01 mars 2008

Serketin li hemû kurdan pîroz be !

Serketina li hember artêşa tirk ya hov û zalim li hemû gelê kurd pîroz û bimbarek be!
Ez naxwazim gav û seetê qala nexweşiya xwe bikim. Lê bi rastî jî min bi zor xwe kişkişandiye ber kompîtorê ji bo ku hema bi çend gotinan be jî vê roja bimbarek, vê serketina mezin û dîrokî bi hemû kurdan ra pîroz bikim.
Ez bawer dikim ku roja 29-ê sibata 2008-an di dîroka kurdan dan ewê wek rojeke pir girîng û pir watedar ciyê xwe bigre.
Kurdan di vê rojê da artêşa tirk ya zebeleh û zalim şikand û ew por û paşman paş da şandin wargehên wan.
Kurdan nîşan da ku "destê wan çiqasî giran e", sîleyekê li kê xin, wan di cî da kerr û gêj dikin. Çimkî kurd neviyên Rustemê Zal in û destê wan jî wek gurzê kalikê wan Rustemê Zal giran e, li ku derê xin heft tebaqan dibin binê erdê.
Tirko vê sîleya kurdan zû bi zû ji bîr nake.
Erê min dizanîbû artêşa tirk ne ew hêz e ku li hember gerîllayên kurd li serê wan çiyayên Kurdistanê demeke dirêj li ber xwe bide.
Lê min qet texmîn nedikir ku gerîlla ewê di demeke hewqas kin da qûşê li wan biqetîne.
Lê helbet di vê reva tirkan da rola Emerîka ya esasî ye. Dibê meriv viya înkar neke. Ez bawer dikim heger kurdên başûr mesele hinekî din jî sist bigirtana û gotina xwe ya dawî ji Emerîka ra negotata tirkê wiha zû venekşiyana. Yanî şêla Emerîka tesîreke pir mezin kir.
Piştî ku Bush jî pir zelal ji tirkan ra got, em ne ew hêza xapandinê ne ku hûn me bixapînin, divê di zûtirîn wext da hûn axa Kurdistanê terk bikin, êdî ji bo tirkan tenê rev mabû. Mayina zêde tu feyde nedida wan.
Û wan jî biryara herî rast girt û ji ber gerîlla zû reviyan.
Lê nuha jî bi vê reva xwe pesnê xwe didin, dibêjin di dema revê da me tu zayiat nedaye, em bi silametî gihîştine ciyên xwe.
Emerîka dît ku mesele ciddî ye, bi vê siyasetê dikane kurdan wenda bike û li Kurdistanê jî bibe sebebê kaosê.
Loma jî Emerîka şaşiya xwe zû dît û ji tirkan ra got”STOP”!, zû vegerin mala xwe.
Di nivîsa xwe ya roja şer da min gotibû, çawa ku çare li mirinê nabe, bi libergerê jî tirk dev ji kurdan bernadin, dibê ”carê deqên xwe li hev xin”, bira dinya bibîne hela ka kî boxe ye û kî beran e!
Min gotibû tirk li belaya xwe digerin û zû derng ewê bela xwe bibînin.
Nîhayet wa ye dîtin. Kurdan û Bush dersek baş da wan.
Bi baweriya min ev netîce bi her awayî ji bo kurdan baş bûye.
Berî her tiştî bi vê şikestinê pozê tirkan hate firikandin û qurretiya wan ji wan ra nema. Ev têkçûn ji wan ra bû derseke mezin û ewê careke din jînewêribin zû bi zû xwe li gerîlla rakişînin.
Dudu, kurdên başûr jî bi zirar û ziyaneke pir hindik ji vê belaya tirkan xelas bû. Vê têkçûnê nîşanî wan da ku bicîbûna li başûrê Kurdistanê hewqasî ne hêsan e.
Sisê, dîsa bi vê bûyerê kurd û emerîkiyan jî sînorên hevalbendiya hevûdu hîn baştir nas kirin, nuha kurd baştir dizanin ku Edmerîka heta ku derê dostê wan e.
Ya çarem jî, tirkan fêmkirin ku ne Kurdistan Qibris e û ne jî kurd rûm in.
Wek seydayê Cegerxwîn gotiye:

Kî me ez ?
Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêt im
Agir û pêt im
Sor im wek êtûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir Dijmin dikujî
Ez im ew kurdê serhişk û hesin
Kî me ez?

Gelek dost û hevalan bi telefon û mesajan li halê min pirsîn û ji min ra şîfa xwestin. Ez li vir sipasiya hemûyan dikim.
Ez dermên li ser dermên dixum ji bo ku zû werim serê hêza xwe.

1 kommentar:

  1. Zinar
    hefta çuyi ez lı Stenbolê bum, mın û Fuadê bırê te hev dit. Êvarek me bıhev re xwarınek xwar û sohbetek kır. Sılavê wi jı we re hebû.
    Şev û dema te xweş be, heger mın xelet xwend tû pıçek rıhetsızi, Xwedê jı te re şifayê r3ebıke.
    Fexriyê farqini

    SvaraRadera

PARVE BIKE