14 maj 2008

Kurd û pêşketin

Do, dema ez ji kar derketim û min berê xwe da mal, ez ji hal da ketibûm. Bi rê da xewê zor dabû min, min bawîşk li ser bawîşkan dianî, çavên min ji hev randibûn.

Dema ez gihîştim malê saet li dora şeşê êvarê(18.00) bû û ez tenê li raketinê difikirîm.

Min bi lez û bez hinek nan û mast xwar û min çû xwe li ser nivînan dirêj kêr, bi nêta ku piştî seetekê, du saetan ezê rabim û xwedêgiravî tiştekî binivîsim.

Dema ez bi xwe hesiyam saet dihat dehê(22.00)şevê, xanimê diranên xwe firçe dikir. Kanala swêdî ya 2-an(SVT2)hîn vekirbî, min çend deqîqeyan bi rengekî bêarmanc xwe da ber. Lê min dû ra telewîzyon girt û çû kompîtora xwe vekir.

Ez li dora nîv saetê, ji vê malperê çûm wê malperê, ji wê rojnameyê çûm wê rojnameyê, lê min di yekê da jî tu xeber û bûyereke balkêş û girîng nedît ku tiştekî li ser binivîsim. Ji xwe ez jî li pelekî nexwendî, li maneyê digiriyam, min ji xwe ra got, wa ye ji xewan çavên min ji hev ranabe, ya baş ew e ku ez herim rakevim. Û saet di 22.30-î da ez çûm ketim nav nivînan. Xanim bi vê zûraketina min matmayî ma.

Ji ber ku ez ne westiyayî û li ser xwe bûm, loma jî li ciyê kar min dikanîbû bi xanimên swêdî ra bêtir kêf û henek bidim û bistînim.

Ez werim ser rewşa xwe ya îro.

Îro rojbûna lawkê min Serhat bû, ket 20 saliya xwe.

Di jiyanê da 20 salî temenekî gelkî girîng e. Di vî temenî da meriv çavên xwe ji felekê nakute, meriv hesin bi sarî ba dide, meriv wek lokekî hêc î girgîn e, meriv gav û seetê qetabê xwe li qetabê lokan dixîne û kef û kopikê li dor xwe direşîne…

Xwezî bi vî aqilê xwe yê nuha ez jî 20 salî bûma.

Celal Guzelsesê Diyarbekrî di sitraneke xwe da li ser xortên bîst salî dibêje, ”di bîst saliya xwe da wek şêrê ji zincîrê qetyayî ye”, nayê zeftê.

Min di jiyana xwe da yekcarê jî rojbûna xwe pîroz nekir, jixwe ez nizanim ez kîjan rojê û kîjan mehê hatime dinyayê. Heger ne xêra wefata kalikê min(bavê diya min)bûya bi îhtîmaleke mezin minê sal jî nizanîbûya.

Ez salê dizanim çimkî li ser gora kalikê min tarîxa wefata wî heye. Diya min dibêje dema kalikê min wefat kiriye ez li destê wê, nizanim çend mehî bûme, yanî sal rast e.

Lê ez rojbûna herçar zarokên xwe jî rast dizanim. Ne sal tenê, roj û mehên wan jî rast in. Loma jî em hertim rojbûna wan pîroz dikin. Jixwe ne mimkûn e ku em bibêjin na, dinya ne dinya berê ye, divê meriv rojbûna zarokên xwe jiber bizanibe. Nezanîn kêmasiyeke pir mezin e.

Lê li gel vê jî rojbûna wan kêm carî tê bîra min, du sê roj berê tim ew bi bîra min dixin û ji ber vê xemsariya min jî tim min rexne dikin.

Ji bo wan gelkî girîng e ku ez rojbûna wan bizanibim. Lê ez jî wek parastin dibêjim, diya we ji dilî min û xwe ve dizane, ew bi bîra min dixîne.

Rojbûna Serhat jî lawikê min yê biçûk Rojen û xanimê donepêr bibîra min xistin. Malbata mala Xamo em îro giş li hev kom bûn û me rojbûna Seraht pîroz kir.

Dê û bavê min ne rojbûna min zanîbûn û ne jî tu carî pîroz kirin. Lê ez rojbûnên hemû zarokên xwe dizanim û her sal jî pîroz dikim. Her çiqas ev pîrozkirin hinekî “sunî û zorakî” be jî axir em dikin, yanî ew jî pêşveçûneke. Ji bo ku kes nebêje kurd naguherin, kurd bi pêş nakevin!

Ma ev ne pêşketin e çi ye?

Gelkî xweş e meriv zaroktiyê li pey xwe bihêle û mezin bibe. Zaroktî demeke qet ne xweş e, meriv bi xwe da dirrî, bi xwe da dimîze û hertim mihtacî diya xwe ye. Heta meriv nikane zikê xwe jî têr bike, divê tim yek têxe devê meriv.

Çiqas ne xweş e!

Dema meriv ji zaroktiyê xelas dibe û dibe xort, meriv xwe wek teyrekî ji qefesê rizgarbûyî his dike, meriv bi hewa dikeve, êdî meriv azad e.

Bi borîna salan ra meriv bêtir biaqil, jîr, zana û çeleng dibe, meriv dizane dilê meriv çi dixwaze, ji hez çi dike û ji çi jî nefret dike.

Dema meriv mezin dibe, meriv dibe xwedî kar, pera qezenc dike, dibe xwedî qesr û qonax, xwedî erebe, meriv dibe dildar û dizewice, dibe xwedî zarok, xwedî torin.

Û dû ra jî kal û pîr dibe, yanî ji nuh ve dibe zarok. Dîsa dikeve ber destan, dîsa hinek xwarinê dike devê meriv.

Jiyan ev e.

Rojbûna Serhat careke din pîroz be!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE