02 juli 2008

Dewleta tirk bi şerê çeteyan diheje

Piştî operasyona do ya li hember çeteyên Ergenekonê, rewşa Tirkiyê dişibe bajarekî piştî erdhejê, hertişt li bin guhê hev ketiye, tevlihevî û kaoseke mezin heye. Ji her serî dengek derdikeve.

Ne serokkomar, ne serokwezîr û ne jî serfermandarî giştî axir rutbe û meqamê wî çi dibe bila bibe ji jiyana xwe ne ewle ye. Herkes sibehê dema sax û silamet ji xew radibe pirsa derûdora xwe dike, hela ka kî hatiye girtiye, kî nehatiye girtin.

Yanî bi kurtî herkes ji ruhê xwe ditirse. Ji ber ku dewlet û ev 80 sal in li ser esasê qanûnên mafiya û çetewariyê hatiye meşandin. Di bin xêliya xwedêgiravî komareke demokratîk da ”dewleteke kûr” hatiye avakirin û vê ”dewleta kûr” bi riya teror, komplo û çeteyan dewlet îdare kirye.

Loma jî wek kurd dibêjin, ”Eyşik e ji xwe bi şik e”, îro li Tirkiyê herkes ji xwe bi şik e. Ji ber ku piraniya siyasetmedar, mamosteyên zanîngehan, çapemenî, rojnamevan, pûlis, leşeker yanî her kes pir hindik di nava têkiliyên tarî û çetewarî da ne, tiştên bêqanûnî dikin.

Loma jî carcarnan di nabêna van grûban da şerê pir dijwar derdikve, ew jî wek grûbên mafîa dixwazin hevûdu tasfiye bikin û dewletê bi temamî têxin destên xwe.

Berê, heta salên 1980-î li Tirkiyê tenê çeteyên kemalîst xwediyê dewletê bûn, çimkî ew yên herî mezin û herî bi hêz bûn, her tişt di destê wan da bû. Lê piştî darbeya leşkerî ya 1980-î û îktîdara Turgût Ozal, rewş guherî, êdî hin grûbên îslamî jî bere bere, bi saya piştgirî û alîkariya dewletê xurt bûn û hatin ser hukum.

Dewleta kemalîst û dîktaor ji bo ku tevgera kurd ya netewî pûç bike li gel teror û kuştinê, alîkarî da hin hêzên îslamî, xwestin bi alîkariya van hêzan, li ser navê Îslamê kurdan ji têkoşîna wan ya netewî dûr bixin, asîmîle bikin û bikin tirk.

Lê wek dibêjin hesabê mal û bajêr li hev derneket, hesabê kemalîst û faşîstên tirk jî şaş derket, ew hêzên ku wan ji bo wendakirina kurdan çêkirin û piştgirî pê ra kirin îro êdî naxwazin îktîdarê bi kemalîstan ra par jî bikin, dibêjin bira hemû ji me ra be.

Îro hêzên îslamîst yên panturkîst li Tirkiyê û heta dereceyekê li Kurdistanê jî, hewqas xurt bûne ku êdî destê leşker û kemalîstan li nava wan nayê hev.

Erbekan, berê ji gotin û emrê leşkeran dernediket, wan çi bigota bi ya wan dikir. Lê dîsa jî pê nehatin serî, rabûn qewitandin, gotin te karê xwe kir, êdî bes e, here li mala xwe rûne. Û rabûn Refah perçe kirin û dû ra jî dan girtin.

Ji bo ku hêza Erbekan heder nebe û bi rengekî dîsa li Kurdistanê ji bo xapandina kurdan feyde jê were girtin, îcar AKP dan çêkirin. Hêviya leşker û kemalîstan ew bû ku bi saya meriv û ajanên xwe yên di nava AKP-ê da ewê Erdogan ji Erbakan baştir îdare bikin.

”dewleta kûr” di vî hesabê xwe da jî şaş derket, Erdogan di her warî da bi ya wan nake. Loma jî nuha bi çar çavan li Erbakan digerin.

Diyar e hertim heqê mezlûman ji zaliman ra namîne, Bi xurtkirina AKP-ê hesabê ”dewleta kûr” ew bû ku bi riya vê îdeolojiyê îslamî-panturkîst kurdan ji tevgera netewî dûr bixe, lê wek wan dixwest nebû, vî hesabî belayeke hîn mezintir bi xwe ra anî.

Wek kanîbûn bi Erbakan, êdî bi zor nikanin bi Erdogan, ji ber ku Erdogan dibîne ku şert û dinaya hatine guhertin, êdî şert jî û dinya jî di lehê wî da ye.

Ya din Erdogan dibîne ku heger ew jî wek Erbekan zû teslîm bibe xirab e, dû ra ewê wî bi saxî bigron. Heta nuha çiqas tawîz dan û bi ya leşkeran kirin jî têrê nekir, loma jî hinekî dereng be jî liberxwe didin, wek însanê ji çiyê da bikeve û destên xwe bavîje ji gongil û keleman da. Ji ber ku mecbûr e.

AKP-e jî ji bo ku neyê girtin û siyaset li Erdogan û Gul neyê qedexekirin bi îhtîmaleke mezin bi van qozên di destê xwe da bi leşkeran ra ketiye nava bazarekê. Lê hîn baş ne diyar e ku di destê kîjan alî da çi qoz hene. Lê bazar berdewam e.

Hin çavkaniyên siyasî balê dikşînin ser hevdîtina Erdogan û fermandarê hêzên bejayî Îlker Başbûx ya hefta borî. Dibêjin di wê hefdîtinê da operasyona do hatiye rojevê û leşkeran destûr dane operasyonê.

Helbet ev tenê îdîayeke, lê dikane rast be jî. Ji ber ku tê gotin ku di dîroka Tirkiyê da ev cara pêşî ye ku pûlis di ”mala artêşê” da digre ser mala orgeneralekî û saxî dike. Yanî divê artêşê destûr dabe.

Lê dîsa jî rastî û nerastiya vê îdîayê belkî meriv bikanibe ji reaksiyona leşkeran derxe. Heta nuha serekerkaniyê di vî warî da tu beyan nedaye. Beyana serekerkaniyê ewê gelkî mihîm be.

Lê li gel vê jî, wek dibêjin ”tas ha şingiya ha şikiya” ferq nake, ew çi bikin jî wek berê nabe, carê deng ji hev anîne.

Bi kurtî, ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne.

Divê kurd di vî şerî da nebin destiyê kêrî û piştgiriya aliyekî nekin. Ji ber ku herdu serî jî qatil û celadê kurdan e.

Zeîfbûna herdu aliyan li feydeya me ye. Ji dêlî ku ewê me bixwin bira hevûdu bixwin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE