23 februari 2008

Gerîlla artêşa tirk rezîl kir

Bîlançoya sê rojên şer nîşan didin ku gerîllayên kurd derbeyek mezin li artêşê tirk xistine û ew şerpeze kirine.

Li gor beyanên resmî yên artêşa tirk, heta nuha 7 leşkerên wan hatine kuştin û wan jî 79 gerîlla kuştine û gelek jî birîndar kirine.

Lê berdevkên HPG-ê, eksê artêşa tirk dibêjin heta nuha wan tenê du şehîd dane û 24 leşkerên tirk jî kuştine û cenazeyên wan jî di destê wan da ne.

Dîsa li gor beyana berdevkê HPG-ê, bêyî van kuştiyan, wan îşev helîkoptereke kobrajî xistine.
Heger di van sê rojên şer da zayîatên artêşa tirk ne 24, heft bin jî zayîateke mezin e û ev yek destpêka şokestina wan e.

Bêguman heger di vê êrîşê da tirk liberxwedaneneke mezin nebînin ewê Kurdistana başûr dagir bikin. Ya jî bi kêmasî bêîstîkrarî û kaosê derxin. Çimkî nêta tirkan ya esasî têkbirina desthilatiya kurdên başpr e, ew nikanin hebûna Kurdistana Federe qebûl bikin. Ji bi bo ku vê statuya kurdan xera bikin ji xwe ra li qal û qîlan digerin. PKK jî ji van behaneyan yek e.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî îro bi daxuyaniyekê aşkere kir ku armanca Tirkiyeyê bi vê êrişa leşkerî ne PKK lê kurdên başûr in.

Barzanî di beyana xwe da dibêje:
-Niha gumana me ji niyeta rast ya êrîşên Tirkiyê heye ku mebesta wê Kurdistan e û ne PKK ye. Heger ne wisa be hingê roxandina pirên ku dikevin nav kûrahiya deverên ava ku hemwelatî feydeyê jê digirin çi peywendiya wan bi PKK-ê ve heye?

Esas tirk ji kurdan ra pir eşkere dibêjin, emê tu carî nehêlin ku xewna we ya Kurdistana serbixwe bi rast bigere.

Ev êrîşa wan ya ji nişka ve proveya pûçkirina vê xewna kurda ye.
Dibê em vê yekê bibînin.

Ji bo ku li başûr Kurdistana Federe bikanibe bi rehetî bijî û li bakur jî kurd bikanibin hin mafên netewî bi dest xin, dibê di vê êrîşê da pozê artêşa tirk were firikandin.

Divê artêşa tirk ji bo heta heta tobe bike ku ewê careke din jahreke wiha belav neke.
Yanî bi gotineke din, dibê tirk hêviya xwe ji serketina bi riya şer berdin.

Dibê kurd cara dawî nîşanî tirkan bidin ku bi şer ew nikanin tu serkeftinê bi dest xin û tevgere kurd ya netewî bişkînin.

Li rojhilata navîn tu hêz nikane tevgera kurdan ya netewî tasfiye bike. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî kurd xurt in, bi hêz in û organîze ne.

Tevgera kurd ya netewî êdî bi çend telebe û endamên partiyan ne sînorkirîye. Êdî li bakurê Kurdistanê jî wek her miletî, gelê kurd; gundî, feqîr, kal, pîr, zarok, xort, zana, nezan yanî miletê kurd şiyar bûye û doza mafê xwe yê netewî dike, doza nasname û azadiya welatê xwe dike.

Dema tevgerek rehê xwe bi vî rengî berde nava gel, daxwaza partiyên siyasî bibe daxwaza gel, daxwaza karkir û gundiyan wê demê êdî tu hêz nikane rê li ber serkeftina wî gelî bigre.

Qet şik tuneye ku gelê kurd ne li başûr tenê, li bakur û li perçeyên Kurdistanê yên din jî zû dereng ewê ji bin vî nîrê koletiyê rizgar bibe û bigihîje azadiya xwe.

Tirk çiqasî zirtan bidin xwe jî bê fêde ye, wek her miletî, kurdê jî di demek nêz da welatê xwe rizgar bikin û bigihîjin azadiya xwe.

Êdî kurdan fêm kiriye ku zulm û zalimaya dewleta tirk ji zeîfiya wê tê. Loma jî kurd êdî ji dewleta tirk natirsin, kurdan dîwarê tirsê ji zû da hedimandine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE