28 juni 2008

Kurdekî ruhkole êrîşî Bejan Matûrê kir

Sê roj berê(25/6-08) di rojnameya Zamanê da nivîskar û şaira kurd Bejan Matûr, nivîseke bi navê “Kurd çawa li maçên milî temaşe dikin?” nivîsî.

Matûr, di nivîsa xwe da qala bîranîneke xwe ya derbarê şêl û hestên kurdên Tirkiyê dike û dibêje, di sala 2002-an da li Roterdamê li qahwexaneyekê li maça nîvfînalê ya di nabêna Tirkiyê û Brezîlyayê da dihat lîstin temaşe dikir.

Dibêje, kesên asyayî, efrîkayî, ereb û tirkan piştgiriya Tirkiyê dikirin, lê kurdên ji Tirkiyê nedikirin, dixwestin Brezîya qezenc bike.

Matûr, ji vê bîranîn û bûyerê hereket dike û dibêje, di maçên Tirkiyê yên milî da kurd dibin du beş, piştgiriya Tirkiyê nakin, her çiqas dixwazin bikin jî lê nikanin bikin, ji ber ku li hember Tirkiyê hestên wan tevlihev e, ji dêlî piştgirya Tirkiyê, piştgiriya taximên raqibên Tirkiyê dikin.

Û ev tevliheviya hestên li hemberî Tirkiyê, ew bi xwe jî gelek caran jiya ye. Û li ser sebebên van hestên kurdên Tirkiyê hin tiştan dibêje.

Ez hîn difikîrim ku tiştekî li ser vê nivîsa Bejan Matûrê binivîsim, min do hew dît ku kurdekî bi navê Huseyîn Bayçol di eynî rojnameyê da(Zaman 27/6-08)wek qelemşorekî tirkên hêzên îslamîst xwe bi hêrs li Matûrê rakişandiye û gotiye, tiştên Matûrê gotine ne rast in, kurd ji tirkan bêtir bi serketina Tirkiyê kêfxweş dibin.

Li gor Bayçol, herçiqas hebûna kurdên Matûr qal dike “li Tirkiyê û li dîasporayê” rastiyek be jî lê kesên wiha difikirin “grûbeke pir mrjînal e û ew jî di hemû civatan da heye.”

Bayçol, bi vê biçûkdîtina xwe jî nayê serî, ji bo kurdên Ewrûpayê yên ku wek wî ruhê xwe nefirtotine tirkan bi qerf û pozbilindî dibêje, “kurdîstên reddiyecî yên li paytextên Ewrûpayê lûmpenên bermayiyên çep in, lê ne heqîqeta tabloyê ne.”

Gelek xusûsiyet û qerekterên kûçik yên tevlihev hene. Ji van xusûsiyet û qerekteran yek jî girêdana bi xwediyê xwe ra ye.

Xwediyê kûçik merivekî çiqasî xerab, çiqasî zalim, çaqasî zulumkar be jî kûçik dîsa jî pê va girêdayî ye, jê qut nabe, ji bin emrê wî dernakeve û bêwefayî û îxanetê jî tu carî pê ra nake.

Xwediyê wî her roj lêxe, zulmê lê bike, tî û birçî bihêle jî êrîşê nabe ser, li hember ranabe û îsyan nake.

Hinek însan jî xwediyê qerekterên wiha ne, xwediyên wan, dijmin çiqasî zalim bin jî ew dev ji wan bernadin û dîsa jî jê hez dikin.

Ji bo her kurdê ku hema hebekî bi însaf, bi ûjdan, bi xîret û heysiyet ne mimkûn e ku li hember vê zilma tirkan îsyan neke û di ser da jî tew wek nîjadperestekî tirk dilxwaz û xêrxwazê wan be.

Sebebekî herî biçûk jî tuneye ku dilê kurdan ji tirkan ra bixwaze û bi serkeftina wan dilşa bibin.

Li Tirkiyê wek milet tu mafekî kurdan tuneye, ji ziman bigre heta bi al û navê welatê wan, elîfbeya wan, navê zarokên wan, navê gundên wan hertişt li kurdan qedexeye.

Heta bikaranîn û lixwekirna hin rengan jî li kurdan qedexe ye.
Kurd nikanin bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin, rojname, radyo û telewîzyonên wan tunene.

Welhasil hertiştê ku miletekî dike milet li kurdan qedexe ye. Ji ber ku dewleta tirk dixwaze miletê kurd ji ruyê dinyayê rake.

Dewleta tirk ne li Tirkyê tenê, nahêle kurd li beşekî Kurdistanê yê din jî bibin xwedî maf û dewlet.

Ji bo ku kurd li her dera cîhanê tim bindist bin û nebin xwedî tu maf, çi ji destê dewleta tik tê dike.

Ez dirêj nekim, dema yek ji meriv hez neke, her roj li meriv xe, zulmê li meriv bike meriv jî jê hez nake.

Tiştê herî normal û însanî ev e.

Lê ji bo Bayçol, zulma tirk li kurdan dikin qet ne girîng e, tirk çi bikin jî divê kurd wek wî tim ji tirkan hez bikin û şûrê wan bikşînin.

Bayçol dibêje, “piraniya kesên nivîsa Matûrê xwendine dizanin ku di maçên milî da kurd jî bi qasî tirkan bi heyecan in.Heta bi golên tên avêtin ji tirkan bêtir kêfxweş, bi yên tên xwarin jî xemgîn dibin.”

Ev îddîa dereweke ji serê Bayçol jî mezintir e, yek kurdê bi namûs û xîret jî wek tirkekî kêfxweş nabe. Lê bêguman kurdên wek Bayçol jî pir in.

Kesên wiha ne tenê dev ji kurdayetiya xwe berdane û bi qewmê xwe ra îxanet kirine, ji însaniyetê jî dûr ketine.

Heger ne wiha be, meriv çawa dikane mala xwe bi ala dewleteke hewqas barbar bixemilîne?Bayçol dibêje piştî ku Matûrê ji xwe hereket kiriye ya baş ew e ku ew jî ji xwe hereket bike û dû ra jî gotiye:

“Dema ez li bende maça Almanyayê bûm, ala tirk bi sînga min ve û bi wê suala ku weke etîketekê li pişta min li kolanên Wîyanayê digeriyam. Xanima min ku ew jî weke min ji heft bavên xwe da kurd e çarhawêlî malê bi alên tirk xemilandibû û diya min jî wer ji wan ra dua dikir.”
Tu ne ji heft bavên xwe, ji heftêûheft bavên xwe jî kurd bî ji bo kurdan tu feyde û qîmeteke wê tuneye, ji ber ku tu ji bo dewleteke ku navê ”Welat” li gelê te qedexe kiriye, zarokekî heft salî ji ber ku navê wî Welat e bera Tirkiyê nadin, gû bi birayên te didin xwarin dişewete.

Kurdbûna te ji kurdan ra qet feydeya wê tuneye, ji ber ku tu ne ala kurd, ala tirk bi sînga xwe ve dikî, mala xwe bi ala tirkan dixemilînî.

Tu di nava kurdan rola ”Hespa Truvayê” dibînî, tu deriyên bedenên kurdan ji hundur da ji dijmin ra vedikî.

Tu kurmê darê yî, ji hundur da dirizînî.

Û bêguman dema meriv xwe ji kurdayetiyê bişo û ruhê xwe yê netewî bifroşe milet û dewleteke zalim û xwînxwar hestên merivê wiha be, merivê bi serketina dijminê xwe jî şa bibe.

Di dîrokê da nimûneyên wiha pir in.

Ji ber ku dema meriv xwe ji hestên xwe yên netewî bişo û totik jî vala be bêguman tu zulm û neheqî pozê meriv naşewitîne.

Bejan Matûr, di dawiya nivîsa xwe da dibêje, dema taximê tirk yê milî serkeftin bidest xist divê ji xwe bipirsin, ”Gelo me çi bi kurdên xwe kir? Me çi kir ku di maçên milî da jî piştgiriya taximê xwe nakin?”Huseyîn Bayçol, bi şîdet li hember vê dîtina Matûrê derdikeve û wiha dibêje:

“Ne mimkûn e ku meriv hebûna kesên li Araftayê qebûl neke,-Arafta, ciyekî di nabêna Cinnet û Dojehê da ye- lê gelemperîkirina ku kurd ji alî kesên rojavayî-yanî tirkan- ve mecbûrî çûna turîbînên hember dibin bi îfadeyeke herî vekirî yaftayeke, neheqiyeke."

Diyar e ku carê meriv ruhê xwe firot dijmin, êdî sînor ji bêûjdaniyê ra namîne.

Hey bêûjdan û bêxîret!, ma tu nabînî ku li serê kuçe û kolanan keç û xortên kurdan ji bo ku kurd in, ji bo ku bi hevdu ra bi kurdî peyivîne, ji bo ku li straneke kurdî guhdarî kirine herroj tên lînckirin!

Dewlet(leşker û AKP), ji bo helandina zimanê kurdî û wendakirina kurdan raporê li ser raporê belav dike. Nahêlin kurd bi azadî li straneke xwe guhdarî bikin.

Ma ev hemû ne diminatiya bi kurdan ra ye?

Dema kurd nikanibin bi zimanê xwe bi hev ra bipeyivin, li muzîka xwe guhdarî bikin, çima ewê herin li "turîbîna" tirkan rûnin?

Lê sînorê bêxîretî û bêûjdaniyê tuneye.

Divê kurd li hember Bayçol û kesên wek wî bêdeng nemînin, bi taybetî jî kesên bi tirkî dinivîsin divê bi xurtî bersîva Bayçol bidin, ji bo ku careke din kesên ruhê xwe firotine dijmin hewqasî bi hêsanî newêribin êrîşî kurdan bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE