11 juni 2008

Netîceyek ne li gor dilê min

Tirkan di deqîqeya sêyem ya dirêjkirina maçê da golek avêtin û maç 2-1 qezenc kirin. Piştî vê serketina wan ya lotowarî qet ji dilê min nayê tiştekî binivîsim.

Hinek dikanin bipirsin, bibêjin ji bo çi ez serkeftina tirkan naxwazim, dixwazim tim ew wenda bikin?

Ji ber ku ew zilmê li me dikin.

Ji ber ku ew ji me hez nakin û tu carî serkeftina me kurdan naxwazin.

Kesê zilmê li meriv bike, mafê meriv nede û ji meriv nefret bike, meriv jê hez nake.

Dema meriv jê hez bike û xêra wî bixwaze meriv pir bêxîret e.

Şansê mêrikan hebû, kabê wan ji xwe ber mîr hat.

Lê dibê meriv qebûl bike ku baş jî li ber xwe dan û di deqîqeyên dawî da jî ji swîsriyan baştir lîstin û loma jî serketin bû para wan.

Lê di deqîqeya dawî ya dirêjkirinê da golavêtina wan wek lotoyê bû.

Ji dêlî ku Swîsreyê 2-1 qezenc bikira tirknan qezenc kir.

Navê qehremanê tirkan yê gola 2-yem Arda Turan e.

Piranî kurd navê zarokên xwe dikin Arda. Navê lawikê min jî Serhat Arda ye.

Loma jî pir mimkûn e ku ew kurd be.

Lê heta nuha min di tu malpereke kurdî da li ser eslê wî tu tişt nexwendiye.

Tirk him serkeftinê û him jî wendakirnê pir mezin dikin.

Dema li hember welatekî, taximekî Ewrûpî maçekê qezenc dikin, ji kêfxweşiyê wêdetir şeple dibin, dîn û har dibin.

Ez bawer dikim piştî vê serkeftinê jî li Tirkiyê ewê dîsa gelek bûyereên ne xweş werin meydanê, dîsa gelek kesên birîndar bibin ya jî werin kuştin.

Nîjadperestiya wan ya li hember kurdan nuha ewê dîsa bilind bibe û bi hezaran nîjadperest û faşîstên tirk ewê werin galayanê, herdera tirkiyê ewê dîsa wek gola xwînê sor bibe û heta maça Çekyeyê ewê xwe tatmîn bikin.

Rojnameyên wan manşet avêtine, gotine:

-Me Swîsre kir doner(kebab) û xwar.

Ê ji xwe ji we ew tê, kultura we bi donerê sînorkirî ye.

Bala xwe bidinê, nikanin serkeftina xwe bi gotineke xweştir bînin zimên, gotine "me Swîsre kir doner û xwar!"

Di demên wiha da kurdên reben jî ji mecbûrî ewê li têla wan xin.

Ev ne dilxwazî û piştgiriyeke ji dil e, ji ber teror û zixta civakî ye. Kurd nikanin ya dilê xwe bidin der.

Çekan her çiqas li hember Portekîzê wenda kir jî lê çek ji swîsriyan xurttir xuya ne.

Bi îhtîmaleke mezin çekên balaona tirkan biteqîne.

1 kommentar:

  1. Birez Zinar rasta tirk xweş dileyisten.Le... Dise ji min u zaroke min, me nedixwest tirk biser kevin.Em gelek xemgin bun.Hingi dewleta tirk nihaqi u zilm li me kurda kiriye u heji dike.Zaroke min ji min dipirsin: Çima ala kurda dinav ala cihanede nine, çima nave kurdistane dinav neqşande nine,çima kurd di melodifestiwala auropade ninin,çima welate kurda nine uhw...Ezji dibem tirk,areb u faris nahelin.Edi zaroke me ji femdikin ku ki niheqiye li kurdan dike.Edi ew ji naxwazin ku tirk biserkevin u hevaltiya wan nakin.Gotineke diya min heye dibe xwede merteba wan bilind neke.TI bimine di xweşiyede.

    SvaraRadera

PARVE BIKE