17 maj 2008

Hertişt dîsa hat qeysa berê

Înterneta min ji texmîna min jî zûtir hat girêdan, tenê rojekê bi derengî xistin, mala wan ava be.

Li gor soz û peymana me bi rastî jî do zanayekî şîrketê hatiye mal û camêr ji min ra hertişt li hev ragirtiye.

Xîra Xwedê!

Bi vî hawî hevalên zana û mihendizên vî karî ji zire zira telefonên min xelas bûn. Yanî ew jî bi qasî min li karê ne û divê sipasî tele2-ê bikin.

Hoste tenê e-maila min çênekiriye û programa antîvîrus nexistiyê, wekî din karê xwe bêqusûr kiriye. Di telefonê da ji min ra gotin, divê van karan ez bikim.

Lê ji ber ku bi şev ez dereng çûm mal loma jî min nikanîbû ev xebera xêrê do bi şev bigîhanda we.

Kurd dibêjin, bira avis be bira dereng be.

Şîrketa înterneta min ya berê Glocalnet bû, nuha min ew guherand, îcar çûm ser tele2-ê. Esas min ji ya berê jî tu zirar nedîtibû lê ji ber ku tele2 hîn mezintir e û di reqleman da jî gelkî pesnê wê didan, vê yekê tesîr li min jî kir û min jî rabû berê xwe da wê, tele2-ê.

Sebebekî din jî, telefona min ya malê jî li ser tele2-ye, loma jî min got baştir e ku fatûreyên herduyan bibin yek. Mehê ji dêlî 2 fatûreyan, ezê fatûreyekê bişînim. Ji alî wextê ve ew jî qezenceke.

Yanî nuha kêm zêde dîsa hertişt hatiye qeysa berê.

Kompîtor(data) nuh e.

Înternet bêgelş û serêşî wek seetê dixebite.

Û kamereya kompîtorê jî êdî xera nabe û wek berê min ji îmanê darnaxe. Kînga dilê min bixwaze ez û kokima diya xwe bi hev ra dipeyivin û têr li hev temaşe dikin.

Ev teknîk çi tiştekî xerîb e, aqilê min qet nagre. Ew li Diyarbekrê li mala xwe, ez li Stockholmê mala xwe em him dengê hev dibihîzin û him jî rismê hevûdu dibînin.
Bi rastî jî ecêb e!

Xwedê van ”kafiran”(!) ji serê me kêm neke, ne xêra wan bûya nuha wasiteyên me hîn jî ker, hesp û deve bûn.

Telefon, telewîzyon, balafir, tirên û hemû îcadên din ku hemûyan jî rehetiyeke pir mezin daye benîadem giş îcadên wan e.

Em mêrê misilman jî ancax derkevin duaya baranê, îcar ji ber ku mêrikê misilman hewqasî tembel e loma jî Xwedê tu carî dua wan jî qebûl nake.

Neyse ez vegerim ser mesela xwe.

Di destpêka salên 1980-î da ji bo ku pûlisên tirk neçin negrin ser malbatên me, me newêrîbû telefonek bida nas û dostekî xwe, loma jî bi salan me dengê hev nedibihîst.

Dûra telefon serbest bû, êdî me diwêrîbû telefonî mal bikira. Lê ew jî bêxwedî gelkî buha bû, ji sê mehan carê pêşek pere dihat. Dema ku roja hatina fatûreya telefonê nêz dibû taya sar em digirtin.

Lê dû ra bi pêşketina teknîkê ra telefon erzan bû, êdî me dikanîbû têra dilê xwe telefonî nas û dostan bikira.

Piştî derketina înternetê û erzanbûna kompîtoran êdî axaftin jî belaş e, meriv dikane bi saetan him hevûdu bibînin û him jî bi hev ra bipeyive bêyî ku quruşekî jî heqê telefonê bide. Bêguman meriv tenê abonetiya înternetê dide.

Helbet ev yek jî bi saya serê ”kafiran”(!) e, loma jî divê em rabin û rûnin û ji wan ra dua bikin, çimkî ew yek heqê wan e.

Hindik mabû ez ji bîr bikim û mizgîniya derketina kitêba xwe(Antolojiya Çîrokên Zarokan)nedim we. Çend roj berê kitêba min di nava weşanên Apec-ê da derket. Mala Hesenê Metê ava be, camêr 5 heb anîn gîhand min. Lê ew jî tavilê çûn xwediyên xwe dîtin. Min hîn neçûye para xwe negirtiye, dema min girt ezê bigihînim hin dost û hevalan.

Navê kitêbê, Antolojiya Çîrokên Zarokan e, 353 rûpel e û 125 xemîşokên/çîrokên zarokan tê da hene. Heger li Kurdistanê weşanxaneyek xwe bide ber weşanaê wê ezê gelkî kêfxweş bibim. Weşanxaneyên bixwazin biweşînin dikanin ya min ra ya jî bi weşanxaneya Apec-ê ra têkevin têkiliyê.

Heger pere û para min têr bike ez dixwazim bigihînim hemû malper û weşanxaneyên kurdî. Lê dibe ku pere û para min têrê neke. Çimkî ji bo çapkirin û belavkirina kitêbekê pere lazim e, perê meriv tunebe meriv nikane biweşîne û belav bike.

Nivîskarên xelkê debara xwe bi nivîskariya xwe dikin. Yê me kurdan ne wiha ye. Yê kurdan meriv him kitêba xwe belaş dide weşanxaneyekê û ji bo belavkirinê jî divê meriv heqê postê jî ji bêrîka xwe bide.

Bela sebeb negotine tiştekî me naşibe yê xelkê.

1 kommentar:

PARVE BIKE