10 april 2008

Yekîtiya Ewrûpa çû gazî û hawara AKP-ê

Yekîtiya Ewrûpa dixwaze AKP-ê ji girtinê xelas bike, lê karekî zor xuyaye.

Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa yê siyaseta derve û parastinê Javier Solana, di civîneke Parlamentoya Ewrûpayêda peyivî û got, girtina AKP-ê ewê derbeyeke mezin li têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewrûpayê bide.

Solana, di axaftina xwe da li ser doza di heqê AKP-ê da hatiye vekirin rawestiya û got:-Ez hêvî dikim ku mahkime ewê maqûl hereket bike. Ji ber ku girtin ewê têkiliyên me û Tirkiyê xera bike. Netîceyên biryareke wiha ewê gelkî xerab bin.Li ser hin pirsên rojnamevanan Solana got, “di demokrasiyan da girtinan partiyan ne normal e.”
Rast e, di demokrasiyan da girtina partiyan ne normal e, lê di “demokrasiya tirkan” da normal e. Çimkî li Tirkiyê heta nuha tam 21 partî hatine girtin. Loma jî meriv dikane bibêje ku Tirkiye gorristana partiyan e.

Ya din jî birêz Solana gotiye, “girtina AKP-ê ewê têkiliyên me û Tirkiyê xera bike.”Maneye van gotinan, bi girtina biryareke wiha berendametiya Tirkiyê ewê were çemidandin.

Diyar e ewrûpiyan hîn tirk nas nekirine. Ma jixwe ji bo netîceyeke wiha ev doz hatiye vekirin. Tirk dixwazin Yekîtiya Ewrûpa rojekê berî rojekê wan biqewitîne.

Tirkan hetanî nuha endametî wek taktîk bikar anîn, ji bo ku rê li ber alîkariya bi kurdan ra bigrin. Digotin “pêrabûn ji nepêrabûnê çêtir e.”

Ev Çel sal in ev yek bi vê xapandinê îdare kirin, lê hatin derekê êdî xapandin nabe, ya ewê jî wek her welatî xwe biguherînin û sîstema demokrasiyê hilbijêrin û bibin endamê YE, ya jî ewê dev ji vê siyaseta xapandinê berdin û rejîma xwe ya paşverû û nîjadperest bidomînin.

Tirk baş dizanin ku endametiya Yekîtiya Ewrûpayê qebûlkirin û dayina mafên kurdan yên netewî ye, qebûlkirina miletê kurd û zimanê wî ye.

Yek partiyek tirk jî îro ne amdadeye ku van mafan bide kurdan. Siyaseta hemû dewletê û ya hemû partiyan ew e ku kurdan asîmîle bikin û wek miletên din bihelînin. Dema dibînin ku Yekîtiya Ewrûpa piştgiriya wê siyaseta wan nake ewê birevin.

Loma jî ne partiyek tenê, hemû partiyên tirkan, AKP jî di nav da, dixwazin dev ji vê rêwîtiya xwe ya Yekîtiya Ewrûpayê berdin, lê hemû mesele naxwazin bi xwe birevin.

Loma jî li maneyan digerin, dixwazin Yekîtiya Ewrûpa wan biqewitîne û ew jî bibêjin, “mêze, me qebûl nakin”, hemû taktîkên wan ev e.

Yanî “cemidandin û heta îxrackirin” ji bo tirkan loto ye û doza hatiye vekirin jî ji bo vê armancê ye.

Bêyî gotinên Solana, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jose Manuel Barroso û endamê komisyonê yê berpirsê berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê Olli Rehn jî îro bi heyetekê ra ew jî çûn gazî û hawara Erdoganê durû û nîjadperest.

Barroso, piştî hevdîninên xwe yên bi Abdullah Gul û Erdogan ra, di meclîsa Tirkiyê da jî axaftinek kir. Barroso, di axaftina da li ser meseleya kurd jî sekinî û got, pirsa kurd bi riyên eskerî çareser nabe, divê ew bi awayekî siyasî û kulturî were çareserkirin. Barroso got, ew hêvî dikin ku hukumet di vî warî da planên çareseriyê têxe praktîkê.

Vê axaftina Barroso nuha tirk ji bin da qutifandin, “pirsa kurd bi riyên siyasî û kulturî çareser bikin” !
Kalo nemir buhar tê...

Dawiya dawî dewleta tirk Google jî bi biryara mahkimeyê qedexe kirin.Ev demek bû di çapemeniyê da xeberek doş dibû, dihat gotin ku Google jî weke Youtube ewê li Tirkiyê were girtin yanî qedexekirin.
Îro ev xeber nîhayet bi rast geriya, ziyaretçiyên Grûbên Googlle dema xwestin ji Tirkiyê têkevinê, bi matmayineke mezin rastî vê teksta jêrîn hatin:

-Gîhana vê sîteyê bi biryara mahkimê hatiye qedexikirin.

Û bi vê biryara mahkimeya tirkan, programeke wek Google jî li Tirikiyê hate qedexemirin.

Dewleta tirk bi vê biryara xwe ya ne hemdem û derî medeniyetê esas dixwaze di qada înternetê da jî rê li ber danûstendinên di nabêna kurdan da bigre.

Herçî li Tirkiyê ye jixwe nahêle kurd tu weşanekê bi serbetî bikin. Kîjan malper, rojname, radyo û telewîzyonên mehelî hema bi çend gotinan jî qala kurd û Kurdistanê bikin, bi biryareke mahkimê tavilê digrin.

Yanî Tirkiye û Kurdistan di bin kontrola wan da ye û çi bixwazin wiya dikin.

Problem, kurdên derve ne, destê dewletê nagihîje wan. Bi vê qedexekirnê dixwazin di çarçeweyeke hîn mezin da astengiyan derxin, ji bo ku kurdên der û hundur nikanibin bi hêsanî xwe bigîhînin hev.

Jixwe heta nuha gelek malperên kurdan yên ji derve weşanên dikin qedexe kirine û loma jî kurd ji Tirkiyê û ji Kurdistanê nikanin xwe bigihînin van malperên kurdan. Piştî qedexekirina Youtube, nuha jî dora Google-yê ye.

Û ev welatê jî xwedêgiravî dike bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa (!) Bi rastî jî kenê meriv tê...

1 kommentar:

  1. Thank you for the good writeup. It in reality was once a enjoyment account it.

    Glance complicated to far introduced agreeable from you!

    By the way, how can we communicate?

    Also visit my site ... cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE