19 juni 2008

Dewleta tirk îcar jî qîlên xwe nîşanî Welatê 7 salî da

Du roj berê zarokekî kurd yê 7 salî bi navê Welat, dema ew û diya xwe diçûn Tirkiyê, ji ber ku navê wî Welat bû, li balafirxaneya Stenbolê hate girtin û paş da şandin Almanyayê.

Li gel hemû îtîraz, rica û libergerên diya Welat, berpirsiyarên dewleta tirk, Welatê 7 salî bi darê zorê ji diya wî stendin û paş da rêkirin Almanya bajarê Dusseldorfê.
Li gor nûçeya rojnameya Ozgur Polîtîka(18/6-08)malbata Welat Dag, li Almanya li bajarê Essanê dimîne. Malbat ji Mûşê ji qeza Bûlanikê ye. Ji sala 1999-an û vir da wek milteciyên siyasî hatine Almanyayê û mafê rûniştinê girtine.

Bavê zarokan Sadrettîn Dag, ji ber ku pasaporta wî ya tirk tuneye nikane here, lê pasaporta diya zarokan ya Tirkiyê heye, loma jî ew û 3 zarokên xwe diçin Stenbolê.

Li Stenbolê di dema kontrola pasaportê da, mamûrên pasaportê diya zarokan Yadîgarê, Bîrhat û Esmanûrê berdidin lê Welat bernadin. Ji diya Welat ra dibêjin, ev nav li Tirkiyê qedexeye, loma jî emê wî paş da bişînin.

Diya Welat, herçiqas dike gazî û hawar, digrî, li ber bepirsiyaran digere jî pere nake, pûlisên tirk, Welatê 7 salî bi zor ji diya wî distînin û paşda li balafira Dusseldorfê dikin û dişînin Almanyayê.

Welat digrî, diyayî digrî lê tesîrê li berpirsiayrên dewleta tirk nake, dibêjin navê “Welat” qedexeye, nikane têkeve Tirkiyê.

Zarokekî 7 salî, bi zor ji diya wî distînin û bi tenê paş da dişînin wealtekî xerîb.

Çima?

Ji ber ku navê zarokekî 7 salî “Welat” e.

Li tu dera dinyayê heta nuha tu kesî nemirovî, hovîtî û rasîzmeke wiha ne dîtiye û ne jî bihîstiye.

Ev nasîzim e, faşîzim e.

Heta nuha dîrok tu carî nebûye şahidê kîn, nefret û nîjadperestiyeke bi vî rengî.

Di dîrokê da heta nuh tu carî, tu miletî bi vî rengî dijminatiya miletekî din nekiriye.

Bêyî îdeolojiya kemalîzimê û tirkperestiyê li tu dereke din ya dinyayê nimûneyeke wiha barbar û faşîzane nehatiye dîtin.

Bêyî kemalîzm û tirkperestiya tirkan, tu îdeolojî û dînekî din tiştekî wiha qebûl nake. Ev bûyer îspat dike ku tirk çiqasî dijmin û neyarên miletê kurd in, hewqas neyar in ku tehamulî navekî kurdî jî nakin.

Do xebereke din ya derbarê herfên kurdî da di çapemeniyê da derket. Li gor xeberê, serekerkaniya tirk hin afîşên bi navê "Once Turkçe/Berê bi tirkî” amade kiriye û şandiye ji hemû saziyên leşkerî ra. Bi van afîşên serekerkanî dixwaze ku di sazîyên leşkerî da navên biyanî yanî kurdî neyên bikaranîn.

Afîş li hembe kurdî ne. Çimkî di afîşan da 3 herfên kurdî “Q,X,W” xistine nav helqeyek sor û ser wan jî bi boyaxa sor hatiye xêzkirin.

Pir ne dûr e ku têkiliya girtina Welatê 7 salî û vê kampanya leşkeran bi hev ra hebe.

Lê li alî din ev ne cara pêşî ye ku dewleta tirk li hember nav û herfên kurdî vê bêtehamuliyê, vê reaksiyona faşîst nîşan dide. Dewleta tirk bi hemû dem û dezgeyên xwe ve, bi hemû hêz û îmkanên xwe ve dixebite ku miletê kurd ji ruyê dinyayê rake. Loma jî ji hertiştê bi kurdî ditirse, nefret dike û dixwaze yasax bike, nehêle bijî û were jiyandin.

Lê ew çi bikin jî bê feydeye, kemalîzim û pantirkîzim di ber sikratê da ye, miletê kurd wek Ezraîl dest kiriye gewriya vê îdeolojiya barbar û ceberrût û di demeke nêz da ewê wê bifetisîne û hemû însaniyetê ji vî cinawirî rizgar bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE