06 april 2008

Ka îslamparêzên kurd li ku ne?

Ev demeke ez dixwazim li ser şexs, komik û hêzên kurd yên dîndar û îslamperwer tiştekî binivîsim.

Ji zûda ye ku li Kurdistana bakur tiştek gelkî bala min dikşîne û min dide fikirandin.

Gelo ji bo çi kesên dîndar û îslamî li Kurdistanê di warê ligel da xwe nadin ser hev û li hemberî AKP-ê û partiya Fazîletê nabin nûnerên miletê xwe?
Wek hersê perçeyên Kurdistanê yên din, li Kurdistana bakur jî piraniya kurdan musilman in, lê di qada siyaseta legal da partiyeke wan ya siyasî û kurdperwer tuneye.

Dema meriv bala xwe didê, kesên li Kurdistana bakur di qada legal da siyasetê dikin, partiyan ava dikin, dikevin hilbijartinan, dibin serokên belediyan û dikevin parlamentoyê berê jî û nuha jî tim kes û hêzên çep û demokrat in. Yanî di warê siyaset û îdeolojiyê da ne kesên oldar û îslamî ne.

Di vê têkoşîn û xebata li dijî dewleta tirk ya nîjadperest da kes û hêzên dîndar û îslamî nayên dîtin. Kesên hene tim bi partiyên tirkan ra hereket kirine. Wek îslamiyên tirk, ereb û farisan tu carî partiyên xwe ava nekirine û li dijî vê dewleta tirk ya kemalîst û nîjadperest daneketina qada têkoşîn û xebatê.

Heta salên 1980-î meriv dikane bibêje ku di nava kurdan da tardisyona avakirina partiyên îslamî tunebû, kadirên ku kanîbûna rêbertiya partiyeke legal bikirana tunebûn ya jî pir hindik bûn. Loma jî oldar û bawermendên welatperwer di nava refên partiyên çep ya jî ne îslamî da ciyê xwe digirtin.

Lê îro ne wiha ye. Li kurdistana bakur jî kesên bawermend û dîndarên ku kanibin pêşengiya rêxistineke wiha bikin têra xwe hene.

Lê nakin, meydanê ji panturkîst û nîjadperestên tirkan ra dihêlin.

Ji dêlî wê va, ya di nava AKP-ê û partiyên wek wê da cî digrin ya jî li derî rêxistinan tenê aqil didin tirkan û der û dora xwe. Lê ew bi xwe di nava civata xwe da alternatîva AKP-ê çênakin.

Milet heye, kadir hene, şert misaîd e lê dîsa jî gaveke wiha navêjin. Bi gotineke din, ard heye, rûn heye, şekir heye lê kesê ku helawê çêke tuneye.

Em kesên wek Mehmet Metînerê ku lîstika di taximê tirkan da hertim ji lîstika di taximê kurdan da çêtir dibîne bidin aliyekî, bêyî wî gelek welatperwerên hêja yên wek Sidkî Zîlan, Altan Tan û gelek kesên der û dora Nûbiharê hene ku bi zanîn û kapasîteya xwe ya siyasî dikanin pêşengiya xebateke wiha bikin.

Lê nakin.

Ez dizanim Metîner, û kesên weke wî muxtariya gundekî tirkan jî bi walîtiya bajarekî Kurdistanê naguherin. Lê îslamiyên kurd hemû ne wek Metîner in. Bi sedan kesên welatperwer hene. Gotin û gaziya min ji wan ra ye. Dibê ew Kurdistanê ji tirkan ra nehêlin.

Erê partiyeke nêzî PKK-ê heye, lê ew jî li dervayî welêt e û îllegal e. Tiştê ez dibêjim, li Tirkiyê û li Kurdistanê partiyeke wek DTP-ê û AKP-ê ye, partiyeke legal e.

Heger bi rastî jî îslamperwerên kurdperwer jî hene, dibê ew jî wek çep û sosyalîstan dakevin qada xebata netewî û li dijî zilm û zora dewleta tirk bi rêxistinî xebatê bikin. Ne ku tgenê bipeyivin û waizan bidin.

Ma ne şerm e ku kurd hîn jî herin bibin heval û endamên partiyên nîjadperset yên wek AKP û Fazîletê?

Mesela li Kurdistana başûr kesên îslamî wek hêzên din, rêxistinên xwe avakirine û li gor bawerî û îdeolojiya xwe xebatên xwe dikin. Yanî êdî di taximên ereban da nalîzin, baş xerab êdî di taximên xwe da û lîstikvanên gelê xwe ne.

Li Tirkiyê, AKP û Fazîlet ne tenê di nva tirkan da, li welatê me jî dîn û îslamiyetê ji bo armancên xwe yên siyasî bikar tînin û îstîsmar dikin, bi navê îslamê gelê me dixapînin û bi vê riyê bidest dihîlin.

Gelek kes û der û dor hene ku hêzên kurd yên çep û ne îslamî nikanin xwe bigihînin wan û wan jî bikşînin nava qada xebta netewî û kurdayetiyê. Lê partiyeke kurd ya îslamî dikane van kesan ji bin tesîra dijmin xelas bike, zanîn û hestên wan yên netewî xurt bike.

Baweriya me çi dibe bira bibe, em çi îdeolojiyê diparêzin biparêzin, dixwazin dîndar, lîberal ya jî ataîst bin ev normal e û wek ferdên her miletî mafê me ye jî. Ya girîng ew e ku dibê em îslamî, lîberal, sosyal demokrat ya jî komîstên miletê xwe bin, ji bo û li ser navê miletê xwe xebatê bikin.


Dema meriv nivîsên Sidkî Zîlan dixwîne û li Altan Tan û hin kesên wek wî guhdarî dike, li hember zanîna wan devê meriv ji hev dihere, meriv dibîne ku her yek bergendî deh kesên wek Erdogan, Çîçek û Şahîn in. Lê emel tuneye.

Kesên wek Altan Tan, Sidkî Zîlan

Divê êdî kurd hew bibin suyarên hespê xelkê, heger em miqlacî ne divê em bi hespê xwe dakevin qada bezê, ne ku miqlacîtiyê(jokêriyê)ji xelkê ra bikin.
Îslamiyên kurd jî dibê bi qasî hêzên din bi wacibên xwe yên netewî rabin û li hember vê deleta zalim di warê legal da herin gazî û hawara gelê xwe.

2 kommentarer:

  1. Xalo nave vi mehmet Metiner e, ne Metin Metiner.

    SvaraRadera
  2. Ew pêşnîyarî a nivîskarê delal pir balkêş e.Înşaallah ê bibe îşiqekê ji bo Kurdê oldar U misilman.Lê belê milletê kurd ji %90 misilmane %10 wekî dinin.Lê mixabin vî % 90 Tırk dixapînin Lê serokê kurdanê hemdemî jî alîkarya wan dikin dibêjin em di nava % 10 dane Kuru çavê we birijin, ma hun hemî ne xiristîyanin, ne cuhune u hemî ne yêzidîne ma qet di nava veda Îslam tunene.Ma ji bo sîyaset ê bejî pêwiste ku hun bêjin em îslamin.Lê belê bi israr dibin talibê oyê %10 wey çavê we birijin.Hun pêçîya xwe di çavê xwera dikin.Bi silafu rêzu hirmet.Reha

    SvaraRadera

PARVE BIKE