19 maj 2008

Gelo pozê kurdên bêxîret ewê bi van gotinên zabitê tirk bişewite?

Ev çend roj in ku fîlmekî vîdeoyê bi dengê zabitekî Tirk(Onur Dîrîk) di înternetê You Tube-ê da tê belavkirin. Fîlm li ser êrişa gerîlayên HPG-ê ya ser Tabûra Daglicayê(Oremarê)ye.

Wek tê zanîn di 21-ê cotmeha 2007-an da gerîlayên HPg-ê girtibûn ser tabûra tirkan ya Oramarê, 13 leşker kuştibûn û 8 jî dîl girtibûn.

Di fîlmê You Tubê da Onûr Dîrîk li ser êrîşî radiweste û gelek tiştan dibêje. Onûr Dîrîk yarbay e û wê demê qumandarê Tabûra Oramarê ye. Onûr Dîrîk di axftina xwe da gelek tiştên balkêş dibêje, gelek heqaretan li leşker, zabit û heta generalên di ser xwe ra jî dike.

Lê esas tiştê herî girîng ku ez dixwazim di vê nivîsa xwe da li ser rawestim, dîtin û xeberên wî yên li ser kurdan e, ji kurdan û gundiyên ku bi dewletê ra ne gotinên pir giran dike, xeberên ku kûçik pê gurrî dibin dide.

Axaftin hinekî dirêj e, wexta min hebûya ji bo ku pozê qoricî û kurdên xulamtiya dewleta tirk dikin hinekî bişewitiya minê hemû bikira kurdî û biweşanda. Lê wexta min tuneye, ezê tenê çend nimûneyan li jêr pêşkêş bikim.

Yarbayê tirk Onûr Dîrîk dibêje:

”Li hember gundiyan divê siyaseteke me ya bicehime(siktir be) here hebe.”
“ Divê siyaseteke me ya “tu xayin î “ hebe.”
“ Divê siyaseteke me ya ez di diya tenim hebe.”
“Ez di gundiyan im, tênimê lê belê pêwîst e ez wî bikar bînim.
“Ez di q... diya Remezan Yuce-leşkerekî kurd e- nim. Got sîleha min nexebitiye, min xwest wî li wir bikujim...”

Dibe ku hinek ji bo weşandina van heqaret û xeberên Dîrîk, min rexne bikin, bibêjin tu çima van gotinên bêmistewa, van çêran diweşînî?

Bi baweriya min divê meriv biweşîne û ne ez tenê, esas divê heta nuha gelek malperên din jî weşandibûna. Xelk ji me ra xeberên giran dide, dê û jinên me dibin perakî û em wan dixwînin û gudarî dikin.

De îcar çima emê veşêrin?

Bi veşartinê xeberên Dîrîk ji ortê ranabin. Divê hemû kurd, ji binamûsan bigre heta digihîje bênamûsan, her kurd bi çavên serê xwe bibîne ku zabitên dewleta tirk ji bo kurdan çi difikirin û çi dibêjin?

Helbet ev dîtin ne ya Dîrîk tenê ye, hemû rêvebir, zabit, pûlis û siyasetmedarên tirk yên din jî wiha difikirin.

Denîz Baykal, Dewlet Bahçelî, Erbekan, Recaî Kutan, Mehmet Agar, Tayyip Erdogan û yên din jî hemû wek Dîrîk difikirin, ew jî bi çavê xayintiyê li hemû kurdan mêze dikin, ew jî di dilê xwe da dibêjin “ez di q... diya kurdan im” lê ji bo ku wek keran ji xwe ra ”bikar bînin” van dîtinên xwe hewqasî eşkere nabêjin.

Lê hemû kurd, ji Abdulkadir Aksû bigre, heta Kamûran Înan yanî hemû pûlis, leşker, mamûr û siyasetmedarên kurd dizanin ku tirk di heqê wan da wiha difikirin. Yanî ev dîtina tirkan ne bi dizî ye, yên me kumê bêxîretiyê danê serê xwe, li hember van heqaretên tirkan xwe kerr û lal dikin û naxwazin bibihîzin.

Ma 75 parlamenterên kurd yên di nava AKP-ê da nizanin ku Cemîl Çîçek, M.Alî Şahîn, Kurşad Tuzmen û Erdogan bi çavên dijmin, bi çavên xayinan li kurdan dinêrin, ew jî wek Dîrîk di dilên xwe da xeberên nemayî ji wan ra didin?

Helbet dizanin, lê ji ber ku namûs bi filûsê dane loma jî dengê xwe nakin, çimkî xwe ji şeref û xurûra netewî û kurdbûnê dawşandine.

Heger ne wiha be meriv hîn jî ji Onûr Dîrîk ra rêbertiya nêçîra zarokên qewmê xwe nake, meriv hîn jî nabe qûlê Baykal û Erdogan.
Erdogan, Dîrîk û tirkên din, ne xeber û heqaretê tenê, her roj li wan suwar bin jî ewê dîsa dengê xwe nekin, ewê gelkî kêfxweş û serbilind bibin ku yekî tirk tenezul dike ku li wan suwar be.

Ma hîn ne do bû, bi kêmanî 100 parlamenterên kurd di meclîsa Tirkiyê da ji bo bombebrankirina gund û bajarên kurdan, ji bo kuştina keç û xortên kurdan destên xwe ji biryara meclîsê ya êrîşê ra bilind kirin!

Loma jî hegr Dîrîk bizanîbûya ku gundî û qoriciyên xulamên wî ewê xwe ji van gotinên wî aciz bikin ewê newêrîbûya van xeberan bide. Lê ji ber ku mêrik malê xwe nas dike, loma jî pir serbest çi tê dev wî dibêje.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE