20 april 2008

Li ser jiyan û mirinê çend dîtinên fîlozofîk

Gotineke pêşiyên çîniyan heye, dibêjin ”ya herî girîng ne ku merivê qet nekeve, ya girîng ew e ku piştî her ketinê meriv rabe ser xwe.”
Belê, roja îniyê ez jî ketim, lê wek çîniyan gotiye, ez rabûm ser xwe.Yanî nemirim. Lê nîvtirsiyayî bûm.

Nizanim çima mirovên kal û pîr çima wiha tirsonek in. Berê min diwêrîbû bajota ser şeşderbê, nuha ez newêrim bajom ser çaqoyeke ko jî…

Ji bo ku çîroka ketina(nexweşiya) xwe zêde dirêj nekim, roja îniyê li ciyê kar dema min rahîşt sindoqa ji postê hatibû ku deynim erdê, hema dewxa min çû, dinya li dora min doş bû û ez bi dev û ruyan ve çûm erdê, lê neketim, maseya biçûk ez xelas kirim.

Xanimekê bûyer dît, hat ket bin milê min û ez birim odeya bîhnvedanê. Min got min bibin mal, lê şefa min got na, ezê te bibim nexweşxaneyê.

Xanimê ez avêtim erebeya xwe û birim servîsa acîlê. Dema em gihîştin nexweşxaneyê saet 10 bû.

Bi gihîştina nexweşxaneyê ra min dest bi verşînê kir û saet heta 19.00-a verşîna min dom kir.

Piştî 8 saet miayeneyek ji nenûkan heta bi por, gotin di serê te da vîrûsekê îltîhab kiriye û sebebekî din jî dikane stres be.

Ez wê şevê di bin kontrolê da mam. Roja din(roja şemiyê) piştî nîvro tixtor ez tabûrcî kirim , got here mal, lê divê tu çend rojan îstirehet bikî.

Nuha ez li mal têra dilê xwe radikevim.

Ji bo ku her roj meqaleyekê binivîsim ez xwe dixim stresê. Ez pir bê xew dimînim. Ez her şev saet piştî donzdehan radikevim û di pêncûnîvan ya jî di şeşan da radibim. Helbet tu bixwazî nexwazî ev yek li kokimekî weke min tesîreke ne baş dike.

Ez bi viya dizanim, lê ji xwe nagerim.

Ez merivekî hinekî nerehet im û zêde xwe li ber tiştan dixim. Yekcarnan ez xwe dişibînim ”Eloyê xemxur”, ez hemû derd û beleya kurdan wek ya xwe dibînim û ji xwe ra dikim derd û xwe pê diêşînim.

Ez bindestiya kurdan wek koletiya xwe dibînim. Ji ber ku weke her miletî dewleteke me jî tuneye li hember zarokên xwe û xelk û alemê ez xwe sûcdar û fedîkar dibînim. Ji bo ku em jî wek milet ji bin vê bindestiyê rizgar bibin ez hewil didim ku her roj tiştekî bikim.

Loma jî dixwazim hema bi gotinê be jî her roj çend xîçikan di dijmin werkim, lê kalîtîya malkambax bêbext e, piştî demekê milê meriv diqerime. Û rojek tê meriv dibê "terp" û dikeve erdê.

Li gor felsefeya min ya jiyanê ez dibêjim, piştî ku meriv jiya divê meriv wek mêran li ber xwe bide û tim bi xîret be. Ne wek ferd û ne jî wek milet tu carî zulmê, neheqiyê, bindestî û êsîrîyê qebûl neke.

Heta ku ruh di qefesa meriv da hebe divê meriv wek ajnêberekî ku nuh ajnê fêr dibe bi dest û nigan bike çelpe çelp ji bo ku nefetise.

Piştî ku meriv jiya divê hebûna meriv ji bal dost û dijminan ve were dîtin, hiskirin. Divê meriv tim vir da û wê da lotikan bide xwe, yekcarnan bike qîjewîj û qerepere û yekcarnan jî bike gazî û hawar ji bo ku dinya û alem bibîne ku meriv li vê dinyayê heye, meriv dijî û ne mirî ye.

Çimkî gelek kes hene erê dijîn, lê esas ferqa wan û miriyan tuneye, wek barçêmka ne, kes ne wan dibihîze û ne jî dibîne. Heger meriv benderuhekî zindî be divê deng ji meriv bê, divê meriv nebe kûsî xwe nekşîne qalikê xwe.

Ez ji kûsîtiyê qet hez nakim.

Li gor min divê meriv di jiyanê da ne reben û pepûk be, hinekî nerehet û ”şerûd” be, divê fikrên meriv bi ruh, bi dirik û histirî bin, ruh û heyecanê bide însan.
Fikir, divê însanan dilşa û xemgîn bike, divê hestên însanan ji xew şiyar ke û kela dilê wan rake.

Ez bi vê armancê û bi van hestan dinivîsim û xewên şevan li xwe diherimînim. Lê roj tê dikevim qet xem nake. Meriv ket govendê merivê xwe bihejîne. Çawa ku gul bê histirî nabe, jiyan jî bê ketin û rabûn nabe. Di vî warî da tu gazinên min tune ne.

Gotinek heye dibêjin, ”meriv bi girî tê dinyayê, bi gazin dijî û hêvîşikestî dimre.” Heger ez bi ketina roja îniyê bimirama minê hêvîşikestî terka Stockholma xopan û vê dinya ronak kiribûya. Ev rast e.

Çimkî ev 30 sal in çavên min li hêviya vegera welêt e. Min sal heta boçikê guran, sirgûniya tirko here were 20 meh mane, mirineke wiha bêwext ewê bi min ra bêbextiyeke mezin bûya.

Jiyanê meriv ji mecbîrî ji serî dest pê dike û dijî, lê di dawiyê da wê baş fêm dike. Yanî heta ku meriv neyê deraxê ”ketinê” meriv jiyanê fêm nake. Lê piştî ku meriv ket jî êdî fêmkirin jî pere neka, çimkî êdî dereng e.

Kes nikane "rê li ber ber zayin û mirinê bigre", dem tê meriv jiya diya xwe dibe û rojek tê meriv ”dikeve” û dimre. Loma jî ya herî baş ew e heta ku ruh di qefesa meriv da hebe, divê meriv ji ber felekê jî danexwe, bi mêranî û li gor dilê xwe bijî.

Her çiqas di rojên kalîtiyê da yekcarnan bayê mirinê biber guhê meriv dikeve jî lê divê meriv paxafê zêde jê nexwe, divê meriv hertim bide dû dilê xwe…

”Biryara mirina her kesî di bêrîka wî da ye”, lê dema em wê biryarê bi çavên serê xwe dibînin heger em nebizin, nequtufin jî, gurûzî digre bedena meriv. Bi piranî cesaret li hember mirinê ne cesûr e.

Axir bixwedê çawa be jî jiyan ji mirinê xweştir e û weselam…

Yanî hewqas gotin ji bo ku bibêjim ji nuha û pê va dibe ku ez her roj nenivîsim. Esas ez binivîsim jî nenivîsim jî ne xema kesî ye, lê axir serê gotinê, meriv wer dibêje...

8 kommentarer:

  1. Mamo derbasi be, hevi dikim to rojek pesh bash bi me ji nivisen xwe mehrum neki.

    SvaraRadera
  2. Derbas buyibe birez Zinare Xemo!
    Hevi dikim ku nexweşiyade wek muki ji laşete derkeve.Ti bimine di xweşiyede.

    SvaraRadera
  3. Nivîskarê hêja Derbasbuyî be.Yezdan temenekî dirêj û bixwêr bide Pênusa te berdewambe.Xwedê saxî u selametîyê bide.
    Rebbê me ku çawa jîyan daye u xweşe mirin ji nimeta wîye ewjî xweşe.hacetê tirsê nake.Mirin pêşî tahle dawî u axret pir xweşe.Elhemdulillah ji bo me bawarmenda jîyanek bê kêmasî sekinîye. silaf u Rêz.

    SvaraRadera
  4. Kek Zinar derbasi be!Pirr li ber ketim,le ji nivise te diyare ku tu bas u selameti.Bi heviya hev-ditine di xwesiye de bimini. Naci

    SvaraRadera
  5. Gelek sipas ji bo hemû dost û hevalên ku bi mesajên xwe li halê min pirsîne.
    Gul bê histirî, jiyan bê nexwesî neba.
    Zinar

    SvaraRadera
  6. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera
  7. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera

PARVE BIKE