18 maj 2008

Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got: Bi kurdî bipeyivin!

Do li Stenbolê li komeleya Kurd-Kav-ê bi navê “İnternet û kurd” panêlek hat çêkirin. Di panêlê da Bedirxan Badillî li ser tesîr û rola înternetê ya li ser zimanê kurdî rawestiyaye û gotiye ku kurd înternetê baş bikar tînin û ev yek jî bûye sebebê pêşketin û belavbûna ziman û elîfbeya kurdî.

Li gor dîtina Bedirxan Badillî, heger ne înternet bûya kurdî ewê hewqasî bi pêş neketa, bi saya înternetê zimanê kurdî gelkî tê bikaranîn û bilav dibe.

Birêz Badillî, di axaftina xwe da bala guhdaran kişandiye ser tiştekî din yê gelkî girîng, ser kêmasiyeke kurdan ya herî mezin jî û gotiye:

-Lê li Diyarbekrê şofêr û însanên din bi tirkî dipeyivin.

Badillî, ev şerma mezin ya diyarbekriyan rexne kiriye û gotiye, ev şaş e, divê kurd bi kurdî bipeyivin.

Gotina rast rast e, meriv nikane xwe jê aciz bike.

Lê tiştê herî komîk û sosireta herî mezin Badillî, ev gotinên xwe yên wecîzane ne bi kurdî, bi tirkî gotine. Yanî mêriko di panelê da ji serî heta dawî bi tirkî peyivîye. Lê li gel vê jî camêr bi mêranî gelek şîret li kurdan û li diyarbekriyan kiriye, gotiye divê hûn bi kurdî bipeyivn.

Diyar e xelk ji xwe fedî nake!

Ez bawer nakim bêyî kurdekî, li cîhanê ferdekî miletekî din biwêribe bêrûtiyeke wiha bike.

Mêrik ji xelkê ra dibêje divê hûn bi kurdî bipeyivin, lê ew bi xwe bi tirkî dipeyive, heta bigihîje van şîretên xwe jî bi tirkî li xelkê dike.

Xwedê miletê kurd ji bêtarên hîn girantir bisitirîne!

Lê axirê ji nava guhdaran namûs di yekî liviyaye, gotiye ez bi qurbana wî serê te yê tije aqil bim, heger bi rastî jî tu ji gotinên xwe bawer dikî, tu çima bi tirkî dipeyive? Ma ne divê berî her tiştî, tu van gotinên xwe bi kurdî bibêje!

Li gor ajansa ANF-ê dinivîse, li ser vê rexneyê, Badillî bi nefbiçûkiyeke gelkî mezin û dilovan gotiye:

-Tu rast dibêjî. Ji nuha û şûnda emê panelên xwe bi kurdî çêkin.

Wey ji erd heta bi asîman mala Xwedê ava be!

Efendî, ji nuha û pê va ewê lutuf bike û panelên xwe bi kurdî çêke.

Weleh vir e, ji nuha û pê va jî tu yê tirkiya xwe bidomînî. Çimkî hûn di dil û mejiyê xwe da asîmîle bûne, dema hûn bi tirkî nepeyivin şepilor digre bedena we, canê we dixure, zimanê we li hev digobile û hûn tu kêf û zewqekê ji axaftina kurdî nagrin.

Pitik çawa ji şîr û pêsîra diya xwe hez dike, hûn jî bi wê dereceyê ji axaftina tirkî hez dikin û nikanin jê qut bibin. Erê hûn bi koka xwe kurd in lê bi ziman û kultura xwe hûn bûne tirk. Û ji xwe ji girîng jî ev e.

Ma heger ne wiha bûya, meriv çawa dikane di panelekê da bi tirkî ji xelkê ra bibêje, divê hûn bi kurdî bipeyivin?

Kesê ku di civateke wiha da jî bi kurdî nepeyive êdî zû bi zû îflah nabe, êdî ew gayê zexel e û ketiye xeta xwar…

2 kommentarer:

  1. Her biji kek Zinar.Ma edi ne vaxte her kes bi zimane xwe bipeive.Kitebe te a nu piroz be!Bira ye te e picuk N aci

    SvaraRadera
  2. Desti xweşbe!
    Birez Zinare Xemo; çiqas nivise TE xweşin.Ti geleki rast dibeje.
    Silav u rez.
    Jineke Merdini

    SvaraRadera

PARVE BIKE