo ku dilê kesê neheqî lê bûye bigre lêborînê dixwaze. Ev yek wan kes û miletan biçûk naxîne, belovacî wê mezin dike.

Lê yê tirkan bira lêborîna ji bo neheqiyê li wir bimîne, ji bo qetlîamên kirine jî lêborînê naxwazin, tew di ser da înkar jî dikin.

Li gor wan, pêşiyên wan di dîrokê da neheqî li tu miletî nekirine, dema welatên wan îşxal kirine û ew kuştine jî ji bo başiya wan bûye.

Wek qatilê ku sûcê xwe înkar bike, wek dizê ku diziya xwe qebûl neke.

Bela sebeb negotine, biçûk tu carî mezin nabin.

30 augusti 2008

Hukûmeta Malikî qîlê xwe nîşanî kurdan da

Hukûmeta Malikî di van hefteyên dawî da li hember kurdan şêla xwe tam sert kir û qîlên xwe baş nîşanî Hewlêrê da.

Divê ev şêla hukûmeta Bexdayê ya sert û Seddamwarî ji bo kurdan bibe alarm û li gor wê hesab û kitabê xwe bikin.

Ereban berê hin sebeb dîtin û li herêma Diyala, ji Qeretepeyê hêzên pêşmergan bi zor derxistin.

Hewlêrê zêde îtîrazî vê paşdavekişîna ji Qeretepeyê nekir û hêzên pêşmerge ji Diyalayê vekişand.

Piştî vê serkeftina li Qeretepeyê, rejîma Bexdayê xwest pêşmergeyan ji Xaneqînê jî derxe û bînayên ku merkezên YNK-ê û PDK-ê tê da ne ji wan bistînin. Kurdan li vir ev daxwaza ereban qebûl nekir û ji Xaneqînê venikişyan, bîna vala nekirin.

Di vî warî da tu nemabû ku di nabêna pêşmerge û artêşa Îraqê da şer derkeve. Lê di deqîqeya dawî da pêrgî li şer hate girtin.

Tiştê xuyaye her ku ereb di warê leşkerî da xwe topî ser hev dikin û xurt dibin dixwazin serkutî û çavsoriyê li kurdan bikin. Bûyerên li Diyala û li Xaneqînê rû dan îşareta vê meyla ereban da kurdan.

Di rojên pêş da, dema ereb(ez dibêjim ereb ji ber ku ferq nake, kîjan be jî ewê eynî tiştî bike)hinekî din jî xurt bibin û bizanibin ku di warê eskerî da ewê kanibin zora kurdan bibin, ewê zorê bikarbînin.

Ji xwe wa ye ji nuha da, li gel ku hewqasî ne xurt in, li gel ku serokerkan kurd e, serokkomar û cîgirekî wî kurd in, wezîrê derva kurd e û xwedêgiravî kurd şirîkê hukûmetê ne lê dîsa jî guh nadin kurdan û bi ya xwa dikin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyivîna xwe ya bi rojnameya Şarqul Ewsat ra ev nêta ereban veneşartiya û gotiye ku ereb guh nadin me.

Serokê Kurdistanê, di hevpeyvîna xwe da rexneyên pir tûj li hukumeta Bexdayê digre û wê wek hukumeteka peymannenas û totalîter û binav dike.

Serokê Kurdistanê dibêje, ”Em di serdana xwe ya Bexdayê ya vê dawiyê da gihîştin çend peymanên baş û me hin tedbîr û rêveçûn jî ji bo cîbicikîrna wan danîn. Lê piştî ku em vegeriyan Kurdistanê peyman hatin jibîrkirin.”
Serokê Kurdistanê vê şêla ereban ya nuh êdî venaşêre û pir vekirî dibêje:

”Herçend em şirîkê hukûmeta Iraqê bin jî tu rola me li Bexdayê nîne. Di meseleya ewlekariyê, aborî û eskerî da jî em şirîk in, lê di van waran da me teşîtek nîne. Rola hikûmeta herêmê li Baxdayê nîne û gumana me li ser vê şirîkatiya hikûmetê heye. Gumana me li ser vî bingehê hevpişk yê ku Iraqa nû li ser hatiye damezrandin heye.”

Ji van gotinên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî diyar dibe ku nabêna hukûmeta merkezî û ya herêma Kurdistanê pir xerab e.

Hukûmeta merkezî di warê ewlekarî, aborî û eskerî da qet hesabê kurdan nake û guh nade wan.

Bêguman ev îşaretke gelkî xerab û bi tahlûkeye. Û nîşan dide ku di rojên pêş da kurd ewê rûbirûyî gelek gelşên mezin bibin.

Di vê nuxteyê da rola Emerîka gelkî girîng e. Heger di meseleya bicîanîna madeya 140-î da Emerîka piştgiriyê bide kurdan, ereb nikanin tiştekî bikin. Lê ku Emerîka jî bi ereban ra be ya jî ”bêteref” bimîne rewş xerab e.


Şêla Emerîka ya heta nuha ne di lehê kurdan da ye, Emerîka û Englîstan zixtê didin ser kurdan ji bo ku tawîzê bidin ereban. Dema ev herdu dewlet jî vê siyaseta xwe bi lehê kurdan da neguherin ewê çi bibe?

Di rewşeke wiha da gelo kurd dikanin çi bikin?

Di vî warî da serolê Kurdistanê dibêje ew li bende civînên Parlamentoya Iraqa Federal in. Heger bi israr bixwzin ku madeyeka din têxin şûna maddeya 140-ê wê demê ewê jî di cî da daxwaza Encumena Wîlayeta Kerkukê qebûl bikin û bajarê Kerkûkê bi Kurdistanê va girê bidin.

Serokê Kurdistanê li ser rol û giraniya serokerkan Babekir Zêbarî jî dibêje:

”Di warê eskerî da haya serokerkan Babekir Zêbarî ji gelek tiştan çênabe, bê haya wî gelek tişt têne kirin. Bi wî naşêwirin û hebûna wî jî bûye şeklî...”

Serokê Kurdistanê li ser rol û giraniya Talabanî jî eynî tiştî dubare dike, dibêje.


“Bêguman serok Talabanî roleke mezin di warê siyasî de dilîze, weke şexis. Lê belê weke serokomarê Iraqê însiyatîva wî ne gelek e…”

Dema meriv van gotinên serokê Kurdistanê dixwîne bêguman meriv hinekî bêhêvî dibe, meriv fêm dike ku di rojên pêş da gelek kelem û astengî ewê derkevin hember miletê kurd û serokên wan.


Bi hêviya ku kurd ewê van zor û zahmetiyan jî bêyî qeza û bela derbas bikin.





28 augusti 2008

Serekerkanê tirk kurdên başûr wek dijminê sereke îlan kir

Nizanim çima lê îşev ez xwe pir westiyayî û bêmecal his dikim. Ji bo ku hinekî ruh bi min da were, piştî şîvê min çû dûşek girt.
Lê pere nekir, wek erebeya ku bi rê da ji nişka ve îstop bike û neşuxule, min kir nekir ruh bi min da nehat.
Ez nuha ne tenê xwe bêxew û westiyayî his dikim, îşev bîna min jî pir teng e. Li mal kesê min bela xwe tê neda nema.
Xwedê kir ku zarok hîn qedrê min digrin û bîna jinikê jî fireye. Ne xwe min îşev bi silametî derbas nedikir.
Li Kurdistanê dema bîna meriv teng dibû, meriv dikanîbû derketa der, biçûya bi çend hevalan ra çend qedeh mey bi ser xwe da kira û bîstekê ji xem û xeyalan dûr keta. Lê li vî welatê malxerab ev îmkan jî tuneye. Meriv hevsiyê mala xwe ye…
Bi vê bîntengiyê û hestên tevlihev min kompîtora xwe vekir.
Ji bo ku li meylên xwe binêrim.
Ji xwe qet ji dilê min nedihat ku tiştekî binivîsim. Ez xwe nas dikim, di haletên wiha da, dema ku kul û keser û xemgînî weke ewrekî reş xwe bera ser dilê min didin ez pir hêrs û reşbîn dibim, dilê min radibe pêdarê û tenê hesret û xemgîniyê belav dike. Gotin xwes li hev nayên.

Berî ku ez kompîtorê bigrim, min bi lez û bez çavên xwe li hin malperên tirkan gerand. Ji şansê min yê xerab ra axaftina serekerkanê tirk yê nuh Îlker Başbug bala min kişand. Piştî ku min wiha di ser ra xwend, êdî min nikanîbû xwe ragirta, pir kin be jî divê ez çend gotinan li ser bibêjim.
Başbug, di axaftina xwe ya teslîmgirtina wezîfeyê da dibêje ewê jî wek Buyukanit, li hember kurdan û bi taybetî jî li hember Kurdistana Federe şerê xwe bidomîne.
Başbûg, li ser Îraqê û Kurdistanê gotuye:
-Bûyerên heta nuha li Îraqê hatine meydanê îstîqrar û ewlekariya Tirkîyê alaqedar dikin û ewê bike.
-Loma jî divê Tirkîyê bi dîqeteke mezin rewşa Îraqê bişopîne û yekbûna dewleta Îraqê biparêze.
-Di vî warî da divê di nabêna dezgehên dewletê da yekîtî hebe.
-Hedefa siyasî ya yekemîn divê yekîtiya axa Îraqê were parstin.
-Heger Îraq perçe bibe zirara herî mezin ewê Tirkiye bibîne.
-Hebûna ”diyardeya” bakur(qest Kurdistana Federe ye. Ev retorîk îşareta dijminatiyê ye) rastiyeke din e. Ev ”diyardeya” li bakur divê zirarê nede yekîtiya dewleta Îraqê.
-Divê statuyeke taybet ji bo Kerkûkê were dayin.
-Di bingeha tevgera seperatîst da milîyetçîtiya irqî heye.
-Ev dîtin hebûna netewe dewletê ji xwe ra dike hedef.
-Dema nasnameyên jêr ciyê nasnameyên jor bigrin(yanî dema kurd wek kurd werin webûlkirin) ewê Tirkiye rûbirûyî kaosekê bibe. Û ji bo civata tirk ev xerabiya herî mezin e.
Wek tê dîtin, dewleta tirk di rojên pêş da jî heta ku mimkûn be ewê bela xwe ji kurdên başûr veneke. Ji bo dewleta tirk, hebûna Kurdistana Federe ji şerê kurdên Tirkiyê gelkî girîngtir û tahlûketir e.
Di mesela Kerkûkê da, ji bo ku Kerkûk bi Kurdistanê va neyê girêdan çi xerabî ji destên tirkan were ewê bikin.
Dewleta tirk li hember kurdên bakur jî ewê şer ranewetîne û tu mafî nede. Heta hin mafên nuha hene jî ewê hêdî hêdî rakin.
Û ji bo vê yekê jî di rojên pêş da li hmber DTP-ê û miletê kurd şîdet û terorê ewê gelkî zêde bikin.
Di vî warî da, yanî di şerê li hember kurdan da artêş û hukûmet hemfikir in. Ji bo şerê li hember kurdan artêş çi bixwaze AKP ewê li dij dernekeve û wan daxwazên artêşê bicî bîne.
Min got belkî îşev ez ji xwe ra zû rakevim û qala siyasetê nekim, lê Xwedê ji Başbûgê mahcir û koknediyar ra nehêle, dîsa ez bêxew hîştim.
Ez hêvî dikim ku ev dewleta zalim ewê bela xwe ji ber nigê xwe bibîne.

27 augusti 2008

Tirk naxwazin bi me ra bijîn

Li gor ajansa ANF-ê dinivîse, Serfermandariya Giştî ya Tirk, ji bo pîrozkirina Cêjna 30-ê Tebaxê, bêyî DTP-ê ji hemû partiyên tirk ra (AKP, CHP, MHP) dawetname şandiye, tenê ji DTP-ê ra neşandiye.

Bêguman meriv dijminê xwe dawetî şahiya xwe nake. Ji ber ku artêşa tirk û heta hemû partiyên tirk jî DTP-ê û miletê kurd wek dijmin dibînin, loma jî dawetî şahiya xwe nekirine.
Ez bi xwe di vê şêla artêşê da tu anormaliyekê nabînim. Nabînim, ji ber ku ez jî dizanim ku dijmin e.


Serfermandariya Giştî bi minasebta Cejna 30-ê Tebaxê li mala artêşa gazîyê(Gazi Orduevi)ewê resepsiyonekê bide.

Ji bo beşdariya resepsiyonê, ji serokkomar Abudullah Gul, serokwezîr Tayip Erdogan û ji hemû parlamenterên CHP-ê, AKP-ê û MHP-ê û gelek rêxistin û dezgehên din ra dawetname hatine şandin, lê ji yek parlamenterê DTP-ê ra jî dawetname nahatiye şandin.

Û ji ber dawetnebûna wan, parlamenterên DTP-ê ji vê şêla Serfemandariya Giştî gazin kirine.

Sirri Sakik gotiye, Serfermandariya Giştî ji Dîwana Serokatiya Meclîsê ra dawetname şandiye, lê li gel ku ew Amîrê Îdarî yê meclîsê ye jî ji wî ra neşandiye.

Yanî hemû amîrên îdarî dawet kirine, tenê Sakik nekirine.

Ma dijminatiyeke ji viya bêtir dibe?

Ji ber vê şêla dijminane ya Serfermandariya Giştî, Sakik xwe gelkî aciz kirye û gotiye:
”Îradeya milet meclîs e. Ev dîskrîmînasyon e. Em vê yekê hewaleyî xelkê dikin. Hin kes ji mer ra dibêjin cudaxwaz, bi vê kirinê diyar dibe ku kî cudaxwaz e. Em vê yekê ji ujdanê raya giştî ra dihêlin.”

Ez bi xwe van gazinên Sakik bêmane dibînim. Nuha ne artêş tenê, hemû dezgehên dewleta tirk bi çavên dijmin li DTP-ê û li me kurdan dinêrin. Ev yek pir eşkereye. Û mêrikan vê dîtina xwe jî tu carî venaşêrin, di her fersendê da didin der.

Û ev ne cara pêşî ye ku artêş DTP-ê dawet nake. Berê jî serokkomar û artêşê çend caran eynî tişt kirine.

Loma jî ne hewceye ku meriv gav û seetê ji mêrikan gazinan bike. Ji dêlî wê va, divê DTP û kurdên din jî êdî eşkere bibêjin, piştî ku hûn tirk me kurdan wek dijmin dibînin û naxwazin bi mer ra bijîn, wê demê em jî naxwazin bi w era bijîn, em dixwazin veqetin.

Û divê meriv êdî vê daxwaza xwe ya veqetandinê vekirî bîne zimên. Divê ev dijminatî û nîjadperestiya li hember miletê kurd bêbersîv nemîne.

Divê kurd bibêjin, ji ber ku hûn nahêlin em werin şîn û şahiyên we, hûn qebûl nakin ku kurd jî weke we xwediyê eynî heq û mafan bin, wê demê maneya xwe ew e ku hûn naxwazin bi me ra bijîn.

Û ji ber ku meriv nikane bi zor bi kesî ra bijî, ji bo jiyaneke bi hev ra divê herdu alî jî bihevrajiyanê qebûl bikin.

Lê tirk qebûl nakin.

Û dema qebûl nekin, em jî nikanin bi zor bi wan ra bijîn.

Divê em vê biryara wan qebûl bikin û li gor wê doza serxwebûna welatê xwe bikin.

Divê DTP vê şêla artêşê û dezgehên dewletê yên din bibe meclîsê û minaqeşe bike.

Divê ev şêla artêşê ya neqanûnî, nîjadperest û dijminane bi çend gazazinên Skik ser neyê girtin.

Divê DTP dev ji vê meselê bernede.


26 augusti 2008

Bersîva rexneya hevalekî

Hevalekî min nas dike do di bin nivîsa min ya bi navê ”Darên me çandin fêkî didin” da komentareke pir balkêş kiriye.
Di komentara xwe ya kin û manîdar da bi hêrs ji min ra gotiye:
”Şerme bi rasti ku tu peznê Heyder didî. Ew tiştê ku Heyder û jina xwe bo te digotin te çi zû ji bîr kir malxerab.”
Hevalê min ê ezîz ez bi ”pesindayina” Heyder îtham kirime, lê negotiye min çi gotiye û bi çi hawî pesnê wî daye?
Piştî ku min ev rexne xwend, ez careke din li nivîsê vegeriyam, min carek du carên din jî nivîs xwend.
Min ji xwe ra got, dibe ku ya ”bêhemdî2 ya jî bi ”heneke” min hin tişt gotibin û ev gotinên min jî ji bal hin hevalan ve wek ”pesindayinê” hatibin fêmkirin.
Min nivîs bi dîqet xwend, di nivîsê da li du ciyan navê Heyder derbas dibe.
Di destpêkê nivîsê da min gotiye, ”Do êvarî ez û xanim em çûn bajarê Vesterasê, daweta lawê Heyder Diljen.”
Di dereke din da jî min gotiye, ”Bi saya tarîfa Heyder û zîrekiya Paşa Ûzûn me ciyê dawetê pir rehet dît.”
Nuha ”pesindayin” di kudera van gotinên min da heye?
Li derekê min gotiye ”daweta lawê Heyder”, li dera din jî min gotiye, ”bi saya tarîfa Heyder me rê rehet dît.”
Ma divê min negota ”daweta lawê Heyder”?
Nabe min negota, ji ber ku bi rastî jî zava lawê wî bû.
Ez nizanim, divê min bigota lawê kê?
Û ya din jî, bi rastî jî wî rê tarîf kir û li ser tarîfa wî, me ciyê dawetê pir rehet dît.
Wekî din, di tu dereke nivîsê da ne bi başî û ne jî bi xerabî navê Heyder û xanima wî derbas nabe.
Yanî îdîaya ”pesindayina” min ne rast e, tiştekî wiha tuneye.
Diayar e hevelê rexnegir ji Heyder pir aciz e, dema di nivîsê da navê Heyder biber çavê wî ketiye ev yek wek ”pesindayinê” xwendiye.
Ya jî nikane qebûl bike ku meriv navê Heyder jî bigre ser zimanê xwe.
Li alî din rast e, du caran Heyder li ciyê rehetiyê û him jî di ber xelkê da dilê min hîşt. Demakê em bi hevûdu ra nepeyivîn. Lê dû ra heval ketin ortê û em li hev hatin.
Di viya da tu tiştekî ku ez ji ber ”şerm bikim” tuneye.
Bi baweriya min ”şerm” ew e ku Heyder ez venexwendima daweta lawê xwe ya jî ez neçûmayê.
Û li alî din min û Heyder mêr jî ji hev nekuştiye ku em heta roja mirinê bi hev ra nepeyivin û dijminatiya hevûdu bikin.
Di jiyanê da yekcarnan dilê meriv û hin dost hevalan ji hev dimîne. Dema bûyer diqewime miheqeq yek bêtir neheq e, lê ev nayê wê maneyê ku her kesê ku dilê meriv jê ma ya jî li ser meriv neheq bû, merivê heta mirinê pê ra nepeyive.
Ne ez û Heyder tenê, ez dizanim dilê gelek hevalên me yên din jî ji hev mane, li hev xistine, serê hev şikandine, gotinên pir giran ji hev ra kirine û gelek tiştên din.
Lê îro dîsa hemû bi hev ra dipeyivin, gelekên wan hîn jî hevalên hev yên herî nêz in û her roj li malên hev in.
Ez numûneyeke din bidim.
Ma YNK-ê û PDK-ê heta salên 90-î bi hezaran însan ji hev nekuştin?
Bêguman kuştin.
Lê îro dijminatiya hev nakin, dost û mitefiqên hev yên herî nêz in.
Ma ev şaş e?
Ma Talabanî û Mesûd Barzanî, gotinên ji yên Heyder girantir ji hev ra nekirine?
Bêguman kirine.
Lê îro ji herkesî bêtir dostên hev in.
Ma ji bo Talabanî û Mesûd ev ”şerm e”?
Ez naxwazim zêde dirêj bikim, lê nimûneyên wiha pir in.
Bi baweriya min heger meriv bikanibe bi tolerans û ”efûkar” be tiştekî baş e, ji meriv kêm nabe.
Lê ev yek nayê wê maneyê ku divê meriv bûyeran ji bîr bike.
Hin dîtinên Heyder ez ne pê ra me û dema ciyê wê tê ez eşkere jî dibêjim.
Lê li alî din dixwaze bira Heyder ji min hez bike ya neke, ev yek divê nebe sebeb ku ez aliyên wî yên baş nebêjim, înkar bikim.
Heyder merivekî kurdperwer e, welatparêz e, xebatkar e û ji bo gelê xwe jî heta gelek xebatên baş kirye.
Dema ez pê ra nedipeyivîm jî min ev tişt digotin û nuha jî dibêjim.
Bi baweriya min hevalê rexne li min girtiye jî divê van aliyên Heyder înkar neke, divê xeyda wî nebe înkara tiştên rast.

25 augusti 2008

Nameyên xwendevanan

Di van du rojên dawî da ji min ra çend nameyên gelkî manîdar hatin. Ezê îşev ji wan 3 heban biweşînim.
Bira îşev jî ev quncik ne ji min tenê ra be, bira çend xwendevan jî îşev bi mîvanên min bin.
Wek pêşiyan jî gotiye, mîvan mîvanê Xwedê ye, nabe meriv bîna xwe jê teng bike û keremî hundur neke.
Ji ber ku min ji xwediyên nameyan destûra weşandina nameyên wan negirtiye loma jî ez navê wan nanivîsînim, ezê tenê herfa serê nav û paşnavê wan binivîsim.
Belkî min navên wan binivîsanda jî nexeyidiyana, lê ji ber ku ez vê yekê nizanim loma jî ez bi destê xwe ”belayê” naynim serê xwe û du-sê xwendevanên hene jî ji xwe naxeyidînim.
Xwendevanekî(HD) dilşewat û xemxurê zimanê kurdî li ser nivîsa min ya ”Çend gazinên bêhemdî” dîtina xwe wiha aniye zimên:

"Kekê Zinar,
Ger tu li hêviyêyî ku kurd bi mereq malperên kurdî vekin û nivîsarên te bixwînin, diyar e te hîn zêde kurd nas nekirine. ka ew kurdên wiha?Lê ger te bi tirkî nivîsandiba, wê gelek kurdan bixwendana û belkî sipasiya te jî bikrana.Dilê xwe nehêle lê heliyane û bi helandina dijmin jî nemane, êdî niha xwe bi xwe dihelînin. Yanî asîmîlasyon vegeriyaye otoasîmîlasyonê. Xwedê aqilekî bide kurdan ku rêka xwe bibînin û dest bi xwendina kurdî bikin.Min ji wan re dibistanek zimanê kurdî bi derfetên xwe vekiriye, ez ji bêrîka xwe diçim, dersan didim zarokên wan. Dibêjin, ê ma kes bi vî zimanî naaxive ma zaroka min wê çi bike?Ji bo wê, qet li ber kesekî negere û hêvîyê ji kesekî neke ku bi coş li hêviya nivîsên te bin. Ger bi şaşitî lê rast hatin belkî sergotarê bixwînin.Yanî ku rewşa kurdan wiha ye, ma divê wê demê tu dev ji nivîskariya kurdî berdî?
Na. Li gorî min kurdên bi kurdî dinivîsînin, dibin bendek li pêşiya xweînkarkirin û otoasîmîlasyona kurdan bi xwe. Beriya çel pêncî salan ku kurdekî bi kurdî dinivîsand ew li hemberî dagirkeriyê çalakiyek bû, lê îroj ku kurdek bi kurdî dinivîsîne ew çalakiyek li hemberî kurdên ji kurdî direvin e.Bi vê sedemê tu nivîsandinê berdewam bike, ger kurd qîmetê nedinê jî, bawer im wê dîrok rojekê bideyê.

Silav, rêz û serkeftin.
H.D"


Ez çi bibêjim?
Esas tiştekî ku ez li van gotinên rast zêde bikim tuneye. Ez jî baş dizanim ku kurd ne evîndar û mişteriyê zimanê xwe ne.
Gîha hewşê tim bi wan tahl e.
Carê fêr bûne ji xelkê ra masiyan û ji xwe ra jî kûsiyan bigrin.
Lê yê min hustu û kêr e, ez dibêjim belkî mûcîzeyek biqewime, belkî rojekê Xwedê du dirhem aqil bide vî ”qewmê” xwe jî.
Belkî gotegota min hema ji qeza qudretê ra tesîrê li kurdekî bike…

Nameya duyem jî ji jineke kurd ya kurdperwer û xizmetkara zimanê kurdî ye. Wê jî ez weke apê xwe qebûl kirime û li ser nivîsên min wiha gotiye:

"Dema te xweş Apê Zinar!
Min bê destûr tu kirî apê xwe, hêvî dikim tu yê qebûl bikî û dilê xwe negrî. Ez nivîsên te bi balkêşî dixwînim û pir kêfa min ji şêwaza te ya nivîsandinê re tê. Nivîsên te serê mirov naêşînin. Ez wan bi kêf dixwînim. Bi tenê min xwest ez ji te re bibêjim ku ez xwendevaneke nivîsên te me.
Li gel rêz û silavan

H.Z"
H…a hêja, gelek sipas ji bo van gotinên te yên dostane û qedirşînas.
Ez gelkî kêfxweş û dilşa bûm ku te ez ji xwe ra wek ”ap” qebûl kirime. Gelek sipas.
Ji xwe ez li hewa li birazyekî/birazyekê digeriyam.
Ev serê salan e ku li vê surgûniya malwêran ez hesret im ku yek ji min ra bi kurdî bibêje ”apo”, dengê ”apo” û ”xalo” têkeve kerika guhê min.
Dema meriv ji civaka xwe dûr dikeve rehên civakî û kulturî jî qut dibin. Ji ber ku şertên maddî yên jiyanê tê guhertin.
Lê mala te ava, waye te li xerîbiyê ev valayiya jiyana min jî dagirt, te ev hesret jî ji dilê min derxist.
Ji nuha û pê va êdî ez dizanim ku biraziyeke min ya pir jîr û hêja heye. Xwezî bi sedan biraziyên min yên weka te hebûna.
Biraziya delal, bixwedê sibe tu poşman bibî û min ji ”apîtiya” xwe derxî jî ez qebûl nakim, carê te gotiye apo û min jî bi serbilindî tu wek biraziya xwe qebûl kiriye.

Nameya sisiyan jî ji xortekî di gelkî xebatkar û gelkî jêhatî ye. Ew jî li gor hêz û taqeta xwe hewil dide ku di vakirina dîwarê kurdî da du xilikan bide ser hev. Birêz F.A jî di nameya xwe da wiha gotiye:

"Memosteye hêja!
Gelek caran nivîsên te ku tu li blogga xwe dinîvsêne ji vê adresa min re tê. Heyanî ji min tê ez hewl didim ku nivîsên te bixwînim. Lê mixabin gelek caran ew derfet û wextê min çênabê ez van nivîsên te bixwînim. Bi teybetî daxwaza xwendina nivîsên te ne ji bo zêde aqilbûna te le belkî fêde girtina ji tecrûba û xweşnivîsandina kurdîya te ye. Di vê nama xwe ya dawî de ku te ev wek nivîs di blogga xwe de nivîsandîye dibêjê ku tu hewl dide bazara tirkînivîsarê kurd kêm bikê û livan teng bikê. Lê mixabin tu bahsa dewlemendkirina bazara xwendina nivîs û nûçeyên kurdî nakê. Jibo ku mirov karibê dev ji bazarekê berdê û herê serdana bazareka dî divê tiştin balkêş hebin an jî xwestekik hebê. Lê mixabin hîn pîyasa-bazar an jî sûka xwendina nivîsên kurdî zêde çênebuye. Û ez bahwar nakim ku nivîsa herî zêde tê tikkitin hemî heyanî dawî tê xwendin ji alîyê xwendevana. Ne xasim heger ev nivîs zêde dûv dirêj be xwedê ji xwendevan stand û li tikkirina nivîsê poşman dibê.... Welhasil ez naxwazim zêde serê te bi kurdîya xwe ya tevlîhev zêde biêşînim. Ez di dawîya vê nameyê pêşnîyara giranî dayîna ser dewlemendkirina bazara xwendina nivîsên kurdî û devjêberdana cîh dayîna gilî û gazinên pîrbûne di nivîsên te de dikim, her çiqa ev rastîyek jîyanê be....
Li gel slav û rêz...

F.A."

Helbet dema ez dibihîzim ku xwendevan tam û zewqekê ji nivîs û zimanê min digre kêfa min tê, ez dilşa dibim.
Lê li alî din, ez vê çek û qirêdiya xwendevanan jî weke wezîfeyeke hîn baştir nivîsînî dibînim. Heta ji min tê dixwazim vê teqdîra xwendevanan xera nekim û nivîsên layiqî vê teqdîrê binivîsim.
Birayê F.A. di nameya xwe da gotiye, ”Lê mixabin tu bahsa dewlemendkirina bazara xwendina nivîs û nûçeyên kurdî nakê.”
Di nivîsa xwe da ev yek min pir vekirî gotiye, lê diyar bala birayê F.A. nekişaniye. Li ser ”dewlemndkirna bazara kurdî” di nivîsa xwe da min wiha gotiye.
” Kurdên bi kurdî dinivîsin divê gelkî zorê bidin xwe, divê pir û xweştir binivîsin, divê di nivîsandinê da îstîkrarekê nîşan bidin. Nexwe nikanin zora tirkîaxêvan bibin.”
Bêguman ez baş dizanim ”bi gotegot meriv naçe cot”, lê îro tenê ev ji dest min tê, ez ne dikanim tirkî li kurdan yasx bikim û nej î dikanim kurdî bi zor têxim devê kesî…
Ezê hertim bibêjim, kurdino, bi vî aqilê vala hûn nagihîjin hevala…

24 augusti 2008

Darên me çandin fêkî didin

Do êvarî ez û xanim em çûn bajarê Vesterasê, daweta lawê Heyder Diljen, Arjen û Jiyanê.
Mala Paşa Ûzûn ava be, camêr hevalekî qedirşînas e, nehîşt kalekî wek min têkeve serê riyan û perîşan bibe, xerxûta xwe ya ji min jî bi emertir kişand ber deriyê me.
Min û jinikê, me weke mîr û xaniman di erebê da cî li xwe xweş kir û em ketin rê.
Bi rê da me feqîrekî din jî (Remzî Kerîm) ku ew jî weke min bêehliyet û bêerebe ye rakir û me berê xwe da Vesterasa xopan.
Bi saya tarîfa Heyder û zîrekiya Paşa Ûzûn, me ciyê dawetê pir rehet dît.
Dawet li kêleke dêra Asûriyan bû, ez bawer dikim saloneke dêrê bû.
Saloneke fireh, ferah û gelkî xweş bû.
Wek her carê, vê carê jî gelek dost û hevalên ku serê salan bû me hevûdu nedîtibû, li wir me hevûdu dît.
Em çûn lep û ruyên hev, me li hal û demên hev pirsî.
Çîrok û gazinên ku meriv di her şîn û dawetê da dibihîze, di vê dawetê da jî dubare bûn...
Hinekê wan pişt ketibû ber.
Hinekê wan qalçe ketibû ber.
Henikê wan romatîzmayê malik lê viratandibû.
Hinekê wan jî dil pê ra bêbextî kirbû. Axirê mala tixtoran ava be, bi saya guherandina ciyê çend tamaran bêbextiya dil pûç kiribûn.
Yanî her yekî ji dereke xwe gazinek dikir.
Min bala xwe dayê, ew xortên 20-30 sal berê wek "şêr û pilangan" ku bi şûran nedihatin xwar ketine çi halî...
Porê li serê hemûyan bûye hirî
Heryek berçavkeke tu dibê mercek li ber çavan e.
Qey ruh şîrîn e, bala min kişand, bêyî min û 2-3 kesên din, herkesî dev ji cixarê berda bû.
Dema min ev tirsonekî dît, min ji xwe ra got, bira mirin hebûya kalî û pîrî tunebûya...
Di salên 80 û 90-î da di rojên wiha da dema em dihatin ba hev em hemû xort bûn, gelekên me hîn azib bûn, hîn nebûbûn benê hebanê. Me ji hevdu ra qala xebata li welêt û ya li derva dikir.
Lê do li Vesterasê, bi dilşadiyeke mezin min dît ku heryek ji wan xortên salên 80-î keç û xortên wek şêr û şepalan li kêlek wan bû, herkes bûbû dê û bavê şêr û şepalan.
Di destpêka salên 80 û 90-î da dema swêdiyekî di rojnameyekê da bi başî hema bi çend gotinan jî qala kurdan bikira em ji kêfan bi hewa diketin.
Lê dema bi xerabî jî dikirin me nikanîbû bersîva wan bida. Di nava kurdan ez bawer dikim tenê îmkana rahmetiyê Mahmûd Baksî hebû, medyaya swêd yek carnan cî didan dîtinên wî.
Lê îro ne wiha ye. Îro, bi dehan keç û xortên me di jiyana Swêd yakulturî, civakî, siyasî û edebî da, di çapemeniya Swêd da xwedî gotin û giranî ne.
Dema bi yek gotinê jî neheqî li kurdan tê kirin, roja din bi dehan keç û xortên kurd wek şêr û şepelan di sajt û rojnameyên herî mezin da di mistewayekî pir bilin da tavilê bersîvên wan didin.
Yanî zarokên me, wek me ne bêçare ne, gelkî jîr û jêhatî ne.
Çendakî berê kitêbeke(Kurdsitan, landet som icke är/Kurdistan, welatê ku tuneye) konsolosê Swêd yê Stenbolê Îngmar Karlsson derket. Li gor rexnegirên kurd û swêdî, kitêb propagandeya dewleta tirk e û tije şaşî û falsîfîkasyon e.
Bi dehan keç û xortên kurd di rojnameya swêd ya herî mezin(Expressen) û gelek sajtên wek Beyan.net, Vivakurdistan û di gelek sajtên rojnameyên swêdiyan da debateke pir baş û hêja meşandin.
Beyan, sajteke xortên kurdan ya bi swêdî ye. Ji her çar perçeyên Kurdistanê keç û xortên kurd tê da dinivîsin. Lawê min Serhat jî di redaksiyona Beyanê daye.
Ez dikanim bi serbilindî bibêjim ku zarokên me zora Ingam Karlsson û piştgirên wî birin, Karlsson newêrîbû xwe bida ber debateke vekirî.
Ku Ingamar Karlsson yek ji giregirê ekspertê Swêd yê Rojhilata Navî, tirk û kurda ye. Lê ji ber zarokên me reviya.
Di destpêkê da ez gelkî ditirsiyam ku di xebata me ya swêd da berdewamiyek çênebe, zarokên me nedin ser şopa me.
Lê min do bi çavên serê xwe dît ku ew tirsa min ne di cî da bûye, zarokên me di civata swêd da, di her warî da ji me pir pêşdatir in.
Û ne tenê ji me pêşdatir û di civata swêd da xwedî gotin in, wan ji gelê xwe ra gelek dost jî qezenc kirine. Di dawetê da min bala xwe dayê bi saya serê wan bi dehan siyasetmedar, parlamenter, hunermend û întellektuelên swêdî jî di nava me da bûn.
Ji bo tevgera kurd ya netewî ev yek jî qezenceke mezin e.
Û bi vê yekê jî wek şexs ez gelkî kêfxweş û serbilind im.
Lawê min Serhatê 20 salî, îro di çapemeniya swêd da dikane dengê xwe bilind bike, dikane bi întellektuelê swêdî yê herî mezin ra têkeve minaqeşeyê û dikevê jî. Ev yek ji bo min xewneke bû. Lê şikir îro ev xewna min biçûk be jî birast geriya.
Dijmin dema em kurd ji welatê me bidûr xistin, dema bavê Arjen ji Diyarbekrê û bavê Jiyanê jî ji Kerkûkî mecbûrî sirgûniyê kirin, hesab û baweriya wan ew bû ku emê biqedin, emê bihelin.
Lê dîrokê nîşan da ku hesabê wan şaş bûye.
Do li Vesterasê, bi zewaca Arjen û Jiyana delal ra me nîşanî dijmin da ku em naqedin, em nahelin.
Û ne tenê em naqedin, li sigûniyê me “sînorên” dijmin yên sunî ji nabêna xwe rakirye, em kurdên herçar perçeyên Kurdistanê bêtir nêzî hev bûne, bêtir ji hev fêm dikin.
Dijminên me bi darê zorê sînor danînne nabêna Diyarbekir û Kerkûkê. Bi zewaca Jiyan û Arjen ra me ev sînorên wan careke din rakir, me Diyarbekir û Kerkûk hinekî din jî nêzî hev kir.
Yekkirina wan jî pir ne dûr e.

Çend gazinên bêhemdî

Birayên delal, xwendevanên hêja!
Hefteya borî min ev nivîsên li jêr nivîsîn. Bi şev û roj min zora da xwe ku him li hember dijmin û him jî li hember ”kêmaqiliyên” me kurdan bêdeng nemînim.
Heta ji min hat, min dijmin bê "bersîv" û kurd jî bê "aqil” nehîşt !
Yanî min wezîfa xwe ya ”netewî” bicî anî.
Nuha jî dora we ye.
Yanî bi gotineke din, xwarin hazir e û sifre raxistîye. Tenê ez ji we ra dibêjim, kerem bikin ser sifrê!
Yanî ez dixwazim bibêjim, hûn jî ji kerema xwe ra hinekî xwe biwestînin û van nivîsên min yên mişt ”aqil”, teorî û taktîk bixwînin.
Bixwînin ji bo ku hûn kultur û zanebûna xwe pêşda bibin, feraset û asoya xwe ya siyasî firehtir bikin.
Xêra Xwedê!
Qurişekî we jî li nivîsan naçe.
Hertişt tê ber nigê we.
Xizmeteke wiha li tu dera cîhanê tuneye.
Ez rebenê Xwedê di vî emrî da herroj halê xwe dikim hal, xewa şevan li xwe heram dikim, ji bo ku we bê nivîs nehêlim, ji bo ku çend gotinan ji bo vî ”miletî” li hev bînim.
Dibe ku hin nivîsên min ne bi dilê we be, hin şirove û reaksiyonên min ji bo we wek jipestpeyivîna kalekî be.
Ji bo gelekan wek leqleqên vala, tiştên tewşomewşo û pelapûçî bin.
Li gor baweriya min ev jî tiştekî nor mal e, ez xwe pê aciz nakim.
Ji ber, çawa ku dest di ser destan ra ye, her wisa aqil jî di ser aqil ra ye.
Loma jî ez dizanim kêm be jî di nava xwendevanan da miheqeq çend kesên ji min ”piçekî” biaqiltir hene.
Lê divê ev yek nebe sebeb ku kesên ji ”aqilê xwe” pir ne bawer bêdeng bimînin û newêribin dîtinên xwe bibêjin.
Û tew di ser da jî dema ev dîtin bi kurdî werin gotin divê meriv bêtir biwêribe û bêtir xwe bidê.
Kurdên bi kurdî dinivîsin divê gelkî zorê bidin xwe, divê pir û xweştir binivîsin, divê di nivîsandinê da îstîkrarekê nîşan bidin. Nexwe nikanin zora tirkîaxêvan bibin.
Tiştê min fêm kiriye kurdên bi tirkî dinivîsin, bi reca, heyran û qurbanê dev ji tirkiya xwe bernadin.
Divê mişterî û bazara wan nemîne.
Heta ku mişterî û bazara wan hebe ew dev ji tirkiya xwe bernadin.
Ev serê 28 salan e ku ez bi hemû îmkan û hêza xwe hewil didim ku mişteriyên/kiroxên tirkîaxêvan kêm û bazarê jî teng bikim.
Heger di nava van 28 salan da min mişteriyek jî li tirkîaxêvan(qesda min kesên ku bi tirkî dinivîsin) kêm û santîmîtroyek jî bazar li wan teng kirbe ezê xwe gelkî bextewar his bikim.
Min xwest bi agahdariyê ra tenê çend gotinan bibêjim, lê derî îradeya min hewqas dirêji bû. Dibe ku ne bi dilê we be, lê axir carê tîr ji kevên pengizî, êdî bi paş da nayê…
Bira îro jî wiha be.
Nuha jî dor, dora we ye, ji kerema xwe ra seriyekî bidin malperê...

http://zinarexamo.blogspot.com/

-Tirk bi şalûziyan naxapin
-Kitêbeke li dijî kurdan
-Ji hinekan ra adet e ji hinekan ra qebhet e
-Dewleta tirk meaş daye qatilan
-Rojîn gazinan ji navê xwe dike
-Dewletê bi destê mafyayê belediya Mêrsîne ji kurda...

23 augusti 2008

Tirk bi şalûziyan naxapin

Ji ber ku Tirkiyê di Lîstikên Havînê ya Olîmpiyada Pekînê da netîceyeke baş bidest nexistiye parlamenterên DTP-ê gelkî xemgîn bûne û ji meclîsê xwestine ku hesabê vê yekê ji berpirsiyaran were pirsîn.

Li gor ku medyaya tirk û kurd dinivîse, parlamenterê DTP-ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan û çend hevalên wî, ji ber ku Tirkiyê di Olîmpiyadên Pekînê da serkeftineke baş bidest nexistiye pêşniyareke lêpirsînê dane meclîsa Tirkiyê û xwestine ku dewlet di vî warî da hin tedbîran bigre.

Li gor pêşniyara Kaplan û hevalên wî, Tirkiyê ev rewş heq nekiriye, divê dewlet vê rewşê biguhere.

Hasîp Kaplan ev ne cara pêşîye ku ji tirkan ra şelafiyên wiha erzan dike. Lê her car jî tirk tinazê xwe pê dikin.

Hin însan hene tu dibêjî ya Rebî qey ev camêr ji xîretê şuştuye, çiqas zulm û neheqî jî lê bibe pê naêşe û pê naqehere.

Kesên wiha ji bo ku xwe têxin çavê dijmin û hinek ji wan ra bibêjin ”eferim” hezarûyek şalûziyan dikin.

Kaplan jî yek ji van kesan e, di her axaftin û pêşniyara wî da miheqeq nangenimî û şalûzîyek heye, tim dixwaze xwe bi tirkan şîrîn bike.

Tu dibêjî qey di meclîsa tirkan da bêyî wî kes tuneye ku vê yekê bîne rojevê. Tirk çima ne serkeftî ne?

Ma bi te ketiye?

Ma welatekî ku hebûna 20 milyon însanî înkar bike, nehêle yek ferd jî li ser navê vî miletî û bi nasnameya xwe xwe tevê bibe, ewê çawa bi serkeve?

Tu pir jêhatîye vê yekê ji meclîsa tirk bipirse, bibêje çima hûn nahêlên kurd jî wek kurd beşdarî Olîmpiyadan bibin?

Dibe ku gelek kes nizanibe, ji bo girtina çend madelyayan, Tirkiyê di van demên nêzîk da ji welatên din 12 kes kirî û kir hemwelatiyên xwe û ew birin Olîmpiyadên Pekînê. Dixwetin bi vî hawî bibin xwedî çend madalyayên bi hîle. Lê a bixêr ku ew jî nebû.

Li gor tê gotin bi milyaran pere dane van kesan û dewletên wan.

Hîle û sextekarî di heyvanê dewletatirk da heye, loma jî tim dixwaze di riyeke kin da bi hîle û sextekariyê biser keve. Ji dêlî ku bixebitin, îmkanê bidin însanên xwe, radibin xelkê dikirin û dixwazin bi vî havî çend madalyayan bidest xin. Kurmê şîrî heta pîrî.

Kaplan di pêşniyara xwe da ne qala nîjadperestiya li hember kurdan û ne jî qala vê sextekariya tirkan kiriye.

Tenê dewletê zeyt dike.

Tenê xwestiye bi çend gotinên şelafî xwe têxe çavên nîjadperstên tirk. Lê tirk bi van şalûziyan naxapin û tu mafî nadin kurdan. Bi pêşniyarên wiha DTP him xwe dike pêkenîn û him jî gelê kurd biçûk dixe.

Kurdan ji bo şalûziyên wiha ray nedane DTP-ê.

22 augusti 2008

Kitêbeke li dijî kurdan

Di malpera Netkurdê da vê sibehê ez rastî nûçeyekê hatim. Nûçe li ser kitêba(Kurdsitan, landet som icke är) dîplomatê swêdî Îngmar Karlsson bû. Ingamar Karlsson konsolosê Swêd yê Stenbolê ye.

Nûçe ji alî Zarathustra Newsê va hatibû amadekirn û ji malpera Netkurdê ra hatibû şandin, Netkurdê jî ew weşandibû.

Li ciyê kar dema min nûçe xwend ez şaş mam, çimkî di nûçeyê da bi rengekî ne rast gelkî pesnê kitêba Îngmar Karlsson(Kurdsitan, landet som icke är/Kurdistan, welatê ku tuneye)hatibû dayin. Tavilê min xwest ku ez çend rêzan wek şirove li binê nûçeyê binivîsim.

Lê li ciyê kar nebû.

Li ser vê, min rabû nivîsa xwe û çend lînkên nivîsên kurdan ji Netkurdê ra şand û xwest ku ew ji dêlî min va wek şiroveya nivîsê têxinê. Û heger mimkûn be bi kurtî qala van rexneyên kurdan jî bikin.

Saet di 21.30-î da jî min li bin nûçeyê nêrî hîn şiroveya min tunebû. Qey hevalan hêjayî weşandinê nedîtin.

Li ser vê, min got ya baş ew e ku ez di vî quncikê xwe yê feqîr da bi çend gotinan qala vê kitêbê bikim.

Nuha min nêrî, malpera Rizgariyê jî eynî nûçe, bêyî ku ew jî wek Netkurdê tiştekî lê kêm û zêde bike weşandiye.

Min fêm nekir ji bo çi?

Esas divê pir hindik haya herdu malperan jî ji rexneyên kurdan hebûya. Ji ber ku minaqeşe di rojnameyên herî mezin da çêbûn. Lê li gel vê jî, vê yekê bala herdu malperan jî nekişandiye. Herdu malperan jî dest nedane xebera Zarathustra Newsê.

Nûçeya di Netkurdê û Rizgarî da wiha dest pê dike:

”Ji dîplomatê Swêdî Karlsson gavek bi wate: ”Kurdistan”ê dihêne qada navnetewî. Dîplomatê Swêdê li Stenbolê nivîskar Ingmar Karlsson bi pirtûka xwe ya nû gavek e bi wate dihavêje. Navê xebata Karlsson jî têra xwe bi wate ye. Navê wê, ”Kurdistan” e. Gelek rojnameyên swêdî li ser berhema Karlsson dîtinên xwe anîne zimên. Bi tevayî bi erênî nêzî xebata wî bûn.”

Dema meriv sernûçeyê û vê destpêka xeberê dixwîne, meriv dibêje qey Karlsson li ser kurdan kitêbeke baş nivîsyî. Lê rastî belovacî wê ye, çimkî Karlsson hertim ji kurdan bêtir dostekî tirkan yê pir baş e û hertim jî teza tirkan parastiye. Û di vê berhema xwe da jî bi hostayî eynî manîplasiyonê dike.

Karlsson hertim wek merivekî dewleta tirk hereket dike û di vê kitêba xwe da jî eynî şêla xwe didomîne. Ev terefgiriya Karlsson ji navê kitêbê jî diyar dibe. Gotiye ”Kurdistan, welatê ku tuneye.”

Yên dibêjin welatekî bi navê Kurdistanê tuneye tirk û hevalbendên wan in. Ji ber ku Karlsson jî dostekî tirkan e, loma wî jî wek tirkekî gotiye ji bo Kurdistanê gotiye ”welatê ku tuneye.”

Ez fêm nakim çima Kurdistan tuneye?

Dewleteke bi navê Kurdistanê tuneye rast e, lê welatekî bi navê Kurdistanê heye.
Her milet ji destpêkê ne xwedî dewleteke serbixwe bûye, hin milet zû, hinek dereng û hinek jî hîn nebûne xwedî dewletên serbixwe. Miletê kurd jî yek ji van miletan e ku hîn nebûye xwedî dewleteke serbixwe. Lê ev nayê wê maneyê ku welatê wan tuneye.

Di sala 1945-an da dema Neteweyên Yekgirtî hate damezirandin ancax li dora 30-40 welatên serbixwe bûn endam. Lê îro 192 dewlet endamên Neteweyên Yekgirtî ye. Kurd heta nebûne lê di demeke nêz da ew jî bibin.

Karlsson tunebûna dewleta kurdan wek tunebûna Kurdistanê dibîne.

Yê nûçe amade kiriye gotiye, gelek rojnameyên swêdî qala berhema Karlsson kirine û ”bi tevayî bi erênî nêzî xebata wî bûne.”

Min kitêm nexwendiye, lê min di rojnameyên mezin û di hin malperan da hemû nirxandinên/danasînên swêdî û kurdan yên li ser kitêbê xwendin. Bêyî nivîsên pêşî yên nasandinê, gelek kurdî û hin swêdiyan jî belkî bi dehan rexneyên pir cidî him li şêla Karlsson ya li hember kurdan û him jî li kitêba wî girtin.

Herçî kurd in, heta nuha yek kesî jî ji bo kitêba Karlsson yek gotineke baş nekirye. Nivîskar û kolumnîst kurd ya nas Dilşa Demirbag, di rojnameya Swêdê ya herî mezin Expressnê da bi navê ”Ett fuskverk/Berhemeke hîlekar” rexneyek pir cidî li kitêba Karlsson û şêla wî ya li hember kurdan girt.
Wekî din jî kurdan gelek kesî rexneyên giran birin ser Karlsson.

Lê diyar e camêrê ku ev xebera li ser kitêba Karlsson nivîsiye bira xwendina kitêbê li wir bimîne, him navê wê baş fêm nekiriye û çavê wî jî tenê ”dîtinên swêdiyan yên erênî” dîtiye, ji şnasê xirab ra yek rexneye kurdekî jî bi ber çavên wî neketiye.

Li gel ku kurdan jî di eynî rojnameyên swêdî yên herî mezin da nivîsin. Û him jî ne yek û dudu.

De îcar ez fêm nakim, wek kurdekî çima çavên wî rexneyên "erênî"(!) dîtiye lê yên ne erênî nedîtiye?

Û di rastiyê da bê nivîsên nasandinê, yek nivîseke pozîtîv jî li ser kitêbê nehatiye nivîsin. Lê kurdan û çend swêdiyan jî gelek rexneyên didî lê girtin.

Wek min got, min berhema Karsson ne xwendiye. Lê min gelek caran di radyo û telewizyonan da li ser mesela kurd li wî guhdarî kiriye, min gelek nivîsên wî yên li ser Tirkiyê û kurdan xwendiye.

Di hemû axaftin, nivîs û analîzên xwe da Karlsson wek lobîîstekî tirk hereket dike. Li gor Ingmar Karlsson, Tirkiyê endametiya Yekîtiya Ewrûpayê heq kiriye lê ewrûpî bi neheqî nakin endam.

Kîjan cara ku li Tirkiyê û li Kurdistanê bûyereke terorîstî ya jî tiştekî girîng biqewime radyo, telewîzyon û rojnameyên Swêd miheqeq bi wî ra dipeyivin û dîtinên digrin. Heta nuha yek carê jî min nedîtiye ku Karlsson ji bo kurdan tiştekî xêrê bibêje. Bombeyek lik u biteqe, dibe tîne, lê di netîcê da bi kurdan ve girê dide.

Di vê minaşeyê da jî rexnegirên kurd, tenê li ser vê berhema Karlsson nasekin, li ser nivîs û hin berhemên wî yên din yên jî radiwestin û pro-tirkîtiya wî rexne dikin.

Di rexneyên Dilsa Demîrbag-Sten, Gurgîn û yên hin kesên din da van nuxteyên jêr derdikevin pêş, dibêjin:

-Li gor Karlsson, kurd tu carî nebûne xwedî serokekî netewî ku kanibe yekîtiya wan çêkin.
-Kurd miletekî pir tevlihev e, di warê kulturî û ziman da ji hev fêm nakin.
-Malbata Barzanî xiristiyan/asûrîye e û dû ra bûye misilman.
-Ji %40-ê tîcareta eroîna Ewrûpayê û Tirkiyê di destê PKK-ê da ye.
-Di nabêna YNK-ê û PDK-ê da ne tenê dijayetiyên kulturî, dijiayetiyên olî jî, wek Qadirî û Neqşîbendîtiyê heye.
-Zaza û êzîdî ne kurd in.
-Zazakî ne kurdî ye
-Êzîdî zaravayekî kurdî dipeyivin lê ew bi xwe ne kurd in.
-Divê kurd doza Kurdistaneke serbixwe nekin.
-Tiştê dîroknasên kurd li ser dîroka xwe dibêjin, derew in. Selahadînê Eyûbî ne kurd e û Şerefname jî berhemeke farisî ye. Tu têkiliya kurdan pê ra tuneye.
-Yekîtiya kurdan tuneye, ne homojen in, çend zimanan dipeyivin û heryek di bin tesîra miletekî din da ye.
-Kur dewleteke serbixw naxwazin.

Û gelek dîtin wek van.

Lê li gor xebera Zarathustra Newsê, li gel vê jî berhema Karlsson pir hêjaye û birêz ”Ingmar Karlsson bi pirtûka xwe ya nû gavek e bi wate” avêtiye.

Mêrik di kitêba xwe da bi çavê kemalîstekî li kurdan dinêre em hîn jî dibêjin ”gaveke bi wate avêtiye..”

Min fêm nekir ev çi gav e?

Ez çi bibêjim?

Hema Xwedê aqilekî bide me kurdan.

Ji bo kesên swêdîzan li jêr ez çend lînkên van nivîsan didim.

http://www.google.se/search?hl=sv&safe=active&q=Dilsa+Demirbag%
2Bingmar+karlsson&btnG=S%C3%B6k&meta=
http://www.expressen.se/kultur/bocker/1.642518
http://gulanavci.blogspot.com/2008/08/ingmar-karlssons-senaste-bok-om.html
http://gurgin.wordpress.com/2008/08/19/kritisk-karlsson-lasning-osanningar-ska-inte-spridas/

20 augusti 2008

Ji hinekan ra adet e ji hinekan ra qebhet e

Min ji siyaseta van emerîkiyan jî tiştek fêm nekir, bêbavan geh rast lê dixin, geh çep lê dixin.

Pîvana wan ya demokrasiyê û azadiya miletan wek hirina hecî Bahrî ye, geh kin e, geh dirêj e.

Dema arnawit li Kosowayê serxwebûna xwe îlan dikin û ji Sirbîstanê vediqetin, baş e, ev yek mafê wan e. Û bi hemû îmakanên xwe jî alîkariya vê veqetandinê dikin.

Dema sirb vê yekê qebûl nakin û dibêjin Kosowa welatê me ye, henekên xwe bi vê îtîraza sirban dikin. Û dû ra jî bi zor Kosowayê ji Sirbîstanê distînin û didin arnawitan.

Nuha him Emerîkayê û him jî Yekîtiya Ewrûpayê, Kosowa wek dewleteke serbixwe nas kirine.

Lê dema dor tê ser Gurcîstanê, Îraqê û Tirkiyê pîvana Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê ya demokrasiyê û îradeya milatan ji nişka ve diguhere, îcar dibêjin ”serxwebûn û yekîtîya axa dewletan” miqedes e, nabe meriv perçe bike û ji van welatan veqete.

Osêtî dixwazin ji Gurcîstanê veqetin, lê xwediyên dinyayê, Emerîka û Yekîtiya Ewrûpa li dijî vê daxwaza osetiyan derdikevin, xwe li rûsan radikşînin, dibêjin em qebûl nakin Gurcîstan ”perçe” bibe.

Ez fêm nakim çima li Kosowayê, li Endonezyayê û li gelek derên din dema milet vediqetin dibe, çima dema dor tê me kurdan û osetiyan nabe?

Ev çi pîvan e aqilê min jî nagre.

Qey ji xelkê ra adet e ji me ra qebhet e!

Hema tiştê ez dizanim li cîhanê ne heq heye û ne jî edalet…

Tu çima bi kurdî nizanî?

Di operasyoneke leşkerî da generalekî tirk, hemû gundî li meydana gund top kiribûn û li ser mezinayiya dewleta tirk û yekîtiya axa Tirkiyê bi bire bireke mezin nutuq dikşand. Piştî qedandina nutqê, vegeriya ser pîrekê û jê ra got.

-Ataturk li ku û kînga hat dinê?
Dema pîrê got, ”ez bi tirkî nizanim”, general gelkî qeherî û ji mamosteyê gund û yên dora xwe ra bi zirt got:
-Heta nuha we çima tirkî fêrî vê jinikê nekirye?
Li ser vê hêrs û zirte zirta general, pîrê ji yên dora xwe pirsî, got:
-Ma viya çi dibêje?
Gotinên general ji pîrê ra tercume kirin, ”gotin dibêje çima bi tirkî nizane?”
Pîrê got:
-Ez jineke nexwenda û cahil im. Rojekê jî neçûme dibistanê û loma jî tirkî nizanim. Lê te hewqas mekteb xwendiye û wa ye tu bûyî zabit, de îcar xwelîser tu çima bi kurdî heta nuha hîn nebûyî?

Ew ez im
Satilmişê tirk ji qutiya xwe ya bi neynik cixareyek derxist. Dema qutî vekir û cixare derxist, çavê wî bi neynikê bû. Bîstekê pê da tim bû û dû ra jî ji Dûrsûn hevalê xwe ra got:
-Law Dûrsûn, ev merivê neynikê bi min xerîb nayê, fena ku ez wî ji derekê nas dikim.
-Dûrsûn neynik ji destê Satilmiş girt û carê wiha lê nêrî û dû ra jî got.
-Ehmeq helbet ewê bi te xerîb neyê, ew ez im

19 augusti 2008

Dewleta tirk meaş daye qatilan

Rojnameya Tarafê û hin nivîskarên wê li hember ”dewleta kûr” û çeteyên Ergenekonê têkoşîneke pir hêja û bêtirs diddin, ji bo Tirkiyeke demokratîk, ji bo eşkerebûna çete û qatilan xebateke dîrokî û bêhempa dimeşînin.

Roj tuneye ku rojnameya Tarafê dosyeyeke qatilên dewleta tirk eşekere neke.

Tarafê, do dîsa ji îdîanameya Ergenekonê, di derbarê cînayetên dewleta tirk da belgeyeke gelkî girîng weşand.

Rojanameya Tarafê dinivîse, dibêje li gor hin belgeyên ku di operasyona Ergenokonê da hatine bidstxistin da diyar dibe ku, MIT-ê (Teşkîlata Îstîxbarata Milî) li hember êrmeniyan, lê bi taybetî jî li hember kurdan gelek faşîstên tirk wek qatil kirê kirine û bi wan kurd dane kuştin.

Û ji bo vî karê wan jî mehê 4700 dolarê emerîkî meaş daye wan.
Li gor belgeyên di rojnameya Tarafê da hatine weşandin, dewleta tirk di sala 1982-an da biryar girtiye ku li hemberî ermenîyên diyasporayê hin çalakiyên terorîstî bike.

Berpirsîyarekî MITê bi navê ”Nurî Gundeş”(wek Mete Aktaral û Metin Gunyol jî tê nasîn) ji bo meşandina van çalakiyên terorîstî çûye Ewrûpayê.

Nûrî Gundeş, li Ewrûpayê bi gelek qatilên faşîst yên MHP-lî ra têkiliyê datîne û wan di bin serokatiya faşîst û qatilê 7 xortên çep Abdulah Çatli da organîze dike. Di destpêkê da mehê 320 dolarî dide her yekî, dû ra meaşên wan bilind dikin, dikin 4700 dolar. Û ev pere jî ji butçeya dewletê ya dizî(gîzlî odenek) tê dayin.

Di belgeyê da tê gotin ku Wezareta Karê Derve ya Tirkîyê bi rêya dîplomatên xwe gelek çek û cebilxane şandiye Ewropayê, ji van qatilên xwe ra.

MIT dû ra Abbdullah Çatli, Oral Çelîk, Mehmet Şener û çend kesên din ku ji cînayetan li wan tê gerandin, ji bo ku li hember PKK-ê û kurdan ”şer bikin” yanî ji bo ku hin cînayetan bi wan bidin kirn dibin Tirkiyê. Û ji bo cînayetan jî têra xwe cebilxane û sîlehan didin wan.

Û ev taximê qatilan di destpêka salên 1990-î da dest bi kuştina siyasetmedar, rewşenbîr û karmendên kurd dikin. QetilkirinaVedat Aydin destpêka van cînayetên siyasî ye.

Dewletê bi van qatilan heta sala 2007-an, heta "bûyera Sûsûrlukê" bi sedan kurd dan kuştin û wendakirin.

Suleyman Demîrel, Mehmet Agar, Dogan Gureş û Tansu Cîller berpirsiyar û birêvebirên van qatil û cînayetan in.

Helbet kurdan dizanîbûn ku (û ji xwe digotin)yên li pişt qatilan dewlet bi xwe ye, dewlet emir nede ew bi serên xwe nikanin van cînayetan bikin.

Lê ya baş îro ev yek êdî ji îdîayê derdikeve û ji alî dozgerê dewletê bi xwe, bi belge û delîlên gelkî xurt tê îspatkirin ku dewletê ev cînayetana daye kirin.

Di çapemeniya tirk da li hember vê xeberê hin kes matmayî mane, nikanin fêm bikin ku dewlet çawa dikane meaş bide mafya û qatilan?

Berî hertiştî dewleta tirk bi xwe ya çeteyan e, ji alî çeteyan va tê îdarekirin. Loma jî karê wiha ji bo wan gelkî normal e.

Ya din, dewlet mecbûr e meaşê qatilan bide, çimkî kes naçe belaş însan nakuje, belaş nabe qatil.

Divê ew jî ”heqê” xwe bigrin.

Dewleta tirk dema dîtiye ku qanûn û zora wan têr nake, rê nade cînayetan, rabûna qatil kirê kirine û pê kurd dane kuştin.

Yanî çeteyên faşîst kurd belaş nekuştine, dewleta tirk mehê 4700 dolar meaş daye her qatilekî…

Lê ev tenê meaş e, bêguman piştî kuştina her welatparêzekî kurd dewleta tirk miheqeq ”prîm” jî daye qatilên xwe yên dest bixwîn.

Û tiştê meriv matmayî dihêle li gel hewqas belge û delîl jî serokên qatilan, kesêm emir û meaş dane wan hîn jî nehatine girtin.

18 augusti 2008

Rojîn gazinan ji navê xwe dike

Stranbêja kurd ya bi nav û deng Rojînê, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Tarafê da xwe lewitandiye, kurdayetî û navê xwe wek bela serê xwe dîtiye û ji bo ku li mala wan bi tirkî axaftin qedexe bûye ji bavê xwe ra gotiye, ”ew faşîstekî kurd bû.”

Sebebê ”faşîstiya” wî jî ji ber ku nedihîştiye Rojîn xanim bi li malê bi tirkî bipeyive.

Dema min sê roj berê hevpeyvîna bi Rojîn xanimê ra di rojnameya Tarafê(http://www.taraf.com.tr/haber.asp?id=13850)da xwend ez ji xwe ra matmayî mam û çûm dinya wiyalî. Li ser navê Rojînê, min ji xwe fedî kir.

Ji bo ku tirk ji Rojînê ra bibêjin ”merheba”!, ew amadeye ku êrîşî dê û bavê xwe
bike û ji kurdayetiya xwe jî derkeve.

Heta nuha min tiştekî Rojînê ne xwendibû û ne jî di sohbet û minaqeşeyekê da lê guhdarî kiribû.

Ev cara pêşî bû ku min hevpeyvîneka bi Rojînê ra dixwend û fersend didît ku wê, mistewa wê ya întellektuelî û hestên wê yên wek jin û wek hunermendeka kurd kêm be jî hinekî nas bikim.

Ji bersivên Rojîn xanimê meriv fêm dike ew ne meriveke vala û nezan e, têra xwe zana û zimandirêj e.

Di hevpeyvînê baş xuya dibe Rojîn bi dil û can dixwaze xwe bi tirkan şîrîn bike û têxe çavê wan.

Ji bo ku sosyeteya tirk wê qebûl bike, ji bo ku tirk di telewîzyonên xwe da cî bidin wê gelek şalûziyan dike, kurdperweriya bavê xwe wek ”faşîstiyê dibîne” û ji vê şêla wî gazin dike.

Li gor agahiyên Rojînê, bavê wê kurdekî ji Kurdistana Sûriyê ye, diya wê jî ji Mêrdînî ye. Bavê wê, diya wê revandiye û piştî demekê çûye li Edenê bicî bûye. Rojîn jî li Edenê hatiye dinê.

Bavê wê kurdekî feqîr e lê merivekî kurdperwer û bi xîret e. Ji bo ku debara zarokên xwe, li Edenê himaliyê dike, dê jî li Bît Pazariyê ji xwe ra li derekê dixebite.

Diya Rojînê deh zarokan tîne dinê, pênc dimrin, pênc jî bi firê dikvin. Yanî ji mirinê xelas dibin.

Bavê Rojînê navê kurdî li hemû zarokên xwe dike, dike Cûdî, Sêvê, Rûken, Dêrsim û Rojîn.

Dema ew navên kurdî li zarokên xwe dike, mudûrê nifûsê bala wî dikşîne, lê himalê bi xîret û bi namûs, gotiye na, ez dixwazim van navan li zarokên xwe kim.

Li hember gef û astengiyên midûrê nifûsê hustuyê we xwar nekiriye û tawîz nedaye, navên kurdî li hemû zarokên xwe kirye.

Di wan salan da li Edenê bi zarokên xwe ra bi kurdî peyivîn û lêkirina navên kurdî li ba kurdê Tirkiyê pir ne belav e. Lê bavê Rojînê herçiqas himal e jî kurdekî bîrewer û welatperwer e, loma jî him bi zarokên xwe ra bi kurdî peyivîye û him jî navên kurdî li hemûyan kiriye. Ji wan ra gotiye, ”divê hûn berê zimanê xwe fêr bibin”, dûra tirkî.


Rojîn, bi vê şêla bavê xwe ne serbilind û kêfxweş e, pê îftîxar nake. Ji dêlî vê va, vê yekê dide cahiliya wan, dibêje:

”Li mala me tirkî qedexe bû. Bavê min faşîstekî kurd bû. Bavê min digot, ”berê zimanê diya xwe fêr bibin. Ji ber ku ez bi tirkî peyivîm min kêm lêdan nexwariye.”

Bêguman meriv bi vangotinên Rojînê yên neheq û ne xweş tenê xemgîn dibe û şerm dike. Ji dêlî ku bi şêla bavê xwe serbilind be, gelkî kêfa wê bê ku bavê wê, navên zarokên xwe nekirye ”Dondu û Satilmiş”, navên kurdî li hemûyan kiriye û hemû jî fêrî kurdî kiriye.

Keçika pê ra hevpeyvîn kiriye(Ayça Orer) gotiye, navê Rojînê gelek bela anî serê te ne wisa?

Rojînê gotiye:

-Belê, tim hisê ku tu yekî din î, xwebiçûkdîtinê tim bi te dide hiskirin. Tim tuzanî ku ku tu cihê yî. Li ofîsa hevalekî min sekreterek hebû, ji min ra got” oyyy navê te çiqasî xweş e, ma tu fransiz î?” Dema min got ez kurd im, got ”haaa”, awirê wê bû wek ku li gû mêze bike.”

Rast e li Tirkiyê di her warî da zilmeke nîjadperest û faşîzane li ser kurdan heye, tirkên faşîst û nîjadperest li dijî hertiştê kudî ne.

Li dijî hebûna kurdan e jî.

Çareya vê ne ew e ku em xwe înkar bikin, em xwe bikin tirk, em dev ji zimanê xwe berdin û rabin navên xwe biguherînin.

Ev teslîmbûna zulmê û zaliman e.

Ji dêlî wê va, divê em ew kesên ku tehamulî hebûna kurdan nakin, tehamulî navên kurdan nakin rexne bikin, şêla wan wek şêleke nemirovî binav bikin.

Divê ew xwe biguherînin, ne em kurd.

Ya din çima emê xwe tirk his bikin?

Em kurd in û divê xwe kurd his bikin. Dema kurd xwe wek kurd his nekin ne normal e, tê da anormaliyek heye.

Ma yekî tirk dixwaze ku ew xwe wek tirk his neke?

Ma yekî tirk ji ber tirkîtiya xwe fedî dike, dixwaze wê veşêre?

Bêguman nake, divê kurd jî nekin.

Ji bo pera û şohretê divê meriv dev ji nasname û şexsiyeta xwe bernede, divê meriv xwe pîs neke.

Rojîn xanim, bi kurdî stran gotina xwe jî bi cesareta cahiliya xwe ve girê dide, dibêje:

-Cesareta cahiliyê. Bi vê zanîna xwe jî minê bistira lê ezê neketama vê qadê. Min ji tersê wê dest pê kir. Xelk bi salan bi tirkî distirên û di herî dawî da jî stranekê bi kurdî dibêjin.. Ez gava bi kurdî dibêjim, yekê jî bi tirkî dixwînim.

Yanî li stranbêjiya xwe ya bi kurdî poşman bûye.

Çimkî kurdî rê li ber qariyera wê girtiye.

Çimkî ”kurdî” nehîştiye ew têkeve nava sosyeteya tirk, nehîştiye tirk wek gelekên din wê jî himêz bikin.

Bi kurdî gotina wê, nehîştiye ew bibe bûrjuwa û jiyaneke burjuwawarî bijî. Bi hesreta vê jiyanê gotiye:

-Me di seranserê jiyana xwe da jiyana bûrjûva biçûk dît. Lê heta ku tu wê kulturê û wê jiyanê nebînî gelkî zahmet e ku tu jiyana xwe fêm bikî. Brecht dibêje, ”însanê birçî exlaqê xwe dixwe.”

Rojînê li vir gotineke gelkî xweş û gelkî di cî da kiriye, rast e, însanê birçî exlaqê xwe dixwe”, lê ne herkes. Heger herkesî ”exlaqaê xwe bixwara”, heger kerkesî ”namûs bi fulûsê bida”, heger herkesî serê xwe li hember zaliman bitewanda, însaniyet îro nedigihîşt vê merhelê, tu milet nedigihîşt azadiya xwe, faşîzim, nazîzm nedihat avîtin ser sergoyê dîrokê.

Heger herkesî ”exlaqaê xwe bixwara”, kurdan ewê serê xwe li hember dijmin bitewandana, ewê hewqas êş û azar nedîtana û hewqas şehîd nedana.
Bi kurtî her însanê feqîr ne bêexlaq e, lê yên dibin bêexlaq pir in.

Rojîn xanim ne ji tirkan tenê, ji kurdan jî gazinan dike, dibêje ew jî klîpên min naweşînin. Dixwaze herdu aluyan jî îdare bike lê nabe, xwe di orta ”xelîl û celîl da” dibîne. Wiha dibêje:

-Klîpên min tenê di Youtubê da tên weşandin. Kanalên bi kurdî weşanê dikin jî naweşînin, kanalên din jî naweşînin. Klîpên belasebeb hatinea çêkirin. Tu xwe ne bi Îsa didî qebûlkirin û ne jî bi Mûsa. Tu di orta xelîl û celîl da dimînî.

Bêguman divê sebebên vê yekê hebin. Divê ya meriv dengbêja kurdan be ya jî ya tirkan be, dema meriv bixwaze herdu aliyan jî bi hev ra îdare bike wihaye. Wê demê meriv him ji dêrê dibe û him jî ji mizgeftê.

Li ser pirsa, dema keçek te çêbibe tu yê navekî kurdî lêkî ya na?, Rojîn xanimê goyiye:

-Ez nizanim. Piştî ku min hewqas zehmetî kişand… Di hişê min da navek heye lê ez tam nizanim…

Bavê Rojînê himalek bû lê wêrîbû navê wê bike Rojîn.

Lê Rojîn wek jineke xwenda û têgihîştî, wek stranbêjeke kurd newêre navekî kurdî li keça xwe ke, di vî warî da hîn dudil e.

Heyf, sed carî heyf!

17 augusti 2008

Dewletê bi destê mafyayê belediya Mêrsîne ji kurdan girtiye

Îdîanameya rêxistina Ergenekonê(yanî dewleta kûr)dişibe çîrokên Hezar û Yek Şevê, bêbavan dibêjin dibêjin dawî nayê.

Ji bo ku çîrokê dirêj û meraqa milet jî zêde bikin rojê beşekî û bûyerekê davêjin ji ber çapemeniyê û milet da û bi vî hawî herkesî tim mijûl dihêlin.

Lê ”çîrok” bi piranî li ser kurdan e, çawa li kurdan zulm û hîle kirine, çawa kurd kuştine.

Îfşaya herî dawî jî di derbarê hilbijartinên 1999-an ya belediya Mêrsînê
da ye.

Li gor belgeyên îdîanameya Ergenekonê, HADEP-ê serokatiya belediya Mêrsînê qezenc kiribû lê dewletê çete û mafyayên xwe xistine dewrê û serokatî ji HADEP-ê stendine.

Dozgerê doza Ergenekonê roja îniyê klasora 442-an ya îdîanameya Ergenekonê li abûqatan belav kir. Di nava van belgeyan da axaftinên çeteyên Ergenekonê Sedat Peker, Semîh Tufan Gulaltay, Sedat Şahîn, û Samî Hoştan hene.
Di qeydên axaftinên telefonan da zepteke axaftina Sedat Peker ya bi şexsekî bi navê Sefer ra heye.

Sedat Peker mafyayekî faşîst e.

Peker di 11-ê Axustosa 2003-ê da di telefonê da ji Sefer ra dibêje, ”li Mêrsînê hilbijartinên belediyê HADEP-ê qezenc kiribû lê me nehîşt.”

Di hilbijartinên 1999-an di destpêkê da hate gotin ku HADEP li dora 10 hezar rayan li pêş e û serokatiya belediyê qezenc kiriye. Ev netîce heta derengê şevê jî wiha bû.

Lê dewletê dû ra bi destê çeteyan ev netîce da guhertin û gotin DSP-ê ji sedî 19, CHP-ê ji sedî 18 û HADEP-ê jî ji sedî 17-ê rayan girtiye.

Lê ev netîced derew bû, di rastiyê da HADEP-ê nêzî ji sedî 20-ê rayan girtibû.

Li gor belge û delîlên di îdîanameyê da dema eşekere dibe ku HADEP-ê hilbijartin qezenc kiriye, berê DSP îtîraz dike. Dû ra xeberekê li bajêr belav dikin, dibêjin bombe xistine seraya edliyê û loma jî divê hemû edlîye were valakirin.

Bi vî hawî kurdan û kesên din ji edliyeyê derdixin.

Di hundur da tenê 3 hakim û du katiban dihêlin. Û dest pê dikin rayan ji nuh va dijmêrin. Piştî ji nuhva jimartina rayan DSP dibe partiya yekem, CHP dibe partiya duyem û HADEP jî dibe partiya sêyem.

Yanî ciyê wan diguherînin û hilbijartinê bi SHP-ê didin qezenvkirn.

Piştî vê hilbijartinê MGK(Heyeta Ewlekariya Milî)dicive û rewşa Mêrsînê minaqaşe dikin. Di netîceyê da biryarê digrin, dibêjin nufûsa kurdan li Mêrsînê pir zêde ye, divê were kêmkirin.

Û wek tê zanîn piştî vê biryara ”dewleta kûr” li Mêrsînê çend caran di Newroz û hin demên din da prowakasyonên ”şewitandin û pîskirina ala tirk” derxistin, gelek dikan û meskenên kurdan şewitandin û kurd terorîze kirin.

Armanc ew bû ku kurdan ji Mêrsînê mecbûrî koçkirinê bikin.

Piştî guherandina netîceya hilbijartinan, HADEP-ê herçiqs îtîraz kir, got di hilbijartinan da hîle bûye jî dewletê qebûl nekir û serokatiya belediya Mêrsînê bi zor ji kurdan stendin.

Helbet ev hîle û zorbatiya dewleta tirk ya di hilbijartinan da ne ev tenê ye. Di hilbijartinên 2004 û 2007-an da jî bi eynî hîle û zorbatîyê gelek belediye û parlamenter ji kurdan stendin.

Tiştek pir vekirîye, çeteyên dewleta çete bi hev ketine û li ser hev didin, mecbûr dibin li hev mukur werin. Ev tiştekî pir baş e.

Dî îdîanameyê da ji hîleyên di hilbijartinan da bigre, heta bi çînayetan gelek hatine îfşakirin. Bi belge û delîl diyar dibe ku van cînayetan kînga, çawa û bi emir û destê kê hatine kirin. Min berê jî nivîsîbû, divê kurd him wek malbat û him jî wek siyasî midaxeleyî vê dozê bikin, heger mimkûn be divê van hîleyên hilbijartinan û cînayetên siyasî bibin platformên navnetewî.

Di vî warî da biryara DTP-ê ya ku ew jî terefekî doza Ergenekonê ne û meşa Anqerê biryareke pir di cî da ye û divê hemû kurd piştgiriyê bidinê.

Pir mimkûn e ku ji vê dozê jî wek yên berê tu netîce dernekeve, bidirêjkirin û serîlêgerandina dozê ewê dîsa xêliya dewleta kûr bigrin ser bûyerê. Gidîşat berbî wî alî va diçe. Ji ber ku heta nuha hîn yek leşker û pûlisekî li ser wezîvê nehatiye girtin, tenê çend yax, kel û kût û korên teqawit û çend çepên ajan girtine.

Bêguman Ergenekon ne Velî Kuçukê(dibêjin êrmenî ye)û Dogu Perînçek tenê ne, hemû serok û birêvebirên qerase hîn li ser karê xwe ne. Lê li gel vê jî tiştê dibin pir baş in, êdî bi delîl û belge herkes dibîne ev dewleta tirk bi rastî jî ji alî çeteyan ve tê meşandin.

Yanî ev dewlet û çeteyênwê çiqasî deşîfre bibe, çiqasî rezîl û riswa bibe ji me kurdan û heta tirkan jî hewqasî baş e. Şikestina oterîte û îtîbara vê çeteyên dewletê li feydeya me ye.

16 augusti 2008

Ez fêm nakim çima destê hin kurdan ji tirkî nabe?

Ev demeke nivîsên birêz Latîf Epozdemir bala min dikşîne. Bi qasî ku ez dibînim kêfa Epozdemîr gelkî ji tirkî ra tê. Di vê platformê da tim me bi nivîsên xwe yên tirkî îhya dike, ji me ra tim nivîsên dirêj û tê ra xwe jî bi ser û ber dişîne.

Mala camêr ava, heta jê tê me ji xwendina tirkî bêpar nahêle.

Ez nivîsên kurdan yên bi tirkî pir ne mecbûr bim nexwînim, hema çavên xwe wiha di ser ra lê digerînim. Di vê çarçewê da bi qasî ku min ji nivîsên birêz Epozdemir fêm kiriye, nivîsên wî ne vala ne, yanî têra xwe ji heq nivîsandinê derdikeve.

Lê ne tirkî tenê, nivîsên Epozdemîr yên bi kurdî jî xweş in, heta ji yên tirkî gelkî xweştir in.

Hinek kurd hene bi kurdî nizanin, dema ew bi tirkî dinivîsin heta dereceyekê meriv dikane wan fêm bike.

Lê yên ku kurdiya wan jî bi qasî tirkiya wan xweş e, ez fêm nakim çima destê wan ji tirkî nabe?

Kurdên bi kurdî nizanin dibêjin "ji ber ku em bi kurdî nizanin bi tirkî dinivîsin" û yên bi kurdî dizanin jî dibêjin "ji bo ku kurdên bi kurdî nizanin fêm bikin em bi tirkî dinivîsin."

Yanî wek ku tirk dibêjin, "elewêre delewêre, kurd Mehmet nobet e."

Û di netîceyê da li gor sebêbên herdu seriyan jî diya kurdî tê gadan, qûş li diya kurdî diqete, herdu serî jî kurdan asîmîle dikin.

Bi qasî ku ez dizanim ”Dîwanxane” platformeke kurda ye, di nava me da tu kesê tirk tuneye, em hemû kurd in. De îcar ez fêm nakim ji bo çi emê rabin bi tirkî ji hev ra binivîsin?

Platformeke tirkan be, malpereke tirkî û tirkan be okej, meriv dikane binivîse. Lê ji bo çi emê di civateke kurdan da bi tirkî bistirên?

Û di ser da jî em bi kurdî jî dizanin. A ji xwe sosireta mezin jî ev e.

Nuha me bi kurdî nizanîbûya me yê bigota em nizanin. Lê tiştê ez dizanim Epozdemîr bi kurdî baş dizane û di malpera Gelawêjê da jî nivîsên wî yên bi kurdî hene. Lê li gel vê jî destê wî ji tirkî nabe.

Dewleta tirk, ji bo ku kurdan asîmîle bike heta nuha gelek dek û dolab, gelek planên eşkere û bi dizî hazir kiriye û daye meşandin. Carcarnan haya me ji van planên dewletê û partiyên tirk çêdibe.

Ji ber ku dewleta tirk di vê sedsalê da êdî nikane surgûn û qelîamên wek yên êrmeniyan derbasî jiyanê bike, ji dêlî wê va giraniyê dide helandin û asîmîlekirina kurdan.

Ji bo ku zarok û xortên kurd û bi taybetî jî keçên kurd dev ji zimanê xwe berdin û tirkî fêr bibin, dewlet hemû îmkanan pêşkêş dike. Fersend û îmkanên mezin dide kesên ku dev ji zimanê xwe berdide.

Rewşenbîrên kurd vê siyaseta dewleta tirk ya wendakirina kurdan baş dizanin, lê dîsa jî ji hev ra bi tirkî dinivîsin. Û ev yek jî tradisyoneke axaftin û nivîsandina bi kurdî di nava kurdan da xurt nake, bi kurdî nivîsandin di nava kurdan da nabe adet û tiştekî normal.

Gelek kurd kurdî ji fediyan û tirkî jî bi dil û can dinivîsin.

Dema meriv zimanekî bizanibe ev nayê wê maneyê ku meriv hertim mecbûr e pê binivîse. Ziman jî wasiteyeke, aleteke dema lazim be meriv bikar tîne.

Wek min got, ez kurdên bi kurdî nizanin heta dereceyekê fêm dikim û mazereta wan "dikirim", lê kurdên ku bi kurdî dizanin û li gel vê jî destê wan ji tirkî nabe qet û qet fêm nakim.

Kurdên ku dibêjin em li dijî siyaseta dewleta tirk ya asîmîlekirin û wendakirina kurdan e heta ku pir ne mecbûr be divê bi tirkî nenivîsînin. Yên li gel vê zanebûna xwe jî dev ji nivîsîna tirkî bernedin, nêta wan çi dibe bila bibe ew dibin alîkarê asîmîlebûna miletê xwe, karê dewleta tirk hêsantir dikin.

Heger bi rastî em ji xwe û ji zimanê xwe hez dikin, divê em bi zimanê xwe binivîsin.
Hemû sebeb û argumanên din vala ne û xapandin e û gelşeke girêdayî hest û şexsiyeta me ye.

Divê em ji xwe bipirsin, çima destê me ji tirkî nabe?

Li gel ku em dizanin nivîsandina bi tirkî ji karê bêtir zirarê dide me.

15 augusti 2008

Xwedê meriv ji buhtanên xelkê bisitirîne

Ez tim dibêjim, Xwedê meriv ji bêtarên giran û ji buhtanên kurdan bisitirîne.

Ez bi xwe ji bêtarên giran û ji buhtanên kurdan pir ditirsim. Loma jî heta ji min tê hevza xwe dikim.

Lê ji şansê min ê xerab ra ez çi dikim jî têr nake, bêtarek giran û buhtaneke mezin li ku hebe tê min dibîne.

Ji van bêtarên giran û buhtana mezin yek jî ya Yaşar Karadogan e.

Do dostekî got, Yaşar Karadogan di nivîsa xwe ya di malpera Rizgariyê da qala min jî kiriye.

Yê min bi xwe heger ne li ser tiştekî pir girîng be ez meqaleyên kurdan yên bi tirkî naxwînim. Loma jî min ew nivêsa Yaşar Karadogan jî nexwendibû. Û heger wî camêrî ji min ra negota minê qet nexwenda jî.

Min nivîs nuha xwend û ji xwe ra matmayî mam.

Yaşar Karadogan di nivîsa xwe ya di malpera Rizgarî da dibêje, di rojnameya Armancê da min nivîsek bi navê ”Hahoo, van dizan bigrin" nivîsîye. Û di wê nivîsê da min gotiye, ”Mehmet Uzun, Kemal Burkay û Mehmet Bayrak di berhemên xwe da serî li întîhalê dane,” yanî ji berhemên xelkê dizîne.

Dema min ev rêz xwendin ez ji xwe ra matmayî mam û min careke din jî dît ku hin kes çawa dikanin bi hawakî bêbingeh û bêmesûliyet buhtanan li xelkê bikin.

Diyar e hin paşgotinî û derewên derûdoran bi ber guhê Karadogan ketiye û camêr rabûye hema bi lez û bez çend çîrokên bêbinake li hev aniye û ez jî kirime şirîkê van derewên xwe yên bêbingeh.

Yek, ne di Armancê da û ne jî li dereke din min tu carî li ser Mehmet Uzun, Kemal Bûrkay û Mehmet Bayrak nivîseke wek Karadogan îdîa dike nenivîsîye û negotiye ku ”Mehmet Uzun, Kemal Burkay, û Mehmet Bayrak di berhemên xwe da serî li întîhalê dane.”

Ev îdîa derew û buhtaneke mezin e.

Dudu, min ne di Armancê da, di Berbangê da nivîsek li ser romana "Tu" nivîsîye. Lê di wê nivîsa xwe da ez tenê li ser naverok û zimanê Mehmet Uzun rawestiyame, bi yek gotinê jî min negotiye Mehmet Uzun ”întîhal” kirye. Çimkî mesela "întîhalê" gelkî dû ra, piştî bi du salekê ya jî du salan derket ortê.

Sisê, raste e di Armancê da li ser li ser ”întîhalên” di romana ”Tu” da nivîseke derketiya, lê ew ne ya min e, ji dûr û nêzîk da tu têkilyeke min pê ra tuneye.

Dema ez wiha dibêjim ev nayê wê maneyê ku ez dibêjim di romana "Tu" da tu "întîhal" tunene. Li gor baweriya min ne romana ”Tu” tenê, di hemû berhemên Uzun da ”întîhal” pir in, lê ev yek tiştekî din e û min tu carî nenivîsîye.

Çar, rast e, di Armancê da bi sernivîsa ”Hahoo, van dizan bigrin”, min çend nivîs nivîsîn. Lê di wan nivîsên min da bira îdîaya ”întîhalê” li wir bimîne, bi yek gotinê jî navê Mehmet Uzun, Kemal Burkay û Mehmet Bayrak derbas nabe.

Yaşar Karadogan, gelek tiştên ji hev cihê wek gêrmiya gavanan tevhev kiriye û wek rastiyê firotiye xwendevanan.

Ji bo îdîayên wiha divê meriv hîn cidî û hîn bi mesûliyet be.

Herçî Kemal Burkay û Mehmet Bayrak e, ez bawer nakim ku ew tenezulî tiştekî wiha bikin û jixwe hewcedariya wan jî ji tiştekî wiha ra tuneye. Divê Karadogan jî ev yek texmîn bikira. Ya jî divê bi kêmanî ev yek bi e-mailekê ji min bipirsiya.

Divê meriv îdîayên wiha cidî, bê çavkanî û bê bingeh li ser navê xelkê navêje ortê. Ji bo kesên qala wan hatiye kirin jî gelkî ne xweş e.

Karadogan, bêyî ku bi çavên serê xwe nivîsê bibîne, li gor derewên xelkê ev buhtan li min û li wan hersê kesan kiriye û helbet eyb kiriye.

Loma jî divê Karadogan, di nivîseke din da vê şaşiya xwe rast bike û ji Mehmet Uzun, Mehmet Bayrak û Kemal Burkay jî uzrê xwe bixwaze.

13 augusti 2008

Tirk bûne kevoka aşîtiyê (!)

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û wezîrê derve Alî Babacan, xwedêgiravî ji bo nabêncîtiyê di nabêna rûs û gurciyan da bikin îro bi lez û bez bi balafireke xusûsî berên xwe dan Moskowayê.

Li gor agahiyên berdevkê serokwezaretê, piştî hevdîtina bi serokwezîrê Rûsyayê Pûtîn û bi serokkomar Dmitrij Medvedjev ra, Erdoganê sibe jî ewê here paytexta Gurcîstanê Tiflîsê û bi Mikhail Saakaşîvelî ra jî hevdîtinekê bike.

Tirkan berê têra xwe çek û cebilxane dan gurciyan, bi sedan leşker û zabitên wan perwerde kirin, ji bo şer li hember rûsan pîj kirin.

Yanî bi kurtî li hember osetiyan û rûsan çi fîtne û fêsadî ji destê wan hat texsîr nekirin.

Lê nuha jî bi hawakî durû, wek ku di vî şerî da qet tilî û roleke wan tunebe xwe li nabêncîtiyê radikşînin. Wek kevokeke aşîtiyê dixwazin têkevin nabêna herdu aliyan û wan li hev bîne. Ji ber ku li ba rûsan ”bivik” heye, rûs dikanin zirarê bide wan.

Meriv dikane bibêje ku ev ”aştîxwaziya” tirkan ji xêrê bêtir ji tirsê ye, ji xwe ditirsin, ditirsin ku rûs dijminatiya wan bikin.

Helbet rûs ne zarok in û dizanin ku tirkan heta nuha çi alîkarî dane gurcuyan. Loma jî rûs, vê acizî û nerazîbûna xwe ya li hember tirkan venaşêrin.

Li gor hin îdîayên do di çapemeniya tirk da derketin, dihat gotin ku Erdogan du roj berê telefonî Pûtîn kiriye lê Pûtîn bersîv nedaye.

Erdogan ev îdîa red kir û got derew e.

Heger ev îdîa ne rast be jî, terefgiriya dewleta kir pir vekirî ye, tirk li hember rûsan alîkariya gurcuyan dikin. Ev yek pir eşkere ye.

Erdogan roja piştî şer, tavilê telefonî serokkomarê Gurcîstanê Saakaşîlî kir û pê ra peyivî. Lê ne Erdogan û ne jî Abdullah Gul, heta nuha bi rûsan ra hîn nepeyivîne. Erdogan hîn îro diçe Moskowayê. Ev yek jî nîşan dide ku di vî şerî da Tirkiye xwe wek dost û mitefikê Gurcîstanê dibîne û loma jî di roja wan ya herî teng da xemgînî û piştgiriya xwe nîşan dide.

Ya din, jixwe Erdogan bi xwe jî mahcirê Gurcîstanê ye yanî gurcî ye. Loma jî pir normal e ku mêrik alîkariya merivên xwe bike.

Abdullah Gul û Erdogan îro herduyan jî gotine ku ew gelkî ehmiyetê didin hukumranî û yekîtiya axa Gurcîstanê.

Ev tirk çi çavê diya xwe ne, li Qibrisê, li Kosowayê, li Qeredaxê qet ehemiyetê nadin “hukumranî û yekîtiye axa” xelkê. Perçebûna Qibrisê û Sirbîstanê rast e û dibê meriv li dij dernekeve. Divê tirk ji Qibrisê, arnawut jî ji Sirbîstanê veqetin û dewleta xwe îlan bikin, lê dema dor tê ser kurdan, osetiyan û abazan nabe.

Dibê meriv li dij derkeve.

Dibê meriv yekîtiya ”axa Îraqê” û Gurcîstanê biparêze.

Ji ber ku miletên dixwazin ji van welatan veqetin ne ”merivên” dewleta tirk in.
Emerîka, Ewrûpayê bi zor Koso ji sirban stendin û kirin dewleteke serbixwe. Tirkiyê jî pişgiriya vê yekê kir, qet ehemiyet neda ”yekîtiya axa” Sirbîstanê.

Lê îro, dema dor tê osetiyan, qala ”yekîtiya axê” dike. Lê ew çi derewê bikin jî pere nake, gelê osetî ewê azadî û serxwebûna xwe bidest xe, ev yek mafê wan yê herî rewa ye. Û divê welatparêzên kurd jî piştgirya vê daxwaza gelê osetî bike.

Divê em kurd jî van miletan ji xwe ra wek nimûne bigrin û em jî weke wan doza azadî û serxwebûna welatê xwe bikin.

Ji ber ku tiştê ji xelkê ra heq û adet e, ji bo me ne qebhet e, dibê em jî biwêribin bi qasî 200 hezar tirkên qibrisê û 2 milyon arnawutên Kosowayê doza serxwebûna welatê xwe bikin, ev mafê me ye jî.

12 augusti 2008

Kûçikê Ergenekonê û "xiyarên" El.Qaîde yê

Dozger di teftîşa hefsê da çû ket qawişa Dogu Perînçek û dest pê kir ji hemû girtiyan sûcên wan pirsî..
Yekî got:
-Weleh tu sûcê min tuneye, ez jî nizanim ez ji bo çi li vir im…
Yekî got:
-Bi şaşî ez hatime tewqîfkirin…
Yekî goti:
-Yekî bêbextî li min kir, loma ez li vir im…

Çavên dozger ji nişka ve di quncikê qawişê da bi kûçikekî ket. Dozger matmayî ma û bi heyreteke mezin ji kûçik jî eynî pirs kir, got kuro tu çima li vir î ?
Kûçik hustuyê xwe xwar kir û bi dengekî melûl got:

-Şev nîvê şevê bû, çend pûlis hatin. Gotin, gurê ku navê wî di destana Eregenekonê da derbas dibe tu yî ? Min herçiqas got ez ne gur im, kûçik im jî pere nekir…
Dozger keniya û got:
-Zêde ferq nake, hûn pismamê hev in


El-Qaîdeyê li hember “Xiyaran” jî herb îlan kir!

Xiyar tenê rehet mabûn, lê wa ye El-Qaîdeyê bela xwe di wan jî daye. Fermanek li hember xiyaran jî derxistine, gotine ji nuha û pê va divê destên jinên ereb bi “xiyaran” nebe.

Xêr û guneh li hustuyê malpera ”Netkurdê û MŞO” be, li gor ku wan nivîsîye, dibêjin El-Qaîdeyê, li herêmên di bin kontrola xwe da kirîna “xiyaran” li jinan qedexe kiriye. Li gor El-Qaîdeyê, ji ber ku xiyar “nêr” e û dişibe hin “tiştan” û loma jî dikane dilê jinan xera bike û hin tiştên bêexlaqî bîne bîra wan, loma jî divê jin destên xwe nedin xiyaran.

Bi qasî ku meriv fêm dike, ev “fetwa” tenê di heqê kirîna “xiyaran” da ye, lê di heqê xwarina wan da hîn tu fetwa nedane, dibe ku di rojên pêş da xwarina “xiyaran” jî li feqîrên jinên ereb qedexe bikin.

Law Xwedê meriv ji bêtarên giran û ji aqilê ereban bisitirîne!

Kî bîra xwe û meriv rabe bela xwe di xiyarên feqîr bide?

Ecêba giran...

Xwendevanekî bi navê Xêro Brahîm, xebera Netkurdê şirove kiriye û bi meraqdariyeke mezin gotiye gelo “Bacanê reş jî qedexe ye? Bacan, bacan!”

Di xeberê da li ser qedexekirina bacanan qala tu fetwa û qedexekirinê nayê kirin. Lê li gor baweriya min divê bacan jî werin qedexekirin. Ji ber ku bacan jî “nêr” e(hûn rastiyê dixwazin min ji gotina nêr tiştek fêm nekir E nizanim qesta meleyê ev fetwa daye çi ye?) û ji alî şikil û şemala xwe ve jî ji “xiyaran” hîn tahlûketir e.

Bi hêviya ku gelek fêkî û sebzeyên din jî li rebenên jinan qedexe nekin...

11 augusti 2008

Telewîzyona kurdî derew derket

Xapandin û virên dewleta tirk zû eşkere bûn, balona wan ya xapandinê zû teqiya, telewîzyona wan ya kurdî dereweke bêbinake derket.

Birêvebirê giştî yê TRT-ê (Dezgeha Turkiye ya Radyo û Televizyonê) Îbrahîm Şahîn, îro di rojnameya Akşamê da dibêje ku telewizyona kurdî ne îsal, lê bixêr ewê sala tê (2009) dest bi weşanê bike.

Yanî kalo nemir buharê, kerê nemir qîfar tê.

Xwedêgiravî hemû alet û edawatên wê, xerc, qûm, xîç û çîmentoya asasê weşanê hazir e, tiştê mayî tenê destpêkirne.

Yanî ard, av, rûn û şekir hazir e, tenê hostyek lazim e ku wan malzemeyan lihevxe û helaweke baş jê çêke.

Û ew jî tiştekî ne pir zor e. Dema nêt paqij be hoste pir in.

Heta nuha digotin ku ewê payiza îsal dest bi weşanê bikin, lê wa ye ma payizeke din. Kurd dibêjin, bira aviz be bira bi derengî be.

Lê ez bawer nakim ku aviz be jî...

Heta çendakî berê digotin her tişt hazir e, çapemeniya tirk dinivîsand, digot TRT li kadir û spîkerên kurd digere, bi dîtina wan ra weşan ewê dest pê bike.

Lê wek me texmîn dikir, tiştê dihat gotin tenê propaganda û virên ji bo xapandina kurdan bûye.

Dewleta ku hebûna kurdan, navên kurdî û elîfbeya kurdî qebûl neke, ewê çawa weşana kurdî bike?

Serokwezîrê Tirkiyê Erdoganê gurcî, gav û seetê ji kurdan ra dibêje, ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat û yek zimanê resmî.” Îcar ev dewlet û ev serokwezîr ewê rabin qanaleke kurdî vekin û weşanê bikin!

Ez bi xwe ji vê duayê ra nabêjim amîn!

Yê min bi xwe dema ez van îdîayan dibihîzim û dixwînim kenê min tê. Kenê min tê ji ber ku ez di siyaseta tirkan ya înkar û îmhayê da tu nermbûn û guhertinekê nabînim. Siyaseta wan do çi bû, îro jî ew e.

Serokwezîr, hîn silavê nade parlamenterên kurd, hîn navê Kurdistanê û hukûmeta kurd nagre devê xwe, dibêje ”bakurê Îraqê.”

Hukûmeteke wiha nîjadperest ewê çawa bi destê xwe îmkanê bide pêşketin û geşbûna zimanê kurdî û nasnameya kurdî xurt bike?

Bi baweriya min nake û ewê nekin jî.

Çimkî dewleta tirk hewqasî ne ehmeq e ku rê li ber pêşketina zimanê kurdî veke, siyaseta dewlet û hukûmetê asîmîlasyona kurda ye, ne geşkirina zimanê kurdî ye.

Tiştên dem dem tên gotin propagande û ji bo xapandina kurdan ewrûpiyan e, serîlêgerandin e. Lê derew e hişk û biring e. Dewleta tirk hîn nehatiye wê nuxteyê.

Heger dewleta tirk hatibûya nuxteya vekirina kanaleke kurdî, divê herroj çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran nekira, divê li Îraqê li hember kurdan nexebitiya, divê di meclîsa xwe da bi parlamenterên kurd ra têketa danûstendinên baş, divê telewîzyonên kurdan xera nekira, divê astengî ji çapemeniya kurdî ra dernexista.

Roja ku dewleta tirk di van nimûneyên jor da şêla xwe guherand û siyaseteke nuh ya çareserkirna mesela kurd girt rojeve xwe û destê xwe dirêjî siyasetmedarên kurdan kir, a wê demê meriv dikane ji weşana wan bi kurdî bawer bike û bibêje rast e.

10 augusti 2008

Tiliya tirkan di her qulê da heye

Siyasetmedar û parlamenterê kurd yê ser bi Lîsteya Hevpeymana Kurdistanê Mehmûd Osman, do li Silêmaniyê li hotêla Silêmaniye Palazê di civîneke çapemeniyê da rexneyên gelkî sert bir ser Tirkiyê û got ”tiliya Tirkiyê di tevliheviya Kerkûkê û di derxistina madeya 24-ê da heye.”

Hemû kurd dizanin ku Tirkiye bi hemû îmkan û hêza xwe bi şev û roj li hember kurdan dixebite û dixwaze zirarê bide kurdan. Li gel ku hemû serokên kurdan jî bi vê dijminatiya tirkan baş dizanin lê dîsa jî eşkere nabêjin, tim dema qal bikin jî bi zimanekî ”ezop”, bi rengekî sergirtî dibêjin.

Di nava serok û siyasetmedarên kurdan tenê Mahmûd Osman diwêre hergav vê dijminatiya tirkan ya bi miletê kurda ra eşkere bike.

Wek hergfav, do dîsa Mahmûd Osman di civîneke çapemeniyê da qala vê dijminatiya tirknan ya bi miletê kurd ra kir û got, ”Tirkiye bi her hawî û bi rengekî bênabên midaxeleyî karûbarê hundurê Îraqê û bi taybetî jî yê Kerkûkê dike.”

Li gor Mahmûd Osman, di bûyer û tevliheviya Kerkûkê da jî tiliye Tirkiyê heye.

Mahmûd Osman, ji şêl û pasîfiya Emerîkayê jî gazin kir û got, Emerîka li hember xebat û hewildanên Tirkiyê yên ji bo derxistina madeya 24-ê bêdeng maye û vê bêdengiya Emerîkayê jî crsaret daye Tirkiyê.

Mahmûd Osman di axftina xwe da rexne li Brîtanyayê jî girt û got, ”Brîtanya ji bo qebûlkirina daxwazên tirkmen û ereban zorê dide ser kurdan.”

Heta nuha serokatiya Kurdistanê li ser şêl û rola Emerîka û Brîtanyayê da tu daxuyanî nedaye, loma jî meriv baş nizane Emerîka û Englistan di vê meselê da çi difikirin. Lê ji gotinên Mahmûd Osman xuya dibe ku ev herdu dewlet jî piştgiriyê didin tez û daxwazên ereb û tirkmenan.

Wek tê zanîn madeya 24-ê ya qanûna hilbijartinên herêmî, madeya 140-î ya derbarê Wîlayeta Kerkûkê da pûç dike. Parlamentoya Îraqê di 22-ê temûzê da bêyî beşdariya kurdan û Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê civiya û ev made(24) qebûl kir.

Tiştek gelkî vekirîye, kurd eşkere bibêjin ya jî nebêjin, Tirkiye tu carî xêra kurdan naxwaze û dev ji dijminatiya krdan bernade. Heta ku ew mafê kurdên Tirkiyê nedin ev dijminatiya wan ya bi kurdên başûr ra ewê berdewam be.

Dema tirk ”dostaniyê” jî bi kurdan ra bikin divê kurda bizanibin ku ew vê yekê nej i bo xêrê, ji bo ku hîn bêtir zirarê bikin kurdan dikin.

Li alî din ji xwe qencî, çêyî û başî ne li gor tebîet û qerekterê dewleta tirk e, dewleta tirk tenê dikane fesadî, nerindî û xerabiyê bike. Ji ber ku ew dewleteke çete ye û bi metodên çetewarî tê îdarekirin. Meriv nikane ji mafîa û çeteyan siyaseteke maqûl, însanî, xêrxwaz, humanîst û demokrat bipê. Karê çeteyan, şêlandin, kuştin û xerabî ye. Dema meriv îdîanameya Ergenekonê dixwîne meriv dibîne ku ev tespîtên me çiqasî rast û di cî dane.

Dewleta tirk heta nuha çûye ku derê miheqeq fesadî, gelacî û şer biriye wir, miheqeq tenlihevî derxistiye û milet bera hev daye.

Numûneya fêsadiya tirkan ya herî dawî şerê li Osetya Başûr e. Rûsya êdî pir vekirî dibêje ku tiliya Tirkiyê derxistina di vî şerî da heya, Tirkiyê di bin ra Gurcîstan pîj kirye.

Li gor rojnameya Îzvestiya dinivîse, ev serê salan e ku Tirkiye leşkerên Gurcuyan perwerde dike, bi milyar dolaran çek û cebilxane firotiye Gurcistanê û gurcuyan bi her hawî tahrîkî şer dike. Sê meh berê wezareta parastinê ya Rûsyayê di derbarê van xebat û tahrîkên tirkan da raporek amade kirye ku di wê raporê da jî qala van xebatên tirkan hatiye kirin.

Tiliya tirkan ne tenê di şerê Kerkûkê û Osetya Başûr da heye, di şerê Balkanan da jî roleke tirkan ya pir mezin hebû. Tirkan li hember Sirb, Xirwat û Bûlgaran piştgirî dida boşnak, arnawut û miletên din û ew gurrî tevlihevî û şer dikrin.

Di şerê Azerbeycan û Êrmenîstanê da jî tilî û fêsadiya tirkan roleke sereke lîstiye. Û dû ra jî xwestin li Azerbeycanê darbeyekê jî bi mrivên xwe bidin kirin.

Di serîhildana çeçenan da jî dîsa tilî û tahrîkeke tirkan ya pir mezin hebû, tirkan bi sedaan çeçen li Tirkiyê perwerde û çekdar dikir û dişand şer.

Tirkiye piştgiriya uygurên Çînê jî dike. Gelek serok û kadirên uygur li Tirkiyê bicî bûne û piştgiriyeke mezin ji tirkan digrin. Tirk, wan jî li hember Çînê pîj dike. Bi îhtîmaleke mezin di van êrîşênn dawiyê da jî ewê tilî û piştgiriya Tirkiyê hebe.

Jixwe di mesela Qibrisê da êdî ne tiliya wan tenê, îşxala wan li ber çavan e. Heger ne mudaxeleya tirkan bûya mesela Qibrisê nuha ji zûda çareser bûbûya.

Bi Yûnanîstanê ra jî ne li hev in, li wir jî ev serê salan e ku tevliheviyê derdixin û di hundur Yûnanîstanê bi xwe da jî hin grûban pîj û tahrîk dikin.

Bi kurtî, dewleta tirk dostayiyê bi kê re bike, piştgiriyê bide kê ne ji xêrê ra ye, miheqeq nêt û hesabekî xerab li pişt heye, heger tunebe tirk taya xwe jî belaş nadin kesî.

Loma jî tirk herin kuderê xerabî û fesadiyê bi xwe ra dibin, miletan bera hev didin, dibin sebebê şer û teşxeleyan.

Ji ber vê yekê jî, ya herî çêtir ew e ku meriv hevza xwe ji tirkan bike, meriv tu carî bi wan ra dostanî û tîcaretê neke, tacir û karmendên wan bera welatê xwe nede. Çimkî piraniya karkir û tacirên wan jî faşîst, ajan û çeteyên dewletê ne. Hertim dikanin wek marên qartîşî bi meriv vedin.

Tiliya tirkan ji bo xerabiyê di her qulê da heye, dema meriv dît, heger ji meriv bê divê meriv bişkîne.

09 augusti 2008

Megalomanî

Çendakî berî li ser ”mytomaniyê” (li ser virekiyê/derewçîniyê)min çend rêz nivîsî bûn û min gotibû ku di rojên pêş da li ser ”megalomaniyê” yanî bi gotineke kurdî li ser pozbilindî, mezinayî û quretiya vala jî ezê tiştekî binivîsim.

Megalomanî, hezeyan û baweriyeke xwe mezin dîtinê ye.

Kurd ji bo kesên wiha dibêjin, qurre, pozbilind.

Li gor civatên Rojava, di civatên Rojhilat da kesên ”megaloman” yanî kesên ku
xwe pir mezin dibînin hîn zêdetir in.

Li Rojava, însan ji şexsan bêtir qîmetê didin fikir û karê însên. Şexs û statuya wî ya civakî pir ne girîng e, ya girîng firkir û tiştê ku ew pêşkêşî civakê dike.

Di civata me da ne wiha ye. Di civata me da serok û karîzmeya wî gelkî girîng e. Partiya ku serokê wê ne yekî binavûdeng û biheybet be xurt nabe û di nava civatê da nabe xwedî giranî.

Ev struktur û kultura civakî dihîle ku şexs û serok xwe pir mezin bibînin.

Li Tirkiyê û Kurdistanê lîderên siyasî û serokên partiyan bi gelmperî hertişt in, ew ji her kesî jîrtir û ji herkesî zanetir in. Heger ne ew bin hevalên wan ne tu tişt in, partî û grûba wan ewê têk biçe.

Li Tirkiyê, partî û organên wê bi piranî formalîte ne. Wezîfeya herkesî ew e ku li pişt serokê xwe rawest e, gotinên wî biparêze û dubare bike.

Li Kurdistanê PKK di vî warî da numûneya herî ekstrem e, Ocalan hertişt e. Lê di nava partiyên din jî ne di vê dereceyê da be jî eynî meyl gelkî xurt e.

Bêguman ne ku hin serok tenê ji vê nexweşiya xwemezindîtinê muzdarîb in, di nava rewşenbîr, nivîskar, hunermend û gelek siyasetmedarên din da jî meriv rastî kesên “megaloman” tê.

Di heqê megalomanî û megalomanan da gelek dîtin û teoriyên cuda hene.
Megalomanî ya jî bi gotineke din, hezeyana mezinayiyê nexweşiya xwemezindîtinê ye.

Kesê megaloman, bi çavê mezinayiyeke dûrî rastiya xwe li xwe mêze dike û xwe bi vê îdîayê difroşe derûdora xwe û civatê

Psîkolog, herçiqs megalomanîyê weke nexweşiyeke bi serê xwe qebûl nekin jî lê di netîceyê da megolomanî rewşeke psîkolojîk ya pir îstîsnaî ye.

Loma jî meriv dikane bibêje ku kesên megaloman, di esasê xwe da di buhraneke mezin ya ruhî da ne û bi rengekî nexweş in.

Hezeyanên mezinayiyê li ba kesên megaloman pir xurt in. Baweriya yê megaloman ew e ku li gor kesên din ew bêtir xwedî hin wesf, hin qabîlîyet û hin meziyetên mezin e.

Lê bi piranî jî ev bawerî û qenaeta kesê megaloman ya di heqê mezinayî û rola xwe ya civalî, siyasî, edebî û hwd. da gelekê caran ne rast e û bêbingeh e. Yanî quretiyeke vala ye.

Kesê megaloman di rastiyê da hewqasî ne mezin e, tu tiştekî baş û bi temamî nizane, lê dîsa jî pişika xwe dinepixîne û xwe di neynika dêwîn da dibîne. Wek dînê di tîmarxaneyê da xwe Napolyon hesab bike.

Yê megaloman pir ji xwe razî ye, hewqas ji xwe razî ye ku tu kesî di ser xwe ra nabîne, tim dibêje ”ez” û ne kesî din.

Ew hertiştî dizane, haya wî ji hertiştî û her bûyerê heye û bi rengekî miheqeq tê geriya ye, rolek tê da lîstiye.

Lê rola wî jî tim pozîtîv e û payeyeke mezinatiyê tê da heye.

Megalomanî hinekî dişibe narsîzmê lê ne narsîzim e. Ji ber ku kesê narsîst, ew çi ye bi wî çavî li xwe mêze dike û bi wî hawî ji xwe hez dike. Heyranê xwe ye bes zêde xwe mezin nabîne.

Lê kesê megaloman ne wiha ye, bi eksê yê narsîst, ew xwe bi şiklekî bêhed mezin dibîne û ji ber vê yekê jî pir heyranê xwe ye.

Tu kîjan kevirî rake ew di bin da, tu qala kîjan bûyerê bikî miheqeq haya wî jê heye ya jî ew bi xwe tê da ye. Çimkî bêyî wî tişt nabe.

Praniya kes û şexsiyetên kurd ya dost ya jî hevalên wî ne. Pir hindik, miheqeq bîranîneke wî bi wan ra heye. Ji ber ku ew merivekî pir girîng, pir mezin e. Loma jî hemû merivên mezin dost û hevalên wî ne.

Heger ew ne heval û dostê wan be ya jî bîranîneke wî bi wan ra tunebe, bi bavê wan ra, bi bira û merivekî wan ra heye.

Yanî nabe ku siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar axir kesekî meşhûr, kesekî bi nav û deng yê megaloman nas neke.

Megaloman, dibê di bin her kevirî da be, dibê heval û dostê herkesê meşhûr be, dibê haya wî ji her bûyerê hebe; çimkî ew megaloman e, heyranê xwe û navê xwe.

Yanî, navî giran e lê warî wêran e...

07 augusti 2008

Qebheta porkurkirinê!

Li gor xebera Ajansa Nûçeyan a Firatê,(ANF) jinên kurd yên li bajarê Dortmundê ji bo ku porê ”Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” bi darê zorê hatiye kurkirin protesto bikin, wan jî qefle bi qefle serên xwe dane ber makîne û gûzanan yanî porê xwe kurkirine.

Ev tevgera ”protestoya” dûrî aqilan ji bal Meclîsa Jinan ya Dortmundê va hatiye organîzekirin.

Tê gotin ku gelek jinên kurd li kolana Dortmundê ya herî qelebalix, li ber dêra Reinoldî Kircheyê kom bûne û yek bi yek porên xwe kur kirine.

Û vê yekê jî tu bixwazî nexwazî gelkî bala almanan kişandiye, li hember vê ”protestoya” nedîtî herkes matmayî maye.

Wek tê zanîn çendakî berê hin abûqatên Ocalan şaiyak derxistin, gotin serê Ocalan bi zor li makînê xistine yanî porê wî kurkirine.

Li ser belavbûna vê îdîayê, hinekan biryar dan û gotin divê kurd jî porê xwe kurbikin.
Esas dû ra hat gotin ku ev îdîa ne rast e, kurkirin li ser daxwaza Ocalan bi xwe bûye, lê pere nekir.

Ji roja şaiya kurkirina ”porê Ocalan” belav bûye û vir da ye li Kurdistanê û li dervayî welêt bi sedan, belkî jî bi hezaran jin û mêrên kurd pê ketine porê xwe kur dikin.

Xwedêgiravî vê yekê jî li hember zordariya dewletê wek protestoyekê dikin.

Kî çi protesto dike bira bike, ez ne li dij im ku hin kes ji bo Ocalan hin çalakiyan li dar dixin. Lê ne bi vî rengî, ne bi vê sosirtetê.

Wek her miletî, hin urf û adet û hin normên kurdan jî hene. Kurd li gor van urf û adetan, li gor van normên exlaqî û kulturî tevdigerin û li hember bûyeran hin reaqsiyonan nîşan didin.
Mesela meriv di şînê da nakene.

Dema jin têkeve nabêna şer û kitana serê xwe bavîje ortê meriv şer radiwestîne û ji bo vê nabêncîtiyê li jinê naxe.

”Porkurkirina jinan” li ba kurdan wek adet heye, lê di hin haletan da tê kurkirin.

Dema xortekî malê, bav û bira ya jî yekî pir hêja bimre, jin guliyekî xwe ya jî herdu guliyên xwe jêdike.

Lê porê xwe kurr nake.

Porkurkirin nîşana QEBHETÊ ye.

Dema keçekê di mala bavê xwe da xwe avis bikira wek qebhet porê wê kur dikirn. Ji bo ku ji ber wê qebheta xwe fedî bike, nikanibe li ruyê kesî binêre.

Yanî bi gotineke din, porkurkirin, nîşana sûc û qebheteke pir mezin e. Ne nîşana protestoya zulma li ser seokekî ye.

De îcar ez fêm nakim, ev kesên ku porê keç û jinên kurd yên fedekar û dilsoz didin kurkirin ji bo kîjan qebheta wan vê yekê bi wan didin kirin?

Ma kesên porê wan tên kurkirin namûsa xwe bi dijmin ra pîs kirine, navekî xerab anîne ser xwe ya jî li hember PKK-ê û Ocalan sûc û qebhetek mezin kirine ku porê wan didin kurkirin?

Porê Ocalan kur kirine!

Ê qey dewlet li hundur çi bîne serê Ocalan, PKK û berdevkên wî jî li der ewê eynî tiştî bînin serê vî miletê belengaz?

Dewlet sibe dikane simêla wî jî kur bike.

Qey hemû mêrên kurd bi navê ”protestoyê” ewê rabin simêlên xwe kur bikin?

Ya jî wek Laleş Qaso gotiye, xwedêneke dewlet sibe dikane ”bilikê” Ocalan jî jêke.

Qey hemû endam û dilsozên PKK-ê û DTP-ê jî ewê rabin ”bilikên” xwe jêkin?

Tirk zalim û gelkî bêbav in, heger bizanibin ew çi bînin serê Ocalan, PKK jî li der ewê eynî tiştî bîne serê kurdan, bi rastî ji bo ku kurdan bêzuriyet bihêlin dikanin tiştekî wiha bikin.

Loma jî ”protestoyên” wiha pir tehlûke ne û riyên xerab bi ber tirkan dixînin.

Heger ji we tê, herin por û simêla kesên ku hevalbendî û ajantiya dewleta tirk dikin kur bikin, kesên ku welatê xwe pêşkêşî dijmin dikin, kesên ku guleyan bera zarokên xwe didin, kesên xiyanetê bi qewmê xwe ra dikin…

Wan cezayekî wiha heq kirye.

Siyasetmedar û rewşenbîrên miletekî kultur, normên exlaqî, urf û adetên miletê xwe bi vî rengî dejenere nake.

Siyasetmedar û rewşenbîrên miletekî li însanên xwe zulmeke wiha nake.

Ev, ne protesto û têkoşîna li dijî dijmin e, bêexlaqiyeke bêmane û xav e. Şerm e, bes e vê zulmê û neheqiyê li mêr û jinên kurd yên dilsoz û fedekar bikin.

06 augusti 2008

Qatilên kurdan eşkere dibin

Ji roja îdîanameya Ergenekonê belav bûye û virda ye rayagiştî gelek tiştî fêr bû, gelek qatilên kurdan û alîkarên wan nas kir.

Herroj belgeyek nuh, rismekî qatilan, raporeke MÎT-ê, îfadeya ajanekî, îtîrafên qatilekî dewletê, navên kurdên ku kuştine û gelek îtîraf û belgeyên din eşkere dibin.

Tiştek pir eşkere ye, bi vê îdîanameya Ergenekonê gelek cînayetên dewleta tirk tên eşkerekirin û kurd bi delîl û belge gelek qatilên xwe nas dikin.

Bi sedan cînayetên ”dewleta kûr” yên ku heta nuha di tariyê da mabûn û wek bûyerên ”qatilnediyar” dihatin binavkirin êdî yeko yeko eşkere dibin.

Herçiqas di îdîanameya Ergenekonê da beşekî li ser kurdan û cînayetên ku li hember wan hatine kirin tunebe jî lê dîsa jî gelek cînayetên ku bi destê dewletê hatine kirin tên eşkerekirin, ya qatil li xwe mukur hatine ya jî hin belge û delîl nîşan didin ku cînayet ji alî dewletê va hatine kirin.

Ev îdîaname, dosye û arşîva sûcên dewleta tirk e, di vê dosyeyê da baş xuya dibe ku serokên vê dewletê di nabêna salên 1990 û 2000-î da bi sedan kurd daye kuştin, ji bo kuştina kurdan bi çete, qatil û mafyayê ra hevkarî kiriye.

Loma jî divê rêxistinên kurdan, ronakbîr, dîroknas û lêkolînerên kurdan beşên vê îdîanameyê yên li ser kurdan bi dûzan arşîv bikin. Çimkî îdîaname belgeyeke pir girîng û dîrokî ya cînayetên dewleta tirk e, divê kurd vê belgeya cînayetên dewleta tirk wek belgeyek dîrokî biparêzin.

Bi taybetî jî PKK û DTP divê pir cidî li ser vê meselê raweste û hemû belgeyan arşîv bike, divê kurd qatilên xwe îro jî û sibe jî nas bikin. Divê qatil neyên jibîrkirn.

Herkes bi serê xwe nikane hemû îdîanameyê bixwîne û beşên li ser kurdan û Kurdistanê derxe. Ji ber ku îdîaname 2500 rûpel e û di rojên pêş da ewê hîn jî zêde û berfirehtir bibe.

Loma jî ev karê rêxistinekê û xebateke kolektîv e. Kes û hêzên xwedî vê îmkanê divê hemûyên van belgeyan û tiştên ku di çapemeniyê da tên nivîsîn û weşandin arşîv û tasnîv beke û dû ra jî di malperekê da pêşkêşî gel bike.

Xebateke wiha ewê pir bi feyde be. Di pêşerojê da herkesê bikanibe jê feydeyê bigre. Hebûna belgeyên wiha haviza miletan ya netewî jî xurt dike.

Li alî din divê kurd piştî eşkerebûna van cînayetan dev ji dewleta tirk bernedin, hemû riyên qanûnî bikar bînin.

Divê li qatilan û kesên emir dane wan gilî bikin û dozê vekin.

Divê parlamenterên kurd di meclîsê da van cînayetên dewletê bînin rojevê û hesab ji dewletê bipirsin.

Abûqatên kurd, baroyên li Kurdistanê û malbatên kuştiyan divê di heqê serokwezîra wê demê Tansû Çîller, serokkomar Suleyman Demîrel, serfermandarê giştî Dogan Gureş, Velî Kuçuk, mudûrê emniyetê Mehmet Agar, bi kurtî di heqê hemû berpirsiyarên dewletê yên wê demê û yên ku navê wan di îdîanameyê da derbas dibin dozê vekin.

Ji ber ku îdîanameyê da gelek cînayet bi belge ne.

Divê van qatilan rehet nekin û bê ceza nemînin.

Tiştê xuyaye ewê zêde pêş da neçin, zêde tev nedin, çimkî hukûmet û leşkeran di vî warî da li hev kirine, heta ku mimkûn be ewê bixwazin ser bûyerê bigrin.

Nexwe Erdogan nikanîbû kursiya biparasta.

Îşareta vê lihevkirna hukûmet û leşkeran ya herî berbiçav şêla hukûmetê-ê ya di bûyera Gungorenê da ye. Hukûmet bi zor dixwaze bûyerê têxe hustuyê PKK-ê û dewleta kûr derxe paqijiyê.

Lê qet qala "dewleta kûr" nake, dixwaze ser bigre.

Şertên lihevkirna leşkeran yek jê zêde pêşdaneçûna ser çeteyan e û ya din jî dijminatiya bi kurdan ra ye. Hukûmetê herdu şertên leşkeran jî qebûl kiriye.

Loma jî di rojên pêş da hukûmeta AKP-ê li hember kurdan, bi taybetî jî li hember Kurdistana Federe ewê siyaseteke pir dijminane û êrêşkar bimeşîne. Beyanên Erdogan û yên serfermandarê nuh Başbug îşareta vê yekê dide.

Lê li gel vê jî divê kurd xwe sist nekin û bi xurtî herin ser bûyerê.