25 mars 2008

Dick Cheney moralê tirkan xera kir

Ev çend roj in ku ez li ser hev qala şerê ”çeteyên” dewleta tirk dikim. Bi min wisa hat ku êdî hûn aciz bûn. Loma jî ez îro min nabên dayê.

Min got bes e!

Meriv çuqasî qal dike jî bêxwedî naqede, wek koça binî hilal e., mesele meseleyê vedilke û dirêj dibe.

Ez bala xwe didimê tirk, bi şev û roj, bênabên wer dipeyivin û dipeyivin. Profesor û giregirê civatê bi saetan, her şev hetanî sibehan dipeyivin. Ne rojeke, ne du roj, tu dibêjî qey qibale girtine. Yek davêje ji ber yê din da û mesele dirêj dibe û dirêj dibe. Teoriyê li ser teoriyê çê dikin, lê tu carî naqede.

Ez matmayî dimînim, ev însanên bi rîh û rehman, çawa di xwe ra dibînin, çawa dikanin hetanî sibehan di studyoyên telewîzyonan da rûnin û teoriyên vala, yên komloyan li pey hev çêkin.

Diyar e li studyoyan radikevin û her şev.

Wey mala we nekeve!

Wey Xwedê aqilekî bide we!

Qey bi saetan peyivîn meziyetekî tirkan e bavo! Mêrikan ne diwestin û ne jî xewa wan tê. Û mijara wan jî here were 3 tişt in:

-Ewê çawa kurdan bikin tirk û Kurdistana Federe ji ortê rakin?
-Ewê çawa leşkaran nerm bikin ji bo ku zêde neheqiyê li sivîlan nekin?
-Ewê kînga demokrasî were Tirkiyê?

Hema ew ji we ra bibêjim, heta ku hûn ev miletê tirsonek û rebenên artêşê bin, hûn kortika hustuyê xwe dibînin lê rastgerîna van hersê xeyalên xwe nabînin.

Çawa ku emrê leglegê derbas dibe bi leqleqê, emrê tirkan jî derbas dibe bi leqeleqa vala.

Min got ez du gotinan bibêjim, lê min jî wek tirkan dirêj kir.

Ez dixwazim li ser ziyareta Dick Cheney ya Tirkiyê çend gotinan bibêjim.

Wek tê zanîn, cîgirê serokê Emerîkayê Dick Cheney, piştî ziyareta xwe ya Kurdistana Federede û hevdîtina xwe ya bi serokê Kurdistanê ra do jî li Anqerê mîvanê tirkan bû. Ziyareta Cheney pir bêdeng û sade derbas bû. Tirkan zêde qelebalix nekirin. Mesele çibû pir ne diyar e.

Cheney bi dor, bi serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, serokwezîr Erdogan û serokerkan Yaşar Buyukanit ra hevdîtin pêk anî û dû ra jî derbasî Stenbolê bû.

Li ser ziyareta Cheney do di çapemeniya tirk da hin xeber û îddîa derketin lê zêde ne konkret bûn. Bes îro bêtir mesele zelal bû ku Cheney ji tirkan ra çi gotiye û çi mesaj daye wan.

Îro baştir diyar bû ku Cheney, di hevdîtinên xwe yên bi berpirsiyarên Tirkan ra gotiye, pêwîst e ku Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka PKK-ê bi berpirsiyarên Kurdistanê ra têke têkiliyê û guftûgoyên dîrekt bi hev ra bikin.

Cheney pir vekirî gotiye, ji bo ku gelşa PKK-ê were çareserkirin pêwîstî bi diyalog û hevkariya Anqere, Bexda û Hewlêrê heye, bêyî têkiliyeke wiha mesele çaraser nabe.

Kêfa tirkan ji vê daxwaza Cheney ku divê Anqere bi Hewlerê ra têkeve têkiliyê nehatiye. Ew tenê dixwazin di şerê li hember PKK-ê da Emerîka bê qeyd û şert her babet alîkariyê bide wan.

Di derbarê hevdîtinên Cheney û berpirsiyarên tirkan da Sefîrê Emerîka yê Anqerê Ross Wîlson, îro di Resepsiyona Roja Netewî ya Yûnanan da bersîva pirsên rojnamevanan da û got, ”Cheney ji serokên kurdan di mesela PKK-ê da mesaja danûstendin û hevkariyê ragîhand Tirkiyê”

Di hevdîtinan da Cheney pir vekirî gotiye, di derbarê PKK-ê da ewê înformasyonê ji ser Tirkiyê qut nekin, ewê vê alîkariya xwe bidomîn, lê divê Tirkiye bi serokên kurdan ra jî têkeve têkiliyê.

Wîlson dibêje, Cheney him bi otorîteyên îraqî û him jî bi otorîteyên kurd ra rûniştiye, herdu aliyan jî daxwaza xwe ya hevkariya bi Tirkiyê ra anîne zimên.

Li ser gotina rojnamevanan”ma Cheney ev mesaj ji Tirkiyê ra anî ?” Wîlson got:
”Me hertim piştgiriya diyalogeke wiha kirye. Ev demeke dirêj e ku em piştgiriya viya wiha dikin. Otorîteyên kurd, di mesela PKK-ê da amadene ku hevkariyê bikin. Lê ev ewê çawa be li ser nehat rawestan."Cheney jî berî here Tirkiyê derbarê ziyareta xwe ya Kurdistana Federe da beyaneke ne li gor dilê tirkan dabû, gotibû:

”Min fersenda çûna Kurdistanê dît. Ev cara pêşîye ku Kurdistanê ziyaret dikim. Li wir min bi serok Barzanî ra wext borand. Min xwest piştî ketina Sddam rewşa herêmê bibînim. Kurd, di pêşdabirana aboriya xwe da pir serkeftî ne. Cara pêşîye ku ew şans peyda dibe ku ez viya wek şexs bibînim. Ev jî beşekî taybet ya gera min bû.”
Dibe ku pêşwaziya tirkan ya ne ji dil ji ber ber van gotinên Cheney bû. Çimkî Cheney di axaftina xwe da çend caran gotina Kurdistanê” bikar tîne. Evy ek. Ya duduya, Cheney di hevdîtinên xwe da jî pir vekirî gotiye ku divê hûn bi hukûmeta Kurdistanê ra têkeviyên têkiliyên dîrekt û resmî.

Qet şik tuneye ku dewleta tirk ji vê şêla Emerîka ewê xwe gelkî aciz bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE