29 maj 2008

Di nava DTP-ê da tiştên xêrê nabin

Di rojnameya Sabahê da Mahmut Ovur di nivîsa xwe ya îro(29/5) da qala civîna Heyeta Birêvebir ya DTP-ê ya 2 roj berê dike.

Li gor Ovur dinivîse, di wê civînê da li ser hin tiştên pir girîng hatiye peyivîn û şerê di nabêna Ahmet Turk û Emîne Ayna-yê vekirîtir da rû daye û gurrtir bûye. Van mineqaşeyên di nabêna Turk û Ayna-yê da li der û dorê jî belav bûye û çûye ketiye guhê Ovur jî.

Ovur dibêje, mijara civînê axaftina Ahmet Turk ya li Kurdistana Federe bûye. Turk, di civînê da gotinên xwe ”şerê çekdarî zirarê dide kurdan” parastiye û vê yekê jî dijayetiya heyî gurrtir kiriye.

Wek tê zanîn di nivîsa xwe ya 27-ê mehê da ez li ser îstîfa Ahmet Turk rawestiyabûm û min gotibû:

” Ev îşareta destpêka gelşekê ye, meriv hêvî dike ku di rojên pêş da ev gelş mezintir nebe û nebe sebebê perçebûnê.”

Diyar e texmîna min ji bin da ne bêbingeh e, di nava DTP-ê da micadele û dijayetiyeke mezin heye. Û ev dijayetî jî di nabêna yên bi temamî, sedî sed bi gotina Ocalan dikin û yên sedî sed bi gotin û emrê Ocalan nakin da ye.

Bêguman di vî şerî da jî wek hertim ewê dîsa hevalbend û berdevkên Ocalan biserkevin.

Kî emir û dîrektîfên Ocalan bicih neyne ewê tasfiye bibe. Herkes vê yekê wek navê xwe dizane.

Li gor Ovur dinivîse, di civînê da Ahmet Turk gotiye:

”Bêhemdî ew cumle(Ahmet Turk li Kurdistana Federe di hevpeyvîneke xwe da gotibû, şerê PKK-ê zirarê dide kurdan) ji devê min derket. Lê belê ev yek tespîteke û heger gotina min ne rast bûye jî lê wek tespît rast e. Ji ber şer em nikanin tiştekî bikin. Siyaseta vî îşî wiha nabe. Jixwe heyeta partiyê jî ji yên li serê çiyê bêtir radîkal hereket dike. Bêyî ku gurûba meclîsê were agahdarkirin beyan tên dayin. Di çapemeniyê da bi min ra dikevin polemîgan.”Û dû ra jî sinyalên îstîfa xwe daye û axaftina xwe wiha domandiye:

”Ez dizanim ku di kongreyê da ez ji bo serokatiyê nayêm fikirandin. Li pişt min paşgotinî tê kirin. Hin beyanên, `delegeyên me Ahmet Turk naxwazin` tên dayin. Ez di van şertan ta nikanim kar bikim.”
Piştî van gotinên Turk, ji bo ku milet hinekî sakin bibe û bîna xwe nabênê didin civînê. Di vê nabênê da Emîne Ayna, Kamûran Yuksek û Mustafa Sarikaya di nabêna xwe da civînekê çêdikin. Û dema civîn dîsa det pê dike, Kamûran Yuksek dibêje, Ahmet Turk ”dikane îstîfa bike. Emê civîna xwe bidomînin.”

Li ser vê, welwele derdikeve, gelek kes aciz dibe. Selahattîn Demîrtaş ji gotinên Kamûran Yuksek aciz dibe dibêje:

”Nasname û siyaseteke vê partiyê tuneye. Bi temamî rêxistinê -yanî PKK-ê texlît dike. Piştî ku eslî hebe çima hewcedarî bi texlîdê tê dîtin ku? Çimkî problemeke vê partiyê ya baweriya bi xwe heye. Sibe rêxistin çek berde ev partî ewê şaşomaşo bibe û li ortê bimîne. Dema çapemenî ferqa yên nerm û şahîn/qertel dike hûn dixeyidin, lê bi rastî jî di nava vê partiyê da şahîn/qertel hene.”
Xêr ûş guneh di hustuyê Mahmut Ovur da be, dibêje Aysel Tuglukê jî piştgiriya van gotinên Demîrtaş kiriye û îdîayeke pir mezin avîtiye ortê. Xwedêgiravî Tuglikê gotiye, ”hinek naxwazin em gavên rast bavêjin”, dixwazin em şaşiyan bikin. Tuglikê wiha gotiye:

” Sebebê hebûna vê partiyê pêkanîna aştiya civakî ye. Heger me gavên rast biavîta ewê hin pêşketinên cihêtir bibûna. Lê hinekên ev yek nexwest derketin.”

Bêguman ev îddîa pir ciddî ye û divê meriv li ser raweste.

Wer xuyaye ku di kongreya DTP-ê da gelek stêrk û surprîzên nuh ewê dakevin qada siyasetê û pêşberî kurdan û gelek kes jî ewê werin tasfiye kirin.

Lê heger ev şer û teşxele di nava grûba meclîsê da nebe sebebê perçebûna grûbê baş e, xetera mezin ew e ku tiştên anîn serê DEP-ê bînin serê DTP-ê jî. Ji ber ku di meclîsê da hebûna grûba DTP-ê dewleta tirk pir aciz dike, loma jî dixwaze rojekê berî rojekê grûbê ji ber hev da bixîne, wan berra hev de û bi vî hawî jî dengê wan bibire.

Ew ”kesên” ku Tugluk qala wan dike ji bo vê yekê dixebitin, naxwazin DTP bibe partiyeke serbixwe û siaseteke rastû maqûl bimeşîne. Ew dixwazin dîreksiyona DTP-ê tim di destê ”hinekê” din da be, ji bo ku dema bixwazin wê li kevir û daran biqelibînin.

Yanî emê dîsa li filîmekî kevn temaşe bikin.

1 kommentar:

PARVE BIKE