30 mars 2008

Erdogan dîsa got "yek milet..."

Ev sê roj in ku ez medyaya tirkî taqîb nakim. Di nava van sê rojên borî da zêde nizanim AKP-ê û Ergenekonciyan çi anîn serê hev.

Îro gava min çavên xwe li hin malper û rojanameyan gerand, min dît ku ev bêbavê Perînçekê maoist û serokê Dev-Genc û tevgera xortan ya salên 1968-î di nava çeteyên Ergenekonê da him gelek wezîfeyên girîng girtiye ser milê xwe û him jî gelkî aktîv bûye.

Li gor rojname dinivîsin, îro dîsa di çarçeveya ”lêpirsîna Ergenekonê” da Sekreterê Partiya Karkiran(IP)Nusret Senem jî di nav da, 3 kesên din jî ji partiya Perînçek hatine girtin. Serokê çapemeniya partiyê Hîkmet Çîçek û nûnerê Kanala Netewî yê Îzmîrê Hayataî Ozcan jî hatine girtin û ew jî şandin ba serokên wan Perînçek.

Li gor hin rojname dinivîsin, di dema lêgerîna di bîneya partiyê (IP) da, di nava hin belgeyan da heta bigihîje plana kuştina Serokerkanê tirk Yaşar Buyukanit jî dîtine. Esas ji bo dewleteke wek Tirkiyê derketina tiştên wiha êdî nabin manşetên rojnameyan jî. Çimkî karê dewleta tirk tim ev bûye. Loma jî kuştina serokerkanê Tirkiyê ji bo kesî ne surprîz e.

Ma serokkomar Ozal û Orgeneral Eşref Bîtlîs nekuştin?

Kê çi bi wan kir?

Qet.

Loma jî li Tirkiyê her tişt mimkûn e. Êdî çete ne tenê leşker, pûlis, faşîst û kesên nîjadperest in, kesên xwedêgiravî wek Perînçek û hevalên wî çep jî di nava çeteyan da pir in û wezîfeyên gelkî girîng girtine ser milên xwe.

Hin rojnamevanên wek Ertugrul Ozkok, bi zanetî dixwazin vê rastiyê belovacî bikin. Ozkok, li ser belgeyên ku di arşîva generalê kevn Velî Kuçuk da hatine dîtin tiştên çewto mewto dibêje û meseleyê bi zanetî şolî dike, wiha dibêje:

”Mesela, lîsteya rojnamevanên ku di mala Velî Kuçuk da hatin dîtin. Di vê lîsteteyê da tune tuneye(yanî her tişt heye). Lê belê lîsteyeke hewqasî bêmantiq e, hewqasî berrdayî ye ku, bira ciddîgirtin li wir bimîne, em ji kenan zikopişt bûn. Ji ber ku, nivîsakarekî ku em wî wek neteweperest dizanin û nivîskarekî ji qelemşorên dîndaran bi hev ra di eynî çeteyê da tên dîtin.”

Ozkok, bi vê nimûneyê ji dêlî ku mezinayî û cidîyeta Ergenekonê raxe ber çavan, bi zanetî bûyerê biçûk û wek tiştekî berradayî nîşan dide.

Heger ne wiha bûya, heger ev rêxistin tenê ya leşeker, ”faşîst û nîjadperestan” bûya, wê demê karê Perînçek û hevalên wî çi di nava wan da heye?

Jixwe kesên heta nuha hatine girtin nîşan dide ku ji gelek aliyan meriv, milîta û ajanên ”Ergenekonê” hebûne.

Bêguman Ozkok jî dizane ku ”Ergenekon” rêxistineke artêşê ye û ji hemû çîn, tebeqe û îdeolojiyan însan tê da hene û her kes jî bi wezîfeyekê radibe.

Hinek qatil in, karê wan kuştin e.

Hinek jî wek Îlhan Selçûk, Emre Kongar û Perînçek di çapemeniyê da amadeyiyên siyasî dikin û milet tînin galayanê, ji leşkeran ra zemîn û şertan xweş dikin.

Yanî bi qasî qatilan, hewcdariya leşkeran bi kesên wek Îlhan Selçûk û Perînçek jî heye.

Çimkî bêyî kesên wek wan, bêyî rojnameyên wek Hurrîyetê şert amade nabin û darbe çênabe. Ji bo leşker tûtikê lêxin û bibêjin lîstika ”demokrasiyê qediya” dibê hin kes di çapemeniyê da milet bîne galayanê û hin kes jî li kuşe û kolanan şer bikin û însanan bikujin.

Erdogan îro dîsa pîlaqa xwe ya şikestî da ser û got, kurd mecbûr in
bibin tirkSerokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li bajarê Yalovayê, di kongireya komela jinan da edebiyata xwe ya “can û kezebê”û nîjadperestiya xwe ya li hember kurdan careke din dubare kir û got:

“Me got yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet, em bi vî hawî meşiyan. Me milet himêz kir, milet em himêz kirin... Me got 3 xetên me yên sor hene. Em li dijî millîyetçîtiya etnîkî ne. Heftê(70) milyonên ku girêdayî Komara Tirkiyê hemûyên wan canê me û kezeba me, birayên me ne.”

Erdogan pir vekirî dibêje, bi siyaset û îdeolojiya tirk-îslamê ezê we kurdan biqedînim, bikim tirk. Û leşker jî di vê siyasetê da piştgiryê didin wî.

Meriv hêvî dike ku ew kurdên piştgirî dabûn AKP-ê û hêviya tiştekî jê dikiri, êdî vê nêta Erdogan û ya partiya wî bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE