10 januari 2008

Tirkan bi xwîna xwe alek çêkirin

Li Tirkiyê bûyerên wiha dibin ku aqilê meriv disekine, xwîna meriv dicemide.
Kîn û nefreta li dijî kurdan, miletê tirk ji însaniyetê derxistiye, civata tirk bûye civateke nexweş û dîn.

Dema meriv bîstekê li telewîzyonên tirkan temaşe dike û di înternetê da rojnameyên wan dixwîne, meriv dibêje qey seranserê Tirkiyê bûye tîmarxane û hemû milet jî aqil berdaye.

Her kes li hember kurdan tije kîn û nefret e, agir ji devö her kesä dibare. Rast, çep, zana, nezan, dîndar, ne dîndar qet ferq nake, her tirk dixwaze hemå kurdan perçe perçe bike û wek tîmsehan bixwe.

Tirsa ”perçebûnê” û çêbûna Kurdistanê miletê tirk û serokên wan kirine wek cenawarên xwînxwar, wek psîkopatên ji xwînê hez dikin.

Bûyera li jêr îspata vî haletê ruhiya tirkan e.

Tirk êdî bi xwîna xwe ala tirk çê dikin û wek tabloyan li malên xwe bi darde dikin. Û serokerkanê Trikiyê jî di telewîzyonê da pesnê dînîtiyeke wiha dide. Û ajansa Tirkiyê ya herî mezin(Anadolu Ajansi/ajansa dewletê ye) jî vê bûyera psîkyatrîk wek xeber diweşîne.

Li gor xebera Anadolu Ajansê(Anadou Ajansi) li bajarê Tirkiyê Kirşehîrê 40-50-î xwendevanên tirk bi nuqutandina xwîna ji tiliyên xwe aleke tirk çêkirin û şandin ji serokerkan Orgeneral Buyukanita ra.

Li bajarê Kirşehîrê xwendevanên Lîseya Mamosteyan ya Anadoliyê ji bo protestokirina ”terora PKK-ê/kurdan” û piştgiriya bi şehîdên tirk ra bi xwîna xwe aleke Tirkiyê wek gola xwînê sor çêkirin. Û dû ra jî ev ala ku ji xwîna însanan hatiye çêkirin çarçewe kirin û wek diyarî şandin ji serokerkanê artêşa Tirkiyê Orgeneral Buyukanit ra.

Buyukanit jî ev diyarî bi serfirazî qebûl kir û dû ra jî di kanaleke telewîzyonê da li ser vê ala ku 40-50 xwendevanî bi xwîna xwe sor kirine rawestiye û gelkî pesnê wê da.

Orgeneral Buyukanit bi gelek methên mezin û bi hin gotinên ajîtatîv wiha qala vê ala bi xwîn kir:
”Binêrin nuha ezê tiştekî nîşanî we bidim. Ev aleke tirk e.(alê derdixe û nîşanî milet dide.)Lê taybetiyeke wê heye. Ev al, ji alî gurûbek gênc ve bi xwîna wan hatiye çêkirin. Em miletekî mezin in.Bi rastî jî şehîdên me ji bo armanceke miqedes şehîd ketine. Ji bo ku yekîtî û yekparetiya vî welatî biparêzin şehîd ketine…Malbatên wan emanetên me ne. Divê em wek rohniya çavên xwe li wan binêrin.”

Xwediyê van gotinan serokerkanê Tirkiyê ye. Ku serokerkan di kanala telewîzyonekê da bi van gotinan pesnê vê bûyera şîzofrenîk bi vî rengî bide êdî miletê çi neke ku?


Ev civat êdî tam nexweş e. Divê meriv ji vê civatê bitirse û muameleya dînan pê ra bike. Divê kurd alimên civaknas(psîkyatir, psîkolog, sosyolog, antropolog axir hemû alimên mijara wan civat û însan e) yên cîhanê ji van bûyeran agahdar bikin. Divê alim li ser vê civata nexweş lêkolînan bikin. Ev gelkî pêwîst e. Ji ber ku em kanibin li hember civateke wiha nexweş biparêzin divê em vê civatê baş nas bikin û nexweşiya wê bizanibin.

Ji bo ku dîn bêtir zirarê nedin me, divê em dînîtiya wan baş bizanibin.

1 kommentar:

  1. Rebbê alemê; Ji însan muqqedestir tiştek ket çê nekirye u ne afirandîye.Zemanê berê hinek milletan put çêdikirin u pêra perstî dikirin.Perestîya naha hinekî modern bîye. Em kağizê ji erdê radikin, hinek boyaxa sor lêdixin u ew însanê bi qedru qîmet ku bihayê wan hemu dunyayê zêdetire fedadikin. U dıbêjin bi fermana Yezdan dikin. Heyloooo heyloo! Hêvîya min li Yezdan ê aqil li wan însanan bistîne bike weka heywan,qene zirarê nikarin bidin însan. Bi silaf u hirmet.

    SvaraRadera

PARVE BIKE