26 juni 2008

Îspaniyan rûs pelixandin

Îşev kompîtora min bêbextî bi min ra kir, piştî maça Îspanya û Rûsan bêxwediyê nexebitî.
Ez dîn bûm, lê ji ber ku min berê yek di haletekî wiha da yek şikandibû, loma jî min zêde bela xwe tê neda.

Min kir nekir, got “kafirê kuştî” ez naxebitim.

Mesele, îro lawikê min yê biçûk vekiriye û tê da li pirtûkxaneyê geriya. Axir feqîro ew jî nizane çi kiriye, lê venedibû û ji min kod û hin tiştên din dixwest. Ez nizanim min çawa kir, lê wek kuçê koran here li çpkê keve, min hew carê daît ku xebitî. Lê saet jî nuha 23.30-ye.

Bi gotineke herî kin, îspaniyan li hember rûsan futboleke muhteşem lîstin û rûs pelixandin. Taximekî wiha mikemel bi rastî jî layiqî kûpaya zêr e, ez hêvî dikim ku îspanî zora almanan bibin û bibin şampiyonê Ewrûpayê.

Çimkî îspaniyan bi lîstika xwe xweş, cesûr û ya hucûmê şampiyonî heq kirine. Almanan bi tu hawî şampiyonî heq nekirine.

Lê ev futbol e, hertim taximê herî xweş dilîze qezenc nake.

Di çapemeniya tirk da olana maça do hîn berdewam e. Min îşev bi lez hinekî bala xwe da malper û rojnameyên tirkan. Gotineke heye, dibêjin ji devê da ketiye, ji hop hopê namîne, ya tirkan jî bû ev mesele. Hemû rojname û malperên wan pesnê lîstikvanên xwe didin, dibêjin em û ne tu kesî din, “me dilê dinyayê fetih kir, herkes qala lîstioka me dike, me lîst lê almanan qezenc kir.”

Lê argumentên wan yê herî mezin , dibêjin, seqet û kesên nikanîbûn bilîstana
pir bûn û almanan bi şans qezenc kirin.

Bêguman evana nikanin bibin sebebên cidî. Çimkî wan jî di hesê maçên dawî da bi şans qezenc kirin. Seqetên xelkê jî hebûn.

Ya din taximekî cidî divê hesabê van tiştan hemûyan bike, divê 22 lîstikvanên wan jî ji hev ne kêmtir bin.

Dema ew di 5 saniyeyên dawî da gol avêtin û zora xelkê birin xweş bû, ew nîşana meziniyaî lîstikvaniya wan bû, lê dema xelk eynî tiştî dike dibe şans.
Tirk miletekî ecêb e, dema qezenc dikirin jî pesnê xwe didan û nuha wenda kirine jî pesnê xwe didin.

Lê almanan do bi şev nehîştin “tirkên dîn” li Baselê careke din bikenin, ew girî kirin û çandin malên wan.

Ev çend hefte bûn bêhemdî ji wan ra li hev dihat û dilşa dibûn, lê wa ye dîsa det bi girî kirine. Tirk wiha ne , ya pir dikenin û herkesî nerehet dikin û ya jî digrîn gunehê meriv bi wan tê. Yanî orte tuneye.

Tiştekî pir xerîb e, dîrok yekcarnan gelkî adil e, zalim û kesên ne layiq baş ceza dike. Almanan 10 gol jî bavîtana bi qasî wî golê deqîqeya 90-î ne xweş bû. Wî golî di dilê tirkan da birînek kûr vekir.

Lê heq kiribûn, çimkî yê wan çar caran wiha bû.

Tê gotin ku Enternasyonala Sosyalîst di civîna xwe ya 23-emîn da ku ewê di nabêna 30-ê hezîranê û 2-ê temûzê da li Atînayê were çêkirin da CHP-ya tirkiyê (Partiya Gel a Komarî) ji endametiyê bavîje.

Sosyalîst Enternasyonalê demakê berê di beyaneke xwe da gotibû ku CHP ne partiyeke sosyal demokrat e, ew partiyeke nîjadperest e û li gor nirx û ideolojiya Sosyalîst Enternasyonalê hereket nake.

Malpera CNN-turkê dibêje, dibe ku Serokê Giştî yê CHP-ê Denîz Baykal ji ber ku dizane ewê werin avêtin neçe civînê.

Denîz Baykal, Cîgirê Serokê Giştî ya wê Enternasyonala Sosyalîst e.

Esas li Tirkiyê ne tenê CHP, ji ber mesela kurd hemû partî û rêxistinên din jî ji îdeolojî û nirxên xwe dûr ketine û bûne nîjadperest û faşîst. Loma jî li Tirkiyê tenê hin şexs hene ku demokrat in. Lê yek partiyeke tirk jî ne wek partiyên din yên cîhanê ye, pir hindik hemû jî faşîst in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE