22 maj 2008

Tirk dîsa rabûn hev

Şerê di nabêna dem û dezgehên dewleta tirk da her ku diçe gurr dibe. Do Heyeta Serokan ya Dadgeha Bilind, bi minasebeta pîrozkirina 85 saliya xwe li dijî hukûmet û AKP-yê belavokeke tije gef û tehdît belav kiribû. Ev yek di raya giştî û bi taybetî jî medyaya îslamî da bû sebebê gelek minaqeşe û nerazîbûn mezin.

Hukûmet jî zêde bêdeng nema, wezîrê edaletê Mehmet Alî Şahîn, belavok wek tiştekî ”pir bêmane û vala” binav kir û got, ” armanceke belavokê ya siyasî heye”, ez wisa şirove dikim.

Îro jî Şûreya Dewletê, bi belavokeke gelkî sert piştgiriya Dadgeha Bilind kir û Şahîn hukûmeta AKP-ê da ber topan.

Ev herdu dezgehên dewletê jî îdîa dikin ku AKP Tirkiyeyê hêdî hîdî ji ”laîsîzmê” dûr dixe û îslamîze dike. Li gor wan, ”şoreş û prensîbên kemalîzmê” di xeterê da na.

Bi kurtî meriv dikane bibêje ku şerê AKP-ê û kemalîstan her ku diçe gurrtir dibe. Di vî şerî da piştgiriya hêzekê ne karê me kurda ye û tu kara me jî tê tuneye. Herdu serî jî bi qasî hev li dijî kurdan e û ji dil û can dixwzin bibin celadên kurdan. Loma jî ne rast e ku em piştgiriya qatil û celadekî xwe bikin.

Çiqasî li hev xin, hevûdu kel û kût bikin, ji hêz û taqetê da bixînin ji me ra baş e, feydeya me tê heye.

Dijminên me çiqsî kêm û zeîf bin ji bo me hewqasî baş e.

Kurd sibe ewê li xwe gilî bikin
Li gor ajansa ANF-ê dinivîse, sibe li Diyarbekrê li dora 100 nûnerên rêxistin û dezgehên kurdan ewê nivîsekê bidin Edlîyeya Diyarbekrê û tê da bibêjin ”Birêz Ocalan” û bi vî hawî ewê li xwe gilî bikin. Ewê di erzûhala/erznameya xwe da bibîjin:

”Heger xîtaba birêz sûc e, ez jî dibêjim Birêz Ocalan û vî sûcî dikim û xwe îxbar dikim.”

Wek tê zanîn bikaranîna gotina ”Birêz Ocalan” li gor qanûnên Tirkiyê sûc e û cezayê wê heye. Ji bo ku ji Ocalan ra gotine, ”Birêz Ocalan”, heta nuha di heqê gelek kesî da doz hatiye vekirin.

Min tu carî ji Ocalan hez nekiriye û nuha jî bêtir jê hez nakim. Lê gelek kes hene ku jê hez dikin û ji bo hurmetê jê ra dibêjin ”birêz/muhterem”.
Lê dewleta tirk ya kemalîst û zalim naxwaze kurd ji Ocalan ra bibêjin ”birêz”, dixwaze bi darê zorê hemû kurdan mecbûr bike ku ew jî wek tirkan heqaretê li Ocalan bikin, her cara ku navê wî hildidin divê berê bibêjin, ”qatilê zarokan û serokê terorîstan” û nizanim çi…

Helbet ev daxwazeke zorbayî û ne medenî ye û divê meriv wek însan li dij derkeve, hinek nabêjin, lê hinek jî dibêjin. Çi ji dilê înssan tê divê bikanibin bi wî hawî xîtab bikin.

Dewlet îro ji bo Ocalan dibêje, sibe dikane ji bo serokekî kurdan yê din jî eynî tiştî bibêje, heger di viya da biser keve ji bo yên din jî dibe nimûne.

Lê esas ya tirkan ne mesela gotina ”birêz mirêz” e, ev mane ye, maneya tirsandin, terorîzekirin û serkutkirinê ye. Kes gotina ”birêz” bikarnîne jî, ji bo pelçiqandin û serkutkirinê sibe ewê maneyeke din bibînin. Yanî kêla maneyan tu carî tije nabe.

Loma jî kesên bi girseyî dibêjin ”birêz” tiştekî rast dikin. Divê kurd ne ji bo vê tenê, ji bo navê Kurdistanê jî eynî reaksiyonê nîşan bidin.

Divê bi hezaran kurd li her derê navê Kurdistanê bikar bînin. Bi vî hawî divê hemû tabuyên dewletê ji bo me çêkirine yek bi yek werin hulşandin.

Yanî divê em li hember gefên dewletê hustuyên xwe xwar nekin û wek dewlet dixwaze xwe sansor nekin.

"Berdûşên" kurdan jî îro heyfek girtineHeger ne derew be dibêjin xwedêgiravî grûba hackerên kurd Cold Hackers, îro 158 sîteyên tirkan rûxandine.

Yê min bi xwe karekî wiha ji min nayê, lê ji min bê jî ez nakim. Çimkî rast nabînim. Û dema hinek malpera min têk bidin jî ezê gelkî aciz bibim.

Lê min dîtiye ku tirkan heta nuha gelek caran malperên kurdan ”hackkirine” û bi vê jî nehatine serî, di ser da jî gelek heqaretên mezin li kurdan kirine.
Loma jî divê kurd jî li hember van zaliman ji bin da ne bêçare bin.

Li kurdistanê eşîra dizên wan tunebûya kesî jê şayiş nedikir, diz bêtirs û xof her şev dadiketin gom û kozên wan.

Yanî ez dixwzim bibêjim li hember ”berdûş û cahilên xelkê” bira ”berdûş û cahilên” me jî hebin.

Dema yên xelkê berdûşî û cahilî kirin, bira yên me jî bikin. Kurdan bela sebeb negotine, Xwedê kesî bê xwedî neke!

Îro jî dewleta tirk rexne kiriyeDo hinek kurdên me bi belavokekê li dijî beyana 1000 kurdî derketibûn û ew têra dilê xwe rexne kiribûn. Di nivîsa xwe ya do da min qala vê belavokê û rexneyên wan kiribû.

Îro jî îcar dewleta tirk daye ser pişta îmzekarên belavokê û bi tundî beyan rexne kiriye.

Wezareta Derva ya Tirkiyê, îro bi civîneke çapemeniyê beyana di rojnameyên Herald Tribune û Le Monde-ê da derketibû rexne kir û got, gelekên van terorîst in û ji alî Înterpolê ve li wan tên gerandin û gelek tiştên din.

Înterpol tu dibê qey çi ye?

Hûn navê kê bidin ewê li wî bigerin.
Ji xwe tu nemaye ku hûn navê hemû kurdên ku av jê sar û germ dibe, bidin Înterpolê.

Lê ecêba giran, him kurd û him jî tirk êrîşî beyanê dikin. Yanî ”dêr” jî û ”mizgeft” jî ji beyanê ne razî ye.

Xwedê bi xêrê bigerîne!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE