31 juli 2008

Kurdan biryareke dîrokî girt

Civata Parêzgeha Kerkûkê îro civîneke awarte û dîrokî saz kir û biryareke dîrokî girt.

Di civînê da 24 endamên meclîsê ji bo ku Kerkûk vegere ser Kurdistana Federe daxwaznameyek îmze kirin û şandin ji Parlamentoya Kurdistanê ra.

Di daxwaznameyê da ji Parlamentoya Kurdistanê ra tê gotin ku heger Hevpeymaniya Kurdistanê di Meclîsa Îraqê da li ser statuya Kerkûkê bi ereban ra li hev neke wê demê ew dixwazin ku Kerkûk li gor vê biryara Meclîsê Wîlayeta Kerkûkê vegere ser Kurdistana Federe.

Meclîsa Wîleyeta Kerkûkê ji 41 endaman pêk tê. Ji bo qanûnîbûn û derbasbûna biryarê dengê 22 endaman têr dike, lê biryar bi 24 endaman yanî bi piraniyê hatiye girtin. Û dengê serokê meclîsê jî ne di nava van 24 dengan da ye.

Esas Meclîsa Kerkûkê divê ev biryar ji zûda girtibûya û vegera Kerkûkê li ser ereban ferz kiribûya. Tolerans û ”sistiya” kurdan ji bal ereban ve wek qelsî û zeafekî kurdan hate qebûlkirin û loma jî cesaret kirin ku di Meclîsa Îraqê da li hember kurdan wê biryara neqanûnî bigrin.

Wek tê zanîn, hefta pêş me Parlamentoya Iraqê ewê bicive û li ser qanûna meclisên wîlayetan minaqaşe bike û hin qanûnan derxe.

Divê kurd wê rojê di Meclîsa Îraqê da ”destvala” dernekevin hember ereban, miheqeq divê qoz û kartên di destên wan da ji yên ereban gelkî xurttir bin. Yan na ereb ewê dîsa bi çapikî û hîlebaziyeke erebwarî hin biryaran bigrin û girtina Kerkûkê gelkî zahmet bikin.

Loma jî heta wê rojê divê kurd hemû qoz û îmkanên xwe bikar bînin.

Praktîk û tecrûbeya salan nîşan da ku ereb bi rehîtî Kerkûkê nadin kurdan. Loma jî divê kurd bi hawakî lez û bez hin emirwaqiyan li ser ereb û emerîkiyan ferz bikin. Heger ne wiha be Emerîka jî piştgiriyê nade kurdan.

Li gor malpera Pûkmedîa dinivîse, balyozê Emerîka yê Îraqê Ryan Crock, îro bi Serokkomarê Îraqê Celal Talabanî ra hevdîtineke pêk aniye û herdu alî jî li ser vê meselê û bicîanîana madeya 140-î rawestiyan e.

Tiştê xuya ye emerîkî ji ereban bêtir dixwazin kurdan ”îqna bikin, yanî tawîzê ji kurdan bigrin.

Bêguman divê serkirdayetiya kurdan êdî nexape û tu soz û wadên din qebûl neke. Dirêjkirina demê nêteke xerab e û armanc nedana Kerkûkê ye.

Heger kurd îro nikanibin Kerkûkê bigrin, piştî çend salaên din qet nikanin. Çimkî îro ereb ji her demê bêtir qels in û kurd jî ji her demê bêtir xurt in.

Loma jî divê kurd vê fersenda dîrokî ji dest xwe nerevînin. Dîrok fersendên wiha du caran nade meriv.

Metna daxwaznameyê wiha ye:

Ji bo serokê civata parêzgeha Kerkûkê
Babet, daxwaza vegerîna parêzgeha Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê

Em wekû endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê daxwaz dikin ku parêzgeha Kerkûkê vegere ser Herêma Kurdistana Iraqê.
Em li gor madeya 2-yê ji birgeya 3-yê ya yasaya hijmara13-yê 2008 a rêvebirina teybet ji bo avakirina herêman, daxwaz ji we dikin ku di demekê de ku eger hat û Hevpêmaniya Kurdistanê li ser pêkanîna qanûna hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê bi awayekî ku guncan be digel destûra Iraqê, digel aliyên din ên nav Parlamentoya Iraqê li hev nekir, vê daxwaza me bigihînin Parlamentoya Kurdistana Iraqê.
Digel rêzên me
24 endamên civata parêzgeha Kerkûkê


Piştî civîna awarte biryar û daxwaznameya Meclîsa Kerkûkê ku îmzeya 24 endamên meclîsê li bin e di civîneke çapemeniyê de ji aliyê endamên civatê ve hat xwendin û serokê Civaka Parêzgehê Rizgar Elî ragihand ku ev daxwazname ne tenê ji bal nunerên kurdan ji bal nunerên çar pêkhateyan ve hatiye îmzakirin ku ew jî kurd, ereb û tirkmen û mesîhî ne. Nunerên bereya Tirkmen û hin partiyên îslamî yên ereb di civînê da amade nebûn. Li gor qanûna parêzgehan ji bo daxwazeka wiha îmzeya 22 endaman têr dike.

Ev biryara daxwaznameya vegera Kerkukê bo ser Herêma Kurdistana federe li bajar û deverÊn din bi kêfxweşiyeka mezin hat pêşwazîkirin û gelên van bajaran bi her awayî piştgiriya xwe ji bo daxwaza Kerkukiyan ragihand.

30 juli 2008

AKP negirtin lê ji girtinê xerabtir kirin

Texmîna min û gelek kesî çewt derket, Dadgeha Destûrê bala AKP-ê kişand, îxtarek girîng dayê lê negirt.

Hemû AKP-yî bi vê biryara dadgehê ya ”nîvgirtinê” gelkî kêfxweş bûn.

Doza girtina AKP-ê ev 4 meh û nîv bûn ku dom dikir û gelek texmîn û speklasyon li ser dihatin kirin. Dadgehê, biryara xwe konewarî îro eşekere kir.

Li gor biryara dadgehê, erê AKP nayê girtin lê ji girtinê xerabtir lê tê kirin. Di biryarê da him bala wê tê kuşandin û him jî mohra ”îrtîcayê” li ser ampûlê dikeve. AKP wek "merkeza îrtîcayê" tê qebûlkirin.

Ji biryarê meriv fêm dike ku Dadgeha Destûrê, dengeyên siyasî û berjewendiyên herdu aliyan jî girtiye ber çav û li gor wê, biryareke pir bi hîle û konewardî daye.

Yanî wek kurd dibêjin, mêrikan di biryara xwe da ne şîş şewitandine ne jî kebab. Biryareke ji girtinê xerabtir dane lê negirtine. Ji bo AKP-ê biryara girtinê ewê ji vê biryarê gelkî baştir bûye.

Li gor beyana serokê dadgehê Haşîm Kiliç, ji 11 endamên dadgehê 6 kesan ji bo girtinê, 4 kesan ji bo bêbşkirina ji alîkariya madî ya dewletê û endamekî jî(serokê dadgehê) li dijî girtinê deng dane.

Ji bo girtina partiyekê ji 11 endamên dadgehê dengê 7 kesan pêwîst e.

Ev yek jî tê wê maneyê ku ji 11 endamên dadgehê 10 kesan îdîeya serdozger(sawcî)ku AKP partiyke li dijî laîsîzmê ye û bûye ”merkeza îrtîcayê” û loma jî dibê were girtin, rast dîtine û qebûl kirine.

Yanî Dadgeha Destûrê, qebûl kiriye ku AKP li dijî ” prensîp û înqîlabên” Ataturk û laîsîzmê ye û bûye merkeza ”îrtîcayê.”

Û ji xwe dadgehê ji bo vê yekê jî biryar daye ku alîkariya xezîneyê ji ser AKP-ê were birrîn.

Bi vê biryara Dadgeha Destûrê, tê qebûlkirin ku AKP partiyeke îrtîcaparêz û sicîlxerab e û bûye merkezeke faaliyetên li dijî Qanûna Esasî.

Yanî wek însanê bi sabiqe, AKP jî êdî partiyeke bi ”sicîlxerab” û bi ”sabiqe”ye û bi biryara dadgehê jî mohra îrtîcayê lê ketiye.

Di destpêkê da bawerî û texmîna herkesî ew bû ku AKP ewê were girtin. Çimkî ji biryara ”turbanê” û hin biryarên din herkes dizane ku ji 11 endamên dadgehê bi kêmanî 9 kes li dijî AKP-ê ne.

Yanî piraniyeke mezin ya endamên dadgehê di esasê xwe da dixwazin AKP were girtin. Û li gor qanûna heyî jî divê biryara girtinê derketa.

Lê dernekt.

Ji ber ku di rojên dawî da hukûmetê bi Serfermandariya Giştî û hin derûdorên kemalîst ra hin birr û bazarî kirin. Loma jî di rojên dawî da êdî texmîna herjesî ew bû ku AKP ewê neyê girtin.

Yanî meriv dikane bibêje ku biryar, biryareke siyasî ye û piştî hin bazarî û lihevkirinên di nabêna leşker û AKP-ê da hatiye girtin.

Heger ev texmîn, yanî ”lihevkirina bi leşker û Ergenekonê ra” çewt be, wê demê jî divê di rojên pêş da AKP, bêtir giraniyê bide avêtina gavên demokratîk û reformên ku Yekîtiya Ewrûpayê dixwaze.

Divê Ergenekon were tasfiyekirin û endamên wê werin darizandin û cezakirn.

Divê di zûtirîn wexta da dest bi çêkirina qanûneke esasî ya nuh bike.

Divê hukûmet bi nûnerên kurdan ra rûne û mafê kurdan yên netewî qebûl bike.

Û gelek gavên demokratîk yên din.

Lê di axftina Erdogan ya piştî biryarê da îşaretên lihevkirinekê xuya dikir. Erdogan di axaftina xwe da ji biryarê gelkî kêfxweş xuya bû. Fena ku biryar li gor lihevkirinekê wek ku wî dipa derketiye. Ji dêlî rexne ya jî gazinekê gelkî pesnê ”prensîbên cumhûriyetê” da û got ewê tu carî ji wan dûr nekevin.

Helbet rojên pêş vê lihevkirinê ewê hî baştir derxe holê. Dema reformên demokratîk neyên kirin maneya xwe ew e ku AKP-ê bi ”dewleta kûr” ra lihev kiriye û ev biryara "nîvgirtinê" jî netîceya wê ye.

29 juli 2008

Hildana ala herî mezin nîşana tirsê ye

Piştî teqîna pêr ya li taxa Gungorenê seranserê Tirkiyê dîsa bi ala tirk sor bû, bû wek goleke xwînê.

Wek tê zanîn Tirkiye welatê alan e, alên herî pir, herî dirêj û herî mezin li Tirkiyê hene.

Li cîhanê di warê alên herî mezin û herî dirêj da tu welatekî din nikane bi Tirkiyê ra têkeve pêşbaziyê.

Li Stenbolê, Mêrsînê û li gelek bajarên Tirkiyê yên din alên 4 hezar 500 m2-yî hene.

Çiya, gir, mit, pal û zinarên ku ala tirk li ser nehatibe çikandin û çêkirin hema hema tuneye.

Li Tirkiyê di her malê da çend alên ebatên wan cihê hene. Li gor rojê, girîngî û mezinayiya bûyerê al bi pace û şaneşînan/balkonan ve tên daliqandin.

Ji ber ku bûyera Gongorenê êrîşeke terorîst ya pir mezin e loma jî alên do hatin daliqandin jî him pir bûn û him jî pir û pir mezin bûn.

Di xeberên tirkî da bala min kişand, hin malan him bi şaneşînên xwe ve kiribûn û him jî bi paceyên xwe ve.

Alên şaneşînan mezin û yên paceyan jî biçûk bûn.

Bêguman piranî jî kurd ji tirsa ruhê xwe ne yekê, çend alan bi darda dikin. Ji ber ku li gor dewlet û miletê tirk, kesê ala tirk bi mala xwe va neke xayin e û dijminê miletê tirk e.

Û meriv çi tîne serê dijmin jî jixwe her kes dizane.

Loma jî kurd ji dêlî yekê, çend heban û him jî yên herî mezin bi malên xwe va dikin.

Çi bikin? Zora zaliman bêsînor e.

Helbet ev yek terorîzekirina miletekî ye, dewlet bi zanetî di her fersendê da zulmê li kurdan dike.

Li Tirkiyê ala tirk bûye alet û wasiteya terorîzekirina kurdan.

Piştî her cejneke tirkan ya jî bûyreke terorîstî ya jî kuştina çend leşker û pûlisan Tirkiye dibe wek welatekî hatibe dagirkirin.

Fena ku Tirkiye ji alî artêşa welatekî din va hatibe dagirkirin û wî welatî li her derê alên xwe bi darde kiribin. Lê al ne yên welatekî din in, ya Tirkiyeyê ye.

Tirkiye di bin îşxala ala xwe da ye.


Helbet sebebê vê psîkolojiya tirkan heye. Tirk hîn jî baş ne emîn in ku ev welat ewê ji wan ra bimîne.

Ew dizanin ku ev welat ne yê wan e, wan bi darê zorê û bi dek û dolaban ji xelkê stendiye.

Û zarokên miletên asas xwediyên vê axê îro têkoşîna rizgarkirina wealtê xwe dikin. Têkoşîna miletên din bi qasî ya kurdan ne diyar be jî lê kesî hîn dev ji welatê xwe bernedaye.

Miletê kurd ev 200 sal in ku bi canfîdayî û qehremaniyeke mezin ji bo rizgarkirina welatê xwe xwîna xwe diherikîne.

A ev têkoşîna miletê kurd ya bênabên û bi heybet bizav li tirkan û dewleta wan qetandiye.

Loma jî tirk gav û seetê wek artêşeke ku Tirkiye û Kurdistan nuh îşxal kiribe ala xwe hildidin û bi darê zorê bi malên xelkê va dikin.

Tirk dizanin ku kurd û miletên din zû yan dereng ewê welatên xwe ji bin îşxala artêşa wan rizgar bikin.

A ji ber vê yekê ye ku dewleta tirk hertim bi psîkolojiya hêz û artêşeke biyanî hereket dike, li ser van erd û avan xwe wek mîvan û diz dibîne.

Xwe tu carî wek xwediyê malê his nake.

Tirk, bi hildana alên herî mezin û herî dirêj tirsa xwe direvînin, xwe tatmîn dikin.

28 juli 2008

Terorîstan dîsa destên xwe di xwîna kurdan gerandin

Dijmin îro dîsa bi qeleşiyeke mezin xwîna bidehan kurdî rijand.

Vê sibehê bi dehhezaran nişteciyên bajarê Kerkûkê ji bo ku biryara Meclîsa Iraqê ya li ser qanûna hilbijartinên meclîsên parêzgehan protesto bikin daketin kolanên bajêr.

Piştî ku bi dehhezaran Kerkûkî daketin ser kolanên bajêr û biryara Meclîsa Îraqê protesto kirin, terorîstekî xwekuj di nava girseya gel da xwe teqand. Li gor tespîtên destpêkê di teqînê da 25 kes hatin kuştin û li dora 180-ê kesî jî birîndar bûne.

Her ku kurd li başûrê Kurdistanê nêzî azadî û serxwebûna xwe dibin, dijmin jî êrîşên xwe zêde dikin.

Armanca dijmin bi vê êrîşî ew e ku referandûma Kerkûkê texîr bike û Kerkûk nekeve destê kurdan.

Kî ku naxwaze Kerkûk bi Kurdistanê ve were girêdan ew li pişt vê êrîşa terorîst û qeleş e. Dixwazin bi êrêşên wiha kaosê peyda bikin û çavê kurdan bitirsînin, rê li ber bicîanîna madeya 14-î bigrin.

Lê wek di beyana serokatiya Kurdistanê da jî hatiye gotin, tu êrîş nikane rê li ber serkeftina gelê kurd bigre.

Tê gotin ku ji bîneya Cepheya Tirkmen jî meşvan hatine gulebarankirin. Û di vê gulebarankirinê da jî gelek kes hatine kuştin û birîndar kirin. Li ser vê êrîşê, milet jî êrîş biriye ser bîneyê û bîna şewitandine.

Ji zûda ye ku dewleta tirk bi rengekî pir sînsî dixebite ku tirkmen û kurdan bera hev de. Pir ne dûr e ku di vê êrîşê da tiliya sîxurên tirkan hebe.

Di rojên pêş da êrîşên wiha dikanin hîn jî zêde bibin. Loma jî divê kurd tedbîrên xwe bigrin û planên dijmin pûç bikin.

Çeteyên Ergenekonê li Stenbolê qetlîam kirin

Do bi şev li Stenbolê li taxa Gungorenê çeteyên ”dewleta kûr” li eynî cihî du bombe li pey hev teqandin. Di teqînê da 17 kes kuştin û 150 kes jî birîndar kirin.

Pûlis heta nuha hîn negotiye kî li pişt êrîşê ye. Belkî jî delîl heye lê newêrin bibêjin. Ji ber ku dikanin qetlîamên hîn mezintir bikin. Ev îmkan û hêza Ergenekonê heye.

Lê çapemeniya tirk ya faşîst û girêdayî dewleta kûr bi israr dixwaze bûyerê têxe hustuyê PKK-ê. Li gel ku PKK-ê tavilê êrîş bi şîdet mehkûm kir û got, tu têkiliyeke me bi bûyerê ra tuneye, bûyer karê Ergenekonê ye.

Her çiqas hîn kes nehatibe girtin û di heqê êrîşkaran da tu delîlên resmî nehatibin eşkerekirin jî lê bi îhtîmaleke mezin êrîşa Kerkûkê û ev êrîş jî ji alî eynî hêzan ve yanî ji alî Ergenekonê ve hatiye kirin. Çimkî di herdu êrîşan da jî hedef kurd in.

Şikil û hedefa êrîşê nîşan dide ku çî li çeteyên Ergenekonê teng bûye, ketine panîkê. Û hîn di nabêna wan û hukûmetê da lihevkirineke li gor dilê wan çênebûye.

Heger çeteyên Ergenekonê di nava xwe da û bi hukûmetê ra li hev kiribûna ev êrîş nedibû. Ev êrîş îspata berdewamiya şerê di nabêna çeteyan xwe bi xwe û hukûmetê da ye.

Ergenekon bi vê êrîşê dixwaze nîşanî hukûmetê bide ku ew dikanin çi bikin. Heger bi rastî jî hukûmet û sîstema edaletê tawîzê nedin çeteyên Ergenekonê û bixwazin wan ceza bike êrîşên wiha ewê zêde bibin. Ji ber ku ji bo bazariyê karta di destê wan da tenê teror e, tiştekî din tuneye.

"Dewleta kûr" dizane ku li Tirkiyeke demokratîk cî û giraniya çeteyan tuneye. Loma jî nahêlin Tirkiye bibe welatekî demokratîk, nahêlin Tirkiye mesela kurdan çareser bike, nahêlin Tirkiye Kurdistana Federe nas bike.

Nahêlin, i berku kara wan di şer û kaosê da heye. Loma jî ev êrîş karê Ergenegkonê ye. Bêyî Ergenekonê û hêzên faşîst kara kesî di vê êrîşê da tuneye.

27 juli 2008

Sibe hertişt tê wezna berê

Herçiqas berê jî carekê min bi ber guhê we xistebe jî lê di dubarekirina careke din da tu zirar tuneye, dawiya dawî 4 hefte tehtîl qediya û sibe bi xêr û xweşî ez dest bi kar dikim.

Çar hefte wek xwenekê hat û çû, min ne rohn kir û ne jî tîr kir, min hil kir û ne jî heram kir.

Bawer bikin li ber çavên min hertişt dîsa wek xwe ye.

Hefteya pêşî min got 4 hefte naqede, loma jî bi piranî li hewşê min xwe da berberoşk.

Hefta duduyan min hinekî xwe bir û anî, çend tîjik dan xwe û xwest ku ji hundur derkevim lê bi fikara ku hîn wext pir e min hew carê dît ku ew hefte jî qediya.

Hefta sisiyan xanima birayê min Berzan bû mîvana me. Xêra wê ez û xanim çend caran bi hev ra derketin û me li gor hefteyên berê dilê xwe li gerê û dîtina Stockholê rehet kir.

Yanî ez dikanim bibêjim ku hefta sisiyan baş derbas bû.

Lê hefta çaran ji hemûyan baştir û rengîntir derbas bû. Wek Lotoya ku di 70 saliya meriv da ji meriv ra lêkeve, vexwendin li ser vexwendinê, dost û hevalan mala wan ava em ji destê hev kaş dikirin.

Roja ku kesî ban me nekira îcar em rehet nedisekinîn, îcar me ban hinekan dikir û em diketin hige dingê.

Hin hevalên nêçîrva li gundên Stockholmê em dawetî xwezayek muhteşem û xwarina goştên pezkûvî û gakûviyan dikir, hinekan li hewşên wek mêrgên zozanên Serhedê em dawetî şevbêrkên nostaljîk û xwarina goştê berxan yê biraştî dikir.

Em feqîrên Xwedê mabûn di nabêna Xelî û Celîl da, me nizanîbû ji kîjanî ra bibêjin erê û ji kîjanî ra jî bibîjin na.

Yanî di hefta dawî Xwedê bi carekê da da me.

Bêguman me jî qet texsîr nekir, heta ji me hat me dilê xwe li xwarin û vexwarinê rehet kir.

Heta vira min tenê qala xwarin, vexwarin û şevbêrkên nostaljîk kir, min qala tiştên hûn jî wek min pê ”xemgîn” bibin nekir.

Bira ew ji min ra bimînin. Bîranînên wiha meriv di zûleya dilê xwe da wek sirekî veşêre baştir e. Wê demê meriv hevalê xwe pê nerehet nake.

Şevbêrkên me hevalên Stockholmê gelek caran dişibe sohbeta meyvexuran, xweş dest pê dike lê gelekê caran ”xerab” diqede.

Diyar e ew jî biharata jiyanê ye, bêyî wê jiyan xag e.

Wê şevê hevalekî got, dibê êdî em qala ”rojên borî” û bîranînên berê nekin, ya girîng pêşeroj e, dibê em qala wê bikin.

Belkî rast e. Dibê meriv carê viya jî tercûbe bike.

Çima ergenekonciyên kurd di îdîanameyê da tune ne?

Îşev qet ji dilê min nayê ku qala Ergenekonê û dewleta çeteyan bikim. Ya herî baş dibê meriv zêde pêda nere, ku mriv zêde pêda here merivê aqil berde.

Ji ber ku tu norm û pîvanên ku meriv bikanibe pê wan ji hev bigerîne nemane, herkes dikane ajan û endamê Ergenekonê be.

Dewlet, bûyeran û navê ajanan piço piço, rast û derewan li bin guhê hev dixe, dike gêrmiya gavanan û dû ra belav dike.

Loma jî meriv nizane çi rast e û çi jî derew e?

Lê tiştê balkêş, dewletê heta nuha hîn lîsteya ”ergenekonciyên kurd" yanî lîsteya endamên Ergenekonê yên di nava kurdan da eşkere nekiriye. Dozger tenê çend tişt û nav bi rengekî tevlihev îma kiriye.

Gelo mimkûn e ku di nava rêxistineke wek Ergenekonê da ku di esasê xwe da bi piranî ji bo kurdan hatiye çêkirin kurd tunebin?

Bêguman ne mimkûn e ku tunebin. Lê qey hîn dor nehatiye eşkerekirina wan. Bi îhtîmaleke meizn di rojên pêş da emê gelekên wan jî nas bikin.

26 juli 2008

Kurd di bin êrîşeke mezin da ne

Li Îraqê, kurd û Kurdistana Federe rûbirûyî xeter û êrîşeke pir mezin in. Ereb dixwazin bi siyaseteke ”hokus-pokus filiokus” Kerkûkê ji kurdan bistînin.

Parlamentoya Îraqê roja sêşemiyê(22/7-08)bêyî beşdarbûna kurdan û lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê bi dengdaneke neqanûnî û zorbayî qanûna hilbijartinên herêman qebûlkir.

Li gor vê biryara Meclîsa Îraqê, hilbijartinên meclîsa Kerkûkê 6 mehan ewê were texîrkirin. Lê di vê nabênê da meclîsa wîlayeta Kerkûkê ya nuha ku him serokê wê kurd e û him jî piranî di destê kurdan da ye ewê were belavkirin û kursiyên meclîsê jî li gor miletan, 32 ji ereban ra, 32 ji turkmenan ra, 32 ji kurdan ra û 4 jî li gurûbên din werin dabeşkirin.

Ev parvekirina wek hev ya li miletan daxwaza dewleta tirk û Cepha Tirkmen e jî. Ereb û tirkmen dixwazin bi vê dengdana neqanûnî îdareya Kerkûkê ji destê kurdan derxin û dû ra jî wek bajar bi Bexdayê va girê bidin.

Bi îhîmaleke mezin tiliya Tirkiyê jî ewê di vê lîstikê da hebe. Çimkî ji serî da ye Tirkiye serkêşiya vê parvekirina wek hev dike.

Wek tê zanîn, tirk naxwazin kurd li Îraqê bibin xwedî mafekî herî biçpk jî. Lê heger hat û kurd bûn xwedî federasyona ya jî dewleteke serbixwe, wê demê jî Kurdistan ji alî cografî da pir biçûk û ji alî petrolê da jî ne dewlemend be.
Yanî dibê Kurdistan biçûk û kurd jî feqîr bin.

Lê kurd jî bi vê yekê dizanin û ji destpêkê da li dij in ku li Kerkûkê kursî di navbêna kurd, ereb û turkmanan de wek hev werin parvekirin. Ew baş dizanin ku qebûlkirina parkirineke bi vî rengî wendakirina Kerkûkê ye. Dema ev fersend têjeve destê ereb û tirkmenan, roja din ewê dengên xwe bikin yek û Kerkûkê ji destê kurdan derxin û bidin ereban.

Ev yek pir vekirî ye.

Berî hertiştî Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye. Lê ya ji wê jî girîngtir, li Kerkûkê kurd di piraniyê da ne. Nufûsa kurdan bi qasî ya ereb û tirkmeman herduyan jî heye. Loma jî tu sebebekî biheq tuneye ku tirkmen û ereb bi qasî kurdan bibin xwedî desthilat.

Kurd ne li dij in ku kursiyên meslîsa bajarê Kerkûkê li miletên din jî werin belavkirin. Kurd dixwazin tirkmen, ereb, asûr û kildan jî li gor nifûsa xwe di îdareya bajêr da cî bigrin û bibin xwedî desthilat, lê ne ku her kes wek hev be.

Ereb û tirkmen dizanin ku bi dengdan û referandûmê nikanin Kerkûkê ji destê kurdan derxin, loma jî dixwazin bi hîleyên wiha ya jî bi zor ji kurdan bistînin û bi Bexdayê va girê bidin.

Li gor siyaseta li ber çav, kesê pêşengiya vê dengdana ”hokus pokus filiokus” kiriye Serokê Meclîsa Îraqê Mahmûd Meşhedanî ye.

Lê ne mimkûn e ku Meşhedanî bi serê xwe tenê biwêribe kurdan bigre hember xwe û vê gava gelkî tehlûke bavêje. Miheqeq li pişt perdê hin aktorên din jî hene, ew jî bi dizî Meşhedanî û erebên nîjadperest li hember kurdan piîj dikin.

Di nava van ”aktorên dijmin” û xêrnexwazên kurdan da helbet Tirkiye û Îran di serî da ne.

Bêguman tiliya Sûriyê û hin welatên ereb yên din jî dikane di vê biryarê da hebe.

Heta pir ne dûr î aqilan e ku Emerîka û Neteweyên Yekbûyî jî di vê biryarê da bi hawakî cesaret dabin Meşhedanî.

Ji der da dîtin ne mim kûn e, lê kurd nuha dizanin, bêyî ”destûr” ya jî ”xweşbîniya” Emerîka gelo Meşhedanî dikane gaveke wiha bavîje ya na?

Ji bo pêşerojê zanîna vê yekê ji bo kurdan pir û pir girîng e.


Îranê herçiqas heta nuha wek Tirkiyê ev dijminatiya xwe ya li hember kurdan pir eşkere nekiribe jî lê di bin ra dike. Kurd bi vê yekê dizanin.

Şêl û reaksiyona kurdan ya li hember biryara Meclîsa Îraqê bi giştî pir baş e û hêjayî teqdîrê ye. Bi taybetî jî redkirina qanûnê ji alî serokkomar Celal Talabanî ve tiştekî baş bû û mafekî destûrî û qanûnî da kurdan.

Ji roja biryara meclîsê hatiye girtin û vir da, ji serokkomar Celal Talabanî bigre heta bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û hemû partî, sazî û dezgehên kurdan yên din di warê siyasî da bi hev ra reaksiyoneke pir baş û xurt nîşan dan. Ev reaksiyona bi tifak û yekdengî hêzeke mezin dide kurdan.

Ya din kurd li hember ereban îro hewqasî ne bêçare û qels in. Piştî vê ”bêbextiya” ereban, dibê kurd li ser ”dost” û ”mitefikên” xwe careke din rawestin û baş bifikirin. Mitefikên ne saxlem di pêşerojê da, di dema herî krîtîk da dikanin belayên pir mezin bînin serê kurdan.

Vê biryara Meclîsa Îraqê jî nîşan da ku Kurdistana Federe hîn jî di bin êrîş û tehdîdeke mezin da ye. Li pêş kurdan hîn riyeke dûr û dirêj heye, Kurdistana Federe hîn ne di bin garantiyê da ye.

Mixabin, dost û mitefik hindik in, dimin pir in.

Dost û mitefikên herî mezin em kurd xwe bi xwe ne, divê em kurd dost, mitefik û piştevanê hev bin.

Divê kurdên herçar perçên Kurdistanê wek rohniya çavên xwe li Kurdistana Federe xwedî derkevin û wek zarokekî li şîr alîkariyê bi kurdên başûr ra bikin. Serkeftina kurdên başûr serkeftina hemû kurdan e, Têkçûna wan jî têkçûna hemû kurdan e.

Heger li başûr ev îmkana dîrokî îcar jî ji destê kurdan here êdî rizgarbûna kurdan û avabûna Kurdistaneke serbixwe xeyal e. Loma jî divê em hemû kurd bi hemû îmkan û derfetên xwe, cansîperana piştgiriyê bidin kurdên başûr û ji bo jiyana Kurdistana Federe bixebitin.

Tirk, serkeftina kurdên başûr wek serkeftina kurdên bakur û têkçûna wan jî wek têkçûna kurdên bakur dibînin û siyaseteke li gor vê dimeşînin.

Divê em hemû kurd jî bi vî çavî li kurdên başûr û Kurdistana Federe binêrin. Kurdistana Federe, pêşeroj û garantiya rizgarbûna me hemû k

24 juli 2008

AKP: Heger AKP were girtin Tirkiye ewê perçe bibe

Li gor nûçeyên çapemeniya Tirk, di nabêna AKP-ê û leşkeran da birr û bazareke pir germ û pir bi heraret didome.

Erdogan, ji bo ku partiya wî neyê girtin bi serok û berdevkên leşker û Ergenekonê ra bazar û hevdîtinên pir întensîf dike.

Bi qasî ku meriv ji çapemeniya tirk taqîb dike, Erdogan ji bo ku AKP neyê girtin gelek sebebên aborî û siyasî rêz dike. Lê di nava van da tiştê herî girîng, ji leşkeran ra dibêje:

”Heger hûn me bigrin li Kurdistanê DTP ewê xurt bibe. Li Kurdistanê hebûna AKP-ê rê li ber xurtbûna DTP-ê û cudaxwazan digre, rê li ber perçebûna Tirkiyê digre.”

Hasan Celal Guzelê nîjadperest û panturkîst jî îro wek parözvanekî AKP-ê nameyek ji endamên Dadgehe Bilinind ra şandiye û ew jî wek Erdogan eynî tiştî dubare sike, dibêje:

”AKP li Başûrê Rojava li hember cudaxwazan/bolucuyan siyaseteke serkeftî dimeşîne. Bi girtina AKP-ê ra ev yek ewê têk biçe. Rêxistina terorê ewê feydeyeke mezin ji vê yekê bibîne.”

Tiştê balkêş dewleta kûr û çeteyên Ergenekonê û berdevkên wan yên çapemeniyê jî eynî tiştî dibêjin, ew jî ”pêwîstiya dewleta kûr” bi eynî sebebî va girê didin.

Leşker û çeteyên Ergenekonê û berdevkên wan yên sivîl jî dibêjin, heger ”dewleta kûr tasfiye bibe, heger Ergenekon û hemû çeteyên din werin cezakirin tirkiye ewê perçe bibe û ewê Kurdistaneke serbixwe were avakirin.

Û ”ji bo ku Tirkiye perçe nebe, dibê rejîmeke otorîter û nîvleşkerî hebe”, dibê Tirkiye reformên demokratîk neke û nebe endamê Yekîtiye Ewrûpayê.

Yanî AKP jî û çeteyên Ergenekonê jî bi eynî sebeb û argumentan xwe diparêzin û divê ew neyên girtin û tasfiyekirin.

Leşker dibêjin bi xêra ”hurmiska wan ya hesinî” rê li ber kurdan hatiye girtin û Kurdistan çênebûye. Roja ku dewleta kûr were tasfiyekirin kurd ê Tirkiyê perçe bikin û bibin xwedî dewleteke serbixwe.

AKP jî ji bo xwe eynî tiştî dibêje, dibêje bêyî AKP-ê tu hêz û partiyeke din nikane rê li ber xurtbûna DTP-ê û hemû cudaxwazên din bigre. Li Kurdistanê hebûna AKP-ê garantiya perçenebûna Tirkiyê ye.

Herdu serî jî hurmetê nîşanî argumentên hev didin û pir jî digrin cidîyetê. Û loma jî naxwazin yek yê din ji kok da biqedîne.

Loma jî AKP, ne ku dixwaze ”dewleta kûr” û çeteyên ji bo kurdan hatine danîn ji kok da tasfiye bike û derxe hember edaletê.

Heger bi rastî jî bixwesta hemû qatil û çete ceza bibin, dibê nuha bi sedan zabit, generel û mensûbên emniyetê hatibûna girtin. Ji ber ku delîlên ku herroj di çapemeniyê da belav dibin, wek ku tirk dibêjin, xwîna meriv dicemidîne, li gor van sûc û delîlan dibê nuha qiyamet rabûba. Lê qet tiştek jî nabe. Hertişt tê gotin û nivîsîn, bes netîce tuneye.

AKP naxwaze ”dewleta kûr” ji ortê rake, dixwaze bi wê ra bibe yek, bibe goşt û nenûk, dixwaze dewleta kûr serokatiya wan hezm û qebûl bike.

Şer û bazar li ser vê qebûlkirin û neqebûlkirinê ye.

Û bazar li ser vî mînwalî dom dike.

Di vir da tiştê meriv xemgîn dike û diêşîne xemsarî û korfamiya gelek kurdan e.

Gelek kurd hîn jî nabînin ku herdu serî jî bi qasî hev li dijî mafên miletê kurd in.

Ferq, leşker dixwazin kurdan bi terorê û bi darê zorê, AKP jî dixwaze bi riya dîn û siyasê bindest û kole bihêle.

Û herdu serî jî vê yekê pir eşkere dibêjin.

23 juli 2008

Xebereke xêrê

Li gor malpera Amîda Kurd dinivîse, Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK-ê(Koma Civakên Kurdistanê)û çend grûbên din di nabêna 16-19-ê vê mehê da li herêmên di bin destê gerîlla da li ser bikaranîn û pêşdabirina zimanê kurdî civîneke berfireh li dar xistine û hin biryarên girîng girtine.

Dema min xeber xwend ez gelkî kêfxweş bûm û loma jî min pêwîst dît ku di quncikê xwe da qala vê bûyera xêrê û vê siyaseta PKK-ê ya nuh bikim.

Bi qasî ku ji derva da xuyaye di nava kadir û rêvebirên PKK-ê da yê herî bêtir qedir dide zimanê kurdî Mûrad Karayilan e. Li gor nûçeya Amîda Kurdê, Mûrad Karayilan jî beşdarî civînê bûye û di civînê da herkesî qebûl kiriye ku zimanê kurdî di bin tehdîda asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê da ye.

Asîmîlasyona dijmin pir vekirîye û herkes pê dizane. Lê ya bi qasî wê û heta ji wê jî xetertir otoasîmîlasyon, yanî asîmîlasyona xwe bi xwe ye. Ev cara pêşîye ku hêzeke kurd vê yekê qebûl dike û otoasîmîlasyonê jî bi qasî asîmîlasyona dijmin xeter dibîne.

Ev, pêşketineke nuh û xebereke xêrê ye.


Li gor xeberê, di civînê da hemû sazî û dezgehên ku bi zimanên biyanî xebatên xwe dimeşînin bi tundî hatine rexnekirin û bang hatiye kirin ku divê kurd ji nuha û pêva xebatên xwe bi kurdî bikin.

Dîtina vê tehlûkeyê gelkî girîng e. Û bi taybetî jî dema PKK were vê nuxtê hîn jî girîngtir e.

Bêguman hemû kurdên derî PKK-ê jî divê di jiyana xwe ya rojane û xebatên xwe yên siyasî da kurdî bikar bînin, hemû rêxistinên kurd divê civîn û nivîsînên xwe bi kurdî bikin.

Lê di vir da ya herî girîng şêla PKK-ê ye. Ji ber ku tu hêz bi qasî PKK-ê ne bi hêz û xwedî îmkan e, loma jî tiştên ew bikin jî pir bi sînor e.

Lê dema PKK biryara bikaranîna kurdî bide pir girîng e, dikane gelek tiştan biguherîne. Çimkî li ser bi milyonan kurdî tesîra wê heye, bi sedan kovar û rojname derdixe, gelek radyo û telewîzyon hene, bi dehhezaran endam û gerîllayên wê hene.

Dema hêzeke wiha mezin dev ji axaftina tirkî berde û kurdî bike zimanê xwe yê resmî dikane piştê li asîmîlasyonê bişkîne, dikane kurdî bi rastî jî pêş da bibe. Esas heta nuha negirtina biryareke wiha bêguman trajediyeke mezin e. Lê bi derengî be jî biryareke pir baş e û destpêkeke xêrê ye.

Di van demê dawî da, di warê bikaranîna zimanê kurdî da ez di siyaseta PKK-ê da guhertin û meyleke nuh dibînim û qîmeteke mezin didim vê yekê.

Bêyî vê civîna KCK-ê, wê rojê jî dîsa min li derekê xwend, li gor dihat gotin li dor 4 hezar girtiyên ji doza PKK-ê biryar dane ku êdî di dadgehan da parastinên xwe bi kurdî bikin, bi kurdî bipeyivin. Helbet hemû girtî bi kurdî nizanin, lê dema yên bi kurdî dizanin vê yekê bikin bûyereke pir mezin e, pêşketineke dîrokî ye.

Meriv hêvî dike ku him biryara KCK-ê û him jî ya girtiyan tenê di gotinê da nemîne, derbasî praktîk û jiyanê bibe. Dema PKK vê biryara xwe têxe jiyanê ewê ruh bi zimanê kurdî da were, kurdî ewê geş bibe û bi pêşkeve.

Li ser biryara girtiyên PKK-ê, birayê Rêzan Tovjîn bi xemgînî qala bîranîneke xwe kiriye û gotiye.

”Ji sala 1995-an ve tê bîra min ku Îsmaîl Beşikçi digot "Hûn 10 hezar girtî ne, bi cil û bergên xwe, bi zimanê xwe derkevin dadgehan û bila li hemberî xwe miletekî din bibînin."
Lê wê demê me hezar gotin û galegal jê re dikir. Heygidî zeman... Ka ez niha çi bêjim... Duayeke bêhêvî ye li gor min, de ka werin dîsa em bi hev re bêjin amîn…”

Ez jî wek birayê Rêzan Tovjîn û Pîra bêdiran pir ne bi hêvî me, lê dîsa jî dibêjim AMÎN…

22 juli 2008

Dawiya AKP-ê nêzîk dibe

Sala borî di 22-ê temûzê da AKP-ê di hilbijartinên giştî da ji sedî 47-ê rayan girt û bi serê xwe cara duduyan hat ser hukum.

Piştî vê serkeftinê bi salekê di eynî rojê da, Dadgeha Bilind ji bo girtina AKP-ê roja dadgehkirinê diyar kir. Yanî îktîdar û kêfxweşiya AKP-ê tenê salekê dom kir.

Wek tê zanîn, salek berê roja 22-ê temûzê AKP-ê bi def û zurne û bi helahelayek mezin serkeftina xwe pîroz dikir, lê piştî salekê di eynî rojê da rûbirûyî girtinê ye û cezayê giran e.

Serowezîr Erdogan û serokkomar Gul jî di anv da, Dadgeha Bilind dixwaze AKP-ê bigre û 5 salan jî siyasetê li 71 kadirên AKP-ê qedexe bike.

Gelo hilbijartina ”22-ê temûzê” tesadufeke îronîk e ya jî hilbijartineke pir bizanîn e?

Kesên ku dewleta tirk, kîn û xedariya rêvebirên wê nas dikin, dizanin ku tiştên wiha tu carî ne tesaduf e, mane û mesajeka wan heye.

Wek tê zanîn tirkan di dadgehkirina Ocalan da jî li hember kurdan eynî kezebreşî kirin. Roja biryardana îdama Ocalan û ya Şêx Seîd xistin eynî tarîxê. Di 29-ê hezîrana 1999-an da biryara îdama Ocalan dan. Çimkî di 29-ê hezîrana 1925-an da biryara îdama Şêx Seîd dabûn.

Yanî bi vî hawî mesajeke dijminane dan kurdan û li gor xwe heyf ji kurdan giritin.

Heta nuha îhtîmaleke pir zeîf bûya jî digotin belkî AKP-ê negrin. Lê bi hilbijartina vê rojê, girtina AKP-ê êdî temam e, AKP ewê were bigrin.

Tiştê xuya ye hemû şalûzî/şelafî û bêşexsiyetiya Erdogon ya li hember leşker û kemalîstan jî ewê pere neke û ewkê AKP-ê jî wek gelek partiyên din li goristana partiyên siyasî gorr bikin.

Gorr hatiye kolan û kefen jî hazir e. Tenê roja 28-ê temûzê ewê wek usûl ewê serê wê bişon û dû ra jî gorr bikin.

Hêviya Erdogan ew bû ku dema di mesela doza Ergenekonê da zêde pêş da neçin ewê AKP-ê ji girtinê xelas bike. Lê diyar dibe ku ev hesab şaş e. Hevkariya bi çeteyan ra ne tu rê ye.

Çare ne lihevkirin û hevkariya bi dewleta kûr û çeteyên Ergenekonê ra ye, çare tasfiyekirina dewleta kûr û çeteyên Ergenekonê ye. Heta ku ev yek neyê kirin û bi taybetî jî mafê kurdan yên netewî neyê dayin li Tirkiyê ne kes dikane bibe xwedî desthilat û ne jî demokrasiyeke rastîn mimkûn e.

21 juli 2008

Her tehtîl dawiyek wê heye

Çawa ku her jiyan dawiyek wê heye, her wisa her “rêberî” û tehtîl jî dawiyek wê heye.

Dema ez kurt û kurmancî bibêjim, me mîvana xwe do êvarî seet di 20.30-î da birê kir û rêberiya min jî bi vî hawî îsal qediya.

Bes tehtîla min têzaye, vê heftê jî ez weke çûkekê azad û serbest im.

Roja duşemiyê ez dest bi kar dikim û hertişt dîsa ewê here qeysa xwe ya berê.
Xêra mîvanê, ez û xanim jî ji mal derketin û em çend rojan li Stockholma xopan viz bûn, ji muzeya dîrokê bigre heta bi Skansenê(parkaheywanet) me gelek cî û warên xweş û dîrokî dît.

Li ser jiyan û dîroka swêdiyan ya civakî, kulturî û dînî me gelek pêşangeh û tiştên pir xweş û balkêş dîtin û hin tiştên nuh fêr bûn.

Nufûsa Stockholmê here were milyonek e, lê ez fêr bûm ku ji 70-î zêdetir muzeyên pir şahane, pir muhteşem lê hene.

Bi dîtinê dawî nayê.

Meriv nizane here kîjanê nere kîjanê, çi bibîne û çi nebîne.

Dêrên swêdî bi sedan tablo û heykelên ji sedsala 11-an parastine û anîne heta roja îro. Çaxa meriv li hember wan disekine û bi heyraniyeke mezin lê temaşe dike meriv matmayî dimîne.

Û dema meriv vê pêşketin, zanîn û marîfeta xelkê nebîne, meriv bi rebenî, nezanî û paşdamayina xwe nahese.

Lê dema meriv dibîne ku xelkê çawa qedir û qîmet daye dîroka xwe û ya însaniyetê, çawa bi îmtîna û hosteyiyeke mezin mîrat, bermayî û fragmentên dîrokê parastine û bi çi kibarî û hêsaniyeke mezin pêşêkêşî însanên xwe dikin, a wê demê meriv li ber xwe dikeve, a wê demê meriv porê serê xwe dirûçikîne û bi rebeniya xwe hay dibe.

Ez nizanim gelo li seranserê Tirkiyê 70 muze hene?

Ez bawer nakim.

Beşekî mezin ji muezeyên Stockholmê rojek ger têrê nake, divê meriv 2 rojan lê bigere.

Demakê ez wek alîkarê kal û pîran xebitîm. Ez diçûm malên wan, min paqijiya wan dikir û diçû ji wan ra tişt dikirî.

Gelekên wan bi dilxweşî qala serpêhatî û jiyana xwe û bav û kalên xwe dikir. Fotograf, name, tablo, sindoq, dolab, xişir, porselen û tiştên din yên ji bav û kalên wan mebûn nîşanî min didan. Bawer bikin li ba her yekî, ji kalê kalê wan û ji pîra pîra wan miheqeq çend tişt hatibûn parastin. Her yekî dikanîbû ji pêşiyên xwe tiştekî 150-200 sal kevn nîşan bida.

Wê demê min dît ku her mala swêdiyekî jî pir hindik muzeyeke biçûk e.

Lê li ba me kurdan piştî derketina fera û folên bafûnî (alumînyûm) û naylon herkesî kemberên xwe yên zîvîn û xişrên xwe yên din ya bi çend tas û teyfikên bafûnî ya jî bi çend perçeyên naylon guhertin.

Heta gelekan li cihê rehetiyê rabûn hemû feraxên xwe yên sifir avêtin yan yên bafûnî ya jî porselen kirîn.

Ma îro li mala kîjan kurdî tiştekî 200 sal kevn heye?

Li ba kîjan kurdî ji kalê kalê wî diyariyek hatiye parastin?

Ev yek ne tenê ji bo tiştên malê, di warê avahiyan da jî wiha ye.

Ne swêdî tenê, hemû Ewrûpî wek roniya çavên xwe avayiyên xwe diparêzin. Lê me bi destên xwe nihîtên bedena Diyarbekrê jêdikir. Bêguman ne li Diyarbekrê tenê, li gelek bajarên din jî li hember dîrokê eynî talan hatiye kirin.

Bêhemdî ez zêde bi vê meseleyê da çûm. Hey ezê têra xwe pê qeherîme. Qenekê ez we jî zêde pê xemgîn nekim.

Li me hemû kurdan bimbarek be û Xwedê bi xêrê bigerîne, wa ye Ahmet Turk careke din bû hevserokê DTP-ê.

Do(20/07) kongreya DTP-ê ya duyem bû. Di kongrê da Ahmet Türk bê raqib, ji 916 dengan 547 deng girt û wek serokê DTP-ê hat hilbijartin.

Ahmet Turk, ne sîleheke nahatiye tercûbekirin, heta nuha gelek caran kirine serok û daxistine, gelek caran xistine binê erdê û dîsa bi asîmanan xistine.

Loma jî Turk, ne navekî surprîz e ku meriv siyaseta wî meraq bike. Kirinên wî yên heta nuha neynika kirinên wî yên pêşerojê ye.

Ez bawer nakim ku Ahmed Turk, derî siyaseta "êdî bes e” û “birêz Ocalan” tiştekî nuh bîne. Lê helbet dîsa jî hêvî ji Xwedê nayê birîn.

Lê diyar e ku yekî ji Ahmet Turk hîn baştir nehatiye dîtin. Ne ku tune ne, hene lê serokatiya wan “OK”ê nabîne. Ji ber vê yekê jî bi yê herî “maqûl” û “bêzirar” tên serî.

Li gor xebera ANF-ê, birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî da ji abûqatên xwe ra gotiye, dewleta tirk “tim wî taqîb dike, projeyên wî dixe jiyanê.” Lê bi taybetî jî “AKP herî baş projeyên wî tatbîq dike.”

Ê heger ”projeyên” dewletê” û ”AKP” yên Ocalan bin malik li kurdan viritî. AKP, bi siyaseta xwe ya panturkîst û îslamîst bîn li kurdan çikandiye. Kurdan heta nuha digot belkî ev siyaset û “projeya” qedandina kurdan ya dewletê û AKP-ê ye, me nizanîbû ku "proje" ya Ocalan e, AKP-ê ji wî “kopye” kiriye.

Jixwe ji “projeyê” jî diyar e ku hin “projeyên” bi dizî tên meşandin, ne xwe kurd hewqasî gêj nedibûn.

Xwedê kurdan ji bêtarên hîn girantir bisitirîne!

Di mesela çeteyên Ergenekonê da jî birêz Ocalan gotiye ne ew, lê Selîm Çurukkaya, Sakik, Osman Ocalan û kesên din yên ji wan veqetiyan e “mimkûn e ku di Ergenekonê geriya bin. Çimkî vana ji bo jinekê, ji bo mêrekî hertiştê xwe dihêlin û diherin. Gelê me divê viya bizanibe.”

Ê heger wiha be, wê demê îdîayên xelkê ne bêbingeh e. Çimkî ew kesên ku Ocalan navên wan dibêje hemû jî demekê berpirsiyarên PKK-ê yên herî bilind bûne. Dema ew di Ergenekonê “geriyabin” maneya xwe ew e ku PKK jî tê "geriya ye." Yanî ”hevaltiya” van kesan bi Ergenekonê ra ji bo PKK-ê jî felaketeke.

Serokekî kurd, yekî xêra PKK-ê bixwaze tiştên wiha nabêje, hevalên xwe yên kevn nake ”hevalên” qatilên Ergenekonê. Çimkî Ergenekon rêxistineke çeteyên dewletê ye û li hember PKK-ê û gelê kurd hatiye avakirin.

Endam û serokên rêxistineke netewî divê di rêxistineke çete û qatilên dewletê ”negere.”

15 juli 2008

Ez bûme "rêberê" turîstan

Min do fersend nedît ku qal bikim.

Ji be ku ev du roj in pîreke birayê min Meyrem xanim mîvana me ye.

Îro wek rêberekî turîstan min ew li Stockholma xopan kuçe bi kuçe, kolan bi kolan gerand. Wek ew turîst û ez jî rêber im.

Nekenin, li vê dinyayê her tişt mimkûn e.

Dema roj xweş be wêrana Stockholmê jî gelkî xweştir dibe. Bi xêra mîvanên wiha firsenda gera li Stockholmê yekcaran ji min ra jî peyda dibe.

Nexwe ez wek havizê tenê riya mala xwe zanibe, tenê dizanim herim kar û werim mal.

Meyremê heta dawiya vê heftê ewê mîvana me be. Loma jî "rêberiya" min dikane çend rojên din jî hewce be.

Bêyî rêberiyê yekcaranan tercumaniya min jî pêwîst dibe. Ji ber ku malî û zarokên min ji bin da bi tirkî nizanin û Meyrem jî kurdiya wê ne baş e. Ji ber vê yekê jî dema herdu serî baş ji hev fêm nekin û îşaretên wan jî têr neke, wê demê ez dikevim dewrê û bi wê tirkiya xwe ya çatopato dest bi tercumaniyê dikim.

Yanî bi kurtî, heta dawiya vê heftê serê min qet ne vehesiyayiye, ez ne dikanim bela xwe di tirkan bidim û ne jî di kurdan.

Heta wê rojê Ergenekon çi dike bira bike, AKP serê kîjan çeteyî "difirîne" bira bifirîne, heta ku bela xwe neynin ber deriyê me kurdan ezê îşê xwe ji wa neynim.

Ez hêvî dikim qira hev bînin û li ser koka hev rûnin. Ez baş dizanin hey nakin, axir di hêvîkirina min da jî tu zirara me tuneye.

Tehtîla min heta do, bi hawakî sakin û bêdeng li hewşê derbas dibû, lê ji nişka ve ruh pê da hat û pir aktîv bû. Yanî meriv dikane bibêje ku bû wek tehtîla her turîstî.

Û helbet wê demê jî meriv ji xwe ra tiral tiral digere û tu kar û tu îşî nake, tu nivîsan nanivîse û tu teoriyan çênake.

Yanî bi kurtî heta roja yekşemiyê heger min tu tişt nenivîsand bizanibin ku ez tam bûme ”tursît” û "rêber" û li kuçe û kolanên Stockholmê xwe li ba dikim.

Lê pir mimkûn e ku di nabênê ra ji ”macareyên” xwe ez we jî agahdar bikim.

13 juli 2008

Mytomanên kurdan

Do dostekî min ê pir ezîz ji min ra got, zimanê te pir xweş e, pir şîrîn e lê tu pir qala siyasetê dikî. Di nabênê ra dibê tu qala tiştên rojane û magazîn jî bikî. Mijarên cihê tim baş e.

Gotina rast e rast e, meriv nikane qebûl neke.

Ji ber ku xwendevan ”welînîmetê” meriv e, min pir bi dîqet û baş lê guhdarî kir. Ji ber ku ji salê mehê carê dema yek qala malpera min dike, ez baş guh didê mê. Ez mecbûr im…

Di netîceya sohbeta me da dost û xêrxwazê min xwst bibêbêje, şîva meriv herşev goşt û birinc û peqlawe be jî(law ev kurd çuqasî ji goşt û birincê hez dikin. Kebab ne tê da, bawer bikin ez salekê jî goşt û birincê nexwum ne xema min e) mrivê dîsa jê of bibe û nexwaze bixwe.

Loma jî ezê îro ne li ser siyasetê, li ser mytomaniyê yanî li ser derewçîn/virekan çend tiştan bibêjim.

Ewrûpî, ji kesên di dereceya nexweşiyê da derewan dikin ra dibêjin mytoman, lê me kurdan navekî bi kurdî lê kiriye, gotiye ”derewçîn, virek” ya jî bi hawê argo ”kûre û hûtê derewan.”

Bêguman gul çawa bê strî nabe, civat jî bê mytoman nabe, di her civatê da kesên mytoman hene. Ewrûpiyan di vî warî da bi cildan kitêb nivîsîne, lê yê me kurdan hîn yek meqale jî nayê bîra min.

Ez hêvî dikim ku ev nivîsa min cesaretê bide hinekên din jî.

Mytomanî(myt+manî)maneya xwe ew e ku yê mytoman pir hindik ”bêhemdê xwe” derewan dike, nikane bê derew bipeyive. Û bêyî ku ji bo derewa wî sebebekî berbiçav ya jî mecbûrîyeteke wî hebe.

Yanî yekî mytoman nexweşê derewan e, nikane derewan neke.

Gotina manî ji gotina grekî ”manîa” tê û maneya ”hêrs”, ”aqilberdan” û ”dînîtî ye.” Yanî yê mytoman sedîsed ne merivekî temam e, di şexsiyeta wî da kêmasiyek heye, bi derewan wê kêmasiya xwe dadigre.

Bi gotineke din mytomanî bi xwe nexweşiyke psîkîyatrîk ya pir tevlihev e. Li ba hin şexsan yekcarnan dikane here bigihîje heta dereceya narsîzimê, paranoya ya jî şîzofrenîyê.

Û helbet mytomanî gelkî nêzîkî ”megalomanîyê” ye lê herdu ne eynî tişt in.

Mytoman li ciyê rehetiyê, bêyî ku ”sebeb” ya jî ”mecbûriyetek” wî hebe derewan dike, lê yê megaloman xwe pir mezin dibîne. Mezindîtiniyeke ne rast û di dereceya hezeyanê da.

Di nivîseke din da ezê li ser vê “nexweşiyê” jî rawestim.

Mytomanek dema derewan dike ne fedî dike û ne jî tu mesûlîyet ya jî berpirsiyariyekê his dike. Ji bo wî dibe wek tecrûbekirina kesên guhdar û derûdor. Ji bo yê mytoman yê herî girîng, însan ji derewên wî bawer bikin. Ji bo qezenckirna vê baweriyê çi ji destan tê dike, sondên nemayî dixwe, hezarûyek şahidî nîşan dide.

Ji bo yekî mytoman derewkirin wek heweseke çîrokbêjîyê ye, dema di cimatekê da ya jî di nivîsekê da xwe berdide û derewan dike, li ba wî wek ku çîrokan bibêje ya jî wek dengbêjekî dengxweş bistirê û herkes li guhdarî bike.

Bêguman ji bo cimatê û kesên derûdora mytoman gelkî zahmet e ku bikanibe fêm bike ku însanek li ciyê rehtiyê derewên bi boçik dike û vê yekê tim bide ruyê wî.

Mytoman gelek caran li ser malbat, kok, esil û feslê xwe, li ser dê û bavê xwe, li ser zaroktî û xortaniya xwe, li ser tehsîl û meqamên xwe, li ser xebat û fedakariyên xwe yên ferdî, siyasî û netewî derewên pir mezin dike.

Sebebên van derewan dikane pir bin û li gor şexsan werin guhertin. Çawa ku hemû însanên normal bi qasî hev ne “biaqil” in, kesên mytoman jî hemû ne wek hev in, hinek hûtên derewan e, derewên bi boçik dikin, lê hinek jî dixwazin derewên mezin û bi boçik bikin lê jiyan şertê wan dest nade.

Axir deve û fîl herdu jî heywanên mezin in lê çawa be jî fîl ji deve mezintir e.Ya mytomanan jî ev mesele ye. Hinek lok in, hinek cidan in.

Kesê mytoman bi derewên xwe tim dixwaze xwe wek merivekî pir "şên", pir “mihîm” û pir “înteresant” nîşan bide.

Mytoman yekcarnan jî ji bo ku dilê cimatê û însanên din bi xwe bişewitîne buhtanan li nefsa dike, çîrok û serpêhatiyên bêbingeh li hev radigre, tiştê nekiriye û ne di nav da ye lê ji derekê bi ber guhan ketiye wek ku wî ew kar û fedekarî kiribe, wî ew êş û zor dîtibe pêşkêşî derûdora xwe dike. Bi vê yekê jî dixwaze sempatî û empatiya dost û hevalên xwe qezenc bike.

Lê hin mytoman hene hewqas derewan dikin ku di dawiyê da êdî ew bi xwe jî ji derewên xwe bawer dikin. Virekê wiha meriv dikane bibêje ku êdî nexweşî lê qert bûye, tedawiya wî ne mimkûn e.

Helbet sal(umir, temen) jî gelkî mihîm e. Tedawiya kesên xort û navsale hêsantir û mimkûn e, lê ya kesê kal û qerteboz ne mimkûn e.

Kurd ji bo kesên wiha dibêjin “kurmê şîrî heta pîrê.” Yanî tedawî ne mimkûn e.

Lê hinek jî ji derewên xwe bawer nakin, dizanin derewan dikin, dizanin, derûdor û hevalên wan jî ji wan bawer nakin, lê dîsa jî nikanin bi xwe. Ji ber ku carê fêr bûne.

Ji bo kesê mytoman derew wek xwê û baharatan e, axaftina bêderew wek şîva bêxwê û bêbeharat e, bêtahm e û bêlezet e. Pir hindik dibê çend derewên xwe tevê kin.

Baş e dema meriv derewên yekî mytoman bide ruyê wî û jê ra bibêje “ev derew e”, dikane çi bibe?

Ev yek li gor şexsiyeta yê virek, cî û war û şiklê meriv dibêje diguhere. Lê divê meriv pir bi dîqet be, eşkerekirin yekcarnan dikane bibe sebebê reaksiyonên mezin û êrîşên fizîkî.

Loma jî dibê meriv derewên mytomanan pir bi hosteyî eşkere bike. Yanî dibê meriv dawa wan ji nişka ve navîje ji ser seê wan da, wê demê herderê wan yên “nemahrem xuya” dibe.

Li alî din helbet divê meriv derewên zarokan tevî derwên mytomanên mezin û qert neke, yên zarokan normal û xwezayî ne.

Hemû zarok di temenê biçûk da derwan dikin lê ev merheleyeke normal ya jiyana zarokan e.

Ji ber ku di salên biçûkayetiyê da zarok nikanin fantazî û rastiyê ji hev bigerînin. Loma jî psîkîyatir dibêjin ne di zaroktiyê da ancax lê di salên xortaniyê da meriv dikane qala mytomaniyê bike.

Çimkî wê demê êdî meriv dikane qala şexsiyetê bike. Di zaroktiyê da zarok hîn wek kaxeteke spî ye, kes nizane ewê çi li ser were nivîsîn.

Derman û tedawiya hema hema her her nexweşiyê heye, gelo derman û tedawiya mytomaniyê jî tuneye?

Li gor ku psîkîyatir dibêjin, heta ku esê mytoman bixwe zirarê ji derewên xwe nebîne û nexwaze dev jê berde tedawiya wan gelkî zahmet e. Tedawiya ji mytomanan tê pêşniyarkirin psîkoterapî ye.

Hin mytomanên ku pir emir nekiribin û nebûbin qerteboz yanî yên xort, piştî tedawiya psîkoterapiyê dikanin dev ji derewên xwe berdin û vegerin jiyaneke normal.

Lê ji bo kesên kal, ji bo ku biçûk zarokên wan û kesên bi emir ji wan biçûktir nikanin tesîrê li wan bikin, loma jî tedawiya van babet virekan pir zahmet e, hata ne mimkûn e.

Berî hertiştî emrê wan yê mayî têra vê guherandin radîkal nake. Ewê bi derewên xwe ra herin gorrê.

Bêguman herkes nikane bibe mytoman, yekî mytoman divê bi baran derewan bike. Û ji ber ku pir derewan dike loma jî zû ya jî dereng xwe dide dest, piştî çend caran derewên wî dibe bela serê wî û dû ra jî di nava civata xwe da wek merivekî virek meşhûr dibe.

Hiş(hafiza, bîr), gelşeke mytomanan ya gelkî mezin e. Gelek mytoman xwedî hişekî zeîf in û ev yek jî tim dibe bela serê wan. Ji ber vê yekê jî divê merivê derewçîn xwedî hişekî pir xurt û saxlem be, nexwe derewên wî ewê hevûdu negrin, ev jî dibe sebebê derketina derewan û rûreşbûna kesê mytoman.

Ji bo yekî mytoman cimat û guhdar pir û pir girîng e. Lê dibê ev cimat pir bêdeng be û li wî guhdarî bike. Û ji bo qezenckirina vê dîqetê jî gelek hokabazî û şalûziyên nemayî dike.

Lê li gel hemû xebat û hewildanên wan jî di her civatê da mytoman wek golikê beş in, her kes wan nas dike. Ew çi dikin jî nikanin xwe veşêrin. Zû dereng xwe didin dest.

Kurdan gotiye, çira derewçînan heta sibê vêketî namîne.

Nuha ji kerema xwe ra li derûdora xwe mêze kin, gelo hûn çend mytomanan nas dikin?

11 juli 2008

Li Tirkiyê şeb û şekir nuh ji hev digere

Li Tirkiyê bi rastî jî hertişt belovacî û tevlihev bûye. Tu fikir û îdeolojî di xet û mecreya xwe da nemaya, piraniya însanan bûne bukalemûn, li gor şert û mercan xwe diguherînin, dikevin rengekî din.

Îdeolojî, normên ehlaqî û xetên siyasî hemû serobînî hev bûne, pir zahmet e ku meriv însanan wek 20-30 sal berê li gor îdeolojî û siysetata wan tasnîf bike û ji hev bigerîne.

Meriv bala xwe didê, yekî paşverû, mihafezekar bi xurtî li dijî serdestî û midaxaleya leşekeran derdikeve û demokrasiyê diparêze.

Lê li alî din, yekî ku bi salan xwe wek însanekî “çep û komînîst” bi civatê daye nasîn wesayeta artêşê, heta darbeyên leşkerî diparîze, dibêje “ez abûqatê Ergenekonê me” û gelek tiştên din.

Di lîsteya dizî ya hukûmeta leşkeran da, ji komînîstan(Yalçin Kuçuk û Dogu Perînçke) bigre, heta bi lîberal, sosyaldemokrat, faîşst, dîndar û nîjadperestan ji her rêxistin, siayset, partî û îdeolojiyê însan hene. Aqilê meriv disekene. Lê mişerekiya hemûyan jî bi dizî dijminatiya kurdan e.

Lê di vê nivîsa xwe da ezê tenê li ser 2 kesan, yek, Yalçin Kuçukê ku hîn jî ji xwe ra dibêje ”sosyalîst” û Hasan Celal Guzelê rastgir, mihafezekar, panturkîst û îslamîst rawestim.

Berê ezê li ser şêla Guzel ya li hember artêşê û li hember Ergenekonê çend nimûneyan bidim.

Hasan Celal Guzel, di nivîsa xwe ya îro da dibêje:

“Li welatekî pêşketî yê Xerbî, dema tu ji gelê kolanê bipirsî, bibêjî ”serekerkanê we kî ye?” tu nikanî bersîvekê bigrî. Jixwe di heqê qumandarên ordiyê da zanîna tu kesî tuneye. Lê li ba me, şexsekî ji rêzê him di heqê serekerkanê nuh da û him jî di ê kevn da bi hemû xusûsîyetên wî xwedî zanîn e. Serekerkan bidin aliyekî, gelek hemwelatiyên me bi taybetî jî fermandarê hêzên bejayiyê, serekerkanê duyem, heta fermandarên artêşê jî yek bi yek nas dikin û dikanin rêz bikin."

"Nebêjin çi bi viya ve heye? Nebêjin hemwelatiyên me pir zane ne. Li Tirkiyê sebebê vê yekê, artêş û qumandarên wê di dereceya ku li welatekî demokratîk yê Rojava ne mimkûn e bûne aktorên siyasetê.”

Çendakî berê, serokwezîrê Tirkiyê yê kevn Mesût Yilmaz, di axaftina xwe ya li Parlamentoya Ewrûpayê da li dijî operasyona li hember Ergenekonê derket û got, ”bira leşker venegerin qişleya xwe.”

Yanî darbeyeke leşkerî parast.

Hasan Celal Guzel, bi xurtî li hembera van gotinê Mesût Yilmaz jî derket û got:

”Ji bo demokrasiya Tirkiyê ev ev rûreşiyeke mezin e, beyaneke ku meriv ji ber şerm dike. Ez Mesûd ji dema zanîngehê da nas dikim, ji ber ku demekê ez dostê wî bûm jî ez şerm dikim.”

Li gor Hasan Celal Guzel, Yilmaz, di jiyana xwe da hatibe kuderê bi alîkariyê hatiye, “bi maçkirina destê Ozal bû wezîr, bi maçkirina destê Semra Ozalê bû serokwezîr.”

Li gor Guzel, “Yilamz di dema darbeyan da zarokê leşkeran yê herî biaqil e. Min navê wî Mesût Onbaşî danîbû. Li ba generalan hukmê Mesût ancax bi qasî yê serdesteyekî/onbaşiyekî hebû.”

Wek tê dîtin, Guzel, li dijî midaxeleya leşkeran ya siyasetê ye. Lê li alî din divê were zanîn ku Guzel, nîjadperstekî tirk e û li dijî her babet azadiya gelê kurd e.

Ev jî komîkî û trajediya “rewşenbîrên” tirk e. Dikanin di hemû warî da demokratên temam bin, lê dema tê mesela kurd, dibin nîjadperest û faşîst.

Hasan Celal Guzel yek ji van kesan e. Lê mijara me, ne şêla wî ya derbarê mesela kurd da ye, şêla wî ya li hember artêşê û midaxeleyên leşkerî ye.

Nuha jî em werin ser Yalçin Kuçukê “sosyalîst” û “birayê” Ocalan.
Baykal, di her axaftina xwe da bi zirt xwe li abûqatiya çeteyên Ergenekonê radikşand, digot “helbet ez abûqatê wan im. Ez abûqatê wan im , çimkî van generalên artêşa tirk ya bi şeref li başûrê rojavayê Tirkiyê li hember terorîstan bi qehremanî şer kirine.”


Lê do raqibek ji Baykal ra derket. Do di programeke telewîzyênê da Yalçin Kuçukê çep û sosyalîst û “birayê” Ocalan jî xwe di ber Baykal ra kir, wî jî xwe wek berdevk û abûqatê Ergenekonê îlan kir.


Yalçin Kuçuk, do di programa Mehmet Alî Bîrand “32. Gun” (Roja 32-emîn) da pir eşkere li dijî girtina çeteyên Ergenekonê derket û darbeyên leşkerî parast. Yalçin Kuçuk got:

“Mafê vê dewletê tuneye dest bide Velî Kuçuk. Mafê dewletê tuneye dest bide tu paşayî. Hundurê min dişewite. Rejimê hildiweşînin.”

Welî Kuçuk, avakarê JÎTEM-ê ye, li Kurdistanê bi sedan kurd daye kuştin. Nuha ji kuştina Hrant Dînk, êrîşa ser mahkimeya bilind, bombekirina rojnameya Cumhûrîyetê, kuştina du rahîban û doza Ergenekonê di hundur da ye.

Yalçin Kuçukê sosyalîst, li dijî girtin û mahkimekirina vî qatilî derdikve, dibêje bi girtina wî “hundurê min dişewite.”

Kuçuk, heta çend sal berê jî wek merivekî çep, sosyalîst û dostê kurdan dihat naskirin. Lê îro abûqatiya qatil û çeteyên Ergenekonê dike, dibêje:

“Dozgerê vê bûyerê Tayyip e. Abûqat jî ez im. Ez vî îşî nadim Denîz Baykal jî. Denîz nikane bi qasî min biparêze.”

Diyar e çepîtî, sosyalîstî û dostaniya Kuçuk ya bi kurdan ra ne rast bûye, ji ber wezîfeya dabûn wî, xwe wer nîşan daye. Lê îro ya dilê xwe dibêje.

Kuçuk, wek merivekî sosylîst pir li ber zeîfbûna îdeolojiya kemalîzmê û dîktatoraiya leşkeran dikeve, dibêje:

”Ev herbeke hundur e, guherandina qerekterê Komarê ye. Ev Komara ku di sala 1923-an da ava bûye ji bo ku nebe Komareke Îslamî yek sateng maye, artêş e.”
Merivekî xwedêgiravî ”sosyalîst” bi rengekî bê şerm û heya wesayeta leşkeran diparêze.

”Sosyalîstekî” din, Dogu Perînçek, ji endametia Ergenekonê bi Velî Kuçuk û qatilên wek Osman Gurbuz ra nuha di hefsê da ye, wek Kuçuk, ew jî li pey darbeyeke leşkerî ye, ji bo leşker di hukûmeta cûntayê da wezîfeyekê bidinê.

Lê yekî wek Hasan Celal Guzel rastgir û nîjadperest li dijî darbeyên leşkerî derdikeve, li gor xwe ”demokrasiyê” diparêze.

Yalçin Kuçuk, di parastina qatil û çekên wan da jî tu şaşiyê nabîne, ji bo çek û bombeyên hatine girtin dibêje:

”Li Umraniyeyê hûnê deh bombeyên bêkêr top bikin û dû ra jî paşayan bigrin hundur. AKPrejîmeke dîktatorî ye. Dibêjin hilbijartin, hilbijartin. Kê Tayyip beg hilbijart?”

Mêrik ne tenê qatilan û darbeyên leşkerî diparêze, henekê xwe bi hilbijartinan jî dike, dibêje “hilbijartin”, çi ye. Li gor Kuçuk, dema general hilnebijêrin nabe, hilbijartina gel bêqîmet e. Loma jî henekê xwe bi rayên milet dike.

Bi kurtî heta nuha li tirkiyê gelek tiştê veşartî bû, ruyê gelek kesan yê rastîn nedihat zanîn, lê bi saya vê operasyona Ergenekonê gelk tişt baştir eşkere bû û derket holê.

Kî heval û dilxwazê çeteyên Ergenekonê ye û kî jî li dij e êdî xuya dibe. Yanî şeb û şekir ji geriya.

10 juli 2008

Ergenekon dixwaze hukûmetê bitirsîne

Li Tirkiyê bûyer hewqasî li pey hev çêdibin ku meriv nizane li ser kîjanê binivîsîne, li ser kîjanê nenivîsîne, qala kîjanê bike qala kîjanê neke…

Hemû bûyer jî dişibin filmekî polîsîye yê pir bi heyecan, mişt hereket, taqîb û kuştin e.

Dema meriv temaşe dike ji heyecanê bîn li meriv diçike.

Ev du hefte bûn fîlmê di wîzyonê da operasyona li dijî Ergenekonê bû. Milet bi heyecaneke mezin li vî fîlmê ”Ergenekonê” temaşe dikir. Meraqa herkesî ew bû ku ev fîlm ewê çawa biqide?

Lê do tam di orta fîlm û di dera herî bi heyecan da fîlm qut kirin û îcar fîlmekî din dan ser. ”Fîlmê” êrîşa ser sefaretxaneya Emerîka ya Stenbolê.

Wek tê zanîn do 4 kesan êrîşeke çekdar birin ser sefaretxaneya Emerîka ya Stenbolê û di êrîşê da 3 êrîşkar û 3 pûlis hatin kuştin. Û êrîşkareke reviyabû. Lê li gor agahiyên pûlis, ew êrîşkar jî îro hatiye girtin.

Piştî êrîşa do, êdî kes hewqasî qala rêxistina Ergenekonê û amadeyiyên wê yê darbeyeke leşkerî nake, meseleya herî girîng êdî êrîşa do ye.

Tirkiye welatê leqleqa vala ye, berê her kes li ser Ergenekonê dipeyivî, lê nuha mijar bûye ”kê”, ji bo çi ev êrîş kir?

Dixwzazin çi mejsajê bidin kê?

Bêguman herkes dizane ku ”emir” ji ku ye û dixwazin çi mejsajê bidin kê?

Lê dîsa jî xwe li xamî û nezaniyê datînin û wek ku bi rastî jî nizanibin,(bi taybetî jî hekûmet) dibêjin gelo kî li pişt vê êrîşê ye?

Lê di rastiyê da helbet Emerîka jî û AKP jî dizane ku êrîşkar kî ne û ji bo çi kirine.

Min di nivîsa xwe ya do da jî gotibû ku êrêşkar çeteyên Ergenekonê ne. Bi vê êrîşê, çeteyên Ergenekonê ji hukûmetê, serfermandarîyê û Emerîkayê ra dibêjin zêde neyên ser me, heger hûn hinekî din jî pêşda werin emê tiştên mezintir bikin. Û hûn dizanin ku ev hêza me heye.

Ji ber ku esas AKP û serfermandarî jî naxwazin bi rastî jî hemû çete derkevin ortê û ceza bibin. Naxwazin çimkî serî digihîje Buyukanit û yên dora wî jî. Dibe ku îro ”çerx” kirine, lê do ew jî di nava haziriyên darbeyê da bûn.

Êdî herkes dizane ku orgenaralê teqawit Şener Eruygur û general Tolon, ji sala 2003-an û vir da bi parolaya ”Keçika Zer”, ”Ronahiya Hîvê” û ”Lepik” bi kêmanî sê caran teşebûsî darbeyên leşkerî kirine.

Heta li gor xebera rojnameya Zamanê, di sibata 2004-an da li hember serekerkanê wê demê Hîlmî Ozkok, haziriya suîkastekê kirine yanî xwestine wî bikujin. Lê CIA-yê ji vê planê Ozkok agahdar kiriye û bi saya vê agahdariyê xelas bûye.

Û ji xwe ev rêxistin hîn ji wê demê da heye. Ergenekon îro nehatiye danîn, di sala 2003-an da haya MÎT û serokwîzîr ji vê rêxstinê heye, lê naçin ser. Lê îro êdî ji mecbûrî diçin ser, ji ber Ergenekon dixwaze bi riya darbeyeke leşkerî dest deyne ser hukim.

Ev teşebusên darbeyên Eruygur û Tolon hewqasî eşkereye ku serekerkanê berê Hîlmî Ozkok jî êdî ji mecbûrî qebûl dike, çimkî demakê xwestine wî jî bikujin. Loma jî nabêje tiştekî wiha çênebûye, dibêje ”ez ne dibêjim rast e û ne jî dibêjim derew e.”

Maneya vê, yanî rast e.

Ji xwe ji wê ye îro serokkomar Abdullah Gul, çû xwe avêt dexlê Hîlmî Ozkok û jê alîkarî xwest. Ji ber ku di destê Ozkok da gelek delîl û belgeyên derbarê darbeciyan da hene. Ozkok dikane vê yekê îspat bike. Loma jî Gul îro pê ra civînek çêkir û jê alîkarî xwest.

Li Tirkiyê meqam û rutbeya însanan çi dibe bila bibe, ewlekariya tu kesî tuneye. Belgeyên di operasyonan da hatine girtin vê yekê baş nîşan dide.

Di belgeyan da xuya dibe ku Ergenekonê di heqê serekerkan Buyukanit û wezîrê hundur yê kevn Abdulkadîr Aksû da jî dosya daye hazirkirin, bawerî bi wan jî neanîne, ew jî "welatperwer" nedîtine.

Buyukanit, herroj bombeyan bi ser serê kurdan da dibarîne, teroreke nedîtî li Kurdistanê dide meşandin, lê têr nake, dîsa jî xerab e.

Ma ji Abdulkadir Aksû xerabtir meriv heye?

Mêrik eşkere bi miletê xwe ra xiyanetê dike û wek tirkekî herî zalim êrîşê dibe ser gelê xwe. Lê dîsa têr nake û tê taqîb kirin.

Têr nake, ji ber ku sîstem ji destpêkê wiha ava bûye. Sîstema mafyayê ye, herkes ji her kesî ditirse, herkes ji herkesî şikê dike, herkes herkersî taqîb dike û dixwaze ji ortê rake.

Berê di dema Osmaniyan da kî bibûya wezîr-î azam(sadrazam, wek serokwezîrê îro)roja pêşî kefenê xwe hazir dikir, çimkî dizanîbû ku ewê were kuştin. Ji avabûna dewleta Osmanî û heta 1821-ê padîşahên osmanî tam 44 wezîr-î azamên xwe kuştin.

Hinekên wan, celadan hema li ser kursiya wan ya meqam destê xwe dikirin gewriya wan û difetisandin.

Neviyên wan jî îro eynî xetê û eynî kulturê didin meşandin. Ew jî wek bav û kalên xwe, serokwezîr û serokkomarên xwe bidarde dikin û dikujin. Generalan dikujin, li telefonên serfermandar, serokwezîr, serokkomarên xwe guhdarî dikin, di heqê wan da dosyeyan hazir dikin.

Li weletekî helbet wiha garantiya mal û jiyana tu kesî tuneye, her kes ji ruhê xwe ditirse.

Bifikire Erdogan, bi dizî dihere Îraqê, newêre roj û saeta çûyina xwe berê bibêje. Ji ber ku ditirse, dikane balafira wî jî wek ya orgeneral Eşref Bîtlîs were xistin.
Sebebê vê yekê artşê e, kultur û perwerdeya leşkeran e.

Zabitekî herî biçûk jî xwe wek xwediyê dewletê û Tirkiyê dibîne, xwe ji her kesî "welatperwertir" dibîne. Îdara dewletê wek mafekî xwe yê xwezayî dibîne. Dema sivîlek, siyasetmedarek, serokwezîr û serokkomareke bi gotina wî neke, dîn dibe, niqane qebûl bike.

Û loma jî her cara ku sivîl ji emrê leşkeran derdikvin, leşker tavilê li hustuyê wan siwar tên û darbeya xwe dikin.

Lê îcar mesele hinekî tevlihev bûye, ne Emerîka wek berê destê xwe li pişta wan dixe û ne jî siyasetmedar şewqê xwe digrin û zû bazdidin.

Loma jî pir mimkûn e ku darbecî îcar li zirarê derkevin

09 juli 2008

Çeteyên Ergenekonê êrîşî seferata Emerîka kirin

Îro danê nîvro(seet 11.15) 4 kesan li Stenbolê êrişek çekdarî birin ser konsolosxaneya Emerîkayê.

Li gor agahiyên walî û polîsê Stenbolê, di êrişê da 3 pûlîsên tirk û 3 jî êrîşkar hatine kuştin û êrîşkarek jî reviyaye.

Tê gotin ku pûlis nasnameyên herçar êrîşkaran jî tesbît kiriye. Êrîşkarên kuştî, Erkan Kargin û Raîf Topcil herdu ji Betlîsê ne û Bulent Çinar jî ji Ixdirê ye. Nasnameya yê çaran jî hîn nehatiye tespîtkirin.

Yanî wek gelek carên din tetikkêş dîsa ji kurdan hatine hilbijartin. Ev ne tiştekî nuh e, gelek carên din jî ”dewleta kûr” wiha kiriye.

Ji ber ku di van 30 salên dawî da dewlet di nava kurdan da baş xebitiye û ji bo karên wiha ji xwe ra gelek qatil û tetikkêş hazir kiriye. Loma jî roja ji wan ra lazim dibe karên xwe pê didin kirin.

Dîsa li gor agahdariyên pûlis, Raif Topcıl berê carê ji endametiya İBDA-C-ê(rêxistineke îslamî û nêzî El-Qaîdeyê ye) hatiye girtin. Û tê gotin ku di destê pûlis da hin agahdarî hene ku van kesan çûne Afganîstanê û hatine û loma jî dikane têkiliya wan bi El-Qaîdeyê ra hebe. Lê di vî warî da hîn tu beyaneke resmî nehatiye dayin.

Dixwaze bira êrîşkar endamên ÎBDA-C ya jî yê El-Qaîdê bin, qet ferq nake, ew çi bin jî tiliya rêxistina Ergenekonê yanî ya “dewleta kûr” di vê êrîşê da heye.

“Dewleta kûr”, bi operasyona li hember rêxistana Ergenekonê darbeyek mezin xwar, ji serokatiya rêxistinê 2 generalên girîng hatin girtin û tewqîfkirin.

Ew jî ji dixwazin bi vê êrîşê mesajekê bidin Emerîka û AKP-ê. Dixwazin bibêjin zêde neyên ser me, ku hûn werin emê jî wiha bikin.

Bi vê êrîşê helbet dixwazin rojevê jî biguherînin, ji ber ku di rojevê da man zirarê dide wan, herroj pûrekî wan derdikeve.

Mesela îro lîsteya hukûmeta wan jî di çapemeniyê da derket. Di hukûmeta piştî ketina AKP-ê da Dogu Perînçek, Yalçin Kuçuk û gelek navên din jî hene ku divê meriv pir cidî li ser wan raweste. Mesela ji grûba Koç û Saban jî kes hene. Lîsteyeke pir cidî ye û girîn e. Ev lîste tenê nîşan dide ku darbeyeke faşîst pir nêzîk bûye û îcar sermiyandarên mezin jî girtine nava xwe.

Faşîst, komînîst, çep, dîndar, leşker, sosyaldemokrat, axir ji her beşî kesên dijminên kurdan niqandine.

Mêrika heta bigihîje Buyukanit û Abdulakadir Aksû jî fîş kirine, di heqê wan da dosye girtine. Yanî xulamtiya Aksû jî ew xelas nekiriye.

Lê bi dirêjbûna demê ra “dewleta kûr” û haziriyên wê yên ji bo darbeyek leşkerî her roj eşkere dibin û di çapemeniyê da tên weşandin. Ev yek jî nayê hesabê çeteyên Ergenekonê. Bi îhtîmaleke mezin taximê Buyukanit jî di destpêkê da di nava vê haziriyê da bûn. Lê dû ra çerx kirin.

Loma jî nuha di nabêna leşkeran xwe bi xwe û di nabêna wan û hukûmetê da şerekî dijwar dest pê kiriye.

AKP-ê, piştgiriya Emerîka û grûba serekerkan Buyukanit girtiye pişt xwe û dixwaze beşê dewleta kûr yê “neteweperest”, yê ku dixwaze li hember hukûmetê û grûba Buyukanit darbeyeke leşkerî bikin tasfiye bike, bi kêmanî ji hêz da bixîne.

Çimkî dema ew nekin, ewê werin tasfiyekirinkirin. Yanî hukûmet û serekerkan Buyukanit ji hewla ruhê xwe mecbûr in ku êrîşê bibin ser rêxistina Ergenekonê.
A Ergenekon jî li hember vê êrîşê xwe diparêze û ew jî vala nasekinin. Êrîşa ser konsulosxaneya Emerîka ji aliyan ra tenê mesajek bû, di rojên pêş da dikane gelek bûyerên wiha zêde bibin.

Her tişt girêdayî xurtî û cesareta hukûmetê ye. Hîn ne diyar e ku hukûmet dixwaze heta dawîyê here. Ji ber ku dema hinekî din jî pêş da here herkes dinzane ku ewê herin bigihîjin çend generalên din jî.

Gelo serokerkanî jî vê yekê dixwaze?
Ew hîn ne diyar e.
Şer berdewam e, destê herdu aliyan jî di gewriya hev da ye, lê kesî kes nefetisandiye.

08 juli 2008

Tehtîla min bû bela serê kurdên Swsêd

Law qey heçuyê min qelişîye, do kurdekî telefonî min kir, got heyran tehtîla xwe zû îptal bike, te malik li me kurdan şewitand!

Ez matmayî mam, min got:

-Ji bo çi, çi zirara tehtîla min gihştiye we kurdan?
Camêr keniya û got:
-Xwe li xamî û nezaniyê daneyne, tu zanî ku bi tehtîla xwe, top bi hemû aşxane û qahwexaneyan daye avêtin.

Li hember vê îthama mezin ez di ciyê xwe da tevizîm û bêtir matmayî mam. Min got bira, ji kerema xwe ra bi êrifî yanî bi zimanê çûkan nepeyive û tu dixwazî çi bibêjî eşkere bibêje, te ji meraqê kezeb li min reş kir.
Dîsa bi mizûrî keniya û got:

-Berî ku tu tekêvî tehtîlê li Swêd dinya 30 derece germ bû. Li ser vê, milet got, weleh îsal havîn germ e û rabûn bi dehhezaran kronî ciyên servîsê kirê kirin. Bi pêşeke pere mase, kursî û şemsiyên tavê kirîn. Lê ev hefteyeke ji nişka ve sar û sermê û baranê dest pê kir. Xwediyên aşxane û qahwexaneyan hemû matmayî man. Ji ber ku li gor raporên hemû seqanasan(meteorologan)havîna îsal ewê gelkî germ derbsa bibûya, lê hertişt belovacî bûbû. Lê dû ra dema min di quncikê te da xwend ku tu ketiye tehtîlê, wê demê min fêm kir ku sebeb tehtîla te ye. Loma jî divê tu tehtîla xwe taloqî zivistanê bikî. Çimkî em dizanin ku ev şansê te ye. Heta tu di tehtîlê da bî li Swêd roj bi serî me nakeve.

Heger hûn di dewsa min bûna we yê çi bigota?

Min got bira, piştî ku ev bêşansî bi min ra ye, zivistanê jî dikane felaketeke din were serê xwezayê/siruştê, dikane 4-5 mîtro berf bibare û hemû rê û dirb werin girtin, kes nikanibe ji mala xwe derkeve. Stockholm dikane bibe Sibîrya duyem.

Wê demê jî hûn bibêjin, ji ber ku tu di tehtîlê da yî lema hewqas berf dibare, lema hewqas sar e. Heger tu ne di tehtîlê da bûya ewê hewqas berf nebariya.
Wek hûn dibînin, bêşansiya min di nava kurdên Stockhoêmê da çiqasî meşhûr e?

Dema havîna wan jî xeş derbas nabe dikin sûcê min.

Ne tenê xelk, xanima min jî di wê baweriyê da ye.

Yekcarnan ez jê ra dibêjim xanim, sibe dema em teqawit bibin bi vî meaşî em ne dikanin li Swêd bijîn û ne jî li Kurdistanê. Ya baş ew e ku ka ez yekcarnan lotoyê bilîzim, belkî lotoya min lêxe û çend quriş tîkeve destê me.

Di cî da îtîraz dike, dibêje ne hewceye ku tu perê xwe bavîjî ji çolê da, hema ez dizanim ku şansê te ne ew şans e û ji te ra tu loto-moto lênakeve.

Dema ez pir îsrar dikim jî dibêje, wê demê ne tu, ezê bilîzim.

Rojekê, ya wexta min bi hevalekî ra hebû ya jî ezê biçûyama ser tixor yanî tiştekî wiha bû, lê otobos 10 deqîqeyan dereng hat, ku li Swêd pir anormal e. Yekî swêdî jî bi min ra li bendî otobozê bû, li seeta xwe nêrî, bû niçe niçe wî û hinekî xwe aciz kir.

Min got, xwe aciz neke, şikir bike ku hat, dikanîbû qet nehata jî.

Mêrik bi awirekî matmayî got:
-Çima ewê nehata?
Min got:
-Ji ber ku ez li vir im.

Camêr tiştek ji bersîva min fêm nekir, got belkî ez merivekî dîn im. Loma jî bersîva min neda û xwe ji min dûr xist. Ji ber ku swêdî ji henek, nukte, metafor û gotinên me yên bi mane fêm nakin.

Bi kurtî ji roja ez ketime tehtîlê û vir da hîn rojê baş nedaye serê min, wer sar û serma û baran e.

Hîn yekcarî jî ez tê ra dilê xwe li hewşê rûneniştime û bîna gulan neketiye pozê min.

Hîn yekcarê jî bîn û boxa goştê biraştî neketiye pozê min.

Çi ye çi ye, havîn hatiye.

Weleh heta nuha min tu havîn nedît. Tenê nav havîn e lê dem zivistan e.

Ez li ku dixim deng ji ku derdikeve!

Ne karê aqilan e lê rast e, dewleta Sûriyê xwendina malpera min-Hindik-Rindik- qedexe kiriye. Ji ber vê yekê jî ji Sûriyê kes nikane xwe bigîhîne blogga/malpera min.

Ez henekan nakim, bûyer rast e. Dewleta Sûrî jî xwe di ber tirkan ra kirye. Tişt nabe, bira ew jî barê serbaran be.

Du roj berê xwendevaneka hêja dema di e-maila xwe da ev agahdarî da min, min ji çavên xwe bawer nekir. Xwendevan hêja di e-mailê da wiha gotibû:

”Ez bawer im ji ber ku pênûsa Te şûjineke sincirî ye di çavên dijminan da malpera Te filtir kirine. Malpera Te li vir venabe filitir kirine.”

Ez nizanim li Tirkiyê û Kurdistanê jî wiha ye ya na. Min îro ji çend dost û hevalan pirsî, hîn kesî bersîv nedaye min.

Ez dizanim dewleta tirk ya ceberût(zorba, zalim) ji ber dijminatiya xwe ya li hember miletê kurd û tirsiya xwe ya ji azadî û demokrasiyê gelek malperên kurdan sansor kiriye, çi bi biryarên dadgehên sexte be û çi jî bi îmkanên teknîka îro be rê li ber gihîndina gelek malperên kurdan hatiye girtin, ji Tirkiyê û Kurdistanê kes nikane xwe bigihîne gelek malperên li derveyî Tirkiyê weşanê dikin.

Lê min nizanîbû ku dewleta Sûriyê jî li hember kurdên Tirkiyê eynî sansora tirkan dimeşîne. Û di ser da ev sansorkirin hewqasî mezin û berfireh e ku gihîştiye blogga(malpera) min ya belengaz jî.

Blogga min ne malpereke nûçeyan ya rojane ye, bêyî min kes tê da nanivîsîne. Here were ez rojê meqaleyekê dinivîsim.

Û ew jî bi piranî li ser Tikiyê û Kurdistana bakur e. Nayê bîra min, lê heta nuha belkî min 2-3 caran jî li ser Sûriyê nenivîsîbe û qala Sûriyê nekiribe.

Lê diyar e li gel vê jî, hêz û tesîra gotinên min, wek xwişka B.B-yê jî gotiye weke şûjineke sincirî, ne di çavên nîjadperest û faşîstên tirk ra tenê, di çavên rejîma beesiyên Sûrî ra jî dihere.

Bi bihîstina xeberê erê ez ”matmayî” mam, lê xemgîn nebûm, bi vacayî gelkî kêfxweş bûm ku ne tirk tenê, neyarên beesî jî bi qasî tirkan ji hêz û tesîra gotinên min ditirsin.

Piştî e-maila xwişka B.B, min ji xwe ra got, hela bala xwe bidê, ez li ku dixim, deng ji ku derdikeve!

Ya din, dikane tiliya dewleta tirk jî di vê yekê da hebe. Malper û blogên ku wan qedexe kirine, lîsteya wan dabin Sûriyê û ji wan jî qedexikrina wan xwestibin. Ne xwe ez ne ji Sûriyê me, li ser Sûriyê nanivîsim û elîfbeya pê dinivîsim jî ne erebî ye, dewleta Sûrî çima ewê malpera min qedexe bike?

Axir tiştekî pir xerîb e, ne karê aqilan e lê rast e…

06 juli 2008

Du civînên girîng û daxwazeke dîrokî

Di vê hefteyê da li Tirkiyê û li Kurdistanê li ser kurdan 2 civînên gelkî girîng hatin çêkirin. Herdu civîn jî ji bo kurdan û pêşeroja wan gelkî girîng û dîrokî bûn.

Ji civînan yek, ji alî ”Platforma Abantê” di bin navê “Pirsa Kurd: Lêgerîna aştî û pêşeroja bi hevdu ra” li Tirkiyê li bajarê Boluyê li Abantê hat çêkirin. Civîn îro bi dawî hat û li ser navê civînê daxuyaniyek hate belavkirin.

Civîna din jî, ”Konferansa Hîndekarî û Perwerdeya Kurdî” ya li Diyarbekrê bû.

Konferans, ji alî Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî(TZPKurdî) ve hat li darxistin û 3 rojan ajot. Ev civîn jî gelkî girîng û dîrokî bû, çimkî ev cara pêşî ye ku li Kurdistana bakur ji gelek bajarên Kurdistanê mamoste tên ba hev û li ser perwerdeya bi zimanê kurdî dîtin û fikrên xwe dibêjin û hin biryarên dîrokî digrin.


Di civîna Abantê da jî gelek siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rojnamevanê kurd û tirk 3 rojan ji gelek alî va li ser tevgere kurd û riyên çareseriyê rawestiyan û fikir û pêşniyarên xwe yên çareseriyeke aştîyane pêşkêş kirin.

Li Tirkiyê heta nuha li ser kurdan gelek civînên wiha çêbûne. Lê ev cara pêşî ye ku di biryar û daxwazên civîneke wiha berfireh da tirk ji bo kurdan mafên hewqas pêş û berbiçav dixwazin û diparêzin.

Di daxuyaniya civînê da, mesela kurd wek gelşeke Tirkiyê ya herî girîng hatîye dîyarkirin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî li hember şîdet û şer hatiye derketin û ji dewletê tê xwestin ku bi kurdan ra têkeve nava danûstendinê û wek destpêk jî divê efûyeke giştî were derxistin.

Di daxuyaniyê da li hember asîmîlasyona dewletê ya li hember kurdan û hindikayiyên din jî tê derketin, mafê perwerdeyiya bi zimanê kurdî tê parastin û ji dewletê daxwaz tê kirin ku divê li gor peymanên navnetewî mafên kurdan yên civakî, kulturî û siyasî bêyî qeyd û şert werin qebûlkirin.

Di civîna Abantê da ji alî beşdaran va gelek tiştên girîng hatin gotin. Ji van yek jî gotinên Cengîz Çandar bû. Li gor Çandar, heta ku kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe li Rojhilata Navîn aştî ne mimkûn e, divê ya kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe ya jî li dewletên li dijîn bibin şîrîkê wan dewletan. Zimanê kurdî ne tenê li Kurdistanê bibe zimanê resmî û yê perwerdeyê, divê li Tirkiyê jî bibe zimanê resmî û heta bigihîje lewheyên riyan jî divê bi kurdî bin.

Wek xuyaya, li gor 20-30 sal berê rewş pir guherî ye, pêşketineke pir mezin heye, heta do ew kesên navê kurd û Kurdistanê nedigrtin ser zimanê xwe, îro ji dewletê dixwazin ku bi kurdan ra rûne û hemû mafên kurdan yên netewî qebûl bike.

Dewlet jî êdî nikane wek berê hebûna kurdan înkar bike. Bi nêteke xerab be jî, bi rengekî şermok be jî mecbûr maye ew bi xwe qanaleke kurdî veke, bi zimanê kurdî weşanê bike. Ji bo kurdan ev yek serkeftineke mezin e. Ev nîşan dide ku xebat û têkoşîna keç û xortên kurd ya bi salan bi avê da neçûye.

Yanî bi kurtî têkoşîn û fedekariyên gelê kurd yên bi salan hêdî hêdî fêkiyên xwe dide û dewleta tirk mecbûrî çareseriyê dike.

Axaftin, minaqaşe û daxuyaniya civîna Platforam Abantê nîşana îflasa siyaseta dewleta tirk ya înkar û îmhayê ye, gelê kurd îro ji her demê bêtir nêzî bidesxistina azadiya xwe bûye.

Di konferansa ”Hîndekarî û Perwerdeya Kurdî” da jî piştî 3 roj minaqeş, gelek biryarên girîng hatin girtin û daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniyê da ji hemû siyasetmedarên kurd daxwaz tê kirin ku ew di axaftin û danûstenên xwe yên rojane û di hemû qadên jiyanê da kurdî bikar bînin û ji nuha û pê va jî kesên kurdînezan nekin namzetên serokên belediyan.

Di dîroka kurdên bakur da ev cara pêşî ye ku rewşenbîrên kurd di konferanseke wiha mezin da biryareke wiha digrin û diwêrin daxwazeke wiha rast û bi heq ji siyasetmedarên xwe bikin.

Loma jî ev biryar û daxwaza konferansa TZP-Kurdî dîrokî ye.

Min 25 sal berê dema di rojnameya Armanc û hin derên din da ev tişt parast û nivîsî gelek dost û hevalan rexne li min girtin û gotin ez merivekî pir ekstrem im. Li ser vê meselê di nabêna min û hin hevalan da minaqeyên gelkî ne xweş jî çebûn. Ez li dij bûm ku yekî kurdî nezan bibe serok ya jî berpirsiyarê me, ji ber ku wî bi kurdînezanîna xwe em kurdên din jî asîmîle dikir. Ez li dij bûm ku ev kovarên xwe bi tirkî ya jî bi du zimanan derxin. Lê digotin ”realîteya me” dest nade tiştekî wiha.

Neyse, ez ”birîn, derd û kulên” berê tevranakim, ya girîng ew e ku îro kurd hatine vê nuxteyê û diwêrin vê rastiyê bînin zimên.

Ez hêvî dikim ku ev daxwaza konferansê tenê di gotinê da nemîne û bi rastî jî ”tirk” û kurdên asîmîle bûne ji îro û pê ve nebin serokên partî, komele û rêxistinên me, nebin serokên belediyan û parlamenterên me.

05 juli 2008

Îro jî bira ne li ser siyasetê be

Du roj berê di Netkurdê da min nivîseke Helîm Yûsiv(Tiştên ku nehatin bîra Heznî Haco)xwend.

Nivîs, li ser pirtûka Dr. Heznî Haco ya bîranînên wî ye. Nivîsa Helîm Yûsiv, herçiqas li ser pirtûka bîranînên Heznî Haco(Tê Bîra Min)be jî lê Yûsiv, di nivîsa xwe da qala pirtûkek din(Bêbextî)yê jî dike.

Helîm Yûsiv dost û nivîskarekî ku him wek şexs û him jî wek nivîskar kêfa min jê ra tê û bala min dikşîne. Dema nivîsên wî bi ber çavên min dikevin heta ji min bê ez hewil didim ku bixwînim.

Ev aliyekî meselê. Aliyê din yê ku bû sebeb ku ez nivîsê bi meraq û baldarî bixwînim nav û bergê pirtûka ”Bêbextî”yê bû.

Dema min navê pirtûka ”Bêbextî”yê dît, meraqa min zêdetir bû û min nivîs xwend.

Piştî xwendina nivîsê, min ji Helîm Yûsiv ra e-mailek şand û min got ku min nivîsa wî xwendiye û bi xwendina wê jî ez gelkî kêfxweş bûme û ezê jî tiştekî li ser nivîsa wî û pirtûka ”Bêbextî”yê binivîsim.

Esas bi minasebeta xwendina nivîsa wî mailşandina min tenê tesadufek bû, ev çendak bû min nêt hebû ku edresa wî jê bixwazim û kitêba xwe ya nuh(Antolojiya Çîrokên Zarokan)jê ra bişînim. Piştî xwendina nivîsê min herdu tişt bi hev va girê dan û jê ra got.

Di bersîva xwe da Helîm Yûsiv got, ewê bi nivîsandina min gelkî kêfxweş bibe û her wisa ji min pirsî bû ku geleo min nivîsa xanim Bêwar Brahîm xwendiya an na?

Min nivîsa Bêwar Brahîm nexwendibû.

Di vê tehtîla min da ji min ra kar derket. Ji mecbûrî min îcar îro rabû berê xwe da malpera Avesta û nivîsa xwişka Bêwar Brahîm xanimê xwend.

Ez pir û pir kêfxweş bûm berî ku ez tiştekî binivîsînim min ew xwend.

Çima navê pirtûka ”Bêbextî”yê bala min kişand?

Di destpêka salên 1980-î da(sal nayê bîra min)min ev pirtûk li Stockholmê kirîbû û xwendibû. Bi qasî ku di bîra min da maye, min pirtûk di şevekê da xwend. Pirtûkê tesîreke pir mezin li min kir û min dixwest ku nivîsekê li ser binivîsim û bibêjim ku divê ev pirtûk ji nuh ve, ba hawayekî rêk û pêk were weşandin.

Lê nizanim çima, axir min tiştek nenivîsî. Lê çîrok û serpêhatiya qehremana pirtûkê di kûrayiya dilê min ciyê xwe girt û tu carî ji bîra min neçû.

Lê pirtûk pir tevlihev û bêserûber bû. Bi daktîlo hatibû nisîn û bi hawakî pir basît, bi destan hetibû çapkirin. Navê weşanxanê, tarîx, dera lê hatiye çapkirin, axir tu tiştek li ser tunebû. Nivîskar jinek bû lê navê wê tune bû, li jê ra bergê pirtûkê ”mêvan” hatibû nivîsîn.

Yanî çi?

Lê tiştê herî balkêş, li pişta berga pirtûkê, rismê xortekî û kurtejiyana wî hebû. Û wek nivîskara pirtûkê, ew jî bênav bû, risim, kurtejiyan hebû lê navê wî tunebû.

Nivîskar jinek bû, lê rismê xortekî li pişt berga pirtûkê bû.

Tiştê tê bîra min serê min tevlihev bûbû.

Lê vê tevliheviyê qedir û qîmeta çîroka pirtûkê li ba min kêm nekiribû û hîn jî nekiriye.

A dema min nivîsa Helîm Yûsif xwend, min ji xwe ra got, wele fersend ev fersend e, ezê pirtûkê carake din bixwînim, him qala vê bîranîna xwe bikim û him jî tiştekî li ser binivîsim.

Lê piştî ku min nivîsa xwişka Bêwar Brahîm xanimê xwend ez ji tirsan veciniqîm û min dev ji nivîsîna li ser pirtêkê berda.

Xwedê kir ku min nivîsa xwişka Bêwar Brahîm xwend. Ji safî û nezanîya xwe, min jî dikanîbû malik li xwe biviritanda û tiliya xwe têxista kulmoza mozan.

Bi qasî meriv ji nivîsa xwişka Bêwar Brahîm fêm dike, mesele pir û pir nazik e, tiştê meriv binivîse dikane bi hêsanî ji qalibê nivîs û rexneyeke edebî derkeve û bibe meseleyeke şexsî. Bibe nerindî û fêsadiya di nabêna malbatekê da.

Loma jî ez gelkî kêfxweş im ku min li ciyê rehetiyê, birînên kesî tevranekir û nebûm sebebê tevlihevî, teşxele û minaqaşeyeke bêwate.

Piştî xwendina bersîva xwişka Bêwar Brahîm, ez êdî ne diwêrim û ne jî dixwazim li ser pirtûkê tiştekî baş ya jî xerab bibêjim.


Qelema xwişka Bêwar Brahîm, ji şûr tûjtir û ji gurzên heft lîtir jî girantir e. Dawşîne kê ewê bi erdê ra bike nanik.

Ez hêvî dikim Xwedê wê neke ”dijmin û neyara” tu kurdekî welatperwer; şûr û gurzên wê tim li ser serên dijminên miletê kur hilên û dayên.

Heger xwişka Bêwar Brahîm, kanibe hinekî hestên xwe ragire û meselê di çarçeweya edebî da bigre qelema wê gelkî xurt û şîrîn e, dikane berhemên baş bide edebiyata kurdî.

Ev cara pêşî ye ku ez nivîseke Bêwar Brahîmê dixwînim, lê ji îro pê va ezê bibim xwendevanekî wê yê sadiq. Lê divê bi hevoksazî û rastnivîsa(sentaks û îmlaya)kurdî ra bêtir serê xwe biêşîne.

Bêwar Brahîm, di nivîsa xwe ya bersîva Helîm Yûsif da bêhed qeheriye û êrşîkar e, di rexneya xwe da ji sînorên rexneya edebî derketiye. Heqaretên wiha li Helîm dike ku, gotinên wiha giran jê ra dibêje ku ev yek qîmeta rexneya wê dadixîne. Li ber çavên xwendevan mesele ji sînorên edebî derketiye bûye meseleyeke şexsî.

Xwezî hinekî sakintir nivîsandibûya.

Helebt mafê Bêwar Brahîm e ku bersîva Helîm Yûsif bide û wî rexne bike.

Lê ne hewce bû ku hewqas heqaretan lê bike, hewqas gotinên giran jê ra bibêje. Dema meriv nexwaze xelk heqaretê li meriv bike ya jî gotinên ne xweş ji meriv ra bibêje, divê meriv jî ji xelkê ra nebêje.

Heger xwişka Bêwar Brahîm ji nuha û pê da li vê meselê dîqet bike ewê gelkî baştir be. Zimanê rexnê divê ne heqaret, êrîşên şexsî be.

Wek pêşîyan gotiye, ziman him dost e, him dijmin e.

Ziman kilîta dilan e, dikane him veke û him jî kilît bike.

Ez Helîm Yûsif wek şexs pir ji nêz ve nas nakim, lê gelo ne mimkûn e ku Helîm Yûsif ew nivîs tenê ji ber fikarên edebî û rexnegiriyê nivîsî be?

Ya jî şert e ku Helîm Yûsif, ew nivîs bi nêteke xerab nivîsî be?

Çimkî meriv dikane ji nezanî û safîtiya xwe jî şaşiyê bike, tiştê çewt bibêje. Her gotina ne li cî ne şert e ku ji ber nêteke xirab e.

Ya din pirs û meraqa Helîm Yûsif jî pir ne beloq û neheq e, di pirtûkeke bîranînê da dema yek qala zewaceke xwe ya 12 salan neke ne tiştekî normal û şêleke demokrat e, şêleke feodal e.

Axir çi devkî dibe û çi jî nivîskî, meriv gotinên giran ji hev ra nebêje, li şexsiyeta hevûdu heqaretê neke baştir e.

Ez hêvî dikim ku xwişka Bêwar Brahîm ewê ji van gotinên min jî aciz nebe û bersîveke wek ya Helîm nede min jî.

04 juli 2008

Şerê xelkê min jî rehet nahêle

Gelî xwendevanên hêja, hûn dizanin halê kurdan û şerê îslamîstên tirk û çeteyên kemelîstan ev hefteyeke tehtîla min jî bi min dan jibîrkirin.

Xwedêgiravî ji roja duşemiyê û vir da ye ez di tehtîlê da me. Lê ji siûda min ya xerab ra şerê îslamîstên tirj(AKP) û çeteyên kemalîstan jî tam wê rojê dest pê kir. Te digot qey li bendî tehtîla min bû kuro?

Erê ez wek xelkê bi çol û çepelan nakevim û naçim xwe nadim ber pêlên derya şîn û di nava teyrikên Cinnetê da xwe naqelînim. Lê axir bêbavan nehîştin ez rojekê jî li malika xwe rehet bikim. Yanî bi şer û pevçûnên xwe tehtîl li min kirin jahr û weselam.

Dema min dît ku şerê îslamîst û kemelîstan gelkî geş û gurr e, êdî tebatî nehat min, min tehtîl mehtîl ji bîr kir û min jî xwe tevê kir, yanî dest bi tehlîl û teoriyên xwe kir.

Bi vî hawî tehtîla min ji bîra min çû û min jî ji tenga xwe da dest bi tehlîl û teoriyên xwe yên ”bêfêde” kir. Bêfêdeye ji ber ku tiştên ez dinivîsim here were çend heval û çend dilsozên Dîwanxaneyê dixwînin. Bi gotineke din, bi nivîsên min ne kar û ne jî zirara min digihîje şûrkêşên herdu aliyan.

Helbet min dikanîbû bigota ez di tehtîlê da me û îşê xwe ji şerê wan naynim, çi tînin serê hev bira bînin, ezê ji xwe ra li malika rehet bikim.

Lê ez nikanim bi xwe, dema kurd û dijminên xwe ya jî dijminên kurdan xwe bi xwe bi hev dikevin, ez nikanim tenê li wan temaşe bikim, bi hawakî dibê ez jî xwe tevê kim. Dema ez xwe tevê nekim, tiştekî li ser nenivîsim , gome ya jî xîçekî navêjim ji dijmin da, ya jî halanekê di siyasetmedar û şervanên kurdan hilnedim, yanî kurt û kurmancî şêla xwe diyar nekim sebra min nayê, rehet nakim.

Bi qasî ku ez dibînim û fêm dikim, mêrikan wek boxe û beranan xwe baş li hev serqot kirine û bi hemû hêz û çekên xwe tên hev.

Herdu alî jî ji hewla ruhê xwe baş li ber xwe dide û dixwaze derbeke baş li yê din xe; heger nekuje jî dixwaze birîndar bike, wek lîstikvanê topê demekê seqet bihêle.

Di vî şerî da tiştê baş û kêfa meriv jê rat ê, îcar nigê çeteyên kemalîst yanî ”dewleta kûr” şemitîye û meleyên tirk û fetulahcî ketine ser wan. Hîn kesî derba mirinê dawneşandiye kesî, lê herdtişt mimkûn e. Yanî maç hîn neqediyaye, herçiqas mirîdên fetulahcî nuha di ser da bin jî lê di saniya dawî da rewş diknane were guhertin.

Ji ber ku tirk tim di saniya dawî da surprîzan çêdikin...

Belhazir, bi saya piştgiriya Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê, meleyên fetulahçî ketine ser dilê kemalîstan, wan li erdê vedigevizînin, dixwazin hinekî çavtirsiyayî û ji pertav da bixînin.

Xwedê cesaret û hêza Ristemê Zal bide wan.

Xwedê alîkariya Bush ji kemalîstan qut bike û bide Recoyê Kasimpaşalî.

Hemû xwendevan dizanin ku ez tu carî xêra AKP-ê û tirkan naxwazim, ez ne dua, bawer bikin taya xwe jî nadim îslamîtên tirk. Lê ji bo ku ew û kemalîst ketina gewriya hev, ez nuha bi şev û roj ji wan ra dua dikim, dixwazim ew leşker û kemalîstan bipelixînin. Lê ez bawer nakim ku ewê bi rastî jî bixwazin serê mar bipelçiqînin.

Tabî ev şer e, dema şer germ bibe û meriv bibîne ku ê hember derba mirinê dawdişîne meriv, meriv jî wê demê ji hewla ruhê xwe derba mirinê davîje ji yê hember xwe da. Wê demê bêhemdî jî dikane ”qezayek” ji destê meriv derkeve û meriv dijminê xwe bikuje.

Di vî şerî da şêla min pir zelal e, ez dibêjeim em kurd nebin heval û piştgirî aliyekî, ji ber ku herdu serê jî bi qasî hev dijminên me ne.

Lê li alî din, di vî şerî da çeteyên kemalîst çiqasî deşîfre bibin û ji hêz da bikevin bêguman ji bo me kurdan jî hewqasî baş e.

Ji ber ku dijminekî me kêm dibe. Û di ser da ev dijmin jî xwedî tank û top e, zalim û xwedî bi hezaran qatil û çete ye. Baskokirina vî dijminê xedar bêguman ne ji bo me kurdan tenê, ji bo tirkan jî, ji bo dewletên cîran jî pir baş e.

Ez hêvî dikim ku AKP îcar jî wek bûyera Şemzînanê dîsa bi artêşê ra li hev neke. Ji ber ku Erdogan û hemû kesên dora wî ne demokratên ji dil in, baweriya wan bi demokrasiyeke rastîn û dana mafên kurdan yê netewî tuneye, loma jî hertim dikanin bi artêşê ra li hev bikin.

Ez hêvî dikim ku ev texmîna min ewê îcar şaş derkeve û AKP-yê di bin ra bi darbeciyan ra li hev neke.

Wek min li jor haya we gîhandê, ez nuha di tehtîlê da me, dibe ku yekrojan li hewşê xwe bidim ber tavê(ez newêrim zêde dûr herim)û di xwe ra nebînim tiştekî binivîsim.

Tehtîla min pir ne girîng e, lê ez hêvî dikim ku tehtîla hemû kurdan bi dilê wan be.

03 juli 2008

Hukûmet newêre dest bavîje ji "masiyên mezin"da

Pêşketinên ji do heta îro nîşan didin ku operasyona li hember Ergenekonê hatiye kirin operasyoneke pir mezin e û rê li ber darbeyeke leşkerî ya pir nêz girtiye.

Dîtina hemû derûdorên siyasî ew e ku ev operasyona ku li hember rêxistina Ergenekonê hatiye kirin di dîroka Komara Tirkiyê da ya herî mezin e. Heger ne hewqas be jî lê pir girîng e.

Li gor tê îdîakirin, di operasyona Ergenekonê da di mala orgeneralê kevn Eruygur da ”plana darbeyê” hatiye bidestxistin û ev plan ji hemû belgeyan girîngtir e. Li gor agahdariyên di belgeyê da piştî 4 rojên din plana darbeyeke leşkerî ewê têketa praktîkê.

-Di plana darbeyê da xuya dibe ku, di bin seroktiya Osman Gurbuzê qatilê 2 birayên xwe da grûbek ji 30 tetikçiyên ji artêşê veqetiyane tîmeke suîkastan hatiye çêkirin.

-Ev tîma suîkastan berî 6-ê temûzê ewê dest bi kuştina çend kesên dadwer û meşhûr bikirana ji bo ku milet li hemberî hukûmetê bihata galayanê.

-Piştî van kuştinan, di 6-ê temûzê da li 40 bajarî bi navê ”Li edaletê xwedî derekve” ewê meş û mitîngên bêdestûr bihatana lidarxistin û bi vî hawî kaos û dijberî bihata zêdekirin.

-Mitînga pêşî ewê li Dîlokê/Entabê, ji alî serfermandarê artêşa 1-em orgenaralê teqawit Hurşît Tolon û xwediyê Kanalturkê yê kevn Tuncay Ozkan va bihata destpêkirin.

-Di van meş û mitîngên bêdstûr da kesên tetîkçî û provakator ewê bûyer dexistana û pûlis û milet bianiyana hember hev.

-Li gor plana darbeyê, artêşê mecbûr midaxeleyî vê rewşê bike û hukûmetê bixîne.

-Piştî ketina hukûmetê, serokê Odeya Tîcaretê ya Anqerê Sînan Aygun, (di operasyonê da li mala wî 3 milyon Euro û bi kîloyan jî zêr û mucewher hate girtin) ewê bibûya serokwezîr.

-Di planê da Abudullatîf Şener jî ewê bibûya serokkomar.

Wek tê zanîn Şener, yek ji avakarê AKP-ê û hevalekî Erdogan yê herî nêz bû. Di herdu hukûmetên AKP-ê da wezîrê dewletê û cîgirê serokwîzîr bû, lê di vê hilbijartina dawî da li gel hemû israran xwe ji namzetî û siyasetê dûr xist. Li gor hin îdîayan ew merivê leşkeran yê di nava AKP-ê da bû. Diyar e îdîa ji bin da ne bêbingeh bûne.

Ji bo Cemîl Çîçek jî eynî tişt tê gotin. Li gor hin rojname dinivîsin Çîçek yek ji dostê Sînan Aygun ê herî nêz e û tim çûye ba Sînan Aygun û bi hev ra xwarin xwarine. Lê derket ortê ku Aygun, yanî hevalê Çîçek yê herî nêz namzedê darbeciyan yê serokwîzîriyê bûye.

Welhesal li Tirkiyê meriv nizane destê kê di bêrîka kê da ye û kî zilamê kê ye. Hertişt mimkûn e.

Di nivîsa xwe ya do da min gotibû ku hin çavkaniyên siyasî îdîa dikin ku di civîan Erdogan û fermandarê hêzên bejayî Îlker Başbûg ya 30-ê hezîranê da li ser vê operasyonê lihevkirin çêbûye.

Îlker Başbug do danê êvarî beyanek da û ev îdîa bi şîdet red kir, got em li ser tiştekî wiha nepeyivîne.

Lê li alî din serekerkaniyê bi daxuyaniyeke nivîskî qebûl kir ku li ser daxwaza dozger, wan destûr daye operasyona li hember malên orgeneral Tolon, Eruygur û kesên din.

Yanî heger berî operasyonê lihevkirinek tunebe jî, operasyona li hember generalên teqawit bi destûra artêşê bûye. Serokerkanî vê yekê qebûl dike.

Maneya vê ”destûra” serekerkaniyê jî ew ku mesele pir cidî bûye, dibe ku darbeciyan xebatên xwe bê haya Buyukanit û Başbug meşandine. Ji ber ku li Tirkiyê ev ne cara pêşî ye ku hewildanên darbeyên leşkerî bê haya serekerkan tên meşandin.

Di 9-ê adara 1970-î da jî dabeyeke leşkerî bêhaya serekerkan dibû lê Mahîr Kaynak wek ajan ev yek deşîfre kir û darbe bi hawayekî din hat çêkirin û grûba Madanoglu hat tasfiyekirin.

Yanî bi kurtî meriv dikane bibêje ku hukûmet û serokerkanîyê li ser operasyona li hember Ergenekonê li hev kirine û bi hev ra kirne. Çimkî AKP ne ew hêz e ku ji bin da guh nede leşkeran û bixwaze hemû sûcdaran bigre û qanûnê bi cîh bîne.

Bi îhtîmaleke mezin hukûmet û serekerkaniyê piştî hin birr û bazaran li ser girtina van kesan li hev kirin û dû ra operasyon hate kirin. Ji ber ku artêş li hember girtina van generalan qet xwe aciz nake, dibêje li ser daxaaza dozger me destûr daye. Ev ne reaksiyoneke serekerkaniyê ya normal e.

Tiştê xuya ye serekerkanî(Buyukanit û ekîba wî) îro li dijî darbeyeke leşkerî ye.
Ji ber ku berî hertiştî Emerîka piştgiriya darbeyê nake.
Yekîtiya Ewrûpa li dij e.
Li hundur piraniya milet li dijî darbeyeke leşkerî ye.
Di rewşeke wiha da darbe ne mimkûn e.

Yanî hemû şertên der û hundur li dijî midaxeleyeke lesşkerî ye. Serekerkan û ekîba wî vê rastiyê dibînin û loma jî naxwazin xwe bavêjin macerayeke ku dawiya wê ne diyar e.

Loma jî ji dêlî darbeyekê ve dixwazin bi gefan, bi tirsandinê AKP-ê bînin rê û dewletê îdare bikin. Jixwe tiştê heta nuha dikin jî ev e, bi tirsandinê hertiştên xwe bi hukûmetê didin kirin.

Lê di nava artêşê da hin kes hene ku wek Buyukanit û ekîba wî nafikirin, dixwazin wek berê, bi zor dest deynin ser hukum. A operasyon jî bi destûra serokerkaniyê li hember van kesên ”serhişkên” baskê sivîl û leşkerên teqawit hatiye kirin.

Lê destûra girtina darbeciyên di nava artêşê da nehatiya dayin, çimkî ji leşkerên li ser kar hîn tu kes nehatiye girtin. Ev tiştekî pir balkêş e.

Herkes dizane ne mimkûn e ku tenê çend generalên teqawit di nava amadeyiyeke wiha da bin, bi leşkerên teqawit darbe nabe, divê artêş, hêzên çekdar û generalên li ser kar di nava vî karî da bin.

Helbet hukûmet jî vê rastiyê dizane. Lê ji ber ku bi serokerkaniyê ra li hev kirine nikanin dest bavîjin ”masiyên mezin”, ew ji artêşê ra hîştine.

Zexeliya di nava bîstanan da bi qurfkirinê wenda nabe, divê ji kok da rabe. Dema ji kok da ranebe ewê hersal hişin were.

Ya jî, herkes dizane ku bi kuştina kelmêşan yeko yeko kelmêş naqedin, ji bo qedandina wan divê meriv avzêmê hişk bike.

Bêguman girtina van çeteyên Ergenekonê tiştekî baş e, lê têr nake. Heger AKP dixwaze bi rastî jî Tirkiyê ji kok da ji darbeyên leşkerî xilas bike û demokrasiyê bicî bike, divê biwêribe dest bavîje ”masiyên mezin” jî, divê wan jî wek Yûnaniyan bigre, derxe hember edaletê û wan ceza bike.

Ne xwe sibe ewê Ergenekoneke din derkeve.

02 juli 2008

Yalçin Kuçuk li xayintiya xwe mukur hat

Yalçin Kuçuk merivekî pir meşhûr û pir tarî ye. Lê meriv baş nizane ku merivê kê ye û li ser çi mezhebî ye, wek bukalemûn e, li gor demê dikeve her kirasî.

Tiştê nuha xuyaye ew jî wekî Perînçek, xwe wek kemalîstekî temam nîşan dide û li dijî kurda ye.

Kuçuk, çend sal berê xwe gîhand PKK-ê û bû ”birayê Serok” jî. Bi saya vê ”destbiratiya” xwe ya derewîn ya bi Ocalan ra demakê di MED TV da bû xwedî program.

Kuçuk, di her programa xwe da bi hurmeteke mezin ji Ocalan ra digot” Birêz Serok, birayê min ê Serok, serokê hêja, birayê min Apo” û gelek wesfên din.

Lê nuha li têleke din dixe.

Şamîl Tayyar di quncikê xwe yê rojnameya Starê da(30/6) bi kurtî qala Kuçuk dike. Şamîl Tayyar dibêje, du roj berê di kanleke telewîzyonê da wî li Yalçin Kuçuk guhdarî kiriye. Di dema axaftina Kuçuk da jineke temaşevan e-mailek şandiye û gotiye, ”Ev merivê ku ji serokê terorîstan ra digot Birêz Ocalan, hûn çima derdixin ekranê?”

Li ser vê, Kuçuk gelkî hêrs bûye û dîsa xwe dînomîno kirye û gotiye, ”Min tu carî ji Ocalan ra negotiye ´birêz´ ”

Wek tê zanîn berî ku Ocalan were girtin, Kuçuk demeke dûr û dirêj li Parîsê, li Belçîkayê li ba hevalên Ocalan ma, her roj li ser sifra wan bû, li ba wan dima, bi dehan keç û xortên kurd şufêr û rêberên wî bûn.

Dema derdiket telewîzyonê û bi Ocalan ra program çêdikir, pir bi hurmet xîtabî Ocalan dikir, Ocalan ”birayê” wî bû, ”serokê wî yê hêja” bû. Bi qasî ku tê bîra min her cara ku bi Ocalan ra dipeyivî, digot ”sayin başkan/serokê birêz!”

Lê mixabin nuha di destê min da hemû qeydên wan programan tunene ku ez binêrim hela ka Kuçuk wê demê çawa xîtabî Ocalan kirye. Lê di hevpeyvîna xwe ya bi Ocalan ra gotinên wek”Serokê hêja, birayê min ê hêja, serok, heval,” û gelek gotinên wek wan bikar aniye.

Lê em bibêjin ku bi rastî jî Kuçuk bi zanetî ji Ocalan ra tu carî negotiye ”birêz”, ê wê demê jî ev yek sextekarî, durûtî û xayintiya Kuçuk derdixe ortê.

Ji ber ku xîtabên wek ”serokê min, birayê min, serokê min yê hêja” ji gotina ”birêz” sed carî samîmîtir e. Gotina ”birêz” gotineke pir resmî ye, meriv ji bo dost û hevalên xwe yê samîmî bikar nayne. Kuçuk ji Ocalan ra digot, ”birayê min, serokê min”, ma ev ne bes ?

Lê heger tiştê Kuçuk dibêje rast be, û wî tu carî qedir û qîmeteke nedabe Ocalan û tu carî gotina ”birêz” jî layiqî wî nedîtibe, wê demê ew bi wezîfe çûbû ba Ocalan û hevalên wî.

Ew, wek ajnanekî dewletê li ba wan dima. Ji xwe baweriya gelek kurdî jî ew e ku Yalçin Kuçuk wek ajanekî ”dewleta kûr” li ba PKK-ê dima. Ev îdîa ku wî tu carî ji Ocalan ra negotiye ”birêz”, vê texmîna kurdan teyid dike.

Do, ji ber ku wezîfeya wî ew bû, ew çûbû ba Ocalan û bi xayintî jê ra digot, ”birayê min, serokê min” û îro jî wezîfeya wî parastina kemalîzmê, panturkîzmê û dijminatiya bi miletê kurda ra ye.

Û camêr vê wezîfeya xwe baş jî dike.

Yanî Kuçuk ji rewşwnbîrekî bêtir mamûr û ajanekî dewletê yê basît e. Dema wezîfe jê ra were dayin dikane têkeve her kirasî û her boyaxê.

Pêşketina tevgera kurd di van salên borî da gelek ”dostên” derewîn, dostên bi rû dost lê bi dil dijmin derxit ortê û bi me kurdan da nasîn. Yalçin Kuçuk jî yek ji wan kesan e. Demekê wî bi nivîs û kitêbên xwe yên li ser kurdan gelek kurd xapandin û ji wan feyde dît.

Lê êdî rim di çewêl hilnayê, heger em ne kor bin dost jî dijmin jî baş xuya ne.