04 juni 2008

Du bûyerên xembar

Min vê êvarê di Roj Tv-ê (seet 18.00)da li 2 xeberên pir ne xweş guhdarî kir, 2 dîmenên pir êşdar û xembar dîtin.

Herdu xeberan jî ez gelkî xemgîn kirim û hejandim.

Xebera pêşî li ser 82 cerdevanên/korîcîyên nuh bû.

Li Geverê ji eşîra Pinyaşîn û Jîrkan 82 cerdevanên nuh bi merasimeke leşkerî û sondxwarina bi ”şerf û namûsê” sîlehên xwe girtin.

Axa û serokeşîrên eşîra Pinyanîşan(Ahmet û Ruştu Zeydan û yên din),Jîrkîyan (Mehmet Adiyaman) û yên hin eşîrên din bi giregirên dewleta tirk yên sivîl û leşkerî ve xwe dabûn kêleka hev û li axaftin, gef û heqaretên walî û leşkerên tirk yên li hember kurdan guhdarî dikirin û jê ra li çepikan dixistin.

Dîmenekî pir ne xweş bû û elemdar bû.

Wek kurd min ji xwe pir fedî kir û xwest ku hema wê gavê erd veqelişiya û ez têketamayê. Bi min gelkî zor hat ku ez wan kesên radihîtin sîleha dijmin ewladê yek miletî ne.

Dîtin û bihîstin ne wek hev, tesîra bihîstinê ne wek ya dîtina bi çavê xwe ye.

Bêguman ez dizanim ku Ahmet Zeydan û Mehmet Adiyaman û gelkên din hevalbendiya dewletê dikin, bi hezaran gundiyên kurd ji bo pariyek nan namûs û xîret bi filûsê dane û bûne cerdevan û li dijî birayên xwe şer dikin.

Lê li gel vê zanînê jî ew dîmenê ku di ekranê da li ber çavê min bû tesîreke mezin li min kir, ji bo min wek sahneyeke rûreşiyê bû, min xwest biqîrim û li hember vê bênamûsiyê, li hember vê îxaneta netewî îsyan bikim.

Bi taybetî jî dema 82 cerdevanan bi hev ra destên xwe danîn ser sîleh û ala tirk û bi namûs û şerefa xwe sond xwarin ku ewê tu carî bi dewleta tirk ra îxanetê nekin û ewê hertim canê xwe fedayî wê alê bikin…

General û waliyê tirk di axaftinên xwe da gelkî pesnên cerdevanan dan, îxaneta wan bi asîmanan xitin.

Dibêjin Sezar, ji îxanetê hez dikir, ji xayinan nefret dikir.

Yê tirkan îro li Geverê dikirin jî ew bû, wan jî pesnê îxanetê dida…

Bûyera din jî zuhayî, kêmbarana li Kurdistanê bû. Li 2-3 gundekî Dêrikê bi çend kesan ra peyivîn.

Milet digot, îsal ji bin da baran nebariya, hertişt zuha bû û şewitî. Digotin îsal kesî hebek zad jî ji erdê ranekiriye. Însan birçî ne, terş birçî ye, qût tuneye, çêre tuneye. Herkes terşê xwe bi nîv buhayî difroşe û ji gundan direvin.

Çûn 3-4 gundan, tenê kal û pîr lê mabûn, her kesê ku kanîbû kar bike gund terikandibûn û berê xwe dabûn bajarekî tirkan.

Bi kurtayî, zulma dewletê ne bes bû, birçîbûn jî lê zêde bûbû. Tiştê kalekî û pîrekê qal kirin xelayeke rastîn nuha li Kurdistanê heye. Lê kesê ku destê alîkariyê dirêjî wan bike jî tuneye.

Do însanan ji ber zulma dewletê gund û bajarên xwe diterikandin, îro jî ji ber biçîbûnê.

Ji ber feqîrî û birçîbûnê gazî û hawara pîrekê dil û hinavê min peritand, ez gelkî xemgîn kirim.

Diyar e xweza jî li kurdan hatiye xezebê…

Min dixwest ez îşev qala hin tiştên xweş bikim, lê Xwedê nehêle, xeberên Roj TV kela dilê min ra kir û dîsa ez kirim ”Eloyê xemxur”.

Min digot ezê îşev qala 3 nameyên xwendevanên xwe bikim, j iwan yek jî xanimeke kurd e. Lê nebû, ma sibe êvarî.

De tişt nabe, ji ber nareve, heger meriv diz be şevreş pir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE