27 april 2008

Bûyerek û ferqa tirk û kurdan

Li ba kurdan mirina di ber tirkan da mirineke pir miqedes e û qehremaniyeke bêhempaye. Kîjan kurdê di ber tirkan da û ji bo dewleta tirk bimre ciyê wî Buhuşta ala ye. Loma jî gelek kurd bi şanaziyeke mezin qala şehîdbûna bav û kalên xwe ya ji bo dewleta tirk dikin.

Îro êdî wiha bûye ku tu devê kîjan zana, rewşenbîr û siyasetmedarê kurd vekî ewê bi serbilindî ji te ra bi saetan qala biratiya kurd û tirkan bike.

Tew hinek ”serok” û ”rêberên” kurdan bi vê ”biratiya xapandinê” û kêmaqilî kurdan jî nayên serî, dibêjin kurd û tirk êdî wek ”goşt û nenûkê” ne, nabe ku meriv wan ji hev biqetîne.

Dema ku kurdek îtîrazî teoriya ”goşt û nenûkê” dike, wê demê jî nimûneya ”namûsê” tînin û dibêjin ” ne goşt û nenûk tenê, em û miletê tirk bi namûsê jî di hev geriyan e", bi milyonan kurd di nava tirkan da dijîn, loma jî ne mimkûn e ku kes kanibe me ji hev biqetîne.

Lê tiştê balkêş, em ji tirkan bizewicin jî em dibin tirk û ew ji me bizewicin jî dîsa em dibin tirk. Min qet nedîtiye ku tirkek bûbe kurd.

Lê dema yekî tirk bi tesadufî bibe dostê kurdan û mafê wan biparêze berê dixin hevsê, ku bi wê terbiye nebe wek dînekî(rentele, şêt)dixin tîmarxaneyê, ku ew jî têr neke dikujin.

Çimkî ji bo tirkan ne karê aqilan e ku tirkek bibe dost û piştgirê miletê kurd. Dema bibe miheqeq kêmaqil e, dîn e û ciyê wî jî ya hefs e ya jî tîmarxane ye.

Dema tîmarxane têr neke, di wir da hişê wî/wê neyê serî îcar dixin hefsê, ku ew jî têr neke wek Ozal dikujin.

Tiştê anîne serê Nîl Demirkaxikê jî destpêka vê siyaseta tirkan e. Demîrkazik hîn nekuştine çimkî hîn di merhela duduyan, merheleya ”dînîtiyê” da ye. Heger hişê wê neyê serî û biaqil nebe ewê wek gelekên din îşê wê jî biqedînin.

Nîl Demirkazik di van 2-3 salên dawî da bû dosta kurdan û bi tevger û nivîsên xwe piştgirî da têkoşîna kurdan ya demokratîk û netewî.

Dewleta tirk bi hemû çapemenî, siyasetmedar û dadgehên xwe ve li hember vê şêla Demîrkazikê matmayî man û gotin ne normal e ku tirkek(esas feqîrê ne tirk e jî, çerkez e, lê dîsa pere nake) rabe alîkariya kurdan bike, ev pepûka belengaz miheqeq dîn e.

Ev çend meh in ku Nîl Demîrkazikê bi bêbextiya ku ew endama PKK-ê bûye di zindanê da digrin û mahkime dikin. Di her dadgehkirinê da hakim îdîa dike ku bavê Demîrkazikê gotiye ew ne li ser hişê xwe ye, heger li ser hişê xwe bûya bi karên wiha ranedibû, yanî nedibû dosta kurdan. Her çiqas Demîrkazik dibêje heyran ez ne dîn im, bavê min ji bo ku min xelas bike vê buhtanê li min dike pere nake, dadgeh jî wek bavê wê ji biaqiliya wê şikê dike.

Ev ne cara pêşî ye ku Demîrkazik bi siyasetê mijûl dibe, berî dostaniya bi DTP-ê ra endam û mîlîtaneke AKP-ê bû, xwest ji AKP-ê bibe reîsa belediyê û têkeve parlamentoyê, lê rê nedanê. Ji ber van xebatên wê, kesî jê ra negot ”tu dîn î” û ew nexixtin tîmarxaneyê.

Dema Demîrkazikê tirkîtî dikir, ala tirkan li xwe dipêça û rozeta ala tirk bi sînga ve dikir, kesî ne ji aqilê wê şik dikir û ne jî ew dixistin hefsê, jê ra nedigotin tu dîn î, heger tu ne dîn bûya te ala tirkan li xwe nedipêça û rozêta tirk bi sînga xwe ve nedir.

Lê dema dor tê kurdan mesele diguhere, kesê rozeta Kurdistanê bi xwe ve ke û ala kurd hil de dibe dîn û kêmaqil. Loma jî ya dixin zîndanê, ya dixin tîmarxaneyê û ya jî dixin gorrê.

Roja îniyê(25/4-08) dîsa Demîrkazik derxistin ber dadgehê. Dadgehê jî ji bo ku bê tesbîtkirin gelo Demîrkazik dîn e yan na, ew şandin Tibba Edlî ya Stenbolê.

Nîl Demirkazikê 20 rojan di bin çavdêriya pisporên psîkîyatriyê da bimîne, piştî 20 rojan pispor ewê di derbarê dînîtî û biaqilya wê da raporekê pêşkêşî mahkimê bikin û dadgehê jî li gor vê raporê biryara xwe bide.

Heger pispor bibêjin ku Nîl Demîrkazik ne dîn e, dadgeh dikane ji 8.5 heta 20 salan cezayê hefsê bidê.

Yanî ya ewê bibêje tobe û xwe û xelas bike, ya ewê baweriya xwe biparêze û 9-10 salan di binê zindanan da birize, ya jî ewê wê bişînin tîmarxaneyê ba dînan.

Çimkî wek me got, li gor tirkan ne karê mirovekî normal û biaqil e ku him tirk be û him jî bibe dostê/a kurdan. Dema bibe dîn e.

Îsmaîl Beşîkçî ji bo ku dibêje dewleta tirk nehqiyê li kurdan dike bi salan di zîndanan da rizandin, Turgût Ozal ji bo ku got, ezê mesela kurd hel bikim kuştin. Û Nîl Demîrkazikê jî dixin tîmarxaneyê.

Lê bi saya serê xebatên birêz Ocalan, li ba me kurdan her tişt belovacî vê siyaseta tirkan bûye. Li ba kurdan ew kurdê ku xwe û tirkan wek ”goşt û nenûkê” nebîne, li hember ala tirk nekeve hazirolê, rozeta tirk bi serbilindî û îftîxareke mezin bi ser dilê xwe neke ya merivekî dîn e, ya jî ajanê CIA û MOSAD-ê ye.

Çimkî li gor "serok" û berdevkên wî divê her kurd xwe bike qurbana tirkan û dewleta wan, yê neke merivekî ne temam û ne paqij e.

Ez hêvî dikim ku di demeke kin da ewê Xwedê aqilekî temam bide miletê kurd, ji bo ku kanibe serokên dîn û biaqil û dost û dijminên xwe ji hev bigerîne.

2 kommentarer:

  1. Dema te xwesh, keke delal. Ji ber ew serpehatiya nexer a ew roje, ji Xwede tiala sifa xere bo te dixwazim. Hevidar im nuha bas u li ser xwe yi. Keke delal, bila bawriya te hebe ku de dem were ku ci zarok, ci xort, ci mezin, e her kurd bi cewhera nasnameya xwe bihise u xwedi le dere. Ev rojen ku em detene ne "normal" in, ji ber ku sere me u dijminen me berdewam e. Keda miroven heja wek cenabe te, de "ciye xwe bigre", berhema xwe bide. Her ciqas iroj (li gor nerin u baweriya min), "mezinen" me di nav qrizek de bin u bi tu awayi ne di wi pozisyone de ne ku bersiva hewcedariyen deme bidin, disa ji de roj were ku civata kurd e dawi li percebuyin u ji-hev-qutbuyine bine u neslen ji hev dur, de bidin yek vucud u beden u ew cax eme bi serek bilind u bi dilek dagirti, bikaribin li nav canen "xelqe" binerin u xwe bikin perceyek ji hejahiyen mirovatiye. Eme dev ji tekosina xwe ya li dij xirabiye bernedin. Bi slav u rez.

    SvaraRadera
  2. Birêz nivîskar te xweş anîye ziman.
    Ew adeta di bavu kalê wanda têye. Çaxa ku SEÎDÊ KURDÎ çu stembolê dîlekçe da abdilhemîd,go "E dxwezım li Kurdıstanê mekteb werin wekirin û perwerda wîyajî bi zimanê zikmakîbe, Kurdî be." abdilhemîd go"vayî têxin timarxanê " Ewjî avêtin timarxanê duvra 28 sal avêtin hepsê, 19 carjî zihêr danê. Gor vê ez dibêjim ew adeta bavu kalê wane.

    SvaraRadera

PARVE BIKE