07 april 2008

Heger "AKP were girtin ewê Kurdistan ava bibe !"

AKP û nîjadperstên îslamî ji dêlî ku bi mêranî û bi cesareteke medenî li dijî midaxeleyên artêşê û kemalîstan derkevin, demokrasiyê û îradeya milet biparêzin, radibin bi ”avabûna Kurdistaneke serbixwe” van hêzan ditirsînin.

Dibêjin heger hûn me bigrin, kurdên Kurdistanê ava bikin.

Ev ne cara pêşîye ku siyasetmedarên tirk bi vê siyaseta oportunîst dixwazin kursî û ruhê xwe xelas bikin.AKP jî nuha li hember artêş û kemalîstan eynî taktîkê dimeşîne. Ji Dadgehe Bilind ra dibêjin heger hûn AKP-ê bigrin, li Kurdistanê tu hêzeke tirk ya din namîne, meydan ewê ji DTP-ê ji kurdan ra dimîne. Û ev yek jî dikane rê li ber avabûna Kurdistanê veke.

Mustafa Aksoy, di quncikê xwe yê rojnameya Starê da vê yekê pir vekirî leşker û Dadgeha Bilind ra dibêje.

Esas di normalê da tirk zû bi zû navê ”Kurdistanê û vabûna Kurdistaneke serbixwe” bikar naynin, ji dêlî wê va dibêjin, ”ewê Tirkiye perçe bibe” û wesaîre…

Lê ji bo ku her kes ji tirsan biqutufe û tehdît bêtir bi xof be Musafa Aksoy bi zanetî navê Kurdistanê bikar tîne, dibêje ”heger hûn AKP-ê bigrin kurdê jî bibêjin "ancax Kurdistan me xelas bike.”
Aksoy jî wek gelek aqilmend û nîjadperstên din dibêje, meriv nikane tenê bi sîlehan rê li ber PKk-ê bigre, bi qasî sîlehan ”divê meriv bi hurmet û xizmetê” jî here herêmê. Yanî "hurmet û xizmeta" xapandinê, ji bo helandin û bindesthîstinê.

Û ne ev tenê, li gor Aksoy, divê meriv urf û adetên xelkê herêmê jî bizanibe, divê meriv nasnameya wan nas bike û bi uslûbeke nerm nêzî wan wan bibe. Bi gotineke din, ”divê meriv dil û zihnê xelkê qezenc bike.”

Yanî bi kurt û kurmancî mêrik dibêje, dibê meriv qerekter û xesiyetên mirovê kurd bizanibe ji bo ku kanibe bixapîne. Û di nava AKP-ê da jî 75 parlamenter û bi hezaran kurdên ji tirkan ra vê xizmetê dikin hene. Loma jî divê AKP neyê girtin.

Bi rastî jî mêrik rast dibêje, tistê AKP dike zilm û sîlehên wan nikane bike. Di vir da meriv dibîne ku AKP partî û hêzeke çiqasî tahlûkeye û bi kîjan wezîfeyê di nava kurdan da dixebite.

Aksoy eşkere dibêje, li Kurdistanê tenê AKP dikane bi vî karî rabe, ji ber ku AKP-ê li Kurdistanê ji sedî 55-ê rayan girtiye. Ev yek jî îmkaneke baş e, dibê meriv vê îmkanê heder neke.

Aksoy, di dawiya nivîsa xwe da bi van gotinên jêrîn bala artêşê, kemalîstan û Dadgeha Bilind dikşîne:

”Efendîno, hûn bawer in ku hişê we li serê we ye? Ev 80 sal in ku hûn milet bi ”ya em rojekê perçe bibin” ditirsînin. Baş e, çima hûn dixwazin wê hêza siyasî ku tenê ew dikane welêt ji perçebûnê dûr bixe, kurdperweriyê zeîf bike bigrin?

”Hûn dixwazin AKP-ê bigrin. Girtina DTP- jixwe di rê da ye. Yanî hûnê hemû partiyên ku hemwelatiyên kurd rayên xwe danê bigrin. Baş e, ku van însanan rabin bibêjin ku ev mesele êdî ji tamê derket, bira Komara we ji we ra be, ancax Kurdistan me xelas bike, wê demê hûnê çi bikin?”

Wek min di serê da jî got, AKP jî wek hemû partiyên din newêre li hember leşkeran şêleke demokrat û medenî bigre. Ji dêlî şêleke wiha ve, dixwaze bi fisgenikî leşkeran bi avabaûna Kurdistaneke serbixwe bitirsîne.

Lê heger leşkeran bi rastî jî emrê girtinê dabin û heger şer ne li ser "girtina hin tawîzan" be, AKP bi ”avabûna Kurdistanê” nikane kesî bitirsîne, ew çi bikin jî ewê îşê Erdogan û partiya wî biqedînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE