29 april 2008

Dewlet li pişt êrîşkaran e

Texmîna min ya do rast derket, êrîşa ku nîjadperestên tirk şeva yekşemiyê li bajarê Sakaryayê/Adapazarê biribûn ser şeva DTP-ê bi rojan ji berê da hatiye organîze kirin.

Wek min di nivîsa xwe ya do da jî gotibû, DTP-ê roja yekşemiyê li bajarê Sakaryayê şahîyeke ji bo ”aştî û biratiyê” (!)çêkirin.

Tirk dibêjin hûn dijmin in û ji bo lînckirin û kuştinê êrîş dikin, yên me şevên ”biratiyê” çêdikin û gelê xwe marûzî terora dijmin dikin.

Faşîstan wek her car, di vê ”şeva biratiyê” da jî dîsa girtin ser avahiya ku şev lê çêdibû û saet heta sisiyê şevê li dora hezar kesî girtin bin hesargê û nehîştin kes here mala xwe.

Milet bi kuştin û şewitandinê tehdît kirin. Çapemeniya tirk do wek ku bûyer ji alî nişteciyên wî bajarî ve hatibe kirin nîşan da, tu rojname û malperê qala ”tiliya dewletê” û êrîşeke organîzekirî nekir.

Lê li gor agahdariyên malpera ”îyîbîlgî”yê wek carên berê, ev êrîş jî du roj berê ”bi e-mailan” hatiye organîzekirin.

Du roj berî şevê, hêzên faşîst ji bo êrîşê, bi e-mailan xeber dane hev û hevûdu ji bo êrîşê agahdar kirine.

Yanî êrîş ne spontan e, berê haziriya wê hatiye kirin.

Berê jî çend caran dîsa li Adapazariyê, sala 2005-an li Trabzonê, sala 2006-an li Stenbolê û li gelek derên din jî dewletê li hember kurdan êrîşên wiha da organîzekirin. Wek êrîşa roja yekşemiyê, di êrîşên din da jî xwestin gelek kesî lînc bikin û bikujin.

Dû ra derket ortê ku hemû êrêş jî bi însîyatîv û kontrola hêzên ewlekariyê hatine kirin. Lê derketiye çi qîmeta wê heye? Çimkî li Tirkiyê huqûq ji bo kurdan naxebite, di huqûqa Tirkiyê da cezayê lêdan û kuştina kurdan tuneye.

Dema kurd meşekê ya jî çalakiyeke bêîzin bikin, tavilê bi sedan pûlis dorê li çalakvanan digrin û wan bi darê zorê belav dikin.

Lê dema yên hember kurd û êrîşkar faşîst bin, hêzên ewlekariyê tenê temaşe dikin, herî zêde jî li ber wan digerin.

Wek êrîşa roja yekşemiyê, Waliyê Sakaryayê û bi sedan pûlis nêzî 6 saetan li êrîş û heqaretên êrîşkaran temaşekirin.

Ji ber ku êrîşkar bi serê xwe nehatibûn wir, hêza ew anîbûn wir dewlet bû, yanî ew bi xwe bûn, loma jî zor bikar neanîn. Destûr dan ku êrîşkar 6 saetan heqaretên mezin li kurdan bikin, teroreke nedîtî bimeşînin û dû ra jî destên xwe li bakin û herin malên xwe, bêyî ku yek kes jî were girtin.

Di nava van 3-4 mehên dawî da tenê li zanîngehên herêma Marmarayê 214 xwendevan hatine girtin. Roj tuneye ku li zanîngehan faşîst êrîşê nebin ser xwendevanên kurd û wan terorîze nekin. Pûlis ji dêlî ku êrîşkaran bigrin, xwendevanên kurd digrin, davîjin ser malên wan û digrin bin çavan.

Ji Newrozê û vir da ye dewleta tirk li hember miletê kurd terorek mezin daye destpêkirn, nahêle kes çavaê xwe veke. Bi taybetî jî xort û kadirên DTP-ê yên aktîv ji xwe ra kirine hedef.

Yanî êrîşa Sakaryayê perçeyek ji vê pilana hukûmeta AKP-ê ye, AKP-ê û leşkeran li ser mesela terorîzekirina kurda li hev kirine. Loma jî ev êrîş ewê berdewam bin.

Di vê nuxteyê da ya girîng ew e ku divê DTP û PKK dev ji siyaseta Ocalan ya ”demokratîk cumhûriyetê”, ya ”biratiya” derewan yanî ya malwêraniyê berde û siyaseteke li gor realîteya Tirkiyê û me bimeşînin.

Divê PKK û DTP xwe û qedera 20 milyon kurdî fedeyî ruhê Ocalan nekin. PKK çi tawîzê bide jî tirk Ocalan bernadin.

28 april 2008

Bes e bi ”biratiya” derewan gelê xwe bixapînin!

Li bajarê Sakaryayê bi sedan nîjadperest û faşîstên tirk dor li avahiya kurd têda bûn girtin û xwestin hemû kesên di hundur da bi qiç û pîlan ve lînc bikin, bikujin.

DTP-ê do li bajarê Sakaryayê xwest şeveke bi navê " şahiya kultur û huner, aştî û biratîyê" çêke. Lê tirkên nîjadperest tavilê êrîş birin ser wan û ”şahiya biratiyê” li wan kirin jahr. Tirkan careke din jî nîşan dan ku ew ne biratiyê, lê serê kurdan dixwazin. Lê çi mixabin ku ”serokê gelê kurd” û DTP dev ji sefseteya, derewa ”biratiyê” bernadin. Xelk bi girseyî êrîşî wan dikin, dixwazin wek gurên har wan ji hev zîfêl zîfêlî bikin, ew hîn jî dibêjin ”aştî û biratî” û nizanim çi ziqûm…

Divê DTP û PKK dev ji ”biratiya” derewan berde, tirk nabên birayên me. Tirk bi vê gotinê nerm nabin û mafên me nadin me. Divê em xwe û gelê xwe zêde nexapînin.
Em werin ser "şahiya biratiyê" tirkan(!)
Piştî destpêkirian "şahiya biratiyê", li dora 400-500 nîjadperest û faşîstên tirk di destên wan da ala tirk dora bîneya şahî lê çêdibû digrin û dixwazin bi zor têkevin hundur û kesên di hundur da lînc bikin.

Kurd li dora 6 saetan di hundurê bînayê da mahsûr dimînin û jin û zarok gelek deqîyeyên zor û bi xof derbas dikin.

Di dema êrîşê da zilamekî 65 salî yê bi navê Ebubekir Kalkan krîza dil derbas dike û dimre.

Tixtor û ambûlans nayê, çimkî kurd di bin hesargê da ne.

Û şev jî "şeva biatiyê" ye !

Parlamenterê Ruhayê Îbrahîm Bîlîcî ku ew jî yek ji mîvanên şahiyê bûye li ser êrîşê û şêla dewletê wiha peyivîye:

”Bûyer organîzekiribû, hemwelatiyekî me yê 65 salî jiyana xwe wenda kir. Heger ev kes di nava nîv saetê da bigihîşta nexweşxaneyê ewê xelas bibûye. Me rewş ji emniyetê ra got. Lê berpirsiyaran gotin, dora bînayê hatiye girtin, em nikanin ambûlansê bînin. Gelkî dereng midaxale hate kirin. Ev ecêbeke mezin e. Faşîstan li vir 5 saet û nîvan bi rengekî bêqanûnî em êsîr girtin lê kesî midaxele nekir. Esas faşîst bi zanetî hatin organîzekirin. Li vir, di serî da walî û mudûrê emniyetê ji vê mirinê mesûl in.”

Li gor çapemenî dinivîse Waliyê Sakaryayê Huseyîn Atak di destpêka bûyerê da çûye ciyê bûyerê û 5 saet û nîvan li ber faşîstan geriyaya ji bo ku bi rehetî belav bibin.

Grûba faşîst jî 5-6 saetan li dijî PKK-ê û DTP-ê slogan avîtine û heqaretên mezin li wan û kurdan kirine. Û Walî û pûlisan jî kinbar kibar li wan temaşe kiriye, ji dêlî ku wan belav bikin, wan bigrin, bi saetan li ber wan geriyana.

Ma heger eynî tişt kurdan li hember partiyeke tirk kiribûya gelo walî û pûlis ewê li hember kurdan jî hewqasî bi tolerans û bînfireh hereket bikirana?

Bêguman na. Hîn do bû di pîrozkirinên Newrozê da ji ber ku zarokekî 13 salî kevireke avêtibû ji pûlisan da, 3-4 pûlis wek hovan ketin ser wî zarokê 13 salî û li ber qamerayan milê wî şikandin.

Yanî dema kurd be, ji bo avêtina kevirekî milê zarokan dişkînin. Lê dema tirk bin li ber wan digerin û yek kesî jî nagrin.

Li hember kurdan her babet êrîş û heqaret serbest e, tu tişt ne sûc e û cezayê wê jî tuneye. Hêzên nîjadperest û faşîstên tirk esas her tim li hember kurdan wek çete û çaqokêşên dewletê hatine bikaanîn. Dewlet dema hewce dibîne van hêzan li hember kurdan wek milîsên dewletê dajo ser kurdan. Yanî hêzên faşîst tu carî bi serê xwe hereket nakin.

Ev ne cara pêşî ye ku faşîst êrîşên wiha tînin ser kurdan. Rewş gelkî cidî ye, jiyana bi milyonan kurdî di tahlûkê da ye. Loma jî divê di zûtirîn wext da DTP û hêzên kurd yên din bi gilînameyekê serî li Neteweyên Yekbûyî bidin û parastina mal û canê kurdan jê bixwazin. Wekî din tu rê tuneye. Bi ”şahiyên biratiyê” tirk dev ji kurdan bernadin. Zûtirîn wext divê hemû rêxistinên kurdan bi hev ra gilînameyekê bidin Neteweyên Yekbûyî, rewşê raxin ber çavan û alîkariya jê bixwazin. Nuha çare ev e.

Maça Fenerbahçe-Galatasarayê û ala rengîn
Do li Stenbolê derby-ya di nabêna Fenerbahçe û Galatasaray da bû. Li gor çapemenî dinivîse, di maçê da alîgirên Galatasarayê kartonên ”kesk, sor, zer û spî” bilind kirine û stadyûma Alî Samî Yen ji nişka ve bi rengên kesk, sor, zer û spî yanî bi rengên ”ala rengîn” xemilîye, wek ku meriv ala rengîn vegre ser satadyûma Alî Samî Yenê.

Tiştê balkêş, min bala xwe da gelek malper û rojnameyên tirkan, hemûyan jî bi zanetî bûyer belovacî kirine û nivîsîne. Ji dêlî ku bibêjin rengên ”kesk, zor, zer û spî” rengên ”ala kurd” in, gotine alîgirên Galatasarayê ”rengên PKK-ê” hildan. Yanî ji bo ku gotina ”ala kurdî” bikar neynin, bi zanetî dibêjin ”rengên PKK-ê”.

Û baş dizanin ku Ocalan ala kurd li PKK-ê qedexe kiriye, PKK wek partî ala kurd qebûl nake, bi emrê Ocalan ji xwe ra potekî din çêkirine. Bi vê kirina xwe jî him zirareke mezin dane xwe û him jî dilê gelek kurdên welatparêz ji xwe sar kirine. Lê tirk li gel vê jî rastiyê tahrîf dikin û dibêjin ala PKK-ê, rengên PKK-ê.


Ji ber ku mêrikan naxwazin tu semboleke me ya netewî di nava milet da belav bibe û were naskirin.

Nabêjin Kurdistana Federe, dibêjin ”Bakurê Îraqê.”
Nabêjin Parlamentoya Kurd, dibêjin ”Qaşo parlamentoya kurd.”
Nabêjin ala kurd, dibêjin ”ala PKK-ê.”
Nabêjin Kurdistan, dibêjin ”Başûrê Rojhilat”
Nabêjin nivîskarê kurd ya jî miletê kurd, dibêjin ”nivîskarê bi koka xwe kurd û gelê başûrê rojhilat.”

Divê em kurd vê siyaseta tirkan ya nîjadperest bibînin û navê tiştan rast bibêjin û dev ji "biratiya derewan" jî berdin. Bi vê derewê tirk naxapin, hûn tenê xwe û gelê xwe dixapînin.

27 april 2008

Bûyerek û ferqa tirk û kurdan

Li ba kurdan mirina di ber tirkan da mirineke pir miqedes e û qehremaniyeke bêhempaye. Kîjan kurdê di ber tirkan da û ji bo dewleta tirk bimre ciyê wî Buhuşta ala ye. Loma jî gelek kurd bi şanaziyeke mezin qala şehîdbûna bav û kalên xwe ya ji bo dewleta tirk dikin.

Îro êdî wiha bûye ku tu devê kîjan zana, rewşenbîr û siyasetmedarê kurd vekî ewê bi serbilindî ji te ra bi saetan qala biratiya kurd û tirkan bike.

Tew hinek ”serok” û ”rêberên” kurdan bi vê ”biratiya xapandinê” û kêmaqilî kurdan jî nayên serî, dibêjin kurd û tirk êdî wek ”goşt û nenûkê” ne, nabe ku meriv wan ji hev biqetîne.

Dema ku kurdek îtîrazî teoriya ”goşt û nenûkê” dike, wê demê jî nimûneya ”namûsê” tînin û dibêjin ” ne goşt û nenûk tenê, em û miletê tirk bi namûsê jî di hev geriyan e", bi milyonan kurd di nava tirkan da dijîn, loma jî ne mimkûn e ku kes kanibe me ji hev biqetîne.

Lê tiştê balkêş, em ji tirkan bizewicin jî em dibin tirk û ew ji me bizewicin jî dîsa em dibin tirk. Min qet nedîtiye ku tirkek bûbe kurd.

Lê dema yekî tirk bi tesadufî bibe dostê kurdan û mafê wan biparêze berê dixin hevsê, ku bi wê terbiye nebe wek dînekî(rentele, şêt)dixin tîmarxaneyê, ku ew jî têr neke dikujin.

Çimkî ji bo tirkan ne karê aqilan e ku tirkek bibe dost û piştgirê miletê kurd. Dema bibe miheqeq kêmaqil e, dîn e û ciyê wî jî ya hefs e ya jî tîmarxane ye.

Dema tîmarxane têr neke, di wir da hişê wî/wê neyê serî îcar dixin hefsê, ku ew jî têr neke wek Ozal dikujin.

Tiştê anîne serê Nîl Demirkaxikê jî destpêka vê siyaseta tirkan e. Demîrkazik hîn nekuştine çimkî hîn di merhela duduyan, merheleya ”dînîtiyê” da ye. Heger hişê wê neyê serî û biaqil nebe ewê wek gelekên din îşê wê jî biqedînin.

Nîl Demirkazik di van 2-3 salên dawî da bû dosta kurdan û bi tevger û nivîsên xwe piştgirî da têkoşîna kurdan ya demokratîk û netewî.

Dewleta tirk bi hemû çapemenî, siyasetmedar û dadgehên xwe ve li hember vê şêla Demîrkazikê matmayî man û gotin ne normal e ku tirkek(esas feqîrê ne tirk e jî, çerkez e, lê dîsa pere nake) rabe alîkariya kurdan bike, ev pepûka belengaz miheqeq dîn e.

Ev çend meh in ku Nîl Demîrkazikê bi bêbextiya ku ew endama PKK-ê bûye di zindanê da digrin û mahkime dikin. Di her dadgehkirinê da hakim îdîa dike ku bavê Demîrkazikê gotiye ew ne li ser hişê xwe ye, heger li ser hişê xwe bûya bi karên wiha ranedibû, yanî nedibû dosta kurdan. Her çiqas Demîrkazik dibêje heyran ez ne dîn im, bavê min ji bo ku min xelas bike vê buhtanê li min dike pere nake, dadgeh jî wek bavê wê ji biaqiliya wê şikê dike.

Ev ne cara pêşî ye ku Demîrkazik bi siyasetê mijûl dibe, berî dostaniya bi DTP-ê ra endam û mîlîtaneke AKP-ê bû, xwest ji AKP-ê bibe reîsa belediyê û têkeve parlamentoyê, lê rê nedanê. Ji ber van xebatên wê, kesî jê ra negot ”tu dîn î” û ew nexixtin tîmarxaneyê.

Dema Demîrkazikê tirkîtî dikir, ala tirkan li xwe dipêça û rozeta ala tirk bi sînga ve dikir, kesî ne ji aqilê wê şik dikir û ne jî ew dixistin hefsê, jê ra nedigotin tu dîn î, heger tu ne dîn bûya te ala tirkan li xwe nedipêça û rozêta tirk bi sînga xwe ve nedir.

Lê dema dor tê kurdan mesele diguhere, kesê rozeta Kurdistanê bi xwe ve ke û ala kurd hil de dibe dîn û kêmaqil. Loma jî ya dixin zîndanê, ya dixin tîmarxaneyê û ya jî dixin gorrê.

Roja îniyê(25/4-08) dîsa Demîrkazik derxistin ber dadgehê. Dadgehê jî ji bo ku bê tesbîtkirin gelo Demîrkazik dîn e yan na, ew şandin Tibba Edlî ya Stenbolê.

Nîl Demirkazikê 20 rojan di bin çavdêriya pisporên psîkîyatriyê da bimîne, piştî 20 rojan pispor ewê di derbarê dînîtî û biaqilya wê da raporekê pêşkêşî mahkimê bikin û dadgehê jî li gor vê raporê biryara xwe bide.

Heger pispor bibêjin ku Nîl Demîrkazik ne dîn e, dadgeh dikane ji 8.5 heta 20 salan cezayê hefsê bidê.

Yanî ya ewê bibêje tobe û xwe û xelas bike, ya ewê baweriya xwe biparêze û 9-10 salan di binê zindanan da birize, ya jî ewê wê bişînin tîmarxaneyê ba dînan.

Çimkî wek me got, li gor tirkan ne karê mirovekî normal û biaqil e ku him tirk be û him jî bibe dostê/a kurdan. Dema bibe dîn e.

Îsmaîl Beşîkçî ji bo ku dibêje dewleta tirk nehqiyê li kurdan dike bi salan di zîndanan da rizandin, Turgût Ozal ji bo ku got, ezê mesela kurd hel bikim kuştin. Û Nîl Demîrkazikê jî dixin tîmarxaneyê.

Lê bi saya serê xebatên birêz Ocalan, li ba me kurdan her tişt belovacî vê siyaseta tirkan bûye. Li ba kurdan ew kurdê ku xwe û tirkan wek ”goşt û nenûkê” nebîne, li hember ala tirk nekeve hazirolê, rozeta tirk bi serbilindî û îftîxareke mezin bi ser dilê xwe neke ya merivekî dîn e, ya jî ajanê CIA û MOSAD-ê ye.

Çimkî li gor "serok" û berdevkên wî divê her kurd xwe bike qurbana tirkan û dewleta wan, yê neke merivekî ne temam û ne paqij e.

Ez hêvî dikim ku di demeke kin da ewê Xwedê aqilekî temam bide miletê kurd, ji bo ku kanibe serokên dîn û biaqil û dost û dijminên xwe ji hev bigerîne.

26 april 2008

Şeveke nostaljîk

Adet, toreyek swêdiyan heye, dema jin û mêr ji hevûdu têr û aciz dibin ji bo demeke pir kin xwe ji hev dûr dixin, ya her yek bi aliyakî da diçe tahtîlî ya jî bi hewakî xwe ji hevûdu vedidizin û gav û seetê hev û du nabînin.

Piştî hefteyekê dema tên ba hev, wek berx û maka hefteyekê hevûdu nedîtibin, bi hesreteke mezin û bi bîrîkirineke bêsînor li hev dan dibin û bi hevûdu gelkî şîrîntir dibin.

Bi hêviya ku ev teoriya siwêdiyan ji min jî rast bigere.

Ev 5 roj in ji ber neheretiya xwe min tiştek nenivîsandiye. Ez hêvî dikim ku bi vê dûrketina kin wek swîdiyan me jî bîriya hev kiribe û ji îro û pê va jî em bi hevûdu şîrîntir bibin.

Lê min nexwst ev dûrîtî zêde dirêj bajo, çimkî ez dizanim yê demeke dirêj ji çavan dûr be dikane ji dilan jî dûr bikeve.

Loma jî min nexweşiya xwe do bi festeke nostaljîk dawî anî.

Do êvarî, Wîldan Tanrikulu em çend heval, ez, Mamoste, Nafî Çilgin, Nîmet Aydin û Selîm Bakac bi malbatî kirin mîvanê xwe.

Mala Wîldan û Şukran xanimê ava be, him ji me ra sifreyek têr û tije danîn ku me tilayên pê ra xwar û him jî em çend hevalên ku me gelkî bîriya hev kiribû, lê ji ber ku Stockholma xopan pir mezin e ji şansê xerab ra karwanê me tu carî rastî hev nedihat anîn ba hev.Bi xêra vê şevbêrkê me hevûdu dît.

Û ji bo min jî bû wek şahiya qewitandina nexweşiyê.

Li xerîbiyê bi borîna salan ra, di demsala kokimiyê da dermanê her babet nexweşiyê şevbêrkên wiha ne, dîtin û sohbeta bi her hevalekî ra wek ku hekîmê lokman here ser nexweşekî giran, hemû birînên ku xeribîyê di dil û hinavê meriv da wekirine ji bo demeke kin be jî dikewin û dil aş dibe.

Divê meriv li hember dilşadiya dil û ruh çikûsiyê neke, divê meriv tim comerd û bi rahm be.

Heta nîvê şevê, me hin filmên kevn, yên dema xortaniyê, yên salên borî careke din li makaraya havizayê gerand û ji nuh ve lê temaşe kir. Bi temaşekirina filmên di zêrzemiya hafizayê da em geh dilşa û geh jî xemgîn bûn, me kul û kederên qalikgirtî ji rast û çep ve, lê bi rengekî hekîmane nenûk û hêdîka qaş kir.

Lê me birîn ne zêde êşand û ne jî xwîn kir.

Bîranîna bîranînan dil aram û dilşa dike, divê meriv tu carî ji dilşakirina dil netirse, ne xwe hemû bîranînên xweş jî dikanin bibin kul û derdên bêderman.

Şevbêrkên wiha wek dermanê çavê kul e, li gor hewcedariyê divê meriv bikar bîne, ya na çavê şîloqê bigre, heta dikane kor jî bibe. Ji ber ku li xerîbiyê çav jî wek dil zû kul dibe. Divê meriv bê derman nehêle.

Kurd dibêjin, beq nequrre ewê bidirre…

22 april 2008

Macereya tirkan ya YE-ê qediya

Berdevkê Komisyona Ewrûpa yê berfirehbûna Yekîtiya Ewrûpayê Ollî Rehn, bi zimanekî gelkî kibar ji tirkan ra got, hûn nikanin bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê, ji we ra hîn bareke nanê tenûrê lazim e.

Ollî Rehn, di derbarê endametiya Tirkiyê da do daxuyaniyek da rojnameya alman Die Weltê û got:

-Hîn rêyeke dûr û dirêj li ber Tirkiyeyê heye. Heger Tirkiye ji bo pêkanîna reforman bibiryar be heta 10-15 salên din ewê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.


Wey ji erd heta bi asîman mala Xwedê ava be, piştî 49 sal payin 15 salên din! Weleh tişt nemaye, pir çûye hindik maye...

Kesê ku hema hinekî jî di siyasetê geriyabe fêm dike ku Rehn bi rengekî kibar ji tirkan ra dibêje bi vê sîstema we ya heyî ne mimkûn e ku hûn bikanibin bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê û rêya we li vir diqede.

Texmîna "10-15 salan" tê maneya 30-40 salên din, yanî rêwîtiya tirkan li vir diqede.

Miletê tirk fêma nake, lê siyasetmedarên wan dizanin ku gotina ”10-15” salan bi kêmanî 30-40 salên din in. Û heger 30 salên din Tirkiye şertên endametiya ”îro” bicî bîne jî dîsa têr nake, çimkî wê demê jî Yekîtiya Ewrûpa ewê 50 salên din bipêş ketibe. Yanî ferqa di nabêna Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyê da wek ya îro, ewê dîsa 30-40 sal bin.

Berê jî min çend caran nivîsî bû, macera û xapandina tirkan ya endametiya Yekîtiya Ewrûpayê piştî 50 salî li vir, bi van gotinên Rehn bi rengekî trajî-komîk bi dawî tê. Em kurd divê vê yekê ji nuha da bibînin.

Lê li Tirkiyê bêyî kurdan esas tu hêzeke siyasî jî ji vê mesaja Rehn ne aciz e, ev netîce bi dilê hemû partiyên tirkan e. Bi kêmanî ji sedî 90 meclîsê li dijî endametiya tirkiyê ye.

Jixwe artêş, CHP û MHP pir vekirî vê dijîtiya xwe tînin zimên. Ew ji Yekîtiya Ewrûpayê ra dibêjin, ya me bi vî halê me, bêyî ku em xwe biguherînin, demokrasiyê qebûl bikin û mafên kurdan bidinê qebûl bikin, ya jî me biqewirînin. Loma jî van gotinên Rehn bi dilê wan e, çimkî ew ji do da tiştekî wiha dixwzin.

AKP jî jixwe di warê îdeolojîk da ji hemûyan bêtir li dijî Yekîtiya Ewrûpayê ye. Li gor wan, ew misilman, ehlê Xwedê ne û Ewrûpî jî kafir in. Erbekan çi difirkire Erdogan jî eynî wî tiştî difikire, lê ji ber ku nuha li ser hukum e nabêje, Erbakan jî di wexta xwe da nedigot.

Rêvebirên AKP-ê ji bo xapandina milet û parastina kursiyên xwe di vî warî da demagojiyê û takiyyeyê dikin. Erdogan jî bi qasî Buyukanit, Bahçelî û Baykal li dijî demokrasiyeke rastîn e, li dijî çareserkirina meseleya Qibrisê ye, li dijî çareserkirina mesela kurd e.

Erdogan dibêje meseleya kurd tuneye, hin kes ji xwe ra di serê xwe da çêdikin. Merivekî wiha paşverû, nîjadpereset û sûtal ewê çawa ji dil endametiya Yekîtiya Ewrûpayê biparêze?

Yanî AKP bi tu hawî ji CHP-ê û MHP-ê û partiyên din ne demokrattir e. AKP partiyeke dîndar û muhafezekar e, lê rola partiyeke demokrat, sosyaldemokrat û pêşverû girtiye ser milê xwe ku ne mimkûn e. Sosiretên wiha tenê li Tirkiyê mimkûn in. Li Tirkiye hertişt belovacî bûye, partiyên divê pêşverûbûna bûna faşîst û partiyên dîndar û muhafezekar jî bûna pêşengên demokrasiyê.

Li alî din serokên AKP-ê biaqil hereket dikin, çimkî dizanin ku jixwe endametiyaê Tirkiyê ne mimkûn e, ji bo ku mimkûn be divê Tirkiye sîstem û rejîma xwe biguhere, mafê kurdan bidê û bibe welatekî demokratîk. Ev yek jî di demek nêz da xeyaleke vala ye. Dewleta tirk di her warî da ji bo qedandina kurdan xwe amade dike, ne ku hin mafên netewî bide kurdan. Êrîşên ser DTP-ê îspata vê siyaseta dewletê radixe ber çavan.

Loma jî rêberên AKP-ê bela sebeb xwe li ber baranê şil nekirin û negotin ”em li dijî Yekîtiya Ewrûpayê ne”, di praktîkê da siyaseteke li eksê vê baweriya xwe meşandin û gelekî jî biser ketin.

Hêzên kemalîst û panturkîst ev 50-60 sal in tim îdîa kirine ku di nava dinyaya îslamê da ew tenê xwedî dewleteke laîk in. Û bi vê derewa xwe ya bi boçik jî gelek piştgirî û alîkarî ji Ewrûpayê girtine.

Lê belê bi destpêkirina mizakereyên endametiyê ra derket ortê ku ev îdîaya tirkan ne rast e, tenê dereweke ji bo xapandin û ji bo serkutkirina kurdan û hêzên îslamî ye.

Yekîtiya Ewrûpa, hêdî hêdî vê sextekariyê û vê sîstema tirkan ya totalîter û olîgarşîk nas dike, dibîne ku rejîma Tirkiyeyê ne laîk e û ne jî demokratîk e. Loma jî serokê Yekîtiya Ewrûpayê Barroso, li Tirkiyê ji tirkan ra qala laîktiyeke(laîsîzim) demokratîk kir.


Rapora Ruijtenê jî tezkereya tirkan tije dike
Rapora ku ji alî Parlamentera hollandî Ria Oomen-Ruijten ve li ser Tirkiyeyê hatiye amade kirin ji alî Parlamentoya Ewrûpayê ve hate qebûlkirin.

Rapora ji alî Parlamentoya Ewrûpayê ve hate qebûlkirin raporeke pir balkêş e. Bi kurtî Yekîtiya Ewrûpa van tiştan ji Tirkiyê dixwaze:

-Divê hukûmeta AKP-ê ”maf û azadiyên însanî” bigrin merkeza qanûna bingehîn ya nuh.

-Divê rê li ber serdestiya leşkeran were girtin, divê meclîs hemû mesrefên parastinê yên der û hundur bigre bin kontrolê.

-Divê gelşa Qibrisê di bin însîyatîfa Neteweyên Yekbûyî da çareser bibe û leşkerên tirk ji Qibrisê vekşin.

-Divê Yasaya Cezaya Tirk 301 were guhertin û sînorên xweîfadekirinê were fireh kirin.

-Divê lêpirsîna Ergenekonê bi biryardarî were domandin û hemû têkiliyên rêxistinê yên di nava dewletê da werin eşkerekirin û sûcdar teslîmî dadgehê bibin.

Rapor li ser meseleya kurd jî hin pêşniyaran tîne û dibêje:

-Meseleya kurd meseleyeke piralî ye, loma jî ancax dikane bi dîtin û planeke global were çareserkirin. Divê di vî warî da Hukûmeta Tirk, ji bo çareserkirineke bi temamî însîyatîfeke siyasî bide destpêkirin.

-Divê parlamenter û şarederên DTP jî ji bo lêgerîna çareseriya meseleya kurd bikanibin daxilî van xebatan bibin.

Nuha karê aqila ye ku tirk van daxwazên Yekîtiya Ewrûpayê bicîh bînin? Di rojeva tirkan da ji van daxwazan yek jî tuneye, rojeva wan tiştekî din e. Ne mixalefet tenê, AKP jî li dijî van daxwazan hemûyan e. Loma jî tirk bi daxwazên Yekîtiya Ewrûpayê tenê dikenin.

Fêlbazên AKP-yî bi leşkeran ra ketine birr û bazara Ergenekonê ji bo ku girtina partiya xwe xelas bikin, îcar ewê rabin leşkeran ji siyasetê dûr xin, mafê kurdan bidinê, meseleya Qibrisê çareser bikin û nizanim û nizanim çi bikin...

Hêviyeke wiha ji AKP-ê kirin şaş e, qebûlkirina guherandinên wiha li dijî îdeolojî, felsefe û hebûna AKP-ê ye. AKP hîn dibêje, "yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek al û yek welat!"

Partiyeke xwediyê van dîtinên nîjadperset ewê çawa meseleya kurd çareser bike? Ji bo çareserkirinê divê dev ji van dîtinên xwe yên înkarê berde.

Yanî bi gotineke din, AKP bi xwe jî ne li gel bicîanîna van daxwazên Yekîtiya Ewrûpayê ye.

Hafiza gelek kesî zeîf e, loma jî ez dixwazim bûyereke 6 sal berê li vir bînim bîra xwendevanan.

Erdogan şeş sal berê di gere xwe ya Moskowayê da(25/12-02) rastî kurdekî bi navê Zulfikar Boran hatibû û li ser meseleya kurd pê ra ketibû minaqeşeyekê. Li ser pirsa Boran, tu yê problema kurd çawa çareser bikî, Erdogan gotibû:

-Tu yê bawer neke ku problem heye, tu yê bawer bikî ku problem tuneye. Heger tu bawer bikî ku problem heye, ewê problem hebe. Lê dema tu bibêjî problem tuneye, ewê problem ji ortê rabe. Em dibêjin ku ji bo me problemeke wiha tuneye.

Li ser îtîraza Boran, Erdogan gotibû:

-Ez hebûna problemeke wiha qebûl nakim. Ez dibêjim problemeke wiha tuneye. Binêre, ez ji Sêrtê zewicî me, ez dibêjim ez bextewar im, qediya. Wiha li bûyerê binêre. Heta ku tu wiha li bûyerê binêrî tu problem namînin.

Nimûneyeke din, çendakî berê Dadgeha Bilind, li Tirkiyê qedexe kir ku tirk xeyrîmenqûlan bifroşin kesên xerîb, kesên ne tirk.

Û welatekî wiha ewê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê!? Baweriya bi mûcîzyeke wiha ne karê siyasetmedaran, karê kesên ewliya ne.

Bêyî van, dewleta tirk li hember miletê kurd herb û seferberlik îlan kiriye, li her bajarekî kurdistanê rojê cenazeyek du cenaze radibin. Tu nemaye hemû kadir, rêvebir, şareder û parlamenterên DTP-ê topî ser hev bikin û gişan bi hev ra têxin hesan.

Bi kurtî li hember kurdan teroreke pir mezin tê meşandin. Nêta dewleta tirk di nava van 20-30 salan da tevgere kurd ya netewî ji kok da biqedîne û miletê kurd jî bi piranî asîmîle bike. Heta wê çaxê tu nêteke tirkan û endametiya Yekîtiya Ewrûpayê tuneye. Divê siyasetmedarên kurd vê nêta tirkan bibînin û bi xeyalên Yekîtiya Ewrûpayê xwe nexapînin.

20 april 2008

Li ser jiyan û mirinê çend dîtinên fîlozofîk

Gotineke pêşiyên çîniyan heye, dibêjin ”ya herî girîng ne ke merivê qet nekeve, ya girîng ew e ku piştî her ketinê meriv rabe ser xwe.”

Belê, roja îniyê ez jî ketim, lê wek çîniyan gotiye, ez rabûm ser xwe.Yanî nemirim. Lê nîvtirsiyayî bûm.

Nizanim çima mirovên kal û pîr çima wiha tirsonek in. Berê min diwêrîbû bajota ser şeşderbê, nuha ez newêrim bajom ser çaqoyeke ko jî…

Ji bo ku çîroka ketina(nexweşiya) xwe zêde dirêj nekim, roja îniyê li ciyê kar dema min rahîşt sindoqa ji postê hatibû ku deynim erdê, hema dewxa min çû, dinya li dora min doş bû û ez bi dev û ruyan ve çûm erdê, lê neketim, maseya biçûk ez xelas kirim.

Xanimekê bûyer dît, hat ket bin milê min û ez birim odeya bîhnvedanê. Min got min bibin mal, lê şefa min got na, ezê te bibim nexweşxaneyê.

Xanimê ez avêtim erebeya xwe û birim servîsa acîlê. Dema em gihîştin nexweşxaneyê saet 10 bû.

Bi gihîştina nexweşxaneyê ra min dest bi verşînê kir û saet heta 19.00-an verşîna min dom kir.

Piştî 8 saet miayeneyek ji nenûkan heta bi por, gotin di serê te da vîrûsekê îltîhab kiriye û sebebekî din jî dikane stres be.

Ez wê şevê di bin kontrolê da mam. Roja din(roja şemiyê) piştî nîvro tixtor ez tabûrcî kirim , got here mal, lê divê tu çend rojan îstirehet bikî.

Nuha ez li mal têra dilê xwe radikevim.

Ji bo ku her roj meqaleyekê binivîsim ez xwe dixim stresê. Ez pir bê xew dimînim. Ez her şev saet piştî donzdehan radikevim û di pêncûnîvan ya jî di şeşan da radibim. Helbet tu bixwazî nexwazî ev yek li kokimekî weke min tesîreke ne baş dike.

Ez bi viya dizanim, lê ji xwe nagerim.

Ez merivekî hinekî nerehet im û zêde xwe li ber tiştan dixim. Yekcarnan ez xwe dişibînim ”Eloyê xemxur”, ez hemû derd û beleya kurdan wek ya xwe dibînim û ji xwe ra dikim derd û xwe pê diêşînim.

Ez bindestiya kurdan wek koletiya xwe dibînim. Ji ber ku weke her miletî dewleteke me jî tuneye li hember zarokên xwe û xelk û alemê ez xwe sûcdar û fedîkar dibînim. Ji bo ku em jî wek milet ji bin vê bindestiyê rizgar bibin ez hewil didim ku her roj tiştekî bikim.

Loma jî dixwazim hema bi gotinê be jî her roj çend xîçikan di dijmin werkim, lê kalîtîya malkambax bêbext e, piştî demekê milê meriv diqerime. Û rojek tê meriv dibê "terp" û dikeve erdê.

Li gor felsefeya min ya jiyanê ez dibêjim, piştî ku meriv jiya divê meriv wek mêran li ber xwe bide û tim bi xîret be. Ne wek ferd û ne jî wek milet tu carî zulmê, neheqiyê, bindestî û êsîrîyê qebûl neke.

Heta ku ruh di qefesa meriv da hebe divê meriv wek ajnêberekî ku nuh ajnê fêr dibe bi dest û nigan bike çelpe çelp ji bo ku nefetise.

Piştî ku meriv jiya divê hebûna meriv ji bal dost û dijminan ve were dîtin, hiskirin. Divê meriv tim vir da û wê da lotikan bide xwe, yekcarnan bike qîjewîj û qerepere û yekcarnan jî bike gazî û hawar ji bo ku dinya û alem bibîne ku meriv li vê dinyayê heye, meriv dijî û ne mirî ye.

Çimkî gelek kes hene erê dijîn, lê esas ferqa wan û miriyan tuneye, wek barçêmka ne, kes ne wan dibihîze û ne jî dibîne. Heger meriv benderuhekî zindî be divê deng ji meriv bê, divê meriv nebe kûsî xwe nekşîne qalikê xwe.

Ez ji kûsîtiyê qet hez nakim.

Li gor min divê meriv di jiyanê da ne reben û pepûk be, hinekî nerehet û ”şerûd” be, divê fikrên meriv bi ruh, bi dirik û histirî bin, ruh û heyecanê bide însan.
Fikir, divê însanan dilşa û xemgîn bike, divê hestên însanan ji xew şiyar ke û kela dilê wan rake.

Ez bi vê armancê û bi van hestan dinivîsim û xewên şevan li xwe diherimînim. Lê roj tê dikevim qet xem nake. Meriv ket govendê merivê xwe bihejîne. Çawa ku gul bê histirî nabe, jiyan jî bê ketin û rabûn nabe. Di vî warî da tu gazinên min tune ne.

Gotinek heye dibêjin, ”meriv bi girî tê dinyayê, bi gazin dijî û hêvîşikestî dimre.” Heger ez bi ketina roja îniyê bimirama minê hêvîşikestî terka Stockholma xopan û vê dinya ronak kiribûya. Ev rast e.

Çimkî ev 30 sal in çavên min li hêviya vegera welêt e. Min sal heta boçikê guran, sirgûniya tirko here were 20 meh mane, mirineke wiha bêwext ewê bi min ra bêbextiyeke mezin bûya.

Jiyanê meriv ji mecbîrî ji serî dest pê dike û dijî, lê di dawiyê da wê baş fêm dike. Yanî heta ku meriv neyê deraxê ”ketinê” meriv jiyanê fêm nake. Lê piştî ku meriv ket jî êdî fêmkirin jî pere neka, çimkî êdî dereng e.

Kes nikane "rê li ber ber zayin û mirinê bigre", dem tê meriv jiya diya xwe dibe û rojek tê meriv ”dikeve” û dimre. Loma jî ya herî baş ew e heta ku ruh di qefesa meriv da hebe, divê meriv ji ber felekê jî danexwe, bi mêranî û li gor dilê xwe bijî.

Her çiqas di rojên kalîtiyê da yekcarnan bayê mirinê biber guhê meriv dikeve jî lê divê meriv paxafê zêde jê nexwe, divê meriv hertim bide dû dilê xwe…

”Biryara mirina her kesî di bêrîka wî da ye”, lê dema em wê biryarê bi çavên serê xwe dibînin heger em nebizin, nequtufin jî, gurûzî digre bedena meriv. Bi piranî cesaret li hember mirinê ne cesûr e.

Axir bixwedê çawa be jî jiyan ji mirinê xweştir e û weselam…

Yanî hewqas gotin ji bo ku bibêjim ji nuha û pê va dibe ku ez her roj nenivîsim. Esas ez binivîsim jî nenivîsim jî ne xema kesî ye, lê axir serê gotinê, meriv wer dibêje...

17 april 2008

Tuglukê dîsa got ew li dijî dewleta kurd e

Aysel Tugluk do li parlamentoyê bi hin rojnamevanên alman ra peyivîye û dîsa li hember Kurdistana federe dijminatiya xwe û li hember dewleta tirk jî dostaniya xwe dubare kir.

Li gor tê gotin, Aysel Tugluk kurd e û parlamentera DTP-ê ya Diyarbekrê ye, lê her cara devê xwe vedike wek berdeka dewleta tirk dipeyive, axatiya tirkan û xulamtiya kurdan tim wek çareseriyekê dibîne.

Rojnamevanên alman ji Aysel Tuglukê pirsîne, gotine, ”gelo, Dewleta Durd ya Federe, dikane li ba kurdên Tirkiyê daxwaza veqetandina ji dewletê xurt bike?”

Aysel Tuglukê jî wek hertim bi rengekî ji xwe bawer gotiye:

Li gor baweriya min ewê tu feydeyeke kurdên Tirkiyê di hebûna dewleta kurd da tune be. Avakirina dewleteke kurd ya neteweyî tê maneya ku ewê li Rojhilata Navîn şerên gelkî mezin çêbibin."

Çi hîkmetî îlahiye ez nizanim, li dinyayê kî dewleta xwe ava bike tişt nabe, li Kosowayê alban dewleta xwe ava dikin mafê wan e û divê meriv piştgiriyê bidê, lê dema dor tê ser kurdan, dema kurd dixwazin dewleta xwe ava bikin, berî tirkan Aysel Tugluk xanim û serokê wê Ocalan tavilê dibêjin STOP tahlûke heye!
Bi dengekî bilind dibêjin nabe, heger kurd dewleta xwe ava bikin ewê hemû Rojhilata Navîn bi hev keve, dinya ewê serobinî hev bibe. Tuglukê dîsa eynî neqarat dubare kiriye.

Li gor Tuglukê:

”Çareserî ne tenê avakirina dewletekê ye. Em çareseriyê pirtir di reformên demokratîk, yekîtiya Tirkiyeyê û di unîteriya Tirkiyê da dibînin. Wek kurd em dixwazin jiyaneke bi hev ra bijîn. Erê dewleta federal sempatiyek li ba kurdên vêderê çêkiriye lê belê kurdên li Tirkiyê dixwazin bi gelê tirk ra bijîn û hurmetê ji sînorên Tirkiyê ra nîşan didin. Lê heger gavên demokratîk yên xurtkirina jiyana bi hev ra neyên avêtin hingê kurd dikanin ber bî helwêstên neteweperest û radîkal ve biçin. Vê yekê jî wek DTP em tahlûkeyeke mezin dibînin”

Tugluk aqil dide dewletê, dibêje heger hûn bi hin mafên biçûk yên xapandinê (wek kurmê serê nîka şewkê)nedin kurdan, hingê kurd dikanin doza dewleteke serbixwe bikin û ji bo wê têkoşînê bidin.

Tugluk bi vê şîreta xwe jî nayê serî, li ser navê DTP-ê dibêje, ”wek DTP ew vê yekê wek tahlûkeyeke mezin dibînin.”

Jixwe aqilmend û berdevkên dewleta tirk jî ji viya zêdetir tiştekî nabêjin. Ew jî li dij in ku kurd bibin xwedî dewlet. Ew jî ji kurdan ra dibêjin, heger hûn doza dewletekê bikin ewê qiyamet rabe.

Aysel Tugluk xwedêgiravî nûnera me ye lê wek ajaneke dewleta tirk dipeyive. Tuglik her cara ku devê xwe vedike mirinê nîşanî kurdan dide lê yek carê jî tayê nîşanî tirkan nade. Hemû huner û marîfeta xwe ji bo tirsandina kurdan bikar tîne.

Li gor Tuglukê, AKP û DTP ewê werin girtin û di mehên buharê da ewê gelek bûyerên şîdetê rû bidin. Piştî wê jî wiha domandiye:

”Dewletê xwe li gor vê amade kirye. Wisa xuyaye ku meseleya kurd ewê di nabêna şahînên/bazên herdu aliyan da wek unsûrê şer dom bike.”

Tugluk di vê nimûneya xwe da jî wek siyasetmedareke tirk peyivîye, rastî ji bin da belovacî kirye.

Ji ber ku di nava dewleta tirk da kes û hêzên ku ne ”baz” in tuneye, li hember miletê kurd ne artêş tenê, hemû partî û çapemenî û miletê tirk jî li pişt wan ”baz” in, şerxwaz in û hemû bi hev ra dixwazin kurdan û tevgera azadiyê biqedînin, îmha bikin. Di vî warî da Tugluk nikane yek hêzeke desthilatdar ya aştîxwaz nîşan bide. Dildixwest ku di nava dewletê da hêzên şerxwaz tenê çend kes bûna. Rastî ne wiha ye.

Lê min fêm nekir ”şahîn/bazên” kurdan kî ne?

Yê PKK-ê sewq û îdare dike Ocalan e û ew jî wek berdevkê artêşê û kemalîzmê yê di nava kurdan da her tiştî li gor dilê wan dike. Tu beyan ya jî gotineke Ocalan ya ”bazîtiyê”, şerxwaziyê min nebihîstiye. Û di nava PKK-ê da jî ne hedê kesî ye ku ji emrê wî derkeve ya jî bi gotina wî neke. Dibêje şer nekin, gerîlla şer nake.

Lê dijmin rehet nasekine, her roj xwîna keç û xortên kurd dirjîne, çiya û baniyên Kurdistanê bi xwîna bi hezaran keç û xortên kurd êdî sor dike. Yanî ez di nava PKK-ê da yek ”bazî” jî nabînim.

Dimîne DTP. Û berdevka/ê DTP-ê jî Tugluk û Ahmet Turk e. Heta nuha min tu ”şahîntiya/bazîtiya” Tugluk û Turk nedîtiye. Berdevk û serokên DTP-ê ji sibê heta êvarî wer li ber tirkan digerin, wer artêşê û kemalîstan zeyt dikin. Lê dîsa jî pere nake.

Yanî îdîa hebûna ”şahînên/bazên” kurdan dezînformasiyon e, demagojî ye û dereweke ji serê Tuglukê mezintir e û bêbextiyeke mezin li PKK-ê ye jî. Dewlet pir eşkere dibêje, ”heta yek terorîst jî hebe emê şerê xwe bidomînin.” Yanî yê şerxwaz dewlet e, ne kurd in.

Helbet Tugluk jî vê rastiyê dizane, lê ji ber ku ruhê xwe firotiye kemalîzmê loma jî tim bi çavê tirkeke kemalîst li meselê dinêre. Çimkî hest û şiûrê kurdbûnê pê ra tuneye, loma jî nikane wek kurdekê bifikire.

16 april 2008

Tirkiyê riyeke xerab daye ber xwe

Yekîtiya Ewrûpayê li ser doza girtina AKP-ê îro careke din bala Tirkiyê kişand û Tirkiye bi rawestandina mizakereyan tehdît kir.

Piştî îqazên Barroso û Olli Rehn, îro jî raportora Tirkiyê ya Parlamentoyo Ewrûpayê Oomen Ruijîten, li Brukselê bi parlamenterên AKP. CHP û MHP-ê ra hat ba hev û bi gotinên pir sert bala Tirkiyê kişand.

Ji axaftina Ruijîtenê diyar dibe ku heger Dadgeha Qanûna Esasî AKP-ê bigre û siysetê li kadirên ku pêşengiya partiyê dikin qedexe bike, wek min do jî gotibû, Yekîtiya Ewrûpayê ewê reaksiyoneke pir sert nîşan bide.

Raportora Tirkiyê Rîa Oomen Ruijten, di hevdîtina xwe ya bi parlamenterên tirk ra netîceyên girtina AKP-ê wiha anî zimên:

-Tirkiye li pey Krîterên Kopenhagê dimîne. Heger AKP were girtin mizkere ewê raweste. Û ji nuh va destpêkirina mizakereyan jî hema hema dikane ne mimkûn be.

Ruijten di meha hezîranê da ewê Rapora Pêşketinê amade bike. Loma jî Ruijten, ji nuha da bala Tirkiyê dikşîne, ji bo ku şaşiyeke wiha neke. Heger bike ewê li ser Tirkiyê gelkî buha rûne.

Ruijten di axaftina xwe da dibêje, bi girtina AKP-ê ewê fersendek mezin têkeve destên yên ku li dijî endametiya Tirkiyê ne, loma jî sekinandina mizakereyan jî ewê pir ne zahmet be. Lê ji nuh va destpêkirina wan ewê gelkî zor be. Dibê Tirkiye vê yekê baş bibîne.

Bêguman Ruijten rast dibêje, jixwe gelek dewletên wek Fransa, Almanya li dijî endametiya Tirkiyê ne, bi girtina AKP-ê û DTP-ê û nekirina reformên pêwîst argument û qozên destên wan ewê gelkî xurttir bibin.

Lê ez bawer nakim Tirkiye guh bide van îqazên di cî da û dev ji girtina AKP-ê û DTP-ê berde. Çimkî artêş, CHP û MHP hemû jî dixwazin ku Yekîtiya Ewrûpa mizakereyan rawestîne. Piraniya milet jî nuha bi vê siyasetê ra ye, çimkî êdî milet jî endametiya Yekîtiya Ewrûpayê wek perçebûna Tirkiyê dibîne.

Û sebebekî din jî, ji bo ku nikanin bi riyên demokratîk îktîdarê ji AKP-ê bigrin, loma jî dixwazin vi vê riya darbeya huqûqî îqtîdarê ji destê wan derxin. Ev fersendek e û bi îhtîmalek mezin jî ewê vê fersendê ji dest xwe bernedin.

Esas AKP jî naxwaze Tirkiye têkeve Yekîtiya Ewrûpa, lê ji ber ku dizane jixwe tiştekî wiha ne mimkûn e, loma jî nêta xwe ya rastîn eşkere nake. Yanî takîyye yê dike.Tiştê dike tenê demagojî ye, ew jî ji bo girtina piştgiriyê ye.

Partiya ku şîara wê ya di heqê kurdan û hindikayiyên din da “yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al û yek ziman” ewê çawa bixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê?

Li Ewrûpayê partiyên faşît û rasîst van dîtinan diparêzin û ew jî qedexe ne.

Erdogan gav û seetê van dîtinên xwe yên nîjadperest û neofaşîst dubare dike. Li Ewrûpayê li kesên wiha siyaset qedexe ye, çimkî li Ewrûpayê faşîzm û rasîzim qedexe ye.

Îcar merivekî xwediyê van dîtinan ewê çawa bixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa?

Kesên ji hin derew û demagojiyên Erdogan û hevalên wî bawer dikin divê ya merivin pir nezan û ya jî gelkî saf bin.

Li gor Ruijten, ji bo ku bi welatekî ra mizakere werin rawestandin ji sisiya duduyê 27 welatên endam pêwîst e, yanî dema 18 welat raya BELÊ bidin mesele temam e.
Lê ji bo ji nuh ve destpêkirina mizakereyan rayên hemû endaman şert e û kerê çolan jî dizane ku tiştekî wiha ne mimkûn e.

Yanî heger carê mizakere werin rawestandin êdî çû ji Tirkiyê da, veger ne mimkûn e. Bi gotineke din divê Tirkiyê ebediyen ji endametiya Yekîtiya Ewrûpa ra bibêje Xudahafîz!

Û li gor Ruijtenê rewşa Qonseya Ewrûpayê jî ji bi girtina biryareke wiha gelkî misaîd e.

Bêguman kurdan hêviyeke mezin ji vê pêvajoya berendametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê dikir.

Hêvî ew bû ku Tirkiye di nava van 10-15 salên pêş me da bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa û mesela kurd jî him di pêvajoya heta endametiya temam da û him jî piştî endametiyê ewê hêdî hêdî hel bibe.

Yanî mesela kurd di çarçeweya Yekîtiya Ewrûpayê da bi riyeke siyasî û demokratîk ewê were çareser kirin.

Helbet ev îhtîmal û riyek bû û riyeke herî baş bû jî. Lê bûyer îşaretên wer didin ku ev îhtîmal ewê bi rast negere, çimkî ne miletê tirk û ne jî siyasetmedar û artêşa wan ji çareseriyeke wiha ra amade ne. Ji ber ku ne amade ne, bi vî ya jî bi wî hawî ewê xwe ji berendametiyê vekşînin.

Loma jî dibê kurd ji nuha da îhtîmala pûçbûna çareseriya bi riya Yekîtiya Ewrûpayê bigrin ber çavan û xwe ji vê yekê ra amade bikin.

Heger hat û Yekîtiya Ewrûpayê mizakereyên bi Tirkiyê ra rawestand, piştî wê divê kurd çi bikin û siyaseteke çawa bimeşînin?

Bûyer û rûdanên li Tirkiyê diqewimin ne elametên xêrê ne.

Lê ez hêvî dikim ku mûcîzeyek biqewime û texmîna min ya reşbîn şaş derkeve.

15 april 2008

Tirk dixwazin namenivîsînê jî li kurdan qedexe bikin

Piştî çar sal mahkime, xiran û kaşan dewleta tirk nîhayet îro biryara xwe da, 53 şaredarên kurd, her yek bi du meh û 15 roja ceza kir.

Di 21-ê çileya pêşîn ya sala 2005-an da(21/12-05) 56 şaredarên kurd ji bo ku Roj TV neyê girtin, ji serokwezîrê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen ra nameyek şandibûn. Ji ber şandina vê nameyê, tavilê di heqê wan da doz hatibû vekirin.

Dadgehê di biryara xwe ya îro da, şandina nameyeke ji serokwezîrê welatekî endamê Yekîtiya Ewrûpayê ra wek sûc qebûl kir û ji ber vî sûcî jî 53 şaredarên kurd her yek bi 2 meh û 15 rojan ceza kir.

Di doza îro da hemû şaredar beşdarî mahkimê bûn. Mahkimeyê li 6-emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Diyarbekrê dom kir. Piştî girtina îfadeyan, xwendina îdianameyê û parastina muwekîlan, dadgehê biryara xwe eşkere kir.

Bi îdîa ku “pesnê sûc û sûcdaran dane” dadgehê 53 şaredarên DTP-î ji ber vê nameya wan bi 2 meh û 15 rojan ceza kir. Lê dû ra cezayê hefsê wergerand cezayê peran û li her şaredarekî hezar û 875 YTL ceza birî.

Piştî diyarbûna biryara dadgehê, serokwezîrê Danîmarkayê Rasmussen biryar rexne kir û got: ”

-Ez biryara dadgehê fêm nakim. Mahkûmiyeta nameyeke bi vî rengî ez qet fêm nakim. Tirkiye dixwaze têkeve Yekîtiya Ewrûpayê û em jî di netîceyê da dipên ku Tirkiye normên Yekîtiya Ewrûpayê qebûl bike. Yekîtiya Ewrûpa û Danîmarka vê dozê ji nêz va taqîb dike. Û me Tirkiye ji vê yekê agahdar kiriye.

Berê jî min çend caran nivîsî bû, tirk her roj bi zanetî tiştên li dijî demokrasiyê û normên Yekîtiya Ewrûpayê dikin ji bo ku Yekîtiya Ewrûpa, wan ji nava xwe biqewirîne, yanî berendametiya wan bicemidîne.

Terora ku dewleta tirk ji Newrozê û vir da li Kurdistanê dimeşîne û ev biryara mahkûmkirina 53 şaredarên kurd ji bo vê yekê ye, ji bo ku têkilyên xwe bi Yekîtiya Ewrûpa ra xera bikin.

Ji Newrozê û vir da ye, dewleta tirk wek gurê harê devbixwîn dixwaze hemû kurdan bixwe, teroreke nedîtî û pir hovana li Kurdistanê dide meşandin. Li her bajarekî Kurdistanê rojê bi kêmanî 30-40 kesî digrin û dixin hefsan. Di nava van du mehan da bi hezaran kurd xistine hefsan û teror hîn jî berdewam e.

Dewleteke ku bi rastî bixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê li hember xelkê sivîl vê terorê nameşîne, ji bo nameyeke ji serokwezîrekî dewletêkê ra hatiye şandin însanan mahkûm nake, partiyê siyasî nagre. Û gelek tiştên wek van.

Li Tirkiyê gelek kes dibêjin,”standartên/normên Yekîtiya Ewrûpa bi menfaetên Tirkiyê yên millî ra li hev nakin”, loma jî divê Tirkiye dev ji vê sewdaya endametiya Yekîtiya Ewrûpayê berde.

Û qesta ji ”menfaetên millî jî helandina kurda ye, dibêjin heta ku em kurdan asîmîle nekin, neqedînin, endametî li zirara me ye. Hey me 50 salî paye, em 20-30 salên din jî bipên, heta wê çaxê çi bi zor û çi jî bi rehetî, wek miletên din, emê kurdan jî bihelîn. Piştî ku me ew jî helandin, wê demê em dikanin ji nuh ve lê vegirin.

Bi kurtî sebebê vê biryara dadgehê û terora tê meşandin ev hesab e.

Sabih Kanadoglu:"AKP ji sedî 97-ê dengan jî bigire ev doz ewê were vekirin"

Serdozgerê berê yê Dadgeha Bilind Sabih Kanadoglu, di axaftina xwe ya di konferanseke li Farankfûrtê da di derbarê doza girtina AKP-ê da got, "AKP ne ji sedî 47-ê dengan, ji sedî 97-ê dengan jî bigre ev doz dîsa ewê vekirin.”

Û maneya vê jî ew e ku bi îhtîmaleke pir mezin ewê were girtin jî.

Wek gelek tiştên din, di vê meselê da jî bêyî Emerîka tu hêz nikane girtina AKP-ê bide sekinandin. Lê heger Emerîka bixwaze ewê bikanibe orta vî îşî bibîne û destê leşkeran ji gewriya Erdogan çeqel derxe. Lê Emerîka jî heta nuha li ser vê meselê tu sînyal nedaye. Mimkûn e ku di rojên pêş da midaxele bike.

Kanadoglu, di axaftina xwe da li ser operasyona ”Ergenekonê” jî sekinî û pir eşkere got:

“Divê baş bê zanîn ku ewê ji vê operasyonê jî tiştek dernekeve, lêpirsîna derbarê Ergenekonê da jî ewê wek ya Şemzînanê bê encam biqede.”

Wek tê zanîn, li navçeya Şemzînanê hin sîxur û serbazên tirk bombe avêtibûn kitêbxaneya yekî kurd. Milet qatil û terorîst di cî da girtibûn û teslîmî pîlis kiribûn.

Li ser vê yekê, dozgerê bi navê Ferhat Sarikaya derheqê van kesan da îdîanameyek amade kiribû ku navê serokerkanê nuha yê Tirkiyeyê Yaşar Buyukanit jî tê da bû. Lê AKP-ê û leşkeran li hev kirin û loma jî tu netîce ji vê lêpirsînê derneket. Belovacî wê, dozger Ferhat Sarikaya ji wezîfeyê hat bi dûrxistin.

Kanatoglu bi nitirandina vê bûyerê, dibê ev operasyon jî ewê wek ya Şemzînanê tiştek jê dernekeve.

Bi baweriya min jî ewê wiha be. Çimkî hukûmet teslîmî leşkeran bû, ketiye hewla ruhê xwe. Ji bo ku îktîdar û partiya xwe xelas bike amadeye her babet tawîzê bide leşkeran.

14 april 2008

Çeteyan ji serokên wan dipirsin

Ev demeke Tirkiye bi “operasyon” û ”mahkimeyên” rêxistina Ergenekonê radibe û radikeve. Li Tirkiyê heweyek wer hatiye peydakirin fena ku bi rastî jî hûkûmet û dewleta tirk dixwazin koka ”rêxistian Ergenekonê” bikolin û dawiya çeteyan bînin.

Di derbarê bûyera Ergenekonê da di nabêna Serdozgerê Komarê yê Stenbolê ku doza Ergenekonê dimeşîne û Serokerkani Tirkiyê da hin nivîs çûne û hatine.

Serdozger ji bo ku bizanibe têkiliya ”Ergenekonê” bi artêşê ra heye ya na, ji Serokerkaniya Tirk ra nivîsek şandiye. Di vê nîsê da serdozger pirsiye, gotiye ”ma dewama/baskên rêxistina Ergenekonê di nava Artêşê Tirk da heye ya na?”

Yanî artêşê bibêje çi?

Ma ewê bibêje erê heye?

Serokerkanê Tirk Buyukanit jî bersîv daye, gotiye, ” ne rast e, binakeya van îdîayan tuneye.”

Dinaya alem dizane ku Serokerkanî, serokê rêxistina Ergenekonê yê piştperdê ye. Bêyî serokî, sewq û îdareya serokerkaniya tirk ne mimkûn e ku çend kesên sivîl û zabitên teqawit rabin bi tena serê xwe rêxistineke wiha ava bikin û bixwazin darbeyeke leşkerî bikin.

Û serdozger jî radibûye ji birêvebirên Ergenekonê yên piştperdê hebûna wan pirsiye!

Û serokerkanî jî di bersîva xwe da dibêje, tiştên tên gotin hemû derew in, binakeya wan tuneye.”

Û navê vê qomediyê jî dibe lêkolîn, doz û operasyon.

Serdozger, hebûn û tunebûna rêxistina çeteyan ji serokên wan yên ”veşartî” dipirse û ew jî dibêje tiştekî wiha tuneye, buhtanan li me dikin.

Piştî ku musteweya dozê ev be, ne rast e ku meriv hêviyên mezin ji netîceyên mahkimê bike.

Wek her fîlmê tirk yê basît, miletê demekê li vî fîlmî jî temaşe bike, heta alî li ser parvekirna îktîdarê li hev dikin.

Bîranîna Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Ziya Beg û hevalên wan
Serokê rêxistina Azadî(Rêxistina Azadiya Kurdistanê) Mîralay Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Ziya Beg û sê havalên wan di 14-ê nîsana 1925-an da ji alî rejîma kemalîst ve li Bedlîsê hatin îdamkirn.

Xalid Beg di 20-ê meha çileya pêşîn da(20/11-25) li Erzeromê hate girtin û di 14-ê nîsanê da jî hate îdamkirin. Îdama Xalid Beg darbeyek mezin li xebatên Azadiyê xist û moralê kurdan xera kir.

Dewleta tirk û hemû dîroknasên kemalîst dixwazin rol û pêşengiya rêxistina Azadiyê di Serîhildana Şêx Seîd da bincil bikin, vê serîhildana kurdan ya netewî wek serîhildaneke ”dînî” û ji bo paşdeanînê şerîetê nîşan bidin. Lê rastî ne wiha, dibê kurd dîroka xwe bi xwe binivîsin û van derewên dijmin eşkere bikin.

Çi heyf ku hîn jî piraniya kurdan Xalid Begê Cibrî, Ziya Beg û rêberên wek wan nas nakin, di Serîhildana Şêx Seîd da hîn haya piraniya kurdan ji rol û pêşengiya rêxistina Azadyê nîne. Tenê navê Serîhildana Şêx Seîd bihîstine hew. Divê siyasetmedar, rewşenbîr û dîroknasên kurd, dîroka kurdan bi cîlîn nuh bide nasîn û şiûrên wan yê dîrokê xurt bike. Ev yek berpirsiyariyeke netewî ye.



Xalid Begê Cibrî, di sala 1882-an da li Wartoyê(Gumgumê) hate dinê û di 14-ê nîsana 1925-an da ew, Yûsûf Ziya Beg û sê hevalên xwe ji alî rejîma kemalîst ya nîjadperest va li Bedlîsê hatin bidardekirn.

Xalid Begê Cibrî kurdperwerekî mezin û serokê rêxistina Azadiyê bû, canê xwe di riya serxwebûna Kurdistanê da feda kir. Divê em tu carî van şehîdên xwe ji bîr nekin, tim bibîr bînin.

Xalid Beg, li Stenbolê Mekteba Eşîretan qedand. Piştî qedandina wê, ket Mekteba Herbiyê ya Yildizê û ji wir wek zabit mezûn bû. Bi rutbeya Yuzbaşî tevî artêşê Osmanî bû û di çepha Filîstîn da û li hember rûsan şer ker. Ji ber qehremanîya di van şeran da nîşan da bû mîralay.

Ruhê wan şad û gorra wan buhuşt be!

13 april 2008

Femînîzm, demokrasî û reformên tirkan

Di kongireya femînîstên cîhanê da, nûnera heyeta Emerîkayê mafê axaftinê girt û dest bi axaftina xwe kir:

-Min hemû biryarên kongreya par bicîh anîn. Ez çer çûm mal, min ji mêrê xwe ra got, ”Ji nuha û pê va heger tu dixwazî kincên paqij li xwe kî divê tu bi xwe kincên xwe bişo. Min got, makîne wa ye li wir e.”

Rojo pêşî min tişt nedît. Roja duduyan min tişt nedît. Roja sisiyan min carê dît ku, weleh wa ye camêr li ber makînêye û ne tenê kincên xwe, kincên min jî dişo.

Piştî nûnera emerîkî, îcar nûnera alman rabû dest bi axftinê kir:

-Min jî li gor biyarên me yên kongreyê ji mêrê xwe ra got, ” Ji nuha û pê va heger tu dixwazî di teyfikeke/çinîkeke paqij da xwarinê bixwî dibê tu teyfika xwe bişo… Ez êdî hew feraxên te dişom.

Roja pêşî min tişt nedît. Roja duduyan min tişt nedît. Lê roja sisiyan min hew carê dît ku ne feraxên xwe tenê, wa ye yên min jî dişo.

Piştî axaftinên xanimên emerîkî û alman, dor hat ser nûnera Tirkiyê û îcar wê rabû dest bi axftinê kir:

-Ez çer vegeriyam Tirkiyê, li gor biryara ku me di kongreyê da girtibû ez jî bi mêrê xwe ra peyivîm. Min jê ra got, ”Ji nuha û pê va heger tu dixwzî li mal xwarinê bixwî dibê xwarina xwe tu bi xwe çêkî. Mitpax wa ye li ber te ye.”

Roja pêşî min tişt nedît. Roja duduyan min tişt nedît. Roja sisiyan werma çavê min yê çepê hinekî daket, axir bi zor min çîçkî ber xwe dît…

Erdogan û Demokrasî

Van rojan li Tirkiyê pir qala ”demokrasiyê” tê kirin. Ji Erdogan pirsîne:

-Te gotibû ku, ”Demokrasî ji bo min trên e… Bi wê, dilê min heta ku bixwaze ez dikanim pê herim, dû ra dakevim. Ma tu hîn jî di vê dîtinê da yî?

Erdogan gotiye:

-Na…Ez hîn ne di wê baweriyê da me. Trên dikane ji rayan derkeve, tahlûke ye. Divê meriv hedefê saxlem bike. Demokrasî ji bo min êdî ne trên e, ray e. Heta dera ez bixwazim rayan lê radixim. Û dû ra jî dilê min kîjan suretê bixwaze, bi wê suretê di ser ra diherim û têm.

Erdogan û reformên Yekîtiya Ewrûpayê

Ji Erdogan pirsîne, gotine:

-Di van rojên dawî da dîsa tu pir qala reforman dikî. Ma ji bo te reform çi ye?
Erdogan gotiye:
-Yekîtiya Ewrûpayê formekê dide me, em wê formê dadigrin û dû ra jî paş da dişînin. Ji vê miameleyê ra reform tê gotin.

12 april 2008

Leşker dibêjin hukûmeta rastîn em in

Fermandarê Hêzên Bejayî yê Artêşa Tirk İlker Başbugê ku di dawiya meha tebaxê da ewê bibe serfermandarê giştî yê Tirkiyê, di serdana xwe ya Qibrîsê da careke din him dijminatiya xwe ya li hember kurdan da der û him jî eşkere kir ku hukûmeta AKP-êdikane çi bike û çi neke. Yanî sînorên desthilatdariya hukûmeta AKP-ê destnîşan kir.

Başbûg, di axaftina xwe da got, bira tu kes ne li hêviya wê yekê be ku ewê ji bo kurdan mafên etnîkî û siyasî werin qebûlkirin û hebûna wan têkeve qanûna esasî.

Wek tê zanîn Emerîka û Ewrûpa ji bo çareserkirna gelşa kurd bi riyeke siyasî û dayina hin mafên kulturî zorê didin dewleta tirk. Lê belê artêş û hemû hêzên nîjadperest û kemalîst li dijî van daxwazên Emerîka û Ewrûpayê dertên û bi hemû hêza xwe dixebitin ku Tirkiyeyê ji riya Ewrûpayê derxin. Bi kêmasî tekerê otomobîla Tirkiyeyê biteqînin ji bo nikanibin riya xwe bidomîn.

Berî vê beyana Başbûg, Yaşar Buyukanit jî çend roj berê dîsa li Qibrêsê beyanek dabû û gotibû ku em ji Qibrisê yek buhosêtê jî paş da venakşin. Yanî hukûmet û meclîs hemû formalîte ne û tu selahiyeteke wan tuneye, her tişt ji me tê pirsîn.


Ji ber ku ev herdu mesele jî, mesela kurd û meseleya Qibrisê, li ber endametiya Tirkiyê ya Ewrûpayê du astengên gelkî mezin in. Heta ku Tirkiye van herdu meseleyên xwe çareser neke, ne mimkûn e ku li Tirkiyê rê li ber demokrasiyê û azadiyan vebe, desthilatiya leşkeran kêm bibe û Tirkiye bikanibe bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.

Êdî ne kurd tenê, lê Ewrûpî jî bere bere fêm dikin ku demokratîkbûna Tirkiyê bi rizgarbûna kurdan ve girêdayî ye, heta ku Tirkiye mesela kurd bi riyeke siyasî û demokratîk çareser neke leşker ji kola siyasetmedaran danakevin û venagerin qişleyên xwe.

Û helbet meseleya Qibrisê ne bi qasî mesela kurd be jî, lê di vî warî da gelkî girîng e.

Di vî şerê ”leşker, neteweperest û îslamperestan” da ” îslamperst ” ketine tengasiyê, hewcedariya wan bi piştgirî û alîkariya Emerîka û Ewrûpayê heye. Ji bo girtina vê piştgiriyê AKP dikane di derbarê çareserkirina mesela kurd û Qibrisê da hin sozan bide Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê, ya jî mecbûrî avêtina hin ”gavan” bibe. Tirs û fikara leşkeran ev e.

Loma jî Buyukanit û Başbûg dixwazin nîşanî Yekîtiya Ewrûpayê bidin, heta ku ew destûrê nedin tiştekî wiha ne mimkûn e, hukûmet ne xwedî wê hêz û qudretê ye ku bêyî destûra leşkeran mafekî herî biçûk jî bide kurdan ya jî meseleya Qibrisê çareser bike.

Heger alternatîva AKP-ê nebînin û di demeke nêz da wê jî wek hemû partiyên din nexin gorrê, ji bo mayina li ser hukum divê AKP ji emrê wan dernekeve û her tiştî di çarçeweya destûra wan de bike.

Û maneya vê yekê jî ew e ku dibê meseleya kurd û Qibrisê çareser nebe û xebatên ji bo enametiya Yekîtiya Ewrûpayê werin rawestandin.

Erdoganê virek û bêbizav ya ewê van şertên leşkeran qebûl bike ya jî ewê ji kursiya xwe bibe.

Praktîka Erdogan ya heta nuha nîşan daye ku ew û hevalên wî ne ew kesên demokrat û ew mêr in ku serdestiya leşkeran qebûl nekin û bi wan ra têkevin nava şerekî. Ji bo ku ji meqamên xwe nebin ewê mezinatiya leşkeran li dilê xwe xin. Helbet ew jî heger leşker wan qebûl bike.

Meseleya Qibris ne têda, lê di meseleya kurd da jixwe bi rastî jî di nabêna Gul, Erdogan, Çîçek û Şahîn da bi qasî zerê derziyê jî ferq tuneye. Yanî ne mimkûn e ku li ser siyaseta derbarê kurdan da li hev nekin.

Wek tê zanîn, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Barroso du roj berê di meclîsa Tirkiyê da got, ”pirsa kurd bi riyên eskerî çareser nabe, divê ew bi awayekî siyasî û kulturî were çareserkirin.”

Û dû ra got, ”ew hêvî dikin ku hukumet di vî warî da planên çareseriyê têxe praktîkê.”

Merviv dikane bibêje ku Başbûg bi vê axaftina xwe bersîva Barroso dide. Başbûg pir vekirî dibêje:

“Bi şertê ku ferdî bimîne(yanî wek nuha) û zirarê nede bingehê dewleta tirk ya unîter, Komara Tirkiyê ji kulturên cûda ra hurmetê nîşan dide û di vî warî da gavên pêwîst avêtiye û hemû hewcedarî bicî aniye. Divê ji derveyî viya, ji bo grûbeke etnîkî di warê siyasî da tu kes ji Komara Tirkiyeyê daxwaza hin mafan neke.”

Van gotinên Başbûg û Buyukanit jî nîşan didin ku hîn her tişt ji wan tê pirsîn, Erdoganê ”pêlewanê derewçîn” hîn ne gavanê ber golikan e jî.

Esas Yekîtiya Ewrûpa bi leşkeran ra rûnin çêtir e, çimkî sivîl çi sozê didin bira bidin vala ye, di netîceyê da gotina dawî leşker dibêjin.

Li gor van şertên general Başbûg rêz kirine, kurd tenê dikanin li mala xwe bi kurdî bipeyivin, li dahîreyên dewletê û li derên alenî dibê her yasax be.
Ewê qebûl nekin ku zimanê kurdî li gel zimanê tirkî di mekteban da bibe zimanê perwerdeyê yê resmî.

Ewê qebûl nekin ku kurd bibin xwedî radyo û telewîzyon.
Ewê qebûl nekin ku hebûna kurdan wek milet di qanûna esasî da were qebûlkirn.
Ewê qebûl nekin ku kurd bibin xwedî dem û dezgeyên siyasî û netewî. Wek partiyên siyasî.

Yanî general Îlker Başbug dibêje, soz û peymanên hukûmetê hemû vala ne, di mesela kurd da divê her tişt wek xwe bimîne, di warê resmî da divê kurd nebin xwedî tu mafên netewî.

Ev rewş çend salên din jî ewê dom bike. Çimkî tirk hîn mecbûr nebûne ku mesela kurd çareser bikin.

11 april 2008

Qiralê Suûdî li vê dinyayê pere û li wê dinyayê jî Cinnetê li milet belav dike

Îro di qanaleke radyoya swêd da min li programeke li ser Etiyopyayê guhdarî kir. Di programê da dihat gotin ku îslama radîkal û bi taybetî jî terîqeta Wahabî bi destê dewleta Erebîstana Suûdî roj bi roj li Etiyopyayê xurt dibe.
Beşdarekî programê yê Etiyopî, digot berê li Etiyopyayê îslama radîkal qet tunebû, lê di van salên dawî da dewleta Suûdî ji bo ku kesên feqîr bike Wahabî pereyekî pir dirjîne.

Li gor gotinên wî zanayê Etiyopî, digot dewleta Suûdî him ji bo rehetiya vê dinyayê û him jî ji bo ya wê dinyayê garantiyê dide milet.

Ji bo vê dinyayê pereyan û ji bo wê dinyayê jî Cinnetê li milet belav dikin. Digot, îmkanên pir mezin didin kesên ku têkevin terîqeta Wahabî, wan dibin hecê, zarokên wan didin xwendin û gelek alîkaryên din bi wan ra dikin.

Û ji bo wê dinyayê jî, li Cinnetê cî didin însanan, garantî û senedê didin wan ku ewê neçin Cahnimê.

Û ji ber ku milet jî feqîr û belengaz e, nexwende û nezan e bi van sozên suûdiyan dixapin û diçin ser mezhebên wan.

Lê li alî din jî însan him li vê dinyayê û him jî li wê dinyayê îş û ciyê xwe saxlem dikin.

Li gor wî zanayê Etiyopî, bi vê riyê di van salên dawî da suûdiyan gelek kes him ji misilmanan û him jî ji filehan/xirsityanan kişandine nava terîqeta Wahabîzmê.

Û xwedêgiravî Erebîstana Suûdî li herêmê mitefikê Emerîka yê herî girîng e û li dijî ”terorîzmê” bi Emerîkayê ra hevkariyê dike.

Emerîka ev serê salan e ku li Afganîstanê û li Îraqê bi pê çend milîtanên El Qaîdeyê ketiye, dike nake nikane wan biqedîne, lê mitefikekî wek Erebîstana Suûdî li Afrîkayê û li gelek welatên din her roj bi sedan elqaîdeyiyên ji mirinê ra hazir li dijî Emerîkayê amade dike.

Meriv matmayî dimîne Emerîka çawa rê dide van xebatên suûdiyan?

Wek tê zanîn ji %60-ê nifûsa Etiyopyayê filehên ortodols in, ji %30 misilman û ji %10 jî ji ol û baweriyên din in.
Li gor agahiyên wî zanayê Etiyopî, berî van xebatên suûdiyan di nabêna hemû dîn olan da tu dijminatî tunebû, zewacên di nabêna ferdên ji dîn û baweriyên cuda pir normal bû. Lê piştî xebatên suûdiyan rewş gelkî hatiye guhertin, kesên ji dînên cuda tên hember hev û dijminatiya hevûdu dikin. Û îslama radîkal, wahabîzim roj bi roj xurt dibe.

Mezheba Wahabîzmê, gelek adet û kevneşopiyên îslamê red dike, dide aliyekî, rasterast Quranê û gotinên Pêxemeberan ji xwe ra wek nimûne digre û jiyaneke wek ya demên Pêmberan diparêze. Di îslamê da tu şiroveyê qebûl nake.
Wahabîzim terîqeteke pir ekstrem e, kesên ne ji xwe, hemû misilmanên din wek kafir dibîne, qetla wan hela û talankirina malên wan jî rast dibîne.

Wahabîzim, guhdarîkirina muzîkê, kêfê, çêkirina risman, temaşekirina telewîzyonê, sînemayê, tiyatroyê û gelek tiştên din jî yasax dike.

Piştî ku min li alimê Etiyopyayî guhdarî kir, min ji xwe ra got, di dêlî ku Emerîkayê here li Afganîstan û Îraqê bi dû çend milîtanên El Qaîdeyê keve, bira rê li ber van xebatên suûdiyan bigirin. Bira nehêlin pere û Cinnerê li milet belav bikin temam e.

Îcar Xwedê kir suûdiyan hîn dest neavêtine kurdan(belkî jî dest avêtibin haya min jê tuneye), ku wek Etiyopya û Somaliyayê li kurdan jî peran û Cinnetê belav bikin îşême xerab e, çimkî kurd ji do da amadene ku dewletê û welêt bi peran û Cinnetê bidin.

Bira milet li wir bimîne, "serok û rêberê kurdan" yê herî mezin dewletê naxwaze, îcar miletê çima bixwaze ?

10 april 2008

Yekîtiya Ewrûpa çû gazî û hawara AKP-ê

Yekîtiya Ewrûpa dixwaze AKP-ê ji girtinê xelas bike, lê karekî zor xuyaye.

Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa yê siyaseta derve û parastinê Javier Solana, di civîneke Parlamentoya Ewrûpayêda peyivî û got, girtina AKP-ê ewê derbeyeke mezin li têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewrûpayê bide.

Solana, di axaftina xwe da li ser doza di heqê AKP-ê da hatiye vekirin rawestiya û got:

-Ez hêvî dikim ku mahkime ewê maqûl hereket bike. Ji ber ku girtin ewê têkiliyên me û Tirkiyê xera bike. Netîceyên biryareke wiha ewê gelkî xerab bin.

Li ser hin pirsên rojnamevanan Solana got, “di demokrasiyan da girtinan partiyan ne normal e.”

Rast e, di demokrasiyan da girtina partiyan ne normal e, lê di “demokrasiya tirkan” da normal e. Çimkî li Tirkiyê heta nuha tam 21 partî hatine girtin. Loma jî meriv dikane bibêje ku Tirkiye gorristana partiyan e.

Ya din jî birêz Solana gotiye, “girtina AKP-ê ewê têkiliyên me û Tirkiyê xera bike.”

Maneye van gotinan, bi girtina biryareke wiha berendametiya Tirkiyê ewê were çemidandin.

Diyar e ewrûpiyan hîn tirk nas nekirine. Ma jixwe ji bo netîceyeke wiha ev doz hatiye vekirin. Tirk dixwazin Yekîtiya Ewrûpa rojekê berî rojekê wan biqewitîne.

Tirkan hetanî nuha endametî wek taktîk bikar anîn, ji bo ku rê li ber alîkariya bi kurdan ra bigrin. Digotin “pêrabûn ji nepêrabûnê çêtir e.”

Ev Çel sal in ev yek bi vê xapandinê îdare kirin, lê hatin derekê êdî xapandin nabe, ya ewê jî wek her welatî xwe biguherînin û sîstema demokrasiyê hilbijêrin û bibin endamê YE, ya jî ewê dev ji vê siyaseta xapandinê berdin û rejîma xwe ya paşverû û nîjadperest bidomînin.

Tirk baş dizanin ku endametiya Yekîtiya Ewrûpayê qebûlkirin û dayina mafên kurdan yên netewî ye, qebûlkirina miletê kurd û zimanê wî ye.

Yek partiyek tirk jî îro ne amdadeye ku van mafan bide kurdan. Siyaseta hemû dewletê û ya hemû partiyan ew e ku kurdan asîmîle bikin û wek miletên din bihelînin. Dema dibînin ku Yekîtiya Ewrûpa piştgiriya wê siyaseta wan nake ewê birevin.

Loma jî ne partiyek tenê, hemû partiyên tirkan, AKP jî di nav da, dixwazin dev ji vê rêwîtiya xwe ya Yekîtiya Ewrûpayê berdin, lê hemû mesele naxwazin bi xwe birevin.

Loma jî li maneyan digerin, dixwazin Yekîtiya Ewrûpa wan biqewitîne û ew jî bibêjin, “mêze, me qebûl nakin”, hemû taktîkên wan ev e.

Yanî “cemidandin û heta îxrackirin” ji bo tirkan loto ye û doza hatiye vekirin jî ji bo vê armancê ye.

Bêyî gotinên Solana, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jose Manuel Barroso û endamê komisyonê yê berpirsê berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê Olli Rehn jî îro bi heyetekê ra ew jî çûn gazî û hawara Erdoganê durû û nîjadperest.

Barroso, piştî hevdîninên xwe yên bi Abdullah Gul û Erdogan ra, di meclîsa Tirkiyê da jî axaftinek kir. Barroso, di axaftina da li ser meseleya kurd jî sekinî û got, pirsa kurd bi riyên eskerî çareser nabe, divê ew bi awayekî siyasî û kulturî were çareserkirin. Barroso got, ew hêvî dikin ku hukumet di vî warî da planên çareseriyê têxe praktîkê.

Vê axaftina Barroso nuha tirk ji bin da qutifandin, “pirsa kurd bi riyên siyasî û kulturî çareser bikin” !

Kalo nemir buhar tê...

Dawiya dawî dewleta tirk Google jî bi biryara mahkimeyê qedexe kirin.
Ev demek bû di çapemeniyê da xeberek doş dibû, dihat gotin ku Google jî weke Youtube ewê li Tirkiyê were girtin yanî qedexekirin.
Îro ev xeber nîhayet bi rast geriya, ziyaretçiyên Grûbên Googlle dema xwestin ji Tirkiyê têkevinê, bi matmayineke mezin rastî vê teksta jêrîn hatin:

-Gîhana vê sîteyê bi biryara mahkimê hatiye qedexikirin.

Û bi vê biryara mahkimeya tirkan, programeke wek Google jî li Tirikiyê hate qedexemirin.

Dewleta tirk bi vê biryara xwe ya ne hemdem û derî medeniyetê esas dixwaze di qada înternetê da jî rê li ber danûstendinên di nabêna kurdan da bigre.

Herçî li Tirkiyê ye jixwe nahêle kurd tu weşanekê bi serbetî bikin. Kîjan malper, rojname, radyo û telewîzyonên mehelî hema bi çend gotinan jî qala kurd û Kurdistanê bikin, bi biryareke mahkimê tavilê digrin.

Yanî Tirkiye û Kurdistan di bin kontrola wan da ye û çi bixwazin wiya dikin.

Problem, kurdên derve ne, destê dewletê nagihîje wan. Bi vê qedexekirnê dixwazin di çarçeweyeke hîn mezin da astengiyan derxin, ji bo ku kurdên der û hundur nikanibin bi hêsanî xwe bigîhînin hev.

Jixwe heta nuha gelek malperên kurdan yên ji derve weşanên dikin qedexe kirine û loma jî kurd ji Tirkiyê û ji Kurdistanê nikanin xwe bigihînin van malperên kurdan. Piştî qedexekirina Youtube, nuha jî dora Google-yê ye.

Û ev welatê jî xwedêgiravî dike bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa (!) Bi rastî jî kenê meriv tê...

09 april 2008

Ez îro mîvanê gorrekê bûm!

Aslan* merheba ji te ra!
Pismam, belkî tu ne li bende me bû, lê îro ez û Hêvî em dîsa bûn mîvanê te. Wek hertim, dîsa te qet dengê xwe nekir, tenê ez peyivîm.

Belkî tu nizanibî lê ez ji te ra bibêjim, îro 9-ê nîsanê ye, roja ku te ji nava me da rê û hatî vî warê xwe yê ebedî.

Cara dawî di 25-ê temûza par da bû(25/5-07), dîsa ez û xanima xwe Hîvî em hatibûn ziyareta te. Ji wê rojê û vir da ye ev cara pêşîye ku em nuh riya xwe bi te dixin. Yanî 9 meh di ser ra bihurîne.

Xwedêgiravî em li eynî bajarî dimînin.

Ez çi bikim, darê min hew di xênî hil tê!

Ez dizanim tu merivekî gelkî bînfireh î, sebr û tehamula Hz. Eyûb bi te ra ye, loma jî zû bi zû tu xwe ji kesî aciz nakî. Ez vê yekê baş dizanim, lê li hember te dîsa jî ez xwe rûsar û şermesar his dikim.

Malşewitiyên salan pir zû derbas dibin. Tam heft (7)sal berê(sibe dikeve sala heyştan), di rojeke wek ya îro(9-ê nîsanê)da bêyî ku tu haya evdê Xwedê bigihînê, ji nişka ve, bi hawakî bêveger te xwe ji nava me da alî.

Li vî welatê xerîb, te ez bi tenê û hustuxwar hîştim!

Malneket, yekcarnan sebra me bi hev dihat!

Tu zanî xerîbiya bi salan meriv dilzîz dike, nuha, dema ez van rêzan dinivîsînim hêsir ji çavên min wek taviyeke nîsanê dibarin ser kompîtorê.

Neyse, ez ji te ra rêwîtiya xwe bikim.

Ji bo ku ez werim ba te, ji ciyê kar min îro îzin girt. Hêviyê jî ewê ji kar hinekî zû derketa û me yê saet li dora 15.30-î li Gullmarsplan hevûdu bidîta. Heta Hêvî bihata minê gul û mûmên ku me yê ji te ra bianiya hazir bikira.

Do êvarî heta derngê şevê me qala te kir. Me bîranînên xwe teze û dubara kir. Ez nizanim çima, hema dema ku meriv qala te dike, tavilê melûlî û mahzûniyek ruyê Hêviyê digre û hema hêsir ji çavan gundor dibin.

Dîsa ez mijarê dûr ketim.

Wek bûka ku dike here zeyî, vê sibê ez rabûm, min serê xwe şuşt û xwe baş xemiland. Tu zanî ez ne wek te me, ez ji tûzikandina bejn û bala xwe pir hez dikim. Loma jî min kincên xwe yên herî xweşik li kirin û xwe baş çêkir û seet li dora duduyan ez ketim rê, çûm Gullmarspalanê, warê xwe yê kevn.

Lê ji şansê xerab ra ji do êvarî da ye berfê û şilopeyê dest pê kiriye. Lê min tedbîra xwe baş girtibû, ne berf, kevir jî bibariya tesîrê li min nedikir.

Dibe ku haya te jê tunebe, ev 5 sal in min ji herêma Gullmarspilanê bar kirye, nuha li Alby-ê dimînim. Xaniyê min yê nuha wek ba me, bi hewş e. Buhar û havînan rûniştina li hewşê gelkê xweş e, hewş tije kulîlk in. Bîna meriv pê der tê.

Û dema dinya xweş be, manqila xwe jî didim ber xwe û goştê xwe dibrêjim, êdî kêf kêfa min e!

Ez çer li Gullparsplan ji tirênê daketim û derketim qata jorîn min hew dît ku Îkram Delen li hember min e. Tu zanî Îkram jî di metroyê da wek şefê karkiran dixebite. Tam di wê bîstikê da li wir alîkariya milet dikir.

Me xêrhatin da hev û hinekî jî li hal û demê hev pirsî. Got tu bi ku da diçî?

Min got, wele xanima min ewê bîsteke din were vir, emê bi hev ra herin ser gorra Aslan.

Tu zanî Îkram gelkî ji te hez dikir, dema min wer got, gelkî kêfa wî hat, got tu pir baş dikî.

Ji bo ku ez herim kulîlk û mûman bikirim, min xatir jê xwest. Lê dîsa jî heta ber devê derîyê dikana gulfiroş bi min ra hat.

Ez çi bikirim, ez berê bi yê firoşyar dişêwirim. Min îcar jî wer kir, min got ez dikim herim serdana gorra hevalekî, gelo di vê demsalê da kîjan kulîlk baş in û dikanin zêde li ber xwe bidin?

Xanimê mala wê ava gelek alternatîf pêşniyar kir, dawiya dawî me li ser qevdek gulên sor li hev kir. Got ez çawa çê bikim, kîjan pel û hişnayiyê tevê kim?

Min bi kurtî qala xweşbîniya te kir û got, wele tu çawa çêkî jî wî qebûl e û ewê bi dilê wî be. Çimkî tişt çuqasî ne xweşik bûya jî wî tim bi çavekî baş û dilovan lê dinêrî. Min got, xwarina herî xirab û birinca kuzûrî jî li ba wî wek şîr û çekir bû.

Axir çend gotinên din jî em li ser te peyivîn. Pîrek li pişt min di dorê da bû, wê jî dikira gulîlk bikiriya. Pîrê jî xwe tevî sohbeta me kir û got, çi heyf ku însanên wiha roj bi roj kêm dibin.

Welhasil ez zêde dirêj nekim, xanimê qevdê kulîlkên te baş çêkir, bi rastî kêfa min jî jê ra hat. Û min du mûmên bi qapax jî kirîn û paş da çûm metroyê. Îcar mûmên bi qapax derketine, li ber baranê jî şil nabin û venamirin.

Heger bê bîra te, di hundurê metroyê da qahwexaneyek ji bo rêwiyan çêkiribûn, meriv hema li ser nigan çay û qahweya xwe vedixwar. Dema tu diçû û dihat mala me, miheqeq te riya xwe bi wir dixist û qahweyek wan vedixwar. Nizanim çima lê kêfa te ji derên wer ra gelkî dihat.

Axir, ew jî zemanek bû…

Ez çûm wir û mam li bende Hêviyê.

Bîstek derbas bû Hêvî hat, Îkram hîn li wir bû. Min numra otoboza dihat ba te ji bîr kiribû, min ji Îkram pirsî. Wî, xortekî kurd yê din jî bi wî ra kar dikir, got lawê mele Bahrî Xurşît e, herduyan mala wan ava be tavilê defterên xwe li bin guhê hev xistin, telefonî vir da û wê da kirin û di nava çend deqîqeyan da navê otoboza me fêr bûn.

Min got heyra mala we ava, lê xortê din got na, ezê te heta pageha otobozê bibim. Û heta wir bi min ra hat.

Haaa, gelek silavên Îkram ji te ra hebûn, dibê ez wê jî ji bîr nekim.

Otoboz hat, em bi rê ketin.

Dema em li pageha goristana te daketin berf û şilopeya me hîn berdewam bû. Ez bi tedbîr bûm, min şemsiya xwe vekir û em ketin rê.

Dema em li pageha goristana te daketin berf û şilopeya me hîn berdewam bû. Lê ez jî bi tedbîr bûm, min şemsiya xwe vekir û em ketin rê.

Îcar jî wek hercar bû, me riya gorra te şaş kir, bira ne îş e, goristan roj bi roj mezin dibe. Berê kesek ji te wê da tunebû. Nuha li pişt te du rêzên din jî çêbûne. Axir piştî tertilandinek biçûk me mala te dît.

Em li ber nigên te rawestiyan û me silav li te kir. Gelek pel ji daran weşiyabûn ser gorra te, Hêviyê rahîşt tirmixa cîranê te yê kurd û dest bi şirtkirinê kir. Der û dora gorra te baş paqij kir.

Cîranê te xortekî 18 salî ye, ji Kurdistanê Îranê ye. Çend rojan berî wefata te ji alî çend xortên swêdî va hatibû kuştin. Gora wî hertim paqij û wek bexçeyekî kulîlkan e.

Me tacegula xwe danî ber serê te û herdu mûmên xwe jî vêxistin. Tiştê ecêb, ew qarta ku di serdana xwe ya 9 meh berê da min ji te ra nivîsî bû, hîn li wir, li ser ber lewheya li ber serê te bû. Min hêdîka rahîştê û bala xwe da nivîsê. Nivîs hîn dihat xwendin. Fene ku ez xezîneyekê bibînim, min bi dengekî matmayî ji Hêviyê ra got:

-Hela bala xwe bidê, qarta min hîn li vir e û tişt pê nehatiye!

Hewqas şilî û şepelî, hewqas ba û bahoz ne firandibû û ne jî nivîs xera kiribû. Min ew û qarta nuh, xistin hundur stara mûmikan, ji bo ku şil nebin û demeke din jî li ber xwe bidin.

Te ji çay û cixarê gelkî hez dikir. Berî ku em xatir ji te bixwazin min cixareyek ji xwe ra vêxist û yek jî xist hundur stara/fanosa mûmikan û danî ber serê te. Sedîsed te gelkî bîriya cixarê kiriye.

Min di dilê xwe da digot, îro ewê mîvanên te pir bin, çimkî di saxiya te da hema hema hemû kurdên Stockholmê dost û hevalên te bûn. Tu li Stockholmê ji bo hemû kurdan wek Xocê Xizir bûyî.

Ez dizanim van gotinên min nuha bi te ne xweş in, nuha tu xwe gelkî aciz dikî, lê rastî jî ev e. Di rojeke wiha da min tu tik û tenê dît.

Lê dibe ku rastiya jiyanê ev be.

Belkî tu rewşa kurdan jî meraq dikî. Welah Kurdistana başûr ne tê da, rewşa wan ne xerab e, lê hersê perçeyên din jî kurd hîn bindest û perîşan in. Li hersê perçeyan jî dijmin zilma xwe eynî wek berê didomîne, girtin û kuştina kurdan berdewam e. Yanî tu tiştekî berbiçav nehatiye guhertin.

Tenê tiştê hatiye guhertin û ev yek jî hêviyekê dide meriv, ew jî şiyarbûna kurda ye. Di Newroza îsal da li seranserê Kurdistanê bi milyonan kurd li ser nigan bûn. Lê rejîmên Tirkiyê û Sûriyê dîsa destên xwe di xwîna kurdan gerandin. Bi taybetî jî li Tirkiyê îktîdara AKP-ê û leşkeran bi hev ra zilmeke mezin li milet kirin.

Xebereke din.

Belkî kesî hîn ji te ra negotibe. Hema ezê ji te ra bibêjim. Wê rojê Sirac Kiricî hat vir. Fersend çênebû ku em hevûdu bibînin, em bi telefonê peyivîn. Min pirsa Fexrî û diya te jê kir. Got wele diya te çendakî berê wefat kiriye. Ji bo sersaxiyê ez hîn li Fexrî negeriyame, ez tim ji bîr dikim.

Piştî wefata te, her sal dihat û diçû, min tim dibihîst. Lê yek carê jî li me nepirsî û bi alî me da nehat. Dibêjin rê ji dila diçe dila, qey rahmetiyê jî fêm kiribû ku kêfa min jê ra nayê loma bi alî me da nedihat.

Ji ber ku tu dizanî “kêfa me ji hev ra nedihat” loma jî ne hewceyeku ez ji te veşêrim.

Ez qet ji bîr nakim, li mala we, te carê li ber min jê ra got, “tiştê ez dizanim Xamo ji te hez nake”, wê îtîrazî vê gotina te kiribû û gotibû “hûn mêrikê mexsoyî fêsad in”, lê di hundurê xwe da dizanîbû ku tu rast dibîjî. Ji ber ku sedîsed tu ne emîn bûya te tiştekî wiha nedigot.

Yanî êdî ji bo wê jî xeman nexwe.

Încîl dibêje, tu ax î, tu yê vegerî axê.

Emê hemû bibin ax.

Ez bawer dikim mîvaniya me bi dilê te bû û şêwra me jî îşev xweş bû. Bîna me hinekî bi hev derket.

Lê min pir dirêj kir, tu biwestî jî tu nabêjî ez westiyam, lê ez westiyam. Saet wa ye tê yekê nîvêşevê. Êdî ji bêxewiyê çavên min duxrin.

Heta salê tê bi xatirê te...
*Mehmet/Aslan Kaya

08 april 2008

Dahşik mezin jî bibe dîsa ker e

Serokwezîrê Tirkiyê Erdoganê gurcî û simîtfiroşê Kasimpaşayê îro, di mala xwe da heqaretên mezin li heyeta kurd kir û bi vî rengî jî careke din nîşan da ku ew ne tu meriv e, pêxwes û sûtalekî pir basît e.

Kurd dibêjin, karê(karikê) sêwî nabe nêrî.

Erdoganê sêwî erê bi tesadufî bûye serokwezîrê welatekî lê nebûye însan. Heger însan bûya di mala xwe da ji mîvanê xwe ra nedigot, ”tu derewan dikî.”

Merivê dinya nedîtî û cahil divê meriv hevza xwe jê bike. Ji ber ku her babet zirzopî jê tê. Dixwaze bira serokwezîr be.

Heger Erdogan ne merivekî zircahil û bêedeb û bêkultur bûya heqaret li mîvanê xwe nedikir; dixwaze bira ew mîvan kurd yanî dijminê wî bin.

Lê wiha ye, dahşik mezin jî bibe dîsa ker e.

Lê li alî din jî xuya dibe ku Erdogan çiqasî dijminê miletê kurd e ! Dibê kurd vê kîn û nefreta wî ya li hember miletê kurd bibîne.

Diyar e Erdogan ne amadeye ku li yek daxwazeke miletê kurd ya herî biçûk jî guhdarî bike. Çimkî tiştê birêz Tanrikûlû gotiye, daxwazên parsekan e. Miletê kurd ji kesî parsê nake, doza mafê xwe yê netewî û rewa dike.

Lê divê bi kurtî be jî ez qala bûyerê, yanî qala minaqeşeya di nabêna Erdogan û Sezgîn Tanrikûlû da bikim.

Heyeteke ji 17 rêxistinên sivîl yên ji Diyarbekirê îro bi raporekê çûn serdana serokwezîrê tirkiyê û ew di oda wî ya meclîsê da ziyaret kirin.

Di raporê da ji dewletê daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û ew jî wek derseke bijare, li Tirkiyê û li Kurdistanê vekirina enstîtuyên kurdî û li dahîreyên dewletê xizmeta bi zimanê kurdî tê kirin.

Piştî ku heyet rapora xwe dide, Erdogan ji heyetê ra dîsa qala ”pakêta” xwe dike û gelkî pêsnê wê dide. Li ser van pesnên Erdogan, Serokê Baroya Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu dibêje:

”Hûn tenê qala tedbîrên aborî dikin, lê mesele tenê ne aborî ye, sebebên gelşê yên siyasî û sosyolojîk jî hene.

Kêfa Erdogan ji vê îtîraza Tanrikûlû ra nayê û dibêje:

”Ez tenê bi çavên ekonomîk li meseleyê dinêrim, çi hebe bibêje.”

Tanrikulu jî dibêje:

”Ji aliyê siyasî mebesta min perwerdeya bi zimanê zikmakî û di dahîreyên dewletê da xizmetwergirtina bi zimanê kurdî ye. ”

Erdogan, ji vê bersîva Tanrikulu jî xwe aciz dike û dibêje.

”Li tu dera dinyayê perwerdeya bi zimanê zikmakî tuneye. Min li Almanya ev mesele tetkîk kir li wir tiştekî wiha tuneye. Li Swêd jî min lêkolîn kir, li wir jî tuneye.”

Helbet herdu nimûne jî derew in, lê cahil cesûr e, loma jî ji ezber dipeyive. Ji ber ku Sezgîn Tanrikûlû jî têra xwe dinya dîye û dizane ku tiştê ew dibêje ne rast in. Loma jî bi heq îtîrazî van gotinên Erdogan dike û dibêje:

”Ttirkên li Almanya û Kurdên Li Tirkiyê ne di eynî pozîsyonê da ne. Tirkên li Almanya li wir karkir in, , ji bo xebatê çûne wir. Li Almanyayê jî perwerdeya bi zimanê zikmankî heye, li Swêd jî heye. Li mektebên taybetî fêr dikin, ez jî li wan deran mame.”

Li ser vê bersîva Tanrikulu, Erdoganê gurcî û simîtfiroşê Kasimpaşayê bi uslûbeke çeqelên kuçeyan vê bersîva jêrîn dide Tanrikûlu:

”Te li Diyarbekrê jî te wiha kiribû. Tu derewan dikî, tu ne merivekî durust î."

Bêguman li hember van gotinên Erdogan yên bêedeb û sûtalwarî, Tanrikulu matmayî dimîne û reaksiyonek sert nîşan dide, dibêje.

Ez ne mecbûr im ku durustuya xwe bi hinekan bidim îspatkirin. Tu nikanî heqaretê li min bikî.” û dû ra jî civînê terk dike.

Bêguman bi bersîvdana Erdogan û derketina ji civînê Sezgîn yitekî rast kiriye. Lê hindik kiriye. Esas divê bigota, yê gav û seetê derewan dike tu yî.
Lê tiştê meriv zêde pê diêşe û wek kurd li ber dikeve, rebenî û teslîmiyeta hevalên Sezgîn e, hevalên wî bi wî ra civîn neterikandine. Ez vê şêla wan ya belengaz û tirsonek ji bo hemû endamên heyetê wek rûreşiyeke mezin dibînim.

Erdogan û Sezgîn Tanrikûlû li ser tiştekî şexsî bi hev neketine, tiştê bûye sebebê zirteboziya Erdogan, gotin û daxwazên Sezgîn yên derbarê mafê gelê kurd da ye.

Ji ber ku Sezgîn qala mafê gelê kurd yê perwerdeya bi zimanê kurdî kiriye, loma Erdoganê gurcî ji wîtêzê avêtiye û dest bi heqaretan kiriye.

Bêguman mêrik ew heqaret ne tenê li Sezgîn, li hemû heyetê kiriye. Lê ji ber bêxîretiya nûnerên heyetê, bêyî Sezgîn kesê din dengê xwe nekirye.

Û bêyî vê, ibreta herî mezintir jî şêla parlamenterê Diyarbekrê ye. Parlamenterê AKP-ê yê Diyarbekrê Abdurrahman Kurt, ji dêlî ku ew jî wek Sezgîn civînê terk bike û dû ra jî ji AKP-ê îstîfa bike, ji bo ku Sezgîn paş da bibe ber nigê Erdoganê sûtal, rabûye li ber Sezgîn geriyaye, xwestiye wî îqna bike.

Parlamenterên kurd yên di nava AKP-ê da hemû jî bêxîret in, li ber xwe nakevin, namûs bi filûsê dane, yan na divê îro hemûyan ji AKP-ê îstîfa bikirana.

Lê qantir jî bizê tiştekî wiha ne mimkûn e. Ji xwe heger mimkûn bûya ji bavê Erdogan zêde bû ku biwêribûya bêedebiyeke wiha bikira. Hemû mesele ev e.

Sezgîn, bi vê şêla xwe ya mêrane ewê tim serbilind be, lê kesên din, yên ku bi Sezgîn ra civîn terknekirin û bêfedî û bêheya li Erdogan guhdarî kirin ewê ji ber vê şêla xwe ya newêrek tim û tim fedîkar û şermezar bin.

07 april 2008

Kûçik bi qusandinê nabe tajî

Dema Îlhan Selçûkê kemalîst û darbecî hate girtin gelek kesî xwe aciz kir û gotin, meriv çawa dikane kalekî 81 salî bigre?

Û "ji bo demokrasiya Tirkiyê ev bûyer şermekek mezin e" û gelek tiştên din.

Dibe ku xortên nuhatî nizanibin lê hemû kesên navasala dizanin ku Îlhan Selçûk çi keftar e û cûntaciyekî kevn e.

Nazli Ilicakê, di quncikê xwe yê îro da(Sabah) axaftineke Îlhan Selçûk ya telefonê weşandiye. Di axaftinê da pir vekirî diyar dibe ku haya Selçûk ji bûyêrên ku ewê di rojên pêş da biqewimin heye. Bi gotineke din, haya wî ji doza Serdozger ya girtina AKP-ê heye.

Selçûk, di meha sibatê da (yanî berî vekirina doza girtina AKP-ê) bi Mudûrê Giştî yê rojnameya Cûmhûriyetê Îbrahîm Yildiz ra peyivîye.

-”Dema doza girtinê vebe, di ser da buhrana aborî jî were, Tirkiye tevlihev bibe belkî hêviyek çêbibe. Ji ber ku bi riyên normal ev yek ne mimkûn e yanî.

-”Wer xuyaya ku li derekê ewê hesab werin dîtin. Dadgeh berbî birayara girtinê ve diçe. Xebera wê jî dan…Dadgeha Bilind, herî dawî, berî ku ew were tasfiyekirin heger biryara girtina partiyê bide, wê demê derûdor ewê baş telihev bibe.”

Li hember pirsa ”gelo leşker ewê werin?”, Selçûk dibêje:

”Eee ewê mecbûr bibin. Dema derûdor tevhev bibe gelek merivên ku pir mezin tên dîtin ewê xwe bimelisînin.”

Wek Ilicakê jî gotiye, bi rastî jî kurmê şîrî heta pîrî, merivê cûntacî, nîjadperest meriv bi heft qalib sabûn bişo jî nabe demokrat.

Yanî kûçik bi qusandinê nabe tajî û weselam !

Heger "AKP were girtin ewê Kurdistan ava bibe !"

AKP û nîjadperstên îslamî ji dêlî ku bi mêranî û bi cesareteke medenî li dijî midaxeleyên artêşê û kemalîstan derkevin, demokrasiyê û îradeya milet biparêzin, radibin bi ”avabûna Kurdistaneke serbixwe” van hêzan ditirsînin.

Dibêjin heger hûn me bigrin, kurdên Kurdistanê ava bikin.

Ev ne cara pêşîye ku siyasetmedarên tirk bi vê siyaseta oportunîst dixwazin kursî û ruhê xwe xelas bikin.

AKP jî nuha li hember artêş û kemalîstan eynî taktîkê dimeşîne. Ji Dadgehe Bilind ra dibêjin heger hûn AKP-ê bigrin, li Kurdistanê tu hêzeke tirk ya din namîne, meydan ewê ji DTP-ê ji kurdan ra dimîne. Û ev yek jî dikane rê li ber avabûna Kurdistanê veke.

Mustafa Aksoy, di quncikê xwe yê rojnameya Starê da vê yekê pir vekirî leşker û Dadgeha Bilind ra dibêje.

Esas di normalê da tirk zû bi zû navê ”Kurdistanê û vabûna Kurdistaneke serbixwe” bikar naynin, ji dêlî wê va dibêjin, ”ewê Tirkiye perçe bibe” û wesaîre…

Lê ji bo ku her kes ji tirsan biqutufe û tehdît bêtir bi xof be Musafa Aksoy bi zanetî navê Kurdistanê bikar tîne, dibêje ”heger hûn AKP-ê bigrin kurdê jî bibêjin "ancax Kurdistan me xelas bike.”

Aksoy jî wek gelek aqilmend û nîjadperstên din dibêje, meriv nikane tenê bi sîlehan rê li ber PKk-ê bigre, bi qasî sîlehan ”divê meriv bi hurmet û xizmetê” jî here herêmê. Yanî "hurmet û xizmeta" xapandinê, ji bo helandin û bindesthîstinê.

Û ne ev tenê, li gor Aksoy, divê meriv urf û adetên xelkê herêmê jî bizanibe, divê meriv nasnameya wan nas bike û bi uslûbeke nerm nêzî wan wan bibe. Bi gotineke din, ”divê meriv dil û zihnê xelkê qezenc bike.”

Yanî bi kurt û kurmancî mêrik dibêje, dibê meriv qerekter û xesiyetên mirovê kurd bizanibe ji bo ku kanibe bixapîne. Û di nava AKP-ê da jî 75 parlamenter û bi hezaran kurdên ji tirkan ra vê xizmetê dikin hene. Loma jî divê AKP neyê girtin.

Bi rastî jî mêrik rast dibêje, tistê AKP dike zilm û sîlehên wan nikane bike. Di vir da meriv dibîne ku AKP partî û hêzeke çiqasî tahlûkeye û bi kîjan wezîfeyê di nava kurdan da dixebite.

Aksoy eşkere dibêje, li Kurdistanê tenê AKP dikane bi vî karî rabe, ji ber ku AKP-ê li Kurdistanê ji sedî 55-ê rayan girtiye. Ev yek jî îmkaneke baş e, dibê meriv vê îmkanê heder neke.

Aksoy, di dawiya nivîsa xwe da bi van gotinên jêrîn bala artêşê, kemalîstan û Dadgeha Bilind dikşîne:

”Efendîno, hûn bawer in ku hişê we li serê we ye? Ev 80 sal in ku hûn milet bi ”ya em rojekê perçe bibin” ditirsînin. Baş e, çima hûn dixwazin wê hêza siyasî ku tenê ew dikane welêt ji perçebûnê dûr bixe, kurdperweriyê zeîf bike bigrin?

”Hûn dixwazin AKP-ê bigrin. Girtina DTP- jixwe di rê da ye. Yanî hûnê hemû partiyên ku hemwelatiyên kurd rayên xwe danê bigrin. Baş e, ku van însanan rabin bibêjin ku ev mesele êdî ji tamê derket, bira Komara we ji we ra be, ancax Kurdistan me xelas bike, wê demê hûnê çi bikin?”

Wek min di serê da jî got, AKP jî wek hemû partiyên din newêre li hember leşkeran şêleke demokrat û medenî bigre. Ji dêlî şêleke wiha ve, dixwaze bi fisgenikî leşkeran bi avabaûna Kurdistaneke serbixwe bitirsîne.

Lê heger leşkeran bi rastî jî emrê girtinê dabin û heger şer ne li ser "girtina hin tawîzan" be, AKP bi ”avabûna Kurdistanê” nikane kesî bitirsîne, ew çi bikin jî ewê îşê Erdogan û partiya wî biqedînin.

06 april 2008

Ka îslamparêzên kurd li ku ne?

Ev demeke ez dixwazim li ser şexs, komik û hêzên kurd yên dîndar û îslamperwer tiştekî binivîsim.

Ji zûda ye ku li Kurdistana bakur tiştek gelkî bala min dikşîne û min dide fikirandin.

Gelo ji bo çi kesên dîndar û îslamî li Kurdistanê di warê ligel da xwe nadin ser hev û li hemberî AKP-ê û partiya Fazîletê nabin nûnerên miletê xwe?

Wek hersê perçeyên Kurdistanê yên din, li Kurdistana bakur jî piraniya kurdan musilman in, lê di qada siyaseta legal da partiyeke wan ya siyasî û kurdperwer tuneye.

Dema meriv bala xwe didê, kesên li Kurdistana bakur di qada legal da siyasetê dikin, partiyan ava dikin, dikevin hilbijartinan, dibin serokên belediyan û dikevin parlamentoyê berê jî û nuha jî tim kes û hêzên çep û demokrat in. Yanî di warê siyaset û îdeolojiyê da ne kesên oldar û îslamî ne.

Di vê têkoşîn û xebata li dijî dewleta tirk ya nîjadperest da kes û hêzên dîndar û îslamî nayên dîtin. Kesên hene tim bi partiyên tirkan ra hereket kirine. Wek îslamiyên tirk, ereb û farisan tu carî partiyên xwe ava nekirine û li dijî vê dewleta tirk ya kemalîst û nîjadperest daneketina qada têkoşîn û xebatê.

Heta salên 1980-î meriv dikane bibêje ku di nava kurdan da tardisyona avakirina partiyên îslamî tunebû, kadirên ku kanîbûna rêbertiya partiyeke legal bikirana tunebûn ya jî pir hindik bûn. Loma jî oldar û bawermendên welatperwer di nava refên partiyên çep ya jî ne îslamî da ciyê xwe digirtin.

Lê îro ne wiha ye. Li kurdistana bakur jî kesên bawermend û dîndarên ku kanibin pêşengiya rêxistineke wiha bikin têra xwe hene.

Lê nakin, meydanê ji panturkîst û nîjadperestên tirkan ra dihêlin.

Ji dêlî wê va, ya di nava AKP-ê û partiyên wek wê da cî digrin ya jî li derî rêxistinan tenê aqil didin tirkan û der û dora xwe. Lê ew bi xwe di nava civata xwe da alternatîva AKP-ê çênakin.

Milet heye, kadir hene, şert misaîd e lê dîsa jî gaveke wiha navêjin. Bi gotineke din, ard heye, rûn heye, şekir heye lê kesê ku helawê çêke tuneye.

Em kesên wek Mehmet Metînerê ku lîstika di taximê tirkan da hertim ji lîstika di taximê kurdan da çêtir dibîne bidin aliyekî, bêyî wî gelek welatperwerên hêja yên wek Sidkî Zîlan, Altan Tan û gelek kesên der û dora Nûbiharê hene ku bi zanîn û kapasîteya xwe ya siyasî dikanin pêşengiya xebateke wiha bikin.

Lê nakin.

Ez dizanim Metîner, û kesên weke wî muxtariya gundekî tirkan jî bi walîtiya bajarekî Kurdistanê naguherin. Lê îslamiyên kurd hemû ne wek Metîner in. Bi sedan kesên welatperwer hene. Gotin û gaziya min ji wan ra ye. Dibê ew Kurdistanê ji tirkan ra nehêlin.

Erê partiyeke nêzî PKK-ê heye, lê ew jî li dervayî welêt e û îllegal e. Tiştê ez dibêjim, li Tirkiyê û li Kurdistanê partiyeke wek DTP-ê û AKP-ê ye, partiyeke legal e.

Heger bi rastî jî îslamperwerên kurdperwer jî hene, dibê ew jî wek çep û sosyalîstan dakevin qada xebata netewî û li dijî zilm û zora dewleta tirk bi rêxistinî xebatê bikin. Ne ku tgenê bipeyivin û waizan bidin.

Ma ne şerm e ku kurd hîn jî herin bibin heval û endamên partiyên nîjadperset yên wek AKP û Fazîletê?

Mesela li Kurdistana başûr kesên îslamî wek hêzên din, rêxistinên xwe avakirine û li gor bawerî û îdeolojiya xwe xebatên xwe dikin. Yanî êdî di taximên ereban da nalîzin, baş xerab êdî di taximên xwe da û lîstikvanên gelê xwe ne.

Li Tirkiyê, AKP û Fazîlet ne tenê di nva tirkan da, li welatê me jî dîn û îslamiyetê ji bo armancên xwe yên siyasî bikar tînin û îstîsmar dikin, bi navê îslamê gelê me dixapînin û bi vê riyê bidest dihîlin.

Gelek kes û der û dor hene ku hêzên kurd yên çep û ne îslamî nikanin xwe bigihînin wan û wan jî bikşînin nava qada xebta netewî û kurdayetiyê. Lê partiyeke kurd ya îslamî dikane van kesan ji bin tesîra dijmin xelas bike, zanîn û hestên wan yên netewî xurt bike.

Baweriya me çi dibe bira bibe, em çi îdeolojiyê diparêzin biparêzin, dixwazin dîndar, lîberal ya jî ataîst bin ev normal e û wek ferdên her miletî mafê me ye jî. Ya girîng ew e ku dibê em îslamî, lîberal, sosyal demokrat ya jî komîstên miletê xwe bin, ji bo û li ser navê miletê xwe xebatê bikin.


Dema meriv nivîsên Sidkî Zîlan dixwîne û li Altan Tan û hin kesên wek wî guhdarî dike, li hember zanîna wan devê meriv ji hev dihere, meriv dibîne ku her yek bergendî deh kesên wek Erdogan, Çîçek û Şahîn in. Lê emel tuneye.

Kesên wek Altan Tan, Sidkî Zîlan

Divê êdî kurd hew bibin suyarên hespê xelkê, heger em miqlacî ne divê em bi hespê xwe dakevin qada bezê, ne ku miqlacîtiyê(jokêriyê)ji xelkê ra bikin.
Îslamiyên kurd jî dibê bi qasî hêzên din bi wacibên xwe yên netewî rabin û li hember vê deleta zalim di warê legal da herin gazî û hawara gelê xwe.

05 april 2008

Tenêtî

Însan mexlûqekî pir ecêb e. Feqîr dibe derdek e, dewlemend dibe derdekî din e.

Diyar e dewlemendî, mal û milkê zêde jî pir ne baş e, ew jî însanan mahkûmî tenêtiyê dike.

Li ciyê kar ez ji kê dipirsim, dibêje ez bi tenê dijîm. Û her ku diçe ev hejmar zêdetir dibe.

Dewlemendî, azadî, serbestî û serxwebûna bêsînor însanên swêdî aşûnî û heta tu bixwazî egoîst kiriye. Tehamulî tiştekî û kesekî nakin.

Jin, mêr û zewacê ji xwe ra wek qeyd û merbendê û zarokan jî wek barekî giran dibîne.

Heger tu ji jineke swêdî ra bibêjî, ma te ji bo çi çentê mêrê xwe da destan û ji mal qewitand?

Dikane bibêje:

“Pir dikir xirexir.”

“Bi şev radibû du caran diçû avdestxaneyê.”

Yanî kêla maneyan tu carî tije nabe, ji bo ku mêrikê feqîr ji mal biqewitîne miheqeq maneyekê dibîne.

Û loma jî li Swêd îro bi kêmanî 2, 3 milyon însan tenê dijîn. Bi hesabê ji sedî(prosentuel)li cîhanê ev hejmar, hejmara herî zêde ye.

Yanî li cîhanê li tu welatekî din însan bi qasî swêdiyan raxbetî jiyana tenêtiyê nakin û bi tena serê xwe najîn. Di vî warî da swêdî li cîhanê yekem in.

Kurd dibêjin “destê bi tenê deng jê nayê”, swêdî dibêjin “meriv bi tenê xurt e.”

Kurdan dibêjin, “heta mirinê çav li kirinê.”

Swêdiyan ev felsefe hinekî din jî fireh kirine û pêş da birine, xwarin û vexwarin jî lê zêde kirine.

Yanî ji bo ku têra dilê xwe bikin, bixwin û vexwin dibê bi tena serê xwe bijîn.

Çi mêr û çi jî jin, bi yekî û duduyan nayên serî, tim çavê wan li “der” yanî li kirinê ye.

Wey mala we nekeve!

Ma hûn nawestin, ma hûn jê aciz nabin?

Û helbet xwarin û vexwarin. Lê vexwarin jî heye, vexwarin jî heye, malneketan tu carî çavên wan bar nebe.

Li swêd ji her sê kesên salmezin yek bi tena serê xwe dijî.

Di sala 1945-an da ji sedî şeşê kesên salmezin tenê dijiyan, lê îro ev hejmar ji her sê kesî yek e, yanî ji sedî 30 ye.

Swêdî ji serbixweyiyê gelkî hez dikin, divê tu kes têkilî jiyana wan nebe. Û ji bo ku kes nikanibe bi qasî serê derziyê jî midaxeleyî jiyana wî/wê bike amadeye ku tenê bijî.

Mêrê swêdî bihevrejiyanê wek bindestî û koletiyê dibîne. Loma jî amadeye ku her roj wek kundan di hundur da rûne.

Li gor lêkolînên dawî li Swêd ji her du malan yek, 46 procent, malên kesên bi tenê ne.

Malên ku zarokên wan bi dê ya jî bi bavê xwe ra dijîn jî ne di nava vî hesabî da ye. Çimkî li Swêd gelek dê û bav bi tena serê xwe dijîn, lê zarokên wan li ba wan dimînin. Di îstatîstîkan da malbatên wiha wek malbatên bi tenê nehesibandine. Hegr ew jî têkeve ser, wê demê hejmar ji 46 procentî gelkî dibuhure.

Li gor reqemên sala 2006-an li Swêd li ser hev/bi tevayî 4, 4 milon malbat hene.
Dema meriv bi cîhanê ra miqayese dike ev hejimar li gor nufûsê Swêd gelkî zêde ye. Nufûsa Swêd 10. milyon e.
Yanî ji nufûseke bi 10. milyonî ra 4, 4 mal û malbat pir e. Îcar ji ber ku malbat 2-3 kes in, loma jî ev hejmar hewqaî zêde ye.

Gelo li Kurdistana Bakur wesetiya/ortalama malbatê çend nufûs e û çiqas malbat hene?

Di nabêna hemû welatên cîhanê da miqayeseyeke sedîsed tuneye, lê li gor îstatistikên heyî diyar dibe ku Swêd û dû ra jî Danîmarka li Ewrûpa û li cîhanê herî zêde xwedî malbatên bi tenê ne. Piştî Swêd û Danîmarkayê, Norweç, Almanya û dû ra jî Fînlandiya tê.

Tê gotin ku têkiliya di nabêna standardek bilind ya jiyanê û zêdebûna malbatên bi tenê gelkî xurt e. Li Ewrûpayê hejmara malbatên bi tenê herî kêm li Qibrisê, dû ra li Îspanyayê û dû ra jî Portekîzê ye.

Qita/kontînenta ku malên yekkes, teqrîben sê prosent, herî kêm li Afrîkayê û li welatên Rojhilata Navîn e. Li Afrîka û li Rijhilata Navîn, tenê ji sedî sisiyê nufûsê tenê dijî.

Li Asyayayê ev hejmar teqrîben heft prosent e. Û li Emerîka Bakur jî 26 prosent e.
Yanî her ku halê însan xweş dibe dev ji jiyana bi hev ra ber dide û bi tena serê xwe dijî.

Li Swêd malbatên yekksî herî zêde li bajarên mezin in. Li Stockholmê di sala 2006-an da ji sedî 58 prosentê malbatan, malbatên bi tenê yanî yên yekkesî bûne. Helbet ev hejmar nuha gelkî zêdetir bûye.

Yanî li Stockholmê bi kêmasî ji sedî 60-ê însanan tenê dijîn.

Rojnamevan ji jineke swêdî pirsiye, gotiye çima hûn jiyana tenêtiyê tercîh dikin?

Bersîva wê pir balkêş e, gotiye:

-Tenêjiyîn(sîngel) nuha hinekî jî modeye. Nîşana azadî, serbestî û serxwebûnê ew e ku meriv bikanibe her tiştî bike û bi gelek şexsan ra bide û bistîne. Li gor baweriya min ji bo me jinan gelkî girîng e, divê em his bikin ku em çi bixwazin em dikanin wiya bikin.

Dema ez vê tenêtiya însanan û gelşên ku bi xwe ra anîye dibînim dilê min ji dewlemendiya zêde digere.

Esas di vir da "sûcê" demokrasiyê jî hinekî heye, lê ez vê meseleyê tevnadim. Bira ew jî bimîne careke din.

03 april 2008

Devê hînî derewan bû ray lê nabe

Ev serê du rojan e ku serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li Swêd e û bi berpirsiyarên hukûmetê ra hevdîtinan dike.

Erdogan do li Enstîtuya Siyaseta Derve ya Swêdê beşdarî civîneke bi navê "Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyê” bû. Piştî axaftina xwe ya bêmustewa û lûnpenwarî, rojnamevanan bi taybetî di mesela kurd da çend pirs jê kirin.

Rojnamevanekî axaftina wî ya li Almanayayê, ”asîmîlasyon sûcekî mirovatiyê ye” û gotnên wî yên ”yek welat, yek milet, yek al, û yek dewletê” bi bîra wî xist û got ev herdu tişt çawa li hev dikin?

Rojnamevanekî din jî got, ”gelo di destûra nuh da nasnameya kurd jî ewê were naskirin ay na?”

Erdogan bersîvên xwe yên nîjadperest û ezberkirî li vir jî dubare kir û wiha got:

”Bîstek berê jî di civînekê da bûm. Li wir jî tiştekî wiha hat rojevê. Ewrûpî hemwelatiyên me yên kurd eynî wek hindikayiyê(mînorîtet, eqeliyetê) dibînin. Na, ew ew ne hindikayî ne. Dema hûn ji hemwelatiyên me yên kurd ra bibêjin ”hûn hindikayî neewê bi sîle û piînan we bavîjin der. Çimkî ew unsûrî me yên eslî ne.”

Xwedêgiravî Erdogan serokwezîrê welatekî ye, lê wek sûtalekî kuçan rehet derawan dike. Û ya xerab camêr qet fedî jî nake. Heger fedî bikara ewê çawa biwêrîbûya bigota, ”Dema hûn ji kurd ra bibêjin hûn hindikayî ne ewê bi sîle û piînan we bavîjin der.”

Helbet ev dereweke ji serê Erdogan mezintir e, çimkî ev serê salan e ku kurd têkoşîna vê yekê didin, kurd dixwazin wek hindikayî werin qebûlkirin û mafên hindikayiyê bigrin. Û jixwe kurd di rastiyê da jî hindikayî ne, bi kêmnifûsiya nifûs xwe û bi cihîtiyên xwe ji tirkan mînorîtet in yanî hindikayî ne.

Mêrikan hindikayiyê qebûl nakin û mafê piraniyê jî nadin me.

De were vî kerî di vî buhurî ra derbas ke!

Ê heger em piranî ne, wê gavê dibê mafê me jî bi qsî yê tirkan hebe. Yanî dibê ala me jî hebe, dibê zimanê me jî wek yê wan resmî be, dibê unîversîteyên bi zimanê kurdî jî hebe.

Axir dibê hebe û hebe…

Erdogan, di bersîva xwe ya ya ser ”yek milet” da jî van aforîzmayên jêrîn kerim kir:

”Nuxteya din jî, yek welat, yek milet, yek al, yek dewlet….Ma ji viya normaltir çi dikane bibe? Kîjan welatî dikane belovaciyê/eksê vê îdîa bike? Kîjan welat di nava welatê xwe da, ez ji we dipirsim, dikane bibêje ev ne yek welat e, ev du welat e? Ma dikane bibêje du alên vî welatî hene? Ya jî dikane bibêje li vir du dewlet heye? Ya jî dikane bibêje li Swêd du welat hene? Swêd yek welat e, yek ala wê heye, li Swêd yek milet heye. Hger miletekî din hebe, ez nizanim, dibe ku di şaş bim.”

Ji deve ra gotine deve çima hustuyê te wiha xwar e? Deve, keniyaye, gotiye heyran, ma ku dera min rast e ku hustuyê min rast be?

Ya Erdogan jî bû ev mesele. Bûguman tiştên ku xwedê giravî wek nimûne daye bêyî ”yek dewletê” hemû jî çewt in. Swêd ne yek milet e, bêyî swêdiyan miletekî bi navê ”samer” jî heye. Zimanê wan samî, fînî û romenî jî li Swêd zimanên resmî ne.

Ev yek li Fînlandiyayê jî wiha ye. Li wir jî îcar li gel fînî, swêdî zimanê resmî ye û statuya wan jî wek hindikayî/mînorîtet in.

Li Fînlandiyayê ne tenê swêdî, hemû fînî jî bi swêdî dixwînin. Li Fînlandiyayê partiya swêdiyan heye.

Û ne li Swêd tenê, li Îtalyayê, Îspanyayê, Belçîkayê û gelek welatên din, bêyî ”yek dewletiyê”, ziman jî ne yek e, al jî ne yek e û milet jî ne yek e.

Em bibêjin Erdogan merivekî cahil e, haya wî ji dinyayê tuneye, baş e, ma nizane ku li Qibrisê du milet, du al û du ziman hene? Helbet dizane, lê ji bêbaviya xwe rastiyê nabê, xwe li xamiyê datîne.

Yek "milet û yek ziman" tenê li Tirkiyê heye, çimkî tirkiye dewleteke rassît e. Îcar ji ber ku ew wiha ne, sîstema wan rasîst û derî dinyayê ye, loma jî dixwazin her kes jî wek wan be.

Lê berpirsiyarên tirk çaxa li Ewrûpa di vî warî da devê xwe vedikin û dibêjin her kes wek me ye, xelk bi wan dikene. Erdogan jî li hember çapemeniya swêd xwe kir pê kenîn.

Ji ber ku hemû kesên di civînê da dizanîbûn ku daxwaza ”yek milet” î daxwazke nîjadperestiye û li Ewrûpayê yek siyasetmedar jî tiştekî wiha nayne bîra xwe.

Ev gotinên ”yek milet” û nizanim yek çi, bûye benîştê devê lûmpenê Kasimpaşayê, gav û seetê viya dubare dike.

Li Swêregê, di xutba roja îniyê da mele qala Cinnetê dikir. Digot, Cinnet dereke hewqas xweş e ku ji xweşikiya wê qet nayê gotin. Ji bax û bexçan, ji gul û kulîlkan, ji darên her babet fêkî tîrêjên rojê jî bi serê meriv nakeve. Hejîr tu dibê lep in. Hebên tirî wek bêçiyan dirêj in. Her sêv tu dibê cimcime ne. Hinar wer mezinin ku her yek bi qasî seriyakî ne, qeysî ji hingiv jî şîrîntir in...

Li hember vê tarîfa mele ya Cinnetê, ji nava cimatê gundiyekî ji Qetinê xwe ranegirt, got:

"Mele mele! ma tu çima hewqasî dirêj dikî, hema bêje Qetîn e û xelas... "

Ya Erdoganê gurcî jî bû ev mesele, serê carê ewê tim bibêje ”yek milet” û nizanim yek çi…

Kuro hema bibêje, divê kurd bibin tirk û xelas, tu çima hewqasî dirêj dikî?