24 mars 2008

Şerê çeteyên dewleta tirk germtir dibe

Di kompîtora Dogu Perînçekê çep û serokê partiya karkiran(IP) da plan û krokiya êrîşa ser Mahkima Bilind hat dîtin.

Di belge û notên ku di operasyona li dijî rêxistina Ergenekonê da ku ketine destên pûlis derdikeve ortê ku Dogu Perînçekê çep û komunîst jî di nava vê rêxistinê da ye. Tê gotin ku belgeyên ketine destên pûlis gelkî girîng in û gelek tiştên heta nuha di tariyê da mabûn ronî dike.

Li gor ku rojnameya Tarafê dinivîse, di kompîtora Dogu Perînçek da plan û krokiyên ku ewê di êrîşa li hember Mahkimeya Bilind da bihata bikaranîn hatine dîtin. Dibêjin heger ev êrîş bihata kirin ewê têxistina hustuyê ”hêzên îslamî” û AKP-ê.

Wek tê zanîn di sala 2006-an da jî mîlîtanekî Ergenekonê (Aslan Alparslan)avêtibû ser Mahkimeye Bilind û yek kuştibû û pênc kes jî birîndar kiribû. Wê demê jî xwestibûn vê bûyerê têxin hustuyê ”îslamîstan” lê ji ber ku qatil hatibû girtin biser neketibûn.

Di krokiya ku di kompîtora Dogu Perînçek da hatiye dîtin, bîneya Mahkima Bilind blok bi blok bi teferaûat hatiye nîşandan. Di nava vê krokiyê da bîneya Serdozgerê Mahkima Bilind Abdurrahman Yalçinkaya yê ku doza girtina AKP-ê amadekiriye jî heye.

Di eynî krokîyê da li ku dera bînayê kamera hene û li ku jî tunene yek bi yek hatine nîşandan.

Bêyî van krokiyan, pûlis gelek notên din yên girîng jî di kompîtora Perînçek da bi dest xistiye. Û sebê ku Îlhan Selçûk û Alemdaroglu hatin berdan, lê Perînçek hat tewqîfkirin bi bidestketina van belgeyn ve tê girêdan.

Li gor texmînên hin rojnamevanên ku bûyerê ji nêz va taqîb dikin, di operasyonê da gelek navên ku bi hawakî girêdana wan bi Ergenekonê ra heye ketiye destê pûlis û dozger. Heta hin rojnamevan dibêjin ku dozger merivê Ergenekonê yê yekem, duyem û sêyem(1, 2, 3) jî dizane. Heta dibêjin serokwezîr Erdogan jî merivê Ergenekonê yê yekem dizane.

Loma jî, heger dozger vê operasyonê hinekî din jî fireh bike, ewê kanibe gelkî dakeve kûr û gelek serî werin firandin. Loma jî ne tenê kesên hatine girtin û binçavkirin, gelek kesên nuha li derva ne jî ketine panîkê û xofeke mezin ketiye dilê wan.

Lê ya girîng ew e ku gelo merivê !yekem û duyem” ewê werin girtin û dadgehkirin. Mesele ev e.

Min di nivîsa xwe ya do da û yên berê da jî gotibû ez bawer nakim ku ev hukûmet biwêribe vî hûtê heftserî ji qulika wî ya tarî bikşîne der û nîşanî gel û cîhanê bide.

Çimkî hukûmet jî û meclîs(DTP ne tê da) jî ji hêzên demokrat pêk nayê û baweriya wan bi demokrasiyek temam û rastîn tuneye. Loma jî ne amadene ku vê dîktatoriya olîgarşîk hilweşînin û demokrasîyeke rastîn bicî bikin. Her partî dixwaze ”dewleta kûr” bela xwe di wan nede û îktîdarê hinekî jî bi wan ra parve bike.

Ma partiyeke wek MHP-ê nîjadperest, wek CHP-ê parêzvanê sîstemeke olîgarşîk û wek AKP-ê fundamentalîst ewê çawa bikanibin û bixwazin ”dewleta kûr” û rejîma wê ya olîgarşîk tasfiye bikin û demokrasiyê bînin Tirkiyê?

Çawa ku zayina qantiran ne mimkûn e, ev yek jî eynî wek wê ne mimkûn e.

Tenê bi zixt û zora Emerîka û Yekîtiya Ewrûpa hin gav dikanin werin avêtin. Û ji xwe tiştên heta nuha hatine kirin jî bi saya zixtên Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê ne. Bêyî alîkarî zordanên derva ne mimkûn e ku li Tirkiyê bi qasî serê derziyê jî pêşketin çêbibe. Çimkî hêz û potansiyela vê tuneye. Li Tirkiyê bê bêyî kurdan, hemû partiyên siyasî yên xwedî hêz naxwazin Tirkiye biguhere û bibe wek welatekî Ewrûpî. Ew vê guhertinê li hember dewleta tirk wek tehdîtek mezin dibûnin, dibêjin bi tiştekî wiha ewê tirkiye perçe bibe, miletê tirk ewê nemîne û wesaîre wesaîre.

Yên guhertin û pêşketinê dixwazin tenê kurd in, lê ew jî hêza wan têr nake ku Tirkiyê biguherin. Berî her tiştî dewlet, bi hemû dezgeyên xwe va û hemû partiyên hene, kurdan wek dijmin dibînin. Mesela Erdogan bi DTP-ê ra napeyive, dibêje gere hûn ji ”PKK-ê ra bibêjin rêxistina terorê û ji Ocalan ra jî bibêjin serokê terorîstan û qatilê zarokan.” Serokwezîrekî xwediyê vê zîhniyetê nikane bibe têkoşerê demokrasî û azadiyê.

Her kes dizane ku xurtbûna rêxistina ”Ergenekonê” û çeteyên din esas bi mesela kurd va girêdayî ye. Dewleta tirk di destpêka salên 1990-î da ji bo şerê li dijî PKK-ê qîma xwe bi hêzên qanûnî neanî, riyên neqanûnî hilbojart.

Dewletê pir vekirî dest pê kir, li hember kurdan metod û hêzên ne meşrû, çete û kesên krîmînel bikar anî. Ji bo ku kanibe van hêzan hertim bikar bîne ew xistin dûzanekê û organîze kirin.

Hizbullah, grûbên faşîst û gelek pûlis û leşkerên teqawit jî bo vê armancê organîze kir û gelek îmkanên mezin dan wan û li dema hewce bû, bi van hêzan kurda dan kuştin.

Û nuha jî ev hêz êdî hewqas mezin bûye ku êdî dixwaze wan jî bikuje, êdî naxwaze îktîdarê jî ji destê xwe berde, ya jî bi AKP-ê ra parve bike. Yanî çeteyên ji bo kurdan hatin bêslî kirin îro li serê wan jî bûne bela û heta wan jî dikujin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE