20 maj 2008

Tirkiye şerê li hember kurdan bi perê eroînê didomîne

Hefteya borî(15/5)di hin malperên tirkan yên wek Internet Haber, Iyibilgî û di hin malperên din da li ser Tirkiyê xebereke pir cidî derket.

Di xeberê da midûrê emniyeta Stenbolê yê kevn e û parlamenterê MHP-ê yê Stenbolê Hasan Ozdemir digot, ”Tirkiye merkeza eroînê, extacy û heba captaonê ye.”
Min him wê rojê û him jä dû ra çavên xwe li gelek malperên kurdî yên mezin gerand, mixabin yek malperê jî qala van gotinên Hasan Ozdemîr nekir. Gotinên Ozdemîr gelkî girîng in, çimkî ew ne merivekî ji rêzê, ne dijminê dewletê ye. Ew, merivekî neteweperest, midûrê emniyeta Stenbolê yê kevn û nuha jî parlamenterê MHP-ê ye. Loma jî divê kurd gotinên wî di ser guhê xwe ra navêjin û li dinyayê belav bikin.

Divê dinya ji devê midûrê emniyeta Stenbolê bibihîze ku ”Tirkiye merkeza eroînê, extacy û captagonê ye.”Ji gotinên Hasan Ozdemir xuya dibe ku, Tirkiye wek dewlet vî karî dike, çimkî bi vî pereyî şerê li hember kurdan fînanse dike. Divê kurd vê çavkaniya dewleta tirk bibînin û bi li her derê belav bikin.

Hasan Ozdemîr, ji endamên Komisyona Meclîsa Tirk ya Micadeleya bi Narkotîkayê ra dibêje:
-Eroîn ne li der, li ba me, li Tirkiyê çê dibe. Merkeza eroînê, extacy û captagonê Tirkiye ye. Û narkotîka ku li Tirkiyê çêdibe bi çewalan diçe welatên ereb û welatên din.
Ozdemir, ji endamên komisyonê ra dibêje, ”wek fabrîqeyeke dermîn ruxsat girtiye lê bi çewalan heban çêdikin. Hûn dixwazin em herin Stenbolê ez wê fabrîqeyê nîşanî we bidim.”
Min hin beş ji axaftina Ozdemîr kir kurdî. Ozdemîr ji endamên komisyona Meclîsa Tirkiyê ra wiha dibêje:

”Ez wek merivekî meselê dizane dibêjim. Ne hewceye ku em her hertiştê xwe bi çapemeniyê ra bipeyivin. Yanî li vir divê em wek malbatekê bipeyivin, pişt ra bira bi riya hevalekî derkeve, ku me ”ev kiriye, ew kiriye.” Yanî divê em berfireh li ser vê meselê rawestin.”
”Bi qasî ku ez dibînim, ez bi xemgînî dibêjim, di derbarê narkotîkayê da, him eroîn û him jî captagon û extacy nuha li welatê me tên hilberîn/çêkirin. Divê carê em viya bizanibin, ev gelkî girîng e. Ez viya wek keskî ku vî karî dizane dibêjim.”
"Ez Mudûrê Emniyeta Stenbolê bûm. Ez ji we ra tiştekî bibêjim. Li Mudûriyeta Emniyeta Stenbolê me îstîxbaratek girt. Me li Gebzeyê operasyonek kir. Fabrîqeyeke derman ya mezin, wek dêwekê ji serî heta dawî captagon çêdikir. A ji we ra zanîn. Ger hûn bixwazin dema em herin Stenbolê em dikanin li wê fabrîqeyê bigerin, hemû risim li ba me hene. Fabrîqeyeke pir mezin e. Ev fabrîqeya dêwîn, birêz serok, hevalên birêz ên parlamenter, captagonê çêdike û ev captagon jî piştî ku li ba me çêdibe hinek jê li vir dimîne û ji vir jî diçe welatên ereb û li wan welatan jî rehet bikar tînin.”
Serokê komisyonê-Ruxsatê/lîsansê jî digrin?

Hasan Ozdemir:
”Na efendim. Belkî mêrik tiştek girtiye…Na, xwedêgiravî kîmyayê çêdike. Dema kîmyayê çêdike, ji ber ku nizanin…

Mûsa Sivacioglu(endamê komiyonê, Kastamonu)-Yanî hilberîneke qaçax e, yanî bi qaçaxî çêdike.

Hasan Ozdemir:
”Ez benî, di derbarê hilberîna qaçax da, yanî di derbarê hebên qaçax da, mêrik ruxsat/lîsans girtiye, dereke bi rûxsat e. Lê bi temamî qulubandiye çêkirina captagonê. Yanî em bi çewalan qamyonan dadigrin lê naqede. Wiha ne tiştê li kuçe miçan e…”
”Em tim dibêjin Ewrûpa, Emerîka, lê ez bi xemgînî dibêjim ku eroîn jî li ba me çêdibe. Di zanîna vê yekê da feyde heye.”
Hasan Kara(Kilîs)-Belkî ne madeya xam e, tiştê wê ye…

Hasan Ozdemîr:
”Ez îzah dikim…Madeya xam, tu bixwzî heye, li her derê tê çêkirin. Nuha bi riya em sûc têxin hustuyê hinekên din em nikanin ji vê yekê xelas bibin. Wer xuyaye ku ji me, hinek kesên ku pereyên mezin qezenc dikin viya jî çêdikin. Hûn dizanin çi çêdikin? Helbet navê Wanê, Hekariyê derketiye. Hekarî, Wan herêmeke çiqas e ku?
Li Stenbolê çêdibe, li Sîlîvrîyê çêdibe. Eynî ez ji we ra dibêjim, li Tekîrdaxê çêdibe û mezin e, di çarçeveyeke dêwîn da çêdibe, dêwîn! Nuha ez vana, wek şexsekî ku 5 salan Mudûrtiya Emniyeta Stenbolê kiriye dibêjim. Divê berê em van meseleyan bizanibin.”

Ji van gotinan vekirîtir çi heye? Mêrik pir vekirî dibêje, navê Wanê, Hekariyê derketiye, esas merkez Stenbol e, Sîlîvrî ye, Tekîrdax e.

Û ew jî bi dizî, ne li malan, ji bo vî karî fabrîqeyên dêwîn hatine çêkirin. Çimkî bazara wan ne tenê welatên ereb û Ewrûpa ya, îxracî hemû dinyayê dikin û bi vê riyê jî deleta tirk salê li dora 70-80 milyar dolarî qezenc dike. Û bi vî pereyê narkotîkayê jî sîlehên herî modern dikirin û li hember kurdan pê şerê xwe didomînin.

Dewlet û çapemeniya tirk her roj propaganda dikin, dibêjin ”PKK karê narkotîkayê dike” û bi vê propagandeya xwe jî li gelek derûdoran tesîrê jî dike. Lê li hember delîl û îspateke hewqas girîng ne çapemeniya PKK-ê û ne jî kurdên din dengê xwe nakin û van gotinên Ozdemîr wernagerînin îngilîzî û li cîhanê belav nakin.

Divê ev gotinên Ozdemîr, ji merkeza Înterpolê ra, ji hemû ajans û çapemeniya dinyayê ra bihata şandin.

Midûrê Emniyeta Stenbolê dibêje, ” li Stenbolê fabrîqeya hebên captagon heye, tirkiye merkeza eroîn û narkotîkayê ye” û em kurd van gotinan nakin xeber jî. Û xwedêgiravî em siyasetê dikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE