28 februari 2008

Ez xemgîn im...

Ev du roj in vê bapêşa malkembax bi carê da ez ji hêz û pertav da xistime. Dengê min ji bin da ketiye û serêşek mezin ez ji pertav da xistime. Mecala min tuneye ku li ber kompîtorê rûnim û tiştekî binivîsim.
Ez nuha xwe wek gerîllayê ku ji qada şer "fîrar" bike his dikim.
Min bi dil û can dixwest ku di rojeke wiha da li gor hêza xwe ez jî çend "xîçikan" di zalimê tirkan û artêşa wan ya dagîrker werkim.
Lê bi rastî ez nuha wê taqetê di xwe da nabînim.
Ez hêvî dikim ku di demeke herî kin da ezê werim ser hêza xwe û dîsa dest bi nivîsên xwe bikim.

26 februari 2008

Nêta Tirkan ya paş da vekişandinê tuneye

Berdevkê hukûmeta AKP-ê Cemîl Çîçek, îro di civîneke çapemeniyê da nêta hukûmeta xwe ya veşartî da der û bi hawayekî sergirtî got, di demeke nêz da ewê ji axa Kurdistana azad venekşin. Çîçek wiha got:

-Dema ev operasyon gihêşt hedefa xwe yekîneyên me ewê vegerin baregehên xwe. Em hêvî dikin ku ev, di demeke herî kin da bibe. Lê ev îş bi temeniyan nabe. Di micadeleya me ya li wir da nuxteya em dixwazin bigihîjinê ewê vê midetê tayin bike.

Maneya van gotinên Çîçek jî ew e ku nêta wan heye ji Kurdistana başûr dernekevin, bi kêmanî demeke dûr û dirêj li wir bimînin.

Çîçek, qala ”hedef û nuxteyên ku ew dixwazin bigihîjinê” dike. Her kes dizane ku bi kuştina 100-200 ya jî hezar kesî PKK naqede. Ji ber ku hêza li pişt PKK-ê yanî gelê kurd doza mafê xwe yê rewa, doza azadiya xwe ya netewî dike, di dixwaze ew jî wek her miletî bi navê welat û nasnameya xwe were qebûlkirin. Yek PKK-yî jî li Qendîlê nemîne meseleya kurd dîsa heye û ewê her hebe.

Çareserî ne qedandina PKK-ê, lê dayina mafên kurdan yên rewa û netewî ye. Û ev daxwaz jî bi kuştina çend gerîllayan ya jî vekişîna PKK-ê ji Qendîl ê careser nabe. Çareserî dibê dewleta tirk were îmanê, were ser riya rast û hemû mafên kurdan yên demokratîk û netewî qebûl bike.

Çi mafê yekî tirk hebe, dibê yê kurd jî ew hebe. Bi vî rengî meriv dikane bi hev ra bijî. Lê dema di her warî da wekhevî tunebe kurd mecbûrin veqetin û vê daxwazê bidin pêş.

Tiştê xuya ye heger mimkûn be û ji wan ra bidebire, tirk dixwazin heta dema referandûma Kerkûkê û belkî jî demeke hîn dirêjtir ji axa Kurdistana azad venekşin. Çimkî ew dixwazin bi hebûna hêza xwe ya leşkerî him rê li ber bicîana maddeya 140-î bigrin û him jî desthilatiya kurdan têk bibin. Heger nêta tirkan ne ev bûya ewê heta nuha hukûmeta Kurdistanê û statuya kurdan nas bikirana.

Hukûmeta Herêma Kurdistanê beşeke ji dewleta Îraqê ye û ev yek di qanûna esasî ya Îraqê da hatiye qebûlkirin. Lê tirk dîsa jî qebûl nakin, Maneya xwe dixwazin Kurdistana Federe ji ortê rakin. Bi kêmanî nêt û hedefa Çîçek qal dike ev e.

Û dibê em kurd jî li gor vê nêta tirkan tevbigerin û hesabê xwe jî li gor vê yekê bikin.
Yanî heger tirk neyên mecbûrkirin ewê bi rehetî venekşin.

Mala Xwedê ava!

Piştî şeş rojên dagîkirina axa Kurdistana Federe ji bal artêşa tirk ve Parlamentoya Kurdistanê nîhayet îro bi civîneke awarte civiya. Parlamenteran rexneyên gelkî dijwar li Tirkiyê girtin û meclîsê bi yekdengî xwest ku ne tenê eskerên tirkan yên ku nuha ketine Kurdistanê lê yên berê li wir in jî zûtirîn wext werin derxistin.

Parlamentoyê bi biryarekê êrişên hêzên artêşa tirk yên ser axa Kurdistana Federe wek dijminatiya Kurdistanê bi nav kir û Tirkiye bi dijwarî şermezar kir. Di beyanameyeka heyştxalî da parlamentoyê got bila leşkerên tirkan yên berê jî ji Kurdistanê derkevin û bila Iraq jî hemû peymanên xwe yên bi Tirkiyeyê ra betal bike û peymanên nûîmzakirî jî aşkera bike.
Ev şêleke pir baş e û herî rast e. Dibê kurd vê daxwaza xwe bibin ji hêzên hevpeyman û ji Neteweyên Yekbûyî ra.

Ew hêzên tirk ku ji bo fesadî, gelacî, xerabî û nerindiyê li wir in divê bi vê dagîrkirina wan ra were girêdan û miheqeq ji wir werin avêtin. Dibê kurd vê îmkanê ji dest bernedin.
Gerilla heta nuha bas li ber xwe daye û darbeyên mezin li ordiya tirk xistine. Li Kurdistana bakur û basur protestoyên girseyî cêdibin û gel bas li ber xwe dide. Heger hukûmeta Kurdistanê û ya merkezî vê siyaseta xwe ya mahkûmkirina dagirkirinê bidomînin tirk zû bazdin. Yanî man û nemana wan di destê têkosîna kurdan da ye.

Mêraniya Bulent Ersoy
Bulent Ersoyê dengbêj û qûnek di programa zindî da got, heger lawekî min hebûya minê ew neşanda leşkeriyê.

Li ser van gotinên Ersoy, hin beşadarên programê êrîş birin ser Ersoy û mesele mezin bû. Ersoy got, "dibêjin nîştiman ê perçe nebe, nizanim çi nabe, lê zarokên ku dayikan anîne dinê li ber çavan tên kuştin. Ma ji bo ku têxin bin axê ew anîn dinê?

Ev gotên Ersoy dîrokî ne. Di rojeke wiha da wêrîna gotnên wiha cesareteke medenî dixwaze. Ev cara pêşî ye yekî ne kurd diwêre tiştekî wiha bibêje û him jî di rojeke ku her roj cenazeyên leşkerên wan ji qada şer tên.

Mixabin li welatekî 50 milyonî da kesên biwêribin şêleke wiha deynin hîn ne zîdeyî çend kesan e.
Lê heta ku li welatekî kesên bi namûs ji kesên bênamûs ne wêrektir/cesûrtit bin ne heq û ne jî edalet tê wî welatî.

Û jixwe ji ber kêmbûna kesên binamûs yên bi cesaret e tirkiye bûye welatekî çeteyan.

25 februari 2008

Di hesêb da nexweşî tunebû

Min nizanîbû di hesêb da nexweşî jî heye.
Ji do da ye ez bi bapêşê ketime(min serma girtiye), bawer bikin halê min tuneye. Laşê min wek meriv xistibe conî û kuta be, hewqasî jan dide.
Serêşekê ez girtime hey hawar, min hemû hebên piyasê xwarin lê dîsa jî pere nekir. Ji mecbûrî îro çûm ezexaneyê û babebetek heb û du şurûb kirî.
Yê malik li min şewetindiye kuxuk e, kuxukeke zuha û janeke kûr dide gewriya min. Tu dibêjî qey gewriya min terîkî ye, her cara ez dikuxim malik li min dişewite.
Esas do jî min nikanîbû binivîsîya lê ji ber hurmeta ji we xwendevanan ra min çend rêz li dû hev rêz kirin.
Bi hêviya ku ez sibe wer ser xwe û wek miqlaciyekî(joêrekî)îngilîz bikanibim xwe bavîjim ji ser caniya xwe ya xam, nazik û nazenîn da.

24 februari 2008

Gerîlla ”bivik” nîşanî tirkan da

Berê çend gotin li ser "caniya min ya xam/kompîtora min).
Wek min berê jî gotibû, piştî kefteleftek mezin û bi saya alîkariya gelek dost û hevalan(bi taybetî jî bi ya Nîhatê swêregî û biraziyê min Firat) kompîtora min ya nuh êdî wek seetê û bêqusûr dixebite. Bêxwediyê hewaqasî xweşik e ku ez nizanim bişibînim çi?
Kêfa min gelkî jê ra tê.
Lê wek miqlaciyê ku caniyek xam fêrî siwarbûnê bike, yekcarnan serî ji min distîne û min dibe li çol û beyaran diqelibîne.
Ji bo ku em hevdu baş nas bikin bêguman hinek wext lazim e. Di rojên pêş da emê baştir aşînayê hev bibin û bi hev ra gelek wextên xweş biborînin.Ji siûda min ya xerab ra tam di vê taftafê da tirkan dîsa dest bi êrîşên xwe kirin û çiya û baniyên Kurdistanê dîsa dan ber bombe û topan. Diyar e dîsa "şuya" dewleta tirk û rêvebirên wan yên mahcir hatiye, heta careke din jî ji alî kurdan ve neyên rezîlkirin rehet nasekinin.
Sererkanîya tirk di derbarê operasyonên xwe yên ser axa Kurdistana azad da îro beyanek nuh belav kir. Sererkanî di vê beyana xwe ya nû da dibje heta nuha 15 leşkerên wan di şer da hatine kuştin.
Serekerkanî di eynî daxuyanîyê da qebûl dike ku helîkopterek wan jî “ji ber sebebekî ne diyar ketîye.”
Wek tê zanî HPG-ê jî do di daxuyaniya xwe da gotibû ku wan di nabêna 15 û 24 leşkerên tirk kuştine û helîkoptereke cobra jî xistine.
Li hember vê êrîşa tirk ya hovane li cîhanê hêdî hêdî dengên nerazî û rexnegir bilind dibin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon, Yekîtiya Ewrûpa, Rûsya, Austuralya rexne li êrîşa Tirkiyê digrin û dixwazin ku di zûtirîn wext da jdawî li operasyonên xwe bîne û axa Kurdistanê derkeve.
Emerîka bêbext û bêexlaq jî bi riya Wezîra derva Condoleezza Rice û Wezîrê bergiriyê Robert Gates xwedêgiravî nerazîbûna xwe nîşan didin û dixwazin Tirkiye vê operasyonê zû biqedîne û zirarê nede îstîkrara herêmê.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî nameyeka bilez ji serokê Emerîkayê George Bush ra şandiye û daxwaz kiriye ku ew operasyona Tirkiyeyê bide rawestandin.
Yanî bi kurtî li der û li hundur mixalefeta li hember êrîşa tirkan roj bi roj zêde dibe. Heger gerîlla jî çend rojên din jî wek van hersê rojên pêşî baş li ber xwe bide, artêşa tirk ewê rezîl û riswa bibe û bi vê yekê ra jî otorîte û serdestiya hêzên şerxwaz jî ewê were şikandin.
Dibê tirk heta û heta şerê li hember kurdan ji rojeva xe derxin. Ew nexwazin jî dibê kurd vê rastiyê bi ço, bi devê tivinga mor têxe serê tirkan. Helbet ji dewletê bêtir dibê miletê tirk vê rastiyê bibîne. Ji ber ku milet ji dewletê bêtir şerxwaz e.
Ya din bi vê êrîşê xêliya ser ruyê AKP-ê û hemû hêzên îslamî jî hat rakirin û gelê kurd bi çavaên serê xwe dît ku tu ferq di nabêna Baykal, Bahçelî û Erdogan da tuneye. Hersê jî bi qasî hev dijminê gelê kurd in. Wek tê zanîn gelekê kurdan, heta kurdên başûr jî hêviyek pir mezin ji Erdogan û hukûmeta wî dikirin. Ji gelê kurd dixwestin ku ew “li hember leşker û kemalîstan” pişgiriya AKP-ê bikin. Bi vê êrîşê, dîrokê nîşanî van hêzên dilxwaz û piştevanê AKP-ê da ku ew çiqasî şaş bûne. Bi taybetî piştgiriya hêzên îslamî çiqasî ne rast û tahlûke ye.
Heta ku dijmin li Kurdistanê ji kurdan xurttir be kurd nikanin tu mafî bi dest xin, nikanin tirkan mecbûrî riyeke aşîtane bikin.
Netîce meriv dikane bibêje ku AKP jî wek partiyên din bi vê êrîşa xwe li Kurdistanê deşîfre bû, gelê kurd dît ku Erdoganê gurcî çi keftar e û çi zalim e û di meseleya kurdan da jî bi artêşê ra tu gelşeke wî tuneye.

23 februari 2008

Gerîlla artêşa tirk rezîl kir

Bîlançoya sê rojên şer nîşan didin ku gerîllayên kurd derbeyek mezin li artêşê tirk xistine û ew şerpeze kirine.

Li gor beyanên resmî yên artêşa tirk, heta nuha 7 leşkerên wan hatine kuştin û wan jî 79 gerîlla kuştine û gelek jî birîndar kirine.

Lê berdevkên HPG-ê, eksê artêşa tirk dibêjin heta nuha wan tenê du şehîd dane û 24 leşkerên tirk jî kuştine û cenazeyên wan jî di destê wan da ne.

Dîsa li gor beyana berdevkê HPG-ê, bêyî van kuştiyan, wan îşev helîkoptereke kobrajî xistine.
Heger di van sê rojên şer da zayîatên artêşa tirk ne 24, heft bin jî zayîateke mezin e û ev yek destpêka şokestina wan e.

Bêguman heger di vê êrîşê da tirk liberxwedaneneke mezin nebînin ewê Kurdistana başûr dagir bikin. Ya jî bi kêmasî bêîstîkrarî û kaosê derxin. Çimkî nêta tirkan ya esasî têkbirina desthilatiya kurdên başpr e, ew nikanin hebûna Kurdistana Federe qebûl bikin. Ji bi bo ku vê statuya kurdan xera bikin ji xwe ra li qal û qîlan digerin. PKK jî ji van behaneyan yek e.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî îro bi daxuyaniyekê aşkere kir ku armanca Tirkiyeyê bi vê êrişa leşkerî ne PKK lê kurdên başûr in.

Barzanî di beyana xwe da dibêje:
-Niha gumana me ji niyeta rast ya êrîşên Tirkiyê heye ku mebesta wê Kurdistan e û ne PKK ye. Heger ne wisa be hingê roxandina pirên ku dikevin nav kûrahiya deverên ava ku hemwelatî feydeyê jê digirin çi peywendiya wan bi PKK-ê ve heye?

Esas tirk ji kurdan ra pir eşkere dibêjin, emê tu carî nehêlin ku xewna we ya Kurdistana serbixwe bi rast bigere.

Ev êrîşa wan ya ji nişka ve proveya pûçkirina vê xewna kurda ye.
Dibê em vê yekê bibînin.

Ji bo ku li başûr Kurdistana Federe bikanibe bi rehetî bijî û li bakur jî kurd bikanibin hin mafên netewî bi dest xin, dibê di vê êrîşê da pozê artêşa tirk were firikandin.

Divê artêşa tirk ji bo heta heta tobe bike ku ewê careke din jahreke wiha belav neke.
Yanî bi gotineke din, dibê tirk hêviya xwe ji serketina bi riya şer berdin.

Dibê kurd cara dawî nîşanî tirkan bidin ku bi şer ew nikanin tu serkeftinê bi dest xin û tevgere kurd ya netewî bişkînin.

Li rojhilata navîn tu hêz nikane tevgera kurdan ya netewî tasfiye bike. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî kurd xurt in, bi hêz in û organîze ne.

Tevgera kurd ya netewî êdî bi çend telebe û endamên partiyan ne sînorkirîye. Êdî li bakurê Kurdistanê jî wek her miletî, gelê kurd; gundî, feqîr, kal, pîr, zarok, xort, zana, nezan yanî miletê kurd şiyar bûye û doza mafê xwe yê netewî dike, doza nasname û azadiya welatê xwe dike.

Dema tevgerek rehê xwe bi vî rengî berde nava gel, daxwaza partiyên siyasî bibe daxwaza gel, daxwaza karkir û gundiyan wê demê êdî tu hêz nikane rê li ber serkeftina wî gelî bigre.

Qet şik tuneye ku gelê kurd ne li başûr tenê, li bakur û li perçeyên Kurdistanê yên din jî zû dereng ewê ji bin vî nîrê koletiyê rizgar bibe û bigihîje azadiya xwe.

Tirk çiqasî zirtan bidin xwe jî bê fêde ye, wek her miletî, kurdê jî di demek nêz da welatê xwe rizgar bikin û bigihîjin azadiya xwe.

Êdî kurdan fêm kiriye ku zulm û zalimaya dewleta tirk ji zeîfiya wê tê. Loma jî kurd êdî ji dewleta tirk natirsin, kurdan dîwarê tirsê ji zû da hedimandine.

22 februari 2008

Tirk li bela xwe digerin

Bi êrîşa artêşa tirk ya do careke din eşkere bû ku tirk bi rehetî dev ji kurdan bernadin. Û heta zorê û bivikê nebînin jî ewê tu carî vê siyaseta xwe neguherînin û bela xwe ji kurdan venekin.
Bi heyran û qurbanê, bi rica û li bergerê tirk biaqil nabin û li hember kurdan dev ji vê siyaseta xwe ya dijminana û êrîşkar bernadin.
Dibê carê tirk û kurd deqên xwe li hev xin û saxtiya hev bikin. Hetaku serê tirkan li kevir nekeve û wek gelek carên dîrokê mejuyên wan di çavê wan ra neyê aqilê wan nayê serî. Çimkî tirkan xwe gelkî angajeyî şer û serkeftina bi şer kiriye.
Li gor wan ji bo ku li bakur tu mafî nedin kurdan û deshilata kurdên başûr jî ji navê rakin tenê riyeke heye, ew jî şer e.
Seddam jî wiha difikirî, lê dawiya wî bû sêdar.
Tiştek pir eşkere ye, tirkan ne ji dîroka xwe û ne jî ji yên cîranên xwe tu ders û tecrûbe negirtine.
Heger girtibûna ewê di şer da hewqas israr nekirana.
Her çiqas ji sala 1983-an û vir da li hember PKK-ê 24 operasyonên bi vî rengî kiribin jî lê ji bo wan têr nake, dibê cara 25-an jî xwe biceribînin.
Diyar e, heta ku Emerîka ji wan ra nebêje ”STOP”!, ewê vê karta xwe ya dawî jî bi kar bînin. Yanî careke din jî bi PKK-ê û kurdên başûr ra têkevin şer.
Pêşiyên tirkan gotine, pêlewanê têkçûyî ji gulaşê têr nabe.
Ya jî wek kurd dibêjin, dema ecela kûçik were nanê şivên dixwe.
Bi kurtî bombebrankirina çar piran îşareta şerekî dûr û dirêj e. Dibê di her warî da kurd xwe amadeyî vî şerî bikin. Ji ber ku nebûne şer bi daxwaza kurdan tenê nabe, dibê tirk jî nexwazin. Lê tirk îro şer dixwazin û tenê ji zimanê zorê fêm dikin.
Cîhan nuha di lehê tirkan da xuya ye, lê dema şer dirêj bibe û tirk zirarên mezin bidin xelkên sivîl ya jî nexwazin derkevin rewş ewê were guhertin.
Li gor kurdên başûr, tirk di warê leşkerî da xwe pir xurt dibînin.
Ji milyonekî zêdetir(1,043,550)leşkerên tirk yên di bin silehê da hene.
Bi dehhezaran tank, top, helîkopter, balafirên şer û çekên wan yên giran hene. Tirk bi vê hêza xwe hinekî stûr bûne û dixwazin serkutiyê li kurdan bikin.
Lê ew ji bîr dikink u ew neheq û kurd bi heq in, ew zalim û kurd jî mezlûm in. Ev jî xurtiya kurdan e.
Li gor îdîaya serokerkaniya Tirkiyê, operasyona artêşa tirk ya bejayiyê ya nav axa Kurdistana azad do bi şev saet di 19-an da destpêkiriye.
Heger ne derew be, Tirkiye bi 10 general û 10 hezar leşkerî vê operasyonê dimeşîne. Ev hejmar dikane propagandeya wan be. Lê bi hin hêzan ketine nava axa Kurdistanê.
Esas vî çelê zivistanê ji bo vê êrîşê tu sebebekî berbiçav tuneye. Ev serê du mehan e ku PKK-ê ne êrîş biriye ser artêşa tirk û ne jî li tu derê çalakiyeke leşkerî kiriye.
Loma jî meriv fêm nake, ev operasyon ji bo çi hat kirin?
Bi îhtîmaleke mezin piştî ku Emerîka destûr da hukûmeta AKP-ê xwest bi vê êrîşî qurretiyekê bike û nîşan bide ku dikanin li kurdan xin. Ji ber ku kuştina kurdan ji tirkan pîvan û îspata mêraniya wan e. Dibê carê nîşanî cîhanê û gelê xwe bidin ku ew dikanin bi kurdan. Yanî ”êrîşeke” ji bo tatmîn û xapandina gelê tirk e.
Erdogan dibêje, wan agahî daye welatên têkildar, YE û Emerîkayê. Berî ”operasyonê” Erdogan bi Bush ra peyivîye û ew ji ”operasyonê agahdar kirye.
Helbet hûnê telefonî Bush bikin û destûrê jê bigrin, bêyî destûra Bush ji hedê we û bavê we zêde bû ku we êrîşî kurdan bikira. Heger Emerîka destê xwe li pişta we nexista û destûr neda we, we nikanîbû yek gulle jî berra kurdan bida. Hûn bi destûr û piştgiriya Emerîka vê ”mêraniyê” li serê me dikin.
Kurd vê yekê dibînin.
Dema sibe Emerîka hevsarê we rakişîne hûnê kor poşman, kortika hustuyê xwe bixurînin û paşda vegerin.
Kî dizane, belkî bi rastî jî ”musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir be”! Ev şer bibe dawiya zilma tirkan.
Pir ne dûr e ku tiştê hat serê Seddam û Mîlosevîc were serê tirkan jî.
Çimkî yê tim belayê bigre, zû dereng ewê rojekê li bela xwe rast were.

21 februari 2008

Nezanî xerab e

Bi rastî jî zanîna nîvçe pir xerab e. Ji dêlî zanîna nîvçe, meriv tiştekî nizanibe çêtir e.
Ji roja duşemiyê û virda ez tenê dizanim min ji ber vê nezaniya xwe çi kişandiye.
Wek dibêjin, tuxtorê nezan meriv ji can, meleyê nezan meriv ji îmanê dike. Yê min jî bû ev mesele. Nezaniya min ezab bi min da kişandin.
Wek min berê jî gotibû, mala wan ava, roja duşemiyê kompîtora min(det îcar dîtin û gotn ne yek e, xwezî we bidîta ku çuqasî delal û kibar e)anîn. Heger ez hema hinekî zane bûma minê di nava seetekê da li hev ragirta û dest bi nivîsê bikira. Lê ji ber ku ez ji bin da ji vê bêxwediya teknîkê fêm nakim, loma jî min ne tenê serî li xwe gêj kir, bi xwe ra min kezeb li Nîhatê(swêregî)feqîr jî reş kir.
Ev şend şev in Nîhatê reben bi sebra Hz. Eyûbê kurmaxwarî wer li ser telefonê ye û alîkariya min dike. Dawiya dawî wek kuçê koran, hema bi hawakî do derengê şevê li hev suwar hat û bêxwedî xebitî. Ez bi wê kêfê raketim.
Îşev dema ez ji kar hatim dîsa nexebitî. Lê dîsa bi alîkariya Nîhat û destpelandina min axir çêbû û nuha ez van rêzan pê dinivîsînim.
Xwedê kesî bê dost û heval neke.
Bira meriv bê mal û milk be, lê ne bê dost û heval be.
Ferqa wê(yanî delaliya ber dilê min ya nuh) û ya min a berê, wek ferqa Lada Sovyetê û Cadîllacê ye. Meriv naxwaze ji ber rabe.
Ya min a berê jî Dell û ya destan bû, lê hewqasî ne xweşik bû. Eva nuh (Dell Inspîron 1525 e)gelkî jê xwşiktir e. Ji şikil û şemala wê nayê gotin.
Helbet li gor vê xweşikayiya wê dibê ez jî heqê wê bidimê û tiştê hêja binivîsim. Yanî dibê li gor nivîsên xwe yên berê ez jî hinekî “terakkî” bikim.
Wek min got, înternet û Word îşev temam bûn û ev nivîsa pêşî yeku ez pê dinivîsim.
Di nav van sê hefteyên borî da li Kurdistan û cîhanê gelek bûyerên girîng qewimîn. Mixabin meriv nikane li ser hemûyan raweste.
Lê tiştek pir zelal xuyaye ku hukûmeta AKP-ê li Kurdistanê teroreke pir mezin dide meşandin. Berpirsiyarên mafê mirovan dibêjin, terora îro li Kurdistanê tê meşandin ji ya dema 12-ê Îlona 1980-ê zêdetir e ne kêmtir e. Li seranserê Kurdistanê gelê kurd di bin teror û zilmeke nedîtî da ye. Roj tuneye ku bi dahan, bi sadan kes neyên girtin û îşkencekirin.
Dewleta tirk bi vê terorê jî nayê serî, di sisiyê sibatê da li Çewlikê 10 gerîllayên kurd bi rengekî hovane û neînsanî qetil kir.
Artêşa tirk bi destûr û alîkariya Emerîkayê, Kurdistana başûr her roj bombebaran dike. Li gor
xebera PUKmedia-yê balafirên tirk di bombebarana îro da 2 pirên mezin(Ava Mark û Sîdan) û 2-yên biçûk li deverên Nêrve û Rêkanê ên bi ser nahiyeya Dêrelûkê qazaya Amêdiyê îmha kirine. Hemû ajansên Kurdistanê radigihînin ku topbaranên artêşa tirk hîn jî berdewam in. Tê gotin ku artêşa tirk hêzeke leşkerî ya gelkî mezin li ser sînorê Kurdistanê kom kiriye û îhtîmal heye ku ji bejayiyê jî têkeve kurdistanê. Heta xeberên şer yên di nabêna leşkerên tirk û pêşmergetan da jî ji herêmê tên.
Yanî tiştê xuyaye tirk bi destûr û alîkariya Emerîkayê haziriya êrîşeke gelkî mezin dikin. Di rojên pêş me da bûyerên gelkî mezin dikanin rû bidin û hêzên pêşmerge jî ji mecbûrî têkevin şer.
Li gor nûçeyên dawî, serokkomarê Îraqê Celal Telabanî, îşev ji nişka ve çûye Kurdistanê. Çavdêrên siyasî vê çûna ji nişka ve bi êrîşên Tirkiyê va girê didin. Êrîşên Tirkiyê yên îro, lêxistina piran bûyerên gelkî girîng in û ne mimkûn e ku kurd li hember van êrîşan bêdeng bimînin.
Bûyereke din ya gelkî girîng, di 17-ê sibatê da Kosowayê serxwebûna xwe yekalî, bêyî rizamendiya Sirbistanê îlan kir. Ev cara pêşî ye ku miletek bêyî rizamendiya dewleta serdest, bi şiklekî yekalî serxwebûna îlan dike û ji alî Emerîka û gelek dewletên din va tê naskirin. Berê tiştekî wiha ne mimkûn bû. Ev yek ji bo kurdan jî nimûneyeke berbiçav û baş e. Êdî mesela lihevkirina herdu aliyan û pîroziya yekîtiya wealtan ji navê rabû, ya herî girîng qebûlkirina Emerîka ya. Naskirina Neteweyên Yekbûyî jî ne girîng e, ya girîng piştgdiriya Emerîkaye, dema meriv piştgiriya Emerîka girt mesele temam e.
Lê pir mixabin Emerîka dev ji tirk û ereban bernade û vê piştgiriyê nade me kurdan. Bûyerên dawî, hevkariya wan ya bi tirkan ra vê yekê nîşan dide.

20 februari 2008

Cavê me hemûyan ronî be…

Gotineke heye, dibêjin ard heye, av heye, rûn heye, sekir heye lê hosteyê helawê cêke tuneye. Yanî dixwazim bibêjim ku kompîtora min do hat bes kesê ji min ra li hav ragire tuneye.
Min telefonî sê dost û hevalan kir û bi dilsadiyeke mezin mizgîniya hatina wê da wan.
Hersê hevalan jî ji dil û can gotin bi xêr û bimbarek be û tu wê jî bi xêr û xwesî xera bikî. Mala hersiyan jî ava be.
Dema gotin hat ser li hev ragirtina wê, yanî girêdana wê, hersê hevalan jî gotin girêdana wê gelkî hêsaye, “hema tu sêlika wê têxê ewê bi xwe ji t era bibêje tu yê ci bikî” û hwd.

Tistê wan got min kir lê bi xwe cênebû. Lê min fîsa ceyranê xistê û beteriya wê jî dagirt. Û tist mistên din jî min gist li dorê kom kirine.
Yanî hema hosteyek hebe, ewê zend û bendên xwe vemale û tavilê malzemeyên xwe li hev xe û helaweke wek lokim cêke.
Yanî her tist li bende hosteyekî ye.
Ji hosteyan biraziyê min Firat gotiye ewê bikanibibe roja îniyê pistî mektebê were û ji min ra li hev ragire.
Heger berî wê hineke werin gazî û hawara min xêr ela xêr! Û dema kes nehat jî ji mecbûrî ewê bimîne heta roja îniyê.
Ez hêvî dikim ku ewê sebra we têrî van herdu rojan jî bike…
Ez van rêzan ji ciyê kar dinivïsim...

11 februari 2008

Mizgîna min li we !

Mizgîna min li we, min îro kompîtoreke bi hêl û mêl, yanî yeke sertaca hemû kompîtoran kirî.
Lê hîn teslîmî min nekirine. Ji bo ku zû bînin ez gelkî li ber yê datafiros geriyam, bes pere nekir. Camêr got di nabêna 2-3 heftan da emê teslîmî te bikin.
Min ji yê pispor ra got:
-Xorto, dilê min ketiye vê bêxwediyê, ma tu ci dibêjî? Gelo ez vê bikirim ya yeka din bikirim?
Xort got:
Bawer bike diya min jî bixwesta kompîtorekê bikire minê dîsa ev jê ra pêsniyar bikira.
De îdî hesab li ba we ye, ji xwe ra texmîn bikin ku makîna min kiriye cuqasî bas û rind e!
Dûra ez fikirîm, nizanim cima negot ”bavê min” lê got ”diya min”?
Lê axir gelkî pesnê wê da, got bawer bike te kehbanuya/kiralîceya kompîtoran kirî, qet dengê xwe neke.
Nuha wek zavayê li bende seva gerdegê/seva zîfafê be, ez jî bi wê bê sebriyê li bende kehbanuya xwe me.
Ji ber ku bi klaviya swêdî nivîsîn gelkî zor e loma jî ez nikanim zêde kul û derdê xwe ji we ra bibêjim. Heta ez herfeke kurdî dinivîsim cermê eniya min diqete.
Ez texmîn dikim ku we gelkî ”bîriya” nivîsên min kiriye. Lê tist ji dest min nayê, mecbûrî emê xwe li bende ragirin.
Ha dibê ez viya jî bibêjim, di vê nabênê da ez li ekranek tenik jî digerim, ku min kelepûrek bi dest xwe xist ezê ekstern bi ya kevn ve kim û heta ya nuh tê bikar bînim.
Nuha tistê ez bibêjim ev e.
Bi hêviya ku hûnê kanibin 2-3 hefteyan sebir û tehamulê nîsan bidin.

04 februari 2008

Agahdariyek gelkî girîng !

Hin kesan data/kompîtora min di ber xwe ra kiribûn, digotin, data Zinarê Xamo tu carî xera nabe. A bira dilê wan rehet bibe, dawiya dawî kota kompîtora min cavînokî kirin. Do bi sev dema min dikira bi birayê xwe ra xeber bida MSN û kamareya min nexibitî. Li ser vê, min jî rabû ji qehran misk li ekrana/cama wê xist û cam sikand.
Nuha ez van rêzan di ya zarokan da dinivîsim. Ji ber ku herfên kurdî tuneye ez bê ”s” û ”c” dinivîsim.
Ez bawer dikim cêkirina wê ewê cend rojan bigre. Dema aqil kêm be meriv li ciyê rehetiyê kompîtora xwe diskîne.
Ez dizanim bêyî nivîsên min ewê sebra gelek xwendevanî neyê lê ez ci bikim, bela sebab negotina, aqilê mêrikê kurd dû rat ê serî.
Bi hêviya ku heta ez vegerim hûn min ji bîr nekin.

03 februari 2008

Emerîkayê nehîştiye leşker darbeyê bikin

Roja piştî operasyona li hember ”Çeteya Ergenekonê”, di nivîsa xwe da(23/1-08) min wiha gotibû:

”Her kes dizane ku ev kesên hatine girtin ne masiyên herî mezin in, vana çend qatil û çaqokêşên `dewleta kûr` in û li gor emrê wê van planan amade dikin û cînayetan dikin. Şefên mezin li ser karên xwe ne û bi Erdogan û Gul ra dewletê îdare dikin. Berpirsiyarên bûyera Şemzînan hemû hatin berdan û serokê wan yê herî mezin jî îro serokerakanê dewleta tirk e. Loma jî di vê operasyonê da jî ewê hev û du hinekî saxî bikin, hêza xwe hinekî nîşanî hev bidin û dû ra jî wek bûyera Sûsûrluk û Şemzînanê(ku di herdu bûyeran da jî dewleta kûr di ser sûc da hatibû girtin) hemû werin berdan.”

Di nivîsa xwe ya 28-ê mehê da(28/1-08)jî ez careke din li ser vê meselê sekinîme û min dîsa wiha gotiye:

”Bêguman çend zabitên teqawit bi serê xwe nikanin darbeyekê bikin. Divê hin zabit û generalên hîn li ser kar li pişt wan hebin. Dema çend general di nava vî îşî da tunebin ne hedê çend leşkerên teqawit e ku ji bo darbeyekê bixibitin.”

Sîxurê(ajanê)MÎT-ê yê kevn Profesor Mahir Kaynak jî do di hevpeyvîneke xwe da dibêje hêza li pişt ”Çeteya Ergenekonê” hîn derneketiye meydanê û nehatiye deşîfrekirin. Mahîr Kaynak dibêje, di operasyona Ergenekonê da ”Emerîkayê saet bi saet îstîxbarat daye Tirkiyê” û bi saya vê îstîxbarata Emerîkayê ev operasyona li hember Ergenekonê hatiye kirin.

Sîxurê kevn Kaynak jî ji tecrûbeyên xwe baş dizane ku darbe bi leşkerên teqawit nabe, dibê di nava artêşê da hin general li pişt wan hebin. Loma jî dibêje:

”Bi îhtîmaleke mezin kesên li pişt perdeya çeteya Ergenekonê hene. Di vî warî da baweriya min ya giştî, bi ya min çeteyeke wiha nikane were dest bide ser desthilatê. Dema ez bala xwe didim bûyeran ez tim tesîrên derva jî tevî hesêb tikim. Çete şertên darbeyê amade dike. Lê esas hêzên li pişt perdê wan îdare dikin. Belkî çete bi xwe jî nizanibin ew tên îdarekirin. Nuha kadirên binî hatin tasfiyekirin û ji jor ra jî mesaja ” em dizanin we kir” hate dayin.“

Li gor Kaynak, Emerîkayê destek daye AKP-yê û bi saya vê alîkariyê rê li ber xistina AKP-ê hatiye girtin. Mahîr Kaynak dibêje:

”Şertên cîhanê yên nuha pêwîst dibîne ku hukûmetek ne li dijî Îslamê li Tirkiyê li ser desthilatê/hukim be. Ez bawer nakim ku nuha rê bidin partiyeke ku bi laîsîzmê derketiye rê were ser hukim. Emerîkayê di prosesa tasfiyekirina Ergenekonê da îstîxbarat da Tirkiyê. Ergenekonciyan xwestin Îslamîstan tasfiye bikin lê Emerîka ev yek qebûl nekir.”

Tiştekî pir balkêş e, di eynî nivîsa xwe ya 23-ê mehê da ez jî li ser vî aliyê meselê sekinîbûm û min gotibû ku:

”Bi îhtîmaleke mezin ji ber ku serê derziyê dikira bigihîşta AKP-ê jî, yanî ji ber ku dikira hin mervên wan jî bikuştana loma midaxele kirin. Heger yên bihatana kuştin tenê kurd bûna ewê ev operasyon nekirana. Dema serî digihîje wan midaxele dikin.”

Dû ra di hin belgeyên ku ketine destê pûlis da xuya bûye ku çeteyên Ergenekonê ne tenê xwestine ku kesên wek Fahrî Koru, Orhan Pamuk û Erdogan bikujin, mêrikan xwestine darbeyeke leşkerî jî li hember AKP-ê bikin. Loma jî di vê nuxteyê da Emerîka midaxele kiriye û rê li ber darbeyê daye girtin.

Wek ji van îtîrafên kotesîxurê MÎT-ê jî diyar dibe ku li Tirkiyê ne darbe û ne jî desthilatî bêyî destûr û ”erêkirina” Emerîkayê nabe. Heger Emerîka nexwaze, meleyên sextekar nikanin rojekê jî desthilata xwe bidomînin. Artêşê tiştê anî serê Erbekan û hukûmeta wî, ewê di nava demeke kin da bîne serê AKP-ê jî.

Siyasetmedarên tirk li gel vê rastiyê hîn jî fedî nakin û dibêjin em ”dewleteke mezin û welatekî serbixwe” ne û nizanim çi ne û çi ne…

Kurro bi xêra Emerîka hûn wek dewlet vî hukma li cîranên xwe û li kurdan dikin, heger ne piştgiriya Emerîka bûya nuha gelê kurd ji zûda hûn ji welatê xwe avêtibûn û gihîştibûn azadî û serxwebûna xwe.

Heger ne piştgiriya Emerîka û Îsraîl be artêşa we ya nîv milyonî nikane çend mehan jî li hember kurdan li ber xwe bide. Bi destûr û alîkariya Emerîka û Îsraîl ya îstîxbaratî û teknîkî hûn li çiya û baniyên Kurdistanê dimînin û her roj bombeyan bi ser serên kurdan da dibarînin. Û dû ra jî bi rengekî bê heya û bê fedî hûn pesnê mêraniya xwe didin.

Lê êdî rim di çewêl hilnayê, her kes dibîne û dizane ku bi siyaset û artêşa xwe ve hûn parsek û sêwiyên ber deriyê Qesra Spî ne. Bêyî xulamiya Emerîka hûn ne tu tişt in.

02 februari 2008

HPG-ê di şaşiya xwe da israr kir

Di 22-ê meha borî da di malpera HPGê (Hêzên Parastına Gel) da li ser kurdperwerê hêja Îbrahîm Guçlu nivîseke ne xweş, ne li rê û bi gefxwarina kuştinê hate weşandin. Nivîs her çiqasî di malpera HPG-ê da hatibû weşandin jî lê ne li ser navê HPG-ê bû, bi îmzeya Aram Masîs hatibû weşandin. Vê yekê jî hêviyek dida meriv ku ev siyaset dikane ne ya HPG-ê be, belkî “cahiliyeke” şexsekî cahil be.

Bîr û raya kurdan ya giştî ya welatparêz û demokratîk û xwedî mesûliyeteke netewî reaksiyoneke di cî da nîşanî gefenên Aram Masîs ya kuştina Îbrahîm Guçlu da û xwest ku HPG li van tehdîdên Aram Masîs xwedî dernekeve û red bike.

Piştî hewqas rexne û balkişandinên dostane meriv hêvî dikir ku HPG di vê şaşiya xwe da îsrar neke û mesajeke pozîtîv bide raya giştî ya kurd. Lê pir mixabin di 31-ê meha çileya paşîn(meha yekê) da dîsa Aram Masîs, di eynî malperê da nivîseke bi sernivîsa Bekoyê Ewan û Cemîlê Çeto dîsa li ser kar in" weşand. Nivîs ji ya berê sedqatî xerabtir e, pir bêmistewa û bêedeb e. Aram Masîs di vê nivîsa xwe da jî piştî gelek çêr û heqaret, tehdîdên xwe hîn vekirîtir dubare dike.

Aram Masîs di vê nivîsa xwe ya duyem da ne tenê Îbrahîm Guçlu, lê îcar hemû kes û hêzên mixalifên xwe bi zimanekî ne siyasî û lumpenwarî, mişt heqaretên giran û kuştinê tehdît dike.
Aram Masîs di vê nivîsa xwe ya duduyan da li ser navê HPG-ê hemû rêxistin û dezgeyên kurdan yên ne nêzî PKk-ê wek hevkar û ajanên dewleta tirk dibîne û dibêje:

“Her kes dizane ku rêxistinên fena HAK-PAR, Kurd-Der’a berê ya Şaxa Amedê, malperên Rizgarî, Kovarên Çira û Serbestî ji dijminê gelê kurd re xizmet dikin û piştgirî ji wan digirin.”

Meriv ji xwe ra matmayî dimîne rêxistineke wek HPG-ê, çawa dikane îdîayeke wiha bêmistewa di malpera xwe da biweşîne?

Çawa dikane ji Hak-Par-ê û ji dezgehên kurdan yên din ra bibêje, vana ji dewletê alîkariyê digrin û “di bin sîwana JÎTEM’ê de qontratîyê” dikin?

Rêxistineke ku ji bo rizgariya miletekî şer dike divê bêbextiyên hewqasî mezin li mixalifên xwe neke, divê mistewa xwe ya siyasî hewqasî danexe.

Lê mixabin Aram Masîs li ser navê parastina şerê azadiyê, PKK-ê û HPG-ê di rexneyên xwe da tu sînoran nas nake, ji dêlî bersîveke maqûl û siyasî, her kesî bi kuştinê tehdîd dike. Masîs, bi
serbilindî wiha pesnê xurtî û mêrkujiya PKK-ê dide:

“Yên ku PKK-ê dinasin, dizanin ku dema PKK kesek an komek li hember berjewendiyên kurdan bi dijmin ra hevkarîyê bike çi tîne serê wan. Em tu kesekî tehdît nakin, pêwîst bike wê bi awayekî paqij ji holê bê rakirin. Yên ku navên wan tê dayin, bi hêviya ku werin ser riya rast û dev ji dijminahiya kurdan berdin.”

”Ji van derdoran re careke dawîn em dibêjin, ji dîroka kurdan dersan derxin. Nebin Bekoyê Ewan û bihêlin Mem û Zîn bila li welatekî azad bijîn; nebin Cemîlê Çeto bila Mala Aliyê Ûnis careke qir nebe; nebin dijminê qewmê xwe bila kewên Gozelê xwe ji vî navî rizgar bike. Ev hişyariyek e. Ku em bixwazin hinekan tehdît bikin, wê di heman rojê de pêk bê. Hûnê derfeta li ber derê efendiyên xwe daxuyaniyê jî nebînin. Bes em bi kurmikên wisa re niha mijûl nabin. Lê ev kurmik her biçe mahdên me li hev bixe, wê demê jî ew tiştên ku tê gotin, wê.”

Ji van tehdîdan ra şirove ne lazim e, camêr ji her kesî ra pir vekirî dibêje, heger hûn careke din rexne li me bigrin wê demê emê van tehdîdên xwe bi cih bînin.

Dewlet jî li hember PKK-ê û miletê kurd eynî tiştî dike, berê ditirsîne, terorîze dike, ku ev jî têr neke dukuje.

Tevgereke netewî ku xwedêgiravî ji bo azadiya xweîfadekirinê, demokrasî û rizgarbûna miletekî şer dike, divê li hember mixalifên xwe eynî metodên dewletê bikar neaniya. Dema bikar bîne, wê demê divê ji teror û kuştinên dewletê jî gazinan neke.

Ya din, divê Aram Masîs û HPG-ê baş fêm kiribûna ku bi tirsandinê, bi gefan kurd dev ji dîtin û bîr û baweriyên xwe bernadin. Heger tiştekî wiha mimkûn bûya nuha dewlet bi ser ketibû.Çimkî dewletê bi vê niyetê gelek kurd kuştin. Lê kurdan dev ji têkoşîna xwe bernedan.

Tehdît û kuştinê heta nuha tenê zirar daye PKK-ê, dostên wê kêm û dijminên wê zêde kiriye.
Dîroka PKK-ê û ya kurdan îspata vê yekê ye. Kurd bi zor, bi tirsandinê, bi gefan û kuştinê nabin dost û hevalên kesî û ji her kirinên PKK-ê ra çepikan lê naxin. Divê Aram Masîs vê yekê baş têxe serê xwe.

Ne bi zorê û tehdîdan, bi xebat, bi fikir û argumentên xwe meriv dikane dostanî û sempatiya însanan qezenc bike.

Şerê di nabêna PKK-ê û YNK-ê, di nabêna PKK-ê û PDK-ê da çi zirarên mezin dan tevgera kurd ya netewî, ji gelê kurd ra çi malwêranî bi xwe ra anî her kes dizane.

Heger îro li başûrê welatê me kurdan beşekî Kurdistanê rizgar kirine û bûne xwedî dewleteke nîvserbixwe, xêra dostanî û hevkariya di nabêna hêzên kurd da ye.

Heger ne ev dostaniya di nêbêna PDK, YNK û PKK-ê da bûye, heger di nabêna wan da hîn dijminatî û şer hebûye kurd îro li başûr ne xwedî desthilat bûn, PKK îro nikanîbû li Kudistana başûr bimaya. Heger ne mixalefeta hêzên bûşûr bûya nuha ji zûda tirkan û emerîkiyan PKK li Qendîl îmha kiribûn û ji wir derxistibûn.

Heger PKK-ê di salên 80-ê û 90-î da li der û li hundur bi dehan kurdên welatparêz nekuşta û îltîfatî metodên terorê nekira bi îhtîmaleke mezin nuha kesî nikanîbû mohra "terorê" lêxista. Sebebê vê "mohrê" PKK bi xwe ye. Van kirinên PKK-ê karê tirkan hêsa kir.

Esas Aram Masîs jî û HPG jî ne hewceyî van şîretan e, ew jî bi qasî me dizanin ku ”tehdît” û kuştin ne rast e, ne karê rêxistineke netewî ye û tenê zirarê dide tevgera kurd ya netewî. Loma jî pêwîst nake di vî warî da meriv zêde şîretan li Aram Masîs û HPG-ê bike.

Tenê meriv dikane bibêje ku Xwedê aqilekî bide wan û wan ji ser vê riya şaş dagerîne.