20 februari 2008

Cavê me hemûyan ronî be…

Gotineke heye, dibêjin ard heye, av heye, rûn heye, sekir heye lê hosteyê helawê cêke tuneye. Yanî dixwazim bibêjim ku kompîtora min do hat bes kesê ji min ra li hav ragire tuneye.
Min telefonî sê dost û hevalan kir û bi dilsadiyeke mezin mizgîniya hatina wê da wan.
Hersê hevalan jî ji dil û can gotin bi xêr û bimbarek be û tu wê jî bi xêr û xwesî xera bikî. Mala hersiyan jî ava be.
Dema gotin hat ser li hev ragirtina wê, yanî girêdana wê, hersê hevalan jî gotin girêdana wê gelkî hêsaye, “hema tu sêlika wê têxê ewê bi xwe ji t era bibêje tu yê ci bikî” û hwd.

Tistê wan got min kir lê bi xwe cênebû. Lê min fîsa ceyranê xistê û beteriya wê jî dagirt. Û tist mistên din jî min gist li dorê kom kirine.
Yanî hema hosteyek hebe, ewê zend û bendên xwe vemale û tavilê malzemeyên xwe li hev xe û helaweke wek lokim cêke.
Yanî her tist li bende hosteyekî ye.
Ji hosteyan biraziyê min Firat gotiye ewê bikanibibe roja îniyê pistî mektebê were û ji min ra li hev ragire.
Heger berî wê hineke werin gazî û hawara min xêr ela xêr! Û dema kes nehat jî ji mecbûrî ewê bimîne heta roja îniyê.
Ez hêvî dikim ku ewê sebra we têrî van herdu rojan jî bike…
Ez van rêzan ji ciyê kar dinivïsim...

2 kommentarer:

  1. Ma cirane ter heye heyran chima ew alikariya te nake?

    SvaraRadera
  2. Heger dermanê gurrî hebûya ewê di serê xwe bida...
    Feqîrë cîranê min bixwe mihtacî xelkê ye, heger ne alîkariya "hinekan" bûya ew jî nuha wek min mihtacî perîsan bû.

    SvaraRadera

PARVE BIKE