20 mars 2008

Artêşa tirk jî Newrozê pîroz dike

Hûn werin li vê pêkenînê û li sosiratê binêrin, artêşa tirk jî îsal ji qehran Newrozê pîroz dike.
Bi xêr em nemrin, em hîn gelek sosiretên giran bibînin.

Seroerkaniya tirk, du afîşên Newrozê çêkirine û di malpera (sîteya)xwe da weşandina.
Li ser afîşekî dareke ketiye kulîlkan heye û li kêleka darê jî ev tekst heye:

”Mizgîniya Buharê Cejna we ya Newrozê pîroz be !”

Û li ser afîşê din jî leşkerek û zarokek bi hev ra du beytikan difirînin. Li ser vî afîşî jî wiha gotine:

” Bi evîn, bi bereket û huzûr cejna we pîroz be!”

Tirk û artêşê wan dîn bûne, ji qehran nizanin çi bikin. Bi tiştên wiha tenê xwe dikin pêkenîn.
Em kurd bi pîrozkirina tirkan aciz nabin, wek gelek miletên din bira ew jî pîroz bikin. Ma ji xwe Newroz na malê bavê me kurdan tenê ye, bêyî me gelek miletên din jî pîroz dikin. Bira tirk jî li wan zêde bibin.

Lê mesele ne ev e, mesele tirk viya ji qerezî me ra, ji nerindîyê dikin, dixwazin bi tiştên wiha madê me ji Newrozê bigerînin, ji bo ku em wê pîroz nekin.
Hemû hesabê wan ev e.

Miletên din pîroz dikin ji ber ku Newroz beşekî kultura wan e û ji serê sedsalan ve ye ku ew jî wek me pîroz dikin. Lê di kultura mahcirên balkanan û lazan da Newroz tuneye. Û tiştên wiha jî bi biryaran û bi zorê nabe, dibê di kultura meriv da hebe, çimkî di prosesên sedsalan da çêdibin û dikevin kultura miletan.

Koçerên moxolan û mahcirên balkanan dilê wan dibije çand û kultura xelkê û jê dibuxudin/didexisin, loma jî mecbûrî texlîtên wiha dibin.

Tirk û îranê nehîştin kurd di Newrozê da jî rehet bikin

Li gor malpera Pûkmedîa dinivîse, balafirên şer yên arteşa tirk bi ser esmanê navçeyên Çoman, Rewandiz û Biradostê firiyane û gelê herêmê xistine nava tirseke mezin.

Ji herêmê çavkaniyekê ji PUKmedia ra ragîhandiye ku îro saet li dor 12:30-an 4 balafirên şer yên Tirkiyê bi ser esmanê navçeyên Dola Baleyan a bi ser qezaya Çoman û navçeyên binara Karox û binara Qendîlê û Ruwandizê ve firiyane.

Dîsa du balafirên tirkan yên jî di ser esmanê navçeya Xakurk û Biradostê ve gelkî ji nizmî firiyane û bi vê yekê jî gelê herêmê tirsandine û terrorîze kirine.

Li alî din Îranê jî îro gelek zozan û gundên nehiya Jarawayê daye ber topan.

Li gor agahiyên rêvebirê nehiya Jarawayê, topbarana Îranê heta piştî nîvro jî dom kiriye. Ji bo parastina mal û canê xwe, gelek gunduyên herêmê gundên xwe terk kirine û koçî herêmên aramtir.

Ev ne cara pêşîye ku dewleta Tirkiyê û Îranê di Newroz û cejnên kurdan yên din da êrîşên wiha tînin ser kurdan û Newrozê li gelê me diherimînin, nahêlin kurd Newroza xwe di nava aramiyê da bi dilşadî pîroz bikin.

Ji ber ku dijminin û dixwazin di her fersendê da dijminatiya xwe nîşan bidin.

Diyar e dilşadiya me ya rojekê jî bi wan zor tê û nikanin tehamulî vê kêfxweşiya me bikin.

Wezîr rastî bi konetî anî zimên
Wezîrê Perwerdeyê Huseyin Çelîkê Wanî,(Huseyîn Çelîk kurd e û ji Wanê ye) di konferansekê da peyivî û nîjadperestiya di dibistanên tirkan da bi numûneyeke bêzirar rexne kir.

Çelîk, li ser sondxwrina ku di dibistanên Tirkiyê yên destpêkê da ku li ser hemû xwendevanên kurd û biyanî bi darê zor tê ferz kirin rawestiya û wiha got:

-Li Qeyseriyê ji min pirsîn , gotin “Hûn çawa dikin mecbûrîyeta sondxwarina biyaniyan rakin?” Zarokekî alman hûn sibehan dixin rêzê. Sonda Xwendevan pê didin gotin. Destpêkê dibêje “ez tirk im”. Heger zarok alman be ev cumle derew e. Cumleya dawî “ez rast im.” Di cumleya pêşî da hûn derewan pê didin gotin. Û di cumleya duduyan da jî “ez rast im” pê didin gotin. Ma em mecbûr in her sibe zarokên xelkê mecbûrî derewkirinê bikin?

Huseyîn Çelîk ji tirsan newêre bibêje, bi gotina “ez tirkim” her sibe em zarokên kurdan mecbûrî derewan dikin. Jê dêlî vê va dibêje zarokekî alman. Lê tişt nabe, hûn bibêjin “alman" jî her kes wek kurd dixwîne û wek kurd fêm dike. Ji ber ku ev sonda nîjadperest ji bo helandina zarokên kurdan hatiye çêkirin.

Bi eşkerebûna rastiyên wiha ra sîstema panturkîst û nîjadperest hêdî hêdî ji hev da dikeve. Ev jî bi tesîra Yekîtiya Erûpayê ye û pêşketineke baş e.

Huseyîn Çelîk rastî bi nimûneyeke bêzirar û bi konetî aniye zimên. Xem nake, di rojên pêş da hinekên jî rabin rastiyê rast bibêjin. Ji ber ku rim êdî di çewêl hilnayê !

Newroza we hemûyan pîroz û bimbarek be!

2 kommentarer:

  1. NEWROZA nivîskarê hêja jî pîrozu bimbarek be. Rebbê alemê li hemî milletê bindest u bin bandor ra bike fereca xwerê u destpêka azadîyê.Herbijî NEWROZA rojhilata navîn.

    SvaraRadera
  2. Cejna Te birozbe!
    Birez zinare Xemo cejna TE ya NEWROZE pirozbe.Biheviya gelek nivise te ku em bixwinin.Ti gelek NOWROZE xweş bibine li kurdistaneke azad.

    SvaraRadera

PARVE BIKE