30 juni 2008

TEVKURD hafiza kurdan ya netewî xurt dike

TEVKURD-ê, Komeleya Ehmedê Xanî, CIWANKURD, Weşana Ray û çend rewşenbîr û siyasetmedarên kurd biryar dabûn ku do(29/6) li ser Serîhildana Netewî ya gorbuhuştê Şêx Seîd li Diyarbekrê panelekê çêkin.

Lê panel ji alî walîyê Diyarbekrê va hate qedexekirin.

Piştî qedexekirina panelê, serok û berpirsiyarên wan komele û rêxistinan jî di nav de grubeke qelebalix li ber Salona Şano ya Şaredarîya Amedê 2 saeten rûniştin û helwesta waliyê Diyarbekrê protesto kirin.

Grûb dû ra çû ber Mizgefta Mezin û Serokê Serhîldana 1925-an Şêx Seîdê nemir û hevalên wî bi çalakiyeke manîdar bibîranîn.

Berdevkê TEVKURD-ê Îbrahîm Guçlu di axaftina xwe da got, “Duyemîn Dadgeha Sulhê ya Amedê bi baheneya ku bi dawetnameyên panelê qanûn hatine binpêkirin û Wîlayeta Amedê jî bi baheneya ku wê ev panel ziyanê bide aşîtîya civakî, biryara qedexekirina vê panelê dane.”

Wek tê dîtin dewleta tirk-îslam ya cebberût destûrê nade xebatên kurdan yên demokratîk, kulturî û dîrokî jî.

Îro li Tirkiyê di konferans, panel û minaqeşeyên di telewîzyonan da ji kemalîzmê bigre heta bigihê darbeyên leşkerî, têkiliyên dîn û siyasetê, bi kurtî li ser hertiştî tê peyivandin; bêyî mijarên li ser kurd û Kurdistanê, li ser sebebên bindestiya kurdan û îşxala welatê wan qedexe li ser tu tiştî û tu mijarê tuneye.

Rejîma kemalîst nahêle kurd dîroka xwe rast fêr bibin û xwe nas bikin. Ji ber ku vê rejîma kemalîst û nîjadperest ji bo înkar û îmhaya kurdan heta nuha hertişt belovacî kirye, dîrokek sexte, li ser derewan ava kiriye û xistiye serê gelek kurdan jî.

Gelek kurd îro ne xwe û ne jî dîroka xwe nas dikin, bûne wek mirovên bê meju, bê şiûra netewî, bê dîrok, bê ziman û bê kok. Bi dev dibêjin “em kurd in” lê bi ruh, bi mejû, bi kirin û hedefên xwe yên siyasî tu ferqeke wan ji tirkekî nîjadperest tuneye.

Ji ber ku rejîma kemalîst ya faşîst serê wan şuştiye û ew ji kurdayetî û menfaetên netewî dûr xistine. Bûne dost û hevalbendên dijminê xwe û ew jî bi dijmin ra nahêlin ku gelê wan rizgar bibe.

Lê îro çend rewşenbîrên kurd yên zana, cesûr û canfîda daketine qada siyasetê û bi mêraniyeke mezin hewil didin ku kurd xwe û dîroka xwe nas bikin, li pêşeng, rêber û qehremanên xwe yên canê xwe fedayî welatê xwe kirine xwedî derkevin, xebat û serpêhatiyên wan bizanibin, yanî xwe û dîroka xwe nas bikin. Cî û warên ku dijmin ev qehrema û pêşengenên tevgera netewî lê bidarda kirine nas bikin.

A ji bo ku ev xebata van rewşenbîrên kurd, kurdan bi bindestiyan wan dihesîne, şiûrekî netewî dide wan, dewlet û hukûmeta tirk ya dîktator gelkî aciz dike, çimkî naxwazin kurd şiyar bibin û xwe nas bikin.

Ev 80 sal in ku ev dewleta kemalîst ya zalim û faşîst wek kabûsekî ketiye ser dilê miletê kurd û nahêle kurd bîna xwe bigirin, bi darê zorê, bi hîle û bertîlan kurd ji ber hev da xistine û bi vî hawî jî kanîbûne di nava kurdan da gelek kesên hevalbend, hevkar û xulaman ji xwe ra peyda bikin.

Bêguman gelê kurd tu carî dev ji xebat û têkoşîna xwe ya netewî berneda, li hember dewleta tirk û hevkarên wan yên kurd jî hertim li ber xwe da û têkoşîneke bêhempa meşand.

Îro herçiqas li Kurdistanê tevgereke pir xurt heye, bi sedhezaran kurd di nava xebateke siyasî da ne jî, lê kes nizane ku çi dixwazin?

Dibêjin “em serokê xwe dixwazin.”

“Jiyan bê serok nabe.”

“Êdî bes e.”

Û gelek şîarên wiha vala û bêmane meriv bêhêvî dike. Ev hêza ku him di warê leşkerî û him jî di warê legal da bi vê fedekarî û xebata xwe ya bêhemba dikane dinyayê bihejîne mixabin hatiye pûçkirin, serok û rêberên wê newêrin navê welatê xwe jî hildin.

DTP, tevger û serîhildana kurdan ya netewî ketiye destê çend kesên kemalîst yîn wek Ayna, Kişanak û Tuglukê ku bi hertiştên xwe biyaniyên tevgera kurd in. Ne kurdî dizanin, ne jî dîrok û edebiyata kurdî nas dikin, bi ziman, kultur û dîtinîn xwe yên kemalîst kurdan asîmîle dikin, ji ziman , kultyur û dîroka wan dûr dixin.

Hemû şer û xebata kurdan ya mişt fedakarî bi "Serok" û siheta wî ve hatiye girêdan.

Xelasiya "Serok" ketiye pêşiya xelasiya welêt.

Miletek bê welat, bê ziman dibe lê bê "Serok" nabe.

"Serokê" xwe dixwaze lê welatê xwe naxweze.

Û "Serok" jî di destê dijmin da êsîr e.

Di demeke wiha da hin rewşenbîrên kurd derdikevin û bi rengekî pir vekirî navê hertiştî rast lê dikin, ji dagîrkerên tirk ra dibêjin “hûn hêzên dagîrker in, we welatê me bi darê zorê îşxal kiriye” û em dixwazin welatê xwe rizgar bikin, em jî wek her miletî serxwebûna xwedixwazin.

Di vê demê da hebûna van rewşenbîrên kurd ji bo hemû kurdan, îmkaneke pir baş e, hin tabûyan hildiweşînin, rê li ber hin tiştan vedikin, cesaretê didin gel û siyasetmedarên hêzên din jî.

Loma jî divê meriv piştgriyê bide xebatên wan yên bi vî rengî û hewil bide ku ev dîtin , ev xet di nava kurdan da xurttir bibe.

Ji ber van xebatên TEVKURD-ê û rêxistinên din divê meriv van rêxistin û birêvebirên wan pîroz û teqîdir bike.

Tevgerên wek TEVKURD-ê di tarîtiyê da wek çira û findê ne, meriv pê ber xwe û riya xwe dibîne. Divê meriv wan ji dest xwe bernede.

Divê meriv qedrê wan baş bizanibe. Rêvebirên TEVKURD-ê, bi xebatên xwe yên wek bîranîna Serîhildana Şêx Seîdê nemir, hafiza kurdan ya valabûyî dadigrin, dîroka wan fêrî wan dikin, şiûrê miletbûnê dixin meju û dilê kurdan.

Miletê ku hafiza wî ya dîrokê tunebe, nikane dost û dujminê xwe jî baş ji hev bigerîne.

29 juni 2008

Bijî Îspanya!

Xeyala 44 salan ya îspaniyan nîhayet îşev li Wîyanayê bi rast geriya û Îspanya bû şampiyonê Ewrûpayê.

Vîva Îspanya!

Îspanyayê şampiyonî heq kiribû. Mêrikan ji destpêkê heta şeva ku kûpa zêr girtin û bûn şampiyonê Ewrûpayê hemû maçên xwe qezenc kirin û futboleke xweş, oefensîv û pir bi qalîte lîstin.

Camêran him di ofensîva xwe da û him jî di parastina xwe da muhteşem bûn.

Me li fînaleke pir xweş û bi heyacan temaşe kir. Ji bo vê futbola xweş ez Îspanyayê ji dil û can pîroz dikim.

Meriv dikane bibêje ku Îspanyayê di vê tûrnuwayê da ziyafeteke futbolê ya lîstikeke bêtirs, cesûr û bi qalîte pêşkêşî cîhanê û hemû futbolhizan kir.

Îspanya nuha dikane bi serbilindiyeke mezin şampiyoniya xwe pîroz bike. Ev serkeftin heqê wan bû û loma jî hemû cîhan jî bi wan ra vê serkeftina wan pîroz dike.

Qehremanê vê serkeftinê navê wî Fernando Torres e. Torres îşev jî futboleke pir delal û pir bi qalîte lîst, hertim hakimê topê bû û tim jî tehlûke peyda dikir.

Bêguman Îspaniyan dikanîbûn çend golên din jî biavêtana, lê nebû. Heger meriv 15-20 deqîqeyên pêşî û çend deqîqeyên ji destpêka heftiyema duduyan bide aliyekî, alman li hember îspaniyan bêşans bûn.

Heta dawiya maçê almanan tenê şûtekî hinekî bi tahlûke avêtin ji qelaya Îspanya da. Qelebanê Îspanya Îker Casîllas tu carî neket tehlûkeyekê û tu xelasiyên girîng nekir.

Lê Îspaniyan bi kêmanî 7-8 şût avêtin ji qaleyê da ya Lehman xelas kir ya jî qale negirt.

Erê almanan jî li gor maçên xwe yên berê xweştir lîstin, bêtir êrîşkar bûn, pir golaan geriyan lê pir hindik şansê golavêtinê bidest xistin.

Parastin, pasdan û topkontrolkirina îspaniyan pir baş bû, top bi biranî di nigên wan da bû. Di pasdan û kontrolkirina topê da pir ji xwe bawer bûn, hemû pasên wan ciyê xwe didîtin û alman jî tim wek tajiyê li pey xezalê bûn.

Lê wek dihat texmînkirin fînalek xweş hat lîstin, nema dirêjkirin û penaltiyan. Herdu taximan jî dixwstin maçê di 90 deqîqeyî da qezenc bikin. Lê herî zêde jî bêguman îspanîyan dixwestin. Mêrikan heta deqîqeya dawî jî li li qeleya Almanya li golan geriyan.

Hemû lîstikvanên îspaniyan jî xweş lîstin. Lê barê herî giran li ser milê Torres bû û wî jî karê xwe bêkêmasî kir.

Bêguman taximê qûpa heq kiribû qezenz kir, ev tiştekî rast û xweş e. Lê golê almanan xwar jî ji ber şaşiya Lehman bû. Lehman ya divê zûtir biçûya topê ya jî hewqasî ji qaleyê dûr neketa.

Lehman di maça li hember tirkan da jî ev şaşî kir û loma jî du golên belaseb xwar, heger ne ji çewtiyên wî bûya almanan ew herdu gol jî nedixwarin.

Di dawiyê da meriv dikane bibêje ku di Kûpaya Ewrûpa ya 2008-an da taximê layiqî kûpayê qezenc kir.

Îspaniyan wek tirkan bi şans û tesadufan, bi golên di saniyeyên dawî da kûpa negirtin, camêran bi lîstika xwe ya xweş û ofensîv bûn şampiyonê Ewrûpayê û kûpa zêr birin welatê xwe.

Kûpa li Îspanyayê pîroz û helal be!

28 juni 2008

Kurdekî ruhkole êrîşî Bejan Matûrê kir

Sê roj berê(25/6-08) di rojnameya Zamanê da nivîskar û şaira kurd Bejan Matûr, nivîseke bi navê “Kurd çawa li maçên milî temaşe dikin?” nivîsî.

Matûr, di nivîsa xwe da qala bîranîneke xwe ya derbarê şêl û hestên kurdên Tirkiyê dike û dibêje, di sala 2002-an da li Roterdamê li qahwexaneyekê li maça nîvfînalê ya di nabêna Tirkiyê û Brezîlyayê da dihat lîstin temaşe dikir.

Dibêje, kesên asyayî, efrîkayî, ereb û tirkan piştgiriya Tirkiyê dikirin, lê kurdên ji Tirkiyê nedikirin, dixwestin Brezîya qezenc bike.

Matûr, ji vê bîranîn û bûyerê hereket dike û dibêje, di maçên Tirkiyê yên milî da kurd dibin du beş, piştgiriya Tirkiyê nakin, her çiqas dixwazin bikin jî lê nikanin bikin, ji ber ku li hember Tirkiyê hestên wan tevlihev e, ji dêlî piştgirya Tirkiyê, piştgiriya taximên raqibên Tirkiyê dikin.

Û ev tevliheviya hestên li hemberî Tirkiyê, ew bi xwe jî gelek caran jiya ye. Û li ser sebebên van hestên kurdên Tirkiyê hin tiştan dibêje.

Ez hîn difikîrim ku tiştekî li ser vê nivîsa Bejan Matûrê binivîsim, min do hew dît ku kurdekî bi navê Huseyîn Bayçol di eynî rojnameyê da(Zaman 27/6-08)wek qelemşorekî tirkên hêzên îslamîst xwe bi hêrs li Matûrê rakişandiye û gotiye, tiştên Matûrê gotine ne rast in, kurd ji tirkan bêtir bi serketina Tirkiyê kêfxweş dibin.

Li gor Bayçol, herçiqas hebûna kurdên Matûr qal dike “li Tirkiyê û li dîasporayê” rastiyek be jî lê kesên wiha difikirin “grûbeke pir mrjînal e û ew jî di hemû civatan da heye.”

Bayçol, bi vê biçûkdîtina xwe jî nayê serî, ji bo kurdên Ewrûpayê yên ku wek wî ruhê xwe nefirtotine tirkan bi qerf û pozbilindî dibêje, “kurdîstên reddiyecî yên li paytextên Ewrûpayê lûmpenên bermayiyên çep in, lê ne heqîqeta tabloyê ne.”

Gelek xusûsiyet û qerekterên kûçik yên tevlihev hene. Ji van xusûsiyet û qerekteran yek jî girêdana bi xwediyê xwe ra ye.

Xwediyê kûçik merivekî çiqasî xerab, çiqasî zalim, çaqasî zulumkar be jî kûçik dîsa jî pê va girêdayî ye, jê qut nabe, ji bin emrê wî dernakeve û bêwefayî û îxanetê jî tu carî pê ra nake.

Xwediyê wî her roj lêxe, zulmê lê bike, tî û birçî bihêle jî êrîşê nabe ser, li hember ranabe û îsyan nake.

Hinek însan jî xwediyê qerekterên wiha ne, xwediyên wan, dijmin çiqasî zalim bin jî ew dev ji wan bernadin û dîsa jî jê hez dikin.

Ji bo her kurdê ku hema hebekî bi însaf, bi ûjdan, bi xîret û heysiyet ne mimkûn e ku li hember vê zilma tirkan îsyan neke û di ser da jî tew wek nîjadperestekî tirk dilxwaz û xêrxwazê wan be.

Sebebekî herî biçûk jî tuneye ku dilê kurdan ji tirkan ra bixwaze û bi serkeftina wan dilşa bibin.

Li Tirkiyê wek milet tu mafekî kurdan tuneye, ji ziman bigre heta bi al û navê welatê wan, elîfbeya wan, navê zarokên wan, navê gundên wan hertişt li kurdan qedexeye.

Heta bikaranîn û lixwekirna hin rengan jî li kurdan qedexe ye.
Kurd nikanin bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin, rojname, radyo û telewîzyonên wan tunene.

Welhasil hertiştê ku miletekî dike milet li kurdan qedexe ye. Ji ber ku dewleta tirk dixwaze miletê kurd ji ruyê dinyayê rake.

Dewleta tirk ne li Tirkyê tenê, nahêle kurd li beşekî Kurdistanê yê din jî bibin xwedî maf û dewlet.

Ji bo ku kurd li her dera cîhanê tim bindist bin û nebin xwedî tu maf, çi ji destê dewleta tik tê dike.

Ez dirêj nekim, dema yek ji meriv hez neke, her roj li meriv xe, zulmê li meriv bike meriv jî jê hez nake.

Tiştê herî normal û însanî ev e.

Lê ji bo Bayçol, zulma tirk li kurdan dikin qet ne girîng e, tirk çi bikin jî divê kurd wek wî tim ji tirkan hez bikin û şûrê wan bikşînin.

Bayçol dibêje, “piraniya kesên nivîsa Matûrê xwendine dizanin ku di maçên milî da kurd jî bi qasî tirkan bi heyecan in.Heta bi golên tên avêtin ji tirkan bêtir kêfxweş, bi yên tên xwarin jî xemgîn dibin.”

Ev îddîa dereweke ji serê Bayçol jî mezintir e, yek kurdê bi namûs û xîret jî wek tirkekî kêfxweş nabe. Lê bêguman kurdên wek Bayçol jî pir in.

Kesên wiha ne tenê dev ji kurdayetiya xwe berdane û bi qewmê xwe ra îxanet kirine, ji însaniyetê jî dûr ketine.

Heger ne wiha be, meriv çawa dikane mala xwe bi ala dewleteke hewqas barbar bixemilîne?Bayçol dibêje piştî ku Matûrê ji xwe hereket kiriye ya baş ew e ku ew jî ji xwe hereket bike û dû ra jî gotiye:

“Dema ez li bende maça Almanyayê bûm, ala tirk bi sînga min ve û bi wê suala ku weke etîketekê li pişta min li kolanên Wîyanayê digeriyam. Xanima min ku ew jî weke min ji heft bavên xwe da kurd e çarhawêlî malê bi alên tirk xemilandibû û diya min jî wer ji wan ra dua dikir.”

Tu ne ji heft bavên xwe, ji heftêûheft bavên xwe jî kurd bî ji bo kurdan tu feyde û qîmeteke wê tuneye, ji ber ku tu ji bo dewleteke ku navê ”Welat” li gelê te qedexe kiriye, zarokekî heft salî ji ber ku navê wî Welat e bera Tirkiyê nadin, gû bi birayên te didin xwarin dişewete.

Kurdbûna te ji kurdan ra qet feydeya wê tuneye, ji ber ku tu ne ala kurd, ala tirk bi sînga xwe ve dikî, mala xwe bi ala tirkan dixemilînî.

Tu di nava kurdan rola ”Hespa Truvayê” dibînî, tu deriyên bedenên kurdan ji hundur da ji dijmin ra vedikî.

Tu kurmê darê yî, ji hundur da dirizînî.

Û bêguman dema meriv xwe ji kurdayetiyê bişo û ruhê xwe yê netewî bifroşe milet û dewleteke zalim û xwînxwar hestên merivê wiha be, merivê bi serketina dijminê xwe jî şa bibe.

Di dîrokê da nimûneyên wiha pir in.

Ji ber ku dema meriv xwe ji hestên xwe yên netewî bişo û totik jî vala be bêguman tu zulm û neheqî pozê meriv naşewitîne.

Bejan Matûr, di dawiya nivîsa xwe da dibêje, dema taximê tirk yê milî serkeftin bidest xist divê ji xwe bipirsin, ”Gelo me çi bi kurdên xwe kir? Me çi kir ku di maçên milî da jî piştgiriya taximê xwe nakin?”

Huseyîn Bayçol, bi şîdet li hember vê dîtina Matûrê derdikeve û wiha dibêje:

“Ne mimkûn e ku meriv hebûna kesên li Araftayê qebûl neke,-Arafta, ciyekî di nabêna Cinnet û Dojehê da ye- lê gelemperîkirina ku kurd ji alî kesên rojavayî-yanî tirkan- ve mecbûrî çûna turîbînên hember dibin bi îfadeyeke herî vekirî yaftayeke, neheqiyeke."

Diyar e ku carê meriv ruhê xwe firot dijmin, êdî sînor ji bêûjdaniyê ra namîne.

Hey bêûjdan û bêxîret!, ma tu nabînî ku li serê kuçe û kolanan keç û xortên kurdan ji bo ku kurd in, ji bo ku bi hevdu ra bi kurdî peyivîne, ji bo ku li straneke kurdî guhdarî kirine herroj tên lînckirin!

Dewlet(leşker û AKP), ji bo helandina zimanê kurdî û wendakirina kurdan raporê li ser raporê belav dike. Nahêlin kurd bi azadî li straneke xwe guhdarî bikin.

Ma ev hemû ne diminatiya bi kurdan ra ye?

Dema kurd nikanibin bi zimanê xwe bi hev ra bipeyivin, li muzîka xwe guhdarî bikin, çima ewê herin li "turîbîna" tirkan rûnin?

Lê sînorê bêxîretî û bêûjdaniyê tuneye.

Divê kurd li hember Bayçol û kesên wek wî bêdeng nemînin, bi taybetî jî kesên bi tirkî dinivîsin divê bi xurtî bersîva Bayçol bidin, ji bo ku careke din kesên ruhê xwe firotine dijmin hewqasî bi hêsanî newêribin êrîşî kurdan bikin.


26 juni 2008

Îspaniyan rûs pelixandin

Îşev kompîtora min bêbextî bi min ra kir, piştî maça Îspanya û Rûsan bêxwediyê nexebitî.
Ez dîn bûm, lê ji ber ku min berê yek di haletekî wiha da yek şikandibû, loma jî min zêde bela xwe tê neda.

Min kir nekir, got “kafirê kuştî” ez naxebitim.

Mesele, îro lawikê min yê biçûk vekiriye û tê da li pirtûkxaneyê geriya. Axir feqîro ew jî nizane çi kiriye, lê venedibû û ji min kod û hin tiştên din dixwest. Ez nizanim min çawa kir, lê wek kuçê koran here li çpkê keve, min hew carê daît ku xebitî. Lê saet jî nuha 23.30-ye.

Bi gotineke herî kin, îspaniyan li hember rûsan futboleke muhteşem lîstin û rûs pelixandin. Taximekî wiha mikemel bi rastî jî layiqî kûpaya zêr e, ez hêvî dikim ku îspanî zora almanan bibin û bibin şampiyonê Ewrûpayê.

Çimkî îspaniyan bi lîstika xwe xweş, cesûr û ya hucûmê şampiyonî heq kirine. Almanan bi tu hawî şampiyonî heq nekirine.

Lê ev futbol e, hertim taximê herî xweş dilîze qezenc nake.

Di çapemeniya tirk da olana maça do hîn berdewam e. Min îşev bi lez hinekî bala xwe da malper û rojnameyên tirkan. Gotineke heye, dibêjin ji devê da ketiye, ji hop hopê namîne, ya tirkan jî bû ev mesele. Hemû rojname û malperên wan pesnê lîstikvanên xwe didin, dibêjin em û ne tu kesî din, “me dilê dinyayê fetih kir, herkes qala lîstioka me dike, me lîst lê almanan qezenc kir.”

Lê argumentên wan yê herî mezin , dibêjin, seqet û kesên nikanîbûn bilîstana
pir bûn û almanan bi şans qezenc kirin.

Bêguman evana nikanin bibin sebebên cidî. Çimkî wan jî di hesê maçên dawî da bi şans qezenc kirin. Seqetên xelkê jî hebûn.

Ya din taximekî cidî divê hesabê van tiştan hemûyan bike, divê 22 lîstikvanên wan jî ji hev ne kêmtir bin.

Dema ew di 5 saniyeyên dawî da gol avêtin û zora xelkê birin xweş bû, ew nîşana meziniyaî lîstikvaniya wan bû, lê dema xelk eynî tiştî dike dibe şans.
Tirk miletekî ecêb e, dema qezenc dikirin jî pesnê xwe didan û nuha wenda kirine jî pesnê xwe didin.

Lê almanan do bi şev nehîştin “tirkên dîn” li Baselê careke din bikenin, ew girî kirin û çandin malên wan.

Ev çend hefte bûn bêhemdî ji wan ra li hev dihat û dilşa dibûn, lê wa ye dîsa det bi girî kirine. Tirk wiha ne , ya pir dikenin û herkesî nerehet dikin û ya jî digrîn gunehê meriv bi wan tê. Yanî orte tuneye.

Tiştekî pir xerîb e, dîrok yekcarnan gelkî adil e, zalim û kesên ne layiq baş ceza dike. Almanan 10 gol jî bavîtana bi qasî wî golê deqîqeya 90-î ne xweş bû. Wî golî di dilê tirkan da birînek kûr vekir.

Lê heq kiribûn, çimkî yê wan çar caran wiha bû.

Tê gotin ku Enternasyonala Sosyalîst di civîna xwe ya 23-emîn da ku ewê di nabêna 30-ê hezîranê û 2-ê temûzê da li Atînayê were çêkirin da CHP-ya tirkiyê (Partiya Gel a Komarî) ji endametiyê bavîje.

Sosyalîst Enternasyonalê demakê berê di beyaneke xwe da gotibû ku CHP ne partiyeke sosyal demokrat e, ew partiyeke nîjadperest e û li gor nirx û ideolojiya Sosyalîst Enternasyonalê hereket nake.

Malpera CNN-turkê dibêje, dibe ku Serokê Giştî yê CHP-ê Denîz Baykal ji ber ku dizane ewê werin avêtin neçe civînê.

Denîz Baykal, Cîgirê Serokê Giştî ya wê Enternasyonala Sosyalîst e.

Esas li Tirkiyê ne tenê CHP, ji ber mesela kurd hemû partî û rêxistinên din jî ji îdeolojî û nirxên xwe dûr ketine û bûne nîjadperest û faşîst. Loma jî li Tirkiyê tenê hin şexs hene ku demokrat in. Lê yek partiyeke tirk jî ne wek partiyên din yên cîhanê ye, pir hindik hemû jî faşîst in.

25 juni 2008

Almanan nehîştin tirk zêde dîn bibin

Almanan li Baselê li saha Stat St. Jakob Park-ê bi zor û di deqîqeya 90-î da tekerê otoboza tirkan teqandin û ew kor poşman paş da şandin mal.

Ez bawer dikim di heqê tirkan da ev netîce baştir e, qezenckirina li hember almanan jî ji bo wan pir zêde dibû.

Wek milet ewê xwe aeqet bikirana.

Tirk pir nêzî fînalê bûbûn û tu nemabû ku zora almanan bibin jî. Heger îcar jî şansê wan wek carên berê alîkariya wan bikira ewê zora almanan bibirana û bimana fînalê.

Lê xwedê kir ku îcar şans û “mûcîzeyan” ji wan bêtir alîkariya almanan kir û loma jî ew biser ketin.

Lê wek taxim alman futboleke xweş nelîstin, tirkan ji wan baştir lîstin. Lê dema şan jî alîkariya meriv neke, meriv xweş jî bilîze meriv dikane wenda bike. Tiştê îşev hat serê tirkan ev e.

Mesela kurd jî baş li ber xwe didin, baş şer dikin û syaseteke pir baş jî dimeşînin lê ji ber kur "şansê" wan tuneye, ne Xwedê û ne jî xwediyên dinyayê alîkariya wan dike loma jî dikin nakin nikanin bi dewleteke serbixwe. Lê roja ku şansê wan jî serî hilde bêguman ewê jî qezenc bikin.

Bi rastî jî heta deqîqeya dawiyê çi destê tirkan hat mêrikan kirin û ev cara pêşîye ku futboleke gelkî xweş lîstin, lê ji ber ku şans û tesadufan û bi gotina Abullah Gul “Xwedê” jî îcar wek carên berê alîkariyan wan nekir loma jî benzîna wan tê nekir.

Ez bi xwe gelkî kêfxweş im ku “Xwedê” îcar jî alîkariya tirkan nekir, ji ber ku wek civat, wek dewlet û wek milet ne layiqî alîkariya “Xwedê” ne, ji ber ku çiqas zilm, xerabî û nerindiyên Xwedê qedexe kiriye hemûyan dikin.

Hin rojnameyên tirkan manşet avêtine, gotiye, “em têk çûn lê em nepilixîn, me bi heysiyeta xwe wenda kir”, ev jî teseliyeke. Helbet bipelixiyana baştir bû, lê ew hêz li ba almanan tunebû.

Qey îşev ev jî cîlweya dîrokê bû, heta nuha ji maça pêşî ya li hember Norweçê bigre heta bi maça li hember Xirwatan, tirkan di hemû maçan da ya di deqîqeya dawî da ya jî di yên dirêjkirinê da gol avêtin û qeznc kirin.

Lê îcar dora raqibê wan bû, almanan jî di deqîqeya 90-î da golek avêtin û maç 3-2 qezenc kirin.

Bi baweriya min ya herî xweş ev bû. Dibê tirk jî his bikin ku wendakirina di deqîqeya dawî da çiqasî ne xweş û zor e.


Li ser bextê Netkurdê û M.Ş Oncu be, li gor ku Netkurd dinivîse, dibêje almanan berî maçê gotine ku ewê “Kûpayeke ji kibaba donerê” diyarî tirkan bikin.

Bi rastî jî alman miletekî xwediyê gotina xwe ye, mêrikan gotinan xwe anîn cî û tirkên “donercî” dîsa şandin ser karê wan yê kibabfiroşiyê.

Piştî her serkeftinekê hin rojnameyên tirkan bi pûntoyên mezin manşet diavêtin û digotin:

“Tirkên dîn!”

Min nuha bala xwe dayê, îcar jî gotine:

“Dînîtî heta vira!”

Alman miletekî zana ye, dizanin dînan zû biaqil bikin...

Mala almanan ava ku nehîştin tirk zêde dîn û har bibin...

24 juni 2008

Hesabê mal û bajêr li hev derneket

Em îro mîvanê cîranê min Mamoste bûn.

Camêr ev du roj in sirf ji bo xatirê me diçe masiyan.

Di netîcê da qey ji şansê me ra, bawer bikin teyşetek masî girtibû.

De îcar wî û xanima xwe bi hostayî û marîfeteke wer di rûn da sor kirin ku jê nayê gotin, bawer bikin me "telî xwe pê ra xwar."

Ê piştî xwarina masiyan jî nedibû hema em bibêjin de bi xatirê we û me berê xwe bida malê. Bêyî me, du hevalên din jî mîvan bûn.

Me ji berêvkê da masiyê xwe xwar, bîra xwe vexwar û sohbeta xwe jî kir.
Di şevbêrkên wiha da bixwaze nexwaze meriv defterên kevn vedeke û dest bi sohbetên nostaljîk dike.

Me jî wer kir, gotinê gotin vekir û em man heta set 23-ê şevê.

Min li ba xwe wer hesab kiribû ku emê hinekî zû rabin û ezê pê ra bigihînim ku çend xîçan di tirkan wer kim. Lê hesabê mal û bajêr li hev dernekt, em dereng man.

Ji ber vê yekê jî ez pê ra nagihînim ku îşev tiştekî din binivîsim. Divê ez zû rakevim ji bo sibe maça Tirkiyê û Almanya heye, divê ez li ser xwe bibim û bi dîqet li maşê temaşe bikim.

Ez hêvî dikim ku Alman ewê me mehcûb nekin, ku tirk zora wan jî bibe, ne ji bo me kurdan tenê, ji bo her kesî tahlûke mezin e. Çimkî tirk fêrî serkeftinên wiha mezin nebûne, piştî serkeftinên wiha dîn û har dibin û wek guran bi çolan dikevin û zirarê didin însanan.

Loma jî ya baş ew e ku bi carê da zêde biser nekevin, hêdî hêdî, çimkî rebenan dikanin xwe jî û însanên din jî seqet bikin.

Dema şansê yekî pir hebe û kabê wî tim mîr were, kurd dibêjin "quzê gur pê ra ya." Li gor baweriya min şansê tirkan ji "quzê gur" jî xerabtir kir, "quzê gur" têra hewqas şans nake, dibê "quzê tiştekî din" bi wan ra be...

Bi hêviya ku sibe ev "quz" jî tê rê neke...

23 juni 2008

Bi kurdî ”Biji Serok Tayyip” jî qedexe ye

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do çû Batmanê û li wir axaftinek kir. Endamên AKP-ê yên qeza Qozlixê jî bi bandiroleke bi tirkî û kurdî, ”Bijî Tayyip, Bijî Serok Tayyip” çûn pêrgî serokwezîrên xwe.

Lê pûlisên parêzvanên serokwezîr xwe pir aciz kirin û tavilê bandirola bi kurdî ”Bijî Serok Tayyip Erdogan” bi zor anîn xwarê.

Pûlisên parêzvanên serokwezîr piştî ku bandrol ji AKP-liyên Qozlixî stendin, yeko yeko navên kesên bandirol hilda bûn jî girtin.

Serokê Belediya Qozlixê yê ji AKP-ê rebenê Hîkmet Bahşî, bi rengekî matmayî gotiye, me tiştekî xerab nekir, me tenê bi kurdî û tirkî gotibû ”Bijî Serok, Bijî Tayyip”, lê dîsa jî xwe xeyidandin û bandirol ji me girtin.

Rebeno hîn AKP û Erdogan nas nekiriye.

Çapemeniyê nenivîsîye, lê bi îhtîmaleke mezin midaxeleya pûlisan bi emrê Erdogan bûye. Em bibêjin ku pûlisan bi serê xwe, bêyî haya Erdogan midaxele kirin, lê dû ra?

Ma ne divê Erdogan tiştek bigotra?

Xwediyên bandirolê li ber xwe dane, nexwestine bandrola xwe deynin, lê pûlis bi zor ji wan stendiye. Û ev yek jî hemû li ber çavên Erdogan bûye.

Loma jî ne mimkûn e ku haya Erdogan ji bûyerê û vê midaxeleya pûlisan çênebe.

Erdogan faşîstekî tirk-îslamcî ye, mêrik naxwaze kurd fêrî hildana bandirolên bi kurdî bibin, bi kurdî sloganan biqîrin.

Dixwaze bira ev bandrol û slogan ”Bijî Serok Erdogan!” be jî ferq nake, ji wî ra dîsa jî tahlûke ye.

Ji ber ku kurdî peyivîn slogan qîrîn, bandrol hildan dikane di nava kurdan da bibe adet, kurd dikanin ji nuha û pê va hertim bandirolên bi kurdî hildin. Û ev yek jî li dijî îdeolojî û siyaseta Erdogan û AKP-ê ye.

Rol, wezîfe û mîsyona AKP-ê û îslamîstên tirk ya di nava kurdan da asîmîlekirin û tirkkirina kurdan e, loma jî ew bi tu hawî rê nadin ku kurd di nava tevgerên wan da zimanê kurdî bipeyivin û di hin waran da bi kar bînin.

Dibê kurd vê yekê baş bibînin. Qebûlnekirina bandirola bi kurdî ”Bijî Tayyip”, îspata vê rastiyê ye.

Asîmîlekirin û tirkkirina kurdan ne tenê armanca faşîst û kemalîstên tirk e, bi qasî wan, armaca sereke ya îslamîstên tirk e jî.

Ma ne hîn heta do jî kurdiya Quranê ji alî van îslamîst û diyaneta wan ve bi salan hate qedexekirin.

Berê, heta salaên 1970-î li Kurdistanê xutbeyên rojên îniyê bi kurdî bû.

Ma nuha dihêlin ku kurd li mizgeftan îbadet û duayên xwe bi kurdî bikin?

Kemalîst, faşîst ya jî îslamîst qet ferq nake, hemû jî bi qasî hev li dijî bikaranîna zimanê kurdî ne, armanca hemûyan jî ew e ku kurdan asîmîle bikin û bikin tirk.

Û ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe jî carnan raste rast ço û zorê, carnan jî bertîl û siyasetê, dîn û Îslamiyetê bikar tînin.

Kemalîst çiqasî li dijî hebûna kurdan û zimanê wan be, îslamîstên tirkjî hewqasî li dij nin û bi hemû hêz û îmkanên xwe dixebitin ku kurdan bihelînin û bikin tirk.

Ji bo ku hêzên îslamîst jî wek kemalîst û faşîstên tirk di nva kurdan da baş werin deşîfrekirin, yanî nêt û armanca wan ya rastîn, asîmîlekirina kurdan were dîtin, dibê kurdên bi wan ra yên ku hîn ji xwe ra dibîêjin em kurd in, ji nuha û pê va tim bandirolên bi kurdî hildin, pankartên bi kurdî binivîsin.

Ev yek dikane rola kevirê mîhengê(kevirê teneşirê) bilîze. Ji ber ku hin bûyer hene ku wek kevirê mîhengê dost û dijminê meriv, dilxwaz û dilnexwazê meriv ji hev digerîne û bi meriv dide nasîn.

22 juni 2008

Futbol û dînîtiya tirkan

Ev 3 hefte ne ku maçên Kûpaya Ewrûpayê tên lîstin. Piştî têkçûna tirkan di maça pêşî da li hember portekîziyan wek gelek kesî, min jî bawer nedikir ku tîma tirk ewê were heta nîvfînalê, lê hatin.

Bêguman tirk belaş nehatin vira, baş li ber xwe dan, baş xwe parastin, ev rast e, dibê meriv qebûl bike.

Lê mervi dikane bibêje ku di hersê maçên dawî da jî, ji Swîsre, Çekîstan û Xiwatîstanê baştir nelîstin. Bi taybetî jî di maçên çek û xirwatan da qezenckirin ne mafê tirkan bû, yên futboleke muhteşem nîşan dan çek û xirwat bûn, lê bi golên di qerembol û saniyeyên dawî da hatin avêtin tenê dikane bi gotinekê were îzahkirin: Mûcîze!

Yanî şans. Yekcarnan di xumarê da jî pûl ya jî zara meriv tê, şansê mriv çêdibe û meriv qezenc dike.

Yê tirkan jî bû ev mesele, ku ew jî vê yekê qebûl dikin.

Lê di fubolê da tiştê girîng ne xweşlîstin e, biserketin e. Çawa dibe bira bibe, xweş lîstin ya ne lîstin lê mêrikan zora çek û xirwatan birin û bi ser ketin.

Loma jî şadbûn û pîrozkirin wek her miletî mafê tirkan e jî.

Lê şadbûn, kêfxweşî û pîrozkirinên tirkan ne wek yên miletên din e, tirk ji adetê derdixin, piştî her serketinekê grûbên tirk wek gurên har li herderê êrîşî sporciyên welatên din û bi taybetî jî kurdan dikin û zirarên gelkî mezin didin xelkê.

Tiştekî pir normal e ku sporciyên tirk piştî her serkeftinekê çend alên xwe bidin destên xwe û serkeftina xwe pîroz bikin. Ev babet pîrozkirin normal e û mafê wan e.

Lê heta nuha wiha nebûye, her cara ku Tirkiye maçekê qezenc dike sporciyên tirk qefle bi bi qefle bi hev dikevin û li hember miletên din û kurdan kîn û nefreteke nedîtî ji nîşanî der û dora xwe didin.

Ji sporciyan bêtir dişibin leşkerên artêşa Hulagûyê moxol, ew jî wek leşkerên Hulagû kî derdikeve hember wan lêdixin, dikujin, herderê tar û mar dikin, davêjin ser komele û ciyên kurdan û dişewitînin.

Leşkerên Hulagû jî dema ketibû Bexdayê hariyeke bi vî rengî nîşan dabûn û herder wiha tarûmar kiribûn.

Stran, gotin û sloganên wan ne yê spor û sporciyan e, li herderê wek ku herin herbê, bi marş û muzîka mehter û alên xwe yên wek xwînê sor li ba dikin û tirs û xofê li der û dora xwe belav dikin.

Dema meriv di ekranan da bala xwe didê û li wan guhdarî dike, meriv dibîne ku haletî ruhiya van girseyan ne normal e, hemû jî wek gurên har û birçî ne, pir êrîşkar û ne li ser hişê xwe ne, bi wê psîkolojiyê dikanin her kesê ne ji xwe bikujin û bajaran bişewitînin.

Ji dêlî ku pesnê welat û taximê xwe bidin, sloganên wan yên esasî:

”Şehîd namirin, welat perçe nabe.”
“Tirkiye mezin e.”
“Xayin PKK.”
“Ji tirkan mezintir tuneye.”
“Me hêza tirkan nîşanî cîhanê da.”

Û şîarên bi vî rengî, mişt nîjadperestî û dijminatiya miletan e.

Yanî kêfxweşiya wan jî li ser esasê kîn û nefreta ji kurdan û ji miletên din e. Ev yek tenê mexsûsî tirkan e, tu miletekî din wiha nake.

Huliganên her miletî hene, lê vana ne hulîgan in, hemû jî tirkên normal in, lê bi dîtin, firkir û îdeolojiya xwe bûne faşîst. Hemû jî bi destên xwe îşaretên faşîstên tirk, serê gur çêdikin.

Piştî perwerdeyek rasîst ya 80 salî ya li ser esasê derew, înkar û bêbextiyê miletekî bêkultur, cahil, bêsinet, bêtolerans û nîjadperest û ruhfaşîst hatiye xuluqandin, bêyî xwe dijminê hertiştî û herkesî ye.

Xwdê însaniyetê ji vî miletê tiredînî, zirzop, cahil, şîzofren û paranoyak bisitirî ne.

Ji bo ku nivîs zêde dirêj nebe ezê tenê qala bûyerên piştî maça Xirwatîstanê bikim.

Li gor çapemeniya tirk dinivîse, piştî biserketina li hember Xirwatîstanê tirkan li Stenbolê, li Îzmîrê, li Mêrsînê, li Nîgdeyê, li Entabê, li Bûrsayê û gelek bajarên din bi sedan bûyer derxistine, tenê li Stenbolê bi dehan kes(miheqek kurd in)birîndar kirine.

Li Bûrsayê xortekî kurd ji alî grûbeke tirk ve hatiye lînckirin. Li Stenbol û Nîgdeyê jî 2 kes hatine kuştine. Pûlis, li Stenbolê tenê 52 şeşderb girtine.

Bêyî li bajarên Tirkiyê, li Ewrûpayê jî tirkan eynî êrîşkariya xwe domandin.

Mesela li Almanya, Fransa, Mostar û Wîyanayê jî gelek bûyerên mezin dexistin, avêtin ser gelek komele û dikanên kurdan û gelek cî tahrîb kirine û şewitandine.

Li Wîyanayê êrîş birin ser sporciyên xirwatan û gelek kes ji wan birîndar kirin.
Ji ber ku psîkolojiya her tirkî êdî xera bûye, meju çelqiyaye, bi perwerdeya kemalîst û faşîst ya bi salan ji medeniyet, tolerans, xweşbînî, aqil û îzanê hatiye bidûrxistin, bûye miletekî wek gurê har, wek mirovên ne temam, dema cinê wan tê serî har dibin û êrîşî der û dora xwe dikin.

Ne dibistan tenê, masmediya tirk jî kultureke pir xerab dide civatê. Piştî serkeftina li hember xirwatan min bala xwe da çend rojanameyên wan. Aha ji we re çend nimûne:

-Fatîhên Viyana yê/Bugun
-Xwedê bi tirkî dipeyive/Taraf
-Me îşxal kir, wêran kir/Tercuman
-Viyana ket/Turkiye

Tu dibêjî qey ne maçeke futbolê lê herbek qezenc kirine.

Ji ber ku di dîroka xwe da tu carî serkeftinên wiha bidest nexistine loma jî li hember serkeftinên wiha dîn dibin, bawer nakin ku qezenc kirine.

Nazim Alpman, li ser vê harbûna tirkan ya piştî serkeftina li hember xirwatan di nivîsa xwe ya îro da gotiye:

Welatekî ku serokwezîr û serokkomarê wî “bersûc(meznûn/sanik)” be dernakeve mertebeya welatê ku herî bêtir divê meriv jê ra li çepikan xe.
Lê tirk li ber xwe nakevin, ji bo wan maf û azadiyên ferdî, demokrasî, heq huqûq vana pir ne girîng in.

Leşker herroj li siyasetmedaran siwar dibin, siyasetê li wan qedexe dikin, partiya ku li ser hukum e digrin ne girîng e, ji ber van tiştan fedî nakin.

Loma jî “sîr û pîvazên” wiha qet pozê kesî naşewitî ne.

Nivîskar Tuncer Bahçivan jî gotiye, “Li gor min divê Fatîh Terîm bibe serokwezîr. Ji ber ku kesên bi aqil problemên me çareser nekirin.”

Yanî li gor Bahçivan, di futbolê da biserketina li hember çek û xirwatan ne karê aqilan e, ancax merivên dîn dikanin serkeftinên wiha bi dest xin, loma jî divê ji bo îdareya Tirkiyê jî dînek lazim.

Bahçivan, vê daxwaza xwe li ser faraziya ku Erdogan merivekî biaqil e dike. Lê gelo bi rastî wiha ye?

Em nizanin. Ji ber ku di dest me da ne rapora dînîtiya Terîm û ne jî ya biaqiliya Erdogan heye.

Kurro ji ber bindestî û îdareya dînan hûn ketine vî halî, hûn bûne pêkenînên dinyayê.

Herkes hevza xwe ji we dike, Yekîtiya Ewrûpayê ev tam 49 sal in we wek parsekan li ber deriyê xwe daye sekinandin û we bera hundur nade.

Ji ber ku Ewrûpî dibêjin, heger ev miletê bêkultur, bêsinet û birçî bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê ewê malikê li me xera bikin, em nikanin zikê wan têr bikin.
Loma jî dev ji dînan berdin, ji xwe ra merivekî biaqil bibînin û ji vê feqîrî û bindestiya leşkeran xelas bibin.

21 juni 2008

Plana Tirkiyê ya terorîzekirina kurdan hebûye

Derket ortê ku leşkerên dewleta tirk di îlona 2007-an da li hember kurdan, DTP-ê û Kurdistana Federe planeke bi dizî hazir kiriye û li gor wê planê teroreke kesnedîtî û şerekî îmhakirinê meşandin.

Ev plana ku artêşa tirk ev serê salekêye li hember kurdan û hêzên îslamî dide meşandin navê wê ”Plana Faaliyeta Agahî û Piştgiriyê” ye. Hebûna vê plana artêşê tirk ya bi dizî do(20/6-08)ji alî rojnameya Tarafê ve hate eşkerekirin.

Plan 8 rûpel in û gelkî berfireh e û dixwaze ku Tirkiye di her warî da têkeve bin destê leşkeran û di her qedemeyê da ji alî wan ve were îdarekirin.

Di planê da tê gotin ku bi bahaneya piştgiriya bi PKK-ê ra li hember kurdên bakur û başûr ewê şerekî çawa bidin meşandin û kurdan çawa terorîze bikin tê tespît û îzahkirin.

Li gor vê plana serekerkaniyê bi kurtî:
-Dadwer yanî hakim û dozgerên tirk ewê werin qezenckirin û bên kişandin xeta artêşê.
-Rojnamevan, artîst û hunermend ji bo xurtkirina artêşê ewê werin destekkirin û bikaranîn.
-Merivên dîndar û bawermend ewê di bin kontrola artêşê da werin girtin û werin îdarekirin.
-Mixalifên artêşê ewê werin pûçkirin û bêtesîrkirin.
-DTP, bi tu hawayî ewê mixatap neyê qebûlkirin.
-Bi lêgerîn û operasyonên leşkerî yên bênabên kurdên li ser sînor ewê tim werin nerehetkirin.
-Di nava mixalifên li dijî artêşê da ji bo qelskirin û perçekirina wan ewê piştgirî bi hin kesan ra were kirin û werin xurtkirin.

Leşkeran di plana xwe da şerê xwe yê psîkolojîk û leşkerî yê li hember kurdan jî wiha rêz kirine:

”Ji bo qutkirina alîkariya kurdên bakurê Îraqê ya bi PKK-ê ra di çarçeweya şerê li dijî terorê da gelê herêmê bênabên ewê were nerehetkirirn. Û divê were nîşandan heta ku ew alîkariya ”terorê” bikin ev nerehetkirin ewê tim berdewam be. Divê ev mesaj tim were dayin.”

”Divê were nîşandan ku alîkariya bi terorê ra tê kirin ewê tu carî bê bedêl nemîne, bi saxîkirin, operasyon û faalîyetên din ewê bi gelê herêmê were nîşan dan ku ev alîkariya wan ji wan ra namîne, ewê bedêlekî wê hebe.”

”Li bakurê Îraqê, li hember gelê ku li herêmên ser sînorê nêzî Tirkiyê dijîn jî divê bi gulebarankirina çekên giran eynî mesaj were dayin. Bi vî rengî, heta ku alîkariya wan bi PKK-ê ra berdewam be nerehetkirina wan jî ewê bi zêdayî dom bike. Ev his ewê were hakim kirin. Meqamê îcraatê Fermandariya Hêzên Bejayî, meqamê koordîneyê jî Serokê Tevgerê yê Serekerkanî ye.”

Bêguman ev haya hukûmetê ji vî beşê planê yê ser kurdan heye. Ji ber ku hukûmet heta nuha tu carî li hember van operasyon û êrîşên artê derneketiye, bi vacayî di meclîsê da biryara piştgiriya vê siyaseta leşkeran girtiye û operasyon û bombebaranên Kurdistana başûr tim parastiye.

Yanî AKP jî şirîkê vê plana leşkeran ya derbarê kurdan da ye.

Di planê da hin faalîyetên din jî wiha tên rêzkirin:

-Di nava grûbên li dijî artêşê da ewê alîkariya hin kesan werin kirin, di nava grûbên siyasî û etnîkî da ewê piştgiriya perçebûnê were kirin û yekîtiya wan were xerakirin.

-Hunermend û nivîskarên ku bi fikir û tevgerên xwe yên li dijî artêşê tên zanîn ewê werin qelskirin.

-Ji bo ku bestekar û hunermendên maqûl di çarçeweya dîtinên artêşê da berheman çêkin bi dizî ya jî vekirî ewê piştgirî û alîkariya wan were kirin.

Bi vê belgeyê careke din jî diyar dibe ku Tirkiye dewleteke bêhuqûq û leşkerî ye.
Artêşa tirk li hember miletê kurd teror û şerekî bi plan û program dide meşandin, operasyonên tên kirin hemû jî ji berê da plankirî ne.

Heta nuha leşker û hukûmetê di dema operasyon û êrîşên ser baregehên PKK-ê û Kurdistana Federe da tim digotin ku ew tu carî naxwazin zirarê bidin xelkê sivîl û ji bo vê yekê jî hemû hesasiyetan nîşan didin.

Lê di planê da pir vekirî tê gotin ku ne tenê kurdên bakur bi lêgerîn, girtin û operasyonan ewê tim nerehet bikin, kurdên başûr yên ser sînor jî ewê bi çekên giran yanî bi bombebaran û topbarankirinê tim were nerehet kirin.

Yanî bombebarankirina gundên Kurdistana Federe yên ser sînor siyaseteke artêş û hukûmeta AKP-ê bi zanetî ye.

Di raporê da tiştekî din yê balkêş, mixatab qebûlnekiran DTP-ê ye, leşker dibêjin ku ewê tu carî DTP-ê mixatab negrin.

Diyar e Erdogan jî li gor vî emrê artêşê bi DTP-ê ra napeyive û hertim bahaneyekê, qal û qîlekî dibîne.

Bêguman kurd dizanin ku tirk bi zanetî gundên ser sînor bambebaran dikin, lê piştî derketina vê belgeyê ev yek bêtir eşkere bû. Loma jî divê hukûmeta Kurdistanê vê gelşê careke din bi hêzên hevpeyman, lê bi taybetî jî bi emerîkîyan ra pir cidî bipeyive û qebûl neke ku tirk vê terora xwe ya li hember gelê kurd bidomînin.

Li alî din helbet kurdên bakur jî dibê bêdeng nemînin, ji bo deşîfrekirin û pûçkirina vê plana artêşê, dibê hemû riyên demokratîk û huqûqî bikar bînin. Ji bo qelskirina leşkeran ev yek îmkaneke mezin e.

Serfermandarê Giştî Orgeneral Buyukanit bi beyaneke nivîsîkî xwedêgiravî belge red kir, got, ”di qeydên serekerkaniyê da, ji alî qumandaran ve tu ewraq ya jî planeke wiha nehatiye qebûlkirin.”

Lê ev beyana Buyukanit, hebûna planeke wiha red nake, Buyukanit nabêje me planeke wiha çênekiriye, dibêje ”di qeydên me da planeke wiha tuneye”.

Bêguman ewê di qeydan da tunebe, ji ber ku planeke neqanûnî, planeke meşandina teror û şerekî bi dizî ye.

Ma ewê çi qeyda wê hebe?

Helbet hûnê înkar bikin û bibêjin di ”qeydên me da tiştekî wiha tuneye” û di qeydan da were dîtin jî kes nikane tiştekî bi we bike. Heger we bizanîbûya ku hukûmetê ji ber amadekirna planeke wiha we ceza bike, bêguman we yê tiştekî wiha nekira, lê ji ber ku hûn dizanin hûn çi bikin ewê ji we ra bimîne loma jî hûn bêtirs palanên darbeyan, kuştin û terorîzekirina xelkê çêdikin.

Wek hemû planên din, ji vê planê jî ewê tu netcî neyê girtin û hûnê dîsa li ser karên xwe bimînin.

20 juni 2008

Yekîtiya Ewrûpayê dîsa fortek da xwe

Berdevkê Parlamentoya Ewrûpayê Hans Geert Pottering, berî zîrveya serokên YE ya li Brukselê li ser redkirina Peymana Lîzbonê û rewşa Tirkiyê bersîvên rojnamevanan da û got, redkirina Peymana Lîzbonê û rewşa endametiya Tirkiyê du tiştên cuda ne, kes nafikire ku mizakereyên bi Tirkiyê ra rawestîne.

Potterîng, şêla Yekîtiya Ewrûpayê ya li hember girtina AKP-ê wiha tîne zimên:

“Redkirina Peymana Lîzbonê ji alî Îrlandayê ve mizakereyên bi Tirkiyê ra nade rawestandin lê eger Tirkiye, AKP-ê bigre û serokwezîr Erdogan jî qedexe bike wê demê ewê vî tiştî bike."

Wek tê dîtin Pottering pir vekirî dibêje, heger AKP were girtin û siyaset li pêlewanê virek Recoyê kasimpaşalî were qedexekirin wê demê ewê mizakereyên bi Tirkiyê ra bidin rawestan.

Tiştê balkêş Potterîng qet qala girtina DTP-ê nake, dibêje Yekîtiya Ewrûpayê li dijî girtina AKP-ê ye, qebûl nake ku siyaset li Recoyê kasimpaşalî were qedexekirin, lê nabêje li dijî girtina DTP-ê ne jî, qebûl nakin ku siyaset li serokê DTP-ê û li kurdan jî were qedexekirin.

Diyar e bi girtina DTP-ê ewê ji Tirkiyê ra tiştekî nebêjin û Tirkiyê neqeherînin. Ji ber ku li ber çavên ewrûpiyan xwîna tirkan tim ji ya kurdan sortir e, girtin û zindankirina kurdan, girtina partiyên wan tiştekî normal e, ne li dijî huqûq, qanûn û demokrasiya wan e.

Kurd û rêxistinên wan ji bo Yekîtiya Ewrûpayê jî wek pezên qurbanê ne, hertim dikanin werin şerjêkirin.

Tirkan ev yek baş fêm kirine, dizanin ku girtina partiyên kurdan, zindankirina rewşenbîr û siyasetmedarên wan, lînckirina wan li kuçe û kolanan Yekîtiya Ewrûpayê jî nerehet nake, heger pir ne bi dilê wan be jî axir ji bo “xatirê xatiran” û hin “berjewendiyên” girîng ewê dengê xwe nekin û ji Tirkiyê ra nebêjin çima hûn vê zilmê li vî miletî dikin?

Li Tirkiyê, siyasetmedar û rewşenbîrîn kurd ji bo ku gotine em kurd in û welatê me jî Kurdistane, ji bo ku gotina rejîma kemalîst ya dîktator zilmê li gelê me dike herroj tên dadgehkirin, cezayên giran ji wan ra tên xwestin.

Yekîtiya Ewrûpayê li hember vê terora dewleta tirk tim xwe kerr û lal dike. Bêguman ev bêdengî jî bêtir çesaretê dide rejîma kemalîst û tirk-îslamîst.

Lê heger ez dîsa vegerim ser gotinên Potterîng, li gor baweriya min ev gotinên wî ji karê bêtir ewê zirarê bide AKP-ê.

Çimkî tirk nuha dixwazin nabêna wan û Yekîtiya Ewrûp xera bibe û Yekîtiya Ewrûpa mizakereyan bide rawestandin.

Dewleta tirk dibîne ku bi vî halê xwe nikanin bibin endam, dema bibin endam divê mafê kurdan û miletên din bidin, divê bi rastî jî demokrasiyê qebûl bikin, divê qedexeyên li ser maf û azadîyan rabin.

Tirk, çi kemalîs, çi leşker û çi jî îslamîst îro hîn ne amade ne ku berî hertiştî mafê kurdan yên netewî bidin. Hîn nêt û hesabê hemû hêzan ew e ku heta çend salan kurdan bihelîn, ji hev bela bikin û dû ra heger pêwîst be bibin endam.
Dewleta tirk hîn do zarokekî kurd yê 7 salî ji bo ku navê wî Welat bû bernedan Tirkiyê, li balafirxaneya Stenbolê bi zor ji daya wî stendin û paş da şandin Almanyayê.

Welatekî ku hîn navekî kurdî qebûl neke, nahêle zarokekî 7 salî ji ber ku navê wî bi bi herfa “W” dest pê dike here Tirkiyê, ma ev welat ewê çawa bixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê?

Ewê çawa mafê kurdan yê netewî bidê?

Û ev tişt jî di dema îktîdara AKP-ê da dibe. Yanî xwedêgiravî li gor yên din îktîdareke “demokratîktir” e.

Li Tirkiyê îro bêyî kurdan û çend rewşenbîrên tirk, tu hêzeke siyasî naxwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê. AKP di vî warî da takîye dike, ji ber ku li hember leşkeran hewcedariya wan bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê heye.
Ji ber vê yekê jî dema leşker bizanibin ku girtina AKP-ê bi rastî ewê bibe sebebê rawestandina mizakereyên bi Yekîtiya Ewrûpayê ra ewê bidin girtin.

Şerê AKP-ê, leşker û kemalîstan ne şerê azadî û demokrasiyê ye, şerê desthilatê ye, AKP dixwaze desthilata xwe zêdetir û xurttir bike, di sîstema dadê da, di zanîngeh û leşkeriyê da bêtir bibe xwedî gotin û desthilat. Û leşker jî naxwazin van îmkanan bidin wan.

Hemû şer û teşxele ji bo vê desthilatê ye, ne xwe herdu serî jî bi qasî hev dijminên kurdan, li dijî demokrasiyeke temam û rast în in.

19 juni 2008

Dewleta tirk îcar jî qîlên xwe nîşanî Welatê 7 salî da

Du roj berê zarokekî kurd yê 7 salî bi navê Welat, dema ew û diya xwe diçûn Tirkiyê, ji ber ku navê wî Welat bû, li balafirxaneya Stenbolê hate girtin û paş da şandin Almanyayê.

Li gel hemû îtîraz, rica û libergerên diya Welat, berpirsiyarên dewleta tirk, Welatê 7 salî bi darê zorê ji diya wî stendin û paş da rêkirin Almanya bajarê Dusseldorfê.

Li gor nûçeya rojnameya Ozgur Polîtîka(18/6-08)malbata Welat Dag, li Almanya li bajarê Essanê dimîne. Malbat ji Mûşê ji qeza Bûlanikê ye. Ji sala 1999-an û vir da wek milteciyên siyasî hatine Almanyayê û mafê rûniştinê girtine.

Bavê zarokan Sadrettîn Dag, ji ber ku pasaporta wî ya tirk tuneye nikane here, lê pasaporta diya zarokan ya Tirkiyê heye, loma jî ew û 3 zarokên xwe diçin Stenbolê.

Li Stenbolê di dema kontrola pasaportê da, mamûrên pasaportê diya zarokan Yadîgarê, Bîrhat û Esmanûrê berdidin lê Welat bernadin. Ji diya Welat ra dibêjin, ev nav li Tirkiyê qedexeye, loma jî emê wî paş da bişînin.

Diya Welat, herçiqas dike gazî û hawar, digrî, li ber bepirsiyaran digere jî pere nake, pûlisên tirk, Welatê 7 salî bi zor ji diya wî distînin û paşda li balafira Dusseldorfê dikin û dişînin Almanyayê.

Welat digrî, diyayî digrî lê tesîrê li berpirsiayrên dewleta tirk nake, dibêjin navê “Welat” qedexeye, nikane têkeve Tirkiyê.

Zarokekî 7 salî, bi zor ji diya wî distînin û bi tenê paş da dişînin wealtekî xerîb.

Çima?

Ji ber ku navê zarokekî 7 salî “Welat” e.

Li tu dera dinyayê heta nuha tu kesî nemirovî, hovîtî û rasîzmeke wiha ne dîtiye û ne jî bihîstiye.

Ev nasîzim e, faşîzim e.

Heta nuha dîrok tu carî nebûye şahidê kîn, nefret û nîjadperestiyeke bi vî rengî.

Di dîrokê da heta nuh tu carî, tu miletî bi vî rengî dijminatiya miletekî din nekiriye.

Bêyî îdeolojiya kemalîzimê û tirkperestiyê li tu dereke din ya dinyayê nimûneyeke wiha barbar û faşîzane nehatiye dîtin.

Bêyî kemalîzm û tirkperestiya tirkan, tu îdeolojî û dînekî din tiştekî wiha qebûl nake. Ev bûyer îspat dike ku tirk çiqasî dijmin û neyarên miletê kurd in, hewqas neyar in ku tehamulî navekî kurdî jî nakin.

Do xebereke din ya derbarê herfên kurdî da di çapemeniyê da derket. Li gor xeberê, serekerkaniya tirk hin afîşên bi navê "Once Turkçe/Berê bi tirkî” amade kiriye û şandiye ji hemû saziyên leşkerî ra. Bi van afîşên serekerkanî dixwaze ku di sazîyên leşkerî da navên biyanî yanî kurdî neyên bikaranîn.

Afîş li hembe kurdî ne. Çimkî di afîşan da 3 herfên kurdî “Q,X,W” xistine nav helqeyek sor û ser wan jî bi boyaxa sor hatiye xêzkirin.

Pir ne dûr e ku têkiliya girtina Welatê 7 salî û vê kampanya leşkeran bi hev ra hebe.

Lê li alî din ev ne cara pêşî ye ku dewleta tirk li hember nav û herfên kurdî vê bêtehamuliyê, vê reaksiyona faşîst nîşan dide. Dewleta tirk bi hemû dem û dezgeyên xwe ve, bi hemû hêz û îmkanên xwe ve dixebite ku miletê kurd ji ruyê dinyayê rake. Loma jî ji hertiştê bi kurdî ditirse, nefret dike û dixwaze yasax bike, nehêle bijî û were jiyandin.

Lê ew çi bikin jî bê feydeye, kemalîzim û pantirkîzim di ber sikratê da ye, miletê kurd wek Ezraîl dest kiriye gewriya vê îdeolojiya barbar û ceberrût û di demeke nêz da ewê wê bifetisîne û hemû însaniyetê ji vî cinawirî rizgar bike.

18 juni 2008

Li hember mêraniya kurdan dadwerên tirk biziyan

Do (17/6-08) li Ruhayê li Dadgeha Cezaya Esliyê ya 3-em doza TEVKURD-ê hat pêkanîn. Birêvebirên TEVKURDFûad Onen, Îbrahîm Guçlu, Eyûp Karageçîlî, Arîf Sevînç û M.Kemla Oguzlu li pêşberî dadgeha tirk ya li Ruhayê kurd, Kurdistan û mafê serxwebûna gelê kurd bi mêranî parastin. Û bi parastina xwe jî sîleyeke baş avîtin ji sûretê dewleta tirk da.

Dema meriv parastinên Fûad Onen û Îbrahîm Guclu dixwîne meriv dibîne ku van rewşenbîrên kurd yên ziravpiling di dadgeheke tirk da dewleta tirk ya kolonyalîst û zalim çawa bi mêranî rezîl û riswa kirine û nîşanî dadwerên tirkan dane ku kurd êdî pênc pereyên xwe jî di sîstema wan ya huqûqî, siyasî û leşkerî nadin.

Rewşenbîr û siyasetmedarên kurd êdî ji teror û gefên dewleta tirk ya hefs û zindanan natirsin.

Ev mêranî û cesareta ku van rewşenbîrên kurd do di dadgeha dewleta tirk da nîşan dan bêguman ji hemû sîlehên wan xurttir e.

Kurd êdî bi cesaret û pir vekirî doza mafên xwe yên netewî û serxwebûna welatê xwe dikin.

Miletê ku biwêribe ji bo azadî û serxwebûna xwe her babet fedekariyê bike û xwîna xwe birjîne tu hêz nikane rê li ber serkeftina wî miletî bigre. Dîrok gelek caran bûye şahidê vê rastiyê û ji bo kurdan jî ewê bibe şahid.

Ji ber ku dijmin vê rastiyê dizanin loma jî dixwazin bi tehdîdên hefs û cezayên giran çavên rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan bitirsînin.

Lê kurdan ji zû da ye ev dîwarên wan yê tirsê bi erdê va tep û dûz kirine. Ji ber kurd dizanin ku merivê tirsonek tu carî nikane azad be.

Loma jî kurd, ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe amadene ku her fedekariyê bikin. A ev biryardariya kurdan serok û rêvebirên dewleta tirk xistiye nava tirs û xofeke mezin.

Û ji ber vê tirsê ye ku ew rewşenbîrên kurdan ji ber du gotinên wan, ji ber ku wan navê welatê xwe hildaye derdixin dadgehan û dixwazin wan bitirsîne. Lê kurd natirsin, ew dem êdî li paş maye.

Îspata vê yekê jî parastinên birêvebirên TEVKURD-ê ne.

Îbrahîm Guclu parastina xwe wiha qedandiye:

“Em, wek berpirsiyarên “Gruba Xebatê ya Demokrat û Neteweyî ya Kurd/TEVKURDê, ne dijminê gelê tirk in. Eger em dijmin bin, em dibin dijminê dewleta kolonyalîst. Dadgeha we parçeyek ji dewleta kolonyalîst e. Dadgeha we ji bona vê, li ser navê dewleta kolonyalîst me dadgeh dike û li dijî neteweya kurd e. Ji bona vê, mafê dadgeha we tune ye ku kurdan û me dadgeh bike…”

Fûad Onen jî parastina xwe bi van gotinên jêr qedandiye:

"Mirov di valahîyekê de çênabe; di hawirdoreke civakî, sîyasî û dîrokî de tê dinyê. Ji ber vê hawirdora ku em tê de hatine dinyê em Kurdistanî ne, ji miletê Kurd in. Ev, di halê xwe de rastîyeke xwerû ye. Zemîna hiqûqî ku desteya we li ser tev digere û hikuman dide, rasteqînîya netewe û welatê gelê Kurd tune dihesibîne. Zemîna hiqûqî ya ku hûn li ser hikum didin, bi vê wateyê me jî tune dihesibîne. Nuha em wek kesayetîyên ji gelê kurd li hemberî we ne, ku ne bi fermî lê bi fiîlî hûn jî hebûna wî dizanin. Biryarên ku hûn di heqê me de li ser vê zemîna hiqûqî ya ku me tune dihesibîne bidin, dê ji alîyê me ve wek tune bên hesibandin. Hemû tiştên ku ez li ser îdiayên di heqê xwe de dibêjim ev in."

Serkeftina kurdan nêzîk e.

17 juni 2008

Pîvana cahiliyê tuneye

Serok û rêberên tirkan bi piranî merivên cahil û dinya nedîtî ne, dema bêhemdî jî di tiştekî da biserdikevin rebenan dîn dibin, ji serketina xwe bawer nakin.

Loma jî dixwazin hemû cîhan bibihîze ku tirkan ev serkeftin bi dest xistiye.

Ji ber ku kesên ”biçûk”, kesên xwedî kompleksên xwebiçûkdîtinê tu carî nikanin mitewazî û nefsbiçûk bin.

Wek zarokan, wek mirovên dinya nedîtî hewcedariya wan bi teqdîr û pesnan heya.

Nimûneya herî dawî serkeftina tirkan ya li hember çekan e.

Piştî vê serkeftinê xwe xwarin, har bûn û bi kuçe û kolanan ketin.

Mesele çi ye?

Di futbolê da li hember taximekî ewrûpî maçek qezenc kirine û derketine çarîk fînalê…

Biserketina li hember taximekî ewrûpî ne tiştekî ku qet ne mimkûn e, hin welatên efrîkî jî bera ewrûpiyan dane.

Û ya din jî, ev ne cara pêşî ye ku weletek derdikeve çarîk fînalê, heta nuha gelek welatên din jî ev serkeftin bi dest xistine.

Lê yê tirkan tiştekî din e, ew dixwazin bi vê serkeftina xwe, xwe bikin ewrûpî û bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê.

Dixwazin hemû cîhan vê serkeftina wan ya di futbolê da bi mezinayî, medeniyet û ewrûpîtiya wan va girê bidin.

Dixwazin hinek destên xwe di serê wan bidin û bibêjin "eferim!", bi rastî jî hûn ewrûpî ne!Serokê Partiya Sosyal-Demokrat a Gelerî Murat Karayalçin, vê daxwaza xwe venaşêre û eşkere dibêje.

Piştî ku Tirkiyê 3-2 zora Komara Çek bir, Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Gelerî Murat Karayalçinê laz, ji Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ra pêşniyar kir ku zeptên maça Tirkiye û Komara Çek ji hemû siyasetmedarên ewrûpayî ra werin şandin, ji bo ku hemû serokên ewrûpîyan bibînin ku tirk miletekî çiqasî mêrxas û çiqasî ”ewrûpî” ne?

Xwezî Federasyona Tirkiyê ya Futbolê gurra vî cahil û zirzopî bikira û protokolên/zeptên maçê bişandana.

Ji bo ku hemû ewrûpiyan careke din bidîtana ku serok, zana û "rewşenbîrên" tirkan çiqasî cahil, reben, bêkultur û paşdamayî ne?

Û ev yek jî di destê ewrûpiyan da bibûya îspat û belgeyek dîrokî ku tirk bi rastî ne ewrûpî ne, miletekî cahil û pir paşdamayî ye.

Li gor pêşniyara Karayalçin, divê protokolên maça Tirkiyê û Komara Çek, ku Tirkiyê ev maç 3-2 qezenc kir, pêşî ji Serokkomarê Fransayê Sarkozy û ji hemû siyasetmedarên ewrûpî yên ku dibêjin tirk ne ewrûpî ne re were şandin.

Federasyonê heta nuha di derbarê vê pêşniyara Karayalçin da tu daxwuyanî nedaye.

Ez ji dil û can hêvî dikim ku ev pêşniyara Karayalçin were qebûlkirin.

Mûrat Karayalçin, siyasetmedarekî tirkan yê bi nav û deng e, xwedêgiravî talîm û terbiye dîtiye, xwediyê çend dîplom û nîşanan e, bûye çîgirê serokwezîr û demekê jî wezîrê Tirkiyê yê derve bû.

Û nuha jî serokê partiyeke sosyaldemokrat e.

Yanî camêr ne merivekî gundî û nezan e, mezinekî tirkan yê bi hêl û mêl e, pir ne dûr e ku sibe leşker wî bikin serokwezîr jî.

A merivekî wiha, bi rengekî pir cidî dibêje ku em protokolên maça Tirkiyê û Komara Çek li hemû siyasetmedarên ewrûpî belav bikin da ku herkes bibîne ku tirk miletekî çiqasî medenî, çiqasî bi kultur û çiqasî jî ewrûpî ye?

Û ji bo ku serokên ewrûpiyan jî bibêjin, weleh rast e, piştî ku tirkan di maçeke futbolê da, cara pêşî zora çekan birine maneya xwe ew e ku tirk ewrûpî ne û êdî endametiya Yekîtiya Ewrûpayê jî heq kirine…

Ez fêm nakim ev tirk çima hewqasî cahil û bêkultur in?

Ez hêvî dikim ku Xwedê ewê hinek aqil bide wan jî, ji bo ku karê me kurdan jî rehettir bibe.

Çimkî dostî jî û dijminatî jî bi kêmaqil û korfaman ra zor e.

16 juni 2008

Kemalîst û îslamîstên tirk baş di hev aliqî ne

Ev serê hefteyekê ye ku leşker û hêzên kemalîst û îslamîst baş li hev sor bûne. Herdu alî jî îstîxbarat û dosyeyên ku li hember hev hazir kirine yek bi yek derdixin piyasê û pûrê hevûdu eşkere dikin.

Çend roj berê derket ortê ku Wekîlê Serokê Mahkima Bilind Osman Paksut, bi kêmanî 3 caran bi fermandarê hêzên bejayî general Îlker Başbug ra hevdîtin pêk aniye.

Li hember vê xeberê demakê leşker û Paksut bêdeng man lê dû ra herdu seriyan jî qebû kirin ku hevdîtin rast e.

Leşker û Paksut dibêjin di van hevdîtinan da mijara wan ne AKP û girtina wê bûye, ew qet li ser girtina AKP-ê nepeyivîne. Ew li ser kurdên başûr û Kurdistana Federe û êrîşa tirkan rawestiyane.

Yanî generalekî serokê hêzên bejayî sê caran bi endamekî mahkima bilind ra hevdîtinên bi dizî pêk tîne û ji xwe ra vir da wê da sohbet dikin!

Bêguman kes hewqas ne ehmeq e ku ji tiştên wiha bawer bike. Êdî rim di çewêl hilnayê, herkes dizane ku mahkima bilind jî wek zabitên artêşê bi emir û fermana generalan hereket dikin.

Piştî eşkerebûna vê bûyerê bi çend rojan, rojnameyeke îslamî Vakît-ê îcar jî 3 rismên Îlker Başbug yên li ber Dîwarê Girî weşand. Di van risman da fermandarê hêzên bejayî orgeneral Îlker Başbug, destên xwe daye ser Dîwarê Girî ya jî bi navekî din, Dîwarê Rojava û dua dike. Wek tê zanîn ev dîwar wek ziyareteke cuhuyan e û ji bo wan gelkî miqedes e.

Piştî belavbûna van rismên Îlker Başbûg yên li ber Dîwarê Girî, hat îdîakirn ku Başbug jî wek serfermandrê giştî Yaşar Buyuanit, ew jî cuhû ye.

Esas ev ne cara pêşî ye ku tirkên nasyonalîst û îslamîst dibêjin Buyukanit û Başbug cihû ne. Berê jî gelek caran û ji bo gelekên din jî ev îdîa cihûtiya bi dizî(sabateîst)avêtine ortê.

Lê bêguman herdu alî jî ji bo ku îktîdarê ji dest xwe bernedin hertiştî ji hev ra dibêjin û her buhtanê li hev dikin.

Leşker û zilamên wan yên sivîl ji bo ku îktîdar bi tevayî ji dest wan dereneke Ataturk îstîsmar dikin, hêzên îslamî jî Xwedê û Îslamê.

Kemalîst bi saya Ataturk, îslamî jî bi saya Xwedê, Mihemed û îslamê bûne xwedî hêz û bêrîkên xwe tije dikin û kêfa mîran dajon.

Erdogan, berî têkeve siyasetê sêwiyekî feqîr bû, selika simît(kehke, kilor)li ser serê wî bû û ji sibehê heta êvarî wer li kuçe û kolanên Stenbolê digeriy, smît difro.

Lê nuha yek ji dewlemendê Tirkiyêye.

Erbekan hewetinê, serweta wî jî bê hed û bêhesab e.

Yek bi xêra Ataturk û yek jî bi xêra Îslamîyetê îşê xwe dimeşîne û milet dixapîne.

Lê li alî din rastiyek jî heye, ku hemû dîplomat, general û birêvebirên dewleta tirk ne tirk in, ya cihû ne, ya çerkez in, ya gurcî ne, ya boşnak in, ya kurd in, ya jî arnawit in, ya jî laz in.

Ji xwe li gor lêkolînên ilmî jî êdî derketiye ortê ku li Tirkiyê herî zêde ji sedî 10 tirk in, ji sedî 90-ê nifûsê ne ji gene tirkan e.

Loma jî bi îhtîmaleke mezin rast e ku Buyukanit û Başbûg cihû bin. Ji xwe yekî misilman naçe wek cihuyekî li ber Dîwarê Girî dua nake.

Lê ne ev herdu general tenê, hema ji roja dewleta wan avabûye û vir da hemû serfermandarên artêşê, hemû serokkomar, hemû wezîrê derve û serokwezîr jî ne tirk bûne. De îcar ewê Buyukanit û Başbûg tirk bin?

Û tiştê herî balkêş, yên ji Buyukanit û Başbûg ra dibêjin hûn ne tirk in, ew bi xwe jî ne tirk in, ew jî ya başnak, ya çerkez, ya jî ji miletekî din in. Wek bibêjin gurrîyo kumê min li serê te...

Hema her kes dizane ku ne Buyukanit û Başbûg tenê, hemû serfermandarên we yên heta nuha mahcir û durre ne...

Loma jî ya baş ew e ku zêde tev nedin, ne xwe hûnê li zirarê derkevin.

15 juni 2008

Kurdan derdên xwe ji hev ra gotin

Îro, ez û gelek kurdên bakur em mîvan û guhdarê wezîr û dostekî gelkî ezîz bûn.
Em li ba wezîrê werziş û lawan(wezîrê spor û xortan)Taha Berwarî bûn. Me bîstekê derd û kulên xwe ji hev ra gotin û li hev guhdarî kir.

Taha Berwarî, camêrekî pir qedirşînas û pir wefadar e. Wezîrîya wî tu carî ew qure, pozbilind û bêwefa nekir.

Wezîriyê, tu carî dost û hevalên wî yên rojên teng, yên meş, mitîng û xebata salan bi wî neda jibîrkirin.

Camêr, her cara ku tê welatê xwe yê duyem bi nefsbçûkiyeke mezin serdana dost û hevalên xwe yên kevn, yên ji herçarparçeyên Kurdistanê dike, wan dibîne, bi wan ra civînan çêdike û bi baldariyeke mezin li gilî û gazin, li pêşniyar û rexneyên wan guhdarî dike û hewil dide ku têgihîştin û ahengek di nabêna hemû kurdan da hebe.

Ji bo ku di nabêna kurdên Swêd û hukûmeta Kurdistana Federe da xeyd, sarî û dilmanên bêsebeb peyda nebin çi ji destê wî tê dike.

Taha Berwarî, bi dil û can hewil dide ku kurdên Swêd him xwe wek zarokên dêmariyê his nekin û him jî zor, zahmetî û gelşên kurdên başûr jî bizanibin û fêm bikin.

Ev hewildanên Taha Berwarî, hêjayî pesn û teqdîrê ye.

Em çend kurdên bakur li ser vexwendina birêz Taha Berwarî li Stocholmê li Scandic Hotella Jarva Krogê hatin ba hev.

Berê, wî derdê xwe û yê gelê xwe bi zimanekî pir vekirî, bêyî hîle û xurde, bêyî siyaset û dîplomasiyeke konewarî raxist ber çavên me.

Û dû ra jî ji me ra got, de kerem kin, îcar hûn rexne, pêşniyar û ya dilê xwe bêyî sansor bibêjin.

Me jî qet texsîr nekir, heta ji me hat me kul û kêmasiyên hukûmeta Kurdistanê anî zimên, çewtî, kêmasî û şaşiyên wan yeko yeko li pey hev rêz kirin.

Lê hemû pêşniyar û rexne jî dostane û ji bo xurtkirina hukûmeta Kurdistanê û yekîtiya netewî bûn.

Daxwaza her beşdarî ew bû ku li Ewrûpa û li Swêd îmaj û lobiya Kurdistana Federe baştir û xurttir bibe.

Bi hêviya ku danûstendinên wiha qut nebin û berdewam bikin, bibin xwedî xebateke organîzetir û netîceyên berbiçav bi xwe ra bînin.

Di civînê da bûyereke komîk jî bala min kişand. Berpirsiyar û serredaktorê malpereke bi nav û deng dema xwest çend rismên civînê bigre dîd ku bateriya kamereya wî qediyaye, loma jî nikanîbû tu risim bikişanda. Wek leşkerê bi çek û jarjûra vala here têkeve kozika şer.

Maça tirk û çekan nuha qediya. Tirkan di nava 5-6 deqîqeyên dawî da li ser hev 3 gol avêtin çekan û maç ji 0-2-ê kirin 3-2 û bi vê yekê jî mêrikan bi rastî jî mûcîzeyek xuluqandin. Di hefteyima pêşî da pir xerab lîstin lê di ya duyem da futbolek muhteşem nîşanî cîhanê dan.

Min ji dil û can dixwest ku ew ne 0-2 tenê lê 0-12 wenda bikin. Lê nekirin û mêrikan man çarîk fînalê.

Keriyên guran ewê nuha dîsa har bibin… Xwedê kurdan ji êrîşên gurên devbixwîn bisitirîne.

14 juni 2008

Nameya xortekî pir jîr

Sibe li Tirkiyê 1 milyon 644 hezar 73 keç û xort ewê têkevin îmtîhana zanîngehê. Îmtîhan saet di 09.30-î da dest pê dike û tam 3 saetan dajo. Di nava 3 saetan da qedera bi hezaran xortî diguhere, ya keda wan ya salan bi avêda dihere ya jî zannîngehekê qezinc dikin.

Û gelekê caran ew zanîngeh û ew beşê ku qezenc dikin jî ne bi dilê wan e lê ji mecbûrî dest pê dikin, ji ber ku pûanên wan tenê ew zanîngeh û ew beş girtiye.

Hefteyek berê, xwendevanekî kurd(Baran Bargiran) yekî gelkî biaqil, gelkî jîr yanî him çavên wî baş dibîne û him jî guhên wî baş dibihîze dertnameyeke pir xweş şandibû ji Dîwanxaneyê ra.

Ji ber ku ez jî endamekî vê platforma gelkî hêja me, wek hemû endamî, min jî ev name bi kêf û zewqeke mezin xwend.

Lê ji ber ku nameya Baran Bargiran(bi rastî jî barê yên wek wî pir giran e, ji ber ku li Kurdistanê yên wek pir hindik in)ji alî naveroka xwe va pir girîng û manîdar e loma jî ez dixwazim hûn xwendevanên vî quncikî jî jê feydeyê bigrin û wê bixwînin.

Kerem bikin û vê nameya Baran Bargiran, ya gelkî hêja bixwînin û bibînin ku Fetulah Gulanê Pantirkîst û Îslamîst xortên kurdan xistine çi halî.

”Silav xwişk û birayên delal.. Heftê tê roja yekşemê azmûna(îmtihana) OSSê heye. Milyon nivekî zêdetir xandevan ji ber ku dixwazin herin zanîngehekê dikevin vê azmûnê. Ji bo vê azmûna ku sê seatan diajo xandevan bi salan dixebitin, bi sedan kitêban diqedînin, bi hezaran pirsa çêdikin, bi milyaran pere xerc dikin, ji ber ku hê pir bixebitin dergîstên xwe diterikînin, mobil telefonên xwe çedikin hêlekê, ger û kêf û lotika ji xwe ra qedexe dikin, hezar derdî dikşînin, xwe weha teqle dikin, weha teqle dikin.
Ez jî ji wan xandevana me, ji ber ku ez jî zêdetir bixebitim, ji ber ku min jî dixwest ku zanîgheka xweş qezanç bikim ez çûm li yurdên Fetullah Gulen kurtlere gulen(yanî yê bi kurdan dikene) mam.

Kar û barê OSS-ê li alîyekî, li aliyê din ev fîzik min qet nikarîbû fêhm bikira. Tiştekî din yê pir balkêş hebû tew qafî min nediçû ser.

Hevalên me yên kurd kurdî nedipeyîvin ne bes e, dema olimpîyatên tirkî bi me sêrkirin didan ji kêfa difiriyan û bi deng ji wan ra çepik lêdixistin.

Min digot la ew çî ye, tirk çî te ye, tu çî yê tirka yî?

Digotin, ''Apocî çoq qonişma, tek turkîyeyî îzle û gor./Apocî, pir nepeyive, Tirkiyê temaşe bike.”

Min digot, qe mebin apocî, bi zimanê xwe biaxifin. Digotin:
”Sen de çok faşîştsin ha./Tu jî pir faşst î ha!''

Min digot la ne pîrikên we tirkînezan bûn, dê û bavên we bi ay û oyê tirkî hîn bûn. Digotin:

Anlîyoruz ama dilimiz dönmüyor, zati çoq turkçe karışmış./Em fêm dikin lê zimanê me nagere, ji xwe tirkî pir tevê bûye.''

Mezinên me hebûn, ger hûn li cem wan mane, hûn jî dizanin, me pê ra digot '”abê/keko!”

Min digot abê/keko kesî xerîb tune, hele çiçkî jî bi zimanê xwe xeber bide. Digot:

”Yok arkadaş, sevgînin dilinde(tirkî) konuşalım/Na hevalo, em zimanê evînê bipeyivin.”

Min digot, hûn çawa kurd in, digotin, ''Biz bölücü degiliz, bu ulke hepimizin/Em ne cudaxwaz in, ev welat yê me hemûyan e.''

Dema ko moralê min pir xirab dibû ji bo vî gelê me yê bi rûmet(!) ez kelgirî dibûm, min digot pergala OSS-ê belav be, ez dihatim netê û min dilê xwe bi DIWANXANÊ honik dikir, û Xwêdê ji wan razî be, wan ez pir kenandim, Xwedê jî wan bikenîne. Bi LOTIKXANÊ jî ji kena lal dibûm. Êvar dibû vedigerîyam warê ku ez lê dimam û me li Fetullah Gulen kurtlere gulen/Fetulah Gulanyê yê bi kurdan dike temaşa dikir, digirîya, xwe parçe dikir, hevalên min jî digrîyan, min digot de ka hûn çişkî xwe hisîyan, va zilama heta kengî dê bi me bikene?
Dîsa bi zimanê dijmînan digotin:

”Hepimiz qardeşîz dinde ırqçılık yok/Em hemû bira ne, di dîn da nîjadperestî tuneye.”

Li hember vî gelê me yê pir û pir bi rûmet min pir nikaribû ber xwe bida û ji azmûnê ra demeka kin ma ez ji wir veqetîyam û qafî min bigir pir rihet bû!

Lê ji bîr nekin bi sed hezaran kurd hê li cem wî fetoşî ne û ji kurdîyetî xwe sar dibin.

Şor ne ev e, çi bûye carê bûye, roj zû derbas bûn û va ye heftekê din ez dê têkevim OSS-ê. Ê ketine OSS-ê dizanin ko dema ji azmûnê ra hefteyek dimîne agir bi dereke xandevanan dikeve û nizam ji çima hênî tên îmanê.

Ên qelemên xwe dibin cem şeyxa û ser dixwînin, ên diçin zaret maretan radikevin, ên dest bi nimêje dikin, ên ava zemzemê vedixwin, yanî hezar reng û oynê nemayî…

Ez natirsim lê qirika min çişkî hişk bûye, de min got ez jî derdê xwe ji endamên diwanxanê ra bibêjim. Birano, xwişkno, ez jî mihtacê diayê we me… Eger bi tirkî ye naxwazim!..

Her dem şad û bextewar bin. Bimînin di xêr û xweşîyan da…”

Nuha we dît ku Fetulah Gulan bi navê Îslamiyetê xortên kurdan çawa ji ziman û kurdayetiya wan dûr dixe û dike tirk.

Karê do çep û komînîstan dikir, îro Îslamîst didin domandin.

Meriv nizane qala çi bike?

Tiştên meriv dixwaze qalê bike hewqas pir in ku meriv nizane ji kîjanê dest pê bike.

Siyaset, teşxeleya leşker û îslamîstan û rewşa tirk û kurdan ne bes bû, nuha jî maçên Şampiyoniya Ewrûpayê xwe di berra kirin.

Ez rebenê Xwedê nizanim qala kîjanê bikim û qala kîjanê nekim?

Carê temaşekirina maçan dibe kurm û dikeve laşê meriv, meriv diki nake destê meriv ji temaçeya wan nebe.

Dema meriv hema di ser ra û ber ra be jî temaşe neke, meriv di jiyan xwe da kêmasî û valayiyekê his dike.

Loma jî ji bo ku ez vê valayiyê his nekim, min îşev jî li maça Îspamya û Swêd temaşe kir.

Wek min texmîn dikir, swêdiyên me dîsa wek gelek caran xwe dil nedanê û ji bo bi serketinê bi dil û can nelîstin. Ji vê bêtir, ketin parastinê û xwestin maçê ya 0-0 ya jî 1-1 biqedînin.

Axir dîsa xêra Zilatan golek avêtin û heta deqîqeya 92-an jî maç 1-1 bû. Lê di deqîqeya 92-an ya dirêkirnê da teslîm bûn û golekî din xwarin. Û bi vê yekê jî bûn sebebê liberketin û xemgîniya xanim û zarokên min.

Lê meriv dikane bibêje ku serkeftin heqê îspaniyan bû, ji ber ku mêrikan di beşê dawî da yek qale lîstin.

Û ji ber tunebûna Zilatan, swêdiyan ne xwe baş parastin û nej î baş lîstin, loma jî maç wenda kirin.

Dibê ne şîş bişewite û ne jî kebab, dibê ez bi çend gotinan be jî qala siyasetê jî bikim.

Li gor çapemeniya kurd û tirk, do bi şev grûbek çekdarên PKK-ê li qeza Geverê avêtine ser xanîyên pûlisan û di encamê da jina polîsekî jî tê de, 5 kes birînda bûne.

Piştî êrîşê hêzên ewlekariyê li navçeyê dest bi operasyoneke pir mezin kirine û gelek kes jî girtine bin çavan.

Wek tê zanîn li Geverê di 10-ê mehê da Kurdî-Derê ji bo zimanê kurdî meşeke pir mezin kiribû. Û ev cara pêşî bû ku DTP-ê û kurdan meşeke bi vî rengî dikirin.

Ez di nivîsa xwe ya 8-ê mehê da li ser girîngiya vê meşeyê rawestiyabûm û min gotibû ku ev meşeke dîrokî ye û dibê kurd vê xetê xurt bikin.

Lê tiştê xerîm, ev êrîşa ser lojmanên pûlisan 2 rojan piştî vê meşê pêk hat û bû sebebê operasyoneke mezin û girtina gelek kesan.

Gelo çima Gever û ne bajarekî din?

Gever yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku tevgera netewî lê gelkî xurt û bi hêz e, gel bi xurtî li dijî dewleta tirk e. Û dewlet jî vê yekê dibîne û ji vê şêla gel ya kurdperwer pir ne rehet e. Loma jî dewlet li bahaneyeke biçûk digere ji bo ku li Geverê milet serkut û terorîze bikin.

Vê êrîşê tu qezenc bi xwe ra neanî lê fersend da dewleta tirk ku li Geverê terora xwe berfirehtir bike.

12 juni 2008

Li Tirkiyê heznekirina ji Ataturk sûc e

Li Tirkiyê, tu kes nikane eşkere bibêje "ez ji Ataturk hez nakim", dema wiha bibêje malik lê dişewite û ciyê wî zîndan e.

Fatîh Altaylî, do di kanala 1-ê da di programa xwe ya Teke Tek(yek yek)da bi çend keçên unîversîteyî ra peyivî û dîtinên wan yên derbarê Ataturk da pirsî. Di nabêna Altaylî û du keçên bi şarpe(sergirtî)da ev diyaloga jêrîn derbas bû:

-Kevser, tu dibêjî rejîma Îranê ji bo Îslamê nikane bibe nimûne, lê di malpera te ya facebookê da rismê Xumeynî heye.

-Belê heye. Ez ji Xumeynî gelkî hez dikim.

-Baş e tu ji Xumeynî gelkî hez dikî. Tu ji Ataturk jî hez dikî?

-Wek leşker pir serketîbûye…

-Nûray jî ji Xumeynî hez dike…

Altaylî îcar eynî pirsê ji Nûray Bezîrganê dike û di nabêna wî û Nûray Bezîrganê da jî e ev diyalog derbas dibe:

-Tu ji Ataturk jî hez dikî?

-Gelo ez çi difikirim bibêjim ewê bibe sûc, ewê tiştek neyê serê min? Na, ez qet ji Ataturk hez nakim.

-Çima?

-Ji ber ku ev 85 sal in tiştê em dikşînin misebîbê wî ew e loma.

-Baş e lê ew merivê ku tu jê hez nakî Tirkiye ji îşxala îngilîzan, fransizan,
yûnanan xelas kir.

-Şerê Rizgariyê ne Ataturk, misilmanên bawermend da destpêkirin. Li Meraşê dest avêtin kitana jinekê û li ser vê şer dest pê kir. Tu têkiliya wê bi Ataturk tuneye.

-Heger ne Ataturk bûya belkî jî nuha li vir îngilîz, faransiz hebûna.

-Înglîz hebûna mafên min ewê zêdetir bûya. Ji xwe mesele ev e. Dema însan li ser navê Ataturkçîtiyê zulmê li min bikin hûn nikanin hezkirina Ataturk ji min bipên.

Li ser vê bersîva Nûray Bezîrganê, piştî programê dozgerekî ataturkçî tavilê dest bi lêpirsînê kir.

Li gor çapemenî dinivîse, dozger, ji pûlis ra nivîsek şandiye û xwestiye ku ew edresên Kevser Çakir û Nûray Bezîrgan tesbît bikin.

Piştî tespîtkirina edresan ew ê îfadeyên herdu keçan bigrin.

Wek tê zanîn li Tirkiyê li gor qanûnê meriv nikane bi rengekî vekirî û di çapemeniyê da rexne li Ataturk û xatiraya wî rexne bigre, nikane wî biçûk bixîne ya jî heqaretê lê bike.

Û heger meriv vê ”heqaretê” bi riya çapemeniyê bike wê demê dikanin malikê li meriv bişewitînin. Dikanin heta 4.5-an meriv têxin qulikê û di wir da baş terbiye bikin.

Li gor ”Qanûna Parastina Ataturk”, heta ji meriv bê, meriv dikane pesnê Ataturk bide û wî bi asînan xwe, lê meriv nikane bi çavekî rexnegir tiştekî bibêje.

Û bê fedî û ar jî ji xwe ra dibêjin em welatekî ”demokratîk” in.

Li welatekî ku însan, alim, zana, dîroknas nikanibin li ser miriyekî û kirinên wî bi rengekî azad raya xwe bibibêjin, maj i viya xerabtir çi heye?

Ji çend tabûyên Tirkiyê yek jî ev e, leşker û çeteyên hevalbendên wan bi xêra ataturkçîtiyê hukum ji dest xwe bernadin.

Lê ya xerab yên ne ataturkçî, hêzên îslamî jî heta nuha tu carî bi mêranî berê xwe nedane vê rejîma ceberût, ji dê lî wê va dixwazin bi pişo pişo û bi kuştin û terorîzekirina kurdan xwe têxin çavên leşkeran û bi vê riyê li ser hukum bimînin.

Vê taktîka hêzên îslamî heta nuha gelek caran pere kir lê êdî pere nake. Leşker êdî qîma xwe bi serê kurdan tenê naynin, ew serê pêxwasê Kasimpaşayê, pêlewanê derewcîn Tayyip Erdogan jî dixwazin.

11 juni 2008

Netîceyek ne li gor dilê min

Tirkan di deqîqeya sêyem ya dirêjkirina maçê da golek avêtin û maç 2-1 qezenc kirin. Piştî vê serketina wan ya lotowarî qet ji dilê min nayê tiştekî binivîsim.

Hinek dikanin bipirsin, bibêjin ji bo çi ez serkeftina tirkan naxwazim, dixwazim tim ew wenda bikin?

Ji ber ku ew zilmê li me dikin.

Ji ber ku ew ji me hez nakin û tu carî serkeftina me kurdan naxwazin.

Kesê zilmê li meriv bike, mafê meriv nede û ji meriv nefret bike, meriv jê hez nake.

Dema meriv jê hez bike û xêra wî bixwaze meriv pir bêxîret e.

Şansê mêrikan hebû, kabê wan ji xwe ber mîr hat.

Lê dibê meriv qebûl bike ku baş jî li ber xwe dan û di deqîqeyên dawî da jî ji swîsriyan baştir lîstin û loma jî serketin bû para wan.

Lê di deqîqeya dawî ya dirêjkirinê da golavêtina wan wek lotoyê bû.

Ji dêlî ku Swîsreyê 2-1 qezenc bikira tirknan qezenc kir.

Navê qehremanê tirkan yê gola 2-yem Arda Turan e.

Piranî kurd navê zarokên xwe dikin Arda. Navê lawikê min jî Serhat Arda ye.

Loma jî pir mimkûn e ku ew kurd be.

Lê heta nuha min di tu malpereke kurdî da li ser eslê wî tu tişt nexwendiye.

Tirk him serkeftinê û him jî wendakirnê pir mezin dikin.

Dema li hember welatekî, taximekî Ewrûpî maçekê qezenc dikin, ji kêfxweşiyê wêdetir şeple dibin, dîn û har dibin.

Ez bawer dikim piştî vê serkeftinê jî li Tirkiyê ewê dîsa gelek bûyereên ne xweş werin meydanê, dîsa gelek kesên birîndar bibin ya jî werin kuştin.

Nîjadperestiya wan ya li hember kurdan nuha ewê dîsa bilind bibe û bi hezaran nîjadperest û faşîstên tirk ewê werin galayanê, herdera tirkiyê ewê dîsa wek gola xwînê sor bibe û heta maça Çekyeyê ewê xwe tatmîn bikin.

Rojnameyên wan manşet avêtine, gotine:

-Me Swîsre kir doner(kebab) û xwar.

Ê ji xwe ji we ew tê, kultura we bi donerê sînorkirî ye.

Bala xwe bidinê, nikanin serkeftina xwe bi gotineke xweştir bînin zimên, gotine "me Swîsre kir doner û xwar!"

Di demên wiha da kurdên reben jî ji mecbûrî ewê li têla wan xin.

Ev ne dilxwazî û piştgiriyeke ji dil e, ji ber teror û zixta civakî ye. Kurd nikanin ya dilê xwe bidin der.

Çekan her çiqas li hember Portekîzê wenda kir jî lê çek ji swîsriyan xurttir xuya ne.

Bi îhtîmaleke mezin çekên balaona tirkan biteqîne.

10 juni 2008

Futbol û meşhûriya min

Em îşev jî li maça Swêd û Yûnaniyan temaşe dikin. Nuha deqîqeya 37-an e. Hîn çavê me bi tu gol î nebûye. Ez ji yûnaniyan ditirsiyam lê wer xuyaye bi qasî dibêjin ne tahlûke ne.

Bêguman em dilxwazên swêdiyan e. Herdu zarok li vir hatine dinê, helbet ewê bixwazin ku welatê wan qezenc bike, tiştekî ji viya normaltir tuneye.

Lê yê min jî siyasî ye, hema tirk ne tê da, ez dixwzim yûnanî li hember her kesî wenda bikin. Çimkî wan bi teslîmkirina Ocalan bi kurdan ra bêbextî û ne camêrî kirin. Erê ez ji Ocalan hez nakim û gelkî jî li dijî wî me, ev tiştekî din e.

Ez naxwazim tirk neheqiyê li kûçikekî me jî bikin.

Bi fisgenîkî teslîmkirina Ocalan bêbextiyeke mezin bû. Dewleta ji xwe fedî bike û hurmetê nîşanî qanûnên xwe bide wer nake. Dikanîbûn eşkere bigirtina û li gor qanûnên xwe teslîm bikirana, ya jî ji welatê xwe derxistana. Lê tiştê wan kir bêexlaqî bû.

Axir ez dixwazim ew wenda bikin. Û Swêd jî ji xwe welatê min yê duduyan e. Ne rast e ku li hember yûnanan ez xêra wan nexwazim.

Waye hefteyimek qediya û maç hîn 0-0 e, nuha tiştekî zêde ez bibêjim tuneye.

Berî wê, min li maça Rûsyayê û Îspanyayê jî temaşe kir. Her çiqas di maçê da 5 gol hebûn jî lê min tu kêfeke zêde jê negirt. Maçeke mirî bû, heyecan, teşxele û tep û rep tê tune bû. Herdu alî jî wek miriyan bûn. Yanî ne ji alî tempoyê û ne jî ji alî xweşlîstinê min tu heyecan û tam jê negirt.

Heyran wa ye qîrînî bi salonê ket, swêdiyan û him jî Zlatan golekî muhteşem avêt. Dibê ez herim ber telewîzyonê.

Maç qediya, swêdiyan golekî din jî avêtin, maç 2-0 qediya.

Netîce li gor dilê min e. Şampiyonên 2004-an di maça vekirinê da 2-0 wenda dikin.

Di deqîqeyên dawî da yûnanî ji bin da ji hêz da ketibûn, bêyî yek carê, tu tehlûka nexuluqandin.

Diyar e di vê grûbê da ewê Îspanya û Swêd derkevin.

Bi xêr înşelah emê rojekê di telewîzyonê da maça taximê Kurdistanê jî wiha temaşe bikin. Ez dibêjim ew roj jî bi xêr berî mirinê ewê bibe nesîbê me.

Ez dixwazim nuha jî qala tiştekî din bikim

Heta nuha haya min ji meşhûriya min tunebû, lê min îro fêm kir ku hêdî hêdî ez jî meşhûr dibim.

Îro, di asansora ciyê karê min da ez rastî xanimekê û xortekî çeleng hatim. Dema ez ketim esansorê ew herdu berê tê da bûn, xort çer çav li min ket, ji xanima xwe ra bi bişirîn û kêfxweşiyeke mezin got:

-Ev kurd e, navê wî Zinarê Xamo ye, nivîskarekî kurdan yê meûşhûr e…

Bêguman pişika min nepixî û min fêm kir ku êdî ez jî ne merivekî ”laletayin” im, pir hindik êdî ez jî ketima rêza ”meşhûran.”

Li ser vê, me silav da hev û em bi hev ra ji asansorê daketin. Me liser nigan, bîstekê sohbet kir. Xort got, ew her roj nivîsên min dixwîne û gelkî jî kêfa wî jê rat ê.

Xwezî ez her roj rastî yekî wiha bihatama, pesnên wiha "xweş û rast" min li meselê gurtir dike, şevan 4 seetan jî rakevim ne xema min e.

Xort, ji kurdên herêma Konyayê ye û min jî carê ew di programeke telewîzyonê da dîtibû. Mixabin min ji bîr kir ku navê wî fêr bibib. Heger ez ne şaş bim şairiya wî jî heye û kurdiyeke gelkî xweş dipeyive.

Yanî êdî ne çend hevalên min nas dikin, heta bigihîje kurdên deşta Konyayê jî ji malpera min haydar in û nivîsên min dixwînin. Helbet ev yek jî pêşketineke baş e, nav û dengê hêdî hêdî sînorên Stockholmê, yên dost û hevalan derbas dike û bere ez jî gelek malper û nivîskarên ”binavûdeng” meşhûr dibim.

Loma jî dibê ez meseleyê sist negrim û xwe bêhêvî nekim, êdî xwendevanên min jî zêde dibin.

Bela sebeb negotina, xwediyê sebrê mîrê Misrê.

09 juni 2008

Ez mame di orta xelîl û celîl da

Ez di orta xelîl û celîl da mame; destmê min ne ji temaşekirina maçên futbolê yê Euro 2008-an dibe û ne jî ji nivîsandinê.

Nigekî min li alî salonê ye û nigekî min jî li ber kompîtorê ye, ez geh bazdidim vir, geh bazdidim wir.

Lê jinik ji min nexweştir e, her cara ku lîstikvanek baş nelîze, nikanibe baş li topê xe, ya jî çalimeke pir xweş bavîje, ya jî pozîsyoneke pir tehlûke çêbibe ya jî gol were avêtin hema ewê qîrînî vêkeve, bi qîrîna wê ra ji mecbûrî ez ji ber datayê hol dibim û bazdidim ber telewîzyonê.

Xelk û alem dilxwaz, alîgir û sporciyê welatekî ye, lê ya min hertim dilxwaz û sporciya herdu taximan e jî.

Ji herdu taximan ra jî him li çepikan dixwe û him jî xeberan dide.

Kîjan lîstikvan xerab bilîze, wek sporciyeka fanatîk tavilê ji ciyê xwe hol dibe û gotinên nemayî jê ra dike, dibêje:

-Weyliya kor bûyî!
-Mahrûmo, mahrûmo, ma tu kor î, ma ne li ber te bû!
-Weyliya bi qurbana kûçikan geriyayî, le nikane nigê xwe lêxe…
-Wî wî, wî wî tu dibê qey hirî li nigan geriyaye, hema difistiqe…
-Welleh te tu jahr bela nekir û te xwe nekir qurbana kesî…
Tirr tirr tirr, hema te jî avêt û min jî dît…
-Na na, bi serê min û te van sûtalana nikanin xwe bi qurba kesî kin.
-Wîîî, qey Xwedê jê stendiye, te dît, tu dibêjî qey korê heram kût bûye, le nikane nigê xwe lêxe…
Û gelek nav û nîçokên din…
De îcar ez rebenê Xwedê, li hember vê pile pilê û van xeberan, ezê çawa kanibim li ber kompîtorê xwe konsantre bikim û du gotinên maqûl û biaqil bînim ba hev?
Heta min li maça Fransa û Romanyayê temaşe kir hal di min nema, ji çûyin û hatina ber telewîzyon û kompîtorê bîn li min çikiya.

Way e pênc deqeqî maye maça Îtalya û Holandayê dest pê bike, dibê ez zû xwe bigihînim ber telewîzyonê.

Komnetarên pêşî jî xweş in.

Wa ye bi telefonê bi qîza xwe ra dipeyive, reqlema topê ji wê ra jî dike, dibêje:

”Qîza min axirê tirk bûn sifir!”

Tiştekî pir xerîb e, ez nizanim topê bilîzim lê ji temaşekirna wê gelkî hez dikim, nizanim nigê xwe jî li erdê xim û govendê bigrim lê ji temaşekirina wê jî hez dikim.

Nizanim bistirîêm, lê ji guhdarîkirina dengbêjan gelkî hez dikim.

Neyse, wa ye maç germ bû, ji salonê jî deng tê, divê ez baz dim ber telewîzyonê.

Bi qirîna wê(xanimê) ra min baz da ber telewîzyonê, Holanda goleke muhteşem avêt!

Divê ez li vir biqedînim.

Maç germ bû.

Heyfa Îtaliyan!

Ez dixwazim ew qezenc bikin.

Weleh Holandiyan golekî din jî avêtin...

Êdî tebatî nayê min …

Bi xatirê we...

08 juni 2008

Kurd dikin cara pêşî ji bo zimanê xwe bimeşin

Kurd dikin cara pêşî ji bo daxwazeke pir girîng û pir jî derengmayî ya nî ji bo perwerdeya bi zimanê xwe mitîngekê çêkin.

Ez vê mitîngê wek mizgîniyekê xêrê dibînim.

Kurd, her roj û gelekê caran jî ji bo tiştên vala, tiştên pir tewşo-mewşo mitîngên pir mezin û pir bi heybet çêdikin.

Lê bi qasî ku ez dizanim ev cara pêşîye ku ji bona tiştekî hewqasî heyatî û girîng, li dijî asîmîlasyon û helandina kurdan bi xwe dihesin û ji bo serbestî û perwerdeya bi zimanê xwe tevgereke pir di cî da û pir baş didin destpêkrin.

Ez Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî(TZPK-ê) ji nuha da pîroz dikim.

Tevgere Ziman û Perwerdeya Kurdî(TZPK), di 10-ê mehê da li Gewerê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî ewê mitîngekê li darxe. Berdevkê tevgera TZPK-ê Qahir Bateyî, ji ajansa ANF-ê ra gotiye, divê gelê me di 10-ê hezîranê da li Gewerê, li dijî asîmîlasyonê dengê xwe bilind bike û ” bibêje êdî bes e, em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin!”

Ev şîar divê 30 berê bihata bilindkirin, lê destpêkirina îro jî ne xerab e. Ya girîng divê berdewamî di xebatê da hebe.

Qahir Bateyî dibêje, tevgera me li hember asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê serhildaneke û em bi wî çavî lê dinêrin.

Hewcedariya kurdan bi serîhildaneke wiha heye.

TZPkurdî di sala 2006-an da hatiye avakirin û heta nuha gelek xabatên hêja kiriye. Lê ev cara pêşî ye ku tevgereke wiha hêja dide destpêkirin.

Berdevkê TZPk-ê Qahir Bateyî, bang li hemû gelê Gewerê kiriye û gotiye:

”Di 10-ê hezîranê da em herkesî li Gewerê li seha futbolê dipên. Em vê tevgera xwe ji alî gelê kurd û zimanê kurdî va wek mitîngeke dîrokî dibînin. Banga me ji gelê Gewerê, Culemêrg, Çukurca û Şemzînanê ew e ku divê ji heft salî bigre heta bi heftê salî herkes bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî vê mitîngê bibin, rojekê hemû kar û barên xwe berdin û bi şiûreke netewî li mitîngê xwedî derkevin.”

Bateyî piştî vê banga xwe gotiye, mitînga Gewerê destpêkeke, ji nuha û pê va jî ewê bibêjin ”êdî bes e, em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin.”

Dîsa li gor agahiyên Qahir Bateyî, payizê jî li Diyarbekrê ew haziriya mitîngeke pir mezin dikin.

Ji avabûna Komara Tirk û vir da kurd di bin asîmîlasyoneke mezin da dijîn, her roj bi hezaran kurd ji ziman û kultura xwe dûr dikevin û dibin malê ziman, kultur û edebiyata tirkî.

Li gor şertên cîhanê yê îro tirk êdî nikanin wek ku Seddam li Helebçeyê kir, hemû kurdan bi carê da qir bikin ya jî bi darê zorê ji welatê wan derxin. Her çiqas tirkan gelek caran plan û amadeyiyên bi vî rengî kiribin jî lê biser neketine. Lê hemû hêviyan dewleta tirk îro ew e ku kurdan bi riya asîmîlasyonê bihelînin.

Li gora lêkolîn û raporeke Konseya Ewlekariya Millî ya Tirkiyeyê (MGK) ku çend roj berê di çapemeniyê da hat eşkerekirn, li Tirkiyê nufûsa kurdan nêzî 13 mîlyonî ye. Lê 3 milyon jî hatine asîmîlekirin û êdî li ber tirkbûnê ne.

Yanî hêviya tirkan tenê asîmîlekirina kurdan tenê meye, dixwazin bi vê riyê kurdan ji ziman, kultur û çanda wan dûr xin û bikin tirk.

Loma jî hebûna tevgereke wiha gelkî pêwîs e û divê were xurtkirn.

07 juni 2008

Hesabê kurdan şaş derket

Kurdan, di mesela bicîanîna madeya 140-î da bi qebûlkirin nabêncîtiya Neteweyên Yekbûyî şaşîtiyeke pir mezin kirin û nuha jî zirara vê şaşîtiya xwe dibînin.

Şaşiya hesabê kurdan bi rapor û pêşniyarên Staffan de Mistura derket ortê. Tiştê xuya ye pêşniyarên Staffan de Mistura, ji kurdan bêtir li gor dilê tirkan û ereban e. vê yekê meriv ji reaksiyona Dr. Mehmûd Osman fêm dike.

Siyasetmedar û endamê grûba Hevpeymanîya Kurdistanî Dr. Mehmûd Osman, do bi dijwarî li dijî pêşniyarên Staffan de Mistura derket û got, pêşniyarên Staffan gelkî xerab in û ne mimkûn e kurd wê qebûl bikin.

Piştî ku Staffan de Mistûra pêşniyarên xwe teslîmî serokkomarê Îraqê Celal Talabanî kir, reaksiyona pêşîn Mehmûd Osman nîşan da. Mehmeûd Osman, ji ajansa PNA ra got:

”Pêşniyarên Staffan de Mistura xerab in û wan ev yek ji Neteweyên Yekbûyî hêvî nedikir. Çimkî bi vê pêşniyarê Staffan, gelek herêmên Kurdistanê jê vediqetîne û dide Îraqê. Û ev yek jî nîşan dide ku Staffan de Mistura ketiye bin bandora Tirkiyê û welatên ereb û heta ya Emerîkayê bi xwe jî.”

Mehmûd Osman got, dibê meseleya madeya 140-ê nekeve destê Neteweyên
Yekbûyî, ji ber ku ew hesabê berjewendiyên dewletên cîran jî dike. Dr. Mehmûd Osman, salên ku Staffan de Mistura ji pêşniyarên xwe ra kirye bingeh şaş dibîne û dibêje:

”Staffan de Mistura sala 1932-ê kiriye bingehê dabeşkirina pêşniyarên xwe. Û sala 1932-an ew sal e ku Îraq tê da bû endama Neteweyên Yekbûyî. Xuya ye ku ev jî şaş e û bi vê serdemê re nagunce, çimkî wê wextê ne herêma Kurdistanê hebû û ne jî federalîzm.”

Wek tê zanîn Dr. Mehmeûd Osman, yek j iwan kesan bû ku ji destpêkê ve li dijî têkilbûna Neteweyên Yekbûyî bû û ew vê şêla xwe ya destpêkê bi bîr dixe û dibêje:

”Ez bi xwe ji destpêkê ve ne bi wê yekê ra bûm ku ev pirs bikeve destê Neteweyên Yekbûyî. Ji ber ku digel hemû zordarî û sitema ku li miletê kurd hatiye kirin rojekê ji rojan jî Neteweyên Yekbûyî helwestek li dijî vê zilmê nîşan nedaye.”

Dr. Mehmûd Osmanî dibêje:

” Digel ku ev rapor pêşniyarek e û ne şert e ku hemî pêşniyar bête qebûlkirin, lê belê ev rapora ji destpêkê diyar dike ku helwesta Neteweyên Yekbûyî çi ye û ewê çi encam jê derkeve."

Mehmûd Osman dibêje, divê parlamentoya Kurdistanê li ser vê meseleyê zû bicive û biryarekê bide.

Li alî din endamê Eniya Tewafuqê Ebdulkerîm Samera jî li ser pêşniyarên Staffan de Mistura ji çapemeniyê ra got:

“Divê dosyeya Kerkûkê di navbera îraqiyan da bê çareserkirin û hêj dema wê yekê nahatiye ku NY pêşniyazên bi vî awayî pêşkêş bike.”

Lîsteya Hevpêmaniyê Kurdistanê jî ewê sibe civîneke taybet ji bo vê meselê saz bike û li ser pêşniyarên Staffan de Mistura rawestin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê doktor Fûad Hisên jî bi beyanekê got ku serokatiya herêmê û hikûmeta Kurdistanê jî pêşniyarên Staffan de Mistura nîqaş dikin û helwesta xwe ya li hember rapora Mistura paşê ewê aşkere bikin.

Hevdem cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî jî got:

”Çend rojên din serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê ewê raya xwe ya li ser vê raporê eşkere bike. Niha em li Bexdayê ne û gotûbêjên me yên li ser raporê û hûrgiliyên wê dom dikin. Kîngê gotûbêjên me qediyan emê helwesa xwe diyar bikin.”

Li gor pêşniyarên Staffan de Mistûra, nehiya Qeracê ya girêdayî Mexnûrê ewê biçe ser wîlayeta Mûsilê.

Li ser vê pêşniyarê, qeymaqamê Mexmûrê Berzan Seyid Kake jî reaksiyonek ser nîşan da û wiha got:

” Ev pêşniyar ji rastiyê gelkî dûr e û bûye sedema nerihetiya xelkê navçeyê û bi taybetî jî yên gundên erebnişîn. Li nahiyeya Qeracê 76 gund hene, 40 ji wan kurdnişîn in, 34 erebnişîn in û 2 gund jî kurd û ereb têkel in. Hertim bi nasname rêjeya kurdan ji ereban gelek zêdetir bûye lê ji ber ku pêştir gundên kurdnişîn hatine veguhestin heta niha kurd venegeriyane û li benda qerebûkirinê ne.”

Li ser îdîeya pêşniyarê ku nişteciyên Qeracê naxwzin vegerin ser herêma Kurdistanê, Kake dibêje:

”Cihê matmayînê ye ku Staffan de Mistura dibêje navçe erebnişîn e û ereb naxwazin vegerin ser herêma Kurdistanê. Di maweya 5 salên borî da çendîn car erebên Qeracê rêpîvan kirine da ku vegerin ser Kurdistanê. Erebên navçeyê li dijî vê pêşniyarê derdikevin û ewê li dijî wê rêpîvanê bikin.Qerac deşteke çandiniyê ye û axa Kurdistanê ye, em bosteke axa Qeracê jî nadin. Bi tu awayî pêşniyara Staffan de Mistura qebûl nakin.”

Hinekî dirêj be jî min xwest ku xwendevan reaksiyona kurdan ya li hember pêşniyarên Staffan de Mistûra bibînin. Reaksiyona kurdan ne xerab e lê hindik e, dibê pir berfirehtir dibe. Û bi taybetî jî dibê serokê Kurdistanê û parlamentoya Kurdistanê bi tundî li dijî vê pêşniyara Neteweyên Yekbûyî derkevin û nîşan bidin ku qebûlkirina vê pêşniyarê ji bin da ne mimkûn e.

Tîr carê ji kevên derketiye, yanî Neteweyên Yekbûyî carê xwe tevî meselê kirye, êdî veger tuneye. Divê kurdan di serî da ev yek texmîn bikirana û ev tevêbûn qebûl nekirana.

Çimkî bi tecrûbeyên rapor û pêşniyarên berê jî sabit e ku di rewşên wiha da tesîra dewletan tim ji ya kurdan zêdetir bûye. Yanî Neteweyên Yekbûyî ji kurdan bêtir tim hesasiyet û daxwazên tirkan û ereban girtine dîqetê, çimkî ew ji kurdan bi hêztir in, dikanin bi gelek riyan bêtir tesîrê li raportoran bikin.

Lê ya girîng êdî ne ew e ku divê kurdan çi bikira?

Ya girîng nuha ew e ku divê kurd çi bikin?

Berî her kesî divê parlamento bi yek dengî vê pêşniyarê red bike û dû ra jî hemû rêxistinên svîl, sendîka û partiyên siyasî jî li dij derkevin û vê yekê bi çalakiyên demokraîk nîşan bidin.

Bêdengî û sistî li zirara kurda ye, divê bi rengekî vikirî û cidî pêşniyara Staffan de Mistura red bikin û bavîjin ser sergoyê têkoşîna serxwebûna Kurdistanê.

06 juni 2008

Sohbetek bi çend xwendevanan ra

Ji xwe kêm kes riya xwe bi feqîrxaneya min dixe û nivîsên min dixwîne. Lê yên bêhemdî ya jî bi şaşî riya xwe pêdixin û çend gotinên dostane û xêrzwaziyê dibêjin jî van tiştan li wir nanivîsinin, bi piranî ji e-maila min ra dişînin.

Ew jî dibe tiştekî di nabêna min û wan da, kesê din pê nahese. Helbet ev yek jî li zirara min e, reqlama min kêm dibe.

Milet dibêje qey tu carî tu kes, tu tiştî û tu komentarê li ser nivîsên min nabêje û nake.

Bêguman ev texmîn şaş e. Hin rexne, pêşniyar û şiroveyên wiha dibin ku li ber dilê min pir giranbuha û hêja ne.

Mesela du roj berê xwendevanekî min yê wefadar ji min ra nameyek şandiye û gotiye, ez ketime bextê û Xwedê, tu yê herî Laleş Qaso aş bikî, bira dev ji nivîsandinê bernede. Camêr hêviyeke mezin ji min kiriye wiha gotiye:

“Keko merhaba ji te ra,
Bela, teşqelên mazin ku tên serê yekî, meriv diçe cem mazinê xwe da safî bike. Heyranê çavan, ev Laleşê Qaso ingirîye û dibê ''ez nema çar-pênç mehan dinivîsim''. Rabûye xwe dide alîkî. Îcar em hêvî recayê ji te dikin ku tu yê wî haş bikî û wî vegerênî.Yê mîna wî jî dev ji me berdin ez dibê... Rahmetiya Diya wî sax bûya ewê bigota, ez şîrê xwe li te helal nakim.Win çi dikin bikin wî qanî bikin û bînin meydana şer...
Silav û hurmet.
Metînê Hesenê Silê”

Dema yek xwe bavîje dexlê meriv û daxwaza nabêncîtiyê ji meriv bike nabe ku meriv destvala vegerîne. Haya min ji xeyda Laleş tunebû, li ser vê nameyê min nivîsa wî ya di malpera Rizgarî da xwend û îro jî telefonî wî kir. Min mesele ji serî heta dawî jê ra got, min got hutul batil dibê tu binivîsîne û wiha ji nişka ve ji meydana şer nerevî.

Camêr wek di nivîsa xwe da gotibû dîsa got, . “Êdî gotin nema fêde dike. Dibê meriv hinekan bikuje. Lê ji kuştinê ra jî qewet lazim e û ew qewet jî li ba min tuneye. Dibê rêxistineke me ya wek ÎRA-yê hebûya ku me bikanîbûya devê yên me û tirkan hemiyan biçiranda. Û avakirina rêxistineke wiha jî ji min nayê.”

Ez serê we neêşînim, camêr bi kurtî ev tiştên jorîn gotin. Mêrik vekirî dibêje “êdî gotin pere nake, dibê meriv devê tivinga mor” bixebitîne!

Min çuqasî li ber da û xwest hinekî nerm bikim jî nebû, got Nûh û negot Pêxember, ji eksa xwe daneket. Li ber min tenê riyeke mabû, dibê min jê ra bigota “danîna rêxistineke wek ÎRA-yê li min” û here hema tu xwe dikî qurbana kê bikî!

Lê ji ber ku ew zanîn, ew kapasîte, mêranî û cesaret bi min ra jî tuneye loma min jî nikanîbû sozeke wiha bidayê.

Yanî di nabêncîtiya xwe da min tiştek bi ser avê nexist. Diyar e camêr pir azirîye, ji bo aşbûnê liberger tenê têr nake, dem jî lazim e.

Bersîva xanimeke giranbuha!

Xanimekê jî rexneyek nazik û kibar li nivîsa min, ”Berê hertişt hêsantir û xweştir bû” girtiye û gotiye li gor berê, ”jiyan nuha bi tatir e” û dîtinên xwe wiha aniye zimên:

”Birez Zinare Xemo!Jiber ku internetê dinya piçûk kiriye. Alternatîv gelek in; nimûne: Di înternetê de bi sedan rojname bi gelek zimanan hene. Jin li vî welatî wek mêran di hemû dezgeh û karan de ne.Dinya hatiye guhertin. Jibo min wek jinekê ez gelek pê kêfxweş im/ bi jiyana niha.Silav û rêz
(jiyana niha bi tamtir e)”

Gotiye ”jiyan nuha bi tamtir e”!

Qey tu yê wiha bibêjî, dema tu wiha nebêjî tu dîn î. Ji bo hemû jinan jiyan bi rastî jî nuha gelkî xweştir û lezîztir e.

Ma tiştek ji azadiyê xweştir heye?

Gotinek heye, dibêjin dinya bi dor e, ne bi zor e!

Berê, heta sedsala 20-an dewran derana mêran bû, rebenên jinan bindest û perîşan bûn, heta salên 60-î gelek êş û azar dîtin, ji destê zilaman pir kişandin.

Ev rastiyeke.

Lê piştî salên 60-î êdî dewran guherî û dema bindestiya mêran dest pê kir. Ev jî rastiyeke.

Şiyarbûna jinên kurd bêguman serxwebûn û azadiya kurdan û Kurdistanê nêzîktir kiriye. Bêyî têkoşîna wan rizgarbûna kurdan ne mimkûn e, jinên kurd çuqasî beşdarî xebata siyasî û têkoşîna netewî bibin xelasiya kurdan hewqasî nêz û mimkûn e.

Ez vê rastiyê jî her tim dibêjim.

Tiştê ez dikim, tenê yekcarnan dema canê min pir diêşe, ez dibêjim “AY”!

Her cara ku ez rexneyeke jineke kurd dibînim gelkî kêfa min tê. Çimkî dibê li hember yên wek ”min”, yên ku keser û hesreta rojên berê dikşînin bêdeng nemînin.

Esas ya rast ez ji xwe bêtir dîtin û hesretên hin zilamên din tînim zimên. Dibê jinên me jî vê yekê fêm bikin.Yanî ez bi henek ya dilê hinekên din dibêjim.

Çimkî hinek reben hene ku ji bin da ji desthilanîn da ketine, li Ewrûpayê pîrekan tam ba li wan aniye û ji kola wan danayên xwar.

Dema zeîf zora xurttan(ji alî fizîkî ve)dibin û dikevin ser wan pir zalim dibin, naxwazin ji ser dilê wan rabin.

Ya jinan jî nuha hinekî wiha bûye, dewran, (bi taybetî jî li Ewrûpayê)dewrana wan e, dibê ew jî kêf û zewqekê ji serdestiya xwe bigrin.

Ev mafê wan e, lê dibê hinekî bi merhemet bin. Ez tenê vê ricayê j iwan dikim.
Ez nabêjim qet li mêran nexin, ez dibêjim dema we lêxist seqet nekin.

Lê ji ber kultura ”yê mêr nagrî”, feqîran newêrin dengê xwe jî bikin, fedî dikin bigrîn jî, bibêjin ”edî bes e!”

Xanima min ji ber ku dozmama min e, loma jî zêde zulmê li min nake, para merivantiyê tim tê dihêle.

Tiştê ez yekcaran dinivîsim, tenê gazî û hawara hinekên din e.

Texmîna min rast derket...

Texmîna min rast derket, Brahîmê Surûcî bi rastî jî hemşeriyê min derket. Di nivîsa xwe ya ”Kurd çima ji hev hez nakin?” da min qala nivîseke Brahîm Surûcî kiribû û gotibû ku Xwedê bike ew jî wek min ruhayî û îsotçî be.

Birêz Brahîm nameyeke gelkî giranbuha ji min ra şandiye û gotiye ”texmîna te rast e, ez ji Surûcê me.”

Ez bi vê agahiyê pir kêfxweş û dilşa bûm.

Li Wêranşarê çend malên surûciyan hebûn. Ez surûciyan hinekî nas dikim û ji wan û ji devoka wan gelkî hez dikim. Di sala 1976-an da ez carê çûm Surûcê jî, ew jî çîrokek din e. Rojekê wezna wê were ezê qala wê jî bikim.

Hemşeriyê min di nameya xwe da gotiye, ” Apo li xwe miqate be, (ji ber min xwend, tu çendakî berê rihetsiz bibû) tujî û şor û mor êdî ji te ra nabe, siheta te muhîm e.”

Li vir pêkenînek dimiliyan hat bîra min.

Dibêjin du paleyên dimiliyên çêrmûgî navroja xwe dixwarin.Yekî ji yê din pirsî, got:

”Ku rojekê perakî te yê pirr çê bibe, tu yê bixwazî çi bixwî?”
Hevalê wî got:

”Hema ezê têra dilê xwe nanê germ û zilika pîvazê bixum.”

Îcar wî ji hevalê xwe pirsî, got:

”Le ku tu dewlemend bibî tu yê çi bixwî ?

Hevalê wî keniya, got:

”Ma te ji min ra çi jahr hîşt ku ez bixum.!”

Hemşeriyê min ê tuxtor jî gotiye ”tûjiyê” nexwe!

Ma ez tûjiyê nexwum ezê çi jahrê bixwum?

Min wê rojê ji ser dikanê bi zorê nîv kîlo îsotên ruhayê bi destê xwe xist. Li mal min bala xwe dayê ku wexta wê hindik maye. Îcar ji bo ku wexta wê derbas nebe hema çi were ber min ez bi kulman diximê.

Qare qara xanimiyê ye, dibêje ez jahrê di îsotê kim, bira wext derbas bibe. Ma qey tu yê xwe bikujî?

Lê destê min jê nabe…