03 februari 2008

Emerîkayê nehîştiye leşker darbeyê bikin

Roja piştî operasyona li hember ”Çeteya Ergenekonê”, di nivîsa xwe da(23/1-08) min wiha gotibû:

”Her kes dizane ku ev kesên hatine girtin ne masiyên herî mezin in, vana çend qatil û çaqokêşên `dewleta kûr` in û li gor emrê wê van planan amade dikin û cînayetan dikin. Şefên mezin li ser karên xwe ne û bi Erdogan û Gul ra dewletê îdare dikin. Berpirsiyarên bûyera Şemzînan hemû hatin berdan û serokê wan yê herî mezin jî îro serokerakanê dewleta tirk e. Loma jî di vê operasyonê da jî ewê hev û du hinekî saxî bikin, hêza xwe hinekî nîşanî hev bidin û dû ra jî wek bûyera Sûsûrluk û Şemzînanê(ku di herdu bûyeran da jî dewleta kûr di ser sûc da hatibû girtin) hemû werin berdan.”

Di nivîsa xwe ya 28-ê mehê da(28/1-08)jî ez careke din li ser vê meselê sekinîme û min dîsa wiha gotiye:


”Bêguman çend zabitên teqawit bi serê xwe nikanin darbeyekê bikin. Divê hin zabit û generalên hîn li ser kar li pişt wan hebin. Dema çend general di nava vî îşî da tunebin ne hedê çend leşkerên teqawit e ku ji bo darbeyekê bixibitin.”

Sîxurê(ajanê)MÎT-ê yê kevn Profesor Mahir Kaynak jî do di hevpeyvîneke xwe da dibêje hêza li pişt ”Çeteya Ergenekonê” hîn derneketiye meydanê û nehatiye deşîfrekirin. Mahîr Kaynak dibêje, di operasyona Ergenekonê da ”Emerîkayê saet bi saet îstîxbarat daye Tirkiyê” û bi saya vê îstîxbarata Emerîkayê ev operasyona li hember Ergenekonê hatiye kirin.

Sîxurê kevn Kaynak jî ji tecrûbeyên xwe baş dizane ku darbe bi leşkerên teqawit nabe, dibê di nava artêşê da hin general li pişt wan hebin. Loma jî dibêje:

”Bi îhtîmaleke mezin kesên li pişt perdeya çeteya Ergenekonê hene. Di vî warî da baweriya min ya giştî, bi ya min çeteyeke wiha nikane were dest bide ser desthilatê. Dema ez bala xwe didim bûyeran ez tim tesîrên derva jî tevî hesêb tikim. Çete şertên darbeyê amade dike. Lê esas hêzên li pişt perdê wan îdare dikin. Belkî çete bi xwe jî nizanibin ew tên îdarekirin. Nuha kadirên binî hatin tasfiyekirin û ji jor ra jî mesaja ” em dizanin we kir” hate dayin.“

Li gor Kaynak, Emerîkayê destek daye AKP-yê û bi saya vê alîkariyê rê li ber xistina AKP-ê hatiye girtin. Mahîr Kaynak dibêje:

”Şertên cîhanê yên nuha pêwîst dibîne ku hukûmetek ne li dijî Îslamê li Tirkiyê li ser desthilatê/hukim be. Ez bawer nakim ku nuha rê bidin partiyeke ku bi laîsîzmê derketiye rê were ser hukim. Emerîkayê di prosesa tasfiyekirina Ergenekonê da îstîxbarat da Tirkiyê. Ergenekonciyan xwestin Îslamîstan tasfiye bikin lê Emerîka ev yek qebûl nekir.”

Tiştekî pir balkêş e, di eynî nivîsa xwe ya 23-ê mehê da ez jî li ser vî aliyê meselê sekinîbûm û min gotibû ku:

”Bi îhtîmaleke mezin ji ber ku serê derziyê dikira bigihîşta AKP-ê jî, yanî ji ber ku dikira hin mervên wan jî bikuştana loma midaxele kirin. Heger yên bihatana kuştin tenê kurd bûna ewê ev operasyon nekirana. Dema serî digihîje wan midaxele dikin.”

Dû ra di hin belgeyên ku ketine destê pûlis da xuya bûye ku çeteyên Ergenekonê ne tenê xwestine ku kesên wek Fahrî Koru, Orhan Pamuk û Erdogan bikujin, mêrikan xwestine darbeyeke leşkerî jî li hember AKP-ê bikin. Loma jî di vê nuxteyê da Emerîka midaxele kiriye û rê li ber darbeyê daye girtin.

Wek ji van îtîrafên kotesîxurê MÎT-ê jî diyar dibe ku li Tirkiyê ne darbe û ne jî desthilatî bêyî destûr û ”erêkirina” Emerîkayê nabe. Heger Emerîka nexwaze, meleyên sextekar nikanin rojekê jî desthilata xwe bidomînin. Artêşê tiştê anî serê Erbekan û hukûmeta wî, ewê di nava demeke kin da bîne serê AKP-ê jî.

Siyasetmedarên tirk li gel vê rastiyê hîn jî fedî nakin û dibêjin em ”dewleteke mezin û welatekî serbixwe” ne û nizanim çi ne û çi ne…

Kurro bi xêra Emerîka hûn wek dewlet vî hukma li cîranên xwe û li kurdan dikin, heger ne piştgiriya Emerîka bûya nuha gelê kurd ji zûda hûn ji welatê xwe avêtibûn û gihîştibûn azadî û serxwebûna xwe.

Heger ne piştgiriya Emerîka û Îsraîl be artêşa we ya nîv milyonî nikane çend mehan jî li hember kurdan li ber xwe bide. Bi destûr û alîkariya Emerîka û Îsraîl ya îstîxbaratî û teknîkî hûn li çiya û baniyên Kurdistanê dimînin û her roj bombeyan bi ser serên kurdan da dibarînin. Û dû ra jî bi rengekî bê heya û bê fedî hûn pesnê mêraniya xwe didin.

Lê êdî rim di çewêl hilnayê, her kes dibîne û dizane ku bi siyaset û artêşa xwe ve hûn parsek û sêwiyên ber deriyê Qesra Spî ne. Bêyî xulamiya Emerîka hûn ne tu tişt in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE