18 juni 2008

Li hember mêraniya kurdan dadwerên tirk biziyan

Do (17/6-08) li Ruhayê li Dadgeha Cezaya Esliyê ya 3-em doza TEVKURD-ê hat pêkanîn. Birêvebirên TEVKURDFûad Onen, Îbrahîm Guçlu, Eyûp Karageçîlî, Arîf Sevînç û M.Kemla Oguzlu li pêşberî dadgeha tirk ya li Ruhayê kurd, Kurdistan û mafê serxwebûna gelê kurd bi mêranî parastin. Û bi parastina xwe jî sîleyeke baş avîtin ji sûretê dewleta tirk da.

Dema meriv parastinên Fûad Onen û Îbrahîm Guclu dixwîne meriv dibîne ku van rewşenbîrên kurd yên ziravpiling di dadgeheke tirk da dewleta tirk ya kolonyalîst û zalim çawa bi mêranî rezîl û riswa kirine û nîşanî dadwerên tirkan dane ku kurd êdî pênc pereyên xwe jî di sîstema wan ya huqûqî, siyasî û leşkerî nadin.

Rewşenbîr û siyasetmedarên kurd êdî ji teror û gefên dewleta tirk ya hefs û zindanan natirsin.

Ev mêranî û cesareta ku van rewşenbîrên kurd do di dadgeha dewleta tirk da nîşan dan bêguman ji hemû sîlehên wan xurttir e.

Kurd êdî bi cesaret û pir vekirî doza mafên xwe yên netewî û serxwebûna welatê xwe dikin.

Miletê ku biwêribe ji bo azadî û serxwebûna xwe her babet fedekariyê bike û xwîna xwe birjîne tu hêz nikane rê li ber serkeftina wî miletî bigre. Dîrok gelek caran bûye şahidê vê rastiyê û ji bo kurdan jî ewê bibe şahid.

Ji ber ku dijmin vê rastiyê dizanin loma jî dixwazin bi tehdîdên hefs û cezayên giran çavên rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan bitirsînin.

Lê kurdan ji zû da ye ev dîwarên wan yê tirsê bi erdê va tep û dûz kirine. Ji ber kurd dizanin ku merivê tirsonek tu carî nikane azad be.

Loma jî kurd, ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe amadene ku her fedekariyê bikin. A ev biryardariya kurdan serok û rêvebirên dewleta tirk xistiye nava tirs û xofeke mezin.

Û ji ber vê tirsê ye ku ew rewşenbîrên kurdan ji ber du gotinên wan, ji ber ku wan navê welatê xwe hildaye derdixin dadgehan û dixwazin wan bitirsîne. Lê kurd natirsin, ew dem êdî li paş maye.

Îspata vê yekê jî parastinên birêvebirên TEVKURD-ê ne.

Îbrahîm Guclu parastina xwe wiha qedandiye:

“Em, wek berpirsiyarên “Gruba Xebatê ya Demokrat û Neteweyî ya Kurd/TEVKURDê, ne dijminê gelê tirk in. Eger em dijmin bin, em dibin dijminê dewleta kolonyalîst. Dadgeha we parçeyek ji dewleta kolonyalîst e. Dadgeha we ji bona vê, li ser navê dewleta kolonyalîst me dadgeh dike û li dijî neteweya kurd e. Ji bona vê, mafê dadgeha we tune ye ku kurdan û me dadgeh bike…”

Fûad Onen jî parastina xwe bi van gotinên jêr qedandiye:

"Mirov di valahîyekê de çênabe; di hawirdoreke civakî, sîyasî û dîrokî de tê dinyê. Ji ber vê hawirdora ku em tê de hatine dinyê em Kurdistanî ne, ji miletê Kurd in. Ev, di halê xwe de rastîyeke xwerû ye. Zemîna hiqûqî ku desteya we li ser tev digere û hikuman dide, rasteqînîya netewe û welatê gelê Kurd tune dihesibîne. Zemîna hiqûqî ya ku hûn li ser hikum didin, bi vê wateyê me jî tune dihesibîne. Nuha em wek kesayetîyên ji gelê kurd li hemberî we ne, ku ne bi fermî lê bi fiîlî hûn jî hebûna wî dizanin. Biryarên ku hûn di heqê me de li ser vê zemîna hiqûqî ya ku me tune dihesibîne bidin, dê ji alîyê me ve wek tune bên hesibandin. Hemû tiştên ku ez li ser îdiayên di heqê xwe de dibêjim ev in."
Serkeftina kurdan nêzîk e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE