15 mars 2008

Navê "kurdistanê" dîsa bû bela serê kurdekî

Li balafirxaneya Stenbolê kurdekî ji Duhokê ji ber ku li ser pasaporta wî cihê jidayîkbûnêKurdistan hatibû nivîsîn marûzî gelek heqaretên giran û lêdanê bû.

Kurdekî Duhokî bi navê Tahar Abdulrahman, hemwelatiyê Îngilistanê ye, di ser Stenbolê ra diçe Duhokê. Li balafirxaneya Stenbolê ji yekî tirk riya balafira Diyarbekirê dipirse, yanî jê alîkariyê dixwaze.
Li ser vê daxwaza Tahar Abdulrehman, yê tirk dixwaze ku ew bilêt û pasaporta xwe nîşanî wî bide. Û Taharê Duhokî jî ji dilê xwe yê paqij pasaporta di destê xwe da nîşan wî dide.

Dema ku yê tirk navê Kurdistanê li ser pasportê dibîne, dîn dibe û dest pê dike li Tahar Abdulrahman dide. Abdulrahman şaş dimîne, dike hawar û gazî û ji der û dorê alîkariyê dixwaze.

Polîs tavilê tên. Dema pûlis fêm dikin ku ew kurd e û ev jî ne bes e, di pasaporta wî da ciyê jidayikbûnê jî ”Kurdistan” nivîsîye, ew jî li Abdulrahmanê kurd tên xezebê û bi yê tirk ra lê dixin. Wer lêdixin ku dilê xwe lê rehet dikin.

Lê bi vê jî nayên serî, pûlis wî dibin qereqolê û rojekê di bin çavan da dihêlin.

Li gor Tahar gotiye, li qereqolê jî gelek heqaret lê kirine û têr lê dane. Û berî berdanê jî pûlis bi hêrs jê ra gotiye:

”Li vê cîhanê cihekî bi navê Kurdistanê tune ye.”

Dema meriv xeberê dixwîne hişê meriv disekine, xwîna meriv dicemide.

Meriv naxwaze ji çavên xwe bawer bike.

Lê bûyer rast e û ev ne cara pêşî ye ku tirk nemirovî û heqaretên wiha li kurdan dikin.

Çima tirk li ciyê rehetiyê li balafirxaneya Stenbolê li Tahar Abulrahman hatin xezebê?

Ji ber ku ew wek kurd û li welatekî bi navê Kurdistanê hatiye dinyayê.

Ne li gor çend nîjadperest û faşîstên tirk tenê, li gor piraniyeke pir mezin ya miletê tirk jî ev sûcekî pir mezin e!

Meriv çawa dikane wek kurd were dinê û dema mezin bibe jî biwêribe ji xwe ra bibêje KURD ?

Û ev sûcê giran jî ne bes e(yanî wek kurd hatina dinê), di ser da rabe di pasaporta xwe da ciyê jidayikbûna xwe jî KURDISTAN binivîse !

Ma li cîhanê sûcekî ji viya girantir heye?

Dewleta Îranê û Îraqê qebûl dikin ku li welatê wan hin însan dikanin ji dê û bavekî kurd, wek kurd werin dinyayê. Û dera lê hatibin dinyayê jî dikane navê wê Kurdistan be.

Yanî Îran û Îraq navê kurd Kurdistanê sûc nabînin. Li gor wan, meriv dikane wek merivekî kurd û li dereke bi navê Kurdistan were dinê.

Lê tirk qebûl nakin ku yek însan jî li cîhanê wek kurd û li welatekî bi navê Kurdistanê werin dinyayê. Însan ne hemwelatiyê wan û der jî ne welatê wan, Îraq be, Îran be jî ferq nake.

Ew vê yekê wek sûcekî li dijî însaniyetê dibînin.


Ilim/zanistê heta nuha tenê ji bo ferdan qala nexweşiya “paranoya” kiriye. Lê divê ji nuha û pê va meriv qala miletê paranoyak jî bike. Meriv nikane navê nexweşiyeke din li van tevger û reaksiyonên miletê tirk bike.

Lê ya meriv matmayî dihêle gelek kurd hîn jî li ber xwe nakevin û ji tirkan ra dibêjin “bira” û bi wan ra dostî û hevaltiyê dikin.

Dewleta tirk: Me PKK pir tirsand
Heyeta dewleta tirk ya ji bo micadekeya bi terorê ra (Heyeta Bilind ya Micadela bi Terorê ra/TMY) di bin serokatiya Wezîrê Dewletê û Cîgirê Serokwezîr Cemîl Çîçek da civiya û li ser şerê li hemberî PKK-ê nirxandinên pir alî kir.

Di daxuyaniya piştî civînê da piştî gelek meth û sena û pesindanên mêranî û qehremaniyên artêşê, tê gotin ku ”operasyonên hêzên artêşa tirk yên li derî sînor PKK xistiye nava tirs û qutifîneke meizn.”

Li gor beyana Cemîl Çîçek, PKK hewqas tirsiyaye ku êdî ji tirsan newêrin li çiyan bigerin.

Xwedê aqilekî bide we! Lê wiya jî ez jê bawer nakim.

Bêyî Çîçek, wezîrê karê hundur Beşîr Atalay, wezîrê edaletê Mehmet Alî Şahîn, wezîrê aboriyê Kemal Ûnakitan, wezîrê bergiriyê Vejdî Gonul, serokê duyem yê serokerkaniyê Ergîn Saygun, serfermandarê cendirmeyan Orgeneral Işik Koşaner, sekreterê heyeta ewlekariyê Tahsîn Burcuoglu, misteşarê MÎT-ê Emre Taner, serokê giştî yê emnîyetê Oguz Kagan Koksal, nûnerê taybetî yê li dijî terorê Rafet Rafet Akgunay û gelek berpirsiyarên din.

Belê we çewt nexwend, ev giregirên dewletê hemû hatine ba hev û ji bo ku kanibin hîn bêtir zilmê li kurdan bikin, hîn bêtir wan bipelixînin û tevgera wan ya netewî ji ortê rakin plan û program çêkirine.

Û dû ra jî hemû bi hev ra gihîştine wê baweriyê ku artêşa wan ya bêhempa û pir jî qehreman PKK qutufandiye. Û ev yek jî ji bo tetmîn û qurretiyaa heta demekê ewê têra miletê tirk bike.

Ji bo gotina ”Bijî Newroz !” 1 sal 6 meh ceza
Kurdekî ji DTP-ê bi navê Dîlawer Yildiz, di Newroza 2006-an da li qeza Mûşê Melazgirtê bi kurdî gotiye "Bijî Newroz !" Li ser vê gotina "Bijî newroz" di heqê Dilawer Yaldiz da doz hatibû vekirin û doz nuha bi dawî hat. Mahkima Malazgirtê ya Asliye Cezayê bi sebebê ku Dîlawer li dijî Qanûna Partiyên Siyasê hereket kiriye 1 sal û 6 meh cezayê hefsê lê birîn.

Esas meriv dikane vê biryara mahkimeya Melazgirtê wek destpêka vekirina "pakêtê" qebûl bike.

Yanî meriv dikane bibêje ku "ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye", bi xêr di rojên pêş da emê wê jî bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE