11 mars 2008

Mazûbaniya tirkan

Serokkomarê Tirkiyê bi mazûbaniya xwe ya li hember serokkomarê Îraqê Talebanî nîşan da ku ew ne camêr e û ne layiqî wî meqamî ye.

Rojnamevanê tirk Cengîz Çandar, di nivîsa xwe ya îro da qala nemirovî, bêexlaqî û bêhurmetiya ku tirkan nîşanî serokkomarê Iraqê Celal Talebanî daye dike û dibêje ”xwarineke berbat” bû.

Çandar menuya Koşka Çankayayê bi kurtî wiha rêz dike:

”Di menuyê da pelê pêçayî, borega bi penêr, goştê biraştî yê tevlihev, seleta demsalê, şîranîya tevlihev û çay û qahwe hebû. Û yê bixwesta dikanîbû şeraba sipî û sor bigirta.”

”Pelê pêçayî, wek pîlên wek qeleman ziravik bûn. Çend heb bûn. Û hinek mast jî danîbûn ber. Lê wek bûzê bûn. Rûnê pelan cemidî bû. Herçî borek bû, di jiyana xwe da min tu carî borekê wiha vala nedîtibû. Ji bin da bêtam bû. Di teyfika goştê biraştî da çend çênî goşt hebû, eew jî sar bû.”

”Dema meriv ji ser xwarineke wiha nîvbirçî radibe, meriv dixwaze di wê seetê da here li nêzî Koşkê li aşxaneya Beykozê bi hûr û bûmbaran zikê xwe têr bike.”

”Xwarinên Celal Talabanî-li ku dibe bila bibe-, dewlemendiya sifra wî û bi taybetî jî bi kebabên enwayî şikil bi nav û deng e. Piraniya kesên wê şevê mîvanên Koşkê bûn sifra Talabanî baş nas dikin.”

Çandar dibêje ew bawer nake ku ev yek bi zanîn hatibû kirin, wek ku ew tu qedir û qîmetê nadin Talabanî û wî layiqî xwarineke xweş nabînin, lê netîce tê wê maneyê.

Dibe ku Çandar bawer neke, lê ez bawer dikim ku ev yek bi zanîn û wek beşek ji berdewamiya pêşwazîkirinê bû. Heger yê mîvan Bush bûya, ya jî serokkomarê Faransayê bûya bêguman ewê xwarineke wiha ”berbat” îkramî wî nekirana. Bi sivîl û leşkerên xwe va ewê xwe jê ra bikarana erd û hezar û yek tam danîna ser sifrê.

Lê ji ber ku Talabanî kurd e wiha dikin. Dixwazin bi tiştên wiha him dijminatiya xwe nîşanî kurdan bidin û him jî wek heyfekê ji kurdan hilînin.

Lê wan bi vê mazûbaniya xwe ya nemirovane nîşan dan ku ew miletekî bê kultur û bê edeb in. Erê bûne xwedî dewlet, lê nebûne xwedî kultur û edeb.

Heger ji xwe fedî bikarana, bi qasî misqalê zereq jî kultur û terbiye bi wan ra hebûya miameleyek wiha bi mîvanê xwe ra nedikirin.

Gul, bi vê mazûbantiya xwe nîşan da ku ew ne merivekî camêr e, ew berdevkên wî ne layiqî wî meqamî û wê koşkê ne. Ew bêhemdî, wek sûtalêku ji nişka ve dewlemend bibe, bûye serokkomar, lê nebûye însan.

Bê guman ne kurd û ne jî Talabanî bi vê bêhurmetî û bêqedriya tirkan biçûk nakevin, yên biçûk dikevin ew in.

Peymana 11-ê adarê
Sîh û heyşt(38)berî nuha, wek rojeke îro li Başûrê Kurdistanê di nabêna Mistefa Barzanî û Saddam Husên da Peymana 11-ê adarê hat îmzekirin. Piştî îlanbûna peymanê, li Kurdistana Başûr ”otonomî” hate îlankirin.

Di destpêka adara 1970-î da Sddam çû ba serok Barzanî û piştî çend roj guftûgo, herdu aliyan li ser otonomiyê li hev kirin û ”Peymana 11-ê adarê” ji alî serokê şoreşê Mistefa Barzanî û Saddam Husên ve hate îmzekirin.

Peyman roja 11-ê adara 1970-î di radyoya Bexdayê da hat îlankirin û li seranserê Kurdistanê bi dilşadiyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Bêguman ev peyman di dîroka gelê kurd da gaveke pir girîng bû. Bi vê peymanê kurdên başûr digihîştin azadiya xwe û li bakurê Iraqê Kurdistaneke otonom dihat damezrandin.

Li gor peymanê di nava salekê da ewê li Kurdistanê hilbijartinek çêbibûya û li gora wê serjimêrê Kurdistanê bi her hawî têketa bin destê kurdan û ji alî wan va bihata îdarekirin.

Lê piştî demek xapandin, Saddam şertên ”Peymana 11-ê adarê bi cîh neanî û li hember kurdan dest bi fêlbazî û şer kir. Û di sala 1975-an da jî li Cezaîrê bi Şahê Îranê ra ”Peymana Cezairê” îmze kir û şoreş şikest.

Ev 38 sal in ku kurd li başûr ji bo bicîanîna maddeyên ”Peymana 11-ê adara 197-î” têkoşînê didin û xwîna xwe diherikînin. Piştî hewqas şehîd û enfal, dijmin hîn jî naxwaze mafê kurdan yên rewa nas bikin.

3 kommentarer:

  1. Desti xweşbe birez Zinare Xemo!
    Ez edi rojname tirka nema dixwenim;jiber ku birez Zinare Xemo naveroka wan dinivisene.Her dem TI biji.Ti bimine di xer u xweşiyede.

    SvaraRadera
  2. Gelek sipas û mala te ava !
    Yekcarnan dema meriv halanên wiha dibihîze hinekî ruh bi meriv da tê, meriv fêm dike ku bi kêmanî çend kes tiştê meriv dinivîse dixwînin.

    SvaraRadera
  3. If you are going for finest contents like myself, simply
    visit this web site every day for the reason that it presents
    quality contents, thanks

    My web-site new cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE