27 maj 2008

Rewşa Tirkiyê û DTP-ê pir dişibe hev

Bi qasî ku ez dibînim Tirkiye û DTP di gelek waran da dişibin hev.

Mesela li Tirkiyê tu carî demokrasiyeke rastîn û îstîkrareke siyasî çênebûye.

Gelşa DTP-ê jî ev e, di nava DTP-ê da jî heta nuha demokrasiyeke temam, aramî û îstîkrareke siyasî peyda nebûye.

DTP, ji roja ava bûye û vir da tim wek kelekeke li ser avê, bi pêlan ra geh vir da û geh wir da kil dibe.

Ev heyştê sal in ku li Tirkiyê wer şer û teşxeleye, ji deh salan carê leşker dest didin ser hukum û siyasetmedaran bi sîlekirin ji meclîsê diqewitînin û ew diçin li dewsa wan rûdinin.

Di nava DTp-ê da jî garantiya tu “hevserokî” tuneye, ew tu carî nizane ku kînga ewê daxin jêr û terxîsa wî bidin dest.

Li Tirkiyê jiyana partiyên siyasî wek umrê/temenê pinpinîkê pir kin e, tên danîn, demekê siyasetê dikin û dû ra jî tên girtin.

Rewşa DTP-ê jî ji ya partiyên tirkan ne cihêtir e. Ew jî li ser daxwaz û emrê “Serok” tê danîn, demekê siyasetê dike û dû ra jî dîsa li gor emrekî nuh tê gorkirin.

Li Tirkiyê esas ne partiyên siyasî tenê, umrê her tiştî kin e, di tu tiştî da îstîkrar û berdewamî tuneye.

Lê bi taybetî jî umrê siyasetmedar û serokên partiyan pir kin e, piştî bikaranîna demekê ya ji sehneya siaysetê tên qewirandin, ya tên zindankirin ya jî tên bidardekirin.

Qedera “hevserok” û kadirên DTP-ê jî ji yên tirkan pir ne cihêtir e, piştî demekê ew jî ya tên qewirandin, ya dikevin zindanan ya jî hin bela û felaketên hîn mezintir tên serê wan.

Gelo we qet meraq kir ku çima wiha dibe?

Çima li Tirkiyê tu carî rejîm rûnane û îstîkrara siyasî bicîh nabe?

Çima li Tirkiyê û li Kurdistanê partiyek nikane demeke dûr û dirêj di sahneya siyasetê da bimîne?

Çima li Tirkiyê û li Kurdistanê serokên partiyan wek ku meriv îşlig/qemîs biguhrîne tên guherandin?

Ez bibêjim, ji ber ku li Tirkiyê leşker nahêlin sivîl bi serê xwe hereket bikin û Li Kurdistanê jî Ocalan nahêle.

Ocalan nahêle yek ”hevserok” jî kursiya xwe germ bike, miheqeq qîlekî dibîne û pihînekê lê dixe û yekî nuh tîne dewsê.

Serokatî ji xwe yasax kiriye, malneket nahêle "hevserokên" reben jî têra xwe "hevserokiyê" bikin. Wan jî her roj diguherîne.

Nahêle ne di partiyê da, ne jî di nava kadiran da berdewamî û îstîkrar çêbibe.

Ne dihêle gerîlla li gor şertên xwe şer bike û ne jî sivîl siyasetê bimeşînin.

Nahêle ne di nava gerîlla da û ne jî di nava xebata legal û demokratîk da hin kes derkevin pêş û bibin serok û di dilê milet da ciyê xwe bigrin.

Nahêle, ji ber ku divê her kes ji wî biçûktir be, ”serok” û mezin divê tenê ew be
Yanî nahêle tu tişt bi hemdê xwe bikemile û mezin bibe, tim diqurçimîne, nahêle şax vede û geş bibe.

Li gor çapemenî dinivîse wa ye Ahmed Turk ji serokatiya gurûba parlamnentoyê ya DTP-ê îstîfa kiriye, Emîne Ayna ketiye dewsa wî.

Bi îhtîmaleke mezin ev teşxele û guhertin jî dîsa bi emrê Ocalan bûye.

Ev jî îşareta destpêka gelşekê ye, meriv hêvî dike ku di rojên pêş da ev gelş mezintir nebe û nebe sebebê perçebûnê.

Ahmet Turk beyanek daye û gotiye. “Bila kes kêfa xwe neyne, emê bi heval û partiya xwe ra di nav hevkariyê da bin û xebatên xwe bidomînin.”

Xwedê bike wiha be û di kongreyê da alternatîva herî rast û baş were dîtin.

Serokatiya Emîne Ayna ne elameta xêrê ye. Ayna, ne ew kesa ku kanibe ji bin vî barî rabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE