20 juni 2008

Yekîtiya Ewrûpayê dîsa fortek da xwe

Berdevkê Parlamentoya Ewrûpayê Hans Geert Pottering, berî zîrveya serokên YE ya li Brukselê li ser redkirina Peymana Lîzbonê û rewşa Tirkiyê bersîvên rojnamevanan da û got, redkirina Peymana Lîzbonê û rewşa endametiya Tirkiyê du tiştên cuda ne, kes nafikire ku mizakereyên bi Tirkiyê ra rawestîne.

Potterîng, şêla Yekîtiya Ewrûpayê ya li hember girtina AKP-ê wiha tîne zimên:

“Redkirina Peymana Lîzbonê ji alî Îrlandayê ve mizakereyên bi Tirkiyê ra nade rawestandin lê eger Tirkiye, AKP-ê bigre û serokwezîr Erdogan jî qedexe bike wê demê ewê vî tiştî bike."
Wek tê dîtin Pottering pir vekirî dibêje, heger AKP were girtin û siyaset li pêlewanê virek Recoyê kasimpaşalî were qedexekirin wê demê ewê mizakereyên bi Tirkiyê ra bidin rawestan.

Tiştê balkêş Potterîng qet qala girtina DTP-ê nake, dibêje Yekîtiya Ewrûpayê li dijî girtina AKP-ê ye, qebûl nake ku siyaset li Recoyê kasimpaşalî were qedexekirin, lê nabêje li dijî girtina DTP-ê ne jî, qebûl nakin ku siyaset li serokê DTP-ê û li kurdan jî were qedexekirin.

Diyar e bi girtina DTP-ê ewê ji Tirkiyê ra tiştekî nebêjin û Tirkiyê neqeherînin. Ji ber ku li ber çavên ewrûpiyan xwîna tirkan tim ji ya kurdan sortir e, girtin û zindankirina kurdan, girtina partiyên wan tiştekî normal e, ne li dijî huqûq, qanûn û demokrasiya wan e.

Kurd û rêxistinên wan ji bo Yekîtiya Ewrûpayê jî wek pezên qurbanê ne, hertim dikanin werin şerjêkirin.

Tirkan ev yek baş fêm kirine, dizanin ku girtina partiyên kurdan, zindankirina rewşenbîr û siyasetmedarên wan, lînckirina wan li kuçe û kolanan Yekîtiya Ewrûpayê jî nerehet nake, heger pir ne bi dilê wan be jî axir ji bo “xatirê xatiran” û hin “berjewendiyên” girîng ewê dengê xwe nekin û ji Tirkiyê ra nebêjin çima hûn vê zilmê li vî miletî dikin?

Li Tirkiyê, siyasetmedar û rewşenbîrîn kurd ji bo ku gotine em kurd in û welatê me jî Kurdistane, ji bo ku gotina rejîma kemalîst ya dîktator zilmê li gelê me dike herroj tên dadgehkirin, cezayên giran ji wan ra tên xwestin.

Yekîtiya Ewrûpayê li hember vê terora dewleta tirk tim xwe kerr û lal dike. Bêguman ev bêdengî jî bêtir çesaretê dide rejîma kemalîst û tirk-îslamîst.

Lê heger ez dîsa vegerim ser gotinên Potterîng, li gor baweriya min ev gotinên wî ji karê bêtir ewê zirarê bide AKP-ê.

Çimkî tirk nuha dixwazin nabêna wan û Yekîtiya Ewrûp xera bibe û Yekîtiya Ewrûpa mizakereyan bide rawestandin.

Dewleta tirk dibîne ku bi vî halê xwe nikanin bibin endam, dema bibin endam divê mafê kurdan û miletên din bidin, divê bi rastî jî demokrasiyê qebûl bikin, divê qedexeyên li ser maf û azadîyan rabin.

Tirk, çi kemalîs, çi leşker û çi jî îslamîst îro hîn ne amade ne ku berî hertiştî mafê kurdan yên netewî bidin. Hîn nêt û hesabê hemû hêzan ew e ku heta çend salan kurdan bihelîn, ji hev bela bikin û dû ra heger pêwîst be bibin endam.
Dewleta tirk hîn do zarokekî kurd yê 7 salî ji bo ku navê wî Welat bû bernedan Tirkiyê, li balafirxaneya Stenbolê bi zor ji daya wî stendin û paş da şandin Almanyayê.

Welatekî ku hîn navekî kurdî qebûl neke, nahêle zarokekî 7 salî ji ber ku navê wî bi bi herfa “W” dest pê dike here Tirkiyê, ma ev welat ewê çawa bixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê?

Ewê çawa mafê kurdan yê netewî bidê?

Û ev tişt jî di dema îktîdara AKP-ê da dibe. Yanî xwedêgiravî li gor yên din îktîdareke “demokratîktir” e.

Li Tirkiyê îro bêyî kurdan û çend rewşenbîrên tirk, tu hêzeke siyasî naxwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê. AKP di vî warî da takîye dike, ji ber ku li hember leşkeran hewcedariya wan bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê heye.
Ji ber vê yekê jî dema leşker bizanibin ku girtina AKP-ê bi rastî ewê bibe sebebê rawestandina mizakereyên bi Yekîtiya Ewrûpayê ra ewê bidin girtin.

Şerê AKP-ê, leşker û kemalîstan ne şerê azadî û demokrasiyê ye, şerê desthilatê ye, AKP dixwaze desthilata xwe zêdetir û xurttir bike, di sîstema dadê da, di zanîngeh û leşkeriyê da bêtir bibe xwedî gotin û desthilat. Û leşker jî naxwazin van îmkanan bidin wan.

Hemû şer û teşxele ji bo vê desthilatê ye, ne xwe herdu serî jî bi qasî hev dijminên kurdan, li dijî demokrasiyeke temam û rast în in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE