09 juni 2008

Ez mame di orta xelîl û celîl da

Ez di orta xelîl û celîl da mame; destmê min ne ji temaşekirina maçên futbolê yê Euro 2008-an dibe û ne jî ji nivîsandinê.

Nigekî min li alî salonê ye û nigekî min jî li ber kompîtorê ye, ez geh bazdidim vir, geh bazdidim wir.

Lê jinik ji min nexweştir e, her cara ku lîstikvanek baş nelîze, nikanibe baş li topê xe, ya jî çalimeke pir xweş bavîje, ya jî pozîsyoneke pir tehlûke çêbibe ya jî gol were avêtin hema ewê qîrînî vêkeve, bi qîrîna wê ra ji mecbûrî ez ji ber datayê hol dibim û bazdidim ber telewîzyonê.

Xelk û alem dilxwaz, alîgir û sporciyê welatekî ye, lê ya min hertim dilxwaz û sporciya herdu taximan e jî.

Ji herdu taximan ra jî him li çepikan dixwe û him jî xeberan dide.

Kîjan lîstikvan xerab bilîze, wek sporciyeka fanatîk tavilê ji ciyê xwe hol dibe û gotinên nemayî jê ra dike, dibêje:

-Weyliya kor bûyî!
-Mahrûmo, mahrûmo, ma tu kor î, ma ne li ber te bû!
-Weyliya bi qurbana kûçikan geriyayî, le nikane nigê xwe lêxe…
-Wî wî, wî wî tu dibê qey hirî li nigan geriyaye, hema difistiqe…
-Welleh te tu jahr bela nekir û te xwe nekir qurbana kesî…
Tirr tirr tirr, hema te jî avêt û min jî dît…
-Na na, bi serê min û te van sûtalana nikanin xwe bi qurba kesî kin.
-Wîîî, qey Xwedê jê stendiye, te dît, tu dibêjî qey korê heram kût bûye, le nikane nigê xwe lêxe…
Û gelek nav û nîçokên din…
De îcar ez rebenê Xwedê, li hember vê pile pilê û van xeberan, ezê çawa kanibim li ber kompîtorê xwe konsantre bikim û du gotinên maqûl û biaqil bînim ba hev?
Heta min li maça Fransa û Romanyayê temaşe kir hal di min nema, ji çûyin û hatina ber telewîzyon û kompîtorê bîn li min çikiya.

Way e pênc deqeqî maye maça Îtalya û Holandayê dest pê bike, dibê ez zû xwe bigihînim ber telewîzyonê.

Komnetarên pêşî jî xweş in.

Wa ye bi telefonê bi qîza xwe ra dipeyive, reqlema topê ji wê ra jî dike, dibêje:

”Qîza min axirê tirk bûn sifir!”

Tiştekî pir xerîb e, ez nizanim topê bilîzim lê ji temaşekirna wê gelkî hez dikim, nizanim nigê xwe jî li erdê xim û govendê bigrim lê ji temaşekirina wê jî hez dikim.

Nizanim bistirîêm, lê ji guhdarîkirina dengbêjan gelkî hez dikim.

Neyse, wa ye maç germ bû, ji salonê jî deng tê, divê ez baz dim ber telewîzyonê.

Bi qirîna wê(xanimê) ra min baz da ber telewîzyonê, Holanda goleke muhteşem avêt!

Divê ez li vir biqedînim.

Maç germ bû.

Heyfa Îtaliyan!

Ez dixwazim ew qezenc bikin.

Weleh Holandiyan golekî din jî avêtin...

Êdî tebatî nayê min …

Bi xatirê we...

2 kommentarer:

  1. Leyistika/maça tirka u Portekiziya gelek xweş bu.Em se mal/famile u zarok li fotbolla nabeyna tirki u Portekiziya tamaşe kir.Jin,mer u zarok, em hemu hevale Portekiziya bun u wek dile me şebu. Poetekiziya di gok avetin tirka.Jiber ku tirk nihaqiye li me kurda dike.Birasti ji dile mirov naye ku tirk biserkevin.Em wek kurd gelek kefxweş bun ku portekiziya zora tirkan birin.(2-0)

    SvaraRadera
  2. Nivîskarê delal ez hinekî te rexne bikim; Zidetirin nebin fanatîgê tu taximî.Ez qet taxima nagrim, lê belê hez dikim ku ê lihember Etraka qezençkin.Lewra Fitbol, nexwaşyaka mezine di nav milletanda.Millet bi wê razandine. Rojekê Monako û GS yê dilîst apêmin şêst salîye wanjî temaşe dikir.Di taximê monakoda Fofano golek avît ez pir kêfxweş bum u min li çepika xist. Apê min rabu serxa got oğil GS yê navît monako avît. min go apo ez zanime, fofano pir xweş dileyîze heqê xwe gol avêtinbu, avêt minjî jêra çepık lêxistin. Yanê heftê, heştê salîyê mejî bune fanatîkê Leystika topa valaya ku hindirê wê tijê hawaye.Xwedayê Alemê me li hember pilanû defikê van sistemê bê edalet bisitirîne. Amîn

    SvaraRadera

PARVE BIKE