01 april 2008

Nivîsa dawî !

Min biryara xwe da, ez êdî hew di vî quncikî da dinivîsim. Ev nivîsa min ya dawî ye.

Ez êdî nanivîsim, çomkî kes naxwîne.

Ev tam 6 meh in, bêyî du sê rojan, min her şev halê xwe kiriye hal û miheqeq nivîsek nivîsîye.

Min ne got nexweşîye, ne westan e, ne tahtîl û mîvan e, her şev seat berî 12-ê şevê miheheq min nivîsa xwe qedand û weşand.

Ji bo ku xwendevan yek rojê jî destvala ji malpera min venegere.

Hemû keftelefta min ew bû ku xwendevan her roj nivîseke nuh bixwîne, bibîne ku wê rojê ez çi fikirîme, min çi hîs kiriye û kela dilê min li hember çi rabûye?

Min nuha li quncikê xwe mêze kir, heta nuha min tam 151 nivîs nivîsîye. Bi rastî jî ne hindik e.

Lê ji kê ra?

Kî dixwîne?

Di nava van 6 mehan da here were tenê 6616 caran malper hatiye ziyaretkirine.

Ew jî rojê dike 36 ziyaret. Dibê meriv bi kêmanî “6”-an jî bavîje, dimîne 30 ziyaret ya jî em bibêjin 30 xwendevan.

Piştî ku kesê nexwîne ji bo merivê xwe hewqasî biwestîne?

Axir fikirandineke wiha çewt be jî lê meriv dikane wiha bifikire.

Ji ber ku mişterî tuneye. Dema mişterî tunebe, mal di hustuyê meriv da dimîne.

De îcar ji 40 milyon kurdî rojê 20- 30 xwendevan, bi rastî jî pir hindik e. Hema tunebe çêtir e.

Li hember vê rewşê meriv merezrî dibe bavo!

Li ciyê kar swêdî ji min ra dibêjin, nuha her roj bi hezaran malpera te ziyaret dikin.

Dema ew wiha dibêjin, ez dikenim û mijarê duguherînim. Min heta nuha tu carî hejmara xwendevanên xwe ji wan ra negotiye.

Çimkî min ji wan ra jî gotiye em kurd 40 milyon in.

Wek dibêjin dengê defê ji dûrva xweş tê, ya jî navî giran e warî wêran e. Yê min jî ew mesele ye.

Ez fedî dikim bibêjim rojê 20-30 kes malperê ziyaret dikin. Dema ez bibêjim ewê bi min bikenin û bibêjin belkî ez merivekî ne tema mim.


Min wê rojê di rojnameyeke swêdî da xwend, malpera keçikeke 18 salî rojê ji alî pênc hezar(5000) kesî va tê ziyaretkirin.

Belê we çewt nexwend, 5000 kes blogga keçikeke 18 salî ziyaret dike.

Min merqak kir û loma jî çû li malpera(blogga)wê nêrî.

Ez matmayî mam, tu xusûsîyeteke wê tunebû. Ji xwe ra qala bûyerên rojane dikir:

Li mektebê çi kiriye?

Dersa wê çawa derbas bûye?

Bi kê ra çi peyivî ye û çi ji hev ra çi gotine?

Û helbet çend rismên wê yên erotîk jî di malperê da hebûn.

Hemû ev bû.

Û dibê em ji bîr nekin ku nufûsa Swêd jî tenê 10 milyon e, yanî wek me kurdan ne 40 milyon e.

Ê ji bo ku malpera min jî (bavo bira rojê ne 5 hezar be, bira 500 kes be) wek ya vê xatûna sweêdî ji alî bi hezaran kesî ve were ziyaretkirin dibê ez çi bikim?

Ma dibê ez jî xwe tazî bikim?

Ez nivîskarê miletekî 40 milyonî me û 20-30 kes malpera min ziyaret dike. Ma ev ne sosiretek mezin e?

Ya tiştê ez dinivîsim, tiştên pir vala û bêmane ne, loma jî kes naxwîne, ya jî di milet bi xwe da ”çewtiyek” heye.

Lê kîjan be jî netîceyî naguhere, divê êdî ez hew binivîsim.

Çimkî nayê xwendin.

Ji dêlî ku ezê her roj li hejmara xwendevanan binêrim û ji qehran wek mûmê bihelim, ya baş ew e ke ez dev ji vî karî, vî aqilî û vî sewedayî berdim û ji xwe ra karekî din bikim.

Min îşev ev biryar da.

Bi hêviya ku hûn yekî ji min çêtir bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE