23 juni 2008

Bi kurdî ”Biji Serok Tayyip” jî qedexe ye

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do çû Batmanê û li wir axaftinek kir. Endamên AKP-ê yên qeza Qozlixê jî bi bandiroleke bi tirkî û kurdî, ”Bijî Tayyip, Bijî Serok Tayyip” çûn pêrgî serokwezîrên xwe.

Lê pûlisên parêzvanên serokwezîr xwe pir aciz kirin û tavilê bandirola bi kurdî ”Bijî Serok Tayyip Erdogan” bi zor anîn xwarê.

Pûlisên parêzvanên serokwezîr piştî ku bandrol ji AKP-liyên Qozlixî stendin, yeko yeko navên kesên bandirol hilda bûn jî girtin.

Serokê Belediya Qozlixê yê ji AKP-ê rebenê Hîkmet Bahşî, bi rengekî matmayî gotiye, me tiştekî xerab nekir, me tenê bi kurdî û tirkî gotibû ”Bijî Serok, Bijî Tayyip”, lê dîsa jî xwe xeyidandin û bandirol ji me girtin.

Rebeno hîn AKP û Erdogan nas nekiriye.

Çapemeniyê nenivîsîye, lê bi îhtîmaleke mezin midaxeleya pûlisan bi emrê Erdogan bûye. Em bibêjin ku pûlisan bi serê xwe, bêyî haya Erdogan midaxele kirin, lê dû ra?

Ma ne divê Erdogan tiştek bigotra?

Xwediyên bandirolê li ber xwe dane, nexwestine bandrola xwe deynin, lê pûlis bi zor ji wan stendiye. Û ev yek jî hemû li ber çavên Erdogan bûye.

Loma jî ne mimkûn e ku haya Erdogan ji bûyerê û vê midaxeleya pûlisan çênebe.

Erdogan faşîstekî tirk-îslamcî ye, mêrik naxwaze kurd fêrî hildana bandirolên bi kurdî bibin, bi kurdî sloganan biqîrin.

Dixwaze bira ev bandrol û slogan ”Bijî Serok Erdogan!” be jî ferq nake, ji wî ra dîsa jî tahlûke ye.

Ji ber ku kurdî peyivîn slogan qîrîn, bandrol hildan dikane di nava kurdan da bibe adet, kurd dikanin ji nuha û pê va hertim bandirolên bi kurdî hildin. Û ev yek jî li dijî îdeolojî û siyaseta Erdogan û AKP-ê ye.

Rol, wezîfe û mîsyona AKP-ê û îslamîstên tirk ya di nava kurdan da asîmîlekirin û tirkkirina kurdan e, loma jî ew bi tu hawî rê nadin ku kurd di nava tevgerên wan da zimanê kurdî bipeyivin û di hin waran da bi kar bînin.

Dibê kurd vê yekê baş bibînin. Qebûlnekirina bandirola bi kurdî ”Bijî Tayyip”, îspata vê rastiyê ye.

Asîmîlekirin û tirkkirina kurdan ne tenê armanca faşîst û kemalîstên tirk e, bi qasî wan, armaca sereke ya îslamîstên tirk e jî.

Ma ne hîn heta do jî kurdiya Quranê ji alî van îslamîst û diyaneta wan ve bi salan hate qedexekirin.

Berê, heta salaên 1970-î li Kurdistanê xutbeyên rojên îniyê bi kurdî bû.

Ma nuha dihêlin ku kurd li mizgeftan îbadet û duayên xwe bi kurdî bikin?

Kemalîst, faşîst ya jî îslamîst qet ferq nake, hemû jî bi qasî hev li dijî bikaranîna zimanê kurdî ne, armanca hemûyan jî ew e ku kurdan asîmîle bikin û bikin tirk.

Û ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe jî carnan raste rast ço û zorê, carnan jî bertîl û siyasetê, dîn û Îslamiyetê bikar tînin.

Kemalîst çiqasî li dijî hebûna kurdan û zimanê wan be, îslamîstên tirkjî hewqasî li dij nin û bi hemû hêz û îmkanên xwe dixebitin ku kurdan bihelînin û bikin tirk.

Ji bo ku hêzên îslamîst jî wek kemalîst û faşîstên tirk di nva kurdan da baş werin deşîfrekirin, yanî nêt û armanca wan ya rastîn, asîmîlekirina kurdan were dîtin, dibê kurdên bi wan ra yên ku hîn ji xwe ra dibîêjin em kurd in, ji nuha û pê va tim bandirolên bi kurdî hildin, pankartên bi kurdî binivîsin.

Ev yek dikane rola kevirê mîhengê(kevirê teneşirê) bilîze. Ji ber ku hin bûyer hene ku wek kevirê mîhengê dost û dijminê meriv, dilxwaz û dilnexwazê meriv ji hev digerîne û bi meriv dide nasîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE