03 mars 2008

Nuha dora siyaseteke baş e

Artêşa tirk fedî dike ku li hember gerîllayên kurd şikestina xwe qebûl bike. Ji bo ku vê rastiyê bincil bike, hezarûyek derewan li hev tîne, têkçûna xwe wek serketineke mezin bi gefan û bi darê zorê difroşe tirkan û çapemeniyê.

Serekerkan Buyukanit, îro wek gelek caran, dîsa li Anqerê brîfîngeke xapandinê li dar xist. Di vê brîfîngê da Buyukanit, bi fortên vala gelkî pesnê operasyonê da û wiha got:

-Hedefa me ne Qendîl bû. Hedefa me Zap bû. Me li Zapê 300 terorîst tespît kiribûn. Me beşekî mezin jê îmha kir. Û ji ber vê yekê jî operasyon temam bû. Em gihîştin hedefa xwe û paş da vegeriyan.

Leta nuha dera herî girîng Qendîl bû, her kesî digot heta Qendîl hebe tu tişt hel nabe. Lê îcar bû Zap. Ev jî tiştekî nuh e.
Xwedê bi xêrê bigerîne.

Û li hember îma û rexneyên şikestinê jî Buyukanit çapemenî û kesên rexnegir bi demagojiya ”gelê tirk” û ”xwîna şehîadan” tehdît kir û wiha got:

”Ev heqareta herî mezin ya li gelê tirk e, bêhurmetiyeke li hember xwîna hatiye rijandin.”

Bi kurtî li gor îdîaya Buyukanit, paş da vekişîna wan, ne li ser daxwaza Emerîka bûye û ne jî ji ber sebebê berxwedana kurdan bûye, ew di demeke kin da gihîştine hedefa xwe û loma jî paş da vegeriyana wargehên xwe yên lêşkerî.

Bêguman mecbûr in derewan bikin, dema rastiyê bibêjin divê Buyukanit wek serekerkan li ciyê xwe nemîne.

Dibê Ardo(Erdogan) îstîfa bike. Çimkî haya wî ji vekişînê tunebe, wî jî wek me ji wezîrê derva yê Îraqê Hoşyar Zêbarî bihîst.

Artêş û hukûmet vê têkçûna leşkerî înkar bikin jî netîceyê naguhere, gerîlla û gelê kurd zora hêzên şerxwaz birin. Ev rastiyeke.

Ew qebûl nekin jî em kurd zanin çi der bli wan ketiye.

Nuha dema dema xurtkirina siyasetê û daxwazên siyasî ye.

Dibê DTP, Hak-Par û hêzên din zûtirîn wext daxwazên xwe yên siyasî konkret bikin û li der û li hundur van daxwazan bidin pêş.

Dibê tirk jî û cîhan jî bizanibe ku em kurd ji dewleta tirk çi dixwazin?

Rojnameya Vatanê li ser operasyonê bi serokê grûba DTP-ê Ahmet Turk ra hevpeyivînek kiriye. Ahmet Turk, di hevpeyvînê da li ser bûyerên rojane û operasyonê dîtinên xwe tîne zimên û di beşeke hevpeyvînê da qala modela dewleta Îtalyayê jî dike. Ahmet Turk, vê modela Îtalyayê ji bo çereserkirina pirsa kurd wek nimûne pêşniyar dike û dibêje:

" Gava Cumhuriyet hat damezirandin me çûye qanûnên xwe ji Îtalyayê anîne. Lê di sala 1947-an da Îtalya bû 20 herêmên cuda û 5 ji wan jî ji ber cudabûna kulturî bûne otonom. Projeya me ya otonomiya demokratîk ev e. Ne girêdayî etnîsîteyê ye.”

Divê kurd êdî van daxwazên xwe bidin pêş. Û dibê em van daxwazan fêrî gel û kîtleyê jî bikin.

Divê di her meş û protestoyê da bi hezaran însan daxwazên kurdan yên netewî biqîrin, divê dewleta tirk van daxwazan bibihîze.

Ev serê du hefatan e ku li gelek bajrên Kurdistanê gel li dijî dagirkirina artêşa tirk ya başûrê Kurdistanê meş û protestoyan li dar dixe. Min bala xwe dayê di hemû meşan da şîarên gel dida pêş û diqîriya ev bûn:

”Edî bes e”!
”Serok Apo”!
”Em barişê dixwazin”
”Em şer naxwazin”!
”Jiyan bê serok nabe”!
”Bijî Serok Apo”!
“Em serokê xwwe dixwazin”!
Û gelek şîarên bi vî rengî bûn.

Tenê di meşekê da jineke navsale piştî “Bijî Serok Apo” û çend tiştên din, qey dilê wê rehet nebû, dawiya dawî bi hêrs gotina xwe ya dawî, got:
-Bijî Kuridistan!

Bêguman ez ne li dij im ku gel û hevalên PKK-ê li Ocalan xwedî derdikevin û azadiya wî dixwazin, dibê bikin.

Lê divê daxwazên netewî esasî bin. Li gel daxwaza azadbûna Ocalan, dibê kurd bibêjin:
-Azadî ji bo kurdan !
-Bijî kurdisatn
-Bijî kurd !
-Jiyan bê welat nabe “
-Jiyan bê ziman nabe !
-Jiyan bê nasname nabe!
Û gelek daxwazên bi vî rengî.

Yanî divê em daxwazên xwe yên netewî û siyasî fêrî milet bikin û van daxwazan têxin devên gel.
Dewlet sibe dikane Ocalan berde jî.

Ma qey kurd bi vê yekê digihîjin armanca xwe?

Azadbûna Ocalan tiştekî bi dewleta tirk nade wendakirin. Nîhayet ewê şexsekî berdin.

Divê em ji dewleta tirk tiştê ji vê mezintir bixwazin, divê em van daxwazên xwe yên netewî baş formule bikin.

Divê her DTP-î bizanibe ku partiya wan ji dewleta tirk çi dixwaze?

Tiştê Ahmet Turk di hevpeyvîna xwe da qal kiriye, divê em bi gel bidin fêrkirin û kuçe û kolanên Kurdistanê bi wan daxwazan bihejînin.

Gava Ahmet Turk avêtiye gaveke xêrê ye û divê kurd ji vê xetê roj bi roj xurttir bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE