12 maj 2008

Çend gotin li ser hin bîranînên Ocalan

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwa ya vê hefteya borî da dîsa aqil daye her kesî, dîsa dûr û dirê qala hin serpêhatiyên xwe yên bêwate û bêfeyde kiriye.

Li gor Azadiya Welat dinivîse, di vê hevdîtinê da Ocalan ji abûqatên xwe ra dîsa qala hin bîranîn û hin têkiliyên xwe yên bi dewleta tirk ra kiriye û gotiye ku, ”Turgut Ozal, Necmettîn Erbakan, serokerkanê kevn orgeneral Huseyin Kivrikoglu, serfermandarê kevn yê hêzên bejayî orgeneral Aytac Yalman” û nizanim kê û kê berê têkilî pê ra danîne û name jê ra şandine.

Û dema ew hatiye girtin, di hefsê da îcar wî ji wan ra ”hin name şandine” lê mixabin kesî ”bersîv nedayê” û loma jî têkilî qut bûne.

Gotinek heye, dibêjin cihûyê top avêtî defterên xwe yên kevn li hev dixe û bi vî hawî sebra xwe pê tîne.

Ya Ocalan jî ev meseleye, ji çendekî carê ewê here were û bibêje, nizanim kîjan serokwezîr û serokomarê tirkiyê jê ra neme şandibûn, nizanim kîjan generalê tirk bi dizî pê ra têkilî danîbûn û hin gotinên wek van ku îro di dubarekirine wan da tu feyde tuneye.

Bi te ra têkilî danîne çi feydeya wê heye?

Netîce tu îro girtiyê wan î.

Heger rast be, mêrikan bi hostayî hin taktîkên xapandinê bikar anîne, xwestine wek dewlet wextê qezenc bikin, kêmasiyên xwe temam bikin û ji bo şer hîn baştir haziriya xwe bikin.

Û ji xwe netîce jî nîşan dide, têkiliyên ku qala wan tên kirin, ne têkiliyên ku bi armanceke dîplomatîk, siyasî û samîmî hatine danîn. Hin taktîkên xapandinê bûne. Di xebata siyasî da ev jî perçeyekî şer e.

Divê meriv ne li Xetîcêye, li netîceyê binêre.

Netîce îro tu(Ocalan) di zindanên xwediyên wan nameyan da êsîr î û miletê te jî hîn wek berê bindest û perîşan e.

Nizanim kîjan serokwezîr û generalê tirk ji te ra ”name şandiye”, baş e van nameyan çi feyde gîhand te û kurdan?

Dixwaze bira tirkan ne yek, hezar name ji te ra şandibin, tu qîmetî herbiyeya wan tuneye.

Tu pê mezin nabî!

Ders û tecrûbeye ku tu û hevalên te ji van têkilî û nameyan bigrin jîrîtî û serkeftina dijmin e, tu bi silaveke dewleta tirk, bi nameyeke wan ya bêqîmet xapiyayî, dewletê henekê xwe bi te kiriye, bi te lîstiye heta ku tu girtiye û avêtiye zîndanê.

Û di ser vê da jî tu wek girtiyekî di destê dewleta tirk da radibî ji serok û generalên wan ra nameyan dişînî û hêvî dikî ku ewê jî bêhurmetiyê nekin û tavilê bersîva te bidin?!

Ev ne karê aqilan e.

Xurt, heta ku xurt bin, tu carî bi zeîfan ra rûnanin. Ji bo ku bersîvê bidin divê ew jî zeîf bibin.

Tu dewleteke cidî di warê siyasî da bersîvê nade girtiyekî xwe, lîstik ne têda, bi wî ra rûnane û wî wek mixatab qebûl nake. Dewlet bersîva kes û hêzên ne hefsî, ne êsîr didem bi wan ra rûdine.

Heta ku ”serokên kurdan” girtiyên di zindanên tirkan da bin, kurd kortika hustuyê xwe jî bibînin ji dewleta tik tu ”bersîvan” nabînin.

Heger kurd dixwazin dewleta tirk wan mixatab bigre û ”bersîva nameyên” wan bide, divê serok û nûnerên wan azad û li derva bin, ne girtiyên di zindanên tirkan da bin.

1 kommentar:

  1. Teyrê Wîtwîtanî, te mala xwe xera kir û ya me jî bi ser de danî...

    Gelek supas, hostayê Qelemê Zinarê Xamo, û silavek ji dil

    Cankurd

    SvaraRadera

PARVE BIKE