31 maj 2008

Kurd çima ji hev hez nakin?

Bi riya grûba dîwanxaneyê ”diwanxane googlegroups” min do nivîseke gelkî balkêş xwend. Nivîs ya Xelîl Surûcî ye. Yanî heger ji Surûcê be, wê demê em hemşeriyên hev in. Çimkî ez jî Wêranşarî me. Ez gelkî kêfxweş dibim dema ji me ruhayiyan jî hin kesên “biaqil” derdikevin.

Di nivîsa xwe da Xelîl Surûcî, qala çavdêrî/muşahadeyên hevalekî xwe yên Kurdistana Federe dike. Xelîl bi xwe neçûya Kurdistana azad, lê hevalekî wî gelek caran çûye û hatiye û jê ra qala hin întîba û dîtinên xwe yên ser kurdên başûr kiriye. Xelî jî van muşahade, întîba û dîtinên xwe hevalê xwe di nivîsa xwe da di 6 nuxteyan da top kiriye.

Ez jî dixwazim di vê nivîsa xwe da, we jî ji van dîtinên kurdekî bakur yên derbarê kurdên başûr da aghadar bikim.

Hevalê Xelîl Surûcî gotiye:
1- Em kurdên bakur dema diçin wir, di serê me de ferqa Talebanî-Berzanî tuneye. Llê wexta tu diçî wir, tu mecbûrî xwe nêzikî aliyekî bikî û te xwe nêzikî kîjan alî kir, êdî aliyê din nema silavê didin te.
2- Wexta tu bi wan re li ser tiştekî dipeyîvî, li ser projakê, li ser karekî, eleqe nîşan didin, sozan didin û dibêjin “be ser çaw!”. Heger wan got “be ser çaw!”, wer zanibe ku derew e, nake, nade, naçe..te fehm kir?
3- Gelek hevalê min hebûn li Ewropa karsaz bû , dewlemend bûn, welatperwerê xas bûn, bi eşq, bi evîn hatin Kurdistanê şuxul kirin, aniha hemûyan îflas kirye. Nikanin perê xwe bistînin. Kurdên başûr cûdatîyê dixin navbera xwe û ên ji bakur hatine. Kurdên bakur ji xwe hesab nakin. Ferq û cudatiyeke barîz heye.
4- di mesela jinê de, tê bêjî qey hîç di jiyana xwe de jin nedîne. Di wî warî de pir birçî ne. Hevalên min ên jin di vê mijarê da gelek gazin min kirin. Radibin ji bo namûsê jinên xwe dikujin, heger namûs heye, manûsa xelkê gişî heye, namûsa jinên ku tên seredana başûr jî heye., ne wisa?
5- Tu diçî wir, hunermendên bakur nas nakin, hema hemû stranbêjên tirk nas dikin, guhdarî dikin. Telewizyonên tirkan pirtir tamaşe dikin. Li kuçe û kolanên wan pirtir dengê muzîka erebî û tirkî tê.
6- Ji aliyê paqijiyê de pir qels in. Li her derê gemarê ro dikin. Di xwarinên xwe de paqijiyê berçav nagrin. Helbet ne hemû, lê piranî wisa ne. Devê xwe vedikin û her “axa bi xwîna şehîda hatî avdan” dibêjin, yaw madem ew ax pîroz e, wê qirêj neke, qîmetê zanibe, daran biçîne..
7-Û ya herî dawî tiralî. Pir pir pir tiral in. Sibê heta êvarê zilamên 40-50 salî li qehwexanan, li ber deriyan rûdinin tizbîyê dikşînin, karekî nakin. Hukumet lazime alîkariya wan kesan neke, ew qas tiştên ku bikin hene, lê ew wisa ji xwe betal betal rûdinin…….”

Min heta nuha gelek caran di heqê kurdên başûr da, bi devikî jî dîtinên bi vî rengî bihîstiye. Yanî diyar e ev çavdêrî û rexne ne buhtan in, kêm zêde bingeheke wan ya rastiyê heye.

Bi taybetî jî tiralî û heyraniya kurdên başûr ya tirkan, ya muzîk û zimanê tirkan gelkî kûr û meşhûr e.

Bi qasî ku filistînî ji cuhuyan nefret dikin, tirk jî bi wê dereceyê ji hemû kurdan nefret dikin. Heger mimkûn be û ji destê miletê tirk were(ne dewlet tenê, milet jî)ewê hemû kurdan li derekê kom bikin û bişewitinîn, ewê hewil bidin ku yek kurd li cîhanê nemîne.

Lê bi qasî ku tirk ji kurdan nefret dikin, kurdên başûr jî di wê dereceyê da ji wan hez dikin û heyranê wan in.

Û lema jî tirk zêde şayişê ji kurdên başûr naikin, çimkî mêrikan dizanin ku ew îdolê kurdên başûr in.

Helbet ev rewş di nava milet da ji xwe ber çênebûye, dîrokek vê heyraniyê heye, îdeolojî, siyaset û felsefeyek li pişt vê heyraniya tirkan û jixwenehesibandina kurdê bakur heye.

Mesûd Barzanî ne tê da, ji sedî 99 kadirên kurdan yên din, Talabanî û Nîçîrvan Barzanî jî di nav da kurdên bakur wek beşekî miletê xwe nabînin û siyaseteke li gor wê nameşînin, ji bo ku dewleta tirk dostaniya wan qebûl bike amedene silava xwe jî ji ser kurdên bakur bibirin.

Tirk vê zeafa siyasetmedarên kurdên başûr dibîne û loma jî zixtên xwe roj bi roj zêde dikin, dixwazin ew rahîjin çekên xwe û bi wan ra mil bi mil, li dijî kurdên bakur şer bikin.

Yê heta nuha li hember vê daxwaza tirkan rawestiyaye tenê Mesûd Barzanî ye. Loma jî Tirk bi qasî ku ji Mesûd Barzanî nefret dikin, ji tu serokekî kurdan yên din nefret nakin, loma jî dixwazin wî ji ber xwe da bixînin. Loma jî tirk, Mesûd Barzanî li hember xwe wek kelemekê dibînin.

Îcar wek ku dibêjin, xeta xwar ji gayê pîr da ye, ev dîtina milet jî ji siyaseta partiyên kurdan da ye, wan milet wiha perwerde kirine, ji ber vê siyaseta wan ya ne netewî kurdên başûr li hember kurdên bakur sar in û wan ji xwe nabînin.
Yanî masî ji serî genî dibe…

29 maj 2008

Di nava DTP-ê da tiştên xêrê nabin

Di rojnameya Sabahê da Mahmut Ovur di nivîsa xwe ya îro(29/5) da qala civîna Heyeta Birêvebir ya DTP-ê ya 2 roj berê dike.

Li gor Ovur dinivîse, di wê civînê da li ser hin tiştên pir girîng hatiye peyivîn û şerê di nabêna Ahmet Turk û Emîne Ayna-yê vekirîtir da rû daye û gurrtir bûye. Van mineqaşeyên di nabêna Turk û Ayna-yê da li der û dorê jî belav bûye û çûye ketiye guhê Ovur jî.

Ovur dibêje, mijara civînê axaftina Ahmet Turk ya li Kurdistana Federe bûye. Turk, di civînê da gotinên xwe ”şerê çekdarî zirarê dide kurdan” parastiye û vê yekê jî dijayetiya heyî gurrtir kiriye.

Wek tê zanîn di nivîsa xwe ya 27-ê mehê da ez li ser îstîfa Ahmet Turk rawestiyabûm û min gotibû:

” Ev îşareta destpêka gelşekê ye, meriv hêvî dike ku di rojên pêş da ev gelş mezintir nebe û nebe sebebê perçebûnê.”

Diyar e texmîna min ji bin da ne bêbingeh e, di nava DTP-ê da micadele û dijayetiyeke mezin heye. Û ev dijayetî jî di nabêna yên bi temamî, sedî sed bi gotina Ocalan dikin û yên sedî sed bi gotin û emrê Ocalan nakin da ye.

Bêguman di vî şerî da jî wek hertim ewê dîsa hevalbend û berdevkên Ocalan biserkevin.

Kî emir û dîrektîfên Ocalan bicih neyne ewê tasfiye bibe. Herkes vê yekê wek navê xwe dizane.

Li gor Ovur dinivîse, di civînê da Ahmet Turk gotiye:

”Bêhemdî ew cumle(Ahmet Turk li Kurdistana Federe di hevpeyvîneke xwe da gotibû, şerê PKK-ê zirarê dide kurdan) ji devê min derket. Lê belê ev yek tespîteke û heger gotina min ne rast bûye jî lê wek tespît rast e. Ji ber şer em nikanin tiştekî bikin. Siyaseta vî îşî wiha nabe. Jixwe heyeta partiyê jî ji yên li serê çiyê bêtir radîkal hereket dike. Bêyî ku gurûba meclîsê were agahdarkirin beyan tên dayin. Di çapemeniyê da bi min ra dikevin polemîgan.”

Û dû ra jî sinyalên îstîfa xwe daye û axaftina xwe wiha domandiye:

”Ez dizanim ku di kongreyê da ez ji bo serokatiyê nayêm fikirandin. Li pişt min paşgotinî tê kirin. Hin beyanên, `delegeyên me Ahmet Turk naxwazin` tên dayin. Ez di van şertan ta nikanim kar bikim.”

Piştî van gotinên Turk, ji bo ku milet hinekî sakin bibe û bîna xwe nabênê didin civînê. Di vê nabênê da Emîne Ayna, Kamûran Yuksek û Mustafa Sarikaya di nabêna xwe da civînekê çêdikin. Û dema civîn dîsa det pê dike, Kamûran Yuksek dibêje, Ahmet Turk ”dikane îstîfa bike. Emê civîna xwe bidomînin.”

Li ser vê, welwele derdikeve, gelek kes aciz dibe. Selahattîn Demîrtaş ji gotinên Kamûran Yuksek aciz dibe dibêje:

”Nasname û siyaseteke vê partiyê tuneye. Bi temamî rêxistinê -yanî PKK-ê texlît dike. Piştî ku eslî hebe çima hewcedarî bi texlîdê tê dîtin ku? Çimkî problemeke vê partiyê ya baweriya bi xwe heye. Sibe rêxistin çek berde ev partî ewê şaşomaşo bibe û li ortê bimîne. Dema çapemenî ferqa yên nerm û şahîn/qertel dike hûn dixeyidin, lê bi rastî jî di nava vê partiyê da şahîn/qertel hene.”

Xêr ûş guneh di hustuyê Mahmut Ovur da be, dibêje Aysel Tuglukê jî piştgiriya van gotinên Demîrtaş kiriye û îdîayeke pir mezin avîtiye ortê. Xwedêgiravî Tuglikê gotiye, ”hinek naxwazin em gavên rast bavêjin”, dixwazin em şaşiyan bikin. Tuglikê wiha gotiye:

” Sebebê hebûna vê partiyê pêkanîna aştiya civakî ye. Heger me gavên rast biavîta ewê hin pêşketinên cihêtir bibûna. Lê hinekên ev yek nexwest derketin.”

Bêguman ev îddîa pir ciddî ye û divê meriv li ser raweste.

Wer xuyaye ku di kongreya DTP-ê da gelek stêrk û surprîzên nuh ewê dakevin qada siyasetê û pêşberî kurdan û gelek kes jî ewê werin tasfiye kirin.

Lê heger ev şer û teşxele di nava grûba meclîsê da nebe sebebê perçebûna grûbê baş e, xetera mezin ew e ku tiştên anîn serê DEP-ê bînin serê DTP-ê jî. Ji ber ku di meclîsê da hebûna grûba DTP-ê dewleta tirk pir aciz dike, loma jî dixwaze rojekê berî rojekê grûbê ji ber hev da bixîne, wan berra hev de û bi vî hawî jî dengê wan bibire.

Ew ”kesên” ku Tugluk qala wan dike ji bo vê yekê dixebitin, naxwazin DTP bibe partiyeke serbixwe û siaseteke rastû maqûl bimeşîne. Ew dixwazin dîreksiyona DTP-ê tim di destê ”hinekê” din da be, ji bo ku dema bixwazin wê li kevir û daran biqelibînin.

Yanî emê dîsa li filîmekî kevn temaşe bikin.

28 maj 2008

Hin hestên tevlihev

Min ew westand
Kurdekî berferatî, li otêlê xurîniya xwe dikir, lê feqîro dikir nedikir nikanîbû bi çetelê xwe heba zeytûnê zeft bikira.
Vê yekê bala garson kişand û rabû çû gazî û hawara wî, rahîşt çetel û di heba zeytûnê ra kir û dû ra jî got, ”Kerem ke!” û dirêj kirê.
Yê berferatî bi awirekî tahl û ji xwe bawer got:
-Bi serê wî bavê te yê delal dikim, heger min ew newestandiba te yê nikanîbû ew bigirta. Dîsa ji min ra dua bike.

Tu du gotinên Kurdî jî fêr bibûya
Xortekî Diyarbekrî ku baş ajnê nizanîbû ketibû cemê Dîclê û ajnê dikir. Dema çû dereke kûr û bê qam ji nişka ve di bin avê ve bû û dest bi gazî û hawarê kir. Bi tirkî got:
-Kurtarin, bogiliyam! Kurtarin bogiliyam!… -Haho, ez difetisim, min xelas bikin! Haho ez fetisîm...
Gundiyek ji wir derbas dibû, gazî û hawara xortê ajnênezan bihîst, lê ji ber ku bi Tirkî nizanîbû jê fêm nekir ku çi dibêje. Berbî xort çû, pê da qîriya û got:

-Kuro çi “qurtar qurtar û bogilim bogilima te ye!? Ez fêm nakim tu çi dibêjî. Te xwe bi qurbana xelkê kira, ji dêlî Tirkî, tu du gotinên Kurdî jî fêr bibûya nuha minê fêm bikira ku tu çi quzulqurtê dixwazî?!

Cahilî
Di bextê çapemeniya tirk da be, dibêjin li Tirkiyê 123.000 qahwexane û tenê 1430 kitêbxane hene.

Dibêjin hemû qahwexane hetim heta ber dev tije ne, tu diherî kîjanê hema hema ciyê rûniştinê tuneye.

Lê hemû kitêbxane jî vik û vala ne, kes riya xwe bi wan naxe.

Min jî digot gelo çima li Tirkiyê hewqas nezan, cahil, xêv û ehmeq hene?

Ji xwe rêvebir û serokên wan jî neynika vê cahiliya wan e, dema meriv li wan guhdarî dike, meriv ji xwe ra diçe dinyayeke din.

Yekcarnan di telewîzyonan da li “Profesorên” wan guhdarî dikim, ew ji siyasetmedaran jî xerabtir in, tiştê meriv fêm dike tenê xwendin û nivîsan dinê fêr bûne. Cehalet ji her derên wan dibare.

Ê dema li welatekî 123.000 qahwexane û tenê 1430 kitêbxane hebin bêguman miletê jî cahil û nezan be. Ma zanîn û ilim ji asîman da nabere, dibê meriv lê bigire, bixwîne û fêr bibe.

Û ew jî ne karê tirkan e.

27 maj 2008

Rewşa Tirkiyê û DTP-ê pir dişibe hev

Bi qasî ku ez dibînim Tirkiye û DTP di gelek waran da dişibin hev.

Mesela li Tirkiyê tu carî demokrasiyeke rastîn û îstîkrareke siyasî çênebûye.

Gelşa DTP-ê jî ev e, di nava DTP-ê da jî heta nuha demokrasiyeke temam, aramî û îstîkrareke siyasî peyda nebûye.

DTP, ji roja ava bûye û vir da tim wek kelekeke li ser avê, bi pêlan ra geh vir da û geh wir da kil dibe.

Ev heyştê sal in ku li Tirkiyê wer şer û teşxeleye, ji deh salan carê leşker dest didin ser hukum û siyasetmedaran bi sîlekirin ji meclîsê diqewitînin û ew diçin li dewsa wan rûdinin.

Di nava DTp-ê da jî garantiya tu “hevserokî” tuneye, ew tu carî nizane ku kînga ewê daxin jêr û terxîsa wî bidin dest.

Li Tirkiyê jiyana partiyên siyasî wek umrê/temenê pinpinîkê pir kin e, tên danîn, demekê siyasetê dikin û dû ra jî tên girtin.

Rewşa DTP-ê jî ji ya partiyên tirkan ne cihêtir e. Ew jî li ser daxwaz û emrê “Serok” tê danîn, demekê siyasetê dike û dû ra jî dîsa li gor emrekî nuh tê gorkirin.

Li Tirkiyê esas ne partiyên siyasî tenê, umrê her tiştî kin e, di tu tiştî da îstîkrar û berdewamî tuneye.

Lê bi taybetî jî umrê siyasetmedar û serokên partiyan pir kin e, piştî bikaranîna demekê ya ji sehneya siaysetê tên qewirandin, ya tên zindankirin ya jî tên bidardekirin.

Qedera “hevserok” û kadirên DTP-ê jî ji yên tirkan pir ne cihêtir e, piştî demekê ew jî ya tên qewirandin, ya dikevin zindanan ya jî hin bela û felaketên hîn mezintir tên serê wan.

Gelo we qet meraq kir ku çima wiha dibe?

Çima li Tirkiyê tu carî rejîm rûnane û îstîkrara siyasî bicîh nabe?

Çima li Tirkiyê û li Kurdistanê partiyek nikane demeke dûr û dirêj di sahneya siyasetê da bimîne?

Çima li Tirkiyê û li Kurdistanê serokên partiyan wek ku meriv îşlig/qemîs biguhrîne tên guherandin?

Ez bibêjim, ji ber ku li Tirkiyê leşker nahêlin sivîl bi serê xwe hereket bikin û Li Kurdistanê jî Ocalan nahêle.

Ocalan nahêle yek ”hevserok” jî kursiya xwe germ bike, miheqeq qîlekî dibîne û pihînekê lê dixe û yekî nuh tîne dewsê.

Serokatî ji xwe yasax kiriye, malneket nahêle "hevserokên" reben jî têra xwe "hevserokiyê" bikin. Wan jî her roj diguherîne.

Nahêle ne di partiyê da, ne jî di nava kadiran da berdewamî û îstîkrar çêbibe.

Ne dihêle gerîlla li gor şertên xwe şer bike û ne jî sivîl siyasetê bimeşînin.

Nahêle ne di nava gerîlla da û ne jî di nava xebata legal û demokratîk da hin kes derkevin pêş û bibin serok û di dilê milet da ciyê xwe bigrin.

Nahêle, ji ber ku divê her kes ji wî biçûktir be, ”serok” û mezin divê tenê ew be
Yanî nahêle tu tişt bi hemdê xwe bikemile û mezin bibe, tim diqurçimîne, nahêle şax vede û geş bibe.

Li gor çapemenî dinivîse wa ye Ahmed Turk ji serokatiya gurûba parlamnentoyê ya DTP-ê îstîfa kiriye, Emîne Ayna ketiye dewsa wî.

Bi îhtîmaleke mezin ev teşxele û guhertin jî dîsa bi emrê Ocalan bûye.

Ev jî îşareta destpêka gelşekê ye, meriv hêvî dike ku di rojên pêş da ev gelş mezintir nebe û nebe sebebê perçebûnê.

Ahmet Turk beyanek daye û gotiye. “Bila kes kêfa xwe neyne, emê bi heval û partiya xwe ra di nav hevkariyê da bin û xebatên xwe bidomînin.”

Xwedê bike wiha be û di kongreyê da alternatîva herî rast û baş were dîtin.

Serokatiya Emîne Ayna ne elameta xêrê ye. Ayna, ne ew kesa ku kanibe ji bin vî barî rabe.

26 maj 2008

Leqleqa vala û dawetek

Min çavên xwe li malperên tirkî û kurdî gerand, min tiştekî girîng ku meriv serê xwe pê ra biêşîne û vê derengê şevê tiştekî li ser binivîsîne nedît.

Di herdu çepheyan da jî leqleqa vala ye.

Mijara sereke ya çapemeniya tirk ji serî heta dawî AKP û Erdogan e, teoriyên komployê li bin guhên hev dikevin, ji bo aqilberdanê derdîderman in.

Li pişt hertiştî, her bûyrê, her axaftinê, her gerê, her dawetê, her mîvantiyê miheqeq hesabek û nêteke xerab heye.

Tu li kîjan rojnameyê û malperê dinêrî hema hema eynî çîrok û eynî leqleqa vala ye.

Heger mijar ne AKP be, wê demê PKK ye, heger ne Erdogan be, wê demê Ocalan e.

Yanî here were eynî mesele. Loma jî ezê îro bela xwe ji tirkan û kurdan vekim, ji we ra qala hin tiştên xweştir bikim.

Roja şemiyê ez û xanim, em çûn daweta lawê dostekî.

Ji xwe ne xêra van dawetan be kes kesî nabîne. Xwedêbike her roj dawet be.
Haaa weleh di şînan da jî em hevdû dibînin, dibê ez wê jî ji bîr nekim.

Axir ev herdu minasebet me gelek dost û havalan tîne ba hev û hema çend seetan be jî bîna me bi hev derdikeve.

Zava kurd bû û bûk jî faris bû.

Loma jî dawet nîvî farisî û nîvî jî kurdî bû.

Ev cara pêşî bû ku min daweteke farisan didît.

Yê me dîsa wek hertim govend û sitranên kilasîk lolo, lolo û lêlê lêlê bûn. Lê xwedêjêraziyê Armanc jî tew şirik jê berda, di wî ciyê biçûk da dengê wî olaneke wer dida ku meriv kerr û gêj dibû, gelek keç û xortên li vir mezin bûne feqîran ji mecbûrî bazdidan derve, milet ji guhan bû.

Û govendên me jî ji xwe tên zanîn, milet carê govend gerand êdî nedixwestin dengê muzîkê raweste û govend sar bibe.

Civata kurd di gelek warî da guhrîye lê tenê di warê govendê da tiştekî nuh tuneye, here were lîstikên gelêrî yên berê ne.

Bêyî tirkan(rebenan tenê yê wan tiştek tuneye)govendên her miletî hene, lê xelkê di ber ra tango û hin tiştên din jî ava kirine. Dibê em kurd jî ji gundîtiyê hinekî berê xwe bidin moderntiyê jî.

Axir herdu jî lazim in.

Ma ne divê li gor demê hin lîstikên nuh jî hebin, çimkî sêpê û dûzû hertim nabe. Lê bi kurtî di çepheya kurdan da ne di warê lîstikan û ne jî di warê muzîkê da tu tiştekî nuh tunebû.

Lê farisan mêrikan helandin, şirik jê berdan.

Muzîka wan gelkî nerm û nazenîn hebû, dil û hestê meriv germ û nerm dikir. Û ya herî girîng jî, guhê meriv jî kerrr nedikir.

Govenda wan jî ne lîstikên gelêrî, dansên modern bûn.

Û ji xwe ji bedewî û xweşikiya keçên wan jî nedihat gotin, bêbavan yek ji yekê xweşiktir bûn. Her yek wek gurcuyekê, wek xezaleka binêberiyê bû.

Ez bawer dikim bi kalbûnê ra meriv bêtir dilbijok jî dibe, loma jî hema hemûyan li ber çavên min şûle didan.

Xwedê hemûyan ji dê û bav û ji dildarên wan ra bihêle.

Diyar e Xeyam û Hafizê Şîrazî bela sebeb qala bedewîya nazenînên faris nekirine. Heger ne wiha bûya bêguman Xeyam û Şîrazî, ewê ji derdê evîna wan hewqasî nelorandana.

Bi kurtî meriv çuqasî tiştên nuh bibîne hewqasî baş e.

25 maj 2008

Rexneya min zengilê hawarê bû!

Nivîsa min ya li ser birêz Bediran Badillî, -Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got: Bi kurdî bipeyivin!-di nava xwendevanan da olaneke ne xerab da.

Hinek xwendevan, dost û hevalan ji min ra li çepikan xistin, gotin, ”her bijî!”, te tiliya xwe daye ser birîna kurdan.

Lê hinek hevalan jî rexne li min girtine û gotine ku min neheqî li Bedirxan Badillî kiriye, ez dîsa ”wek gelek caran zû hêrs bûme”, divê meriv bêtir bi sebir û tolerans be.

Ji bo min rexne jî bi qasî çepik, pesin û halanê girîng û giranbuha ye. Ez herduyan jî gelkî girîng û hewce dibînim.

Çepik û halan meriv li xebat û micadeleyê germ û girgîn dike, rexne jî meriv bêtir bi dîqet û temkîndar dike. Loma herdu jî wek dermanê çavê kul in, pir bi feyde û pêwîst in.


Di nivîsa xwe ya do,-Bersîva Bedoyê kurd”da min rewş bi kurtî ji birêz Badillî ra îzah kir. Ez hêvî dikim ku pir hindik ewê feydeya wê gihîştibe fêmkirina bûyerê.

Loma jî ezê wan tiştan careke din li vir dubare nakim.

Hevalekî-Mihemedê Qoserî-, hin gazin ji uslûba rexneya min kiriye û gotiye, ”xwezî hûn tev li panêlê bana û we birêveçûna panêlê bişopanda, wî çaxî we dikaribû bi sehleyî biryara xwe ya derheqê vê nîqîşê da bida.”

Hevalê din, Abdurrehman Onen- jî ji ber ku ew jî Bedirxan ji nêz ve nas dike, gotiye ku Bedirxan heta çend sal berê bi kurdî nizanîbû, lê nuha kurdiya xwe gelkî bi pêş xistiye û êdî bere bere bi kurdî dinivîse. Û ji ber vê fêrbûna kurdî jî ji kêfan:

-Heger baskên wî heba wê li hemû deverên Kurdistanê bifiriya û bigota, ”gelî heval û hogiran, êdî ez kanim bi kurdî jî bipeyivim û binivîsim, lê hebekî moletê bidin min ku ez kanibim di her babetî da bipeyivim û binivîsim.”

Berî her tiştî, ji ber ku min dengê Abdurrehnam Onen bihîst ez gelkî kêfxweş û dilşa bûm. Ji ber ku hemû malbata Abdurrehman û bi taybetî jî birayên wî gorbuhuştê Şêxmûs û Fûad li ba min hevalên pir ezîz in. Bêyî wê jî, gelek şefbêrkên min li Stenbolê, li mala Abdurrehman bi Fûad û dîsa rahmetiyê hemşeriyê min Aslan Kaya ra derbas bûye.

Ez wan rojan bi hesret bibîr tînim.

Ez vegerim ser meselê.

Wek tê dîtin, herdu heval jî Bedirxan Badillî şexsî nas dikin û li gor vê nasînê, dîtinên xwe yên derbarê wî da anîne zimên û nivîsa min rexne kirine.

Heger min jî wek Abdurrehman û Qoserî bizanîbûya ku Bedirxan Badillî bi kurdî baş nizane, lê bi dil û can dixebite ku fêr bibe, bêguman minê ew nivîs bi wî rengî nenivîsanda. Lê tu zanîn û agahdariyeke min ya bi vî rengî tunebû.

Min nivîsa li ser panela Badillî di malpera ANF-ê da xwend. Û li gor agahdariyên di nivîsa ANF-ê da bûn hereket kir û li gor wan agahdariyan şêla Badillî rexne kir. Ji ber ku tiştê ji xebera ANF-ê dihat fêmkirin ew bû ku Badillî bi kurdî dizane lê li gel vê jî di panêlê dabi tirkî peyivîye. Û li gel vê jî rabûye kurd û şofêrên diyarbekrê ji bo ku ew bi kurdî napeyivin rexne kirye.

Û li ser vê rexneya wî jî, ji nava guhdaran yekî jê ra gotiye” tu çima bi tirkî dipeyive?”, heger şaş e dibê tu jî nepeyive.

Û Badillî jî gotiye:

-Tu rast dibêjî. Ji nuha û şûnda emê panelên xwe bi kurdî çêkin.

Tiştê meriv ji van gotinan fêm dike, Badillî bi kurdî dizane lê nepeyivîye, lê li ser rexneya guhdarekî soz daye ku careke din ewê semînerên xwe bi kurdî bide.
Min li gor van fakteyan nivîsî û Badillî rexne kir.

Ne xwe min agir nexistiye dawa xwe û ez har nebûme ku êrîşî her kurdê bi kurdî nizane bikim.

Hin heval bînfirehî û sebrê tewsiyeyî me dikin, li gor wan divê meriv li hember kurdên fêrî peyivîn, xwendin û nivîsandina kurdî nabin bi tolerans be.

Rast e, ne di vê meselê da tenê, di hemû warên din da jî dibê em li hember hev bînfireh û di rexneyê xwe da avakar bin.

Lê divê ev yek neyê maneya ku merivê li hember asîmîlasyonê sist û bi tolerans be. Asîmîlasyon hebûna kurdan tehdît dike, dewleta tirk hêviya xwe li asîmîlasyona kurdan girêdaye û loma jî naxwaze mefekî herî biçûk jî bide kurdan. Ji ber ku asîmîlebûna kurdan hêviya dewleta tirk ya qedandina kurdan xurt dike.

Loma jî erê dibê em ”serê hev neşkînin” lê dibê em biwêribin hin xîçan bavêjin ji hev da, ji bo ku li hember asîmîlasyonê em sist nebin û di xew ra naçin.

Rexneyên min xîç in, ne seriyan dişkînin û ne jî çavan kor dikin, tenê kesên bêxem û xewar şiyar dike.

Rexneyên min yên li hember asîmîlasyona di nava kurdan da rola zengilê hawarê dilîze.

Hebûna zengil baş e, nahêle meriv dereng bimîne, mesûliyeta meriv bi bîra meriv dixe.

24 maj 2008

Bersîva Bedoyê kurd!

Merheba birayê Bedo!
Min bersîva te û nivîsên li ser vê mijarê îro xwendin. Ezê nivîsekê li ser van minaqeşeyan binivîsim û di wir da hin pirs û rexneyên hevalan ronî bikim.

Wer xuyaye nivîsa min ya li ser te, ”Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got: Bi kurdî bipeyivin!” olaneke(yanki)mezin daye. Bi baweriya min divê tu vê yekê wek şexs negre ser xwe, wek gelşeke miletê kurd, wek minaqeşeyeke li ser asîmîlasyonê bibînî.

Loma jî dibê tu rexneya min û dîtinên hevalên din wek dijminatiyeke li hember şexsê xwe nebînî û wisa fêm nekî.

Birayê ezîz, wek tu jî dizanî em şexsî hevûdu nas nakin. Yanî ez nizanim tu bi kurdî dizanî ya na, ya jî heger tu dizanî, tu çiqasî dizanî?

Loma jî min ji naverok û agahdariyên di nivîsê da bûn hereket kir û li gor wê şêl û gotinên te yên panelê rexne kir.Tiştê ji xebera ANF-ê dihat fêmkirin tu merivekî kurd î û bi kurdî dizanî û kesên bi kurdî napeyivin jî rexne dikî, lê tu bi xwe bi tirkî dipeyive.

Ji ber vê şêla te jî guhdarekî panelê aciz bûye û ji te ra gotiye:
-Wê demê tu çima bi tirkî dipeyive?

Te jî bersîva wî daye û gotiye:

-Tu rast dibêjî. Ji nuha û şûnda emê panelên xwe bi kurdî çêkin.”

Ji vê bersîva te jî diyar dibe ku tu bi kurdî dizanî lê tu nepeyivîye, te soz daye guhdaran ku tu yê careke din bi kurdî bipeyive.

Min ji van ”faktayên” di nivîsê da bûn hereket kir û li wê nivîsê. Heger min bizanîbûya tu ji bin da bi kurdî nizanî, ya jî kurdiya te qels e, têra axaftina civîneke wiha nake, bêguman minê li ser te ew nivîs nenivîsîya û tu bi wî rengî rexne nekira.

Çimkî ez her kurdê bi dil, fikir û hestên xwe kurd e lê bi kurdî nizane her çiqas rexne bikim jî lê wek dijminê xwe nabînim. Û ji xwe dîtineke wiha jî şaş e.

Ne bi dilê me be jî, bi me pir zor jî were îro bi sedhezaran, belkî jî bi milyonan kurd asîmîle bûne û bi kurdî nizanin.

Di nava van kurdan da hin kes hene ku zimanê kurdî biçûk dibînin û naxwazin fêr bibin. Hinek jî hene ku kurdî baş dizanin lê xwendin û nivîsandinê nizanin û naxwazin fêr jî bibin. Meydana zimanê kurdî ji bo beza hespên xwe pir biçûk dibînin. Ji bo wan ziman ne girîng e, meriv xwe bi kîjan zimanê baş îfade bike dibê meriv wî zimanî bikar bîne. Kurd kînga bûn dewlet wê demê ewê kurdî fêr bibin.

Yanî kerê memir qîfar tê, pîrê memir buhar tê…

Lê hinek jî hene ku ji ber sebebên em dizanin dê û bavên wan, ji ber nezanî û cahiliyê ew asîmîle kirine, ew ji ziman û kultura kurdî bêpar hîştine.

Ji van însanan îro gelek kes bi nasname û girîngîya zimanê xwe hesiyane û dibînin ku zimanê me ji bo hebûn û wendanebûna me çiqasî girîng e, loma jî hewil didin ku kurdî fêr bibin, bipeyivin û binivîsin.

Helbet meriv ji alî siyasî û sosyolojîk ve dikane çend katagoriyên din jî binitirîne, lê ne hewceye.

Netîce tiştê ez dixwzim bibêjim, li hember her kurdê bi kurdî nizanibe meriv eynî reaksiyonê nîşan nade, meriv bi eynî babetî rexne nake. Lê eksê texmîna hin ”dostan” ez jî ne merivekî hewqasî cahil û hewqasî zirzop im ku van ferqan nebînim û her her kurdê bi kurdî nizane wek ”xayin” û wek dijminê xwe bibînim.

Çimkî êdî ji malbata min jî kesên bi kurdî nizanin hene. Ji ber ku ji salên 1980-î vir da dewleta tirk malik li kurdan şewitand, pişt li kurdan şikand.

Sebebekî din jî mamûrtiya tirkan e, her kesên dibûn mamûr bi piraniyeke mezin dev ji zimanê xwe berdidan. Ev ffelekat hatiye serê gelek malbatên kurd.

Ez vê rastiya tahl û vê trajediya kurdan dizanim.

Lê ya girîng dibê meriv li hember vê malwêranî, vê trajediyê û vê realîteyê çi bike?

Yê min wek şexs, heta ji destê min tê ez vê realîteya heyî, wek rastiya xwe û miletê xwe nabînim û bi hemû hêz û îmkanên xwe ve hewil didim ku biguherînim.

Çimkî rewşa îro li welatê min bûye wek ”realîte”, ne rastiya min û miletê min e. Tiştê herî rast û normal ew e ku wek ferdên her miletê din, dibê hemû kurd jî kanibin bi zimanê xwe bipeyivin, bixwînin û binivîsin.

Derî vê rastiyê dibê em tu ”realîteyên” din qebûl nekin û bi şeîdet red bikin.
Tiştê ez dikim ûdixwzim bikim ev e.

Ne tu(wek Bedirxan Badillî) û ne jî kurdekî din yê welatperwer û dilsozê miletê xwe ez tu carî wek neyar û dijminê xwe nabînim û min tu carî jî bi wî çavî lê mêze nekiriye.

Devê tivinga min li hember her kurdê bi qasî misqalê ziriq jî bi xîret û kurdperwer be tim serberjêr e.

Ez hemû kurdên ku dilê wan ji bo azadiya kurdan lê dixe wek dost, bira û xismên xwe dibînim.

Loma jî heger min bi nivîsa xwe, tu êşandiye û dilê te hîştiye, dibê tu li qusûra min nenêrî û min efû bikî.

Birayê Bedo, dibê tu baş bizanîbî ku hemû şer û keftelefta min ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê ye.

Ez li hember dijminê xwe ji gûzîn(gûzan) jî tûjtir im, lê li hember hemû kurdperweran wek çaqoyeke ko me, tu carî zirarê nadim wan.

Bi hêviya ku ev minaqeşeya me ji bo miletê me bibe sebebê pêşketineke xêrê, bibe sebeb ku gelek kurd li xwe varqilin û dest bi fêrbûna zimanê xwe bikin.
_____________
Dîtin û rexneyên hin hevalan yên li ser nivîsa min ya bi navê-Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got bi kurdî bipeyivin!-:

Ew şaştiya Zinarê Xamo, ji bona pozbilindiya Cemîl Oguz çêbû.

Min Cemîl re got; keko Kurdiya min têra nake. Di Diwanxanê de jî baş tê zanîn ku berê du salê ez bi Kurdî nizanibûm. Niha jî baş nikarim him binivîsim û him bixwînim. Lê axaftinên rojane yên bi Kurdî dikarim xeber dim. Di Amedê de jî axaftinên min bi Kurdî bûn. Heta gelek heval ji bona xirabiya Kurdiya min gelek adiz dibûn. Min serê panelê de got: Li mala xwe de min çend caran ceriband; nikaribûm wî mijarê bi Kurdî rast îfade bikim.

Cemîl Oguz wana baş dizane, çimkî serê panelê de dît ku, di destpêkê de pêşkêşa min bi Kurdî bû. Lêbelê hate panelê û nûçeyek çêkir, min di Diyarnamê de dît ku bi zimaneke qure û bi avayekî pozbilind nûçeyek çêkiriye. Cemîl Oguz, tu baş artîst î, sed maşela! :)))

Him jî min negotiye ku êdî panelên me bi Kurdî be. Ew derewa Cemîl Oguz e. Ji ber ku ez ne berpirsiyarê Kurt-Kavê me. Qasê ku tê bîra min; wî gotinê Kek Remzî Çakin anîbû zimên.

Zinarê Xamo jî şaş fêm kiriye. Wisa dide nîşanê ku qey ez Tirkîhez im. Û min dixe di nava tevgerekî îdeolojîk.
Kurdên mihafazakar bibana, kêmasiyên xwe bi dilovanî jê bikirana.

Bi wan Kurdan re...tew tew tew!
Bedoyê Kurd

Ez kek Zinar ji kevn ve, kek Bedirxano jî nêzîkî salekêye nasdikim. Lewra ez dixwazim çend dîtinên xwe bînim ziman.
1- Bedirxano, Bedoyê me di demeke pir kurt de Kurdîya xwe pir bi pêş de xist, êdî camêr bi Kurdî dinivîsîne, hek baskên wî heba wê li hemû deverên Kurdîstanê bifiriya û wê bigota "gelî heval û hogiran êdî ez kanim bi Kurdî jî bipeyivim û binivîsînim, lê hebekî din jî mohletê bidin min da ku ez kanibim di her babetê de kanibim bi Kurdî bipeyivim û binivîsînim"

2- Bi ya min, Bedoyê me yek ji nîşan û numûneya xîret û kedê ye. Kek Şukrî Aslan di vê babetê de hebekî di pêşîya Bedo de ye, lê ez bawer im wê Bedo ji kek Şukrî "kıskanmiş" nebe:)

3- Kek Zinar wek gelek caran zû hêrs bûye.

4- Rexneyên me divê ku hebin, emê serê hev biêşînin, lê divê ku em serê hev neşkînin, ji me re gelek serî û dil divê.

5- Di xweşîyê de bimînin...

Abdurrehman Onen

Dema ku em bixwazin tiştekî şaş, rast bikin û tevgereke çewt biedilînin, gere şêwaz û helwesta meriv nerm û kubar be. Yan na, ji dêvla ku em kiryariyeke çewt rast bikin emê bi yekcarê xira bikin. Xuya ye ku birêz Zinarê Xamo distûr û hêmanen rêzgirtinê tev danîne alîkî û daye navê kek Bedirxan rexne kiriye, na na ya rastî tawanbar kiriye. Lê hevalên hêja xwezî wun tev li panêlê bana û we birêveçûna panêlê bişopanda, wî çaxî we dikaribû bi sehlî biryara xwe î derheqê vê nîqaşê bidin. Ez pirê cara di vê komê de li ramanên werê ecêb rast têm ku min ecêbmayî dihêle. Hinek heval dibêjin: " Bila di komê de zimanên ji dervayî kurdî qedexe bin û bila tenê zimanê kurdî bête bi kar anîn". Belê, bi rastî, daxwaz û hêviya min jî ewe ku tenê zimanê Kurdî bête bi kar anîn, ji bonî vê yekê jî min heya niha bi tirkî nenivîsandiye. Lê ma ev tişt bi qedexê û bi zorê çêdibe gelo? Qedexekirin çiqasî rast û çiqasî bi feyde ye! Gere em vêna baş bifikirin.
Bi qandî ku ez dişopînim, pir kesên ku di vê komê de dinivîsînin ne serdestê zimanin û kurdiya wan di pir ciha de têrî wan nake, lê dîsa jî hewl didine xwe da ku nivîsên wa bi kurdî bin. Ji wan hevala yek jî, Bedirxan Badillî ye. Wekî ku wun jî dibînin kak Badillî hê jî baş bi kurdî nizane, mesela binêrên bê hevokê xwe çawa saz kiriye: "Di Diwanxanê de jî baş tê zanîn ku berê du salê ez bi Kurdî nizanibûm". Keko wele tu hê jî nizane :) Ma îja "nizanibûm" çi ye! :))
Ku kek Bedirxab panela xwe jî vî awayî pêşkêş bikira, emê têra xwe pê bikeniyana û hew. Yaw hinekî sebr, hinekî bêhnfirehî û hinekî jî dilovaniyê bikin de firsendekê bidin va hevala, bila hinekî din kurdiya xwe pêşbixin, piştre we çi gazind hebin bînin ziman, ev mafê we ye.
Feqet di vê merhelê de em ne mafdarin ku biser va hevala de biçin û bi zorê kurdî li ser wan ferz bikin.
Ji xwe kesên bi berpirsiyariya xwe zane û bi xîret êdî hew vê rewşê radigre ser xwe û ji bonî vê jî dikeve nav hewldana, ji kesên wuha re tenê hinekî dem pêwist e.
Min carek du carê dî jî nivîsên Zinarê Xamo xwendiye, camêr li ser mijarên baş radiweste û kêfa meriv ji kurdiya wî re jî tê, lê xwezla ku bi şêwazeke wuha tund ev nivîs ne nivîsandibana.

silav û rêz.
Mihemed Qoserî

22 maj 2008

Tirk dîsa rabûn hev

Şerê di nabêna dem û dezgehên dewleta tirk da her ku diçe gurr dibe. Do Heyeta Serokan ya Dadgeha Bilind, bi minasebeta pîrozkirina 85 saliya xwe li dijî hukûmet û AKP-yê belavokeke tije gef û tehdît belav kiribû. Ev yek di raya giştî û bi taybetî jî medyaya îslamî da bû sebebê gelek minaqeşe û nerazîbûn mezin.

Hukûmet jî zêde bêdeng nema, wezîrê edaletê Mehmet Alî Şahîn, belavok wek tiştekî ”pir bêmane û vala” binav kir û got, ” armanceke belavokê ya siyasî heye”, ez wisa şirove dikim.

Îro jî Şûreya Dewletê, bi belavokeke gelkî sert piştgiriya Dadgeha Bilind kir û Şahîn hukûmeta AKP-ê da ber topan.

Ev herdu dezgehên dewletê jî îdîa dikin ku AKP Tirkiyeyê hêdî hîdî ji ”laîsîzmê” dûr dixe û îslamîze dike. Li gor wan, ”şoreş û prensîbên kemalîzmê” di xeterê da na.

Bi kurtî meriv dikane bibêje ku şerê AKP-ê û kemalîstan her ku diçe gurrtir dibe. Di vî şerî da piştgiriya hêzekê ne karê me kurda ye û tu kara me jî tê tuneye. Herdu serî jî bi qasî hev li dijî kurdan e û ji dil û can dixwzin bibin celadên kurdan. Loma jî ne rast e ku em piştgiriya qatil û celadekî xwe bikin.

Çiqasî li hev xin, hevûdu kel û kût bikin, ji hêz û taqetê da bixînin ji me ra baş e, feydeya me tê heye.

Dijminên me çiqsî kêm û zeîf bin ji bo me hewqasî baş e.

Kurd sibe ewê li xwe gilî bikin

Li gor ajansa ANF-ê dinivîse, sibe li Diyarbekrê li dora 100 nûnerên rêxistin û dezgehên kurdan ewê nivîsekê bidin Edlîyeya Diyarbekrê û tê da bibêjin ”Birêz Ocalan” û bi vî hawî ewê li xwe gilî bikin. Ewê di erzûhala/erznameya xwe da bibîjin:

”Heger xîtaba birêz sûc e, ez jî dibêjim Birêz Ocalan û vî sûcî dikim û xwe îxbar dikim.”

Wek tê zanîn bikaranîna gotina ”Birêz Ocalan” li gor qanûnên Tirkiyê sûc e û cezayê wê heye. Ji bo ku ji Ocalan ra gotine, ”Birêz Ocalan”, heta nuha di heqê gelek kesî da doz hatiye vekirin.

Min tu carî ji Ocalan hez nekiriye û nuha jî bêtir jê hez nakim. Lê gelek kes hene ku jê hez dikin û ji bo hurmetê jê ra dibêjin ”birêz/muhterem”.

Lê dewleta tirk ya kemalîst û zalim naxwaze kurd ji Ocalan ra bibêjin ”birêz”, dixwaze bi darê zorê hemû kurdan mecbûr bike ku ew jî wek tirkan heqaretê li Ocalan bikin, her cara ku navê wî hildidin divê berê bibêjin, ”qatilê zarokan û serokê terorîstan” û nizanim çi…

Helbet ev daxwazeke zorbayî û ne medenî ye û divê meriv wek însan li dij derkeve, hinek nabêjin, lê hinek jî dibêjin. Çi ji dilê înssan tê divê bikanibin bi wî hawî xîtab bikin.

Dewlet îro ji bo Ocalan dibêje, sibe dikane ji bo serokekî kurdan yê din jî eynî tiştî bibêje, heger di viya da biser keve ji bo yên din jî dibe nimûne.

Lê esas ya tirkan ne mesela gotina ”birêz mirêz” e, ev mane ye, maneya tirsandin, terorîzekirin û serkutkirinê ye. Kes gotina ”birêz” bikarnîne jî, ji bo pelçiqandin û serkutkirinê sibe ewê maneyeke din bibînin. Yanî kêla maneyan tu carî tije nabe.

Loma jî kesên bi girseyî dibêjin ”birêz” tiştekî rast dikin. Divê kurd ne ji bo vê tenê, ji bo navê Kurdistanê jî eynî reaksiyonê nîşan bidin.

Divê bi hezaran kurd li her derê navê Kurdistanê bikar bînin. Bi vî hawî divê hemû tabuyên dewletê ji bo me çêkirine yek bi yek werin hulşandin.

Yanî divê em li hember gefên dewletê hustuyên xwe xwar nekin û wek dewlet dixwaze xwe sansor nekin.

"Berdûşên" kurdan jî îro heyfek girtine
Heger ne derew be dibêjin xwedêgiravî grûba hackerên kurd Cold Hackers, îro 158 sîteyên tirkan rûxandine.

Yê min bi xwe karekî wiha ji min nayê, lê ji min bê jî ez nakim. Çimkî rast nabînim. Û dema hinek malpera min têk bidin jî ezê gelkî aciz bibim.

Lê min dîtiye ku tirkan heta nuha gelek caran malperên kurdan ”hackkirine” û bi vê jî nehatine serî, di ser da jî gelek heqaretên mezin li kurdan kirine.
Loma jî divê kurd jî li hember van zaliman ji bin da ne bêçare bin.

Li kurdistanê eşîra dizên wan tunebûya kesî jê şayiş nedikir, diz bêtirs û xof her şev dadiketin gom û kozên wan.

Yanî ez dixwzim bibêjim li hember ”berdûş û cahilên xelkê” bira ”berdûş û cahilên” me jî hebin.

Dema yên xelkê berdûşî û cahilî kirin, bira yên me jî bikin. Kurdan bela sebeb negotine, Xwedê kesî bê xwedî neke!

Îro jî dewleta tirk rexne kiriye
Do hinek kurdên me bi belavokekê li dijî beyana 1000 kurdî derketibûn û ew têra dilê xwe rexne kiribûn. Di nivîsa xwe ya do da min qala vê belavokê û rexneyên wan kiribû.

Îro jî îcar dewleta tirk daye ser pişta îmzekarên belavokê û bi tundî beyan rexne kiriye.

Wezareta Derva ya Tirkiyê, îro bi civîneke çapemeniyê beyana di rojnameyên Herald Tribune û Le Monde-ê da derketibû rexne kir û got, gelekên van terorîst in û ji alî Înterpolê ve li wan tên gerandin û gelek tiştên din.

Înterpol tu dibê qey çi ye?

Hûn navê kê bidin ewê li wî bigerin.
Ji xwe tu nemaye ku hûn navê hemû kurdên ku av jê sar û germ dibe, bidin Înterpolê.

Lê ecêba giran, him kurd û him jî tirk êrîşî beyanê dikin. Yanî ”dêr” jî û ”mizgeft” jî ji beyanê ne razî ye.

Xwedê bi xêrê bigerîne!

21 maj 2008

Kurd bêyî serxwebûnê tiştekî din qebûl nakin

Çendakî berî 1000 siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên kurd bi navê “Banga çareserîya pirsa kurd li Tirkiyeyê” belavokek belav kirin. Belavok di hin rojnameyên wek Le Monde û International Herald Tribunê da îro hate weşandin. Min jî xwe di nava hezar kesî ra kiribû û îmzeya xwe avêtibû binê belavokê.

Li hember vê belavoka 1000 kurdî, îro belavokeke din, belavokeke ku kevir û daran li ”me” dibarîne, daxwzên belevoka pêşî (ya 1000 kesî) rexne û red dike û şîara Kurdistaneke serbixwe dide pêş hate belavkirin.

Li gor belavoka pêşî, belavoka duyem gelkî radîkaltir e û çareseriya gelşa kurd di serxwebûna Kurdistanê da dibîne. Daxwaz maxwazên piço piço, yên wek “perwerdeya bi kurdî, telewîzyona kurdî” û tiştên wek van gelkî biçûk diîne û red dike.

Heger ez gotinên biraderên xwediyê belavokê hinekî kin û bi kurdî bibêjim, dibêjin ku tirkan welatê me dagîr kirine û bi darê zorê lê bicî bûne. Em wek kurd naxwazin hebûna tirkan li welatê xwe qebûl bikin û bi wan ra bijîn. Tenê çareseriyek gelşê heye, ew jî divê em dewleta tirk ji welatê xwe biqewirînin û serxwebûna xwe îlan bikin.

Bêyî serxwebûna Kurdistanê hemû alternatîvên din teslîmbûna îdeolojiya kemalîzmê ye û divê kurd vê yekê red bikin.

Helbet ev jî dîtineke û dîtineke biheq e jî. Bi rastî jî heger meriv bi tirkan kanibe wek zaza dibêjin, divê bi qiç û pîlên wan ve, bi leşker û pûlisên wan ve wan ji Kurdistanê derxe.

Bêguman ya herî rast û xweş ev e.

Lê gelo redkirina daxwzên ji serxwebûnê kêmtir rast e?

Mesele di vir da ye.

Her çiqas min belavoka pêşîn(ya 1000 kesî)îmze kiriye jî lê dîsa jî kêfa min gelkî ji vê belavokê û ji hebûna kesên wiha ra hat.

Bêguman divê kurd hemû wek hev nefikirin û eynî daxwza nekin, divê hin kes hebin ku doza federasyon û serxebûnê bikin û tenê vê yekê ji xwe ra bikin hedef.

Lê li alî din normal e ku hinek kes jî bi hin daxwazên kêmtir werin serî û wan bidin pêş.

Ma li Filîstînê daxwazên El Fetih û Hizbullahê yek in?

Bêguman na. El Fetih dewleta Îsraîlê nas dike û pê ra rûdine, lê Hamas dibêje dewleta Îsraîl ne meşrû ye, divê were rûxandin.

Esas di destpêkê da El Fetih û Erefat bixwe jî li pişt Hamasê bûn, Hamas nîşanî îsraîliyan didan ji bo ku bitirsin û bi daxwazên El Fetihê werin serî.

Yanî bi gotineke din, mirin nîşanî îsraîliyan didan ji bi ku bi tayê werin serî, lê dû ra rewş guherî.

Li Kurdistanê jî divê wiha be. Divê hin hêz û grûbên gelkî tûjtir, gelkî radîkaltir derkevin û bi rastî jî bêyî serxwebûna Kurdistanê tu alternatîvên din qebûl nekin. Loma jî ez vê belavokê gelkî pozîtîv dibînim û dixwzim ku ev dîtin li Kurdistanê şax berde, xurt bibe, bibe hêzeke maddî.

Di belavoka duyem da dibêjin ku 22 dewletê ereban û 7 dewletên tirkan hene.

Ma çima ewê dewleteke kurdan ya serbixwe tunebe?

Meriv nikane îtîrazî vê daxwazê bike, camêran rast gotine.

Kevir bibare, ji miletekî ra 22 dewlet bi rastî jî pir zêde ye. Heger mimkûn bûya divê meriv 21 yek ji wan bistenda û li miletên din, li xwediyên wan erd û avan belav bikira. Li dinyayê nimûneyeke din ya wiha tuneye.

Yên tirkan jî esas 7 pir in, divê rojekê meriv ji wan jî bistîne û bide xwediyên wan yên kevn.

Lê em feqîrên Xwedê, li gor hesabê belavokê 54 milyon kurd, hîn ne xwediyê yek dewletê ne jî. Loma jî ji bo 54 milyon kurd daxwaza dewleteke serbixwe hindik e, ne pir e, divê xwediyên belavokê yek milîmê jî ji vê daxwaza xwe danekevin û wesalam.

Kurd li hev nakin
Do êvarê serokkomarê Îraqê Celal Talebanî berî ku here Bexdayê li balafixaneya Silêmaniyê civîneke çapemeniyê li dar xist û hin beyanên girîng da.

Talebanî di axftina xwe da li ser pêkanîna kabîneya hukûmeta Kurdistanê jî rawestiya û got:

“Ji bo pêkanîna kabîneya nû sebir divê, kabîne ewê were pêkanîn.”

Xwedê bike!

Kî naxwaze ji herdu çavan kor bibe!

Lê ev serê 5 mehan e ku ji bo danîna hukûmeta nuh PDK û YNK li ber hev didin. Li Xwedêgiravî li ser serokwezîr li hev kirine lê îcar li ser kabîneyê li hev nakin. Herdu alî jî dema devê xwe vedikin bi saetan pesnê hev didin, dibêjin di nabêna me da tu gelş û dijayetî tuneye, li ser her tiştî em mitefiq in û wek hev difikirin.

Lê li gel vê jî ev 5 meh in hukûmet çê nabe.

Ji bo çi?

Heger bi rastî jî di nabêna herdu partiyan da tu berberî û gelş tunene wê demê ev xiran û kaşan ji bo çi ye?

Kabîne çima çênabe?

Tiştê xuya ye heger gef û tehdîdên dewletên cîran hewqasî ne mezin û cîdî bûna, teşxeleya li ser parkirina kursiyan nuha ji zûda bûbû sebebê tevlihevî û teşxeleyeke mezintir.

Meriv hêvî dike ku ev nelihevkirin dirêjtir nebe, di demeke kin da çareser bibe. Lê tiştê meriv ji gotinên Mam Celal derdixe ev ne hêviyeke rast e. Diyar e ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne.

Lê înşelah ewê bê qezza û bela derbas bibe.

20 maj 2008

Tirkiye şerê li hember kurdan bi perê eroînê didomîne

Hefteya borî(15/5)di hin malperên tirkan yên wek Internet Haber, Iyibilgî û di hin malperên din da li ser Tirkiyê xebereke pir cidî derket.

Di xeberê da midûrê emniyeta Stenbolê yê kevn e û parlamenterê MHP-ê yê Stenbolê Hasan Ozdemir digot, ”Tirkiye merkeza eroînê, extacy û heba captaonê ye.”

Min him wê rojê û him jä dû ra çavên xwe li gelek malperên kurdî yên mezin gerand, mixabin yek malperê jî qala van gotinên Hasan Ozdemîr nekir. Gotinên Ozdemîr gelkî girîng in, çimkî ew ne merivekî ji rêzê, ne dijminê dewletê ye. Ew, merivekî neteweperest, midûrê emniyeta Stenbolê yê kevn û nuha jî parlamenterê MHP-ê ye. Loma jî divê kurd gotinên wî di ser guhê xwe ra navêjin û li dinyayê belav bikin.

Divê dinya ji devê midûrê emniyeta Stenbolê bibihîze ku ”Tirkiye merkeza eroînê, extacy û captagonê ye.”

Ji gotinên Hasan Ozdemir xuya dibe ku, Tirkiye wek dewlet vî karî dike, çimkî bi vî pereyî şerê li hember kurdan fînanse dike. Divê kurd vê çavkaniya dewleta tirk bibînin û bi li her derê belav bikin.

Hasan Ozdemîr, ji endamên Komisyona Meclîsa Tirk ya Micadeleya bi Narkotîkayê ra dibêje:

-Eroîn ne li der, li ba me, li Tirkiyê çê dibe. Merkeza eroînê, extacy û captagonê Tirkiye ye. Û narkotîka ku li Tirkiyê çêdibe bi çewalan diçe welatên ereb û welatên din.

Ozdemir, ji endamên komisyonê ra dibêje, ”wek fabrîqeyeke dermîn ruxsat girtiye lê bi çewalan heban çêdikin. Hûn dixwazin em herin Stenbolê ez wê fabrîqeyê nîşanî we bidim.”

Min hin beş ji axaftina Ozdemîr kir kurdî. Ozdemîr ji endamên komisyona Meclîsa Tirkiyê ra wiha dibêje:

”Ez wek merivekî meselê dizane dibêjim. Ne hewceye ku em her hertiştê xwe bi çapemeniyê ra bipeyivin. Yanî li vir divê em wek malbatekê bipeyivin, pişt ra bira bi riya hevalekî derkeve, ku me ”ev kiriye, ew kiriye.” Yanî divê em berfireh li ser vê meselê rawestin.”

”Bi qasî ku ez dibînim, ez bi xemgînî dibêjim, di derbarê narkotîkayê da, him eroîn û him jî captagon û extacy nuha li welatê me tên hilberîn/çêkirin. Divê carê em viya bizanibin, ev gelkî girîng e. Ez viya wek keskî ku vî karî dizane dibêjim.”

"Ez Mudûrê Emniyeta Stenbolê bûm. Ez ji we ra tiştekî bibêjim. Li Mudûriyeta Emniyeta Stenbolê me îstîxbaratek girt. Me li Gebzeyê operasyonek kir. Fabrîqeyeke derman ya mezin, wek dêwekê ji serî heta dawî captagon çêdikir. A ji we ra zanîn. Ger hûn bixwazin dema em herin Stenbolê em dikanin li wê fabrîqeyê bigerin, hemû risim li ba me hene. Fabrîqeyeke pir mezin e. Ev fabrîqeya dêwîn, birêz serok, hevalên birêz ên parlamenter, captagonê çêdike û ev captagon jî piştî ku li ba me çêdibe hinek jê li vir dimîne û ji vir jî diçe welatên ereb û li wan welatan jî rehet bikar tînin.”

Serokê komisyonê-Ruxsatê/lîsansê jî digrin?

Hasan Ozdemir:
”Na efendim. Belkî mêrik tiştek girtiye…Na, xwedêgiravî kîmyayê çêdike. Dema kîmyayê çêdike, ji ber ku nizanin…

Mûsa Sivacioglu(endamê komiyonê, Kastamonu)-Yanî hilberîneke qaçax e, yanî bi qaçaxî çêdike.

Hasan Ozdemir:

”Ez benî, di derbarê hilberîna qaçax da, yanî di derbarê hebên qaçax da, mêrik ruxsat/lîsans girtiye, dereke bi rûxsat e. Lê bi temamî qulubandiye çêkirina captagonê. Yanî em bi çewalan qamyonan dadigrin lê naqede. Wiha ne tiştê li kuçe miçan e…”

”Em tim dibêjin Ewrûpa, Emerîka, lê ez bi xemgînî dibêjim ku eroîn jî li ba me çêdibe. Di zanîna vê yekê da feyde heye.”

Hasan Kara(Kilîs)-Belkî ne madeya xam e, tiştê wê ye…

Hasan Ozdemîr:
”Ez îzah dikim…Madeya xam, tu bixwzî heye, li her derê tê çêkirin. Nuha bi riya em sûc têxin hustuyê hinekên din em nikanin ji vê yekê xelas bibin. Wer xuyaye ku ji me, hinek kesên ku pereyên mezin qezenc dikin viya jî çêdikin. Hûn dizanin çi çêdikin? Helbet navê Wanê, Hekariyê derketiye. Hekarî, Wan herêmeke çiqas e ku?
Li Stenbolê çêdibe, li Sîlîvrîyê çêdibe. Eynî ez ji we ra dibêjim, li Tekîrdaxê çêdibe û mezin e, di çarçeveyeke dêwîn da çêdibe, dêwîn! Nuha ez vana, wek şexsekî ku 5 salan Mudûrtiya Emniyeta Stenbolê kiriye dibêjim. Divê berê em van meseleyan bizanibin.”

Ji van gotinan vekirîtir çi heye? Mêrik pir vekirî dibêje, navê Wanê, Hekariyê derketiye, esas merkez Stenbol e, Sîlîvrî ye, Tekîrdax e.

Û ew jî bi dizî, ne li malan, ji bo vî karî fabrîqeyên dêwîn hatine çêkirin. Çimkî bazara wan ne tenê welatên ereb û Ewrûpa ya, îxracî hemû dinyayê dikin û bi vê riyê jî deleta tirk salê li dora 70-80 milyar dolarî qezenc dike. Û bi vî pereyê narkotîkayê jî sîlehên herî modern dikirin û li hember kurdan pê şerê xwe didomînin.

Dewlet û çapemeniya tirk her roj propaganda dikin, dibêjin ”PKK karê narkotîkayê dike” û bi vê propagandeya xwe jî li gelek derûdoran tesîrê jî dike. Lê li hember delîl û îspateke hewqas girîng ne çapemeniya PKK-ê û ne jî kurdên din dengê xwe nakin û van gotinên Ozdemîr wernagerînin îngilîzî û li cîhanê belav nakin.

Divê ev gotinên Ozdemîr, ji merkeza Înterpolê ra, ji hemû ajans û çapemeniya dinyayê ra bihata şandin.

Midûrê Emniyeta Stenbolê dibêje, ” li Stenbolê fabrîqeya hebên captagon heye, tirkiye merkeza eroîn û narkotîkayê ye” û em kurd van gotinan nakin xeber jî. Û xwedêgiravî em siyasetê dikin…

19 maj 2008

Gelo pozê kurdên bêxîret ewê bi van gotinên zabitê tirk bişewite?

Ev çend roj in ku fîlmekî vîdeoyê bi dengê zabitekî Tirk(Onur Dîrîk) di înternetê You Tube-ê da tê belavkirin. Fîlm li ser êrişa gerîlayên HPG-ê ya ser Tabûra Daglicayê(Oremarê)ye.

Wek tê zanîn di 21-ê cotmeha 2007-an da gerîlayên HPg-ê girtibûn ser tabûra tirkan ya Oramarê, 13 leşker kuştibûn û 8 jî dîl girtibûn.

Di fîlmê You Tubê da Onûr Dîrîk li ser êrîşî radiweste û gelek tiştan dibêje. Onûr Dîrîk yarbay e û wê demê qumandarê Tabûra Oramarê ye. Onûr Dîrîk di axftina xwe da gelek tiştên balkêş dibêje, gelek heqaretan li leşker, zabit û heta generalên di ser xwe ra jî dike.

Lê esas tiştê herî girîng ku ez dixwazim di vê nivîsa xwe da li ser rawestim, dîtin û xeberên wî yên li ser kurdan e, ji kurdan û gundiyên ku bi dewletê ra ne gotinên pir giran dike, xeberên ku kûçik pê gurrî dibin dide.

Axaftin hinekî dirêj e, wexta min hebûya ji bo ku pozê qoricî û kurdên xulamtiya dewleta tirk dikin hinekî bişewitiya minê hemû bikira kurdî û biweşanda. Lê wexta min tuneye, ezê tenê çend nimûneyan li jêr pêşkêş bikim.

Yarbayê tirk Onûr Dîrîk dibêje:

”Li hember gundiyan divê siyaseteke me ya bicehime(siktir be) here hebe.”
“ Divê siyaseteke me ya “tu xayin î “ hebe.”
“ Divê siyaseteke me ya ez di diya tenim hebe.”
“Ez di gundiyan im, tênimê lê belê pêwîst e ez wî bikar bînim.
“Ez di q... diya Remezan Yuce-leşkerekî kurd e- nim. Got sîleha min nexebitiye, min xwest wî li wir bikujim...”

Dibe ku hinek ji bo weşandina van heqaret û xeberên Dîrîk, min rexne bikin, bibêjin tu çima van gotinên bêmistewa, van çêran diweşînî?

Bi baweriya min divê meriv biweşîne û ne ez tenê, esas divê heta nuha gelek malperên din jî weşandibûna. Xelk ji me ra xeberên giran dide, dê û jinên me dibin perakî û em wan dixwînin û gudarî dikin.

De îcar çima emê veşêrin?

Bi veşartinê xeberên Dîrîk ji ortê ranabin. Divê hemû kurd, ji binamûsan bigre heta digihîje bênamûsan, her kurd bi çavên serê xwe bibîne ku zabitên dewleta tirk ji bo kurdan çi difikirin û çi dibêjin?

Helbet ev dîtin ne ya Dîrîk tenê ye, hemû rêvebir, zabit, pûlis û siyasetmedarên tirk yên din jî wiha difikirin.

Denîz Baykal, Dewlet Bahçelî, Erbekan, Recaî Kutan, Mehmet Agar, Tayyip Erdogan û yên din jî hemû wek Dîrîk difikirin, ew jî bi çavê xayintiyê li hemû kurdan mêze dikin, ew jî di dilê xwe da dibêjin “ez di q... diya kurdan im” lê ji bo ku wek keran ji xwe ra ”bikar bînin” van dîtinên xwe hewqasî eşkere nabêjin.

Lê hemû kurd, ji Abdulkadir Aksû bigre, heta Kamûran Înan yanî hemû pûlis, leşker, mamûr û siyasetmedarên kurd dizanin ku tirk di heqê wan da wiha difikirin. Yanî ev dîtina tirkan ne bi dizî ye, yên me kumê bêxîretiyê danê serê xwe, li hember van heqaretên tirkan xwe kerr û lal dikin û naxwazin bibihîzin.

Ma 75 parlamenterên kurd yên di nava AKP-ê da nizanin ku Cemîl Çîçek, M.Alî Şahîn, Kurşad Tuzmen û Erdogan bi çavên dijmin, bi çavên xayinan li kurdan dinêrin, ew jî wek Dîrîk di dilên xwe da xeberên nemayî ji wan ra didin?

Helbet dizanin, lê ji ber ku namûs bi filûsê dane loma jî dengê xwe nakin, çimkî xwe ji şeref û xurûra netewî û kurdbûnê dawşandine.

Heger ne wiha be meriv hîn jî ji Onûr Dîrîk ra rêbertiya nêçîra zarokên qewmê xwe nake, meriv hîn jî nabe qûlê Baykal û Erdogan.

Erdogan, Dîrîk û tirkên din, ne xeber û heqaretê tenê, her roj li wan suwar bin jî ewê dîsa dengê xwe nekin, ewê gelkî kêfxweş û serbilind bibin ku yekî tirk tenezul dike ku li wan suwar be.

Ma hîn ne do bû, bi kêmanî 100 parlamenterên kurd di meclîsa Tirkiyê da ji bo bombebrankirina gund û bajarên kurdan, ji bo kuştina keç û xortên kurdan destên xwe ji biryara meclîsê ya êrîşê ra bilind kirin!

Loma jî hegr Dîrîk bizanîbûya ku gundî û qoriciyên xulamên wî ewê xwe ji van gotinên wî aciz bikin ewê newêrîbûya van xeberan bide. Lê ji ber ku mêrik malê xwe nas dike, loma jî pir serbest çi tê dev wî dibêje.

18 maj 2008

Kurdekî bi tirkî ji xelkê ra got: Bi kurdî bipeyivin!

Do li Stenbolê li komeleya Kurd-Kav-ê bi navê “İnternet û kurd” panêlek hat çêkirin. Di panêlê da Bedirxan Badillî li ser tesîr û rola înternetê ya li ser zimanê kurdî rawestiyaye û gotiye ku kurd înternetê baş bikar tînin û ev yek jî bûye sebebê pêşketin û belavbûna ziman û elîfbeya kurdî.

Li gor dîtina Bedirxan Badillî, heger ne înternet bûya kurdî ewê hewqasî bi pêş neketa, bi saya înternetê zimanê kurdî gelkî tê bikaranîn û bilav dibe.

Birêz Badillî, di axaftina xwe da bala guhdaran kişandiye ser tiştekî din yê gelkî girîng, ser kêmasiyeke kurdan ya herî mezin jî û gotiye:

-Lê li Diyarbekrê şofêr û însanên din bi tirkî dipeyivin.

Badillî, ev şerma mezin ya diyarbekriyan rexne kiriye û gotiye, ev şaş e, divê kurd bi kurdî bipeyivin.

Gotina rast rast e, meriv nikane xwe jê aciz bike.

Lê tiştê herî komîk û sosireta herî mezin Badillî, ev gotinên xwe yên wecîzane ne bi kurdî, bi tirkî gotine. Yanî mêriko di panelê da ji serî heta dawî bi tirkî peyivîye. Lê li gel vê jî camêr bi mêranî gelek şîret li kurdan û li diyarbekriyan kiriye, gotiye divê hûn bi kurdî bipeyivn.

Diyar e xelk ji xwe fedî nake!

Ez bawer nakim bêyî kurdekî, li cîhanê ferdekî miletekî din biwêribe bêrûtiyeke wiha bike.

Mêrik ji xelkê ra dibêje divê hûn bi kurdî bipeyivin, lê ew bi xwe bi tirkî dipeyive, heta bigihîje van şîretên xwe jî bi tirkî li xelkê dike.

Xwedê miletê kurd ji bêtarên hîn girantir bisitirîne!

Lê axirê ji nava guhdaran namûs di yekî liviyaye, gotiye ez bi qurbana wî serê te yê tije aqil bim, heger bi rastî jî tu ji gotinên xwe bawer dikî, tu çima bi tirkî dipeyive? Ma ne divê berî her tiştî, tu van gotinên xwe bi kurdî bibêje!

Li gor ajansa ANF-ê dinivîse, li ser vê rexneyê, Badillî bi nefbiçûkiyeke gelkî mezin û dilovan gotiye:

-Tu rast dibêjî. Ji nuha û şûnda emê panelên xwe bi kurdî çêkin.

Wey ji erd heta bi asîman mala Xwedê ava be!

Efendî, ji nuha û pê va ewê lutuf bike û panelên xwe bi kurdî çêke.

Weleh vir e, ji nuha û pê va jî tu yê tirkiya xwe bidomînî. Çimkî hûn di dil û mejiyê xwe da asîmîle bûne, dema hûn bi tirkî nepeyivin şepilor digre bedena we, canê we dixure, zimanê we li hev digobile û hûn tu kêf û zewqekê ji axaftina kurdî nagrin.

Pitik çawa ji şîr û pêsîra diya xwe hez dike, hûn jî bi wê dereceyê ji axaftina tirkî hez dikin û nikanin jê qut bibin. Erê hûn bi koka xwe kurd in lê bi ziman û kultura xwe hûn bûne tirk. Û ji xwe ji girîng jî ev e.

Ma heger ne wiha bûya, meriv çawa dikane di panelekê da bi tirkî ji xelkê ra bibêje, divê hûn bi kurdî bipeyivin?

Kesê ku di civateke wiha da jî bi kurdî nepeyive êdî zû bi zû îflah nabe, êdî ew gayê zexel e û ketiye xeta xwar…

17 maj 2008

Hertişt dîsa hat qeysa berê

Înterneta min ji texmîna min jî zûtir hat girêdan, tenê rojekê bi derengî xistin, mala wan ava be.

Li gor soz û peymana me bi rastî jî do zanayekî şîrketê hatiye mal û camêr ji min ra hertişt li hev ragirtiye.

Xîra Xwedê!

Bi vî hawî hevalên zana û mihendizên vî karî ji zire zira telefonên min xelas bûn. Yanî ew jî bi qasî min li karê ne û divê sipasî tele2-ê bikin.

Hoste tenê e-maila min çênekiriye û programa antîvîrus nexistiyê, wekî din karê xwe bêqusûr kiriye. Di telefonê da ji min ra gotin, divê van karan ez bikim.

Lê ji ber ku bi şev ez dereng çûm mal loma jî min nikanîbû ev xebera xêrê do bi şev bigîhanda we.

Kurd dibêjin, bira avis be bira dereng be.

Şîrketa înterneta min ya berê Glocalnet bû, nuha min ew guherand, îcar çûm ser tele2-ê. Esas min ji ya berê jî tu zirar nedîtibû lê ji ber ku tele2 hîn mezintir e û di reqleman da jî gelkî pesnê wê didan, vê yekê tesîr li min jî kir û min jî rabû berê xwe da wê, tele2-ê.

Sebebekî din jî, telefona min ya malê jî li ser tele2-ye, loma jî min got baştir e ku fatûreyên herduyan bibin yek. Mehê ji dêlî 2 fatûreyan, ezê fatûreyekê bişînim. Ji alî wextê ve ew jî qezenceke.

Yanî nuha kêm zêde dîsa hertişt hatiye qeysa berê.

Kompîtor(data) nuh e.

Înternet bêgelş û serêşî wek seetê dixebite.

Û kamereya kompîtorê jî êdî xera nabe û wek berê min ji îmanê darnaxe. Kînga dilê min bixwaze ez û kokima diya xwe bi hev ra dipeyivin û têr li hev temaşe dikin.

Ev teknîk çi tiştekî xerîb e, aqilê min qet nagre. Ew li Diyarbekrê li mala xwe, ez li Stockholmê mala xwe em him dengê hev dibihîzin û him jî rismê hevûdu dibînin.
Bi rastî jî ecêb e!

Xwedê van ”kafiran”(!) ji serê me kêm neke, ne xêra wan bûya nuha wasiteyên me hîn jî ker, hesp û deve bûn.

Telefon, telewîzyon, balafir, tirên û hemû îcadên din ku hemûyan jî rehetiyeke pir mezin daye benîadem giş îcadên wan e.

Em mêrê misilman jî ancax derkevin duaya baranê, îcar ji ber ku mêrikê misilman hewqasî tembel e loma jî Xwedê tu carî dua wan jî qebûl nake.

Neyse ez vegerim ser mesela xwe.

Di destpêka salên 1980-î da ji bo ku pûlisên tirk neçin negrin ser malbatên me, me newêrîbû telefonek bida nas û dostekî xwe, loma jî bi salan me dengê hev nedibihîst.

Dûra telefon serbest bû, êdî me diwêrîbû telefonî mal bikira. Lê ew jî bêxwedî gelkî buha bû, ji sê mehan carê pêşek pere dihat. Dema ku roja hatina fatûreya telefonê nêz dibû taya sar em digirtin.

Lê dû ra bi pêşketina teknîkê ra telefon erzan bû, êdî me dikanîbû têra dilê xwe telefonî nas û dostan bikira.

Piştî derketina înternetê û erzanbûna kompîtoran êdî axaftin jî belaş e, meriv dikane bi saetan him hevûdu bibînin û him jî bi hev ra bipeyive bêyî ku quruşekî jî heqê telefonê bide. Bêguman meriv tenê abonetiya înternetê dide.

Helbet ev yek jî bi saya serê ”kafiran”(!) e, loma jî divê em rabin û rûnin û ji wan ra dua bikin, çimkî ew yek heqê wan e.

Hindik mabû ez ji bîr bikim û mizgîniya derketina kitêba xwe(Antolojiya Çîrokên Zarokan)nedim we. Çend roj berê kitêba min di nava weşanên Apec-ê da derket. Mala Hesenê Metê ava be, camêr 5 heb anîn gîhand min. Lê ew jî tavilê çûn xwediyên xwe dîtin. Min hîn neçûye para xwe negirtiye, dema min girt ezê bigihînim hin dost û hevalan.

Navê kitêbê, Antolojiya Çîrokên Zarokan e, 353 rûpel e û 125 xemîşokên/çîrokên zarokan tê da hene. Heger li Kurdistanê weşanxaneyek xwe bide ber weşanaê wê ezê gelkî kêfxweş bibim. Weşanxaneyên bixwazin biweşînin dikanin ya min ra ya jî bi weşanxaneya Apec-ê ra têkevin têkiliyê.

Heger pere û para min têr bike ez dixwazim bigihînim hemû malper û weşanxaneyên kurdî. Lê dibe ku pere û para min têrê neke. Çimkî ji bo çapkirin û belavkirina kitêbekê pere lazim e, perê meriv tunebe meriv nikane biweşîne û belav bike.

Nivîskarên xelkê debara xwe bi nivîskariya xwe dikin. Yê me kurdan ne wiha ye. Yê kurdan meriv him kitêba xwe belaş dide weşanxaneyekê û ji bo belavkirinê jî divê meriv heqê postê jî ji bêrîka xwe bide.

Bela sebeb negotine tiştekî me naşibe yê xelkê.

15 maj 2008

Agahdariyeke ne girîng!

Îro ez şîrketa xwe ya înternetê diguherînim loma jî îşev înterneta min tuneye. Ez van rêzan ji ciyê kar dinivîsim. Heger ne derew be ewê sibe girê bidin. Bi hêviya ku tu gelş dernekeve û em kanibin dîsa bi hev ra bin.
Di jiyanê da guherandina înternetê jî heye…

14 maj 2008

Kurd û pêşketin

Do, dema ez ji kar derketim û min berê xwe da mal, ez ji hal da ketibûm. Bi rê da xewê zor dabû min, min bawîşk li ser bawîşkan dianî, çavên min ji hev randibûn.

Dema ez gihîştim malê saet li dora şeşê êvarê(18.00) bû û ez tenê li raketinê difikirîm.

Min bi lez û bez hinek nan û mast xwar û min çû xwe li ser nivînan dirêj kêr, bi nêta ku piştî seetekê, du saetan ezê rabim û xwedêgiravî tiştekî binivîsim.

Dema ez bi xwe hesiyam saet dihat dehê(22.00)şevê, xanimê diranên xwe firçe dikir. Kanala swêdî ya 2-an(SVT2)hîn vekirbî, min çend deqîqeyan bi rengekî bêarmanc xwe da ber. Lê min dû ra telewîzyon girt û çû kompîtora xwe vekir.

Ez li dora nîv saetê, ji vê malperê çûm wê malperê, ji wê rojnameyê çûm wê rojnameyê, lê min di yekê da jî tu xeber û bûyereke balkêş û girîng nedît ku tiştekî li ser binivîsim. Ji xwe ez jî li pelekî nexwendî, li maneyê digiriyam, min ji xwe ra got, wa ye ji xewan çavên min ji hev ranabe, ya baş ew e ku ez herim rakevim. Û saet di 22.30-î da ez çûm ketim nav nivînan. Xanim bi vê zûraketina min matmayî ma.

Ji ber ku ez ne westiyayî û li ser xwe bûm, loma jî li ciyê kar min dikanîbû bi xanimên swêdî ra bêtir kêf û henek bidim û bistînim.

Ez werim ser rewşa xwe ya îro.

Îro rojbûna lawkê min Serhat bû, ket 20 saliya xwe.

Di jiyanê da 20 salî temenekî gelkî girîng e. Di vî temenî da meriv çavên xwe ji felekê nakute, meriv hesin bi sarî ba dide, meriv wek lokekî hêc î girgîn e, meriv gav û seetê qetabê xwe li qetabê lokan dixîne û kef û kopikê li dor xwe direşîne…

Xwezî bi vî aqilê xwe yê nuha ez jî 20 salî bûma.

Celal Guzelsesê Diyarbekrî di sitraneke xwe da li ser xortên bîst salî dibêje, ”di bîst saliya xwe da wek şêrê ji zincîrê qetyayî ye”, nayê zeftê.

Min di jiyana xwe da yekcarê jî rojbûna xwe pîroz nekir, jixwe ez nizanim ez kîjan rojê û kîjan mehê hatime dinyayê. Heger ne xêra wefata kalikê min(bavê diya min)bûya bi îhtîmaleke mezin minê sal jî nizanîbûya.

Ez salê dizanim çimkî li ser gora kalikê min tarîxa wefata wî heye. Diya min dibêje dema kalikê min wefat kiriye ez li destê wê, nizanim çend mehî bûme, yanî sal rast e.

Lê ez rojbûna herçar zarokên xwe jî rast dizanim. Ne sal tenê, roj û mehên wan jî rast in. Loma jî em hertim rojbûna wan pîroz dikin. Jixwe ne mimkûn e ku em bibêjin na, dinya ne dinya berê ye, divê meriv rojbûna zarokên xwe jiber bizanibe. Nezanîn kêmasiyeke pir mezin e.

Lê li gel vê jî rojbûna wan kêm carî tê bîra min, du sê roj berê tim ew bi bîra min dixin û ji ber vê xemsariya min jî tim min rexne dikin.

Ji bo wan gelkî girîng e ku ez rojbûna wan bizanibim. Lê ez jî wek parastin dibêjim, diya we ji dilî min û xwe ve dizane, ew bi bîra min dixîne.

Rojbûna Serhat jî lawikê min yê biçûk Rojen û xanimê donepêr bibîra min xistin. Malbata mala Xamo em îro giş li hev kom bûn û me rojbûna Seraht pîroz kir.

Dê û bavê min ne rojbûna min zanîbûn û ne jî tu carî pîroz kirin. Lê ez rojbûnên hemû zarokên xwe dizanim û her sal jî pîroz dikim. Her çiqas ev pîrozkirin hinekî “sunî û zorakî” be jî axir em dikin, yanî ew jî pêşveçûneke. Ji bo ku kes nebêje kurd naguherin, kurd bi pêş nakevin!

Ma ev ne pêşketin e çi ye?

Gelkî xweş e meriv zaroktiyê li pey xwe bihêle û mezin bibe. Zaroktî demeke qet ne xweş e, meriv bi xwe da dirrî, bi xwe da dimîze û hertim mihtacî diya xwe ye. Heta meriv nikane zikê xwe jî têr bike, divê tim yek têxe devê meriv.

Çiqas ne xweş e!

Dema meriv ji zaroktiyê xelas dibe û dibe xort, meriv xwe wek teyrekî ji qefesê rizgarbûyî his dike, meriv bi hewa dikeve, êdî meriv azad e.

Bi borîna salan ra meriv bêtir biaqil, jîr, zana û çeleng dibe, meriv dizane dilê meriv çi dixwaze, ji hez çi dike û ji çi jî nefret dike.

Dema meriv mezin dibe, meriv dibe xwedî kar, pera qezenc dike, dibe xwedî qesr û qonax, xwedî erebe, meriv dibe dildar û dizewice, dibe xwedî zarok, xwedî torin.

Û dû ra jî kal û pîr dibe, yanî ji nuh ve dibe zarok. Dîsa dikeve ber destan, dîsa hinek xwarinê dike devê meriv.

Jiyan ev e.

Rojbûna Serhat careke din pîroz be!

12 maj 2008

Çend gotin li ser hin bîranînên Ocalan

Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwa ya vê hefteya borî da dîsa aqil daye her kesî, dîsa dûr û dirê qala hin serpêhatiyên xwe yên bêwate û bêfeyde kiriye.

Li gor Azadiya Welat dinivîse, di vê hevdîtinê da Ocalan ji abûqatên xwe ra dîsa qala hin bîranîn û hin têkiliyên xwe yên bi dewleta tirk ra kiriye û gotiye ku, ”Turgut Ozal, Necmettîn Erbakan, serokerkanê kevn orgeneral Huseyin Kivrikoglu, serfermandarê kevn yê hêzên bejayî orgeneral Aytac Yalman” û nizanim kê û kê berê têkilî pê ra danîne û name jê ra şandine.

Û dema ew hatiye girtin, di hefsê da îcar wî ji wan ra ”hin name şandine” lê mixabin kesî ”bersîv nedayê” û loma jî têkilî qut bûne.

Gotinek heye, dibêjin cihûyê top avêtî defterên xwe yên kevn li hev dixe û bi vî hawî sebra xwe pê tîne.

Ya Ocalan jî ev meseleye, ji çendekî carê ewê here were û bibêje, nizanim kîjan serokwezîr û serokomarê tirkiyê jê ra neme şandibûn, nizanim kîjan generalê tirk bi dizî pê ra têkilî danîbûn û hin gotinên wek van ku îro di dubarekirine wan da tu feyde tuneye.

Bi te ra têkilî danîne çi feydeya wê heye?

Netîce tu îro girtiyê wan î.

Heger rast be, mêrikan bi hostayî hin taktîkên xapandinê bikar anîne, xwestine wek dewlet wextê qezenc bikin, kêmasiyên xwe temam bikin û ji bo şer hîn baştir haziriya xwe bikin.

Û ji xwe netîce jî nîşan dide, têkiliyên ku qala wan tên kirin, ne têkiliyên ku bi armanceke dîplomatîk, siyasî û samîmî hatine danîn. Hin taktîkên xapandinê bûne. Di xebata siyasî da ev jî perçeyekî şer e.

Divê meriv ne li Xetîcêye, li netîceyê binêre.

Netîce îro tu(Ocalan) di zindanên xwediyên wan nameyan da êsîr î û miletê te jî hîn wek berê bindest û perîşan e.

Nizanim kîjan serokwezîr û generalê tirk ji te ra ”name şandiye”, baş e van nameyan çi feyde gîhand te û kurdan?

Dixwaze bira tirkan ne yek, hezar name ji te ra şandibin, tu qîmetî herbiyeya wan tuneye.

Tu pê mezin nabî!

Ders û tecrûbeye ku tu û hevalên te ji van têkilî û nameyan bigrin jîrîtî û serkeftina dijmin e, tu bi silaveke dewleta tirk, bi nameyeke wan ya bêqîmet xapiyayî, dewletê henekê xwe bi te kiriye, bi te lîstiye heta ku tu girtiye û avêtiye zîndanê.

Û di ser vê da jî tu wek girtiyekî di destê dewleta tirk da radibî ji serok û generalên wan ra nameyan dişînî û hêvî dikî ku ewê jî bêhurmetiyê nekin û tavilê bersîva te bidin?!

Ev ne karê aqilan e.

Xurt, heta ku xurt bin, tu carî bi zeîfan ra rûnanin. Ji bo ku bersîvê bidin divê ew jî zeîf bibin.

Tu dewleteke cidî di warê siyasî da bersîvê nade girtiyekî xwe, lîstik ne têda, bi wî ra rûnane û wî wek mixatab qebûl nake. Dewlet bersîva kes û hêzên ne hefsî, ne êsîr didem bi wan ra rûdine.

Heta ku ”serokên kurdan” girtiyên di zindanên tirkan da bin, kurd kortika hustuyê xwe jî bibînin ji dewleta tik tu ”bersîvan” nabînin.

Heger kurd dixwazin dewleta tirk wan mixatab bigre û ”bersîva nameyên” wan bide, divê serok û nûnerên wan azad û li derva bin, ne girtiyên di zindanên tirkan da bin.

11 maj 2008

Min dil xenê kir

Ev sê roj in ji welêt û ji hin welatên Ewrûpayê çend dost û hevalên min yên kevn hatine Stockholmê, serdana me xerîb û sirgûnan.

Li xerîbiyê hesret, bîrîkirina welêt, dost û havalan gelkî kûrtir û zortir e, êş û jana wê giran e.

Li xerîbiyê meriv xwe wek girtiyê hefseke gelkî mezin ya jî xwe wek teyrekî baskşikestî his dike.

Xemgînî û dilzîziya meriv ji kesên welêt gelkî mezintir e.

Li welêt, welat û heval bi meriv hewqasî ne şîrîn û ezîz in.

Loma jî li xerîbiyê dîtina dost û hevalên kevn, hevalên xortaniyê ji bo meriv dibe wek serdana hefsiyan, dilxweşî û aramiyekê dide meriv.

Wek min got, ev du sê roj in ez bi hin dost û hevlên xwe yên kevn ra me, min wext nedît ku tiştekî binivîsim.

Min di van du rojên borî da xem û hesretên dil bi sohbet û şevbêrkan hinekî kewand.

Di van du rojên borî da bi dîtin, sohbet û şevbêrkên bi dost û hevalan ra min dil xenê(kêfxweş, şa) kir.

Pêr bi şev em çend heval mîvanên hevalekî bûn. Sohbet raste rast çû rojên berê, rojên cefayê, rojên şevên bêxew, rojên ku me hesin bi sarî ba dida, rojên ku me bahbûs davît ji Ezraîl da, rojên ku me tinazê xwe bi mirinê dikir, rojên ku em tenê ji bo rizgariya welatê xwe hebûn.

Şevbêrk geş bû, bîranîn wek libên tizbiyê li dû hev rêz bûn, yekê yek temam kir, yekê rê li ber yeka din vekir.

Hin serpêhatî û bîranînan hemû civat dilşa dikir û hinan jî xemgîn û kelogirî dikir.

Guhdarîkirina bîranînên zinadana Diyarbekrê wek serpêhatiyên ji dojehê bûn, bi bihîstina wan gurûzî digirt bedena meriv.

Lê hevalên ku ev wahşeta dewleta tirk jiyabûn û bi salan di zindanê da mabûn bi mîzah û îroniyeke bêemsal qala vê wahşetê, zulmê û îşkenceyê dikirin, digotin heger me wiha nekira em nuha ne li vir bûn.

Kekê Osman Aydin jî wek guleke ji zozanên Kurdistanê, wek diyariyeke ji tevgera Dr. Şivan, DDKO û DDKD-ê di nava me da bû. Di nava cimatê da piştî kekê Osman, yê herî ”kal” ez bûm.

Şev zîz bû, şevbêrk geş bû, bîranîn li pey hev rêz bûn. Di vê nabênê da min jî bîranîneke xwe ya bi kekê Osman Aydin ra teze kir û bi saya vê yekê jî fêrî rastiya wê bûm.

Sala 1978 bû. Rojekê hevalan hatin ban min kirin, gotin yek hatiye komeleyê(DDKD) dibêje ez dostê we me, lê em wî nas nakin. Ez çûm, min bala xwe dayê yekî navsale û camêrekî kamil xeya ye, lê ez nas nakim. Me xêrhatin da hev.

Got ez Osman Aydin im, abûqat im, ya dozeke min li vir(Wêranşarê) heye, ya jî ez ji vir derbas dibûm, min got hema riya xwe bi we xim û çayeke we vexum.

Min got baş e, me hinekî sohbet kir. Mi ji hevdura çi got, çi negot nuha nayê bîra min. Dû ra jî rabû çû.

Cara pêşî min kekê Osman Aydin bi vî hawî nas kir.

Roja din min lêxist, ez çûm Swêregê û min ji gorbuhuştê Ahmet Karli ra qala bûyerê kir. Ez û Karli, em endamên komîteya partiyê yê herêma Ruhayê bûn.

Min got, ma ev camêr kî ye û gelo ji bo çi hat komeleyê?

Ahmet got ew hevalê me ye, haya min ji hatina wî tuneye, lê dibe ku hevalan ji bo kontrola xebatên we şandibe.

Li ser vê bersîva wî, gelkî kêfa min hat, partî li ber çavê min hinekî din jî mezin bû. Min ji xwe ra got bavo, mesele pir cidiye, divê haya me ji me hebe! Mifetiş li pey me ne, divê em li xwe miqate bin.

Ji wê rojê û vir da qet qismet nebû ku ez û kekê Osman Aydin careke din hevûdu bibînin. Nîhayet piştî 30 salî, pêr êvarî em hatin ba hev û min jê ra qala vê bîranîna xwe kir. Gelkî kêfa wî hat û got:

-Heyran wele kesî ez ji bo tu qontrol û teftîşan neşandibûm. Dozeke min li wir hebû, ji bo wê ez hatibûm Wêranşarê. Min dizanîbû DDKD li Wêranşarê heye. Min got hey ez hatime, hema ezê herim silavekê bidim wan jî. Lê baş bûye ku wê “teftîşa” min tesîreke baş li we kiriye.

Di nava mîvanan da lawê hevalekî min, xortekî pir delal û hêja jî hebû. Bi dîtin û nasîna wî ez pir kêfxweş bûm.

Xortê ez qal dikim, lawê Mihemdê Xerzo Baran Vûral e.

Bêguman kêfa min ji hemû keç û xortên zana û welatparêz ra tê. Lê dema ew Wêranşarî bin nizanim çima, lê bêtir pê dilşa dibim, wek dareke min bi destê xwe çandibe û ez fêkiyê wê bibînim, ez par û keda xwe jî hinekî tê da dibînim.

Ez û Mihemed Vûral ji Wêranşarê û hevalên hev ê xortaniyê ne. Telebetî û zewaca Mihemed hîn wek do tê bîra min. Gelek bîranînên me bi hev ra hene, gelek şevbêrkên wek a du roj berê me bi hev ra buhurandine.

Lê pêr êvarî yê ku li kêleka min rûniştibû û bi min ra ketibû şêwr û mişêwran ne Mihemedê Xerzo, lawê wî bû, xortekî bîrewer, zana û abûqatekî mişt hêvî bû.

Diyar e li sirgûniyê wexteke dirêj derbas bûye haya min jê tuneye.

Baran, li Diayrbekrê abûqat e û nuha li Londonê ziman dixwîne. Ew jî wek me serê xwe bi derd û kulên gelê xwe ra diêşîne.

Ew jî wek me dibêje, çima em di vî halî da ne?

Ev pirs elameta xêrê ye.

Wek kurd, em bizanibin ku halê me ji halê helaçiyan jî xerabtir e pir baş e, ev yek hêviyek biçûk dide min.

Zarokên meriv bala meriv nakşîne, dema meriv ji nişka ve zarokên hevalên xwe ne wek zarok, lê wek abûqat, tuxtor û xortên kamil û bîrewer dibîne meriv nîvşok dibe, wê demê meriv bi xwe hay dibe ku meriv êdî ne xort e, kal e.

Bi dîtina Baran, ez gelkî dilşa bûm.

Dîtina dost û hevalên salan, şevbêrkên bi wan ra wek derketina tenefusê ye, bîhna meriv fireh dibe.

08 maj 2008

Kesên bi tirkî nizanibin nikanin bi girtiyên xwe ra bipeyivin

Girtiyê hefsa Erzeromê Fettah Karataş, ji ber ku diya wî bi tirkî nizane îdareya hefsê destûrê nade ku pê ra bipeyive.

Fettah Karataş, ji bo ku bi diya xwe ra bi telefonê bipeyive ev saleke gelek erzname(erzûhal)dane îdareya hefsê. Lê îdareya hefsê jî her car daxwaza wî red kiriye û jê ra gotiye, ”di telefonê da bi kurdî peyivîn qedexe ye” û tu carî destûr nedaye ku bi diya xwe ra bipeyive.

Di sedsala 21-ê da, li welatekî ku dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê însan hîn nikanin bi dê û bavên xwe ra bi zimanê xwe bipeyivin. Însaniyetê di dîrokê da heta nuha gelek wahşet dîtiye, lê ne wahşeteke bi vî rengî. Wahşeteke wiha tenê li Tirkiyê mimkûn e, tenê miletê tirk dikane zulm û nemiroviyeke wiha li însanan bike.

Diya ku bi tirkî nizane meriv nehêle bi zarokê xwe ra bipeyive?!

Ma zulmeke ji viya mezintir heye?

Esas ev ne cara pêşîye ku dewleta tirk axftina kurdî li kurdan yasax dike, ji avabûna Komara Tirkiyê û vir da tirk vê siyaseta xwe ya rasîst dem bi dem dixin praktîkê.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdoganê bêrû û hemû berdevkên dewleta tirk li Ewrûpayê welat bi welat digerin û bi pozbilindî û quretiyeke mezin dibêjin ku hukûmeta wan kurdî serbest kiriye, êdî tu qedexe li ser zimanê kurdî tuneye, yê bixwaze dikane bi serbestî bipeyive.

Lê her kes dizane ku ev îdîaya Erdogan dereweke bi boçik e, çimkî di praktîkê da însan nikanin bi diya xwe ra jî bi kurdî bipeyivin. Li gel ku dê bi tirkî nizane.

Xwedêgiravî hukûmeta AKP-ê bi devkî sozê dide Yekîtiya Ewrûpayê, dibêje di demeke nêz da ewê kanaleke telewîzyonê ya kurdî vekin û destûrê bidin perwerdeya bi zimanê kurdî.

Lê di piraktîkê da jî nahêlin zarok bi dê û bavên xwe ra bi kurdî du gotinan ji hev ra bibêjin. Û ev qedexe jî ne qedexeyeke mexsûsî hefsekê ya jî teserufa çend qerdiyanan e. Ev qedexe bi emrê hukûmeta AKP-ê û wezîrê edaletê tê meşandin.

Li gor agahiyên girtiyên hefsa Erzeromê Tîpa H dane ajansa ANF-ê, her cara ku wan xwestiye bi malbatên xwe ra bi kurdî bipeyivin(çimkî dê û bavên gelek girtiyan bi tirkî nizanin)îdareya hefsê gotiye ”genelgeya/tamîma wezareta edaletê heye”, di telefonê da bi kurdî peyivîn qedexe ye loma em nikanin destûrê bidin we.

Loma jî ev serê salekê ye ku Karataş nikane bi hemû ferdên malbta xwe ra bipeyive, çimkî ji malbata wî diya wî, xanima birayê wî û çend kesên din jî bi tirkî nizanin, loma jî ew nikane bi wan ra bipeyive.

Lê tew dema girtî bi xwe bi tirkî nizanibe hîn xerabtir e, wê demê nahêlin ew bi tu kesî ra bipeyive, ji ber ku ew bi tirkî nizane.

Yanî li gor qanûn û edaleta dewleta tirk, kesê bi tirkî nizanibe mafê wî yê axaftinê tuneye, ji bo ku bi yekî ra bipeyive, dixwaze bira ew kes bavê wî be, divê tirkî fêr bibe.

Li gor agahiyên girtiyan hin kesên wiha jî hene, gundî ne û tenê bi kurdî dizanin. Û axaftina kurdî jî qedexe ye.


Karataş, li ser vê rewşê nameyek ji Komeleya Mafên Mirovî ra şandiye. Karataş di nameya xwe da derdê xwe wiha aniye zimên.

-Ev saleke telefon li vir bûye tirkî. Di nava malbata min da kêm kes bi tirkî dizanin. Diya min û xanima birayê min qet bi tirkî nizanin, tenê bi kurdî dizanin. Li gor qanûnê kesê bi tirkî nizanibe nikane bi kurdî bipeyive. Ev saleke ez erzûhalê didim îdareyê, ji bo ku bi diya xwe ra bi kurdî bipeyivim.”

Navê vê zulmê zora zaliman e!

Her kurdê xwedî namûs û xîret divê li hember vê zulma tirkan bê deng nemîne. Divê kurd vê bûyerê û yên wek wê miheqeq bibin Dadgeha Mafên Mirovî û Yekîtiya Ewrûpayê. Divê cîhan vê barbariya dewleta tirk bibihîze.

07 maj 2008

Dewleta tirk li hember kurdan haziriya şerekî mezin dike

Abdullatîf Şener, yek ji avakarê AKP-ê û di hukûmeta berê da jî wezîr û cîgirê serokwezîr bû.

Lê di hilbijartinên dawî da ji nişka ve nebû namzetê parlamenteriyê û neket meclîsê.

Vê paşdavekişîna Şener, hemû derûdorên siyasî matmayî hîşt. Texmîna derûdorên siyasî ya mişterek ew bû ku Şener belasebeb xwe ji siyasetê dûr naxe, miheqeq ”hesabek, planeke bi dizî” di bin vê şêla wî da heye.

Wextê nîşan da ku ev texmîn ne şaş bûye. Bi rastî jî ”hesabekî” Şener hebûye û ev hesab jî hêdî hêdî xuya dibe.

Şener êdî venaşêre ku piştî girtina AKP-ê ew dixwaze partiyekê nuh ava bike û bibe serokê wê.

Bi operasyona li hember Ergenekonê ra navê Şener û Cemîl Çîçek jî wek merivên ”dewleta kûr”, merivên Ergenekonê baskên di nava AKP-ê da hat rojevê. Loma jî li gor hin îdîeyan Şener elemanekî ”dewleta kûr” yanî merivê leşkeran e.

Şener hetanî nuha ne ji AKP-yê îstîfa kiriye û ne jî hatiye îxrackirin. Lê bi îhtîmaleke mezin ev yek di rê da ye, diyar e ew li bende kamiliya wextê û emirê ji jor e. Dema ew wext û seet hat, ewê zend û bendan vemale û dest bi karê xwe bike.

Li gor xebera malpera Kurdistan Postê, Şener ji kesên nêzî xwe ra gotiye AKP-yê were girtin û li Kurdistanê jî ewê îdareya leşkerî(urfî îdare) were îlankirin.

Kurdistan Post bêyî ku nav ya jî çavkaniyekê nîşan bide dibêje, Şener teqrîben deh roj berê ji hin parlamenterên AKP-yî ra gotiye, AKP sedî sed ewê were girtin û li Kurdistanê jî ewê îdareya leşkerî îlan bibe. Şener gotiye, heta ne ev tenê jî, îhtîmal heye ku serokwezîr Erdogan jî têxin hefsê.

Li ser hin senaryo û planên leşkeran yên pêşerojê Şener ji parlamenterên AKP-yî ra wiha gotiye:

-Derdor ewê di nava toz û dûmanê da bimîne. Mêrikan(yanî leşkeran) hesabê 100 salên bê kirine. Pir bi plan hereke dikin. Heta îhtîmal heye ku birêz Tayip beg têkeve hefsê û li başûrê rojhilat îdareya leşkerî were îlankirin.

Wek min li jor jî got, li derdora Şener hin îdîa hene, dibêjin ew yek ji merivên ”dewleta kûr” yê girîng e. Dixwaze bira ev îdîa rast be ya jî ne rast be, ev yek girîngiya gotinên Şener kêm nake. Şener, pir vekirî qala darbeyeke leşkerî dike, dibêje wek dema cûntaya 12-ê Îlona 1980-î li Kurdistanê dîsa ewê îdareyeke leşkerî dest pê bike.

Bi baweriya min ev gotinên Şener, ne îdîayeke vala ye, hemû bûyer û diyarde nîşan didin ku leşker li pey tiştekî wiha ne. Ji bo ku kurd tu mafî bi dest nexin leşker û hêzên tirk yên nîjadperest û faşîst amadene her dînîtiyê bikin.

Ji ber ku îro rewş hatiye nuxteya ya ewê mafê kurdan bidin û rêwîtiya xwe ya YE-ê bidomînin ya jî ewê dînîtiyekê, tiştekî pir antî demokratîk bikin û careke din Tirkiyê li bin guhê hev xin. Ev yek dikane darbeyeke leşkerî ya jî rejîmeke di bin emrê leşkaran da be.

Divê em kurd bûyerên li tirkiyê û li Kurdistanê diqewimin baş tercume û analîz bikin.

Heta nuha min çend caran nivîsî, ji bo ku tevgera kurd ya azadîxwaz di warê leşkerî û demokratîk(legal) da tasfiye bikin, leşker û hevalbendên wan hin amadeyiyan dikin. Loma jî xwe ji Yekîtiya Ewrûpayê dûr dixin û tu gavan berbî demokrasiyê ve navêjin. Şerê wan û AKP-ê bahaneye, mesele kurd in, dixwazin rê li ber tesîr û prosesa Yekîtiya Ewrûpayê bigrin. Çimkî endametiya Yekîtiya Ewrûpaya dawiya îktîdara wan û destpêka çareseriya mesela kurd e, dixwazin rê li ber vê bigrin.

Ji Newrozê û virda ye li hember endam û kadirên DTP-ê, li hember kurdan bi tevayî teroreke mezin û nedîtî tê meşandin, heta nuha belkî bi hezaran însan hatine girtin. Ev hişkî, ev terora li hember miletê kurd ne bela sebeb e, haziriya hin tiştan e.

Ji ber vê yekê ye ku heta ji destê wan tê şer, û teşxeleyê derdixin, li zanîngehan xwendevanan bera hev didin, prowakasyonan çêdikin ji bo ku zemîna rejîmeke totalîter û leşkerî amade dikin.

Loma jî gotina Şener, ”mêrikan hesabê dûr û dirêj, hesabê 100 salên pêş me dikin” gotineke ne vala ye û divê kurd bigrin cidiyê û siyaseteke li gor wê bimeşînin.

05 maj 2008

Kurd, miletê biserkeftina dijminê xwe şa dibe

Li gor xebera Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) piştî ku Galatasaray li hember Sêwassporê 5-3 biser ket li gelek bajarên Kurdistanê bi dehhezaran kurd ji kêfan rabûne pêdarê û ev serkeftina taximê tirk Galatasarayê li kuçe û kolanan bi girseyî pîroz kirn.

ANF dibêje, bi qedandina maçê ra li Diyarbekrê, Dêrsimê, Ruhayê, Batmanê û miheqeq li gelek bajarên din jî, bi hezaran kurdên alîgirên Galatasarayê, alên Galatasarayê dane destên xwe û formayên wê jî bera ser bejn û bala xwe dane û bi kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê ketine û serkeftina taximekî tirk, taximekî ku bi hemû serok û rêvebirên xwe ve nîjadperest, faşîst û dijminên gelê kurd in pîroz kirne.

Lê li Batmanê ne tenê gel, serokê belediyê Huseyîn Kalkanê DTP-yî jî li hember vê zafera mezin xwe ranegirtiye, ew jî teva malî û zarokên xwe, li erebeya xwe suwar bûne û wek hemû alîgirên din, wan jî di nava bajarê Batmanê da demeke dirêj ala Galatasarayê li ba kirine û gelek tûrên serkeftinê avêtine.

Dema keça Kalkan dîtiye ku bavê wê li hember serkeftina taximekî tirk gelkî hatiye heyecanê, ew jî tavilê tevî dilşadiya bavê xwe bûye û wê jî ala Galatasarayê baş li ba kirye.

Dema min ev xeber xwend, ez ji xwe ra matmayî mam! Min careke din bi xemgîniyeke mezin dît ku kurd hîn hewqasî paşdamayî û nezan in ku bi serkeftina dijminê xwe kêfxweş û bextewar dibin.

Ger em siyasetê jî bidin aliyekî, Galatasaray taximekî tirk e û zora taximekî Kurdistanê biriye, di normalê da divê her kurdê şiyar û xwediyê hestên netewî bi vê netîceyê xemgîn bibe, biqehere, ne ku kêfxweş bibe.

Heger em jî wek tirkan şiyar, welatperwer û evîndarê welatê xwe bûne, heger me jî wek tirkan menfaetên xwe yên netewî nas bikira, heger me jî wek wan dost û dijminê xwe ji hev bigeranda bêguman dilê me yê ji bo Sêwassporê lê keta, me yê piştgiriya Sêwassporê bikira. Ji ber ku taximekî Tirkiyê zora taximekî Kurdistanê biriye me yê destên xwe hine nekira.

Lê ji ber ku zanîn û şiûrê netewî bi me ra tuneye, loma jî em bi serkeftina dijmin ya li hember birayên xwe şa dibin. Dema taximekî dijmin, taximê welat û miletekî din zora taximekî welatê me dibe kêfa me tê. Ev şêl, ne şêleke normal e, ferdên xwedî hestên netewî tiştên wiha nakin.

Bêguman ev yek nezanî û rebeniya me nîşan dide.

Di warê siyasî û psîkolojîk da ewê gelekî girîng û manîdar bûya ku li Diyarbekrê, li Batmanê, li Ruhayê û li Dêrsimê bi dehhezaran kurdî piştgirî û dilzoziya xwe bi Swêssporê ra nîşan bidana. Ev yek ewê tesîreke pir baş li sêwasiyan bikira, di warê ruhî û hestên netewî da emê hinekî din jî nêzî hev bibûna.

Lê şêla ku diyarbekriyan, ruhayiyan, dêrsimiyan û batmaniyan îro nîşan dan di nava kurdan da hestên netewî hinekî din jî zeîf kir û zirareke mezin da yekîtiya miletê kurd.

Sibe jî, dema Fenerbahçe bera Diyarbekirsporê bide, wê çaxê jî sêwasî ewê gelkî kêfxweş bibin. Yanî ewê jî wek diyarbekriyan bi serkeftina dijmin şa bibin.

Jixwe hestên netewî bi bûyerên wiha xurt dibin û meriv xwe wek ferdên miletekî nêzî hev his dike. Ferdên miletekî divê ji xelkê bêtir, ji hevûdu hez bikin û di rojên teng da herin gazî û hawara hev, piştgiriya hev bikin.

Ma dema Diayarbakir spor zora taximekî tirk dibe, li Yozgatê, li Çorûm û Konyayê bi hezaran tirk dadikevin kolanan û serkeftina Dayarbakir sporê pîroz dikin?

Ma mimkûn e ku reîsê belediya bajarekî Tirkiyê, piştî serkeftian Diyarbakir sporê rahîje ala Diyarbakir sporê û here li kolanan li ba bike?

Ez bawer nakim. Miletê tirk siyasî ne siyasî, zana ne zana çawa ku kurdan wek dijminê xwe dibînin, bi vî çavî jî li taximên Kurdistanê dinêrin. Di her maça Diyarbakir sporê da êrîşên tirkan li ber çavan e. Yek maç tuneye ku tirk êrîşî lîstikvan û tememaşevanên Diyarbakirsporê nekin û ji wan ra nebêjin “bimre PKK”, “terorîst bicehimin” û gelek hqaretên din.

Ez fêm nakim em çawa dikanin hîn jî ji taximekî tirk hez bikin û bibin alîgirê wî. Dema yek ji meriv hez neke, divê meriv jî jê hez neke. Tiştê herî normal ev e. Serok û birêvebirên Galatasarayê û hemû sporciyên wê kurdan wek diminên xwe dibînin, ne ji me hez dikin û ne jî ji taximên me.

Lê em ji wan hez dikin. Çimkî ji dijminê xwe hezkirin li ba kurdan hîn nebûye ibret û rûreşiyeke mezin.

04 maj 2008

Tirk çima diwêrin heqaretê li kurdan bikin?

Rojnameyên Tirkiyê Tercuman û Hurrîyetê, xebera li ser êrîşa balafirên artêşa tirk ya roja 1-ê gulanê ku li gor îdîaya serfermandariya tirk di êrîşê da ”150 gerrîla kuştine”, wek mizgîneke mezin dane xwendevanên xwe. Sernivîsa xebera Tercumanê wiha ye:

-150 xayinî bela xwe dît(150 haîn belasini bulduTercuman.4/5-08)
Rojnameya Hurriyet jî ji Tercumanê kêmtir nemaye, wê jî di manşeta xwe da gotiye:

-Ma serê mar hat pelçiqandin?(Yilanin başi ezîldî mî?)

HPG-ê îdîayên artêşa tirk ku 150 gerîlla kuştine red kir û e vev yek wek beşekî şerê psîkolojîk bi nav kir. HPGê di beyana xwe da got, di êrîşê da 6 gerîlla şehîd ketine.

Rojnameya Hurrîyetê, li Tirkiyê rojnameya herî mezin e û Tercuman jî, ez tîraja wê nizanim lê ew jî rojnameyeke mezin e.

Ev herdu rojnameyên mezin dikanin bi rengekî hewqas vekirî û bêperwa, bêyî ku 20 milyon kurdî bi tiştekî bihesibînin, li hember kuştina zarokên kurdan ku xwedêgiravî ew jî hemwelatiyên Tirkiyê ne, bi van sernivîsên mişt kîn û nefret vê dijminatiya xwe ya nemirovî bidin der.

Erê em dizanin ku tu tirs û hesabekî van rojnameyan yê cezayî û huqûqî tuneye, ew dizanin ku ji alî dewletê ve tu zirar negihîje wan. Belovaciyê wê, dewlet dikane ji bo van sernivîsên nîjadperest wan xelat jî bike.

Bêguman li welatekî Ewrûpayê rojnameyekê tiştekî wiha binivîsanda ewê qiyamet rabûye, di heqê mesûlan da tavilê ewê doz vebûye. Lê di huqûqê dewleta tirk da cezayê heqaret û qetla kurdan tuneye.

Em hemû kurd bi viya dizanin. Jixwe tiştê ez dixwazim li ser rawestim jî ne ev e, ev qerekterê dewleta yê kemalîst û faşîst pir vekirî ye.

Lê li gel vê jî divê van rojnameyan ji civata kurd newêrîbûya vê dijminatiyê hewqasî bêperwa li hember kurdan bikin, bi kuştina zarokên wan kêfxweş û dilşa bibin.

Xwedêgiravî li Kurdistana Bakur 20 milyon kurd hene. Lê diyar e giraniya wan a aborî, siyasî û civakî bi qasî 20 hezar kesî jî tuneye. Heger hebûya, van herdu rojnameyan nikanîbûn li hember kurdan hewqasî vekirî djiminatiyê bikin.

Heger xwediyên van rojnameyan bizanîbûya ku piştî nivîsên wiha, bi milyonan kurd ewê rojnameyên wan nekirin, bi xwedî û şîrketên wan ra tîcaretê nekin, bi xwediyên van nivîsan û kesên wekî wan difikrin ra dostanî û hevaliyê nekin yanî bi kurtî, heger wan ji van kirinên xwe zirarên aborî, sosyal û siyasî bidîtana bêguman ewê tiştên wiha nenivîsandina.

Lê dema dibînin ku piraniya kurdan hîn dost û dijminên xwe ji hev nagerînin, hîn dikanin bi xwediyên van dîtinan ra tîcaretê û siyasetê bikin, loma jî mêrikan hebûna 20 kurdî bi pênc pereyan jî nahesibînin. Loma jî her babet heqaret û dijminatiyê bi hawakî bêperwa dikin.

Çimkî baş dizanin ku ewê ji kirinên xwe zirarê nebînin.

Û heta ku her kurd dijminatî û heqaretên wiha ji xwe ra neke derd û wek ku li hember şexsê wî hatibe kirin qebûl neke û li hember wan reaksiyonê nîşan nede dijmin ewê tim tiştên wiha bike.

Ji ber ku dema meriv ne tiştek be, dijmin jî meriv bi tiştekî nahesibîne.

03 maj 2008

Bi çend pêkenînan halê Tirkiyê

Pîvaz û AKP
Xaltîka Nico li çarşiya zebzefiroşan çû li ber dezgehekê rawestiya û buhayê pîvazan ji xortê zebzefiroş pirsî. Bala xwe dayê ku bêxwediyan ji sêvan jî buhatir in, nayên kirîn. Li ser vê ji xort pirsî, got:
-Xortê delal, ma vana pîvazên ku ne, çima hewqasî buha ne?
Dû ra jî rahîşt pîvazekê, hinekî bala xwe dayê û bêyî ku bikire dîsa paş da danî ser dezgehê.
Xortê zebzefiroş xwe ranegirt, got:
-Xaltîkê, berî ku te raya xwe da AKP-ê tu hewqasî bifikiriya em kurd nediketin vî halî û pîvaz jî hewqasî buha nedibûn.

Sirrê dewletê
Yekî li Diayarbekrê li ser dîwarê bîneya AKP-ê bi herfên gelkî mezin “Tayyip Erdogan merivekî totikvala û ehmeq e” nivîsîbû.
Pûlisan xort girtin û derxistin mahkimê. Hakim 10 sal ceza da xort. Salek, ji bo ku zirar daye malê kamûyê, 9 sal jî, ji bo ku sirrê dewletê îfşa kirye.

Ez nexweşnêr im
Recep Tayyip Erdon li tîmarxaneyê(nexweşxaneya dînan) diaxifî. Piştî axaftina xwe qedand, bêyî yekî, hemûyên guhdaran jê ra bi dil û can li çepikan xistin. Vê yekê bala Tayyip kişand û ji mêrik pirsî, got:
-Tu çima li çepikan naxî?
Mêrik got:
-Ez ne ji wan im, ez nexweşnêr im.

Heyf, heyf...
Tayyip Erdogan derketibû gera Kurdistanê, li bajarekî giregirên dewletê bi merasim û avêtina topan çûn pêrgîya wî û silav lê kirin. Piştî topa duduyan mîrekê ji pûlis pirsî:
-Kurê min, xêr e, van guleyan bera kê didin?
Pûlis got:
-Serokwezîr Erdogan hatiye..
Pîrê gotina pûlis ji devê wî girt û got:
-Heyf, heyf...qey di derba pêşî da nikanîbûn lêxistana û xwe bi qurban kirana...

Pêşketin
Heyeteke emerîkî çûbû Tirkiyê. Li Stenbolê li texsiyekê suwar hatin, ji heyetê yekî ji şofêr ra got:
-Hele ji kerema xwe ra bajo ber vê dikana hanê, ezê karteke telefonê bikim.
Şofêr got:
-Kartên telefonan û tiştên wiha êdî li mizgeftan tên firotin.
Mêrik matmayî maya û gotiye:
-Ev çi gotine? Ma mizgeft ne ciyên îbadetê ne?
Şofêr hinekî mizicîye û gotiye:
-Îbadet êdî ne li mizgeftan, li zanîngehan(unîversîteyan)tê kirin.
-Mêrik dîsa matmayî maye û gotiye:
-Yaho tu çi dibêjî, ma zanîngeh ne ciyê perwerde, ilm û îrfanê ne?
Şofêr gotiye:
-Tew lolo, perwerde êdî di girtîgehan da ye.
Devê mêrikê emerîkî hirinekê ji hev çûye û gotiye.
-Kurro tu şaş î, girtîgeh ciyê diz, çete û qatilan e.
Şofêr serê xwe leqandiye û gotiye:
-Tu qala çi dikî ez benî? Êdî hemû diz, çete û qatil di meclîsê da ne heyran.

02 maj 2008

Tirkiyê di xerabiyê da dîsa reqor şikand!

Tiştekî pir xerîb e, ev Tirkiye hertim di tiştên pîs û xerab da ya yekem e ya jî duyem e. Min heta nuha yek carê jî ne dîtiye û ne jî bihîstiye ku Tirkiye û miletê tirk di îcad û kişfeke baş û girîng da ku xizmeta medeniyet û însaniyetê bike, bibe yekem.

Hemû ”reqorên” wan, çêkirina ”kebab” û ”ala herî mezin”!

Bêyî vê, di îhlalkirina mafên însanî da jî hertim ya yekem in ya jî duyem in. Yanî tim di pîşikên pîs û di fêilên xerab da serkêşiyê dikin, di van waran da tu carî pêşengiyê ji destê xwe bernadin.

Li gor agahiyên serdozgera Dadgeha Mafên Mirovî a Ewrûpayê Nîna Vajic,
Tirkiye ji alî hejmara dozan ve piştî Rûsyayê bi 9 hezar doz di rêza duyem da ye.

Nîna Vajicê dibêje, li Dadgeha Mafên Mirovî a Ewrûpayê di heqê Tirkiyê da teqrîben 9 hezar doz hatine vekirin û ev doz hemû jî li bendî dadgehkirinê ne. Yanî dadgeh bi bi salan bi şev û roj jî bixebite nikane dozên di heqê dewleta tirk da hatine vekirin biqedîne.

Tu dibêjî qey ev dewlet ev dewlet bi hemû demû dezgehên xwe ve tenê ji bo xerabiyê dixebite, tenê tiştên xerab û ne li rê dike.

Serdozgera Dadgeha Mafên Mirovî a Ewrûpayê Nîna Vajic, îro li Tirkiyê di konferasekê da peyivî û got, li Dadgeha Mafên Mirovî a Ewrûpayê nuha bi li ser hev 85 hezar doz di rêzê da li bendî dadgehkirinê ne.

Ji sedî 77-ê van dozan Tirkiye jî di nav da di heqê 10 welatan da hatine vekirin. Û di nava van 10 welatan da jî Tirkiye piştî Rûsyayê di rêza duyemîn da ye.

Dozên di heqê dewleta tirk da hatine vekirin 9 hezar in. Îcar ji ber ku bi hezaran doz li hember Tirkiyeyê hatine vekirin loma jî dadgeh her cara rûdine du sê dozan bi hev ra digihîne netîcê û ceza li Tirkiyeyê dibarîne. Lê dîsa jî pê ra nagihên. Ji bo ku pê ra bigihên divê dadgeh li ser navê Tirkiyê bixebite.

Nîna Vajicê tasnîfeke sûcên Tirkiyeyê nedaye lê bi îhtîmaleke mezin ji sedî 99-ê van dozan ewê di derbarê kurdan da be. Dozên dewletên Ewrûpî yên li dadgehê(DMME)ji sedî 99-ê wan ne dozên binpêkirina mafên mirovî ne, dozên tîcarî, trafîkê, îhtîlafên mal û milk û tiştên wiha ne, lê yên tirkiyê nêzî temamiya wan dozên qetlê, îşkenceyê, tecawizê, wendakirin û revandina însanan e. Yanî dozên sûcên rûreşiyê û li dijî însaniyetê ne.

Loma jî di warê mahkûmbûna mafên mirovî da Tirkiye hertim li dinyayê welatê yekem e, di vî warî da kes nikane bi teqala wan keve. Li gel vê şerm û rûreşiya mezin jî qet ne xema serokên wan e. Li cîhanê bûne wek dewleteke krîmînel lê ne xema wan e, ji ber ku li ber xwe nakevin.

01 maj 2008

Nûrettîn Demîrtaş çima teslîmî tirkan bû?

Hevserokê DTP'ê Nurettîn Demîrtaş piştî girtîmayîna 5 mehan di girtîgeha leşkerî da du roj berê ji alî dadgeha leşkerî va hate texliyekirin.

Lê ev berdan(texliye) nedihat maneya serbestberdan û azadayi Demîrtaş.
Piştî berdanê Demîrtaş, wek êsîrê di destê dewleta tirk da bi darê zorê birin leşkeriyê.

Nurettîn Demîrtaş di 18-ê kanûna 2007-an(18/12-2007) da dema ji Almanya vedigeriya Tirkiyê bi hinceta ku wî ji bo neçûna leşeriyê rapora sexte yanî ”ne saxlem e, nikane leşkeriyê bike” girtiye hatibû girtin.

Demîrtaş, di 29-ê mehê da ji alî Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Lojîstîk a Hêzên Hewayî ve derengê şevê xwedêgiravî ”serbest” hate berdan.

Piştî berdanê bêyî ku bihêlin ew yek rojê jî malbata xwe bibîne, bi rengekî girtî ew teslîmî Şûbeya Leşkeriyê ya Cebeciyê kirin û ji wir jî ew birin 116-emîn Alaya Perwerdeya Leşkeran a li Navçeya Safranboluya Karabukê, ciyê ku ewê lê leşkeriyê bike.

Li gor çapemeniya tirk dinivîse, dibêjin ew alaya ku Demîrtaş birinê, ciyê tîm û komandoyên ku li hember PKK-ê tên perwerde kirin.

Yanî ewê serokê DTP-ê Demîrtaş, ji bo şerê li dijî PKK-ê perwerde bikin!

Miletê tirk miletekî zalim e, bêûjdan, bêmerhemet û bêedalet e, dixwazin xwîna kurdan vexwin, her tirk(%99) amadeye ku bibe celad û qesabê kurdan. Çi zulmê li kurdan dikin jî dilê wan rehet nabe. Loma jî wek gurên har li Demîrtaş kom bûne û dixwazin wî bixun.

Êdî pir eşkereye ku li kurdan zulmkirin kêfxweşî û aramiyekê dide miletê tirk. Loma jî, ji bo ku Demîrtaş wek kurdekî ”pîs” bikin, ”biçûk” bixînin him bi zor wî îcbarî leşkeriyê dikin û him jî dikin wî wek komandoyekî bişînin şerê li hember gelê wî, yanî ji bo ku here bav û birayên xwe bikuje.

Dewleta tirk bi vê bêedaletî û biryara xwe ya nemirovî dixwaze him zalimî, kîn û nefreta xwe nîşanî kurdan bide û him jî di şexsê Demîrtaş da hinekî din jî kurdan ”pîs” bike û ”biçûk” bixîne.

Ev aliyê meselê yê zalimîya dewleta tirk e, lê aliyekî meselê yê din jî heye, divê meriv li ser wê jî raweste.

Wek tê zanîn piştî ku Demîrtaş bû hevserokê DTP-ê di çapemaniya tirk da tavilê êrîş birin ser û gotin Demîrtaş ”terorîstekî” PKk-ê yê kevn e û dûra jî ema meseleya ”rapora sexte” yanî rapora ku bertîlê, bi peran girtiye derxistin. Li ser vê, mahkimeyê emrê girtina Demîrtaş da, lê Demîrtaş wê demê li Almanyayê bû.

Demîrtaş dema ji Almanya vegeriya dizanîbû ku li wî digerin û gava here ewê wî bigrin. Dikanîbû îltîca bikira û venegeriya. Û ya rast jî ew bû. Piştî razana 9-10 sal hevfs, divê wek êsîr xwe teslîmî tirkan nekira û neçûya leşkeriya wan. Divê wî baş bizanîbûya ku tirk li hember kurdan çi zalim û ne mirov in.
Lê li gel vê jî vegeriya.

Bibê nebê meriv meraq dike, çima?

Gelo biryara vegera xwe, bi rengekî azad wî da ya jî ”hinekan” ew mecbûrî vegerê kir?

Meriv nikane bawer bike ku Demîrtaş bi xwe bixwaze vegere û xwe têxe vê rewşa xerab. Piştî hewqas serpêhatî û tecrûbe bi rastî jî heger ew bi îrada xwe ya azad vegeriyabe wê demê ew merivekî pir kêmaqil e.

Na ku ”hinekan” ew mecbûe kiribin, ya jî bi soza ewê were berdan ew xapandibin, wê demê jî divê ev yek eşkere bibe û hesab ji wan kesan were pirsîn.

Heger Demîrtaş bixwesta biçûya leşkeriya tirkan ewê berê biçûya, bi dehhezaran dolar bertîl nedida çeteyên svîl û leşkerî yên dewleta çete û ”rapora çurûk”, ji leşkeriyê ra ne misaîd e nedigirt.

Loma jî pir ne dûrî aqilan e ku Demîrtaş li ser daxwaz û emrê Abdullh Ocalan mecbûrî vegerê bûbe.

Wek tê zanîn Ocalan, berê jî çend hevalên xwe di bin navê ”grûbên aşîtiyê” û nizanim çi da ji Ewrûpa û ji çiyê wek berxên tu bavêjî nava keriyên gurên hara, mecbûrî teslîmbûna dewleta tirk ya dirinde û zalim kiribû û bi salan di zindanên tirkan da dabû rizandin.

Loma jî li hember dewleta tirk ”jestên”(!) wiha ji Ocalan pir ne dûr e, dikane Demîrtaş mecbûrî vê felekatê kiribe.

Lê meriv hêvî dike ku ev texmîn ne rast be û ev ”kêmaqilî” ya Demîrtaş bi xwe be.

Hukûmeta AKP-ê bi guhertina nuh ya qanûna 301-ê girî û gazin jî li kurdan yasax kir
Meclîsa tirk do xala 301-ê ya Qanûna Cezayê, ku gelek rewşenbîr û siyasetmedar, lê bi taybetî jî gelek kurd(çimkî ev madde ji bo kuradan e) jê dijhatin mahkemkirin guhart. Lê li gor ya berê, qanûn gelkî xirabtir û girantir kirin. Li gor qanûna berê, kesî nikanîbû rexne li ”tirkîtiyê” û ”komara tirk” bigirta, her rexne dikanîbû wek ”heqaret” bihata qebûlkirin.

Lê bi vê guhertina nuh, êdî tu kesê nikanibe tu rexneyekê li ”miletê tirk, li dewleta tirk, li hukûmet û meclîsa tirk û dezgehên dewletê” jî bigre, ev yek dikane wek heqaret were qebûlkirin û ji 6 mehan heta bi 2 salan meriv têxin zindanê.

Yanî mêrikan bi vê guherandina nuh ya madeya 301-ê devê kurdan baş didirûn, ji nuha û pê va êdî kurdên nikanibin bibêjin pûlis ya jî leşker zulmê li me dikin, terorê li hember me dimeşînin. Ev yek dikane wek heqaret li dewleta tirk were webûl kirin.

Bi kurtasî tirk dibêjin emê li xin, we bikujin lê divê hûn nebêjin ay! û gazinan jî nekin.

Her tişt ji zaliman tê. Ma dewleta meleyên Îranê jî dema kurdekî gullebaran dikin naçin heqê guleyên xwe ji malbatên kesê dikujin nagrin! Zalim, him qanûnnenas û him jî Xwedênenas in, loma jî her babet nemirovî û wahşet ji wan tê.

Tirk, ji xêrê ra silavê jî li kurdan nakin
Ji do da ye şandeyeke hikûmeta Tirkiyê di bin serokatiya Ahmet Davûtoglû da li Bexdayê ye û bi serowezîr Malikî, serokkomar Talabanî û bi serokê Kurdistanê Nîçîrvan Bazanî ra hevdîtina dike.

Bi qasî ku mriv ji beyanên Erdogan û wezîrê Tirkiyê yê karûbarê derve Alî Babacan fêm dike, mêrikan çûne rû bi rû careke din kurdan tehdît bikin.

Babacan pir eşkere dibêje, heger hukûmeta Kurdistanê wek em dibêjin li dijî PKK-ê şer neke ewê buhayekî gelkî zêde bidin û mesûlê vê yekê jî ew in. Yanî dîsa gef û gurrên berê ne.

Babacan, ji ber ku sîrketa petrolê Statoilê bi hukûmeta Kurdistanê ra hin peynan îmzekirine xwe gelkî aciz kir û ji hukûmeta Norwecê xwest ku ew hemû peymanên bi kurdan ra yên ku bêyî destûra Bexdayê hatine îmzekirin îtal bike, ya na ewê rê li ber hemû transportên wan bigrin. Yanî dîsa gef û tehdîdên berê ne. Ev siayset, siyaseta dijminatiyê ye.

Ya din jî di bin navê “hevdîtina bi hemû hêzên îraqî ra” dixwazin xebatên xwe yên sîxurî yên di nava tirkmenan da legalîze bikin. Divê kurd tu carî baweriya xwe gotinên tirkan yên “dostanîyê” neynin, tim şiyar, bi hazirî û tedbîr bin.

Çimkî tirk ji bo xêrê silavê jî li kurdan nakin, divê em wê baş bizanibin.